Celadet Alî Bedîrxan

Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)

2020/09/28

Tore




Tore, torre an jî çîna tora çav (bi îngilîzî: retina) çîna navî ya çavê mirov e.
Diwarê goga çavê mirov ji sê çînan pêk te. Çîna derve, çîna naverast û çîna navî.
Çîna derve ji korniye, konjunktîv ( bi îngilîzî: conjunctiva) û reqe (spîka çav) pêk tê.
Çîna naverast bi lûleyên xwînê dewlemend e, ji tenê kûlkdar, rengîne û koroyîdê pêk tê. Çîna navî bi tora demarexaneyan ve dewlemend e, wekî tore tê navkirin.
Tore çînek tenik a demareşaneyê ye, li hundirê goga çav, li aliyê paşî de cih digire.
Tore ronahiya hawirdorê werdigire û ji boy enerjiya kîmyayî vediguherîne. Enerjiya kîmyayî demarexaneyan hander dike, sînyalên bînînê bi şeweyî demareragihandin ji çav tê şandin boy tûkila mejî.
-Pêkhateya toreyê-
Tore ji du çînên serkî pêk tê, çîna derve ya pîgmentî û çîna navî ya demarî.
-Çîna pîgmentî-
Çîna pîgmentî di binê çîna koroyidê de cih digire û bi çîna koroyidê ve girêdayî ye. Çîna pîgmentî ji qatek rûkeşexaneyên şeşgoşeyî pêk tê. Ji ber ko xaneyên rûkeş pîgmenta reş a bi navê melanîn lixwe digirin, navê van xaneyan, rûkeşexaneyên pîgmentî ye. Xaneyên ronahiyewergir ji çîna pîgmentî vîtamîna A (retînal) dabîn dikin. Tîrojên ronahiyê yên ko ji aliyê ronahiyewergiran ve nehatine mijandin û di hundirê goga çav de belav bûne, ji aliyê çîna pîgmentî ve tên mijandin.
-Çîna demarî-
Ronahiyewergir û demarexaneyên hevkarê ronahiyewergiran di çîna demarî de cih digirin. Vê çîna toreyê berpirse boy wergirtina tîrojên ronahiyê û veguherandina enerjiya ronahiyê boy demareragihandinê. Herwisa demareragihandin ji vê çînê tê şandin boy tûkila mejiyê.
Çîna demarî ji ronahiyewergir, demarexaneyên asoyî, demarexaneyên ducemserî, demarexaneyên amakrîn (bi îngilîzî: amacrine) û demarexaneyên girêk ( ganglîon) pêk tê. Demarexaneyên toreyê bi eslê xwe niçikên mejî ne, ango beşek mejî ber bi aliyê pêşiye kilox ve dirêj dibe û toreya herdu çavan pêk tîne. Hemû xaneyên çîna demarî di sê çînan de rêzbûyî ne. Çîna ronahiyewergiran, çîna xaneyên ducemserî û çîna xaneyên girêk. Divê tîrojên ronahiyê ji van hersê çînan derbas bibe ko xwe bigihîne ser ronahiyawergiran.
Çîna herî derva ya çîna demarî ji du cor ronahiyewergiran pêk tê. Xaneyên qoçekî di ronahiya kiz de kar dikin, xaneyên çîlkeyî di ronahiya geş de ji boy bînîna rengîn kar dikin. Di toreyê de hejmar û belavbûna xaneyên qoçekî û çîlkeyî ne yek e. Toreya her çavekî bi qasî 120 mîlyon ji xaneyên çîlkeyî û bi qasî 6 mîlyon jî ji xaneyên qoçekî lixwe digire.
