Celadet Alî Bedîrxan

Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)

2022/03/28

Mîz


 Mîz (bi înglîzî: urine) şilemenîyek laş e ji aliyê gurçikan ve ji plazmaya xwînê tê berhemkirin, di mîzdankê de tê embarkirin û bi mîzerê ji laş tê avêtin.

Di gurçikan de mîz ji plazmaya xwînê bi sê gavên serekî tê cihêkirin; parzûnkirin, dubaremijîn û derdan. Çêbûna mîzê di nefronên gûrçikan de bi parzûnkirina plazmaya xwînê dest pê dike. Her ko şilemenî di nefronan de derbas dibe, hinek av û molekulên kêrhatî ji nefronan dubare tên mijîn û derbasî nav xwînê dibin, paşmayî û madeyên bêkêr di nefronan de dimîne. Di heman demê de hin paşmayîyên nav palzmaya xwînê yên nehatine parzûnkirin, bi derdanê derbasî nav nefronan dibin. Bi vî awayê mîz peyda dibe. Ango çavkaniya mîzê xwîna mirov e. Mîz ji gurçikan derbasî mîzdankê dibe û li wir tê embarkirin. Dema mîzkirinê, mîz ji mîzdankê ber bi mîzerê diherike, mîz ji mîzerêyê ji laş tê deravêtin.
--Pêkhateya mîzê--
Mîz şilemeniyek avî ye. Av, paşmayîyên nîtrojenî, xwêyên zêdeyî û madeyên bêkêr pêkhateyên serekî yên mîzê ne.
% 96ê mîzê ji avê, % 2.5 ji paşmayîyên nîtrojenî, % 1.5ê mîzê ji xwêyan pêk tê.
Taybetmendî û pêkhateya mîzê guherbar e, li gor mêjara vexwarina avê, germahiya hawirdorê, cora xurekên hatine xwarin û çalakiya laş rêjeya pêkhateyên nav mîzê diguhere. Wekî minak; rojên ko mirov karên giran dike û gellek xwêdan dide, rengê mîza mirov ji rengê zer a vekirî diguhere bo zer a tarî û ji mîza mirov piçek zêdetir bêhn ra dibe.
Qebareya mîza di rojek de tê berhemkirin, guherbar e. Li gor mêjera vexwarina avê û madeyên tîwawe yên nav ava mîzê, qebare û xestiya mîzê jî diguhere.
Mirovek tendurist rojê 1 heta 2 lître mîz bi mîzkirinê ji laş davêje. Ji bo dûrxistina paşmayîyên ziyanbexş, divê gurçik rojê herî kêm nîv lître mîz berhem bike û ji laş dûr bixe.
Paşmayiyên ji tekşikestina xirokên sor, bandor li ser rengê mîzê dikin. Xirokên sor proteîna hemoglobînê lixwe digirin. Her hemoglobînek jî çar komeleyên hem lixwe digire. Komeleyên hem di kezebê de tên guhertin û ji bo berhemanîna zeravê tên bikaranîn. Mîza asayî rengê xwe ji zeravê digire, lê hin derman, vîtamîn an jî hin cor xurek jî bandor li ser rengê mîzê dikin.
Heke mirov ji bo demek vexwarina avê kêm bike, qebareya miza mirov jî kêm dibe, mîz xest(tîr) û zer dibe, lê heke mirov di demek kurt de mêjarek zêde av vebixwe, vê gavê qebareya mîza mirov zêde,dibe, mîz ron û bêrenk dibe. Koendama mîzê bo rêkxistina hevsengiya osmozî çevderiya mêjera av û tîwaweyên nav şilemeniya laş dike. Heke di laş de av zêde be, ava zêdeyî bi navbeynkariya gurçikan ji xwînê tê parzûnkirin û di nav mîza ron û bêrenk de ji laş tê avêtin. Herwisa heke di nav xwînê de mêjera tîwaweyên wekî îyonên sodyum, potasyum hvd zêde be, vê gavê evan îyon û xwêyan di nav mîza tîr û zer de tên avêtin.
