Celadet Alî Bedîrxan

Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)

2019/05/31

MOXÊ HESTIYAN (MEJIYÊ HESTIYAN)


Moxê hestî an jî mejiyê hestî şaneyek nerm e û dişibe jelatînê. Ev şane xaneyên xwînê û xaneyên lîmfê dirist dike, loma têkiliya wî bi sîstema lîmfê û sîstema gera xwînê ve heye.
Hestiyên pahn ên wekî hestiyên kilox(hestiyên serê mirov), hestiyên hevzê(pelvîs), û hestiyê perasûbend( hestiyê singê), moxê hestî lixwe digirin. Her wiha hestiyên birrbirre û hestiyên dirêj ên wekî hestiyên ran(femur), hestiyên perasû û hestiyên pazû( humerus) jî moxê hestî lixwe digirin. % 4ê giraniya laşê mirov ji moxê hestî pêk tê.
Li nav hestiyên mirov de du cureyî moxê hestî heye, moxê sor û moxê zer. Ji dayikbûnê heta temenê heft salî, li nav hestiyên zarokan de tenê moxê sor berhem dibe. Pîştî heft salî, li hin beşên hestiyan de dewsa moxê sor, moxê zer cih dibe. Di laşê mirovên têgihîştî de valahiyên hundirê hestiyên dirêj bi moxê zer tijî ye, beşa hestiyê îsfencî yên hestiyên pahn û yên dirêj jî moxê sor lixwe digirin.
Moxê zer ê hestiyan gelek xaneyên çewrî lixwe digire, rengê wî ji ber xaneyên çewrî(lîpîd) zer e. Demên asayî de moxê zer wekî enbara çewrî kar dike. Heke di laş de ji ber xwînçûna zêde, kêmxwînî peyda bibe, dibe ku moxê zer biguhere û bibe moxê sor û xaneyên xwînê çê bike.



Hemû cureyên xaneyên xwînê ji aliyê moxê sor ê hestiyan ve tê berhemkirin. Berî ya ji dayikbûnê, xaneyên xwînê yên korpele(embriyo) ji hêla endamên wekî sipil, kezeb û şaneyên lîmfê û moxê hestî ve tên çêkirin. Lê, piştî ji dayikbûnê, êdî piraniya xaneyên xwînê di moxê sor ê hestî de berhem û geş dibin, di laşê mirovên têgihîştî de li gel moxê hestî, hinek xaneyên xwînê di sipil û kezeb de tê çêkirin. Karê çêkirina xaneyên xwînê wekî hemopoez (haemopoiesis) tê binavkirin. Di laşê mirovên têgihîştî de hemopoez li moxê sor ê hestiyan de pêk tê. Di moxê sor de xaneyên bineratî (stem cells) heye, bi dabeşbûn û guherîna van xaneyan, xaneyên xwînê û yên lîmfê tên çêkirin. Xirokên spî û xaneyên lîmfê(lîmfexane) bergiriya laş rêk dixin, loma moxê hestî wekî endamekî sereke ya sîstema lîmfê tê binavkirin.

Dibe ku ji ber hin nexweşiyan, berhemkirina xaneyên xwînê yê moxê hestî ne bi rejeya asayî bê. Lusemî ( bi înglîzî”lukemia”) yek ji van nexweşiyên moxê hestîyan ne. Lusemî nexweşiya şêrpenceya xwînê ye. Gava mirov tuşî lusemî dibe, rêjeya hejmara xaneyên xwînê diguhere. Hejmara xirokên spî zor zor zêde dibe, hejmara xirokên sor û perikên xwînê kêm dibe. Her çiqas hejmara xirokên spî zêde bibe jî, ev xirokên spî ne yên asayî ne û karê parastinê pêk naynin. Loma bergiriya laşê nexweşan lawaz dibe.
Nexweşiya lusemî bi pişkinîna xaneyên xwînê diyar dibe. (complete blood count (CBC)). Heke hêjmara xaneyên kesek ne asayî be û gumana nexweşiya xwînê bi wî /wê kesê ve hebe, vê gavê pizîşk, ji bo taqîkirdinê ji moxê hestî perçeyek şane digire. Xaneyên moxê hestî yên bi nexweşiya lusemî ne bi şeweya asayî ne. Ev perçeya şane di bin mîkroskobê de tê teqîkirin, ku heke xane tuşî nexweşiya xwînê bûye an na.
Çareseriya nexweşiya şêrpenceya xwînê de derman( kemoterepî) an jî tîrêjên radyasyonê(radyoterapî) tê bikaranîn, hin caran ev herdu rêbaz li du hev tên bikaranîn.
Ji bo çareseriya lusemî, mox guhestin rêbaza(metod) herî serkeftî ye. Bi vî rêbazê moxê ziyangirtî yên bi nexweşiya lusemî, bi moxên saxlem ve tên guhestin. Lê ji boy mox guhestinek serkeftî, divê şaneyên moxê bexşîner bi şaneyên moxê wergir re guncaw be. Heke mox bexşîner û mox wergir xizmên hev bin, rêjeya egera guncawbûna moxên hestî hê zêdetir dibe.Di demên berê de ji bo mox guhestinê, hestiyê mox bexşîner bi derziyek zirav dihat qulkirin û ji nav hestiyê isfencî hinek mox dihat kişandin. Ev rêbaz karek gelek biêş bû loma nerehetî dida mox bexşînerê. Van salên dawî êdî xaneyên moxê ji xwîna mox bexşînerê tov dikin, ev jî canê mirov naêşîne.


2019/05/30

TÎMUS (RIJÊNÊ TÎMUS)


