Celadet Alî Bedîrxan

Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)

2020/12/31

 

Mû, qij, pirç an jî pûrt beşekî ji poşerekoendama (bi îngilîzî: integumentary system) laşê mirov e.

Mû bi eslê xwe taya proteîna keratînê ye ko ji epîdermîsê dirêjê derva dibe. Heke ev tayên keratînî li ser çîp, zend, dest, mil an jî li ser zik û pişta mirov be, navê wî mû ye. Lê li hin deverên Kurdîstanê, ji boy koma van mûyên laş, peyva pirç jî tê bikaranîn. Herwisa mûyên laşê ajalan jî wekî pirç an jî pûrt tê navkirin.
Komên mûyên laş, li gor cih û erkê xwe tên navkirin. Koma mûyên serê mirov wekî por, mûyê li ser lêva jorîn wekî simbêl, mûyê li rûyê mirov wekî rî, mûyên palikên çav wekî bijang, mûyên jorê çav jî wekî birû tên navkirin.
Herwisa koma mûyên li derdora endamê zawzê (zayend) jî wekî rêv tê navkirin. Gava mirov digihêje temenê pêgihîştinê (bi îngilîzî: puberty), ango devrûberê salên 12-14 yê, di laşê mirov de rêv dirêj dibe. Berê temenê pêgihîştinê, mûyên laşê kur û keçan bê reng e, mîna hirî nerm e, zirav û kin e. Piştê temenê pêgihîştinê ji ber hormonên nêrî (androjen), bi taybetî ji ber hormona testosteronê (testosterone) mûyê laşê xortan diguhere, dirêj dibe, melanîn û stûriya mû zêde dibe, dibe mûyên mayînde (bi îngilîzî: terminal hair). Bi taybetî rî, simbêl, mûyên li sing, zik, mil û çîpên xortan hê pirtir diguherin û dibin mûyên mayînde. Di laşê keçan de mêjera testosteronê pir hindik e, loma ji xeynî mûyên binçeng û rêv bi gelemperî, mûyê laşê wan lawaz dimîne.
== Pêkhateya taya mûyê ==
Taya mûyê ji xaneyên keratînî yên mirî pêk tê û dabeşî du beşen sereke dibe; rega mûyê û doxa mûyê .
=== Rega mûyê ===
Beşa mûya nav çikildanê wekî rega mûyê tê navkirin. Taya mûyê ji çikildana mûyê peyda dibe. Xaneyên epîdermîsê di nav xaneyên dermîsî de dirêj dibin û kîsikok çê dikin ji van kîsikokan re tê gotin çikildana mûyê. Beşa mûyê ya di nav çikildanêde dimîne, zindî ye. Rijênên çewriyê jî bi çikildana mûyê ve girêdayî ne, rijên çewrî der didin nav çikildanê. Yek ji karê sereke yê mûyan hestkirin e. Derûdora hemû çikildanên mûyê bi demarên hestê dorpêçî ye. Pestan û berkewtin (temas) a doxa mûyan ji aliyê van hestedemaran ve tê wergirtin.
Rega (kok) mûyê heta jêrê çîna dermîsê dirêj dibe, kotahiya rega mûyê, pîvazoka mûyê ye. Pîvazoka mûyê xaneyên binçîne lixwe digire. Xaneyên binçîne xaneyên bineratî ne, bi dabeşbûna mîtozî xaneyên nû çê dikin. Beşa pîvazokê ya xaneyên binçînê tê da ne, wekî matrîks tê navkirin. Matrîks ji xaneyên rûkeşeşeneyê (epitelî)û xaneyên melanînê (melanosît) pêk tê. Xaneyên rûkeşeaneyê di matrîksê de dabeş dibin, bi vî awayê mû peyda dibe. Di binê çikildanê de pêkhateyek heye bi navê goçkeya mûyê. Pîvazoka mûyê, goçkeya mûyê dorpêç dike. Goçkeya mûyê ji bestereşaneyê, girêkên mûlûleyên xwînê û demarên hestê pêk tê. Goçke bi şeweyê helkeyî ye.
=== Doxa mûyê ===
Beşa mûya li dervayê çikildanokê wekî doxa mûyê (bi îngilîzî: hair shaft) tê navkin. Doxa mûyê ji çîna epîdermîsê dest pê dike ber bi rûyê dervayê çerm, dirêjê dervayê laş dibe. Ango mûyê li ser rûyê çerm ve xuya dibe, bi eslê xwe beşa doxa mûyê ye. Xaneyên binçîne yên pîvazoka mûyê, dabeş dibin û xaneyên nû ji rega mû ber bi doxa mûyê tên paldan. Li nav xaneyan de keratîn berhev dibe, xane dimirin û li ser hev rêz dibin, bi vî awayê doxa mûyê peyda dibe.
Panî birgeha doxa mûyê ji sê beşên sereke; kirok, tûkil û kutîkil pêk tê.