Çalika navendî, fovea tenê xaneyên qoçekî lixwe digire, hejmara xaneyên çîlkeyî her ko ji çalika navendî dûr dikeve zêde dibe. Tîrojên ronahiyê dibe sedema guherina kîmyayî li pîgmentên xaneyên ronahiyewergiran de. Gava ronahiyewergir (xaneyên qoçekî an jî yên çîlkeyî) ji aliyê tîrojên ronahiyê ve tên handerkirin, sînyal ji xaneyên qoçekî û çîlkeyî derbasî demarexaneyên çîna toreyê dibin û erkê kar didin destpêkirin.
Li binê çîna ronahiyewergiran, li aliyê navî ya goga çav de, çîna xaneyên ducemserî cih digire. Di navbera ronahiyewergiran û xaneyên ducemserî de tora xaneyên asoyî heye. Xaneyên asoyî, di navbera xaneyên ducemserî, çîlkeyî û qoçekî de girêdan ava dike. Xaneyên qoçekî û yên çîlkeyî bi dendirîtên xaneyên ducemserî ve bi navbeynakriya gehînkeyan ve giredayî ne. Hêjmara xaneyên ducemserî ji ya ronahiyewergiran gelek kêmtir e. Loma ragihandinên bînînê yên ji ronahiyewergirên çalak tên, li vir digihîjin hev û ber bi mejî ve tên şandin.
Çîna navî ya çîna demarî ji xaneyên girêk (bi îngilîzî: ganglion cells) pêk tê. Çîna xaneyên girêk bi şileya şûşeyî ve di nav temasê de ye. Xaneyên girêk û xaneyên ducemserî bi navbeynkariya gehînkeyên demarî, bi hev re girêdayî ne. Ragihandinên bînînê yên ji xaneyên du cemserî tên ji aliyê xaneyên amakrîn (bi îngilîzî: amacrine cells), tên tekûzkirin, paşê derbasî xaneyên girêk dibin. Tewereyên ji xaneyên girêk dirêj dibin, digihîjin hev bi vî awayî gurza demar peyda dibe, ev gurz wekî demarê bînînê tê navkirin.
-Xala kor-
Li ser toreyê xalek heye ko demarên bînînê ji çav derdikevîn û ber bi mejî ve dirêj dibin. Di wê xalê de ne xaneyên qoçekî û ne jî xaneyên çîlkeyî heye, tenê tewereyên xaneyên girêk hene, loma li wir ronahî nayê mijîn û bînîn rû nade. Ev beşa toreyê wekî xala kor tê navkirin. Ji xeynî xala kor, hemû beşên toreyê çalak e ji boy hestê bînînê.
-Lekeya zer-
Di navenda toreyê di beşek piçûk a wek mîna xalek zer xuya dibe, ji wê beşê re lekeya zer an jî makula( bi latînî :macula lutea) tê gotên. Li ser lekeya zer jî çalikek pîçûk heye û wekî çalika navendî an jî fovea (bi latînî:fovea centralis) tê navkirin. Di çalika navendî de hejmara xaneyên qoçekî zêde ye, loma di çavê mirov de bînîna herî zelal û xurt di çalika navendî ya toreyê de rû dide.
-Nexweşiyên toreyê-
Nexweşiya şevkorî
Têkçûna xaneyên çîlkeyî dibe sedema çêbûna nexweşiya şevkoriyê. Xaneyên çîlkeyî bi gelemperî ji ber kêmasiya vîtamîna A têk diçin.
Nexweşiya rengkorî
Nebûn, an jî têkçûna ji corêk xaneneyên qoçekî dibe sedema çêbûna nexweşiya rengkoriyê. Gelek corên vê nexweşiyê heye ,lê ji vana herî pirtir nexweşiya koriya rengên kesk û sor li mirov peyda dibe.
Nexweşiya glukom
Hin caran di nav çav de pestoya şileya şûşeyî zêde dibe, ji ber pestoya berz ziyan digihîje demarên bînînê, dibe ko ji ber pestoya berz korî jî li mirov peyda be.
* Ev xebat li ser wîkîpediyakurdî jî hat zêdekirin.





