Celadet Alî Bedîrxan

Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)

2020/04/26

Mejîk


Mejîk, mejîkok, mêjîkok, mêşkole an jî mejiyê piçûk (bi îngilîzî:cerebellum)
Mejîk li jêrê patikepilê li paş qedê demax de cih digire. Her wekî mejî, mejîk jî ji du pişkan pêk tê. Herdu nîvên mejîkê bi şerîdek zirav a navî ji hev tên cudakirin, navê vî şerîdê vermîs e.

Anatomiya mejîkê
Mejîk ji aliyê derve de werpêçik e. Aliyê derveyî mejikê ji çînek tenik a medeyê gewr pêk tê. Li bin madeyê gewr de çînek stûr (qalind) a madeyê spî heye. Heke mejîk bi dirêjkî were jêkirin, şêweyê nexşên birgeha dirêjkî ya madeyê spî ya nîvê mejikê dişibe darê,loma her yekê van beşan wekî dara jiyanê (bi latînî: arbor vitae) jî tê navkirin.
Erkê mejîkê
Mejîk ji masûlkeyan, jêyan, gehan, çavan û ji guhan demareragihandinên hestê werdigire, bi vî awayê ji rewşa laş agahdar dibe û karê masûlkeyan rêk dixe. Ji bilî wê mejîk ji tûkila mejî jî demareragihandinên livîne werdigire. Piştî tekûzkirina van ragihandinan, mejîk demareragihandinên livînê bi navbeynkariya qedê demax dişîne masûlkeyan. Bi kontrolkirina masûlkeyan mejîk hevsengiya laş dabîn dike.
Di jiyana rojane ya asayî de masûlkeyên peykerê (peykeremasûlke) yên mirov dema neçalak e, ango dema girj nîn e, bi temamî xav nabe, piçek girj dimîne, ev rewşa masûlkeyan wekî tonusa masûlke(bi îngilîzî: muscle tone) tê navkirin. Eger mirov jixwe biçe an jî bimire tonusa masûlkeyan jî winda dibe. Tonus ji aliyê mejîk ve tê rêkxistin.
Fêrbûn û bîrnekirina hunera livîna masûlkeyan ên wekî avjenî, li piyanoyê xistin an jî erebe ajotin bi alîkariya mejikê rû dide. Gava mirov fêrê tevgerek dibe, wekî mînak mirov hînê ajotina duçerxeyê(bîsîklet) bibe, mejîk tevgera masûlkeyan a ji boy ajotina duçerxeyê embar dike. Piştê ferbûnê, mirov deh sal qet li duçerxeyê siwar nebe jî, piştî deh salan dema li duçerxeyê siwar dibe, mejîk ajotina duçerxeyê bi bîr tîne, bi vî awayê piştî demek dûr û dirêj jî mirov dikare bi hêsanî duçerxeyê bajo.
Ji boy xavbûn an jî girjbûna masûlkeyên peykerê, ferman ji aliyê mejî ve tê dayin, lê ahenga çalakiya masûlkeyan ango kordînasyona masûlkeyan karê mejîk e.
mejîk ragihandinên ko ji mejî hatîne û yên ji koendama çêwê tên dide berhev, piştê berhevdanînê heke pêwîstî hebe mejik ji bo avakirina ahengê di navbera masûlke, jê û gehan de fermana rêkxistinê dişîne. Şeweyê sekiniya laş ango rawesta laş( bi îngilîzî:posture) di bin kontrola mejîkê de ye.
* Ev xebat li ser wîkîpediyakurdî jî hat zêdekirin.
https://ku.wikipedia.org/wiki/Mej%C3%AEk…





