Celadet Alî Bedîrxan

Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)

2021/11/19

Gun



 Gun cotek endamên zaûzê yê nêran e, sperm û hin hormonên nêrê di gunan de tên çêkirin. Di laşê korpeleyê bi temenê 43 heta 50 rojî de gun peyda dibin. Herwisa di heman demê de spermeborrîk (bi înglîzî: seminiferous tubuls) jî di nav gunan de diperisin. Sperm di spermeborrîkan de dirist dibin. Di temenê 9 heta 10 heftan de di gunan de xaneyên Leydig (bi inglîzî: Leydig cells) dest bi berhemkirina hormona testosteron dikin. Xaneyên Leydig di bestereşaneya navbera spermeborrîkan de cih digirin. Derdana testosteron, di laşê korpeleyê de çêbûna çûk (penîs) û tûrikê gun rêk dixe.

Gunên korpeleyê di zikekelênê de diperisin, du meh berê zayinê herdu gun ber bi jêr ve dilivin û dikevin nav tûrikê gun. Tûrikê gûn, ji kîsekek bi çerm dapoşî pêk tê û ji berranê ber bi derve daliqandî ye. Erkê serekê yê tûrikê gun hênikkirina sperman e. Pileya germiya gunan ji pileya germiya zikekelênê bi qasî sê pile kêmtir e. Rûyê navî yê tûrikê gun bi lûsemasûlkeyan dapoşrav e, ango derdora herdu gunan de çînek lûsemasûlke heye. Masûlkeyên tûrikê gun, ji bo rêkxistina germahiya gunan, bi girjbûn û xavbûnê gunan ji laş dûr dixin an jî ber bi laş ve dikişînin. Heke hawirdor sar be, masûlkeyên tûrikê girj dibin, tûrikê gun diqurmiçe û teng dibe, gun ber bi laş ve tên kişandin. Bi vî awayê gun germahiya laş dimijîne û xwe ji sermayê diparêze. Heke germahiya gunan ji pileya asayî bilindtir be, ango hawirdora gunan germ be, vê gavê masûlkeyên tûrikê gun xav dibin, tûrik fire debe, gun ber bi jêr ve tên daliqandin û ji laş dûr dikevin. Bi vî awayê germahiya gunan belavî hawirdorê dibe û dadikeve asta pileya asayî.
-- Pêkhateya gun --
Gun bi şeweyê helkeyî ne. Dirêjiya her gunek bi qasî 4.5 cm, firehiya vî 2.5 cm û stûriya vî jî bi qasî 3 cm e. Gun ji du beşên serekî pêk tê; spermeborrîk û xaneyên Leydig. Xaneyên Leydig di navbereşaneyê de cih digire, navbereşane (bi înglîzî: interstitial tissue) torek bestereşaneyê ye. Navbereşane li gel xaneyên Leydig gellek mûlûleyên xwînê û mûlûleyên lîmfê jî lixwe digire. Hormonên di xaneyên Leydig de tên berhemkirin, bi navbeynkariya mûlûleyên xwînê belavî laş dibin. %90ê giraniya gunan ji spermeborrîkan pêk tê.
Gun bi sê çînên serekî dapoşî ne;
- Çîna vajînal -
Çîna vajînalî (bi latînî: tunica vaginalis) çîna derveyî ya gunan e û ji du perdeyan pek tê. Perdeya derve bi rûyê navî yê tûrikê gun ve, perdeya navî jî bi çîna sipîkê ve girêdayî ye. Bi vî awayê livîna gunan di nav tûrikê de hêsantir dibe.

- Çîna sipîk -
Çîna sipîk (bi latînî: tunica albuginea) di bin çîna vajînalî, li derdora gunan de cih digire. Çîna sipîk ber bi nav gunan de dirêj dibe, bi navbeynkariya navbiran, gunan dabeşê pilokan (bi înglîzî: lobules) dike. Di gunek de bi qasî 200-300 pilok heye. Di nav pilokan de spermeborrîkên bi hev pêçayî cih digirin. Di navbera spermaborrîkan de xaneyên Leydig, hormona testosteron berhem dikin û der didin. Spermeborrîkên gunê, li aliyê jorê gun de kom dibin û borrîkeyek 6 metreyî ya li ser hev pêçayî peyda dikin. Ev pêkhate wekî aloze (bi înglîzî: epididymis ) tê navkin.
- Çîna lûledar -
Çîna lûledar (bi latînî: tunica vasculosa), çîna navî ya gunan e, ji bestereşane û tora lûleyên xwînê pêk tê.
-- Erkê gun --
Du erkên serekî yên gunan heye; berhemkirina sperm û berhemkirin û derderdana hormona testosteron. Ji ber derdana sperm û hormon, gun wekî rijênê zaûzê tê navkirin. Çalakiya gunan bi handerkirina du hormonên hîpofîzê; hormona FSH û hormona LH ve dest pê dike. Ev herdu hormon li gor bandora wan a li ser laşê mêyan hatine navkirin, lê pêkhateya wan a kîmyayî di laşê nêran de jî heman.
FSH wekî ‘’hormona handerê çikildanê ‘’, LH jî wekî ‘’hormona handerê tenê zer’’ tê navkirin.
Hormona handerê çikildanê (FSH) di spermeborrîkeyan de çêkirina sperman hander dike. Ji temenê pêgihîştinê heta mirinê, di gunan de her roj bi sedan milyon sperm tên çêkirin. Hormona handerê tenêzer (LH) xaneyên Leydig hander dike bo çêkirin û derdana hormona testosteron. Li gel FSH, hormona testosteron jî bondor li ser geşbûn û dabeşbûna xaneyên bineretî yên sperm dike.
Bi gelemperî, heta temenê pêgihîştinê, asta rejeya testosteron di laş de nizm e. Di temenê 10-13 salî de ji ber handera hormonên FSH û Lhê rêjeya testosterona nav xwînê bilind dibe. Testosteron dibe sedema hin guherînan di laşê nêran de. Girbûna çûk (penîs) û gunan rû dide. Rî, simbêl, mûyên li sing, zik, mil û çîpên xortan hê pirtir diguherin û dibin mûyên mayînde. Li binçeng û derdora endamê zaûzê de mû derdikeve. Dengê nêran berz û qalind dibe, qebareya peykeremasûlkeyên laş zêde dibe bi vî awayê bejnûbala nêran diguhere bo şêweyê xwe ya asayî.
* Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin











2021/11/07

Sperm

     Sperm an jî tov (bi înglîzî: sperm)xaneya zayendî ya nêran e bo pîtina hêkê. Sperm li gunan, di dîwarê spermeborîkan de, ji xaneyên çêkerên sperm (bi înglîzî:germ cells /spermatogonia) bi dabeşbûna miyozî peyda dibin.