Tîmus endama(organ) sîstema lîmfê ye û alikariya bergiriya laş dike. Ji bilî vî, tîmus hormon jî berhem dike, loma tîmus wek endamekî sîstema korrijên(hormon) jî tê hesîbandin. Şiklê tîmusê dişibe pelên zembûrê(awîşen) loma navê xwe ji vî riwekê (Thymus vulgaris) girtiye.
Tîmus, li hêla jorê sing, di navbera pişikan de cih digire. Li paşiya tîmusê şahxwînbera sereke(aort) li pêşiya tîmusê jî perasûbend(depê sing) heye. Li jêrê tîmusê de dil heye. Beşa laş a tîmus tê de cih bûye, wekî “medîastînum” bi nav dibe.Wêneyê Biyolojiya Bi Kurdi.
Tîmus ji du beşên sereke pêk tê; pişka(lob) çepê û pişka rastê. Pişkên tîmusê bi xaşeye dorpêçî ne. Li binê xaşê de tûkil û kiroka tîmusê heye. Xaşe ji bestereşaneyê pêk tê, pişkên tîmusê diparêzê. Li hin beşên tîmusê de xaşe xwe dirêjî nav tîmusê dike ev niçikên xaşeyê yên di nav tîmusê, wekî trabekul (trabecula) bi nav dibe. Trabekul pişkên tîmusê dabeş dike û pişkên hê hûriktir(lobul) çê dibin. Endama tîmus bi serekî ji xaneyên epîtelî(rûkeşexane), lîmfosît( Xaneyên lîmfê) û şaneya çewrî pêk tê.
Di laşê dergûşan û zarokan de tîmus gewre ye, bi salên ciwantiyê hê gewretir dibe. Tîmusa mirovên têgihîştî her diçe diquncise û biçûk dibe. Tîmus herî zêde di salên zarokatiyê û ciwaniyê de çalak e. Tîmusa dergûşan bi qasî 10-15 gram e. Di salên ciwaniyê de giraniya timusê dibe 30-40 gram, lê di salên paş de giraniya tîmusa mirovê têgihîşti kêm dibe û dibe 10-15 gram.
Her wekî mîna hemû xaneyên xwînê, lîmfexane(lîmfosît) jî di mejiyê hestî ya sor de tê berhemkirin. Lîmfosîtên li mejiyê(mox) hestî de berhembûyî bi navbeynkariya xwînê, xwe digihînin tîmusê. Peresandin û geşbûna lîmfosîtan li tîmusê pêk tê. Gava di nav tîmusê de gihîştina lîmfosîtan diqede, êdî lîmfosît wekî lîmfosîta T an jî xaneya T bi nav dibe. Hinek ji lîmfosîtan jî di nav mejîyê hestî de gihîştîna xwe diqedînin, ev lîmfosîtan jî wekî lîmfosîta B an jî xaneya B bi nav dibin. ( Di zimanê înglîzî de navê hestî “bone” e, loma tîpa B tê bikaranîn).
Lîmfosîtên têgihîştî ji tîmusê dubare derbasî nav xwînê dibin. Hinek ji wan di nav şaneya lîmfê de dimînin, hinek jî di nav lûleyên xwînê de belavê laş dibin. Lîmfosîtên T, şane û xaneyên laş nas dikin, lê li hember xaneyên biyanî û dijepeydakeran(antîjen) bertek nîşan didin. Li ser rûyê lîmfexaneyên T yê de wergirên proteînî heye. Wergir, proteînên curbecur lixwe digirin. Bi alîkariya van wergiran, lîmfexaneyên T, xaneyên asayî yên laş dinase. Eger Lîmfexaneyên T di nav laş de rastê xaneyên bi nexweşiya şêrpence, xaneyên ziyangirtî, xaneyên biyanî, an jî dijepeydakeran were, wan nas nake, loma li hember wan êrîş dike û wan bêbandor dike.
Peresandin û geşbûna tîmusê û şaneya lîmfê ji hêla hormona tîmozînê ve tê rêkxistin. Tîmozîn li xaneyên epîtelî yên tîmusê de tê berhemkirin û derdan. Ji ber derdana hormona tîmozînê, endama tîmus hin caran wekî rijênê tîmus(tîmosarijên) jî tê binavkirin.

Wêneyê Biyolojiya Bi Kurdi.