Kirok beşa heri navi ya doxa mûyê ye. Kirok bi çîna tûkilê dorpêçî ye. Beşa herî derva, ji çînêk zexm a xaneyên keratînî yên dewisandî pêk tê û wekî kutîkil (bi îngilîzî: cuticle) tê navkirin. Ji van çînan, çîna kirok di pêkhateya hemû mûyan de cih nagire, hinek mû tenê ji du çînan pêk tên. Beşa mûyê li jorê çerm bi tevahî ji keratînê pêk tê û mirî ye. Loma kurkirina por an jî rî û simbel tu ziyan nade pêkhateya mûyan. Heta ko ziyan negihîje pîvazoka mûyê, piştê kurkirinê mû ji nû ve dirêj dibin.
== Reng û şêweyê taya mûyê ==
Rengê por û mûyan bi navbeynkariya zanyariya bomaweyî(genetîk), li gor mêjer (miqtar) û cora melanîna nav xaneyan diyar dibe. Li ser rûyê erdê, her ko ji xêza ekvatorê ber bi cemsera bakûr ve diçe, rengê mûyên mirovan ji reş ber bi zer û spî diguhere û çûr dibe. Her wisa rengê porê mirov li gor temenê mirov jî diguhere. Bi gelemperî piştî temenê 40 saliyê, di laşê mirov de melanîna xaneyên mûyan kêm dibe û li dewsa melanînê, bilqên (peq) hewayê dikeve nav xaneyan, loma porê mirov spî dibe. Ango spîbûna mû, ji ber kêmbûna melanîna nav xeneyên mûyê ye. Herwisa tirojên rojê jî bandor li ser rengê mûyan dike, melanîna mûyan kêm dibe.
Şeweyê mû ji aliyê pêkhate û şeweyê tûkil û kiroka doxê mûyê ve tê diyarkirin. Şêwe û pêkhateya tûkil û kirok jî ji aliyê şêweyê çikildana mûyê ve tê diyarkirin. Ango ji ber şêweyê çikildana mûyê, hin mirov bi porê kurişkî (lûlî), hin jî bi porê rast (xav) in.
== Sûra (Çerx) jiyana taya mûyê ==
Bi dabeşbûna xaneyên keratînî yên binçîneya pîvazoka mûyê, dirêjbûna mû jî dest pê dike. Bi zêdebûna xaneyên nû, doxa mûyê ji çikildanê ber bi rûyê çerm ve tê tehnkirin (paldan). Gava doxa mûyê li ser rûyê çerm xuya dibe, keratinîbûna xaneyan jî diqede û xane dimirin. Bi vî awayê rûyê dervayê doxa mûyê bi qata keratînê tê pêçandin. Xaneyên mirî bi şeweyê taya mû ber bi jorê çerm ve tên paldan , dawiya dawî ji rûyê çerm diweşin. Li dewsa xaneyên weşiyayî, di çikildanokê de xaneyên nû tê çêkirin. Çêbûn, dirêjbûn û weşîna taya mûyê, wekî sûra (çerx) jiyana taya mûyê tê navkirin.
Sûra jiyana tayek mûyê di 3 qonaxên serekê de rû dide.
=== Qonaxa anajen (bi îngilîzî: anagen phase) ===
Di vê qonaxê de xaneyên çikildanê bi lez dabeş dibin, rega mûyê dirêj dibe. Bi vî awayê doxa mûyê ber bi jorê çerm ve dirêj dibe.
=== Qonaxa katajen (bi îngilîzî: catagen phase) ===
Qonaxa katejen, qonaxek temen kin e. Di qonaxa katejenê de çikildan piçek piçûk dibe û ji goçkeya mûyê diqete. Loma mû ji xaneyên bineratî û lûleyên xwînê dûr dikeve, destpêkirina vê qonaxê, dirêjbûna mûyê dide sekinandinê.
=== Qonaxa telojen (bi îngilîzî: telogen phase) ===
Qonaxa bêhnvedanê ye. Mû di vê qonaxê de dirêj nabin, lê bi gelemperî naweşin jî. Heta ko qonaxa anajen a nû dest pê bike, mû di qonaxa telojenê de dimîne. Gava di çikildanê de mûyek nû dirêj dibe, ango qonaxa anajen dest pê dike, mûya nû, mûya di qonaxa telojenê ber bi jorê çerm ve têhn dide, bi vî awayê mûya kevn diweşe. Li ser çermê kiloxê mirov de bi qasî 300 000 tayên por heye. Ji porên asayî, bi gelemperî rojê 100-150 tayên por diweşe.
Di rewşa asayî de li derûdora %90ê çikildanên mûyê di qonaxa anajenêde ne. Bi qasî % 10- 14yê çikildanan di qonaxa telojenê de, % 1-2yê çikildanan jî di qonaxa katajenê de ne.
Dirêjiya sûra jiyana mûyê, li hemû beşên laş de ne yek e. Wekî mînak; sûra mûyên birû 4 meh, ya mûyên kiloxê (por) 3- 4 sal didome. Tayên mû di qonaxa anajen de dirêj dibin. Maweya qonaxa anajenê ya tayên porê li gor tayên mûyên birûyê gellek dirêj e, loma tayên porê ji mûyên birûyê dirêjtirin.
* Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.