Dîwarê borîkên sperm ji du cor xaneyên sereke; ji xaneyên çêkerê sperm û xaneyên sertolî pêk tê. Xaneyên sertolî xaneyên palpişt in. Xurek û madeyên pewîst dabîn dikin bo xaneyên çêkerê sperm. Xaneyên sertolî molekulên sînyalê der didin, bi sînyalan berhemanîna sperman hander dikin. Herwisa bandor li ser xaneyên çêkerê sperm dike ko xaneyên çêker bimire an bijî.
Xaneyên çêkerê sperm, xaneyên bineratî yên sperm in û dîploîd in, bi dabeşbûna miyozê spermên haploîd çêdikin.
Xaneya çêkera sperm berê dest bi dabeşbûna miyozê bike, bi dabeşbûna mîtozê dibe du xane, yek ji van xaneyan bi dabeşbûna miyozê gamet çêdike, xaneya din jî wekî xaneya çêkerê sperm dimîne. Bi vî awayê hejmara xaneyên çêkerê sperm di laşê nêran de kêm nabe. Mirovek nêr dikare rojê bi qasê 100 heta 300 milyon sperm berhem bike û berhemkirina spermê heta dawiya jiyana xwe bidomîne.
Sperm di gunan de li ser dîwarê borîkeyên sperm de tê berhemkirin, lê embarkirin û pêgihîştina sperman di alozeyê de rû dide.
Germahiya sirûştî ya laş 37 pile ye, lê di vê pileya germahiyê de sperm nikarin bilivin. Ji bo sperman germahiya guncav ji germahiya laş 2-3 pile kêmtir e, ji bo kêmkirina germahiyê gun û çûk li derveyê laş de cih digirin.
Cîhana ajalan de bi gelemperî ji bo pîtandinê, hêk pir cîh naguhere lê sperm ber bi hêkê dilive û hêkê dipîtine. Loma qebareya hêkê ji spermê gellek mezintir e. Wekî mînak, hêka mirov ji spermê mirov 85000 car mezintir e.
--Spermatogenez--
Ji xaneyên dîploîdî bi dabeşbûna miyozî, diristkirina sperman wekî spermatogenez (bi yewnanî: spermatogenesis) tê navkirin. Di zimanê yewnanî de peyva
sperma bi wateya “tov”, peyva genesis jî bi watya “çêbûn, peydabûn.” tê bikaranîn.
Di laşê mirovên nêr de ji xaneyên çêkerê spermê çêbûna sperman, di 10 heftan de rû dide. Xaneyên çêkerê sperm hertim xwe bi mîtozê nû dikin, bi vî awayê hejmara xaneyên çêkerê sperm kêm nabe. Loma mirov dikare heta dawiya jiyana xwe sperm çêbike.
Xaneyên bineratî yên çêkerê sperm di laşê korpeleyê (embriyo) de çêdibin lê heta temenê pêgihîştinê bêdeng dimînin. Di laşê nêran de dema mirov digihîje temenê pêgihîştinê, ango di temenê 12-14 salî de, ji hîpofîzê du hormon tên derdan, yek ji van hormonan FSH e û wekî hormona handerê çikildanê te navkirin, hormona din jî LH e û wekî hormona handerê tenê zer tê navkirin. Bi bandora herdu hormonên hîpofîzê çêkirin û derdana sperm û balixbûn dest pê dike, çêkirin û derdana sperm heta dawiya jiyanê didome. Di laşê mirovê de rojê bi qasî 300 mîlyon sperm tê berhemkirin.
Spermatogenez bi dabeşbûna mîtozî ya xaneyên çêkerê sperm dest pê dike. Xaneyên çêkerê sperm dîploîd in. Bi dabeşbûnê, hê pirtir xaneyên çêker peyda dibe, hin ji van xaneyan diperisin û wekî spermatosîtên yekem tên navkirin. Spermatosîtên yekem bi miyoza yekem dabeşê du xaneyên haploîdî dibin. Ev herdu xane, wekî spermatosîtên duyem tên navkirin. Bi miyoza duyem ji her spermatosîtek duyem du xane, bi tevahî çar xane peyda dibe. Ev herçar xane êdî wekî spermatîd tên navkirin. Spermatîd diguherin û dibin sperm. Bo piraniya ajalan, çêkirina sperm di demsalên bihar an jî payizê de rû dide. Lê di laşê mirov de spermatogenez di temenê pêgihîştinê dest pê dike heta dawiya jiyanê di her demsalê de didome. Piştê spermatogenezê, seperm ji spermeborîkan derbasî alozeyê dibin. Li alozeyê sperm diperisin û dibin spermên pêgihîştî.
--Pekhateya sperm--
Spermê pêgihîştî ji sê beşan pêk tê; ser,navendeparçe û kilik
Ser

serê sperm bi şeweyê hêlkeyî ye, dirêjiya ser 3 heta 5 mîkron, firehiya wî jî biqasê 3 mîkron e. Ser bi parzûna xaneyê dapoşî ye. Navika spermê li serê spermê de cih digire. Kîsikek pan li ser beşa peşî ya ser de cih digire, ev pêkhate wekî akromozom tê navkirin. Akrozom ji heybera Golgî çêdibe. Akrozom ji bo hêsankirina pîtîna hêkê enzîmên taybet lixwe digire.
Navendeparçe

Navendeperçe beşa qoçekî ya bi dirêjiya 5 heta 9 mîkron û bi stûriya 1 mîkron e. Navendeparçê gellek mîtokondrî lixwe digire. Mîtokondrî wizeya ATP dabîn dike bo rêvîtiya spermê ya ber bi coga hêkê
Kilik
Kilik an jî doçik pêkhateya bi şeweyê qamçî ye, dirêjiya kilikê 40 heta 50 mîkron e. Beşa kilik ne mîna qamçiya çep û rast badayî, lê mîna perwane diçerixe. Bi çerixîna kilikê sperm dilive û di nav tovavê( bi înglîzî: semen) de ber bi hêkê, bi leza 1-3 mm/xulek avjenî dike.
--Ji bo pîtîna hêkê şert û mercên pêwîst bo sperm û tovavê--
Ji laş derdana sperm wekî avêtin (bi înglîzî: ejaculation) tê navkirin. ji bo pîtandin rû bide, pêdivî bi van şertên li jêr heye;
1. Ji bo her avêtinek, divê qebareya sperm û toveavê (semen) herî kêm 2mL (mîlîlître) be.
2. Divê di mîlîlîtreyek semenê de herî kêm 20 milyon sperm hebe.
3. Divê di her avêtinek de herî kêm 40 milyon sperm hebe.
4. Divê %75 ê spermên avêtinê zindî be.
5. Divê %50yê sperman livok bin.
6. Divê %30yê spermên avêtinê bi pekhate û şêweyê asayî bin.
7. Divê spermên serê wan bi xesar in, ji %35ê kêmtir be.
8. Divê spermên navendeperçeyê wan bi xesar in, ji %20ê kêmtir be.
9. Divê spermên kilikê wan bi xesar in, ji %20ê kêmtir be.
Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.