2019/05/26

BERSİVDANA HEWDANİ

Bersîvdana hewdanî(inflammatory response) yek ji rêbazên beravaniya laş e. Heke hokarê nexweşiyê bikeve nav laş an jî li beşek laş de birindarbûn rû bide, bersîvdana hewdanî çalak dibe. Armanca bersîvdana hewdaniyê tenêkirin, bêçalakkirin û tûnekirina hokarên nexweşiyê û xaneyên tuşbûyî ne. Her hokara ku ziyan dide xaneyan, an jî şaneyan birîndar dike, dibe sedema çalakbûna bersîvdana hewdaniyê. Li gel vîrus, bakterî, mişexwer, tozkulîlk, jehr û hvd., birînên li ser çerm, ên wekî birînên kêrê, çûyina Sitriyek(dirî, kelem) jî bersîvdana hewdaniyê hander dike. Li gel hokarên nexweşiyê û birîndarbûnê, hestiyarî(allerjî) jî bersîvdana hewdaniyê çalak dike. Nîşaneyên sereke yên bersîvdana hewdaniyê, sorbûn, ta, werimî û êş e. Sedema van nîşaneyan, derdana madeyên kîmyayî yên xaneyên hellûşêner û xaneyên ziyangirtî yê. 
Bersîvdana hewdanî ji çar qonaxên serek pêk tê.
a) Birîndarbûna Şane û xaneyan:
Xaneyên ziyangirtî(birîndarbûyî) hin madeyên kîmyayî (sîtokîn)der didin, ev made xaneyên mastê hander dikin. Xaneyên mast, yek ji cureyên xiroka spî ye, madeyen kîmyayî yên wekî hîstamîn, serotonîn û prostaglandîn der didin. Hîstamîn lûleyên xwînê yên derûdora birînê fireh dike, bi vî awayê herika xwînê zêdetir dibe. Ji ber hîstamînê, xaneyên epîtelî yên dîwarê mûlûleya xwînê girj dibin û dîwarê lûleyên xwînê tenik dibe. bi vî awayê diwarê mûlûleya xwînê delînbar dibe. Plasma ji xwînê derbasî nav şaneyan dibe, ev rewş derûdorê cihê birîndarbûyî diwerimîne. Prostaglandîn û lêkotrîenan (leukotrienes) navbeynkarên bersîvdana hewdanî ne. Lêkotrîen xaneyên nêtrofîlê ji xwînê arasteyê beşa birîndarbûyî dike. Her wisa Lêkotrîen lûleyên xwînê he pirtir delînbar dike. Prostaglandîn bi xavkirina lûsemasûlkeyan, lûleyên xwînê fireh dikin. Sedema sereke ya êşa ji ber hewdaniyê jî prostaglandîn in. Dermanên wekî aspîrîn(aspirin) rê li ber derdana proglastînan digire, loma êşê kêm dike
b) Firehbûna Lûleyên xwînê:
Madeyên wekî hîstamîn û prostoglandîn bandor li ser masûlkeyên li ser diwarên mûlûleyan dike û mûlûleyên xwînê fireh dikin. Xwîn di nav lûleyên firehtir de hê zûtir diherike.Mûlûleyên xwînê hê pirtir xwînê diguhezîne cihê birînê, firehbûna lûleyên xwînê, dibe sedema germbûn û sorbûna dewera tûşbûyî.
c) Zêdebûna delînbariya lûleyên xwînê:
Bi heman dema firehbûna lûleyên xwînê de, navbeynkarên bersîvdana hewdaniyê( hîstamîn, prostaglandîn,lêkotrîen) lûleyên xwînê hê pirtir delînbar dike. Ev rewş rê li ber herika plazmaya xwînê vedike ku ji xwînê derbasî nav şaneyan bibe, ji ber zêdebûna şileya nav şaneyan, derûdorê birînê diwerime.
d) Gazîkirina(bangkirin) hellûşêneran:
Lêkotrîen madeyên kîmyayî ne ji aliyê xaneyên xiroka spî ve tên berhemkirin û derdan.
Lêkotrîen ji boy xaneyên nêtrofîlê nîşaneyên kîmyayî ne, heke li cihekî derdana lêkotrîen dest pê bike, ev nîşaneyan ji boy nêtrofîlan bandora bangê dikin. Nêtrofîl ber bi cihê derdana lêkotrîen ve koç dikin û li wir kom dibin. Koça nêtrofîlan a ji ber nîşaneyên kîmyayî, wekî kemotaksî bi nav dibe. Her ku nêtrofîl li dewera tûşbûyî de kom dibin, hê pirtir hellûşênerên gewre lêkotrîen der didin. Bi vî awayê li derûdora birînê hê pirtir hêllûşêner kom dibin. Nêtrofîl bi hellûşînê hokarên nexweşiyê û xaneyên ziyangirtî qûtdide. Dema têkoşîna li dij hokarên nexweşiyê de, hin ji xirokên spî jî têk dişkên û dimirin. Paşmayî yên xirokên spî, wekî kêm(îltihab) bi nav dibe. Kêma birînê ji aliyê hellûşênera gewre ve tê tunekirin.
Wêneyê Biyolojiya Bi Kurdi.
Ji boy hesankirinê ,emê li ser mînakek, rebaza bersîvdana hewdaniyê dîyar bikin. De bila mirovek dema qaşkirin û hûrkirina kartolan de, kêrê li tiliya xwe xistî be û li çermê tiliya xwe de bîrînek vekirî be. Gelo di rewşek wiha de bersîvdana sîstema bergiriya giştî çawa pêk tê?
Gava kêr li tilîyê dikeve, çermê tiliyê diqelişe û hin hokarên nexweşiyê ji vî qelîşê derbasî nav xane û şaneyên tilîyê dibin. Her wisa hin xane û şane jî ji birrîna kêrê ziyan digirin. Xaneyên ziyangirtî hin molekulên taybet(sîtokînîn) der didin ,xaneyên mast ji ber derdana xaneyên ziyangirtî çalak dibe û molekulen wekî hîstamîn, prostaglandîn, lêkotrîen der dide. Ev molekulan lûleyên xwînê fireh dikin û hê pirtir delînbar dikin.Hin ji plazmaya xwînê, perikên xwînê û xirokên spî, ji nav lûleya xwînê derdikevîn û derbasî devrûberên birîndarbûyî dibin. Ji ber van madeyan, dewera birînê diwerime, sor dibe û diêşê, her wîsa pileya germahiya laş jî li derdorê cihê birîndarbûyî de bilind dibe, germahî(ta) rê li ber zêdebûn û belavbûna hokarên nexweşiyê digire. Xaneyên hellûşêner, bi taybetî nêtrofîl û hellûşênera gewre ber bi cihê birîndarbûyî ve koç dikin. Nêtrofîl hokarên nexweşiyê qûtdide û têkdişkîne. Hellûşênera gewre hokarên nexweşiyê û paşmayiyên xaneyên tûşbûyî û nêtrofîlên mirî qûtdidin. Bi navbenkarya perikên xwînê, li devê birînê de xwînmeyîn rû dide, meyîna xwînê birînê wekî mîna çerm dorpêç dike û rê li ber hokarên nexweşiyên nû digire ku nekevin nav cihê birîndarbûyî.

Wêneyê Biyolojiya Bi Kurdi.

2019/05/25

KOENDAMA BERGIRIYÊ (SÎSTEMA BERGIRIYÊ)

