Celadet Alî Bedîrxan

Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)

2019/10/25

Navpençik



Navpençik an jî navbirr (bi îngilîzî: diaphragm), masûlkeyî bingehîn e ji boy koendama henaseyê.
Navpençik pêkhateyek masûlkî yê bi şeweya qubbe ye. Navpençik di nav singekelên û zikekelênê de cih digire. Rûyê qoqiz li aliyê singekelênêde, rûyê çal jî li aliyê zikekelênê de dimîne.
Navpençik ji masûlkeyên peyker(peykeremasûlkê) pêk tê. Girjbûn û xavbûna navpençikê xwenewîst e. Ango çalakiya masûlkeyan di bin kontrola koendama demar a xweser de ye. Li gel peykeremasûlkeyan, navpençik jêyek navendî lixwe digire. Masûlkeyên navpençikê ji jêyê navendî ber bi parsû û birrbirreyê dirêj dibin. Ango seriyekî rîşalên masûlkeyan bi jêyê ve girêdayî ye, seriyê din ê masûlkeyan jî bi parsûyên jêr, depê singê û hestiyên birrbirreyê ve girêdayî ye. Dema masûlkeyên navpençikê xav in, jêyê navendî ber bi jor ve qoqiz e, û di asta birrbireya piştê ya 8emîn e. Gava masûlkeyên navpençikê girj dibin, îcar navpençik ber bi jêr ve dilive, masûlkeyên navpençikê jêyê navendiyê heta asta birrbirreya piştê ya 9emîn dikişîne, bi vî awayê navpençik piçek pahn dibe û qoqiziya wê kêm dibe. Ji ber ko masûlkeyên girjbûyî, navpençikê ber bi jêr ve dikişînin, dirêjiya singekelenê zêde dibe, loma qebareya singekelênê jî zêde dibe. Zedebûna qebareya singekelênê dibe sedema kêmbûna pestoya hewaya nav pişikan. Asta pestoya hewaya pişikan ji pestoya hewaya derve nizimtir dibe, loma hewa ji derve ber bi pişikan ve diherike. Ango henasegirtin rû dide. Ber bi jêr ve kişandina navpençikê, singekelênê fireh dike, lê zikekelênê teng dike. Tengbûna zikekelênê pestoya nav zikekelênê zêde dike.
Bi xavbûna masûlkeyên navpençikê, jêyê navîn ê navpençikê ber bi jor ve hildikişe, Ji ber rûyê qoqiz a navpençikê, qebareya singekelenê kêm dibe, pestoya nav pişikan zêde dibe. Bi vî awayê hewa ji pişikan ber bi derve diherike, ango henasedayîn rû dide. Li gel navpençikê masûlkeyên parsû (masûlkeyên navbera parsû) jî şirîkê henasegirtin û henasedayînê dibin. Li ser navpençikê hin kortal hene, sorinçik, xwînhênera sereke ya jêrîn, xwînbera sereka ya jêrîn di nav van kortalan de ji singekelênê dirêj dibin ber bi zikekelênê.
Li gel erka heneseyê, navpençik alîkarî dike ji boy kûxikê, bêhnijînê, qêrrînê, verişînê, paldana pîsayi ya nav tortorikê û dema zayinê, paldana korpeleyê ji malzarokê.






2019/10/22

Pişik



Pişik, sî, an jî sîh endama bingehin a koendama henasê ye. Guhertina gazan di navbera xwînê û hewaya derve, di nav pişikan de rû dide.
--Pekhateya pişikan ji aliyê derve--
Cotek pişikên mirov heye, di nav singekelênê de. Pişik bi şeweya qoçekî ne. Aliyê jorê pişikê zirav û glover e, binê pişikê fireh û çal e û li ser qoqiza navpençikê de cih bû ye. Dilê mirov di navbera herdu pişikan, nezikê pişika çepê de cih digire. Loma pişika çepê ji ya rastê piçûktir e. Pişka rastê sê pil, pişka çepê du pil e. Her pilên(bi îngilîzî lobe) pişkê jî di nav pişikê de dabeş dibin boy pilên hê hûriktir ên bi navê pilok( bi îngilîzî: lobule). Dora pişikan bi perasûyan û navpençikê dagirtî ye. Pişik pêkhateyek nerm e ,dişibe îsfencê û hertim bi hewayê tijî ye. Pişik rasterast bi singekelênê ve giridayî nin in, derveyê pişikan bi perdeya pilûr ve dapoşî ye. Perdeya pilûr ji du çînan pêk tê. Çînek pilûrê bi pişikan ve, çîna din jî bi diwarê singekelên û navpençikê ve girêdayî ye. Valahiya navbera çînên pilûrê, wekî kelêna pilûr bi nav dibe. Xaneyên pilûrê şileyek der dide nav kelênê, ev şile di navbera pişik û derûdora pişikan de lêkxişandinê kêm dike. Liqê borîhewa, lûleyên lîmfê, xwînber û xwînhênerên pişikê di heman cih de dikevin nav pişikê an jî ji pişikê derdikevîn, ev cih wekî devê pişikê kar dike, navê vê beşê, hîlûm e ( bi latînî: hilum).