2020/09/26

Xaneya qoçekî


 Toreya çav wergirên bînînê lixwe digire ko wekî ronahiyewergir, an jî wergirên karomiqnatîsî tên navkirin. Ronahiyewergir du cor in, xaneyên çîlkeyî û xaneyên qoçekî. Di çavê mirov de hejmara xaneyên qoçekî ji ya xaneyên çîlkeyî gellek kêmtir e, loma belavbûna van herdu cor xaneyan a li ser beşên toreyê ne wekhev e.

Asta derazînkê ya xaneyên qoçekî boy kartêkirên ronahiyê gelek bilind e. Loma xaneyên qoçekî tenê di ronahiya geş de çalak in. Ji ber vê yekê xaneyên qoçekî wekî wergirên bînîna ronahiya geş tên navkirin. Herwisa xaneyên qoçekî berpirsiyar in ji boy bînîna zelal û rengîn.
- Pêkhate -
Xaneya qoçekî ronahiyewergir a bi dirêjiya 35- 40 μ (mîkron) e. Tîreya wê bi qasî 5 mîkron e. Xaneya qoçekî ji çar beşan pêk tê; beşa derve, beşa navî, laşê xaneyê û kotahiya gehînkeyî.
Beşa derve piçûk e û bi şêweyîqoçekî ye. Li wê beşê de parzûna xaneyê qat qat dibe lê qatên parzûnê mîna qatên parzûna xaneya çîlkeyî xeple nîn in û Kîsîkokên wekî mîna pêlikin.Di nav kîsikokan depîgmentên(boyax) ronahiyê cih digire. Beşa derve car caran beş bi beş tê nûkirin.
Beşa navî û beşa derve bi kûlkên girêdanê, bi hev re girêdayî ne. Di beşa navî de tevê ko gelek endamokên xaneyê hene, lê hejmara mîtokondrîyê hê pirtir e.
Rîşalên qoçekî yên beşa navî stûr in. Rîşal ji perdeya sinordar a derveyî, derbasî nav çîna navikî ya derve(bi îngilîzî: outer nuclear layer) dibe. Di nav çîna navikî ya dervede, rîşalên qoçekî, laşê xaneyê pêk tînin. Navika xaneya qoçekî di nav laşê xaneyê de cih digire.
Rîşalên laşê xaneya qoçekî ji çîna navikî ya derve ber bi çîna pleksîform a derve dirêj dibin. Çîna ko ji tora demarexane û lûleyên xwînê pêk tê, jê re çîna pleksîform (bi îngilîzî: plexiform layer) tê gotin. Li nav çîna pleksîformê de rîşal pêkhateyek werimî ya bi navê kotahiya gehînkeyî( bi îngilîzî: synaptic terminal)pêk tînin. Di nav kotahiya gehînkeyî de kîsikokên bi navê çikildanên gehînkeyî hene. Çikildan bi demareguhêzer a bi navê glutamet( bi îngilîzî: glutamate) tijî ne.
- Corên xaneyên qoçekî -
Ronahiyewergirên çavê mirov çar cor pîgmentên(boyax)ronahiyê lixwe digirin. Pêkhateya hemû pîgmentên ronahiyê dişibin hev. Pîgmentji proteîna opsîn û molekulek biçûk a bi navê kromofor (bi îngilîzî:chromophore) ko bi opsînê ve girêdayî pêk tên.
Kromofor molekulên taybet in ji boy mijîna enerjiya ronahiyê. Herwisa heke kromofor corek ronahiya bînraw nemijîne, tîrojên wê ronahiyê ji molekula kromoforê şewq didin, bi vî awayî kromofor di çavê mirov bi awayekî rengîn xuya dibe. Kromofora xaneyên çîlkeyî û qoçekî retînal e. Ango her du ronehiyewergir heman molekulê, retînalê lixwe digirin. Cudahiya di navbera xaneyên çîlkeyî û qoçekî ji ber cudahiya proteîna opsîn e. Çavê mirov çar cor opsîn lixwe digire. Ji çar cor opsînan, corek di pêkhateya xaneyên çîlkeyî de, ji boy bînîna di ronahiya kiz, sê cor jî ji boy bînîna rengîn,di pêkhateya xaneyên qoçekî de cih digirin. Cor û rêza asîdên amînî corê opsînan diyar dike . Ji boy opsîn û retînaladi xaneyên qoçekî de peyva fotopsîn (bi îngilîzî: photopsin) tê bikaranîn. Her corek opsîna xaneyên qoçekî mijîna corek ronahiyê ya bi dirêjiya pêla taybet diyar dike.
Li mirov û hin meymûnan de hestêbînînê, bi bînîna rengîn a sêrengî (trichromat) rû dide. Bînîna rengîn a li mirovji aliyê sê cor xaneyên qoçekî ve tê diristkirin. Her yek ji van xaneyan corek ji ronahiya bînraw dimijîne. Pîgmenta corek ji xaneyên qoçekî herî zêde ronahiya şîn, pîgmenta cora din ronahiya kesk, pîgmenta coradawî jî herî zêde ronahiya sor dimijîne. Xaneyên qoçekî tên polenkirin li gor cora dirêjiya pêla ronahiya ji aliyê wanve tên mijandin.
Xaneyên qoçekî yên ko herî zêde ronahiya şîn a dirêjiya pêla wê420nm (nanometre)dimijînin, wekî qoçekên şîn an jî qoçekên kin (bi îngilîzî: S cones) tên navkirin.
Yên ko herî zêde ronahiya kesk a dirêjiya pêla wê 530 nm dimijînin, wekî qoçekên kesk an jî koçekên navîn(bi îngilîzî: M cones) tê navkirin.