Koendema bergiriyê bi du qonaxên sereke rê li ber hokarên nexweşiyê digre û parastina laş dabîn dike. Di qonaxa yekem de bi hin pêşgiriyan hokarên nexweşiyê tên astengkirin ku nekevin nav laş. Na heke qonaxa yekem bi ser neket û hokarên nexweşiyê ketin nav laş, îcar qonaxa duyem dest pê dike. Di qonaxa duyem de sîstema bergiriyê ji bo tunekirin an jî bêbandorkirina hokarên nexweşiyên di nav laş de kar dike. Sîstema bergiriyê ji du beşên sereke pêk tê, bergiriya giştî û bergiriya taybet.Wêneyê Biyolojiya Bi Kurdi.
Mirov car caran bi nexweşiyê dikeve. Sedema nexweşketina mirov, hokarên nexweşiyê ne. Her tiştê ku mirov tuşî nexweşiyê dike an jî sîstema bergiriya mirov çalak dike, wekî hokarên nexweşiyê bi nav dibe. Vîrus, bakterî, qarçik(fungus), zindewerên tekxaneyî yên wekî amîb û plazmodyum, spor û tozkulîlk(polen)ên riwekan, jehra mêşhingivan, jehra maran, mînakin ji boy hokarên nexweşiyê.
Laşê mirov bi çendan rêyan tuşî hokarên nexweşiyê(patojen) dibe. Wekî mînak;
Bi rêya hewayê, bi rêya avê, bi rêya bîrînên laş, bi rêya xurekan, bi rêya pêwendiyê zayendî û hvd. hokarên nexweşiyê dikevin nav xane û şaneyên mirov.
Hokarên nexweşiyê hertim li derdora mirov e, lê mirov hin caran nexweş dibe lê, gelek caran bi nexweşiyê nakeve. Sîstema(koendema) bergirî di laşê mirov de li dij hokarên nexweşiyê, bergirî dirist dike.
BERGIRIYA GIŞTÎ
Bergiriya giştî ne ji boy cureyek diyarkirî ya hokara nexweşiyê ye. Li dij hemû cureyên hokarên nexweşiyê, bi heman şêweyê bergirî tê dabînkirin. Ango dibe ku hokar bakterî, vîrus, jehr an jî tiştek din be, lê dîsa jî li dij hemû cureyên hokaran heman rêbaz tên bikaranîn. Laşê mirov bi şeş rêbazan bergiriya giştî dabîn dike, evana; Berbestên rûyî, Bertekdana hewdanî, Bergiriya xaneyî, Berteka germî(Ta) ,Sîstema temamker û Înterferon e.
---Berbestên rûyî (Çerm û Lînceperde)---
Li dij hokarên nexweşiyê, berbesta yekem a bergiriyê li rûyê laş de ango li çermê mirov û lînceperde yê de ye. Çermê mirov li rûyê derve yê laş, lînceperde jî li rûyê hundirinê laş de bergiriyê dabîn dike.
Çerm bi derdana xwêdan alîkariya bergiriyê dike. Di nav şileya xwêdanê de enzîmek bi navê lîzozîm(lysozyme) heye ev enzîm kuştin û têkşikestina hokarên nexweşiyên li ser çerm pêk tîne. Herwiha çerm di navbera şaneyên laş û hawirdorê de berbestek fîzîkî ya siruştî ye. Dema birîndarbûnê, çerm diqelişe û hokarên nexweşiyê ji cihê birînê de derbasî nav laş dibin.
Li ser rûyê çermê mirov de gelek bakterî dijîn. Van bakteriyan wekî floraya asayî ya çerm tên zanîn û tu ziyanê nadin mirov. Hebûna van bakteriyên li ser çerm rê li ber bakteriyên ziyanbexş digire .
Ji xaneyên çermê yên kerika guh de madeyek çewrî tê derdan , çewrî û mûyên kerika guh rê li ber hokarên nexweşiyê digirin û nahêlin patojen derbasî hundirê guh bibin.
Hêsirên mirov jî enzîma lîzozîm lixwe digire. Her wiha gava hêsir ji çavan tê, şileya hêsir hokarên nexweşiyê ji çav dişo û dûr dixe.
Di nav tûka mirov de li gel enzîma lîzozîmê, hin madeyen bakterîkujer jî heye, bi vî awayê rê li ber hokarên nexweşiyê tên girtin ku ji devê mirov nekeve hûndir.
Heke hin ji hokarên nexweşiyê di nav xurekan de ji dev derbasî gedeyê bibe, îcar asîda gedeyê piraniya van patojenan bêbandor dike.
Rûyê gedeyê, rûyê rûvîyan, rûyê trakeyê(boriya hewa) û hûndirê pozê mirov bi perdeya lîncê (lînceperde) girtî ye. Ji perdeya lîncê , madeya lînc( çilm) tê derdan. Hokarên nexweşiyê gava bi lînceperdeyê ve rû bi rû dimînin, ji ber madeya lîncê, li ser rûyê lînceperdeyê dizeliqin. Wekî mînak heke bi bêhn girtine(henase girtinê) li gel hewa, hin hokarên nexweşiyê jî bikeve poz û qirika mirov, piraniya van patojenan ji aliyê lînceperde û mûyên poz ve tên girtin.


Wêneyê Biyolojiya Bi Kurdi.

2019/05/24

NEXWEŞIYA ŞEKIR


Wêneyê Biyolojiya Bi Kurdi.