--Pekhateya pişikan ji aliyê hûndir--
Borrîhewa di singekelenê de şax dide boy du liqên borrîhewayê. Her yekê liqê borrîhewayê dikeve nav pişikek. Liqên borrîhewayê di nav pişikan de şax dide boy liqê borrîhewayên ziravtir û hê ziravtir. Ev şaxdayîn di nav pişikê de 9-12 car dubare dibe. Bi her şaxdayinek, liqê borrîhewayan hê zirvtir dibin. Liqê borrîewayên ko tîreya wan ji yek mîlîmetreyê ziravtir e, êdî wekî borrîkêhewayê tê bi navkirin. Dîwarê liqê borrîhewa yên stûr, kirkiragî ye, lê borrîkehewa bêkirkiragin. Di kotahiya borrîkehewayê de sikildanokên hewayê hene. Sikildanok pêkhateyên bi şeweya guşiya tirî ne. Bi lûleyên xwînê dorpêçî ne. Tîreya sikildonakan 0.25- 0.5 mîlîmetre ye. Herdu pişik bi qasî 300 milyon sikildanok lixwe digirin. Ji ber hebûna borrîkehewa û sikildanokan rûyê navî yên pişikan bi qasî 70 m2 fireh dibe. Ev rûyê fireh alûgora gazan hêsantir dike.

--Erka pişikan--
Guhaztin û alugorkirina gazên oksîjen û karbona dîoksîdê di navbera xwîn û hewayê de, karê sereke yê pişikan e . Ango oksîjena hewayê di pişikanda derbasî xwînê dibe, herwiha karbona dîoksîd a nav xwînê jî ji pişikan derbasî hewayê dibe.
Xwîna kêmoksîjenî, bi navbeynkariya xwînber û xwînberokên pişikê, ji dil digihîje sikildanokan. Xwîna têroksîjenî jî ji pişikan bi rêya xwînhênerok û xwînhênerên pişikê ber bi dil ve tê guhaztin.
Pişik ne bi tena serê xwe, lê bi alîkariya navpençik û masûlkeyên parsûyan, guhaztin û alûgorkirina gazan dike. Henase girtin û henase dayîn di bin kontrola koendama demarê de rû dide.


2019/10/20

Borrîhewa



Borrîhewa, trake, zengilor an jî kirkirog, borriyek kirkiragî ye, di navbera pişik û qirrikê de hewaya henaseyê diguhezîne. Hewa, ji qirrikê derbasî borrîhewayê dibe.
--Pêkhateya borrihewa--
Borrihewaya mirov bi qasî 10-12 cm dirêj e. Stûriya wê 2 cm e. Borrîhewa li pêş soriçikê, ji qirrikê dirêjê singekelênê dibe. Pêşî û kelekên borrîhewa kirkiragdar e, paşiya borrihewayê bê kirkirag e û bi soriçikê ve girêdayî ye. Borrîhewa 16 heta 20 kirkiragên netemam, yên bi şêweya pîta C lixwe digire.
Diwarê borrîhewayê ji çar çînan pêk tê. Rûyê navî ya borrîhewayê bi lîncemade dapoşî ye. Di binê lîncemadeyê de çîna rûkeşaşane ya rûkeşexaneyên kûlkdar û xaneyên goblet heye. Xaneyên goblet lîncemade der dide. Xaneyên kûlkdar madeyên biyanî yên ko ligel hewaya henasegirtinê ketiye nav coga borrihewayê, ber bi qirrik û gewriyê pal dide. Çîna sêyem ji kirkirag û lûsemasûlkeyan pêk te. Kirkirag borrihewayê zexm dikin û destek didin borrîhewayê ko hertim vekirî bimîne ji boy herrika hewayê. Lûsemarsûlke bi girjbûn û xavbûnê firehiya coga borrîhewayê diguherînin. Gava henasedayînê lûsemasûlrke girj dibin, coga borrîhewa teng dibe bi vî awayê hewaya pişikan a henasedayînê bi hêztir û leztir di nav borrîhewayê de diherrike. Girjbûn û xavbûna masûlkeyên borrîhewa, li gor kartêkerên hawirdorê an jî di bin kontrola koendama demarê de rû dide. Derveyê borrîhewa bi çîna bestereşane ya sist ve girtî ye.
Di sengekelênê de borrîhewa dabeşî du liqa dibe, van liqên ziravtir, wekî yekemîn liqê borrîhewayê bi nav dibe. Her yekê ji yekemîn liqê borrîhewayê dikeve nav pişikek. Paşê yekemîn liqên borrîhewa jî di nav pişikan de dabeşê liqan dibin, bi vî awayê, liqên borrihewayên hê ziravtir peyda dibe. Ev liqên zirav jî wekî duyemîn liqê borrîhewa yê tê bi navkirin. Liqê borrîhewa jî wekî mîna borrîhewayê, kirkirag lixwe digire û rûyê liqê borrîhewa bi rûkeşxneyên kûlkdar û lîncemade dapoşî ye.
Di nav pişikan de dabeşbûna liqê borrîhewayê didome, heta ko cogên pir zirav peyda bibe, ev cogên herî ziravtir wekî borrîkehewa tê bi navkirin. Kotahiya borrîkehewayê de sikildanokên hewayê heye. Sikildanok, pêkhateyên şeweya gûşiya trî ne û bi lûleyên xwînê dorpêçî ne. Her pişikek bi qasî 1000 borrîkêhewa lixwe digire.


