Celadet Alî Bedîrxan

Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)

2021/04/24

Kirkirk


Kirkirk, kirkirok an jî kirkirage (bi îngilîzî: cartilage)
Kirkirk, corek bestereşaneyê ye ko heta hestîbûn rû bide, hestiyepeykerê korpele (embriyo) pêk tîne û hebûna xwe di hestiyepeykerê mirovên temenê pêgehiştî de jî didomîne. Peykerekoendama mirov ji hestî û kirkirkê pêk tê, bi taybetî kirkirk li gehan de, rûyê hestiyê dirêj dadipoşe û livîna hestiyan hêsantir dike. Ji xeynî hestiyên pan ,gelemperiya hestî bi rêbaza hestîbûnê ji kirkirkê çê dibin.
Kirkirk corek ji bestereşaneya palpişt e (bi îngilîzî: Supporting connective tissue). Bestereşane ji xaneyan û madeya binyad a derdora xaneyan pêk tê. Madeya binyad (bi îngilîzî: ground substance) pêkhateyek nexaneyî (noncellular) yê û wekî matrîks (bi latînî: matrix) jî tê navkirin. Madeya binyad ji aliyê xaneyên bestereşaneyê ve tê derdan. Pêkhateya madeya binyad (matrîks) cora bestereşaneyê diyar dike. Wekî mînak madeya binyad a valahiya navbera xaneyên hestiyan req e, lê madeya binyad a kirkirkê nîvreq e. Loma hestî req in natewin û naçêmînin lê kirkirk qaîşokî ne.
Pêkhate
Xaneyên kirkirk madeya binyad a nîvreq der didin, madeya binyad (matîks) xaneyên kirkirkê dorpêç dike xane di nav pêkhateyên mîna golên biçûk de asê dimînin. Ji van golên biçûk re tê gotin kelên an jî lakun (bi înglîzî:/latînî: lacuna) . Xaneyên kirkirkê hin madeyên kîmyayî berhem dikin û der didin navbera madeya binyad, bi vî awayî rê nadin ko lûleyên xwînê di navbera xaneyên kirkirkê de geş bibin. Ango kirkirk, bestereşaneya nelûleyî ye (avascular), lûleyên xwînê û lûleyên lîmfê li xwe nagire. Xurek û oksîjen rasterast bi navbeynkariya lûleyên xwînê nagihîje xaneyên kirkirkê, divê xurek, oksîjen û madeyên pêwist, pêşî di nav madeya binyad de derbas bibin û bi belavbûnî (bi îngilîzî: diffusion) xwe bigihînin xaneyan. Loma birînên kirkirkê zû baş nabin. Herwîsa kirkirk demar jî li xwe nagire, ango ji ber tunebûna demarexaneyên êşanewergir, mirov êşa kirkirkan hest nake.
Matrîks û xaneyên kirkirkê
Madeya navber (matrîks) a kirkirkê nîvreq e û rîşal li xwe digire. Di nav şaneya kirkirk, di kelênan de xaneyên kirkirkê hene. Xaneyên kirkirkê wekî kondrosît (bi îgilîzî: chondrocytes) tê navkirin. Xaneyên kirkirkê di nav kelênên ji hev cûdayî de cih digirin. Valahiya navbera kelênan bi madeya binyad tijî ye ji vê beşê re matrîks tê gotin. Matrîks (madeya derûdor û navbera xaneyan) û rîşalên kirkirkê ji aliyê xaneyên kirkirkê ve tên çêkirin. Matrîksa kirkirkê, rîşalên kolojen û rîşalên qaîşokî (elastîn) li xwe digire.
Corên kirkirkan
Li gor cor û rêzbûna rîşalan, kirkirk sê cor in; kirkirka ron(hîalîn), kirkirka rişalî, kirkirka qaîşokî
Kirkirka ron (hîalîn)
Kirkirka ron ( bi îngilîzî: hyaline cartilage) bi rengê spî-şîn, şûşeyî û nîvron (nîvçe zelal) e. Piraniya kirkirkên laş ji kirkirka ron(hîalîn) pêk tê lê kirkirka ron kirkirka herî lawaz e. Peyva “hyalin” ji peyva “hyalinus” a latînî derbasî îngilîzî bû ye, ev peyv di zimanê latînî de ji boy tiştên şûşeyî û ron (zelal) hatiye bikaranîn. Kirkirka ron gelek ji rîşalên kolojen li xwe digire.