2020/04/20

Qedê demax



Qedê demax (bi îngilîzî: brain stem) ji pirik, demaxê naverast û lakêşemox pêk tê.
Demar û demarexaneyên hatî û derkevtî yên ji mejî, demaxê navber û mejikê heta dirkepetikê dirêj dibin, loma qedê demax demaxê bi dirkepetikê ve girê dide. Navendên xewê û hişyariyê li qedê demax in.
Qedê demax demareragihandinên ji mejiyê ji boy masûlkeyan rêk dixe. Ji bilî wî, gellek erkên laş ji aliyê qedê demax ve tên kontrolkirin. Wekî mînak; henasedan, heriskirin, rêjeya lêdana dil, daqurtîn, pestoya xwînê, meşîn, ji hawirdorê agahdarbûn hin ji erkên bingehîn ên laş in ko bi navbeynkariya qedê demax ve tên rêkxistin. Bi kurtasî, qedê demax kar dike ji boy hevsengiya laş, rêkxistina livînê û guhaztina demareragihadinan ji mejî ber bi laş an jî ji laş ber bi mejî. Herwiha qedê demax navendên ji boy kontrolkirina xewê û hişyarî lixwe digire.
Demaxê naverast
Demaxê naverast (bi înglîzî: midbrain) Li jorê pirikê de demaxê naverast cih digire. Rîşalên demar û navikan lixwe digire, mejikê bi beşên jêrê laş û dirkepetikê ve girê dide. Rîşalên demarê li demaxê naverast çaperast dibin, bi vî awayê nîvê çepê mejiyê aliyê rastê laş, nîvê rastê mejiyê aliyê çepê laş kontrol dike. ji boy refleksên bihîstinî û dîtinî rola demaxê naverast girîng e. Tewereyên hesta bihîstinê jî tê de, hemû tewereyên hestê ya di demaxê naverast de bi dawî dibin an jî ji wir ber bi mejî ve dirêj dibin.
Pirik
Pirik(bi îngilîzî:pons) li pêşiya mejikê, li jêrê demaxê naverast, li jorê lakeşemoxê de cih digire.
Pirik bi gelemperî ji rîşalên demarê, ango ji madeyê spî pêk tê. Hinek ji van rîşalan di navbera herdu nîvên mejiyê de girêdanê ava dike, hinek ji rîşalên demar jî ji mejî dirêj dibin ber bi dirkepetikê. Girêdanên di navbera qedê demax û mejikê de ji aliyê pirikê ve tê çêkirin. Di nav pirikê de hin pilên taybet hene, ko bi rengê gewr in, van pêkhateyên gewr, wekî navik (bi îngilîzî: nuclei ) tê navkirin. Demarexaneyên beşa madeyê gewr a pirikê, demareragihandinên ji mejî tên, dişîne mejikê. Di pirikê de navendên refleksê hene ji boy livîna kiloxê. Li vir livîna serê mirov li gor kartêkirên dîtinî an jî bihîstinî (guhdarî) tê rêkxistin. Navendên henasedanê û xewê jî li pirikê ye. Pirik û lakêşemox bi hev re kar dikin ji boy rêkxistina rêjeya henasedanê.
Lakêşemox
Lakêşemox (bi îngilîzî: medulla oblongata) ji pirikê ber bi dirkepetikê ve dirêj dibe. Dirêjiya wî bi qasî 2,5 cm e. Navendên giring ên ji boy berdewamiya jiyanê li lakeşemoxê ne. Navenda dilelûleyan, navenda henasedanê, navenda refleksên vereşînê, kuxikê, daqurtîne,
bêhnijînê (pişkinîn) di lakeşemoxê de cih digirin û tên rêkxistin.
Pêkhateya torî
Tevahiya qedê demax bi tora demarexanayan ve dagirtî ye û wekî pêkhateya torî (bi îngilîzî: reticular formation) tê navkirin. Pêkhateya torî alîkariya kontrola henasedanê û gera xwînê dike herwiha kartêkirên girîng ji yên negirîng cuda dikin. Fêrbûn dikare li ser hin erkên pêkhateya torî de guhertinan çê bike. Wekî mînak mirov hînê dengê radyoyê dibe û dengê radyoyê vekirî be jî dikare bikeve xewê. Lê mirovê di xewê de, bi dengê derî ji xewê hişyar dibe. Ango mirov hin dibe ko dengê muzîka radyoyê negirîng e, lê dengê derî girîng e loma divê bertêk bê nîşandan. Rêkxistina masûlkeyên peykerê û berdewamiya hevsengiya laş jî ji aliyê pêkhateya torî ve tê birêvebirin. Pekhateya torî biryar dide ko kîjan ji demareragihandinên hatî, bên şandin boy tûkila mejî.
* Ev xebat li ser wîkîpediyakurdî jî hat zêdekirin
https://ku.wikipedia.org/wiki/Qed%C3%AA_demax