2019/10/17

Qirrika mirov




Qirrik an jî zengilok beşa serî ya borrîhewa ye, gewriyê bi borrîhewayê ve girê dide.
Bi henasegirtinê hewa ji difin û dev de arasteyê gewrî dibe. Gewrî ji boy xurek û hewayê coga hevbeş e. Ango serê soriçik û borrîhewayê di gewriyê de digihîjin hev. Ji xeynî dema daqurtînê rêya borrîhewayê hertim vekirî ye.
Qirrik ji neh heb kirkiragên bi şêweya lûleyî rêzbûyî pêk tê. Ji van kirkiragan sê heb tek, sê heb jî cot in. Kirkirag bi alîkariya lîgament û masûlkeyan bi hev re girêdayî ne. Rêya qirrik û borrîhewayê ji ber desteka kirkiragan hertim vekirî ye. Li qirrikê de kirkiragê tîroîdê, yê herî gewre ye, pêşî û kêlekên qirrikê bi vî kirkiragê dagirtî ye. Niçikek ji beşa pêşî ya kirkiraga tîroîdê dirêj dibe. Ev niçik wekî sevê Adem tê bi navkirin. Sevê Adem ê qirrika zilaman ji ya jinan gewretir e.
Li ser devê qirrikê, bi kirkiragê tîroîde ve girêdayî, kirkiragek heye bi şeweya kevçî, navê wî zimanê kirkiragî ye. Zimanê kirkiragî, ji xeynî dema daqurtîna xwarin û vewxarinê, ji serê qirrikê dur e. Ango di navbera devê qirrikê û zimanê kirkiragî de valahî heye, hewa ji gewrî bi hesanî derbasî qirrik û borrîhewayê dibe. Qirrik bi masûlkeyên ziman ve girêdayî ye. Gava mirov xurek dadiqurtîne, zimanê mirov ber bi esmanê dev bilind dibe û xurekê ber bi gewrî pal dide. Di heman demê de qirrik jî bi ziman ve ber bi zimanê kirkiragî hildikişe, valahî di navbera devê qirrikê û zimanê kirkiragî de namîne, bi vî awayê zimanê kirkiragî li ser devê qirrikê rûdinê, devê qirrikê digire û nahêle xwarin biçe nav borrîhewayê. Piştê daqurtîna xurekê, qirrik û borrîhewa ber bi jêr ve dadikêşên bi vî awayê zimanê kirkiragî ji serê qirrikê dûr dikeve. Ango coga henaseyê ji bilî dema daqurtina xurekan, hertim vekiriye.
Zimanê kirkiragî ji xeynî hewayê, rê li ber her tişan digire û nahêle bikevên nav borrîhewa û pişikan. Hin caran dibe ku piçek xurek an jî hinek vexwarin ji berbesta(barîkad) zimanê kirkiragî bifilite û bikeve nav qirrik û borrîhewayê. Di rewşek wisa de mirov bê hemdê xwe dikuxe û ew madeyên biyanî bi zora pestoya hewayê ji borrîhewayê tê avêtin. Rûyê navî yê qirrikê bi rûkeşexaneyên kûlkdar û xaneyên goblet dapoşî ye.
Dengê mirov di qirrikê de peyda dibe, loma navê qirrikê wekî sindoqa dengê (voice box) jî tê zanîn. Beşa qirrikê ya deng peyda dike wekî zengîlok( bi îngilîzî:glottis) bi nav dibe. Zengîlok ji cotek dengejê, qata vestîbulî (bi îngilîzî: vestibular fold) û qelîştoka navbera dengejêyan pêk tê. Dema henasedanê herdu dengejê ji hev dûr in, hewa di nav qelîştoka dengejêyan de bi hesanî derbas dibe. Lê dema deng derxistinê, cota dengejê nêzikê hev dibin rê li ber herrika hewayê digirin. Hewa bi zorê ji pişikan ber bi derve diherrike. Pestana hewaya pişikê dengejêyan dilerizîne, bi vî awayê deng peyda dibe. Dengejê, gava ji pişikan henasê te dayîn, deng dirust dike, ango dema henasegirtinê deng peyda nabe. Dengê di qirrikê de peyda dibe bi alîkariya ziman, diran, esmanê dev û levan diguhere û dibe pît an jî peyv. Dengê her mirovek ji yê dinan cuda ye. Dirêjî û şidaniya dengêjeyan, cureya deng diyar dike. Hormona testosteronê bandor li ser gewrebûna kirkiragên qirrikê dike.Bi gelemperî qirrika zilaman ji ya jinan gewretir e. Herwiha dengê zilaman jî yê jinan berztir e.