Xeneyên qoçekî yên ko herî zêde ronahiya sor a dirêjiya pêla wê 562nm dimijînên, wekî qoçekên sor an jî qoçekên dirêj (bi îngilîzî: L cones) tên navkirin.
Hejmara xaneyên qoçekî di çalika navendî (bi latînî:fovea centralis)ya lekeya zer (bi latînî :macula lutea)a beşa toreyêde hê pirtir in.
- Çalakbûna xaneyên qoçekî -
Li torêya çav de demarexaneyên cor bi cor bi hev re gehînke ava dikin. Ronahiyewergir bi demarexaneyên asoyî û demarexaneyênducemserî, xaneyên ducemserî jî bi demarexaneyên girêkî ve gehînke ava dikin.
Demarexane di rewşa asayî de, ango dema ji hawirdor kartêkir wernagirin,di qonaxa bêhnvedanê da ye. Ev rewşa xaneya demarê wekî cemsergirî (bi îngilîzî:polarization)tê navkirin. Di qonaxa cemsergirî de, cogên sodyumê yên li ser parzûna xaneyê girtî ne. Di navbera herdu aliyên parzûna demarexaneyê de cudahiya bargeyê elektrîkê peyda dibe. Ev bargeyê elektrîkî ji ber hebûna iyonan çê dibe. Aliyê hundirê parzûnê bi bargeyênegativ, aliyê derveyî parzûnê jî bi bargeyêpozîtiv ve barkirî tê hiştin. Lê ev rewş ji boy ronahiyewergiran ne wisa ye. Demarexaneyên ronahiyewergiran, di qonaxa bêhnvedanê de ango gava tîrojên ronahiyê li ser wan nakevedi rewşa berevajîbûna cemsergiriyê (bi îngilîzî: depolarization) dimînin. Di vê qonaxê de cogên sodyumê yên ronahiyewergirê vekirî ne û di heman demê de ji kotahiya gehînkeyî ya ronahiyawergirê demareguhêzer a bi navê glutamet tê derdan. Glutamet di gehîkeqelîşê de derbasîser dendrîta demarexaneya ducemserî dibe. Ji ber derdana glutametê xaneya ducemserî di rewşa cemsergiriya hîper de dimîne. Loma ji xaneya ducemserî ber bi xaneyên girêk demareguhêzer an jî demareragihandin nayê şandin, ji ber vê rewşê, cemsergiriya xaneyên girêk hilnaweşe, ji xaneyên girêk sînyal naçe demarên bînînê. Tûkila mejî ji demarên bînîne ragihandin nagire, di mejî de têgihîştina bînînê peyda nabe, loma mirov di tariyê tiştan nabîne.
Di ronahiyê de rodopsîna xaneyên çîlkeyî û fotopsîna xaneyên qoçekî tîrojên ronahiyê dimijin. Ji vê gavê şûn ve berteka herdu cor ronahiyewergir, xaneyên çîlkeyî û yên qoçekî hema mîna hev in, lê ji ber ko xaneyên qoçekî sê cor in, çalakiya her yekî li gor rengê ronahiyêk taybet e.Ango li gor hebûn an jî nebûna rengên kesk, sor û şîn xaneyên koçekî çalak dibin an jî di rewşa berevajîbûna cemsergiriyê de dimînin.
Gava tîrojên ronahiyê li ser fotopsînê( opsîn+retînal)dikevin, retînal enerjiya fotonandimijîne û şeweyîxwe ya cis-retînal diguherîne retînala all- transê û ji rûyê opsînê dûr dikeve, loma şeweyîopsînê digugere.Bi guherîna retînal û opsînê di ronahiyewergir deçalakiya rêzereaksiyonan dest pê dike, li dawiya dawî cogên sodyumê yên li beşa derve ya parzûna xaneya qoçekî (ronahiyewergir) tên girtin. Bi girtina cogên sodyumê, sodyum di nav xaneyê de berhev dibe, di xaneya qoçekî de dawî li rewşa berevajîbûna cemsergiriyê tê, xaneya qoçekî dikeve rewşa cemsergiriya hîper. Xaneya qoçekî di cemsergiriya hîper de derdana glutametê dide sekinandin. Nebûna glutametê îcar xaneya ducemserî ji cemsergiriya hîper derdixe, di xaneya ducemserî de berevajîbûna cemsergirî rû dide. Ji demarexaneyên ducemserî demareguhêzer tê derdan. Demareguhêzer di xaneyên girêk de erkê kar dide destpêkirin, bi vî awayê demareragihandin ji xaneyên girêk , bi navbeynkariya demarên bînînê ber bi navenda bînînê ya tûkila mejiyê ve tên şandin. Di mejî de li gor ragihandinên xaneyên qoçekî, têgihîştina bînîna rengîn rû dide.
- Rengkorî -
Hin caran yek an jî du cor jixaneyên qoçekî têk diçin loma li mirov de nexweşiya rengkorî peyda dibe. Nexweşiya rengkorî ne yek cor e, lê ji wê nexweşiyê, a herî pirtir li mirov peyda dibe, nexweşiya koriya rengên kesk û sor e. Kesên bi vê nexweşiyê, rengê kesk û rengê sor ji hev dernaxin.
* Ev xebat li ser wîkîpediyakurdî jî hat zêdekirin. https://ku.wikipedia.org/wiki/Xaneya_qo%C3%A7ek%C3%AE