Di sala 1921 de ji Kanadayê zanistek bi navê Frederick Banting ji bo cara yekem ji pankreasa dewar û berazan însulînê derxist û wekî derman bi kar anî. Frederic Bandik di roja 14.11.1891 de ji dayik bûye, ji boy bîranîna vî zanyarê, li her derê cîhanê,16ê Mijdarê wekî “Roja diyabetê ya cihanê” tê pîrozkirin.
Li jêr min li ser nexweşiya şekir hin agahî tomar kir. Hêvî dikim vî nivîsê bixwînin û jê sûd bigirin.
LI SER NEXWEŞIYA ŞEKIR DE HIN PIRS Û BERSÎVÊN VAN
----------Şekira xwînê çi ye?----------
Di zanista biyolojî de navê “şekira xwînê” Glukoz e. Glukoz ji xurekên rojane peyda dibe. Hemû xurekên karbohîdradî, glukoz lixwe digirin. Xurekên wekî nan, savar, birinc, meqerne, şekira çay, şîranî, şîr û berhemên şîr, kartol lazût, mewîj(tiriyê hişkkirî), hemû cureyên fêkî xurekên karbohîdradî ne. Ango di nav van xurekan de rêjeya karbohîdrad ji proteîn û çewrî(rûn) zêdetir ê. Gava mirov xurekên karbohîdradî dixwe, bi alîkariya koendama herisê, xurek tên heriskirîn, beşên gewre yên karbohîdradên wekî nîşa û glîkojen perçe dibin û glukoz peyda dibe. Ev glukoz ji rûviyê zirav derbasî xwînê dibe. Ango çavkaniya serekî ya şekira xwînê xurekên bi nîşa û glîkojen e.
----------Rêjeya asayî ji boy şekira xwîna mirov çi ye?----------
Di nav xwîna mirovek bi giraniya 75 kîloyî de, bi qasî 4 bo 5 gram glukoz heye. Di nav laşê mirov de 5 bo 5 û nîv lître xwîn heye. Di zanista pizîşkiyê de rêjeya asayî ya xwînê ne bi gram û lîtreyê, lê bi mîlîgram(mg) û desîlîtreyê(dl) tê derbirînkirin.(1 gram=1000 mîlîgram e, 1 lître= 10 mîlîlître ye). Ji bo mirovên têgihîştî yê zik birçî , rêjeya asayî ya şekira xwînê 80–130 mg/dL ye. 2 katjimêr(seet) piştî xwarinê, ev rêje divê ji 140 mg/dL yê bilindtir nebe. Eger di nav xwîna mirov de rêjeya şekir her tim bilind bê ev rewş wekî hîperglîsemî bi nav dibe. Na eger rêjeya şekir(glukoz) her tim kêm be vê gavê ev rewş wekî hîpoglîsemî bi nav dibe. Mirovên bi hîperglîsemî bi nexweşiya şekir( şekirmîz, diyabet) dikevin.
----------Rêjeya şekira xwînê çawa tê rêkxistin?----------
Rêjeya şekira xwînê(glukoz) bi navbeynkariya du hormonan, hormona însulîn û hormona glukagonê ve tê rêkxistinê. Ev herdu hormon jî ji rijênê pankreasê tên derdan. Însulîn û glukagon hevdijê yek in. Ango însulîn rêjeya şekira xwînê kêm dike, glukagon jî zêde dike.
Di laşê mirovên tendurist da însulîn bi du awayê bandor li ser kêmkirina şekira xwînê dike;
A yekem, gava asta rêjeya şekira xwînê bilind dibe, însulîn bandor li ser parzûna xaneyên laş dike, parzûna xaneyê ji boy glukozê hê pirtir delînbar dibe. Bi vî awayê hê pirtir glukoz(şekir) ji xwînê derbasî nav xaneyan dibe û rêjeya şekira xwînê kêm dibe. A duyem, însulîn bandor li ser xaneyên kezebê û yên masûlkeyan dike, bi fermana însulînê xaneyên kezeb û yên masûlke, ji xwînê glukoz digirin nav xaneyên xwe û ji glukozê glîkojen çê dikin. Glîkojen di nav kezeb û masûlkeyan de embar dibe. Bi vî awayê jî asta şekira xwînê dadikeve.
Hin caran dibe ku ji hin sedeman (birçî bûn, rojî) rêjeya şekira xwînê kêm bibe, îcar glukagon bandor li ser kezebê dike da ku glîkojena embarkirî têkbişkê û glukoz çê bibe. Kezeb ev glukoza ji perçebûna glîkojenê çêbûye derdide nav xwînê, bi vî awayê rêjeya şekira xwînê bilind dibe.
----------Çend cureyên nexweşiya şekira xwînê heye?------------
Mirovên bi nexweşiya şekir ji ber du sedeman, nikarin rêjeya şekira xwîna xwe rêk bixin.
Cure ya yekem a nexweşiya şekir wekî diyabeta tîpa1(type 1 diabetes) bi nav dibe. Navê din a nexweşiya şekir diyabet e. Xaneyên di pankreasê de hormona însulînê berhem dike û der dide, wekî xaneyên Beta tên binavkirin. Di laşê nexweşiyên bi diyabeta tîpa 1 an de, hin xaneyên bergiryê yên laş, dibin sedema têkşikandina xaneyên Beta .Heke xaneyên Beta yên pankrease têkbişkê, vê gavê rijênê pankreasê bi têra xwe însulîn berhem nake û der nade, loma şekir di nav xwînê de berhev dibe, nakeve nav xaneyan. Ev rewş wekî hîperglîsemî bi nav dibe(şekira berz). Ji ber ku di vî nexweşiyê de hormona însulîn kêm e, ji boy wan kesan hormona însulînê wekî derman, bi derzî didin laş. Dîyabeta tîp 1 li nav zarok û ciwanan da hê zêdetir rû dide.
Cure ya duyem a nexweşiya şekir jî wekî diyabeta tîp 2 (type 2 diabetes) bi nav dibe. Mirovên bi vî nexweşiyê ketine, dikarin însulînê çê bikin û dibe ku di nav xwîna wan da asta însulînê bi rêjeya asayî be. Lê parzûna xaneyan li hember însulînê bergirî dikin, nahêlin glukoz derbasî nav xaneyan bibe. Bergiriya li dij însulîne dibe sedema bilindbûna rêjeya şekira xwînê.
----------Gelo sedema vî nexweşiyê çi ye? ----------
Nexweşiya şekir, nexweşiyeke metabolîk e ku ji ber sedemên bomaweyî(genetîk) û hawirdorî bi encama bilindbûna şekira xwînê peyde dibe. Ango mirov dibe ku vî nexweşiyê ji dê û bavan bigire. Heke dê an jî bavê mirov nexweşê şekirê bin, egera zarokên wan jî bi vî nexweşiyê bikevin zêde ye.
----------Gelo nîşanên vî nexweşiyê heye?----------
Xwîna mirovên bi nexweşiya şekir in, ji ber rêjeya şekir tîr dibe. Xwîna tîr, dibe sedema bilindbûna pestoya xwînê, gava pestoya xwînê bilind dibe, hem dil diweste û xwînê bi zehmet pompe dike, hem jî ziyan dide mûlûleyên xwînê yên di çav û gurçikan de cih digirin. Ev ziyan dibe sedema qulbûn(çirandin)a lûleyên xwînê. Di rewşek wisa de dibe ku çavên mirov kor bibe an jî gurçikên mirov êdî kar nekin. Ji boy rohnkirina xwînê, mirovên nexweş pir tî dibin. Loma, nîşanek nexweşiya şekir tîbûn e. Xaneyên mirovên tendurist ji boy peydakirina ATP (Adenozîna trîfosfat) pêşî glukozê bi kar tînin, heke bi têra xwe glukoz tune be, paşê çewrî(lîpîd) û proteîn bi kar tînin. Mirovên bi nexweşiya şekir, ji boy peydakirina enerjiya ATPyê ne glukozê, lê çewrî û proteînan bi kar tîne. Ji boy bergirî girtina li hember nexweşiyan û başbûna birînan pêwistî bi proteînan heye. Di xaneyên mirov de enbara proteînan tune, mirovên bi nexweşiya şekir li dewsa glukozê proteînan bi kar tînin, loma di laşê wan de proteîn kêm dibe, ji ber vî sedemê jî birînên kesên bi nexweşiya şekir zû baş nabin. Herwiha kesên bi nexweşiya şekir, zû diweste, bê hemd e, zû birçî dibe.
Wêneyê Biyolojiya Bi Kurdi.

2019/05/22

RÊBAZA NASKIRINA HOKARÊN NEXWEŞIYÊ

Gelo lêkosît(xirokên spî) hokarên nexweşiyê çawa dinasin? 
Heke xaneyek tuşî vîrus bibe, vîrus raste rast dikeve nav xaneyê û li wê derî de zêde dibe. Lê hokarên nexweşiyê bakterî an jî zindiyên din be, dibe ku di nav xaneyê de an jî li dewrûbera xaneyê de zêde bibin. Ji boy nasîna hokarên nexweşiyê, divê xirokên spî û hokarên nexweşiyê an jî xaneyên mêwandar(xaneyên bi hokarê nexweşiyê tuşbûyî) rastê hev werin. Li ser rûyê hokarên nexweşiyê de nexşên molekulên têkildarên hokarên nexweşiyê (Pathogen-associated molecular patterns (PAMPs) ) heye. PAMPs molekulên taybet in, dibe ku ji proteîn, lîpopolîsakkarîd an jî ji asîdên nukleî(dendikî) çêbûyî bin. Taybetîya van molekulan eve ku, li ser xaneyên sax ên laş de tune ne. Lêkosît heke rastê PAMPs’ an were, wê gavê dizane ku ev xane ne ji xaneyên asayî yê laş e. Wêneyê Biyolojiya Bi Kurdi.
Xaneyên hellûşênera gewre û xaneyen dendrîdî cureyên xaneyên xirokê spî(lêkosît) ne. Li ser rûyê parzûna xaneyên hellûşênera gewre û xaneyên dendrîtî de ji boy naskirina PAMPs’an molekulên tewawker heye. Ev molekulan wekî wergirên nasîna nexşê
(Pattern recognition receptors (PRRs)) bi nav dibin. Ango PAMPs û PRRs temamkerên hevdu ne. Hellûşênera gewre( Makrofaj) Bi alikariya PRRs ên li ser rûyê derva yê parzûnê, hokarên nexweşiyê ji PAMPs an nas dike û hewl dide ku hokarên nexweşiyê qûtbide( diqurtine) û têkbişkîne. Ji boy naskirina hokarên nexweşiyê, divê lêkosît û hokarên nexweşiyê di nav têkiliyê de bin.