2019/10/16

Difinê mirov





Difin, poz, lût, bêvil, kepî an jî kepû.
Difin endamê henaseyê û endamê hesta bêhngirtinê ye. Gava em li rûyê kesekî dinihêrin, em beşa derve yê difinê mirov dibînin. Ev beşa ji derve de dixuye, ji kirkirag û hestiyên bi çerm(pest) dapoşî pêk te. Şêweya beşa difinê derve, bandor li ser bejnûbala mirov jî dike. Mezinahiya difin bomaweyî(genetîk) ye û ji aliyê hormonan ve tê kontolkirin. Hormona testosteronê bandor li ser gewrebûna hestiyên difinê dike, loma bi gelemperî difinê zilaman ji yê jinan mezintir e .
--Pêkhateya difinê--
Difin deriyê serekî ye ji boy henasegirtinê. Hewa ji herdu kunên pêşî yê difinê dikeve hundirê difin. Herdu kunên difinê bi dîwarek kirkiragî ya bi navê septum, ji hev cuda dibin. Septuma kirkiragî bi hestiyêkî difinê ya bi navê vomer ve yek dibe û difinekelênê dike du beş, beşa çepê û a rastê. Rûyê hundirî yê kunên difin, bi lîncemade û mû dapoşrav e. Hewa ji derve bi navbeynkariya kunên difinê derbasî difinekelênê dibe. Difinekelên ne pêkhteyek girtî ye. Ji aliyê pêşî ve bi kunen pêşî, ango bi kunên difinê, ji alîye paş ve bi kunenên hundir ve girêdayî ye. Kunên hundir hewaya nav difnekelênê arasteyê qirriq dikin. Herwisa li nav hestiyên derdora difnekelênê de hin valahiyên tûrikî hene, navê van pêkhateyan sînus e. Sînusên nezikê difin (bi îngilîzî:paranasal sinuses) jî bi difnekelênê ve girêdayî ne. Rûyê hundirî yên sînusan jî, wekî mîna rûyê difinekelênê, bi xaneyên kûlkdar û lîncemade dapoşîye. Hin caran ji ber tûşbûna hokarên nexweşiyê, kulbûna sînusan rû dide, ev rewş wekî nexweşiya sînuzîtê tê binavkirin.
Li ser dîwarê difnekelênê de sê cot hestiyên tenik, ên ko dişibin qalika sedefê (mîdye)heye, navê van hestiyan wekî konka(bi îngilîzî: concha) tê bi navkirn. Di zimanê latînê de ji boy ajalên avî yên bi qalik dorpêçî, yên wekî sedef û mîdye(bi îngilîzî:mussel) peyva concha tê bi karanîn. Konka rûyê difnekelênê firehtir dike. Herwiha hewaya ji derve tê, gava rastê konkayan tê, serûbin dibe û belavî nav difnekêlenê dibe, bi vî awayê karê henasedanê hêsantir dibe. Rûyê difinekelenê û konkayan bi rûkeşexaneyên kûlkdar (bi îngilîzî:ciliated epithelial cells) û lîncemade dapoşî ye. Rûkeşexaneyên kûlkdar, xaneyên derdanî lixwe digirin. Navê van xaneyan, xaneyên goblet e. Xaneyên goblet madeya lînc der dide. Di binê çîna rûkeşexaneyan(lînceperde) de jêrelînceperde heye, jêrelinceperde ji aliyê tora mûlûleyên xwînê ve gelek dewlemend e. Zêdehiya mûlûleyên xwînê hin caran dibe sedema xwînberbûna difinê.
Ji herdu çavan, coga hêsirê çav dirêj dibe nav difin, gava hêsir ji çavê mirov tê, di heman demê de hinek ji hêsir diherike nav difinê. Li gel çavan, di navbera guh û kutahiya difnekelênê de jî cog heye. Navê vê cogê, coga ostakî ye.(bi îngilîzî:eustachian tube). Li esmanê difinekelênê de ji boy behngirtinê demarên hestê heye. Kîmîkewergirên demarê hestê, bêhna tiştên bêhndar digire û dişîne mejî, li wir mirov, bêhna madeyan hest dike.
--Erkê difinê--
Ji boy henasedanê:
Hewaya henasegirtinê di nav difin û difinekelênê de tê parzûnkirin, paqijkirin, germkirin û şêdarkirin. Bi vî awayê egera tûşbûna borîhewa û pişikan a bi hokarên nexweşiyê, kêm dibe, guhaztin û alûgora gazên nav hewayê hêsantir dibe.
Parzûnkirin û paqijkirina hewayê:
Dibe ku bi henasegirtinê de li nav hewayê de, parçeyên tozê, bakterî, sporên kevzê û karokan, tozkulîk(polen) hwd hebe. Gava hewa ji kunên difinê derbasê hundir dibe, rastê mûyên difinê tê. Ji ber gurrahiya mûyan û hebûna lîncemadeyê, hewa li vir tê parzûnkirin û paqijkirin. Heke hinek parçeyên hûrik ji mûyên difinê bifilitin û derbasî difnekelênê bibin, îcar rastê xaneyên kûlkdar û lîncemade dibin. Parçeyên hûrik ên nav hewayê li ser lîncê dizeliqin. Xaneyên kûlkdar bi livîna kûlkan, lincemadeyê û parçeyên dinav lîncemadeyê pal dide û arasteyê gewrî dike. Van madeyan an bi kuxikê ji gewrî tên avêtin, an jî bi daqurtînê derbasî soriçikê dibin. Bi xebata hevbeş a xaneyên kûlkdar, lîncemade û mûyên difinê, hewaya henasegirtinê ji hokarên nexweşiyê û tozan paqij dibe.
Germkirin û hênikkirina hewayê:
Pileya germahiya laşê mirovê tendirust 37 pile santîgrad e û ji xeynî dema nexweşiyê, naguhere. Lê hewaya henasedanê her tim ne bi heman germahiyê ye. Zivistanê dinya sar e, havînê germ e. Heke havînê hewa ya 40-50 pile santîgrad , zivistanê hewa ya 1-2 pile santîgrad bi henasegirtinê rasterast bikeve nav pişikan, dibe ku ziyan bigihîje tenduristiya mirov. Divê ji boy hevsengiya pileya germahiya laş, germahiya hewaya henasegirtinê bê rêkxistin, hewaya sar divê bê germkirin, a germ jî divê bi hênikkirin û paşê werê şandin ji boy pişikan. Di bin linceperdeya difnekelenê de jêrelinceperde heye, jêrelînceperde gellek zêde mûlûleyên xwînê lixwe digire. Gava hewa di nav difin de derbas dibe, ji ber cudahiya germahî ya navbera laş û hewayê, di navbera xwîn û hewayê de alûgorkirina tînê dest pê dike. Heke hewa sar be, ji xwînê tîn diherike nav hewayê û hewa germ dibe, na heke hewa germ be, vê gavê ji hewayê tîn diherike nav xwînê û hewa hênik dibe. Ji ber girtina tîna hewayê germahiya xwînê pîçek zêde dibe, lê xwîn belavê laş dibe û bi alîkariya pest û xwêdanê, tîna laşê belavê hawirdorê dike û germahiya laş kêm dike.
Şêdarkirina hewayê
Hin caran dibe ku hewaya henasedangirtinê pîçek zuha be. Hewaya zuha gava li ser lînceperdeyê de ber bi qirrikê ve xiş dibe, ji lînceperdeyê molekûlên avê tevlê hewayê dibin û hewaya nav difin şêdar dikin. Hewaya şêdarbûye, bi hesanî ji parzûnê xaneyê sikildanokan diguhaze û derbasî nav xwînê dibe.
Bêhngirtin
Bêhngirtin bi navbeynkariya hestewergiran rû dide. Cureya hestewergirên ji boj bêhngirtinê kîmîkewergir e . Li esmanê difinekelênê de rûkeşeşaneya bêhngirtinê (bi îngilîzî:olfactory epithelium) heye. Rûkeşaşaneya behngirtinê demarên hestê yên kûlkdar lixwe digire. Liqupopên(dendirîd) hestedemaran di nav lîncemadeya difnekelênê dirêj dibin. Gava molekulên bêhndar di nav hewayê de digihîje esmanê difnekelênê, di nav lîncemadeyê de dihele(ditiwêne). Molekulên bêhnê bi kûlkên hêstedamaran ve tên girêdan, ev rewş ji boy hêstedamar dibe kartêker. Demarên hestê ev kartêkerê radigihîne mejî, li mejî hesta bêhnê peyda dibe. Anko molekulên bêhndar bi hewaya henasegirtinê dikeve nav difin, di nav lînca difinê de dihele û ji aliyê hestewergiran wekî kartêker tên girtin û ber bi mejî ve tên şandin, boy peydabûna hesta bêhngirtinê. Loma dive difinekelên hertim şil be û bi lîncemadeyê dapoşî be ko bêhna malekûlan bên girtin.
Rêkxistina hevsengiya pestoya perdeya guh
Naverasta guh, bi navbeynkariya coga ostakiyê bi gewriya difinî (bi îngilîzî:nasopharnx) ve giridayî ye. Difnekelên jî di devere gewriya difinî de bi dawî dibe, ango hewaya henasegirtinê ji difnekelênê derbasî beşa gewriya difinî dibe. Di navbera beşa guhê derve û guhê naverast de perdeya dengê heye. Coga ostakî ji gewriya difinî dirêjê beşa guhê naverastê dibe. Deng û hewa bi coga bihistinê digîhîje perdeya guh. Dengên berz li ser perdeya guh pesto peyda dike. Dibe ku ev pestoya yekalî ziyan bide perdeya guh, loma divê pestoya ji aliyê derve tê, li aliyê guhê naverast ve bê hevsengkirin. Hewaya ko ji dev û difin digihîje gewriyê, bi navbeynkariya coga ostakîyê, tê guhaztin heta guhê naverastê. Bi vî awayê pestoya hewayê yeksan dibe li ser herdu aliyên perdeya guh.