2020/04/14

Demaxê nabvberê




Navberedemax, demaxê navber, nêwanedemax an jî demaxê navê ( bi îngilîzî: interbrain, diencephalon) beşa demaxê yê di navbera mejî û qedê demaxê de cih bûye.
Navberedemax di navbera mejî û beşên din ên koendama demarê de girêdanan ava dike, belavkirina agahiyên ji mejî an jî ber bi mejî li vir rû dide. Ango ji bilî hestê bêhngirtinê, agahiyên ji dirkepetik û demarekoendama çêwe, pêşî li vir tên tekûzkirin û yekkirin paşê tên şandin ji boy mejî. Beşên koendama demarê yên bi karê bêhngirtinê ve mijûl dibin awarte ne, hestewergirên bêhngirtinê û demarexaneyên hestê bêhngirtinê raste rast bi mejî ve girêdayî ne.
Talamus( lanik), hîpotalamus(jêrlanik), subtalamus, hîpofîz û epîtalamus beşên sereke ne di navberedemax de. Epîtalamus rijênê kajî ( bi îngilîzî: pineal gland) lixewe digire. Ji van beşên navberademaxê, talamus û hîpotalamus pêwendiya wan raste rast bi koendama demarê heye.
Di demaxê mirov de çar kelênên piçûk heye, navê van kelênan bi îngilîzî “ventricle” e. Talamus û hîpotalamûs li derdora kelêna sêyem( bi îngilîzî: third ventricle) de cih digirin.
Talamus
Talamus ji du pişkên madeyê gewr pêk tê. Ev herdu pişk li jor û kêlekên kelêna sêyem de, li jêrê tenê req de cihbûyî ne.
Hestewergir ji her aliyê laş de demareragihandin werdigirin, bi navbeynkariya demarexaneyên hestê, demareragihandin tên şandin boy talamusê. Talamus ragihandinan ji hestedemarexane yên hatî digire, ragihandinan tekûz dike. Li talamusê ragihandinên(kartêkir) girîng ji yê ne girîng tên cihê kirin. Hêza (bandora) ragihandinan tên kêmkirn an jî zêdekirin. Piştî polenkirinê, talamus ragihandinan dişîne boy beşa guncav a tûkila mejîyê. Wekî mînak gava mirov li cihekî qerebalix de hewla xwendina pirtûkek bike, talamus dengên derdorê parzûn dike û naşîne mejiyê, bi vî awayê mirov di nav dengê bilind a qerebalixê de dikare bala xwe bide ser xwendina pirtûkê. Herwisa talamus mejiyê agahdar dike ko demareragihandin ji kîjan hestewergirê tê û bi kîjan hestê re têkiliye. Wekî mînak, talamus ji mejî re dide zanin ko demareragihandina hatî ji çavan tê, loma agahiyên dîtinî lixwe digire. Ji bilî van karan, talamus ji mejî û ji beşên din ên demaxê agahî yên ji boy rêkxistina hest û arezûyan(tehrîk) jî digire.
Hîpotalamus
Li jêrê (xwarê) talamusê de cih digire. Hîpotalamus kontrola berhremkirin û derdana hormonan dike. Loma di navbera koendama demar û koendama hormonan de navbeynkarî dike. Hîpotalamus sinyalan dişîne rijenê hîpofîzê, Ji rijênê hîpofîzê çend hormon tên derdan, van hormonên hîpofîzê bandor li ser rêjênên din û xaneyan dike.
Karê esasî ya hîpotalamusê rêkxistina hevsengiya navî laş e. Ta (germahî) ya laş, xwarin û vexwarin ji aliyê hipotalamusê ve tê rêkxistin.
Rijênê kajî jî li navberedemaxê de cih digire. Hormona melatonîn ji aliyê rijenê kajî ve tê berhemkirin û derdan.
* Ev xebat li ser wîkîpediyakurdî jî hat zêdekirin.
https://ku.wikipedia.org/wiki/Demax%C3%AA_navber%C3%AA