Çêbûna mîzê ji bo paqijkirana xwînê ye. Mîz şilemenîyek asîdî ya bi pH ya 4.5 heta 8 e. Ji ber zîndeçalakiyên laş gellek asîd peyda dibe. Lê pH ya asayî ya xwîna mirov 7.4 e û divê di xwînê de pH neguhere. Bi gelemperî îyonên hîdrojenê (H +) dibin sedema zêdebûna asîdîya hawirdorê. Gurçik bi du rêkan rê li ber guherîna pH ya xwînê digire. Gurçik ji bo kêmkirina pHa xwînê, iyonên bîkarbonatê (HCO 3– ) ji şilemeniya mîzê dubare dimijîne nav xwînê. An jî Îyonên hîdrojenê yên nav xwînê der dide nav şileya mîzê û ji laş dûr dixe.
--Testa mîzê--
Mîza asayî ya mirovek tendurist xwediyê hin taybetmendiyan e, guherîna van taybetmendiyan dibe ko nîşana hin nexweşiyan be. Loma gava pirsgirekên tendrustiyê li mirov peyda dibe, doktor bi testa mîzê hewl didin ko ji laşê nexweşê hê pirtir agahî bistînin.
% 95ê qebareya mîza asayî ji avê pêk tê. Mîza asayî bi rengê zerê vekirî an jî bêreng e, bêbêhn e. pH ya mîza asayî di navbera 4.5 û 8 de ye. Di mîza asayî de xirokên sor cih nagire, hejmara xirokên sipî pir hindik e. Mîza asayî proteîn û glukoz lixwe nagire, an jî bi mêjerek hindik lixwe digire. Di pêkhateya mîza asayî de keton û nîtrît cih nagirin. Herwisa mîza asayî madeyên wekî ure, klor, sodyum, potasyum, kreatîn û hin madeyên din lixwe digire û asta rêjeya heryekê van madeyan jî ji bo mirovê tendirust dîyar e.
Divê di mîza mirovê tendurist da xaneyên xwînê hema qet tune bin. Di mîzê de hebûna xirokên sor nîşana kulbûna nefronan e. Herwisa divê di mîzê de hejmara xirokên spî jî gellek kêm be, di nav mîzê de hejmara zêde ya xirokên spî nîşana hebûna birîn û kûlbûniyên coga mîzê, stûyê malzarokê an jî zêyê ye.
Di nav mîzê de hebûna belûrên(krîstal) kalsiyumê, magnezyumê û yên amonyumê tiştek asayî ye. Lê heke belûrên sîstîn( cystine) û tîrozînê ( tyrosine) di mîzê de were dîtin, dibe ko ev nîşana nexweşiyên kezebê be.
Gava asta glukoza xwînê ji 180 mg/dL bilindtir dibe, di mîzê de glukoz jî tê dîtin. Di nav mîzê de hebûna glukozê dibe ko nîşana nexweşiya şekir (diyabet) be.
Di nav mîzê de bi mêjerek zêde hebûna proteînan, bi taybetî hebûna albumîn nexweşiya gurçikan destnîşan dike(--3a).
Keton paşmayî yê çewriyan e. Heke di nav mîzê de bi mêjerek zêde keton were dîtin, ev rewş dide nîşankirin ko xane ji bo destxistina enerjiya ATP yê, li dewsa glukozê asîdên çewriyê bikar tîne. Her wisa heke di laş de kêmasiya karbohîdrat û proteînan hebe, asta rêjeya ketona mîzê jî bilind dibe.
*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.