2020/09/18

Şebenga karomiqnatîsî

Şebenga karomiqnatîsî,(bi îngilîzî: electromagnetîc spectrum) rêzkirinatîrojên karomiqnatîsî li gor dirêjiya pêlên wan.

Gava pirtikek atomî, ya wekî elektron, ji aliyê qada karebayî (elektrîk) ve tê tawdan, dibe sedema livîna elektronan. Livîna elektronan dibe sedema çêbûna qada lerizînê ya karebayî û miqnatîsîyê. Di navbera herdu qadan de goşeya 90 pile heye. Qadên lerzinê di nav gurzeya enerjiya ronahiyê, fotonan de diçin, ev rewş wekî tîrojdana karomiqnatîsî (bi îngilîzî: electromagnetic radiation) tê navkirn. Foton yekeya ronahiyê ye, ji pakêta enerjiyê pêk tê û taybetmendiya pêl û pirtikê (bi îngilîzî: particle) lixwe digire. Rêjeya enerjiya foton û dirêjiya pêlê ya ronahiyê, berevajî ye. Fotonên ronahiya bi dirêjiya pêlên kin, li gor yê pêlên dirêj, hê pirtir enerjî lixwe digire.
Tîrojdana karomiqnatîsî ne di yek, lê di gelek corê tîrojan de rû dide. Li ser xêzekî, rêzkirina van hemû tîrojan li gor dirêjiya pêlên karomiqnatîsî, wekî şebenga karomiqnatîsî tê navkirin.
Tîrojên karomiqnatîsî jî mîna deng, bi şêwaza pêl belav dibin. Pêlên deng di nav madeyên şile, req û di nav hewayê de derbas dibin, cudahiya pelên karomiqnatîsî ji pêlên deng ev e ko pêlên ronahiyê dikare di nav valahiyê de jî derbas bibe.