2020/04/04

Mejî



Mejî, mêjî, mejû, mêşik, (bi îngilîzî: cerebrum, telencephalon) beşa herî gir di demaxê mirov de. Navanda çêbûna hizir, hest, bîrhatin, hînbûn, peyvîn,dîtin û kontrola masûlkeyan.
Erk û pêkhateya mejî
Ji derdor û nav laş de ragihandin û kartêkir ji aliyê demarexaneyên hestê ve tên şandin bo demax. Piraniya kiloxekelênê bi mejî tijî ye. Ango mejî pişka herî gir ê demaxê ye. Mejî navenda herî dawî û armanc e ji boy girtin û yekxistina ragihandinan. Mejî bi beşên din ê demax ve di nav danûstandinê de ye, çalakiya van beşan ji aliyê mejî ve tê rêkxistin. Li gor kartêkir û ragihandinên ji derdor tên şandin, mejî ji boy girjbûn an jî xavbûnê ferman dişîne masûlkeyan. Ango, mejî agahiyên ji derdorê hatî saz dike, bi vî awayê bertekên guncav û rêkxistî çê dike.
Mejî ji aliyê derve ve werpêçik e. Qurmiçên mejiyê mirov ji yên ajalên din zêdetir e.
Mejî ji du pişkan pêk tê, nîvê rastê û nîvê çepê. Her yekê nîvên mejiyê kontrola nîvêk laş dike, lê ev nîvê laş li aliyê beramberê nîvê mejiyê ye. Wekî mînak heke mirov destê xwe yê çepê dayine ser cemedê, ji cemedê sinyalên sermayê bi navbeynkariya demarên hestê, digihîjin pişka rastê ya mejî. Ango kartikir û ragihandinên ji beşa çepê ya laş, ji aliyê nivê rastê ya mejî ve tên hestkirin.
Nîvê çepê mejiyê bi gelemperî bi hunera axivînê, hunera analîtîkê, û matematîkê ve mijûl dibe. Li piraniya mirovan de nîvê çepê mejiyê li ser nîvê rastê serdest e.
Herdu nîvên mejiyê bi navbeynkariya tenê req, bi hevre girêdayî ne. Tenê req (bi îngilîzî: corpus callosum) ji gurzek tewereyên demarexanayan pêk tê. Tenê req di navbera herdu nîvên mejî de ragihandin saz dike.
Pilên mejiyê
Şêweyê werpêçikî ya tûkila mejî dişibe kendalok û newalokan. Beşên kendalokî wekî jîrî (bi îngilîzî:gyrus) tê navkirin. Pekhateyên nevalokî wekî sulçî tê navkirin. Jîrî ji aliyê sulçî ve ji hev tên cudakirin. Ango di navbera badokên jîrî de sulçî hene. Sulçî her nîvek mejiyê dabeşê çar pila dike. Her pilek ji hev cudaye li gor erkê xwe. Navbera pilan de xetek berçav tune ye.
Pila li aliyê herî pêşî ya li kiloxê wekî pila eniyê (navçavepil)(bi îngilîzî: frontal lobe) tê navkirin. Li paş navçavepilê de pila tasê (dîwarepil) (bi îngilîzî: parietal lobe) cih digire. Li paş dîwarepilê de pila patikê (patikepil) (bi îngilîzî: occipital lobe) heye. Li bin navçevepil û dîwarepil de pila cênikê (cênikepil) (bi îngilîzî: temporal lobe) cih digire.
Navçavepil bi karên wek kontrola masûlkeyan, peyvîn, plan çêkirin, biryar dayîn û kesayetî re tekîldare. Pîvazokên bêhngirtinê di navçavepilê de cih digirin,li vir bêhna hawirdorê tê şîrovekirin. Herwisa navçavepil beşa tûkila livînê jî lixwe digire. Ev beş ji bo plansazkirin û bicihanîna livînê girîng e. Ango beşa tûkila livînê( bi îngilîzî: motor cortex) cihê kontrolkirina masûlkeyên laş e.