2022/03/23

Paşragihandina erenî

 

    Paşragihandina erenî (bi înglîzî: positive feedback); mekanîzmayek taybet e ko bi xurtkirina bandora kartêkirê, lezandin an jî bihêztirkirina zîndeçalakiyê dabîn dike.
    Ji rijênek derdana hormon, di laş de bersîvek sirûştî peyda dike. Hin pêkhateyên vê bersîvê bi ragihandinên xwe bi awayekî rasterast an jî nerasterast bandor dikin li ser heman rijênê hormonçêker, ev rewş wekî paşragihandin tê navkirin. Di laşê zîndeweran de koendama hormonan û koendama demar, bi hev re bo çerxa paşragihandinê kar dikin. Di piraniya paşragihandinan de erkê sereke yê hormonan e. Lê di laşê mirov de hin çerxên paşaragihandinê tenê bi navbeynkariya koendama demarê rû dide. Wekî mînak; germahiya laşê mirov bi mekanîzmaya paşaragihandinê tê rêkxistin. Di rêkxistina germahiya laş de ne hormon lê koendama demar kar dikin bo dabînkirina hevsengiyê.
Du corê paşragihandinê heye; paşragihandina neyînî û paşragihandina erenî
    Paşragihandina neyînî ji bo rêkxistina hevsengiya navekî kar dike. Bi bandora paşragihandina neyînî aresteya çalakiyê diguhere. Ango heke tiştek di laş de zêde bûye, wê kêm dike, na heke kêm bûye wê zêde dike û asta wê tiştê nêzîkê xala asayî dike. Di laşê zîndeweran de piraniya zîndeçalakî bi paşragihandina neyînî tên kontrolkirin.
--Rêbaza paşragihandina erenî--
    Berevajiyê paşragihandina neyînî, paşragihandina erenî di laşê mirov de hevsengiyê rêk naxe, lêza çalakiyê kêm nake, lê bandora kartêkirê xurt dike. Ango erkê paşragihandina erenî, ne ji bo dabînkirina sabitmayina rewşa laş û hevsengiya navekî ya laş e. Di mekanîzmayên paşragihandina erenî de bandora kartêkira destpêkê gav bi gav zêde dibe, loma her ko kartêkir çalakiya xwe didomîne, di şane an jî endama armanc de bertek jî her ko diçe zêde dibe.
Paşragihandina erenî bandor li ser çalakiya destpêkirî dike, ango zîndeçalikiyê ji nûve nade destpêkirin. An berdewamiya çalakiyê dabîn dike an jî leza çalakiyê zêde dike bi vî awayê çalakiyê taw dike (bi înglîzî: to accelerate)
Di laşê zîndeweran de hejmara zindeçalakiyên ko bi navbeynkariya paşragihandina erenî rû didin, hindik in.
--Mînakên paşragihandina erenî di laşê mirov de--
Hin mînakên paşragihandina erenî di laşê mirov de:
• Di dema birîndarbûyînê de rûdana xwînmeyînê,
• Di dema zayînê (zarokanîn) de girjbûna masûlkeyên malzarokê.
• Kontrola derdana şîrê dayikê bi şîrmijîna dergûşê
• Kontrola hêkdanê bi zêdebûna rêjeya hormona êstrocênê
    Dema di laş de birindarbûn rû dide, lûleyên xwînê dipelixin an jî diqelişin. Di nav xwînê de perikên xwînê (bi latinî: platelets) heye. Perikên xwînê li derdora beşa ziyangirtî de kom dibin. Derdanên kîmyayî yên ji perikên xwînê bi paşragihandina erenî hê pirtir perikên xwînê li ser xwe kom dikin. Paşê koma perikan bi rêzeçalakiyên kîmyayî, bi meyîna xwînê, li ser birînê qalikek ava dikin û rê li ber xwînberbûnê tê girtin.
    Dema zayînê (zarokanîn) ji ber paldana serê dergûşê, li dîwarê stuyê malzarokê de pesto peyda dibe, pesto wekî kartêkirek kar dike. Wergirên li stuyê malzarokê(bi latînî: cervix) kartêkirê ber bi demaxê dişîne. Ji demax, hormona oksîtosîn (bi grekî: oxytocin) tê derdan bo girjbûna malzarokê. Girjbûna malzarokê pestoya li stuyê malzarokê zêdetir dike, pestoya stuyê malzarokê jî dîsa wergiran han dike ko ji hîpotalamusê hê pirtir oksîtosîn were berhemkirin û bi navbeynkariya hîpofîzê were derdan. Derdana oksîtosînê masûlkeyên malzarokê hê pirtir girj dike, masûlkeyên girjbûyî, dergûşê ber bi zêyê pal didin. Bi vê awayê masûlkeyên stuyê malzarokê hê pirtir vedikêşin, pestoyek hê zêdetir peyda dibe, ev pesto jî dîsa ji aliyê wergiran ve ber bi demax ve tê şandin. Ev çerx heta dawiya zayîna dergûşê didome. Piştê zayînê, kartêkir (vekêşina stuyê malzarokê) namîne, loma derdana oksîtosînê jî radiweste. Di vê mînakê de em dibînin ko paşragihandina erenî alîkarî dike bo temambûna çalakiyê, heke masûlkeyên malzarokê bi têra xwe girj nebin, zayîna dergûşê (çalakî) jî temam nabe.
    Şîrê dayikê jî bi paşragihandina erenî tê derdan. Li derdora gopika memikê de wergir hene. Gava dergûş memik dimije, wergir sinyal dişînin hîpotalamusê. Hîpotalmus, hîpofîza pêş han dike bo derdana prolaktînê, hîpofîza paş jî han dike bo derdana oksîtosînê. Ev herdu hormon bi navbeynkariya xwînê digihîje memikan. Prolaktîn berhemkirina şîr, oksîtosîn jî derdana şîr rêk dixe. Her ko şîr tê derdan, dergûş jî memikan dimije û hîpotalamusê han dike. Bi vê awayê çerxa paşragihandina erenî didome heta ko di memikan de şîr nemîne an jî dergûş dev ji mijînê berde, paşê derdana şîr diqede.
    Di qonaxa çikildanê ya çerxa mehane de ji ber hormona derpirandinê, ji hîpofîza pêş hormonên FSH û LH tê derdan. Hormona FSH û LH di hêkdankê de bandor li çikildanan dike û perisîna çikildnan dest pê dike. Ji xaneyên granuloza yên çikildanan, hormona êstrocen tê derdan. Êstrocen bi paşragihandina erenî bandor li hîpotalamusê dike ko hê pirtir ji hormona derpirandina der bide. Bi derdana hormona derpirandinê hê pirtir FSH û LH ji hîpofîzê tê derdan. Derdana FSH û LH jî dibe sedema derdana hê pirtirîn êstrocen. Ev rewş dibe sedema zêdebûna xestiya LHyê. Çerxa paşragihandina erenî heta hêkdananê didome.
*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.