2021/10/27

Pirbûna zayendî


 
Pirbûna zayendî, (bi înglîzî: sexual reproduction) yek ji du corên sereke ya pirbûna zîndeweran e.
Ji zîndewerek, çêbûna zîndewerek nû wekî pirbûn (bi înglîzî:reproduction) tê navkirin. Pirbûn yek ji taybetmendiyên serekî yên zîndeweran e. Zîndewer bi kirdara pirbûnê zindewerên mina xwe çê dikin. Ango bi pirbûnê hejmara zîndewer zêde dibê. Bi vî awayê gava zîndewer dimire, yên nû çêbûyî cihê wê digirin, loma li ser rûyê erdê nifşa wê cora zîndewerê didome û naqele. Du corên serekê yên pirbûnê heye, pirbûna nezayendî û pirbûna zayendî.
Di navbera du zîndewerên bi heman cor lê bi zayendên cuda de, ji bo çêkirina zindewek nû yekbûna zanyariyên bomaweyî wekî pirbûna zayendî tê navkirin.
Herwekî di tarîfê de jî tê xuyakirin, pirbûna zayendî di navbera heman cor zindeweran de rû dide. Lê divê zayenda zîndewerek mê, ya din jî nêr be. Wekî mînak pisîkên malê ango pisîkên kedî (bi latînî: Felis catus) corek e. Heke ji vê core pisîkek nêr bi ya mê ve cot bibe û çêjikên wan çê bibe ,ev pirbûn, pirbûna zayendî ye. Di navbera du zîndeweren corên cuda de pirbûn rû nade.
Di pirbûna zayendî de weçe ji du bavan (nêr û mê) zanyariyên bomaweyî werdigire ango weçe hin taybetmendiyen xwe ji bavanek, hin taybetmendî jî ji bavanê din werdigire loma weçe dişibe herdu bavanên xwe, lê ne kopyayê wan e, ji herdu bavanên xwe piçek cuda ye. Di weçeyê de têkilbûna zanyariyên herdu bavan dibe sedema çêbûna cudahiyên bomaweyî û peydabûna çeşîddariyê di navbera zîndewerên heman corê de. Bi çêşîddariyê zindewer dikarin di jingehek nû da hê baştir biguncin. Heke di jingehê de ji bo zindewerê guhertinên neyînî çê bibe, dibe ko ev guhertin bandora neyînî li ser hin endamên corê bike lê ji ber çêşîddariyê hemû endamên corê di bin bandora neyînî ya jingehê de namînin, dibe ko hinek endam ji ber hilbijartina siruştî (bi înglizî: natural selection) bimirin hin endam jî xwe biguncînin bo rewşa nû û di jingeha guherî de bijîn. Ev rewş rê li ber peresendina zîndeweran ve kiriyê, ango ji bo zîndeweran ji pirbûna nazeyendî derbasbûna pirbûna zayendî gavek pêş e bo peresendinê.
Bingeha pirbûna zayendî debeşbûna mîyozî û pîtandin e.
Bi dabeşbûna miyozî xaneyên gamet, ango hêk û sperm peyda dibe. Bi pîtandinê jî navika spermê û navika hêkê yek dibin.
Bi gelemperî qebareya hêkê ji spermê gellek mezintir e. Herwisa ji bilî hin kevzan, di hemû pirbûnên zayendî de cihê hêkê sabît e, sperm xwe digihîjine hêkê.Di laşê mirov de hêk di hêkdanka mêyan de, sperm jî di gunên nêran de bi bandora hormonan, bi dabeşbûna miyozî tên çêkirin. Wekî mînak,di navika xaneyên mirov de 46 kromozom heye. Makexaneyên hêk û sperm jî 46 kromozomî ne. Heke di makexaneyan de miyoz rû neda û makexaneya hêkê bi makexaneya spermê ve bihata pîtandin, wê zarokên 92 kromozmî peyda biba. Ji van zarokên 92 kromozomî jî zarokên 184 kromozomî peyda dibû. Ango hejmara kromozoman her carî di nifşa nû da ducar dibû.
Bi dabeşbûna miyozî kromozomên makexaneyên sperm û hêkê dadikeve nîvê, ango ji makexaneyên dîplodî, gametên haploîdî çê dibin, bi vî awayê rê li ber ducarbûna kromozomên weçeyê tê girtin.
Yekbûna navika hêkê bi navika spermê ve wekî pîtîn te navkirin. Hêka pîtandî jî wekî zîgot tê navkirin. Zîndewera nû, ji guherîna zîgotê peyda dibe. Zîgot bi dabeşbûna mitozî hejmara xaneyan zêde dike, xane diguherin dibin şane û endamên zîndewerê.
Du corê pîtandinê heye; pîtandina dererekî û pîtandina navxweyî.
Heke hêka mêyê bi sperma nêrê li derveyê laşê mêyê de, di nav avê de were pîtandin, ev pîtîn wekî pîtandina derekî tê navkirin. Zîndewerên di nav avê de dijîn bi gelemperî bi pîtandina derekî pir dibin. Ajalên birrbirredar ên wekî masî û baq bi pîtandina derekî pir dibin. Her wisa ajalên bêbirrbiredar ên wekî bûka deryayê û stêra deryayê jî bi pîtandina derekî pir dibin. Di pîtandina derekî de hêk û sperm di heman demê tên derdan û pîtandin di nav avê de rû dide, zîgot li nav avê de deperise û dibe zînderwerk nû.
Ajalên bejayî û riwek bi navbeynkariya pîtandina navxweyî pir dibin. Sperm di nav laşê mêyê de hêkê dipitînê. Wekî mînak, pîtandina navxweyî di laşê mirov de di coga falop (coga hêkê) de rû dide. Ajalên bi pîtandina navxweyî pir dibin, xwediyê endamên zaûzê ne.
Li ser rûyê erdê li cem zîndewerên firexaneyî de pirbûna zayendî, ji pirbûna nezayendî pirtir rû dide. Piraniya ajal û riwek bi pirbûna zayendî zêde dibin. Qenciya herî girîng a pirbûna zayendî ev e ko rê li ber çeşidbûna zîndewerên heman corê ve dike. Bi çeşîdbûna weçeyan, heke li jîngehê de guherin çê bibe, egera jiyîna nifşên nû zêdetir dibe.Lê hin neyîniyên pirbûna zayendî jî heye. Ji bo pirbûna zayendî pêdivî bi nêr û mêyek heye. Ji bo zaûzêkirinê divê hevalek guncav hebe. Herwisa rewşa hawirdorê jî bandor li ser pirbûna zayendî dike. Dema pirbûna zayendî wisa tê rêkxistin ko jiyana weçeyê di jingehek guncav de dest pê bike. Wekî minak dema biharê ji bo xwedikirina weçêyan guncav e, loma bi gelemperî ajal û riwek ne zivistanê lê dema biharê pir dibin.
Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin

 




2021/10/19

Miyoz


Miyoz, dabeşbûna miyozî an jî kêmedabeşbûn (bi grekî: meiosis) corek ji dabeşbûna xaneyê ye ko di makexaneyên hêk, sperm û sporan de rû dide.