Li esman gava birûsk lê dide, pêşî ronahiya birûskê paşê dengê birûskê digihîje mirov. Ev rewş ji ber cudahiya leza pêlên ronahiyê û deng e. Leza pêlên ronahiyê li gor ya pêlên deng gelek zêde ye. Tîrojên karomiqnatîsî (ronahî) di valahiyê de di çîrkeyek de 300000 km diçe ango leza tîrojên ronahiyê di valahiyê (feza) de 300000km/çîrke ye. Leza pêlên dengê di hewayêde 343m/çîrke ye. Durahiyadi navbera lûtkeyên du pêlên li du hev, wekî dirêjiya pêlê tê navkirin. Dirêjiya pêla tîrojan bi yekeya nanometre(nm) tê pîvandin. Nanometre ji mîlyaran yekê metreyê ye, ango 1m= 1000 000 000 nm ye. Dirêjiya pêlan dibe ko ji nanometreyek kintir be, mînak, tîrojên gamayê. An jî dibe ko dirêjiya pêlan ji kîlometreyek dirêjtir be, wekî mînak dirêjiya pêlên radyoyê.
Çavê mirov hemû tîrojên karomiqnatîsiyê nabîne. Ronahî corek ji pêlên karomiqnatîsî ye.Tîrojên ko dirêjiya pêlên wan ji 400 heta 700 nanometre ne, ji aliyê çav ve dikarin bên dîtin, çav enerjiya van tîrojan veduguherîne sînyalên elektrîkê . Ew ronahiya ko mirov tîrojên wan bi çav dibîne, wekî ronahiya bînraw tê navkirin. Bi têkilbûna tîrojên ronahiya bînraw, ronahiya spî peyda dibe. Heke ronahiya spî di nav Puwazkek (prîzma) sêgoşeyî de derbas bibe, tîrojên ronahiya spî ji hev cuda dibin. Hemû reng li gor dirêjiya pêlên tîroja xwe rêz dibin, bi vî awayê keskesor ava dibe, ji vê rêza rengan re şebenga ronahiya bînraw tê gotin. Şebeng ji ronahiya binefşî, nîl,şîn, kesk, zer, porteqalî û sor pêk tê. Ji van rengan, dirêjiya pêlên ronahiya binefşî (mor), ya herî kin e, lê enerjiya fotonên vî rengê ji ya rengên din zêdetir e. Pêlên ronahiya sor, pêlên herî dirêj ên ronahiya bînraw e, lê enerjiya fotonên ronahiya sor ji ya hemû rengên din kêmtir e. Gava ronahiya bînraw di puwazkê de derbas dibe, herî zêde tîrojên ronahiya binefşî, herî kêm jî yên ronahiya sor ditewin. Ji boy hestê bînînê, enerjiya pêlên ronahiyê tên bikaranîn.
Tîrojên ronahiyêli ser kelûpelan dixe, ji wir şewq dide û tê ser çavê mirov, li gor dirêjiya pêla ronahiyê, çavê mirov ronahiyê bi awayekî rengîn dibîne.
Ronahiya bînraw beşek piçûk a şebenga karomiqnatîsî ye. Li gel ronahiya bînraw şebenga karomiqnatîsî, pêlên karomiqnatîsî yên din jî lixwe digire. Tîrojên gama, tîrojên X, tîrojên serbînefşî, tîrojên jêrsor, pêlên mîkro û pêlên radyo jî pêlên karomiqnatîsî ne.
* Ev xebat li ser wîkîpedyakurdî jî hat zêdekirin