2020/12/22

Çermê mirov



 Çerm, pêst an jî pîst, endamê herî gewre yê mirov e.

Laşê mirov ji aliyê derve bi çerm ve dapoşî ye. Çerm endamê herî gewre yê laş e.
%15yê giraniya laşê mirov ji çerm pêk tê. Çerm ji boy hokarên nexweşiyê berbestek sirûştî ye. Rê li ber bakterî, vîrus û hemû hokarên nexweşiyê digire, nahêle bikevîn nav laşê mirov. Herwisa ji rijênên çerm, xwêdan û çewrî jî tê derdan. Çewrî û xwedan liser rûyê çerm belav dibin, pHa rûyê çerm dadixînin 5 heta 3yê, ango rûyê çerm piçek asîdî ye. Asîd derfet nade hokarên nexweşiyê ko li ser çerm bijîn. Di nav şileya xwêdanê (araq) de enzîmek heye bi navê lîzozîm (lysozyme), lîzozîm dîwarê xaneyên bakterîyan diherisînê, bi vî awayê bakteriyên li ser rûyê çerm tên kuştin.
Stûriya çerm li her aliyê laş de ne ne bi yekşêwe ye. Li gor asta stûriyê, du cor çerm heye, çermê stûr û çermê tenik. Çermê kefa dest, çermê binê pî mînak in ji boy çermê stûr. Radeya asayî (average ) ya stûriya çerm 1 heta 2 mm ye. Stûriya çermê stûr, bi qasî 5 mm ye.

Pêstê mirov ji du çînên serekî pêk tê.
1. Epîdermîs : aliyê derve yê çerm
2. Dermîs : aliyê navî yê çerm (ji şaneya bester pêk tê)
dermîs bi navbeynkariya çîna hîpodermîs (binçerm) bi masûlke û hestiyan ve girêdayî ye.
Epîdermîs
Epîdermîs an jî rûçerm, çîna li jorê çerm e. Rûyê derve yê çerm ji aliyê epîdermîs ve dapoşkirî ye.
Epîdermîs ji rûkeşexaneyên firerêz pêk tê. Ango gellek qatên xaneyên rûkeş li ser hev rêz dibin, bi vî awayê çîna epîdermîs peyda dibe. Di nav çîna epîdermîsê de lûleyên xwînê tune, xaneyên epîdermîsê xurek û madeyên pewîst ji mûlûleyên çîna dermîsê digirin. Stûriya epîdermîsê di çermê binê pî û çermê kefa dest ya herî zêde ye, epîdermîsa vana wekî çermê stûr tê navkirin. Epîdermîs ji boy hokarên nexweşiyê berbestek sirûştî ye. Rê li ber bakterî, vîrus û hemû hokarên nexweşiyê digire, nahêle bikevîn nav laşê mirov. Herwisa epîdermîs ava laş jî diparêze, nahêle laşê mirov zuha bibe.

Çîna epîdermîs ji 5 qatan pêk tê.