2022/03/17

Paşragihandina neyînî

 


    Paşragihandina neyînî (bi înglîzî: negative feedback) rêbazek hevsengiya navekî ye ko berhema dawî ya rêzeçalakiyê, rê li ber heman rêzeçalakiyê digire.
    Ji ber zîndeçalakiyên xane û şaneyên zîndwerê an jî ji ber hawîrdora derve ya zîndewerê, di hawirdora navî ya zîndewerê de kêmbûn an jî zêdebûna hin tiştan peyda dibe. Ango di hawirdora navî ya zîndewerê de asta asayî (bi înglîzî: set point) ya hin tiştan diguhere, lê divê hemû guherîn bêne sererastkirin. Ji bo hevsengiya navekî, divê zîndewer ji guherînên hawirdora derveye û hawirdora navî ya laşê xwe agahdar be. Zîndewer bi wergirên xwe ji hawirdora xwe agahî tov dike.
Zîndewer ji bo hevsengiya navekî du cor paşragihandin bi kar tînin:
paşragihandina neyînî û
paşragihandina erenî (bi înglîzî: positive feedback).
    Paşragihandina neyînî rêbaza bingehîn e bo rêkxistina hevsengiya navekî ya ajalan. Paşragihandina neyînî di kontrolkirina hevsengiya navekî de, pêvajoya guhertina aresteya kartêkirê dabîn dike. Guherînên wekî mîna pH a xwînê, asta glukoza xwînê, germahiya laş, rêjeya kalsiyuma laş û hvd bi rêbaza paşragihandina neyînî, ber bi nêzîkê xala asayî ve tên zivirîn. Heke guherîn ber bi jorê xala asayî be, paşragihandina neyînî guherînê dadixîne xala asayî. Na heke guherîn ber bi jêrê xala asayî be, vê gavê paşragihandina neyînê guherînê ber bi asta xala asayî bilind dike.
Wekî mînak, xala asayî ya glukoza xwîna mirov 90 mg/100 ml ye, heke di xwînê de ji ber hin sedeman asta glukozê ji xala asayî bilindtir bibe, ango rêjeya şekira xwînê zêde bibe, bi alîkariya hormona însulînê asata glukozê ber bi xala asayî tê nizimkirin. Ev çalakî paşragihandina neyînî ye. Herwisa heke asta glukoza xwînê ji xala asayî nizimtir bibe, vê gavê bi alîkariya hormona glukagonê asta glukoza xwînê ber bi xala asayî tê zêdekirin, ev çalakî jî paşragihandina neyînî ye.
    Pêvajoya hevsengiya navekî bi rêzeçalakiyan rû dide, dawiyê de berhemek peyda dibe. Ev berhema dawî bandor li ser gava yekem a rêzeçalakiyê dike û arasteya rêzeçalakiyê diguherîne. Ji bo rêkxistina piraniya hormonan, paşragihandina neyî tê bikaranîn. Bi vî awayê rê li ber zêdebûna asta hormonên xwînê tê girtin.
    Sê pêkhateyên serkî yên hevsengiya navekî heye: wergir, navenda kontrolê û pekhateya armanc.
    Wergir (bi înglîzî: sensor) ji guherînên hawirdora navî agahdar dibe û agahî dişîne navenda kontrolê.

    Navenda kontrolê (bi înglîzî: control center) agahiyên ji wergiran û xala asayî dide ber hev, heke di navbera agahiya wergir û xala asayî de cudahî hebe, navenda kontrolê pekhateya armanc çalak dike.