2019/10/14

Coga henaseyê




Hemû xaneyên mirov ji boy çalakiyên xwe, molekula ATPyê wekî çavkaniya enerjiyê bi kar tînin. ATP(Adenozîna sê fosfatî) di xaneyan de ji hilweşandina xurekên wekî,glukoz, glîserol, asîda çewrî, asîda amînî tê bi destxistin. Ji boy hilweşandina xurekan, li gel endamok û enzîman, pêdiviya xaneyê bi molekula oksîjenê jî heye. Hewa %21 oksîjen lixwe digire. Divê ev oksîjena hewayê bigîhije hemû şane û xaneyên laş. Gava xurek bi navbeynkariya oksîjenê tê hilweşandin boy ATPyê, gaza karbona dîoksîd jî wekî madeya paşmayî peyda dibe. Divê karbona dîoksîd a nav xaneyan, ji xaneyên kurahiya laş de bê avêtin boy derveyî laş. Ji boy alûgor(guhertin) û guhaztina oksîjen û karbona dîoksîdê koendama henaseyê û koendama dileûleyê bi hev re kar dikin.
Coga henaseyê jî beşek ji kondama henaseyê ye. Erka coga henaseyê, guhaztin û alûgora gazan a li navbera hewa û koendama dilelûleyê(bi îngilîzî:cardiovascular system) ye, lê li gel vî karê, hin erkên din ên coga henaseyê jî heye, evana; germkirin, paqijkirin û şêdarkirina hewayê, dabînkirina bergiriya giştî, peydakirina deng, û bêhn girtin e. Coga henaseyê ji difin û devê mirov dest pê dike hetanî pişikan dirêj dibe, di kotahiya coga henaseyê de sikildanokên hewayê heye.
--Pêkhateya coga henaseyê--
Rûyê navî ya coga henaseyê bi rûkeşexaneyan ve dapoşî ye. Di nav rûkeşexaneyan de hin xaneyên derdanî hene navê van rûkeşexaneyan “xaneyên goblet” e. Xaneyên goblet lîncemade(bi îngilîzî,mucus) derdide. Ji ber derdana xaneyên gobletê,rûyê rûkeşexane jî bi lîncemade dapoşî ye û rûyê coga herisê hertim şêdar e. Rûkeşexaneyên difnekelên, borîhewa û liqeborihewa xaneyên kûlkdar(bi îngilîzî: ciliated cell) lixwe digirin. Qirrik, borîhewa û liqeborîhewa pêkhateyên kirkiragî ne.
--Beşên coga henaseyê--
Li gor cihên pêkhate û endaman, coga henaseyê dabeş dibe du beşan.
-Jorê coga henaseyê-
Difinekelên, gewrî û qirrik wekî beşa jorê ya coga henaseyê tê bi navkirin.
-Xwarê coga henaseyê -
Borîhewa, liqeborîhewa û pişik jî wekî beşa xwarê ya coga henaseyê tê bi navkirin. Pişik, borîkên hewa û sikildanokên hewayê lixwe digire.
Li gor guhaztin û alûgora gazan coga henaseyê dabeşê du beşa dibe
-Devera gihandinê-
di vî beşa coga herisê de gazên henaseyê ji difin ber bi pişikan ve, an jî ji pişikan ber bi dev û difin ve tê guhaztin. Difin, gewrî, qirrik, borîhewa, liqeborîhewa û borîkên hewa pêkhateyên devera gîhandinê ne. Oksîjen û karbona dîoksîdê di nav van pêkhateyan de tê gîhandin.
-Devera henasedanê-
Di vî deverê de raste rast alûgora gazan rû dide. Coga kîsikê sikoldanokê û sikildanokên hewayê beşa devera henasedanê ye.
--Cureyên henasedanê--
Di laşê mirov de du cure henasedan rû dide, henasedana derve û henasedana navî. Di navbera hewa û xwînê de alûgora gazan wekî henasedana derve tê bi navkirin. Henasedana derve bi navbeynkariya coga henaseyê, di pişikan de rû dide. Di navbera xwîn û xaneyên laş de alûgora gazan jî wekî henasedana navî bi nav dibe. Henasedana navî bi navbeynkariya koendama dilelûleyê pêk tê.


2019/10/13

Koendama henaseyê






Ji kerema xwe dest ji henasedanê berde!. Gelo bê henasegirtinê tu dikarî demek dirêj bimînî? Hewl bike, bê ko henase bigirî, vî nivîsê heta dawî bixwîne. Bi gelemperî mirov dikare herî zêde sê xulek bêhenasedanê bimîne. Heke mirov bixwaze jî nikare henasedana xwe bide sekinandinê, ji ber ko kontrola henasedanê di destê koendama demara xweyê de ye. Koendama demarî şev û roj, dema tu radizê an jî dema tu dixebitî henasegirtin û henasedanê didomîne. Mirov gava karê giran an jî werziş nake, serê xulekê 15-20 car henase werdigire.
Pêdiviya hemû xaneyên me bi enerjiya ATPyê heye. ATP di nav xaneyê de ji xurekên herisbûyî tê bi destxistin. Lê ji boy destxistina ATPyê, divê xurek bi gaza oksîjenê ve bikeve reaksiyonê. Loma li gel xurekan, divê hertim bi têra xwe oksîjen jî di xaneyê de hebe. Gava oksîjen xurekan têkdişkîne boy ATPyê, gaza karbona dîoksîd jî peyda dibe, lê ev gaz, gazek ziyanbexş e ji boy xane û şaneyên mirov, divê bi demildest ji laşê mirov bê dûrxistin.
Bi xebata koendama henaseyê oksîjen û karbona dioksîd di navbera hewa û xaneyên laş de tê guhertin. Ango bi henasegirtinê oksîjen ji hewayê dikeve nav laş, bi henasedayînê, karbona dîoksîd ji laş ber bi hewa tê dûrxistin.
Riya oksîjenê ji derve hetanê xaneyan;
dev û difin-gewrî-qirirk-borîhewa-liqên borîhewa-borîkên hewa-sikoldanok-mûlûleyên xwînê-xwîn-xane ye. Riya karbona dîoksîdê jî berevajiyê riya oksîjenê ye, ango ji xaneyan dest pê dike, di dev û difin(poz) de bi dawî tê.