1. Qata hişk (Stratum corneum )
Qata herî jor a epîdermîsê ye. Ji xaneyên pehnkirî yên mirî pêk tê. Di nav sîtoplazmaya xaneyan de keratîn heye. Keratîn proteînek rîşalî(rîsî) ye. Proteînên keratînê req in û rê nadin avê. Qata hişk peş bi beş diweşe. Xaneyên ji qata zelal dewsa xaneyên weşiyayî digirin.
2. Qata zelal (Stratum lucidum) ji rêzên rûkeşexaneyên pehn pêk tê. Navikên piraniya xaneyên vê çînê riziyayî ne, hinek xane jî bê navik in. Rêza xaneyên bênavik di bin mîkroskobê de wekî çînek zelal (ron) xuya dibin. Ev qat tenê di epîdermîsa çermê stûr de heye.
3. Qata danikî (Stratum granulosum) çînek tenik a epîdermîsê ye. Ji 2 heta 5 rêzên xaneyên pehn pêk tê. Di nav sîtpolazmaya xaneyên qata danîkî de bi navê keretohaylîn(eratohyalin) danikên proteîn heye. Keretohylîn pêşkerê keratîn e.
4. Qata striyokî (Stratum spinosum), ji sîtoplazmaya xaneyên vê çînê, niçikên mîna dirriyên darê ji parzûna xaneyê ber bi derve dirêj dibin. Ev pêkhateyên striyokî xaneyên qata striyokê bi hev re girê dide.
5. Qata binçîne (Stratum basale/germinativum) çînek stûr e. Rûyê vê çînê ji rêzên xaneyên firegoşeyî pêk tê. Li aliyê jêrê çînê rûkeşexaneyên şeşpaloyî(cuboidal) an jî yên stûnî ( columnar) cih digirin. Ji xaneyên vê derê, bi dabeşbûna mîtozî, xaneyan nû tên çêkirin. Xaneyên nû ber bi qata hişk cih diguherin. Xaneyên ko bi dabeşbûnê xaneyên nû çê dikin, wekî xaneyên bineratî (stem cells) tên navkirin. Di qata binçîneyê de xaneyên keratînê (keratinocytes), xaneyên bineratî ne. Di nav xaneyên keratînê de hinek ji xaneyên melanînê (melanocytes) heye. Xaneyên melanînê pîgmenta (boyax) melanînê berhem dikin. Rengê pêstê mirov li gor rêjeya melanîna nav xaneyên epîdermîsê diyar dibe.
Hin beşên qata binçîneyê ber bi nav çîna dermîsê (çerm) dirêj dibin, bi vî awayê çîna epîdermîsê bi çîna dermîsê ve girê didin. Herwisa ji çîna dermîsê xurek û madeyên pêwîst dabîn dikin ji boy xaneyên epîdermîsê.
Dermîs
Dermîs li bin epîdermîsê de dirêj dibe, pêkhateyên wekî lûleyên xwînê, demarên hestê, çikildanokê mû, lûsemasûlke, lûleyên lîmfê, rijênên xwedanê û rijênên çewrî lixwe digire. Li gel van pêkhateyan xaneyên fîbroblast, xaneyên hellûşêner û xaneyên çewrî jî xaneyên sereki yên dermîsê ne.
Dermîs ji bestereşaneyê pêk tê. Navbera pêkhateyên bestereşaneyê de rîşalên kolajen( bi îngilîzî :collagen fibers) û rîşalên qaîşokî (bi îngilîzî:elastic fibres)heye. Stûriya dermîsê 0.5 mm heta 3 mm ye.
Rîşalên kolajen taybetmendiya qaîşokî dide pêst. Herwisa rîşalên kolojen avê bi xwe ve girê didin, bi vî awayê rê li ber ji destçûna ava pestê digirin. Rîşalên kolojen enzîma kolojenaz( collagenase) lixwe digirin, ev enzîm berpirsiyare ji boy saxbûna birînan.
Dermîs li aliyê jêr ve bi hîpodermîsê ve girêdayî ye, hîpodermîs beşek çerm nîn e.Hîpodermîs bestereşaneyên sist û şaneya çewrî lixwe digire
Dermîs ji du çînê sereke pêk tê; çîna goçkeyî(bi îngilîzî: papillary layer) û çîna torî (bi îngilîzî: reticular layer)
Çîna goçkeyî