Xaneyên kirkirka ron bi awayekî komên biçûk di nav kelênên (hêlîn) xaneyan de cih digirin. Madeya binyad a kirkirka ron, nîvreq û lûs e. Kirkirka ron çemînbarî û palpiştiya laş dabîn dike. Cemserê hestiyên dirêj li hêla geha bizêw de, bi kirkirka hîalîn (ron) dapoşrav in, bi vî awayî lêkxişandina hestiyan kêm dibe. Herwisa serê difin, borrrihewa ya mirov û serê parsûyan jî kirkirka hîalîn li xwe digirin. Hestiyepeykerê laşê korpeleyê li destpêkê ne ji hestî lê ji kirkirka ron pêk tê, paşê kirkirk li hin beşan diguhere û hestîbûn di laş de rû dide. Li cemserê hestiyên dirêj de lewheya geşê heye, ev lewhe ji kirkirka ron pêk tê, ji zaroktiyê heta temenê pêgihîştinê xaneyên lewheya geşê dabeş dibin û xaneyên nû yên kirkirkê çê dikin. Bi pêvajoya hestîbûne, ji xaneyên kirkirkê, xaneyên hestî ava dibe, her ko diçe dirêjiya hestî zêde dibe. Bi vî awayî bejna mirov dirêj dibe.
Kirkirka qaîşokî
Di kirkirka qaîşokî (bi îngilîzî: elastic cartilage) de xaneyên kirkirkê nezî hev in, valahiya navbera xaneyan( bi îngilîzî: intercellular space) kêm e. Kirkirka qaîşokî, ji ber ko xwediyê rîşalên qaîşokî yên bi rengê zerokî ye, wekî kirkirka zer jî tê navkirin. Xaneyên kirkirka qaîşokî ji yên kirkirka ron zêdetir in, loma valahiya navbera xaneyên kirkirka qaîşokî jî ji ya kirkirka ron kêmtir e. Perrê guh, coga ostakî ya guh û li qirrikê de zimanê kirkirokê, ji kirkirka qaîşokî pêk tê.
Kirkirka rîşalî
Kirkirka ko xwediyê xaneyên herî kêm, kirkirka rîşalî ye (bi îngilîzî: fibrocartilage). Xaneyên kirkirka rîşalî ji hevdu dûr in, loma valahiya navbera xaneyan a kirkirka rîşalî li gor kirkirkên din herî zêde ye. Gurzên rîşalên kolojen ên matrîksê, zexmtî dide kirkirka rîşalî. Loma kirkirka rîşalî li hember zext û pestoya hawirdorê li ber xwe dide.
Xepleyên navbera hestiyên birrbirreya piştê ji kirkirka rîşalî çê bûyî ne. Herwisa cihê ko jê û bester bi hestî an jî bi masûlkeyan ve giredayî ne, ji kirkirka rîşalî pêk tê. Ji xeynî vana, geha nebizêw a navbera hestiyên rûw jî kirkirka rîşalî li xwe digire.
Bergê kirkirk
Ji xeynî kirkirkên rîşalî û kirkirkên gehî, ango kirkirka ron a li cemserê hestiyên gehê sînoviyal, hemû kirkirk bi perdeyek dapoşrav in, navê vê perdeyê bergê kirkirk e (bi latînî: perichondrium). Bergê kirkirk ji du çînan pêk tê; çîna derve beşa rîşalî ya bestereşaneya şidayî ye. Çîna navî beşa xaneyî ye. Çîna rîşlalî erkê parastin û palpiştinê bi cih tîne. Herwisa çîna rîşalî, perdeya kirkirkê bi kirkirk û pêkhateyên din ve girê dide.
Çîna xaneyî ya bergê kirkirk, xaneyên bineretî (chondroblasts) li xwe digire. Xaneyên bineratî xaneyên çêkerê kirkirkê ne, pewîst in ji bo geşbûn û berdewamiya kirkirkê pêwist e ji bo geşbûn û berdewamiya kirkirkê.
* Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.