Wêneyê Biyolojiya Bi Kurdi.

2019/05/20

XANEYA LAŞ ÇAWA HOKARA NEXWEŞIYÊ TÊK DIBE?

Hellûşîn(Daûrandin)
Wêneyê Biyolojiya Bi Kurdi.Ji aliyê xirokên spî ve daqurtandina(xwarin) hokarên nexweşiyê, wekî hellûşîn, daûrandin an jî fagosîtosîs tê binavkirin. Xaneyên karê hellûşînê pêk tîn jî wekî hellûşêner(fagosît) bi nav dibin. Heke hokara nexweşiyê ji çerm û linceperdeyê derbasî nav laş bibe,’bergiriya xaneyî ‘ çalak dibe. Xaneya dendrîdî, hellûşênera gewre û nêtrofîl ‘berbesta yekemîna xaneyî’ ya laş in û bi hellûşînê, rê li ber hokarên nexweşiyê digirin. Xaneyên hellûşêner bi awayek çalak, li her derê laş de, di nav xwînê, an jî li nav xane û şaneyan de digerin. Heke rastê hokarên nexweşiyê werin, hellûşêner hokarên nexweşiyê qûtdidin (daqurtînin) û têkdişkînin. Ji ber ku li ser rûyê hokarên nexweşiyê de nexşên molekulên tekîldarê hokarên nexweşiyê (PAMPs) heye, xaneya hellûşêner bi alîkariya ‘wergirên nasîna nexşan’(PRRs) ji hebûna hokara nexweşiyê (dijapeydaker) haydar dibe. Dema hokara nexweşiyê bi wergirên nasîna nexşê re ket têkiliyê(temas), ev beşa parzûna xaneyê ber bi sîtoplazmayê ve tê kişandin. Parzûna hellûşênerê bi zirpêyan hokarên nexweşiyê dorpêç dike û hokara nexweşiyê dixe nav kisikê, ev kîsik wekî fagozom tê binavkirin. Lîzozom endamokek xaneyê ye û enzîmên herisînê lixwe digire. Lîzozomên xaneya hellûşênerê xwe bi fagozomê ve dizeliqînin, ev pêkhate wekî fagolîzozom tê binavkirin. Lîzozom, enzîmên herisînê berdide ser hokara nexweşiyê. Enzîm hokara nexweşîyê diherisîne û têkdişikîne, hin madeyên neherisbar û bêkêr bi egzosîtozê ji xaneyê tên avêtin. Bi vî awayê di nav xwîn û derdora xaneyan de rê li ber zêdebûna hokorên nexweşiyê tê girtin.

Wêneyê Biyolojiya Bi Kurdi.

SORIÇIK


2019/05/18

TA (BERTEKA GERMÎ)


Ta bersîvdanek bergiriya giştî ye. Bi gelemperî ta û bersîvdana hewdanî di heman demê de rû didin, loma li hin çavkaniyan de ta wekî beşek ji bersîvdana hewdaniyê tê nîşankirin. Heke endamek laşê mirov tûşî hokarên nexweşiyê bibe, ta tê mirov. Ta ne tenê li devrûbera tûşbûyî, lê li seranserê laş de pileya germiya laş bilind dike. Ango ta ji ber tekoşîna laş a li dijî hokarên nexweşiyê peyda dibe, loma gava ta tê mirov, ev tê vî weteyê ku sîstema bergiriya mirov çalak e.
Dema ta tê mirov, hîpotalamus hewl dide laş hê germtir bike, lûleyên xwînê girj dike û teng dike. Mûlûleyên xwînê ji rûyê çerm, ber bi jêrê çerm ve dikişîne ku germahiya laş bi xwînê belavê hawirdor nebe. Ji ber vî sedemê çerm û rûyê mirovên ta hatî, çilmisî û zerokî dibe. Her wisa dema ta tê, hîpotalamus masûlkeyan hander dike ku biricifin. Masûlke bi ricifînê germahiya hawîrdorê zêde dikin. Her ku pileya germiya laşê nexweş bilind bibe jî, ji mîrovên nexweş wetra ew dicemidin, loma diricifin û dixwazin xwe hê pirtir germ bikin.
Germayhiya laşê mirov gav bi gav zêde dibe û digihîje derdora 38-39 pile santîgratê. Ev germahî ji boy siviketa, xala berteng e. Ji vî xalê şunda hîpotalamus hewla sarkirina laş dide destpêkirine. Hîpotalamus bi navbeynkariya sîstema demarî ya sîmpasawî lûleyen xwînê fireh dike, loma hê piritir xwîn diherike navbera şaneyên çermê. Mûlûleyen xwînê ber bi rûyê çerm ve bilind dibin, ev rewş rengê çermê çilmisî û zerokîyê diguherîne, bi taybetî rengê çermê rûyê mirov sor dibe. Ji ber ku herika xwîna bin çerm zêde dibe û mûlûleyen xwînê nezikê rûyê çerm dibin, tîna laş belavê derûdor dibe, pileya germahiya laş dadikeve. Di heman demê de hîpotalamus rijênên xwêdanê hander dike. Bi derdena xwêdanê, ji rûyê çerm şileya xwêdanê dûkel dibe, bi dûkelbûna xwêdanê, hê pirtir tîn ji laşê mirov belavê hawirdor dibe. Bi vî awayê pileya geramhiya laş dadikeve asta asayî.