Dîwarepil bi gelemperî karê bîr û hestê re tekîldare. Wekî mînak gava mirov destê datîne ser tiştekî, nîrxandina şêwe û pêkhatina tiştan di pila tasê de tê hest kirin
Cênikepil bi bîhistina dengan û bêhngirtina tiştan re tekîldare. Herwisa ji serpêhatiyên me yên borî de çêbûna bîr(hiş) jî li vir rû dide.
Agahdariyên dîtinî yên ji çavan tên li patikepilê de tê şîrovekirin. Herwisa, bîrhatinên derbarê dîtina tiştan de li patikepilê de tê embarkirin.
Tûkila mejî
Her nîvek mejiyê ji aliyê derve madeyê gewir lixwe digire. Ev beşa gewir wekî tûkil tê navkirin. Tewereyên demarexaneyên tûkila mejî ne maylînî ne. Li tûkila mejî de 100 bîlyonê(mîlyar) zêdetir laşê demarexaneyan heye. %80yê mejiyê mirov ji tûkila mejî( bi îngilîzî: cerebral cortex) pêk tê. Tûkila mejiyê mirov gellek werpêçik( lozdar) e. Werpêçikî ango qurmiçînî rê dide mejî ko bi rûyek fireh, li cihek teng de cih bibe.
Erkê tûkila mejî
Sê karên sereke têkiliye bi tûkila mejî:
-Erkên bingehînên çalakiya hîşî yên wekî, bîr, raman, fêrbûn, biryar dayîn, hesta berpirsariyê
-Hestkirin. Ango girtin û şîrovekirina hesten wekî mînak hêstkirina êşê, germahiya hawirdore, tahmkirina xurekan, bêhngirtina kulîlkan.
-Kontrola çalakiyên masûlkeyên peykerê.
Beşên tûkila mejî
Li gor pêkanîna erkê xwe, tûkila mejî dabeşî sê beşan dibe;
1.Beşên livînê (bi îngilîzî: motor areas); li beşa pişt(para) ya navçavepilê de cih digire. Kontrola girjbûn û xavbûna masûlkeyên peyker dike.
2.Beşên hestê (sêhkirin)( bi îngilîzî: sensory areas); Beşa hestelaşê li aliyê pêşî yê dîwarepilê de cih digire. Bi navbeynkariya hestewergiran, ji endamên hestê yên wekî çav, guh, pest, ziman û difin agahî digire û şîrove dike.
3.Beşên pêwendîkirinê( bi îngilîzî: association areas); Her çar pilên mejî beşa pêwendîkirinê lixwe digin. Beşên pêwendîkirinê navend e ji boy karê entelektuelî, bîr û ziman (peyvîn). Herwisa şîrovekirina agahdariyên hestê li vir rû dide.
Madeyê spî
Nîvên mejiyê ji aliyê hundirê ve madeyê spî lixwe digirin. Madeyê spî ji tewereyên bi maylînî pêk tê. Tewerêyên bi maylînî di navbera beşên demaxê de girêdan ava dike. Tewereyên madeyê spî bi şeweyê gûrzek li ba hev dirêj dibin.
Erkê madeyê spî
-Demarexaneyên heman nîvê mejiyê bi hev re girê dide.
-Nîvê rastê bi nîvê çepê mejî ve girê dide.
-Mejiyê bi beşên din ên demax û dirkepetikê ve girê dide.
Navikên bingehîn
Di nav madeyê spî yên nîvên mejî de li hin cihan madeyê gewir heye. Van pêkhateyên gewir wekî navikên bingehîn( bi îngilîzî: basal nuclei) tên navkirin. Navikên bingehîn, Ji boy girjkirin an jî xavkirina masûlkeyên guncav, fermanên livînê , tekûzkarî dike. Bi tekûzkariye rêkxistina livîna masûlkeyan tê piştraskirin. Heke hin ji demarexaneyên navikên bingehîn têk bişke, bimire, li mirov de nexweşiya parkinson peyda dibe.
* Ev xebat li ser wîkîpediyakurdî jî hat zêdekirin. https://ku.wikipedia.org/wiki/Mejiy%C3%AA_mirov