    Pêkhateya armanc (bi înglîzî: effector) xane, şane an jî endamên taybet in û guherînan bir bi xala asayî sererast dikin. Piştê sererastkirinê êdî çalakiya wergirê radiweste.
Ango hebûna paşragihandina neyînî bi dabînkirina hevsengiya navekî de diqede.
Wekî mînak, gava di laşê mirov de asta pestoya xwînê bilind dibe, wergirên hestê (pestanewergir) navenda kontrolê (demax ) ji bilindbûna pestoyê agahdar dike. Navend, şandina sînyalan bo masûlkeyan diwarê xwînberan dide sekandin. Xwînber xav dibin û fireh dibin bi vî awayê qebareya xwînberan zêde dibe, pestoya xwîna nav xwînberan kêm dibe. Gava pestoya xwînê daket asta asyî, êdî hestewergir sînyal naşînin navenda kontrolê..
*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.





2022/03/13

Hevsengiya navekî

 


Hevsengiya navekî (bi latînî: homeostasis) li dij guherînên hawirdorê, çalakiyên xane û şaneyan ji bo dabînkirina rewşa asayî ya zîndewerê.

Ji bo berdewamiya jiyanê divê zîndewer pêkhateya şileya derdora xaneyên xwe rêk bixe. Divê astek asayî ya sabît ji bo pH û germahiya laşê xwe dabîn bike û nehêle guherînên zêde çêbibe. Herwisa divê di laşê zîndewerê de xestiya xurek, oksîcen û gazên din her tim bi têra xwe be.
Di nav laş de çalakiyên bo dabînkirina hawirdorek ne guherbar, wekî “hevsengiya navekî” tê navkirin. Hevsengiya navekî yek ji taybetmendiyên bingehîn ên zîndeweran e. Xane, şane, endam û koendamên zîndeweran, li dij guherînên navî û derveyî, bi çalakiyên xwe rê li ber guherinan digirin, rewşa xwe li dij guherînan sabît dihêlin.
Xane û şaneyên zîndeweran di bin şert û mercen hawirdorek sabit (neguherbar) de çalakiyên xwe hê baştir pêk tînin. Lê hawirdora zîndeweran guherbar e. Wekî mînak; di laşê mirovek tendurist de germahiya laş bi qasî 37 pile santîgrat e, pH a xwînê 7.4 e, rêjeya asayî ya glukoza xwînê 90 mg/100ml ye û hvd. Dibe ko ji ber cor û rêjeya xurekan, ji ber zîndeçalakiyên xaneyan an jî ji ber germahî û sermahiya hawirdorê hin guherîn di laşê mirov de rû bidin. Heke guherînên hawirdorê di navberek teng de bimîne, guherîn biçûk be, zîndewer dikare li ber xwe bide. Lê heke guherînên hawirdorê zêde bin, dibe ko ev guherîn bibe sedema sistbûn an jî têkçûna xane, şane û endamên zîndewerê. Loma divê zîndewer di hawirdorek guherbar de, bi çalakiyên xane û şaneyên xwe, hawirdora xwe rêk bixe bo asta asayî. Asta asayî ya hawirdorê ji bo hemû zîndeweran ne heman e. Wekî mînak; hemû zîndeçalakiyên xane û şaneyan di germahiyek taybet dê rû didin, ev germahî ji bo laşê mirov 37 pile santîgrat e. Ango ji bo germahiya laşê mirov xala asayî (bi înglîzî: set point) 37 pile santîgrat e. Dibe ko germahiya hawirdorê zêde bibe an jî kêm bibe, ango germahiya laş ji xala asayî dûr bikeve, lê laşê mirov dîsa jî hewl dide ko asta germahiya laşê xwe ber bi xala asayî bizivirîne. Bi vê awayê di germahiya havînê de û di sermahiya zivastanê de germahiya asayî ya laşê mirov li der dora 37 pile santîgratê de dimîne. Hewldana rêkxistina pileya germahiya laş, mînake ji bo hevsengiya navekî.
Hemû zîndewer bi rêkxistina hevsengiya navekî, ji bona xwe hawirdorek guncav ava dikin. Xane, şane an jî endamên mirov li dij guherînên hawirdorê bertek nîşan didin, bi vî awayê di laşê mirov de hewlên bo asayîkrina rewşa nû dest pê dike. Ji bo berdewamiya hevsengiya navekî, divê rêje û mêjera madeyên nav laş, çalakiya endam û koendamên laş, hertim ji aliyê laş ve werin rêkxistin..