2019/10/11

Rêkxistina koendama herisê



Ji boy despêkirin, domandin an jî dawîanîna heriskirin û mijîna xurekan, hemû şert û mercên coga herisê ji aliyê hormonên herisê û koendama demar ve tê rêkxistin.
--Rêkxistina demarî--
Li ser dîwarê coga herisê de gelek cure wergir hene, çalakiya van wergiran ji boy rêkxistina karê heriskirinê ye. Ji van wergiran, mîkanîkewergir, kîmîkewergir û osmosewergir dikarin pê ji kartêkerên(hişarker) mekanîkî, kîmyayî û osmosî bihesin. Wekî mînak, tijîbûn û firehbûna gedeyê ji ber xwarinê, cureya xurekan(çewrî,karbohîdrad û proteîn) û mêjara avê û şilemenîyên nav xurekan ji boy wergiran hişarker e. Wergir ne bi tena serê xwe ne, li ser diwarê coga herisê de li gel wergiran, torên demar(nerve plexuses) jî heye. Torên demar bi koendama demar a navendî ve girêdayî ye. Wergir kartêkeran werdigire, bi navbeynkariya van toran, dişîne demarekoendam a navin. Sînyalên ji wergiran, dibe ku derdana hormon û enzîman bide destpêkirin, an jî leza perîstaltiyê zêde an kêm bike. Herwiha hestên birçîbûn û têrbûnê jî ji ber çalakiya wergiran peyda dibe. Asta glukoza xwînê ji ya asayî kêmtir be, mirov birçî dibe, xurek dixwe û koendama herisê çalak dike, heke asta rêjeya glukoza xwînê ji ya asayî berztir be, vê gavê mirov xwe têr hest dike. Mejiyê mirov navend e ji boy hesta birçîbûn û têrbûnê.
Masûlkeyên coga herisê û masûlkeyên li dîwarê lûleyên xwînê ji lûsemasûlkeyan pêk tê. Çalakiya lûsemasûlkeyan bi riya xweye demarekoendam ve tê kontrolkirin. Demarekoendama xweyî ji du sîsteman pêk tê; sîstema sîmpasawî û sîstema parasîmpasawî. Bi gelemperî sîstema parasîmpasavî çalakiya coga herisê zêde dike, sîstema sîmpasawî jî çalakiya heriskirinê kêm dike. Ragihandinên ji koendama demar ber bi coga herisê, bi navbeynkariya demara vagus ve pêk tê.
--Berteka demarî li dij xurekan--
Koendama demar li dij xurekan bi sê qonaxê sereke bertek nîşan dide.
Qonaxa serî(mejî), qonaxa gedeyî û qonaxa rûvî. Ev hersê qonax jî di bin kontrola koendama demar de, bi alîkariya gelek enzîm û hormonan rû dide.
Qonaxa serî:
Qonaxa yekem a ji boy bersîvdana xurekan, li koendama demar a navîn, di mejî de dest pê dike.
Hê ko xurek neketiye nav coga herisê, bêhnkirin, tahmkirin, dîtin an jî fikirîna xurekemadeyan dibe kartêker ji boy koendama demar. Ji ber van kartêkeran koendama demar lîkerijenan hander dike ji boy derdana lîkê. Herwiha gedeyê hander dike ji boy derdana şileya gedeyê û lîncemade. Bi vî awayê koendama demar gedeyê amade dike ji boy wergirtina xurekemadeyan.
Qonaxa gedeyî:
Gava xurek digihîjin gedeyê, qonaxa gedeyî destpêdike. Asîda gedeyê û enzîm dest bi heriskirina xurekên nav gedeyê dikin. Firehbûna gedeyê, bilindbûna pileya pHê û hebûna xurekên neherisbûyî, qonaxa gedeyî hander dike. Di vî qonaxê de, ji ber çalakiya koendama demar û hormonan, girjbûna gedeyê û derdanên gedeyê zêde dibe.
Qonaxa rûvî:
Gava kîmos ji gedeyê derbasî rûviya zirav dibe, qonaxa rûvî jî dest pê dike. Kîmos ji boy derdana enzîmên herisê, rûviya zirav hander dike. Herwiha kîmos hin hormon û demaran hander dike ji boy kontrolkirina derdanên kezeb, pankreas û kîsikê zeravê. Qonaxa rûvî leza valabûna gedeyê jî kontrol dike.
--Berteka hormonî li dij xurekan--
Gelek hormon ji boy koendama herisê kar dikin, lê ji wana sê heb; gastrîn, kolesîstokînîn û sekretîn hormonên bingehînîn ji boy rêkxistina heriskirinê.
Di qonaxa gedeyî de demara vagus sînyal radigihîne gedeyê, ji xaneyên dîwarê gedeyê hormona gastrîn tê berhemkirin û derdan. Gastrîn jî hin xaneyên gedeyê hander dike ji boy derdana asîda gedeyê(Asîda hîdroklorî (HCl)) û enzîma pepsînojenê. Gava gede vala ye, îcar divê derdana gedeyê jî kêm be, loma hormona enterogastron a di rûviya zirav de tê berhemkirin çalakiya gastrînê kêm dike. Li gel hormona enterogastronê, hormona sekeretîn û kolesîstokînîn jî ji aliyê xaneyên dîwarê rûviya zirav ve tê berhemkirin û derdan. Hormona kolesîstokînîn bandor li ser pankreasê dike ji boy derdana enzîmên herisê(amîlaz, lîpaz, trîpsînojen û kîmotrîpsînojen). Herwiha hormona kolesîstokînîn kîsikê zeravê jî girj dike, zerav ber bi rûviya zirav ve diherike. Hormona sekretîn kezebê hander dike ji boy berhemkirina zeravê. , di heman demê de pankreasê hander dike ji boy derdana îyonên bîkarbonatê. Îyonên bîkarbonat û xwêyên zeravê kîmosa asîdî ya ji gedeyê nû hatî, nêtar dikin. Bi vî awayê enzîmên herisê di rûviya zirav de hê baştir kar dikin

2019/10/07

Mijîna xurekan





                      Xurekên aloz bi herisa mekanîk û kîmyayî di coga herisê de tên têkşikandin boy molekulên sakar. Xaneyên laş van molekulên sakar ji boy destxistina enerjiyê, berhemkirina protein, enzîm û hormonan, an jî ji boy çêkirina xane û endamokên nû bi kartîne. Xurek ji dev hetanî tortorikê di nav coga herisê de diherike. Coga herisê di nav laşê mirov de ye, lê xurekên nav cogê ne di nav xane û şaneyên mirov de ye. Ji boy ji xurekan sûd bigire, divê xurek bikeve nav xaneyên laş. Hin ji xurekemadeyan, rasterast li dev û gedeyê tê mijandin, lê qada esasî ji boy mijîna xurekan rûviya zirav e.