Dabeşbûna mîyozî û pîtandin du bingehên serekî ne bo pirbûna zayendî.
Ji bo pirbûna zayendî pêdivî bi xaneyên herdu zayendê (ner û mê) heye. Ango divê xaneya hekê bi ya spermê vê were pîtandin. Yekbûna navika hêkê bi navika spermê ve wekî pîtandin tê navkirin. Her çiqas wêçe ji yekbûna navikên du xaneyan pêk were jî hejmara kromozomên xaneyên weçeyê ne du qat li bi qasî kromozomên her bavanek e.
Xaneya sperm û ya hêkê xaneyên taybet in û wekî gamet tên navkirin. Di laşê mirov de gamet di hêkdanka mêyan an jî di gunên nêran de ji xaneyên gametçêker, bi dabeşbûna miyozî tên çêkirin.
--Hejmara kromozomên zîndeweran--
Di zanista polenzaniyê (bi înglîzî: taxonomy) de koma zîndewerên ko ji bavanên hevbeş peydabûne û dikarin bi zaûzêya nav xwe de, weçeyên nestewr (bi înglîzî: fertile) peyda bikin, wekî cor tê navkirin. Hejmara kromozomên endamên corê heman e. Wekî mînak hemû mirovên ser erdê corek e (Homo sapiens) û di xaneyên her mirovek de 46 kromozom heye. sîr (Allium sativum) corek riweka bi 16 kromozomî ye. Hirç (Ursus arctos) corek ajala 74 kromozomî ye. Her wekî di van mînakan de hatiye nîşankirin, hejmara kromozomên her corek taybet e ji bo hemû endamên koma wê corê û di nifşên nû yên corê de naguhere.
Di laşê mirov de li gor erkê xwe, du cor xane heye. Xaneyên laş (bi înglîzî: somatic cells) û xaneyên gametçêker (bi înglîzî: germ cells). Laşexane bi dabeşbûna mîtozî hejmara xwe zêde dikin, hemû şane û endamên laş ji laşexaneyan pêk te. Xaneyên gametçêker di hêkdank an jî gunên mirov de cih digirin bi dabeşbûna miyozê xaneyên zayendê, ango sperm û hêk çêdikin.
Di laşexaneyan de (xaneyên laş) komeleya kromozom cot in. Cota kromozoman wekî kromozomên homolog tê navkirin. Kromozomên homolog (kromozomên lêkçûn), cotek kromozomên bi heman qebare, dirêjî û şêweyê ne. Cihê sentromerê û rêza genên li ser kromozomên homolog jî heman in. Di xaneyên mirov de, ferek kromozoma homolog ji dayikê, fera din ji bavê tê. Wekî mînak, di xaneyên mirov de 23 cot, an jî 46 kromozom heye, loma hêjmara kromozomên xaneyên laş wekî 2n= 46 tê nîşankirin. Bi eslê xwe di xaneyê de li gor şewe, dirêjî û zanyariyên bomaweyî 23 cor kromozom an jî 23 kromozomên homolog heye. Li vir tîpa “n” cora kromozoman diyar dike. Heke di xaneyê de ji her corek kromozom cotek hebin, ango kromomozom bi cot bin, vê gavê peyva “2n” tê bikaranîn û ew xane jî wekî xaneya dîploîdî tê navkirin. Bi kurtasî, divê peyva “xaneyên laşê mirov 2n= 46 kromozom lixwe digirin” wîsa were şîrovekirin; di xaneyên laşê mirov de 46 kromozom heye lê ji ber ko ji her corek du kromozomên homolog heye, bi eslê xwe xaneyên mirov 46 heb lê 23 cor kromozom lixwe digirin, ango laşexane kromozomên cot komeleyî lixwe digire.
Ji xeynî xaneyên laş, di laşê mirovên bi temenê pêgehiştî de xaneyên taybet hene û wekî xaneyên zayendê an jî gamet tên navkirin. Di laşê mêyan de xaneyên gamet wekî hêk, di laşê nêran de xaneyên gamet wekî sperm tên navkirin. Gamet xaneyên haploîdî ne û taybet in bo pirbûna zayendî. Di xaneyên haploîdî de koma kromozoman ne bi cot lê tek in. Ango gamet kromozomên homolog lixwe nagirin. Wekî mînak gametên mirov 23 kromozom lixwe digirin û wekî n= 23 tên nîşankirin. Ango koma kromozomên sperm an jî hêk kromozomên tek komeleyî lixwe digirin, .
Heke sperm û hêk ji komeleya cot kromozoman pêk bihata, piştê pîtandinê wê, hejmara kromozomên weçeyê ducar biba.
Wekî mînak, xaneyên hespan 64 kromozom lixwe digirin. Makexaneyên hêk û spermên hespan jî her wekî xaneyên laş 64 kromozom lixwe digirin. Heke li makexaneyan de miyoz rû nedeya û makexaneya spermê bi makexaneya hêkê ve hatiba pîtandin,wê gavê zîgotek bi 128 kromozomî peyda dibû. Ango ji hesp û mehînek 64 kromozomî, caniyek 128 kromozomî peyda dibû. Helbet tu car tiştek wisa nabe, hejmara kromozomên her zîndewerek taybete bo cora wê û neguhêrbar e. Ango divê kromozomên caniyê (weçe) jî wekî mîna bavanê xwe 64 kromozom bin.
Di pirbûna zayendî de, ji bo hejmara kromozomên weçeyê neguhere, sabît bimîne, pêşî kromozomên xaneyên gametçêker ên sperm û hêkê bi dabeşbûna miyozê dadikeve nîve.
Bi dabeşbûna miyozî kromozomên homolog ji hev cihê dibin her ferekê ji cota homologan diçe xaneyek, bi vî awayê ji xaneya dîploîdî xaneyên haploîdî peyda dibin. Ango bi dabeşbûna miyozî kromozomên makexaneyê dadikeve nîvê, loma dabeşbûna miyozî wekî kêmedabeşbûn jî te navkirin. Gamet ji van xaneyên haploîdî çêdibin. Bi dabeşbûna miyozî, ji makexaneyek çar xane çêdibe, lê ev her çar xane ne kopyayên hev in ji hêla bomaweyî ve ji hev cuda ne. Di hêkdankên mirov de makexaneyên hêkê yên bi 46 kromozomî hene. Lê makexaneya hêkê bi dabeşbûna miyozî hêka bi 23 kromozomî çêdike. Loma xaneya hêka mirov bi 23 kromozom e. Herwisa li gunan de makexaneyên spermê 46 kromozomî ne, bi dabeşbûna miyozî ji her makexaneyê çar spermên bi 23 kromozozmî peyda dibe.
--Dema dabeşbûna miyozî li cem zîndeweran--