Di laş de hawirdora navî ji şileya derveyê xaneyê (bi înglîzî: extracellular fluid) pêk tê. Xane di nav vê şileyê de dijîn.Qebareya şileya derveyê ya mirov bi qasî 15 litre ye. Şileya derveyê xaneyê ji plazmaya xwînê û ji şileya navbera xaneyan (bi înglîzî: interstitial fluid) pêk tê. Şileya derveyê xaneyan, xurek, iyon, hormon av û madeyên pêwist ên bo berdewamiya jiyana xaneyan lixwe digire. Şileya nav xaneyê (bi înglîzî:intracellular fluid) piraniya sîtoplazmayê pêk tîne. Ji bo berdewamiya jiyanê, divê di pêkhateya şileya nav xaneyan an jî şilaya navbera xaneyan de guherînên mezin çênebe û hawirdor hema neguherbar bimîne. Hemû guherînên nav xaneyê an jî guherînên hawirdora navî, çalakiyên bo rêkxistina hevsengiya navekî dide destpêkirin.
--Kontrola hevsengiya navekî--
Dema di hawirdora zîndewerek de guherîn çêbibe, divê ev guherîn demildest were sererastkirin û hawirdor vegere rewşa xwe ya asayî. Guherînên di hawirdora navî an jî hawirdora derveyî, wekî kartêkir (bi latînî: stimulus) tên navkirin. Kartêkir ji aliyê wergiran ve tên tespîtkirin. Wekî bersîvek ji bo wergiran, endam û koendamên mirov, guherînan ber bi xala asayî sererast dike.
Ji bo rêkxistina hevsengiya navekî, zîndewer ji her beşênlaş ve agahdarî tov dike û diguhezîne. Hevsengiya navekî bi du rêyan tê rêkxistin; bi koendama demarê û bi koendama rijênan.
Di koendama demarê de agahiyên hawirdorê bi şêweyê kartêkirên elektrîkî, bi navbeynkariya demarexaneyan ber bi demarekoendama navendî tê guhêztin. Di koendama rijênan de agahî bi navbeynkariya peyamberên kîmyayî (hormon) yên nav xwînê tê guhêztin.
Bi gelemperî, çalakiya hevsengiya navekî bi kontrolkirina pêkhateya xwînê rû dide, bi vî awayê şileya navbera xaneyan û şaneyan jî tê kontrolkirin.
Heke di laş de asta asayî ya madeyek an jî hawirdorek biguhere, wekî mînak; xala asayî ya pH a xwînê biguhere ev rewş wekî mîna kartêkir bandor li ser laş dike û hîpotalamusê ji rewşa nû agahtar dike. Hîpotalamus bi ragihandina demarî bandor li ser koendaman dike û pH a xwînê ber bi xala asayî sererast dike. Çalakiyên hevsengiya navekî li ser bingeha paşragihandina neyînî hatine sazkirin. Di laşê zîndeweran de gelemperiya hevsengiya navekî bi rêbaza paşragihandina neyînî rû dide.Paşragihandina neyînî kar dike bo kêmkirin an jî ji hole rakirina guherînên ji aliyê wergiran ve hatiyê tespîtkirin. Ango zîndewer bi rêbaza paşragihandina neyînî, guherînan dizivirîne xala asayî.
--Mînakên sereke yê hevsengiya navekî di laşê mirov de--
• Di laş de rêkxistina mêjera av û mîneralan. Ev kar wekî rêkxistina hevsengiya osmozî tê navkirin û bi gelemperî di gurçikan de rû dide.
• Dûrxistina madeyên paşmayî. Ev çalakî wekî deravêtin (bi înglîzî: excretion) tê navkirin. Çerm, pişik û gurçik endamên deravêtinê ne ko hevsengiya navekî rêk dixin.
• Rêkxistina germahiya laş. Piraniya xebat ji aliyê çerm ve tê kirin.
• Rêkxistina asta glukoza xwînê. Kezeb û pankreas ji vê karê berpirsiyar in. Însulîn û glukagon ji aliyê pankreasê ve tê berhemkirin û derdan bo rêkxistana glukoza nav xwînê.
• Rêkxistina pH a xwînê. Pişik bi alûgorkirina oksîcen û karbona dîoksîdê piliya asayî ya pH a laş dabîn dike.
• Rêkxistina asta mîneralên wekî hesin, sodyum, kalsiyum, potasyum û hvd .
*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.