--Mijîna xurekan di rûviya zirav de--
Rojê ji10 lître zêdetir xurek, şilemenî û derdanên herisê dikeve nav coga herisê. Ji vana bi qasî lîtreyek derbasî rûviya stûr dibe, ên din di rûviya zirav de tên mijandin. Rûviya zirav hema hemû xurekên herisbûyî, %90ê avê, %80yê xwê û kanzayan dimijîne.
Rûviya zirav bi dirêjiya 6-7 metre û bi qalindiya 2,5cm e. Xurek, ji aliyê xaneyên rûkeş ên rûviya zirav ve tê mijîndin. Ji rûyê navî ya rûviya zirav pêkhatyên wekî mîna tilî ber bi xurekan ve dirêj dibe, ev pêkhate wekî memîle bi nav dibe.
Memîle rûberê rûyê navî yê rûviya zirav fireh dike. Rûyê memîle bi rûkeşexane yên mijer dapoşî ye. Xaneyên mijer jî Ji bo zêdekirina rûyê rûviya zirav, ji parzûna xaneyê pêkhateyên wekî mîna kûlkan, ber bi valahiya coga herisê (lumen) dirêj dikin. Ev pekhateyan wekî wirdememîle tê binavkirin. Memîle û wirdememileyan rûyê rûviya zirav bi qasî 300m2 fireh dike, ev rûyê fireh ji bo guhestina xurekan a ji coga herisê derfet çê dike. Xurek pêşî ji valahiya cogê derbasî xaneyên mijer dibe, paşê bi navbeynkariya lûleyên xwînê û lîmfê belavê laş dibe.Guhestina xurekan a ji coga herisê ber bi xaneyên rûkeş, bi çendan riya pêk tê. Hin xurek bi veguhastina pasîf, hinek jî bi veguhastina çalak ji parzûna xaneyên rûkeş derbasî nav xaneyan dibe. Wekî mînak fruktoz bi veguhastina pasîf a hêsankirî, av bi veguhestina pasîf a osmosê, asîdên amînî jî bi veguhestina çalak ji coga herisê derbasî nav xaneyên rûkeş dibin.
Piraniya yekeyên(monomer) karbohîdrad, çewrî û proteînan di beşa rûviya birçî ya rûviya zirav de tê mîjandin. Xwêyên zeravê û vîtamîna B12 di kutahiya rûviya badayî de tê mijandin. Memîle, mûlûleyên xwînê û lîmfê lixwe digire. Mûlûleyên memîleyan xurekê dimijîne. Asîdên çewrî û monoglîserîd di nav xaneyên rûkeş de yek dibin boy trîglîserîdê. Trîglîserîd bi proteîn, fosfolîpîd û kolestrolê ve yek dibe. Ev pêkhate wekî şîlomîkron tê bi navkirin. Şîlomîkron ji xaneyên rûkeş derbasî mûlûleyên lîmfê dibe û di nav şileya lîmfê de ber bi dil ve tê guhestin. Herwiha, vîtamînên di lîpîd de tiwawe ; Vîtamîna A,D,E û K jî bi şileya lîmfê tê guhastin. Ji xeynî çewrî, xurekên din ji rûkeşexaneyan derbasî nav mûlûleyên xwînê dibin. Xurekên di nav mûlûleyên xwînê bi navbeynkariya xwînhênera derî ya kezebê, ber bi kezebê ve tê guhestin. Ango ji bilî çewriyan, hemû xawarin û vexwarin ji coga herisê rasterast tê guhestin boy kezebê. Ji kezebê jî bi navbeynkariya xwînhêneran xurek ber bi dil ve tê guhestin, dil jî di nav xwînê de xurekê belavî tevahiya xane û şaneyên laş dike. Ji ber ku cara peşî kezeb bi xurekan ve rû bi rû dimîne, rekxistina mijera xureka laş jî di kezebê de pêk tê. Wekî mînak; asta rêjeya glukoza xwînê bi navbeynkariya hormonên însulîn û glukagonê, di kezebê de tê rêkxistin. Herwiha heke di nav xurekan de madeyên jehrî hebe, ev madeyan jî ji aliyê xaneyên kezebê ve tê bêbandorkin.

--Mijîna xurekan di rûviya stûr de--
Li ser rûyê rûviya stûr de ji boy mijînê, memîle û wirdemamîle tune. Her wiha rûviya stûr enzîmên herisê jî berhem nake. Jixwe rûviya zirav hema hemû xurek û şilemeniya nav coga herisê dimijîne. Hinek av, vîtamîn, kanza û hin derman ji aliyê xaneyên rûviya stûr ve tê mijandin. Di rûviya stûr de gelek cure bakterî dijin, lê vana ne bakteriyên ziyanbexş in. Beravajî wî, hin ji van bakteriyan ji boy mirov sûdbexş in, xurekên neherisbûyî perçe dikin, di heman demê de vîtamînên B û vîtamîna K jî berhem dikin. Van vîtamînan ji aliyê xaneyên rûviya stûr ve tên mijandin û di xaneyên mirov de tên bi karanîn. Xurekên neherisbûyî û yên nehatine mijandin êdî wekî pîsayî bi nav dibe.