2021/04/08

Hestiyê Pitew



Hestiyê pitew (bi îngilîzî: compact bone) yek ji du corê şaneya hestî ye.

Hestî ji du şaneyên sereke pêk te, şaneya hestiyê pitew û şaneya hestiyê îsfencî.
Rûyê derveyî hestiyan bi çînek req dapoşrav e, ev çîna hestî wekî hestiyê pitew tê navkirin. Hestiyê pitew şaneyek çirr, req û lûs e. Doxa hestiyên dirêj ji şaneya hestiyê pitew pêk tê. Kêlena nav doxa hestî, moxê hestî li xwe digire. Hestiyê pitew li bin bergê hestî de cih digire, hestiyê diparêze û zexmtiyê dide hestiyê. %80yê giraniya hestiyê laş ji hestiyê pitew pêk tê.
Pêkhateya hestiyê pitew di bin mîkroskobê de.
Şaneya hestiyê pitew ji çînên bazinî yên tenik pêk tê. Çînên bazini wekî perik tên navkirin. Perik (bi îngilîzî: lamellae) li derdora cogên navendî de bi awayekî yeknavendî rêz dibin. Coga navendî û koma perikên dora wê, bi hev re wekî lûle an jî sîstema havers (bi îngilîzî: osteon / Haversian system) tê navkirin. Lûle di hestî de bi awayekî paralelê hev û paralelê doxa hestî dirêj dibin.
Beşên sîstema Haversê
Di hestiyê pitew de sîstema Havers (lûle) ji coga Havers, perikên yeknavendî, xaneyên hestî û cogikan pêk tê.
Coga Havers
Di navenda sîstema Havers de cogek lûleyî dirêj dibe, ev cog wekî coga Havers an jî coga navendî (bi îngilîzî: Haversian canal, central canal) tê navkirin. Di nav coga Havers de, lûleyên xwînê, lûleyên lîmfê û demar hene. Bi navbeynkariya lûleyên xwînê, xurek û oksîjen ji bo xaneyên hestî tê dabînkirin.
Perikên yeknavendî
Perikên yeknavendî (bi îngilîzî: concentrîc lamellae), xelekên bestereşaneya hestiyê ne. Perik li derdora coga Havers de bi şêweyek yeknavendî cih digirin. Hejmara perikên yeknavendî li hemû lûleyan de ne yek e. Perik rîşalên kolojen li xwe digirin. Rîşalên kolojen ên perikên cînar, di heman alî de dirêj nabin. Wekî minak heke rîşalên kolojen ên perikek ber bi çepê jor ve dirêjî be, rîşalên perika cînar ber bi rastê jor ve dirêj dibe. Rêzbûn û dirêjbûna rîşalan a bi şeweyê dijalî, zexmtiya hestiyê zêdetir dike. Xaneyên hestî (bi îngilîzî: osteocytes) di nav kelênan(lacunae) de, di navbera perikên cînar de cih digirin. Perik li gel rîşalên kolojen, xweyên kalsiyum û fosfor jî li xwe digire, reqbûna hestî ji ber kombûna xwêyan a li navbera rîşalan e.
Cogik
Li şaneya hestiyê pitew de her kelênek bi navbeynkariya cogên gelek biçûk bi kelênên din ve girêdan ava dike, ji van cogên hûrik re tê gotin cogik (bi îngilîzî: canaliculi). Xaneyên hestî yên di nav kelênan, niçikên sîtoplazmaya xwe di cogikan de dirêjê xaneyên din dikin, bi vî awayî di navbera xaneyan de ragihandin çê dibe. Herwisa di navbera coga Havers û xaneyên hestî de alûgorkirina xurek, gaz, mîneral û madeyên paşmayî jî bi rêya cogikan rû dide. Ango cogik him xaneyên hestî bi hev re girê didin, him jî xaneyên hestî bi coga Havers ve girê didin.
*Ev xebat li ser wîkîpediya ya kurdî jî hat zêdekirin.





2021/04/04

Bergê Hestî

 

Bergê hestî (bi îngilîzî: periosteum), perdeyek zexm a li ser rûyê hestiyan e.

Hestî bi perdeyek du çînî dapoşrav e. Navê vê perdeyê "bergê hestî" ye. Bi yewnanî navê bergê hestî “periosteon” e, wateya peri “li derdor”, wateya osteon jî “hestî” ye. Bergê hestî, perdeyek bi hêz e, di bergê hestî de lûleyên xwînê, lûleyên lîmfê û demar hene. Bergê hestî, hestiyê ji hawirdorê diparêze, lûleyên xwînê û demaran bi hestî ve girê dide, ji bo başkirina hestiyê şikestî û ji bo stûrkirina hestiyê, xaneyên nû dabîn dike.
Çîna derve ya bergê hestî wekî çîna rîşalî (bi îngilîzî: fibrous layer) tê navkirin û ji bestereşeneya şidayî (bi îngilîzî:dense connective tissue), pêk tê. Çîna navî ya bergê hestî wekî çîna xaneyî (bi îngilîzî: cellular layer) tê navkirin û ji xaneyên çêkerê hestî (osteoblast) pêk tê.
Çîna derve rîşalên kolojen û rîşalên demar li xwe digire. Gava ziyan digihîje hestî, hestî diderize an jî dişikê, demarexaneyên hestê demareragihandin dişînin demaxê. Bi vî awayê êşa hestî li mirov peyda dibe. Herwisa çîna derve gelek lûleyên xwînê jî li xwe digire. Lûleyên xwînê ji bergê hestî şax didin û belavê nav hestî dibin, bi vî awayî ji xaneyên hestî re xurek dabîn dikin.
Çîna navî ya bergê hestî ji xaneyên çêkerê hestî (bi îngilîzî: osteoblasts) pêk tê. Xaneyên çêkerê hestî dabeş dibin û diguherin bo xaneyên hestî (bi îngilîzî: osteocytes). Li gel stûrbûna hestî, şikestin an jî derizên hestî jî ji aliyê van xaneyan ve tên başkirin.
Xaneyên bergê hestî dikarin dabeş bibin û çînên nû li hestî zêde bikin, loma bergê hestî, tîreya hestî zêde dike, hestî stûr dibe.
Jê (bi îngilîzî: tendon) û bester (bi îngilîzî: ligament) bi navbeynkariya bergê hestî, bi hestiyan ve tên girêdan. Ji xeynî beşa hestiyê ya ko bi hestiyek din ve geh ava dike, hemû rûyê hestî bi bergê hestî dapoşrav e. Rûyê beşa gehê ya hestî bi kikrkirk dapoşrav e.
* Ev xebat li ser wîkîpediya kurdî jî hat zêdekirin