Çîna goçkeyi ji bestereşaneyê pêk tê, lê bestereşaneya vê çînê sist e, ango rîşalên kolojen û rîşalên qaîşokî torek lawaz ava dikin. Pêkhateyên mîna tilî ji çîna goçkeyî ber bi jorê, di nav qata binçîne ya dermîsê dirêj dibin, evan pêkhateyan wekî goçkeyên çermê tên navkirin.
Di goçkeyên çermê de gellek mûlûleyên xwînê, mûlûlyen lîmfê, xaneyên hellûşêner, rîşalên demarê, hinek ji xaneyên çewrî, wergirên berkevtinê û xaneyên fîbrobalst heye. Xaneyên hellûşêner, xaneyên bergiriyê ne, heke ji hawirdorê, hokarên nexweşiyê bikevin nava çerm, xaneyên hellûşêner li hember wan bergirî dabîn dike. Herwisa goçkeyên çermê gellek hestewergir jî lixwe digirin.
Çîna torî
Li bin çîna goçkeyî de çîna torî dirêj dibe. Bestreşaneya li vê çînê gellek gurr e. Ji ber gurahiya rîşalan, ev çîn bi şeweyê torî xuya dibe. Li vê çînê de rîşalên qaîşokî û rîşalên kolojên li nav hev dirêj dibin, lê piraniya rîşalên vê çînê ji rîşalên kolojen pêk tê. Rîşalên qaîşokî nermahî didin çermê, rîşalên kolajen jî girjiya (şidayî) çerm xurtir dike. Rîşalên vê çînê bi gelemperî li derûdora çikildanokê mûyan, rijênên xwêdanê û rijênên çewrî hê zêdetir in. Çîna torî li gel mûlûleyên xwînê, gellek hestewergir û demarên hestê, rijênên xwêdanê, rijênên çewrî, regên (kok) mû lixwe digire. Herwisa li vê çînê de xaneyên mast, xaneyên fîbroblast û lûleyên lîmfê jî cih digirin.
Hîpodermîs
Hîpodermîs li bin çîna dermîsê de dirêj dibe, loma wekî çîna binçerm tê navkirin. Hîpodermîs beşek çerm nîn e. Çerm bi navbeynkariya hîpodermîsê bi masûlke û hestiyan ve tê girêdan. Herwisa mûlûleyên xwînê û hestedemarên çerm jî ji aliyê hîpodermîsê ve tê dabînkirin. Hîpodermîs ji çîna bestereşaneya sist û proteîna elastînê pêk tê. Xaneyên sereke yên hîpodermîse; xaneyên fîbroblast, xaneyên hellûşêner û xaneyên çewrî ne. % 50yê çewriyê laş di hîpodermîsê de cih digire. Çewriya hîpodermîsê laşê mirov ji sermayê diparêze, nahêle sermaya hewayê derbasî nav laş bibe.
Erkên Çerm
Parastin
Çerm ji boy hokarên nexweşiyê berbestek sirûştî ye. Rê li ber bakterî, vîrus û hemû hokarên nexweşiyê digire, nahêle bikevîn nav laşê mirov. Herwisa ji rijênên çerm xwêdan û çewrî jî tê derdan. Çewrî û xwedan liser rûyê çerm belav dibin, pHa rûyê çerm dadixînin 5 heta 3yê, ango rûyê çerm piçek asîdî ye. Asîd derfet nade hokarên nexweşiyê ko li ser çerm bijîn. Di nav şileya xwêdanê (araq) de enzîmek heye bi navê lîzozîm (lysozyme), lîzozîm dîwarê xaneyên bakterîyan diherisînê, bi vî awayê bakteriyên li ser rûyê çerm tên kuştin.
Çerm laşê mirov ji tîrojên serbinefşî diparêze. Tîrojên serbinefşî, tîrojên ziyanbexşên ji boy şane û xaneyên laş. Çerm, laşê ji tîrojên serbinefşî yên rojê diparêze. Gava tîrojên serbinefşî dikeve ser çermê mirov, ji xaneyên çerm melanîn tê derdan. Melanîn boyaxek (pîgment) bi rengê qehweyî ye û tîrojên serbinefşî dimijîne, nahêle tîroj bigihîje şaneyên binê çerm. Herwisa di bin tîrojên rojê de sitûriya qata hişk a çîna epîdermîsê jî zêde dibe. Li gel melanînê, qata hişk a epîdermîsê jî tîrojên serbinefşî dimijîne.
Derdan
Li koendama poşêrê çar cor rijên heye; rijênên çewrî, rijênên xwedanê, rijênên şima û rijênên şîr.