Şirove


2020/09/12

Xaneya çîlkeyî


Xaneyên çîlkeyî (bingilîzî: rod cells) corek ji ronahiyewergirên çavê mirov e.
Ronahiya hawirdor di korniye û hawêneyê de tê şikestin û tîroj li ser toreyê tên tîşkokirin. Çîna toreya çav, jo boy wergirtina ronahiyê, demarexaneyên taybet, ango ronahiyewergir lixwe digire. Ronahiyewergir hestewergirên ji boy hestê bînînê ne. Du cor ronahiyewergir di çîna toreyê de cih digirin. Yek ji wan xaneyên çîlkeyî ne (bi îngilîzî: Rod cells) a din jî xaneyên qoçekî (bi îngilîzî: cone cells) ne. Ev herdu cor hestewergir navên xwe ji şêweyên xwe digirin.
-Pêkhate-
Di her çavek mirov de ji 100 mîlyonê zêdetir xaneyên çîlkeyî cih digire. Xaneyên çîlkeyî dişibin şivê darê, loma vî navê lê kirine. Xaneya çîlkeyî ji du beşên serekî pêk tê, beşa navî û beşa derve. Beşa navî endamokên xaneyê yên wekî mîtokondrî, rîbozom, dezgeha Golgî, navik hvd lixwe digire. Beşa derve taybet e boy wergirtina ronahiyê.
Beşa derve ya xaneya çîlkeyî de, parzûna xaneyê qatên bi şeweyê xeple(dîsk) pêk tîne. Bi vî awayê rûyê parzûnê hê firehtir dibe ji boy mijîna ronahiyê. Di nav xepleyan de pîgmenta rodopsîn cih digire.
Rodopsîn corek ji proteînên heste ye ko boyax (pîgment) lixwe digire û enerjiya ronahiyê vediguherine sinyalên elektrîkê. Rodopsîn ji proteînek bêreng a bi navê opsîn û 11-cis-retînal(11-cis-retînaldehîd) pêk tê. 11-cis retînal pîgment lixwe digire. Retînal ji vîtamîna A çê dibe.
-Çalakbûna xaneyên çîlkeyî-
Di tariyê de opsîn bi retînala cis-11 ve tê girêdan û rodopsîn çê dibe. Gava girêdan rû da, îcar molekula GMP( guanozîna yek fosfatî) cogên îyonên li ser parzûna xaneya çîlkeyî ve dike. Iyonên sodyumê dikevîn nav xaneyê. Ev rewş wekî berevajîbûna cemsergeriyê (bi îngilîzî:depolarization) tê bi navkirin. Xaneyên çîlkeyî di demên berevajîbûna cemsergiriyê de demareguhêzer a bi navê glutamet( bi îngilîzî: glutamate) der dide .Xaneyên çîlkeyî bi xaneyên ducemserî ve bi navbeynkariya gehînkeyê girêdayî ne. Glutamet li ser parzûna xaneyên ducemserî de cemsergeriya hîper (bi îngilîzî:hyperpolarization) ava dike. Bi vê awayê rê li ber demarexaneyan ve tê girtin ko sinyalên bînînê bişînin xaneyên girêk (xaneyên ganglîon). Loma mirov di tariyê de tiştek nabîne.
Gava çav bi ronahiyê ve rûbirû dimîne, 11-cis-retînal a beşa rodopsînê ji aliyê fotonên ronahiyê ve tê guhertin boy all-trans-retînalê. Ev rewş mîheng û şeweyê rodopsînê diguherîne. Guherîna rodopsînê bandor li ser cogên sodyumê yên li ser parzûna beşa derve ya xaneya çîlkeyî dike, cogên sodyumê tên girtin. Bi vî awayê bargeya elektrîkî ya nav xaneyê û derveyî xaneyê diguhere. Xaneya çîlkeyî dikeve rewşa cemsergeriye û derdana demareguhêzer (glutamet) tê sekinandin. Bi kêmbûna glutametê, cemsergeriya xaneya ducemserî hildiweşe. Îcar ji demarexaneya ducemserî demareguhêzer tê derdan. Xaneyên ducemserî bi xaneyên girêk ve girêdayî ne, loma demareguhêzer li ser xaneyên girêk bandor dike û erkê kar dide destpêkirin. Sînyalên bînînê tê şandin boy tûkila mejî. Herwisa bi guherîna rodopsînê opsîn ji retînalê diqete û bêreng dimîne ev rewş wekî rengbirin( bi înglîzî: bleaching) tê navkirin. Xaneyên çîlkeyî di dema rengbirinê de bersîva ronahiyê nadin û çalak nabin. All-trans-retînal ên ji opsînê diqetin, an tên enbarkirin an jî tê guhertin boy 11-cis-retînal, paşê boy ji nû ve çêkirina rodopsînê, tê şandin boy xaneyên çîlkeyî. Xaneyên çîlkeyî di tariyê de cardin ji opsîn û 11-cis-retînalê rodopsîn çê dike.
Hestiyariya xaneyên çîlkeyî ji boy ronahiyê gelek zêde ye, bi gelemperî xaneyên çîlkeyî ne li navend lê li derdora navenda toreyê de zêde ne. Xaneyên çîlkeyî ji boy bînîna çêweyî (herdu kêlekên çav) û binîna di ronahiya kiz (lawaz) de tên bikaranîn. Di mejî de têgihîştina bînîna reş û spî an jî gewr ji aliyê xaneyên çîlkeyî ve tên rêkxistin.
-Nexweşî-
Heke di xaneyên çîlkeyî de bi têra xwe rodopsîn berhem nebe, çalakiya xaneyên çîlkeyî têk diçe. Têkçûna xaneyên çîlkeyî dibe sedema çêbûna nexweşiya şevkoriyê. Bi eslê xwe nexweşiya şevkorî, nexweşiyek bomaweyî(genetîk) ye. Lê kêmasiya vîtamîna A jî dibe sedama çêbûna nexweşiyê. Xaneyên çîlkeyî ji nav sîtoplazma û xepleyên pîgmentê de vîtamîna A digirin û rodopsîn berhem dikin. Ji ber ko retînal ji vîtamîna A berhem dibe, heke di laşê mirov de bi têra xwe vîtamîna A tune be xaneyên çîlkeyî nikarin rodopsîn berhem bikin loma nexweşiya şevkorî li mirov peyda dibe.
* Ev xebat li sedr wîkîpedyakurdî jî hat zêdekirin