Berevajiyê mîtozê, dabeşbûna miyozî bi dirêjiya jiyana zindeweran de an jî di hemû xaneyên wan de rû nade. Wekî mînak, di xaneyên zarokan de miyoz rû nade, lê kengê zarok gihîşt 12-14 salî û balix bû, dabeşbûna miyozî jî dest pê dike. Ango miyoz di laşê mirovên bi temenê pêgehiştî de dest pê dike, ji bo jinan, hetanê dema menapozê, ji bo mêran jî heta dawiya jiyanê didome. Ev rewş jo bo ajal û riwekan jî wisa ye, lê dema gehiştîbûna ajalan li gor her corên ajal corbicor ê. Wekî mînak, miyoz di laşê hespê bi temenê 12-15 mehî, pezê 5-7 mehî, gayê 6-12 mehî de dest pê dike. Kulîlk endama zayendî ya riwekên kulîlkdar e. Bi gelemperî dema biharê, riwekên kulilkdar, kulilikên xwe vedikin bi bişkivina kulîlkan, dabeşbûna miyozî jî rû dide. Ango di kulîlkên riwekan de miyoz bi gelemperî salê carek rû dide.
Miyoz coreyek dabeşbûna xaneyên navikrasteqîn (eukaryotic cell ) e. Bi dabeşbûna miyozî ji makexaneyên dîploîdî, xaneyên haploîdî (gamet) tên çêkirin. Di tevahiya miyozê de ADN (asîda deoksîrîbonukleyî) carek duhende dibe, sîtoplazma û navik du car dabeş dibin. Dabeşbûna miyozî ji du qonaxên serekê pêk tê,Miyoz I ( Miyoza yekem) û Miyoz II (miyoza duyem ) . Ev herdu qonaxên sereke jî, qonaxên profaz, metafaz, anafaz û telofazê lixwe digirin. Qonaxa înterfazê di destpêka qonaxa miyoza yekem de heye lê di miyoz II de tune.
--Pêvajoya dabeşbûna miyozî--
-Qonaxa înterfazê-
Berê dabeşbûna miyozî, makexaneya hêkê an jî ya spermê di qonaxa navberê de ango înterfazê da ye. Înterfaza miyozî, mîna ya mîtozî ye. Qonaxa înterfaz ji sê jêrqonaxan pêk tê; G1,S, G2 .
Di qonaxa G1 de makexane gir dibe,di xaneyên ajalan de sentrîol duhende dibin. Bi vî awayê du sentrozom çêdibin. Xaneyên riwekan sentrozom lixwe nagirin.
Di qonaxa S de hemû ADN yên kromatîdan xwe duhende dikin, bi vî awayê mêjera ADN zêde dibe, û dibe du qat. Ango kromatîdên xwîşk di vî qonaxê de çêdibin. Ber bi dawiya qonaxa interfazê,di qonaxa G2 de makexane bi têra xwe proteîn, enzîm û ATP çêdike. Girbûna xaneyê didome,êdî xane ji bo dabeşbûnê amade ye.Di qonaxa interfazê de zanyariyên genetîkî hê jî bi şiklê kromatînên dirêj û zirav in. Kromatîn di nav navikê de bi qalika navikê dorpêçî ye.
-Qonaxa Profaz I (qonaxa amadehî)-
Parzûna navikê dihele û perçê dibe, sentrozom ber bi cemserên xaneyê dilivîn û rîsên teşiyê(bi înglîzî: spindle fiber) çêdikin. Kromatînên mûyokî xwe li ser xwe dipêçin, kurt û stûr dibin. Kromatîn êdî wekî kromozom tên navkirin. Kromozomên homolog li hember hev dirêj dibin, genên allel ên li ser kromotîdên nexwîşk tên ba hev. Ev rewş wekî cotbûn an jî sînapsîs tê navkirin. Di navbera kromatîdên nexwîşk ên kromozomên homolog de di hin cihan de temas çêdibe. Ev cihê têkiliyê wekî kîazma bi nav dibe (pirrjimara wî kîazmata ye). Di xala kîazmayê de parçe guherîn (crossing over) çêdibe. Bi parçe guherînê, parçeyên kromotîdên nexwîşk ên beramberê hev cih diguherin.
Bandora parçe guherînê li ser çeşîddariya nifşên nû de
De em bibêjin malbatek bi çar zarok heye. Herçî çar zarok jî ji heman dê û bavê ne, lê zarok kopyayên hev nin în, raste rast naşibin hevdu û bavanên xwe. Sedema ev rewşê, pirbûna zayendî ye. Dema çêbûna gametan de, parçe guherîn li hin kromozoman pêk tê. Hejmara kromozomên wê parçe biguherînin li gor şansê yê. Ango parçe guherîn her car di heman kromozom û navbera heman genan da pêk nayê, loma herçî gamet ji heman kesê çêbin jî naşibin hevdu.
Mînak;
Ji bo zaroka yekemîn a malbatê de bila makexaneya spermê de parçe guherîn di navbera çar homologan de pêk wêre, bila makexaneya hêkê jî bi pênc kromozomên homolog parçe biguhere û bi pîtîna ev hêk û spermê bila zaroka yekem çêbê. Ji bo zaroka duyem jî ji makexaneyên hêkê û spermê, gametên nû tên çêkirin, de em bibêjin îcar di navbera şeş kromozomên homolog ên spermê de parçe guherîn çêbe û parçe guherîna hêkê jî di navbera çar homologên wê de rû bide. Bi pîtandina van gametan zaroka duyemîn çêdibe, îcar ji ber ko rêza genên li ser kromozomên zaroka duyemînê ji ya yekemîn cuda ye, her du zarok allelên piçek cuda lixwe digirin loma jî naşibin hevdu. Ew rewş ji bo hemû zarokên malbatê heman e. Divê neyê jibîrkirin ko xaneyên mirov ne ji 5-6an lê 23 cot homolog lixwe digirin û her cara miyozê de dibe ko navbera gelekî ji van kromozoman da parçe guherîn rû bide.
Bandora sê hokar li ser lêçûniya bavanan heye.
1. Di qonaxa profaz I ê de parçe guherîn (crosssing over).
2. Di qonaxa metafaz I ê de şêweyê rêzbûna kromozomên homolog û di qonaxa anafaz I ê de ji hev cihêbûna van kromozomên homolog
3. Bi tesadûfî pîtandina hêkê ya bi spermê.
-Qonaxa metafaz I (qonaxa beramberî)-