Pileya asayî(sirûştî) ya germiya laşê mirov 37 pile santîgrad e. Di demên asayî de pileya germahiya laş ji aliyê hîpotalamusê ve tê rêkxistin. Heke beşek laş tûşî hokarên nexweşiyê bibe, hokarên nexweşiyê di beşa tûşbûyî de madeyek kîmyayî ya bi navê “pîrocena derveyî”(exogenous pyrogen) der didin. Pîrocena derveyî bandor li ser xaneyên hellûşêner dike, xaneyên hellûşêner jî di tekoşîna xwe ya li dij hokarên nexweşiyê de “pîrocena nawxweyî”(endogenous pyrogen ) der didin nav xwînê. Pîrocenên hokarê nexweşiyê û yên hellûşênerên gewre bi navbeynkariya xwînê, xwe digihînin hîpotalamusê. Hipotalamus ji ber hebûna pîrocenan êdî nikare rêkxistina pileya germî ya laş a asayî kontrol bike, divê asta pileya germahiya laş ji nû va bê sazkirin. Di rewşek wiha de pileya germahiya laş di asta asayî de namîne û bilind dibe. Heke pileya germî li der dora 38 pile santigradê de bimîne ev ta, weki taya sivik ango "siviketa" bi nav dibe. Siviketa ji boy mirov sûdbexş e. Gava siviketa hat mirov, hellûşêner hê pirtir çalak dibin, xirokên spî hê pirtir dijeten berhem dikin û hokarên nexweşiyê têk dibin. Her wisa ji boy piraniya hokarên nexweşiyê pileya germiya asayî 35 pile santîgrad e, loma dema ta tê, hokarên nexweşiyê bêçalak dimînin. Taya sivik kezebê hander dike ku hin madeyan berhem bike. Ev madeyên ji kezebê tên derdan hesinên nav xwînê lixwe girê didin. Bi vî awayê rêjeya hesinê xwînê kêm dibe, hesin têra hokarên nexweşiyê nake ku zêde bibin û belavê laş bibin.

2019/05/16

ÎNTERFERON

Xane bi gelek rêbazan bi hev re di nav têkiliyêde ne, nîşanên (sînyal) cur be cur ji xaneyek ber bi yeka din ve wekî peyamber tên şandin. Navê gelemperi yê van molekulên peyamber, Sîtokîn e. Gelek cureyên sîtokînan heye, înterferon jî yek ji van sîtokînan e. Înterferon proteînên agahdariyê ne. Cara pêşîn di sala 1957an de ji aliyê bakteriyologê Înglîzî Alick Isaacs û bakteriyologê Swîsre Jean Lindenmann ve hatê vedîtin(keşfkirin). Xaneyên bi virusan tûşbûyî, înterferon der didin. Înterferon xaneyên nêzîkî xaneya tûşbûyî ji vîrûsan agahdar dikin, bi vî awayê xaneyên sax li hember zêdebûna vîrusan bergiriyê ava dikin. Înterferon nê ji boy vîrusek diyarkirî, lê li dij hemû vîrusan bi heman şêweyê berevanî dabîn dike. Ji ber ev karê înterferonê, înterferon wekî beşek ji bergiriya giştî bi nav dibe. Înterferon rêgiriya zedebûna piraniya vîrusan dike, lê li ser hemû vîrusan bi bandor nîn e .
Bandora înterfronan
-Înterferon xaneyên bergiriyê(xirokên spî) hander dike ku ber bi cihê tûşbûyî ve kom bibin û li dij hokarên nexweşiyê berevanî bikin.
-Înterferon bandor li xaneyan dike ku rêjeya proteîna bi navê p53 bilind bike. p53 xaneyên tûşî vîrus bûne hander dike ku xwe bikujin, ev kar wekî apoptosîs tê binavkirin.
-Li gel dabînkirina bergiriyê, înterferon çavdariya girêkên(tîmor) şêrpenceyê jî dikin. Înterferon bandor li ser xaneyên şêrpenceyê dike, ku di nav van xaneyan de rêjeya proteîna p53 bilind bibe, p53 dabeşbûna xaneya bi şêrpenceyê radiwestine, bi vî awayê rê li ber girbûn û belavbûna şaneya şêrpenceyî digire.
-Înterferon rê li ber kopîkirina(transkrîpsiyon) asîdên nukleî yên vîrusan digirin, loma vîrus di nav xaneya tûşbûyî de êdî zêde nabe.
Cureyên Înterferonan
Li gor şêwe û pêkhateya wergirên li ser rûyên xaneyên ku înterferon lê bandor dike, sê komên înterferonan heye; Înterferona alfa, Înterferona beta û Înterferona gama .
Xirokên spî, bi gelemperî lêkosît Înterferona alfa berhem dikin û der didin.
Înterferona gama jî ji xaneyên kujerê sirûştî û xaneyên T jehravî tên berhemkirin û derdan.
Înterferona beta ji aliyê şaneya bestereşane, di xaneyên fîbroblastê de tên derdan.
Înterferon û derman
ji salên 1980yan vir de, interferon li dij hin nesaxiyan (nexweşiyan) wekî derman jî tê bikaranîn. Wekî mînak ji boy nesaxiya hepatid C , înterferonên alfa tê bikaranîn.