Rijênên çewriyê, madeya çewrî der didin ser rûyê çerm. Li ser rûyê çerm de bakteriyên sûdbexş bi vê çevriyê tên xwedîkirin. Herwisa çîna çewrî, rê nade avê ko ji laş derbikeve an jî ji derva bikeve nav laş.
Rijênên xwedanê (araqerijên) şileya xwedanê der didin ser rûyê çerm. Gava şileya xwedanê dukel dibe û wekî madeyek gaz ji rûyê çerm dûr dikeve, di heman demê de rûyê laş jî sar dike. Ango rijênên xwedanê pileya germahiya laş rêk dixe. Di nav şileya xwêdanê (araq) de enzîmek heye bi navê lîzozîm (lysozyme). Lîzozîm dîwarê xaneyên bakterîyan diherisînê, bi vî awayê bakteriyên li ser rûyê çerm tên kuştin. Li bin çerm de qata şaneya çewrî heye, çewriya binê çerm, laşê mirov ji sermayê diparêze.
Rijênên şimayê li nav çermê coga guh(coga bihîstinê) de şimaya (mûm) guh der didin. Şimaya guh
rûyê perdeya guh nerm dike, nahêle perdeya guh zuha bibê. Bi vî awayê perdeya guh qaîşokî dimîne û gava pêlên deng lê dixin, perdeya guh bi hêsanî dilerize.
Rijênên şîrê, ji memikan şîr der dide. Ango şîrê ji boy dergûşê, ji aliyê van rijênên dayikê ve tê berhemkirin û derdan.
Hestkirin
Di nav endamên hestê yên laş de, çerm mezintirîn endam e. Di nav xaneyên çerm de gellek hestewergir hene. Mîkanîkewergir, êşanewergir û germahiyewergir, wergirên nav çerm in. Hestewergirên çermê ji demarekotahiya demarexaneyên hestê pêk tê.
Hestewergir ji aliyên kartêkirin wekî berkewtin (temas), pestan (pesto), êş , germahî û sermahî tên çalakkirin. Sinyalên ji kartêkiran bi bi navbeynkariya demarên hestê bi şêweyê sînyalên elektrîkî ber bi dirkepetikê tê guhêztin, ji vir jî ber bi mejî ve tên şandin. Têgihîştina hestan li mejî rû dide.
Rêkxistina germahiya laş
Asta pileya germahiya asayî ya laş 36.8 santîgrat pile ye. Germahiya laş ji aliyê demarekoendama xweyî ve tê rêkxistin. Hin caran ji ber germahiya hawirdore an jî ji ber çalakiya masûlkeyan, germahiya laş ji asta asayî bilindtir dibe. Zêdebûna germahiya laş, beşa sîmpasawî ya demarekoendama xweyî çalak dike. Demarên sîmpesawî rijênên xwêdanê hander dikin ji boy derdana xwêdanê. Şileya xwedanê ji boy dûkelbûnê (hilmbûn) germahiya laş bi kar tîne. Ango gava şileya xwêdanê ji rûyê çerm dûkel dibe, germahiya çerm digire bi vî awayê rûyê laş hênik dibe. Li gel rijênên xwedanê, xwînberên çerm jî alîkarî dikin ji boy hênikkirina laş.
Gava germahiya laşê mirov zêde dibe, lûleyên xwînê yên çerm fire dibin û ber bi rûyê çerm ve bilind dibin. Xwîna nav lûleyên firebûyî germahiya xwe dide hewayê, laş hênik dike.
Heke germahiya laş ji asta pileya asayî nizimtir bibe, vê gavê rijênên xwêdanê, derdana xwedanê kêmtir dikin û lûleyên xwînê jî teng dibin, ji rûyê çerm dûr dikevin. Bi vî awayê germahiya xwînê di nav laş de tê parastin.
Çêkirina vîtamîna D
Hinek ji vîtamîna D di laşê mirov de,bi alîkariya çerm tê berhemkirin. Bi eslê xwe ne rasterast vîtamîna D lê pêşenga vîtamîna D di çerm de tê berhemkirin. Li bin tîrojên rojê de pêşenga vîtamînê, diguhere boy vîtamîna D. Xaneyên çerm vîtamîna Dyê rasterast der didin nav xwînê.
*Ev xebat li ser wîkîpediya ya kurdî jî hat zêdekirin