Kromozomên homolog li naverasta xaneyê de li ser xêza ekvatorî de bi beramberê hev rêz dibin. Şeweya rêzbûna kromozomên homolog dibe sedema bi çeşîddariya gametan. Sentrozom êdî gihîştine cemseran, di navbera sentrozoman de rîsên teşîyê çê bûye. Her yekê ji kromozomên homolog xwe bi rîsê teşiyê ve girê dide, ev girêdan di xala sentromerê de pêk te. Di heman demê de kînetokorên herdu kromatîdên xweng xwe ber bi heman cemserê ve vedigerînin. Bi vî awayê herdu kînetokor bi yek mîkrotubla kînetokorî(rîsê teşiyê) ve tên girêdan. Ev rewş ji metafaza mîtozê gellek cuda ye. Di qonaxa metafaza mîtozî de ne kromozom, lê her yeka kromatîdên xwîşk, xwe bi risê teşiyê ve girê dide. Ji ber ko di metefaza miyozê de kromozomên homolog li hember hev rêz dibin, di qonaxa anafaz I ê de ne kromatîd, lê kromozom ji hev cihê dibin. Ji cota kromozomên homolog, ferek diçe cemserek, fera din jî diçe cemserê din. Cihêbûna kromozomên bi awayek tesadîfî rû dide, ev rewş wekî dabeşbûna serbixwe (bi înglîzî: independent assortment) tê navkirin. Loma ji miyoza her bavanek, her car gametên bomaweyiya wan piçek ji hev cuda peyda dibe.
-Qonaxa Anafaz I (qonaxa cihêbûn)-
Bi dirêjbûna mikrotubulên cemserî, xane jî dirêj dibe. Di destpêka vê qonaxê de her ferek kromozomên homolog ji hev cihê dibe. Bi kinbûna rîsê teşiyê (mîkrotubula kînetokorî) her ferek kromozomên homolog ber bi cemserek dilive. Dabeşbûna mîtozî de di qonaxa anafazê de ne kromozomên homolog, lê kromatîdên xwîşk ji hev cihê dibin. Gava kromozomên bi du kromatîdên xwîşk digihîjin cemseran, dawî bi anafaz I tê. Dawiya qonaxa anafaza yekemê de, hejmara kromozoman dadikeve nîvê. Eger xaneya ko tê de miyoz rû dide, makexaneya gametên mirov ba,wekî mînak, makexaneya hêkê ba, wê gavê 23 kromozomên makexaneyê ji dayik, 23 kromozom jî ji bav dihat. Dema anafazê I de hemû kromozomên dayikê ber bi cemserek, hemû kromozomên ji bav jî ber bi cemsera din naçe. Belavbûna kromozoman li gor rêzbûna wan a di qonaxa metafaz I ê pêk tê. Wekî mînak, dibe ko 8 kromozomên dê û 15 kromozomên bav biçe cemserek, 15 kromozomên dê û 8 kromozomên bav jî biçe cemsera din. Li gel metafaz I ê, ev rewş jî dibe sedema çêbûna gametên ji hev cuda.
-Qonaxa telofaz I (qonaxa kotahî)-
Di vî qonaxê de di her cemserekî de nîvê kromozomên homolog heye. Her kromozom hê jî ji du kromatîdên xwîşk pêk tê. Rîsên teşiyê hildiweşin û winda dibin. Bi çêbûna qelîştoka dabeşînê, parvekirina sîtoplazmayê (sîtokînez) dest pê dike. Li dora kromozomên herdu alî de parzûna navikê çê dibe. Bi dawiya qonaxa telofaz I ê, sîtokînez diqede û xaneyên haploîdî çê dibin. Di miyoza hin zîndeweran de dibe ko piştî sîtokînezê li dora kromozomên xaneyên nû, parzûna navikê çê nebe û miyoz II dest pê bike. Ev rewş wekî înterkînez bi nav dibe.
--Miyoz II--
Li dawiya miyoz I,ji makexaneya dîploîdî du xaneyên haploîdî çê dibin. Ev herdu xane bi miyoz II dibin çar.
Qonaxa miyoz II ji serî heta dawî wekî mîna dabeşbûna mîtozî rû dide. Lê di pêşiya profaz II de qonaxa înterfazê tune ye. Ango di tevahiya dabeşbûna miyozî de înterfaz û duhendebûna ADNyê carek, sîtokînez du car rû dide.
-Profaz II-
Di qonaxa profaz II de kromatîn xwe li dor xwe dipêçînin, gilok dibin û hê pirtir kin û qalind dibin. Navikok winda dibe, parzûna navikê perçe dibe.Sentromerên her du kromatîdên xwîşk xwe bi hev re girê didin. Kromatîdên xwîşk bi alikariya proteînek, bi navê proteîna kohesîn (Cohesin) xwe li hev digirin û êdî wekî kromozom tên navkirin. Li sentrozoman de çêkirina rîsên teşiyê (mîkrotubul) dest pê dike. Sentrozom ji hev cihê dibin û her yek ber bi cemserek xaneyê ve diçin.
-Metafaz II-
Sentrozom li her du cemserên xaneyê de cih dibin. Kromozom hê pirtir xwe li dor xwe dipêçînin. Bi vî awayê kromozom kintir û qalindtir dibin.Kromozom li ser xêza ekvatorî ya xaneyê de rêz dibin. Ev xêza ekvatorî wekî ‘sêniya metafazê’ bi nav dibe. Her yeka kromatîdên xwîşk bi mîkrotubulên kînetokorî(rîsên teşî) yên dijber ve tê girêdan.
-Anafaz II-
Mîkrotubulên cemserî ji herdu cemseran ve xwe dirêj dikin. Gava li hev diqelibin(rastê hev tên),hevdu tehn didin bi vi awayê xane dirêj dibe. Bi qelişîna proteîna Kohesîn a navbera kromatîdên xwîşk, ji hev cihêbûna kromatîdan jî dest pê dike. Mîkrotubulên kînetokorî di serê bi kînetokor ve girêdayî de xwe hildiweşînin û kin dibin kromatîd li ser mîkrotubulan ber bi cemserê tevdigerin. Her yeka kromatîdên xwîşk en ji hev qetiyanê, edî wekî kromozom tên navkirin.
-Telofaz II-
Bi vî qonaxê ve di nav her xaneyek de du navik çê dibin.
Li derdora navikan parzûna navikê peyda dibe. Mîkrotubulên kînetokorî û yên nekînetokorî (Mîkrotubulên cemserî) hîldiweşin. Di nav navikan da navikok cardin çê dibin. Kromatînên badayî yên kromozoman xwe ve dikin û zirav û dirêj dibin. Bi dawiya telofazê, dabeşbûna navikê (karyokînez) diqede û du navik peyda dibe. Piştê dabeşbûna navikê dabeşbûna sîtoplazmayê dest pê dike. Bi sîtokînezê, ji her xaneyek haploîdî, du xaneyên haploîdî peyda dibe. Bi dawîbûna miyozê, ji makexaneyêk dîploîdî, 4 xaneyên haploîdî çê dibe. Ev herçar xaneyên keç jî, ji aliyê zanyariyên genetîkî ve ji hev cuda ne.
*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin














2021/09/24

Pirbûna vejetayî

    Pirbûna vejetayî (bi înglîzî: vegetative reproduction) corek ji pirbûna nezayendî ya riwekan e.
    Bingeha pirbûna vejetayî, beyî ko pîtandin rû bide, bi dabeşbûna mîtozî û nûbûnê (bi înglîzî: regeneration) peydakirina riwekek nû ye. Ji ber ko ev pirbûn corek ji pirbûna nezayendî ye, riweka nûçêbûyî (weçe) kopyaya riweka bavan e.
Kûlîlk beşa jenerayî (bi înglîzî:generative) ya riwekên kûlîlkdar e. Reg ,qed û pelên riwekan jî wekî endamên vejetayî (bi înglîzî:vegetative) tên navkirin. Ji endamên vejetayî çêbûna riwekêk nû, wekî pirbûna vejetayî tê navkirin. Pirbûna vejetayî li gel parçeyên endamê vejetayî, dibe ko bi pêkhateyên taybet jî rû bide.Wekî mînak; pîvaz, rîzom û riwekên bi qedê xişok pêkhateyên taybet in bo pirbûna vejetayî.
--Corên pirbûna vejetayî--
Pirbûna vejetayî di nav hin riwekan de bi awayekî xwezayî rû dide, lê ji aliyê mirovan ve jî bi awayekî destkarî ji endamên vejetayî riwekên nû tên çêkirin.
--Pirbûna vejetayî ya asayî--
Pirbûna bi qedê xişok, pirbûna bi rîzom, pirbûna bi tuber, pirbûna bi pîvaz mînakin bo pirbûna vejetayî a asayî.
Riweka tûfirengî riwekêk bi qedê xişok e. Qedê xişok (bi înglîzî: stolon / runner) ne bi stûnî ber bi jor, lê bi awayekî berwarî, li ser xakê dirêj dibe. Ji gopikên qedê dirêjbûyî, komek reg û pel çêdibin, regên nû xwe bi axê ve girê didin. Heke qedê navbera riweka bavan û ya nû çêbûyî biqete, riweka nûçêbûyî (weçe) wekî riwekek nû ya tûfirengî geş dibe, bi vî awayê hêjmara riwekê zêde dibe. Herwisa ji ber ko riweka tûfirengî riwekek kûlîlkdar û tovdar e, li gel pirbûna vejetayî, dikare bi pirbûna zayendî jî zêde dibe.
Hin riwek qedên xwe di bin erdê de bi berwarî dirêj dikin, ji van qedan re tê gotin rîzom (bi înglîzî:rhizome). Di zimanê yewnanî de peyva “rhizōma” ji bo girseya (kom) reg tê bikaranîn. Lê bi eslê xwe rîzom ne reg, lê qed e. Di navbera rîzom û reg de cudahiya herî giring hebûna gopik û girêyên rîzoman e. Bi gelemperî xurek di rîzomên riwekê de tên embarkirin. Ji gopikên ser rîzoman, pelên riwekên nû ber bi jor, reg jî ber bi jêr ve dirêj dibin. Heke rîzom ji riweka bavan were qetandin, rîweka nû wekî riwekek serbixwe dijî. Rîweka pung, a qamiş, a birinc û zencefîl mînakin bo riwekên birîzom.
Bi gelemperî qedên binerd ên riwekan, hin caran jî regên riwekan li nav axê de şax didin, xurek embar dikin û diwerimin. Beşa werimî yê qedê riwekan wekî tuber tê navkirin. Ango tuber ji stûrbûna qeden binax û rîzoman çêdibe. Bi latînî peyva “tūber” ji bo werimîn an jî girê tê bikaranîn. Wekî mînak; qedên riwaka kartolê di bin erdê de geş dibe, xurek embar dike û diwerime, ji her beşek werimî seriyek kartol (petate) peyda dibe. Li ser rûyê kartol de çav hene. Di seriyekî kartol de ne yek lê dibe ko bi qasî deh çav hebin Di bin rewşa guncav de ji wan çavan, gopik zîl didin, ji gopikên zîldayî pel û reg çêdibin dawiya dawî dibin riweka kartol. Ji seriyek kartol dibe ko 9-10 riwekên kartol çêbibe ango riweka kartol bi vî awayê pir dibe. Bi gelemperî qedên riwakan tuber çêdikin, lê hin caran debe ko riwek ji beşek regên xwe jî tuber çêbikin.
Riwekên pivazdar ên wekî lale,sîr, nêrgîz jî dikarin bi pirbûna vejetayî zêde bibin. Ji pîvazên van riwekan li bin erdê pîvazokên nû çêdibin her pîvazok dikare bibe riwekek serbixwe.
--Pirbûna vejetayî ya destkarî--
Lûlkirin, qelemçandin û çandina şane hin rêkên sereke yên destkarî ne bo pirkirina riwekan
Bi pirbûna zayendî,weçe (nifşa nû) kromozomên xwe ji herdu bavan werdigire, loma zanyariyên weçeyê ne kopyaya yek bavan e, bi têkiliya genên herdu bavanan peyda dibe. Ango weçe hin taybetmendiyên xwe yên bomaweyî ji bavanek, hinekan jî ji bavana din werdigire. Wekî mînak; zarok ne yekser kopyaya dê an jî yê bavê xwe ne, dibe ko rengê çavê xwe ji dayikê, rengê porê xwe jî ji bavê xwe wergirtî be.
Di pirbûna nezayendî de weçe ne ji du, lê ji yek bavan peyda dibe. Bi zêdebûna vejetayî, bomaweyî ya rîweka bavan beyî ko biguhere,raste rast derbasî weçeyê dibe. Ji ber vê taybetmendiyê, pirbûna vejetayî di warê kiştûkalê(cotkarî) (bi înglîzî: agriculture) de bi awayekî destkarî tê bikaranîn.
Hin riwek hene êdî nikarin bi pirbûna zayendî zêde bibin. Wekî mînak; riweka muzê û riweka tiriya bêdendik di jîngehê de nikarin bi tena serê xwe bi pirbûna zayendî zêde bibin, divê teqez bi zêdebûna vejetayî bên zêdekirin. Hin caran jî ji bo sedemên aborî riwek bi pirbûna vejatayî tên zêdekirin.
De em bibêjin baxçevanek heye, xwediyê baxçeyê sevan e. Li nav baxçeyê wî de bi sedan darên sêva sor hene. Lê hemû dar ne yek in, hinek dar zû kûlilk didin, hinek li hember hokarên nexweşiyê lawaz in, sêvên hinek daran hûrik dimînin, sêvên hin daran jî qaşîlê wan pir stûr e. Lê di nav baxçeyê sêvan de darek heye, pir dirêj nabe loma berhevkirina berên wê hesan e, li dij hokarên nexweşiyê bergiriya darê bilind e, loma pêdivî bi dermanên kîmyayî nîn e. Sevên wê glover, qaşîl zirav, tam şîrîn, dendik hûr in û dereng dirizin. Ango darek pir hêjaye û firotina sêvên wê gelek hêsan e. Heke hemû darên baxçeyê wisa bûya, wê baxçevan bi kedek kêmtir hê pirtir sêv bi dest bixista, bazara wan hêsan dibu û dikarîbû bi buhayek bilintir sêvên xwe bifiroşa.
Gelo baxçevan çawa hemû darên baxçeyê bike mîna wê dara giranbuha? Heke baxçevan hemû darên din biçîne û li şûna wan, ji sêvên dara baş dendik (tov) bigire û bireşîne nav baxçeyê, bi zîldana tovan, wê bi qasi 8-10 sal şûnve darên sêvê bigihîjin. Lê dibe ko darên nû ne mîna dara hêja be, hin taybetmendiyên baş ên dara sêva hêja li darên nû de peyda nebûbe. Wekî mînak dibe ko hin sêvên darên nû bi têra xwe şîrîn nebin, an jî rengên wan ne sor lê piçek zer bin. Baxçevan bi salan benda sêvên baş bû, di rewşek wisa de derbeyek giran li aboriya bexçevan dikeve.
Divê baxçevan bi rêkek din, ango bi reka zêdebûna vejetayî, di demek kurt de kopyayên dara baş bi dest bixe, ev rêk jî lûlkirin e.
Ji bo zêdekirina riwekan, beşek ji reg, qed an jî pelên riwekê tê girtin, vê beşa riwekê wekî qelem (bi înglîzî: scion) tê navkirin. Bi gelemperî qelem ji çiqlê (liqê) daran tê girtin, lê dibe ko pel an jî reg jî wekî qelem werin bikaranîn. Qelem an raste rast tên çandin, an jî demek di nav avê de tên hiştin ko ji qeleme reg zîl bide, piştî derketina regan, qelem tên çandin. Di jîngehek guncav de pel û regên qelemê geş dibe qelem dibe şitil. Wekî mînak mirov dikare dara hejîre bi qelemçandinê zêde bike. Pêşî ji dara ko pirkirina wê tê xwestin, bi têra xwe qelem tên jêkirin. Dirêjiya qeleman bi qasî 20cm e û ji bo çêbûna pelan, divê herî kêm du gopik li ser qelemê hebe. De em bibijin me 50 qelem ji gûliyên darhêjîrê jê kir û çand. Heke jîngeh guncav be ji hemû qeleman reg û pel peyda dibe û her qelem dibe şitilek darhejîrê.
Herwisa qelem ji bo guhertina taybetmendiya riwekan jî tê bikaranîn. Ev kar wekî lûlkirin, tamandinan an jî muturbekirin (bi înglîzî: grafting) tê navkirin. Riweka ko tê qelemkirin, wekî makeriwek (rootstock) tê navkirin. Bi lûlkirinê bi gelemperî qelem bi qedê makeriwekê ve tê yekxistin. Lûle û şaneyên riweka mak bi yên qelemê ve yek dibin. Bi vî awayê ji regê makeriwekê av û xurek digihîje qelemê, qelem pel dide û mezin dibe. Ango li ser makeriwekê, riwekek din çêdibe. Zanyariyên bomawayî ya qelemê ji makerivekê cuda ye. Weki minak; heke dareki sêvê hebe û rengê sêvên wê kesk, tama sevan jî tirş be, mirov dikare ji heman darê sêvên sor û şirin bi dest bixe. Peşî ji darek bi sêvên sor û şîrîn qelem tên jêkirin, qelem bi dara sev kesk û tirş (makedar) ve tên lûlkirin. Qelem û makedar yek dibin. Qelem li ser makedarê dirêj dibin û di nav du salan da li ser makedarê ji gûliyên lûlbûyî sêvên sor û şîrîn tê bi destxistin. Bi lûlkirinê taybetmendiya riweka mak di demek kin de diguhere. Li gel lûlkirina bi qelemkirinê, corek din a lûlkirinê jî lûlkirina bi gopikkirinê ye. Di vê lûlkirinê de li dewsa qelem, makeriwek bi qopikên ji riwekek din ve tê lûlkirin.
Riwek bi çandina şane(bi înglîzî:Plant tissue culture) jî tên pirkirin. Ji bo çandina şaneyên riwekan, ji riweka ko wê bê zêdekirin, hin xane an jî şane tên girtin, di bin şert û mercên taybet de jî şaneyên riwekê, riwekên nû tê bi destxistin. Çandina şane ne li zevî û baxçeyan de lê di laboratuvarê de rû dide,bi şaneçandinê, ji tek riwekek di demek kurt de bi milyonan riwekên kopya tê bi destxistin.
* Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.

https://ku.wikipedia.org/wiki/Pirb%C3%BBna_vejetay%C3%AE















2021/09/10

Spordan

Spordan an jî çêkirina spor (bi înglîzî: spore formation) corek ji pirbûna nezayendî ya hin riwek, karok, kevz û bakteriyan e.


Di zimanê latînê de peyva “spora” ji bo tov tê bikaranîn, di zimanê yewnanî de peyva “spore” bo çandina tov tê bikaranîn.

Spor xaneyek taybet a pirbûnê ye, beyî ko bi xaneyek din ve yek bibe, dikare bi tena serê xwe bibe zîndewerek nû. Spor pêkhateyek taybet e ji bo pirbûna nezayedî, hêk û sperm jî xaneyên taybet in bo pirbûna zayendî. Spor jî mîna hêkan haploîd in lê ji xaneyên sperm û hêk cûda ne, bi gelemperî hêk bi spermê ve yek dibe, ango pîtandin rû dide, paşê ji hêka pîtandî zîndewerek nû çê dibe.
Her wisa şêwe û pêkhateya spor jî ji hêkê gellek cûda ye, spor bi çînek zexm dapoşrav e û di nav kîsîkê spor (sporangium) de tên çêkirin, bi qelîşa kîsikê, spor belavê hawirdorê dibin.
Spor xaneyên haploîdî ne loma ji sporan zindeweren haploîdî peyda dibe, lê hin caran spor bi sporek din ve yek dibe û zîndewerek dîploîdî peyda dibe.
Hin corên bakterî, karok, kevz û riwekan dikarin spor çê bikin.
--Pirbûna riwekan bi spordanê--
Gelemperiya riwekan tovdar in, bi pirbûna zayendî pir dibin, lê riwekên bêtov jî hene, serxes (bi înglîzî: fern) û hezaz (bi înglîzî: moss) mînak in bo riwekên sporçêker.
Di riwekan de, spor bi gelemperî haploid û tekxaneyî ne û ji hêla miyozê ve di kîsikê spor a sporçêkerê (sporophyte) de tên çêkirin. Sporçêker (sporafît) dîploîd e. Bi dabeşbûna miyozî ji sporçêkerê sporên haploîd tên çêkirin, spor belavê hawirdorê dibe, di bin şert û mercên guncav de xaneya spor dest bi dabeşîna mîtozî dike û dibe zîndewerek nû. Ev zîndewera nû wekî gametçêker (gametofît) (bi înglîzî: gametophyte) tê navkirin. Gametofît haploîd e û firexaneyî ye, ji wê jî di dawiyê de bi dabeşbûna mîtozê gamet çê dibin. Du gamet bi hevûdu ve yekdibin û zîgotek çêdibe ko diperise bo sporofîtek nû ya dîploîdî . Di çerxa jiyana hin riwekan, karokan û kevzan de pirbûna zayendî û ya nezayendî li dû hev rû didin Ev çerxa pirbûnê wekî nifşên bidor (guhertina nifşan) (bi înglîzî: alternation of generation) tê navkirin. Di riwekên sporçêker (spordan) de tov û kûlîlk tune, kîsikên sporê heye. Wekî mînak rûyê binî ya pelên serxesê bi koma kîsikên sporan (sorus) dapoşrav e. Di nav her kîsikek de komeleya sporan heye, bi qelîşîna kîsikê, spor belavê hawirdorê dibin.
--Spordana karokan--
Gelemperiya karokan bi sporan pir dibin. Sporên karokan bi dabeşbûna miyozî an jî ya mîtozî tên çêkirin. Xaneya spor pir biçûk û sivik e, spor bi bayê belavê hawirdorê dibin. Gava rastê jîngehek guncav tên, ango germahî, av û xureka hawirdorê guncav be, spora karokê bi dabeşbûna mîtozî xaneyên xwe zêde dike mîselyumek (bi înglîzî: mycelium ) nû çê dike. Wekî mînak kufika nan corek ji karokan e, sporê kufika nan li herderê malê de belav dibin, gava rastê nan tên, heke bi têra xwe şê (nem) û germahî hebe, spor li ser nan dest bi dabeşbûnê dike û dibe kufika nan.
--Çêbûna spor di bakteriyan de--
Hin bakterî jî spor çê dikin lê ev spor ne ji bo pirbûna bakteriyan e û wekî endospor tê navkirin. Gava rewşa hawirdora bakterî ber bi xerabiyê ve diçe, ango germahî, av, xurek, pH û hwd a hawîrdorê ji bo jiyana bakterî ne guncav be, bakterî kromozoma xwe duhende dike, kopyaya kromozoma xwe û hinek sîtoplazmayê bi dîwarek zexm dipêçîne bi vî awayê endosporek çê dike. Rêjeya ava endosporê tê kêmkirin loma çalakiyên xaneya endospore radiweste û endospor dikeve rewşa xewê.Paşê xaneya resen a bakterî hildiweşe û endospor belavê hawîrdorê dibe. Endospor pêkhateyên pir zexm in dikarin bi sedan sal di xewê de bimînin, gava jîngeh guncav dibe endospor diguhere bo xaneya asayî ya bakterî. Bi çêkirina spor hêjmara bakterî zêde nabe lê bakterî bi çêkirina endosporê ji qelînê difilite. Piraniya endosporan dikarin heta germahiya 121 pile santîgtatê bijîn.
* Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.