2019/05/15

DIJEPEYDAKER


Hemû tiştên ku dibin sedema çalakbûna sîstema bergiriyê, wekî dijepeydaker bi nav dibin. Dijepeydaker bi îngilîzî wekî antigen tê binavkirin. Peyva antigen ji pêşgira -anti ya antibody (dijeten) û paşgira -gen pêk tê. Paşgira -gen ji boy peydakirin, berhemkirin, çekirin tê bikaranîn. Ango di zimanê îngilîzî de wateya antigen “tişta ku dijeten (antibody) peyda dike” ye.
Dijepeydaker bi taybetî lîmfexaneyan çalak dike. Lîmfexane jî dijeten der didin. Bi gelemperî, du beşên serekî yên dijepeydaker ji aliyê lîmfexaneyan ve tê nasîn. Dijepeydakerên bîyanî û dijepeydakerên xwemalî.
Çavkaniya dijepeydakerên biyanî (bi îngilîzî: foreign antigens, heteroantigens) derveyî laş e, ji hawirdorê peyda dibin. Wekî mînak pirtikên bakterî û vîrusan an jî bermahiyên bakterî û hokarên nexweşiyê dijepeydakerên biyani ne. Herwiha jehra maran, jehra mêşhingivan, hin cureyên proteînên nav xurekan, an jî xwîn û plazmaya mirovekî din jî ji boy laşê me dijepeydakerên biyanî ne.
Hin cureyên dijepeydaker dibin sedema hestiyariyê(alerjî) wekî mînak tozkulîlk (polen) ên riwekan an jî hin proteînên nav xurekan, dijepeydakerên ji hawirdor in. Kutan(vaksîn) ji boy çalakkirina sistema bergiriyê tê bikaranîn, bi kutanê (vakslêdan ) dijepeydakerên lawazkirî tûşî laş dibe, ango kutan jî dijepeydaker e.
Dijepeydakerên xwemalî (bi îngilîzî: self-antigens, autoantigens) di laşê mirov de çê dibin. Laşê mirov dijepeydakera xwemalî û ya biyanî ji hev derdixe û li dij dijepeydakera xwemalî sîstema bergiriyê çalak nake.
Ji bo her cureyek dijepeydaker, plazmaxane cureyek dijeten berhem dike û der dide. Dijepeydaker bi gelemperî ji proteînan, peptîdan (zincîra asîden amînî) û polîsakkarîdan(zincîra monosakkarîdan/şekirên basît) çêbûyî ne. Lê hin dijepeydaker ji yekgirtina çewrî û polîsakkarîdan çê dibin, ev dijepeydaker wekî dijepeydakerên ji lîpopolîsakkarîd çêbûyî tê binavkirin. Hin caran jî dibe ku dijepeydaker ji asidên nukleî çêbûyî be.
Li ser rûyê dijepeydakeran hin beşên taybet hene, van beşan wekî diyarkerên dijepeydakerî (bi îngilîzî: antigenic determinants ) bi nav dibe.
Li ser rûyê dijepeydaker de ne yek lê zêdetir beşên diyarkerên dijapeydakerî hene. Navê van beşan wekî epîtop (bi înglîzî: epitope ) jî tên bi navkirin. Bi kurtasî em dikarin bêjin ku epîtop nexşên taybet ên li ser rûyê dijepeydaker in. Beşa guherbara dijeten a bi epîtopa dijepeydaker ve tê girêdan jî wekî paratop bi nav dibe. Ji boy her epîtopek, ji plazmaxaneyan cureyek paratop tê berhemkirin û derdan. Rûyê epîtop û paratop temamkerên hevdu ne. Gava dijeten rastê dijepeydaker tê.,yek ji van karên li jêr pêk tê.
--Qusîn(aglutînasyon)--
Dijeten xwe bi rûyê dijepeydakeran ve girê didin û kom dibin. Çawa kî dema proteînên nav şîrê tov dibin û şîr diquse, koma dijeten û dijepeydaker jî wisa di nav xwînê de an jî di nav şileya navbera şaneyan de diqusin. Xaneyên hellûşêner, bi hesanî ji ev qusînê agahdar dibin û koma dijepeydaker û dijetenan têkdişikestin.
--Opsonîzasyon--
Di zimanê yewnanî de wateya opsōneîn (opsonin) “ji boy xwarinê amede kirin” e. Dijeten li ser rûyê dijepeydaker de kom dibin, ji bo qûtdana dijepeydaker xaneyên hellûşêner hander dikin. Bi taybetî dijetena IgG xwe li ser epîtopên dijepeydakeran ve girê dide, beşa Fc (FC=fragment of crystallization) ya dijeten jî vala dimîne, li ser rûyê xaneyên hellûşêner û kujerexaneyên sirûştî de wergirên FC hene, ev xaneyan bi navbeynkariya van wergiran bi hesanî xwe bi beşa FC ya dijetenê ve girê didin û dijepeydakera bi dijeten ve girêdayî têk dibin.
--Netarkirin--
Nêtarkirin( bi îngilîzî: neutralisation) ango bêbandorkirin.
Dijeten xwe li ser rûyê dijepeydakeran ve girê didin, nahêlin ku dijepeydaker tûşê xaneyên sax bibin. Bi vî awayê êrîşên hokarên nexweşiyê bêbandor dikin.
--Çalakirina sîstema temamker--
Dijeten xwe li ser rûyê dijepeydakeran ve girê didin û proteînên sîstema tememker hander dikin. Bi handera dijetenan sîstema temamker çalak dibe û parzûna xaneya hokara nexweşiyê(dijepeydaker) kun dike û hokara nexweşiyê dikuje . Bi taybetî, dijetenên ImG û IgM xwe li ser rûyê dijepeydakeran ve girê didin û sîstema temamker a rîya klasikî didin destpêkirin.


ŞANEYÊN LAŞÊ MIROV


Şane, ji komek xaneyên hevşêwe û hevbeş pêk tê. Anko xaneyên şaneyê bi erk û pêkhatiyên xwe de nêzî hev in. Ev xaneyên hevşêwe ji bo cihanîna erkek taybet di nav laş de kar dikin.
Wekî mînak, komên xaneyên lûsemasûlke ya gedê, şaneya masûkeya gedê pêk tînîn. Gede endam e û ne ji yek lê ji pirtir cure şaneyan çêbûyî ye. Herwiha gede û hin endamên din ên wekî ziman, diran, rûvî, kezeb jî ji bo karê herisînê dixebitin . Çalakiya komek endaman ji bo karek diyarî wekî koendam (sîstem ) bi nav dibe. Laşê mirov ji koendamên wekî, koendama herisê, koendama demarî, koendama bergiriyê, koendama gera xwînê, hwd. pêk tê.

Ango bi kurtasî ji boy rêkxistina laşê mirov em dikarin wiha bibêjin; koma atoman dibin gerde (molekul) koma gerdeyan endamokan çê dikin, endamok bi hev re kar dikin û dibin xane, koma xaneyên hevbeş dibin şane, koma şaneyan dibe endam, koma endaman dibe koendam , koma koendaman jî laşê mirov pêk tîne.
Şane ji komek xaneyan pêk tê lê ne pewîste ku ev kom ji yek cure xaneyan pêk were. Hin caran dibe ku çendin cureyên koma xaneyan jî bibin şane. Wekî mînak bestereşane ji gelek cureyên xaneyan pêk tê. Xaneyên xwînê, xaneyên hestî, xaneyên çewrî beşên bestereşaneyê pêk tînin, lê şeweya van xaneyan naşibin hevdu.
Ji ber ku şane ji komek xaneyên hevşêwe pêk tê, şane di laşê gelemperiya zîndewerên firexaneyî de hene. Ajalên wekî Îsfenc (bi îngilîzî: sponge) û bûka deryayê (bi îngilîzî: jellyfish) jî firexaneyî ne, lê tu şaneyên îsfenc tune ye, herwiha bûka deryayê hinek cureyên şaneyan lixwe digire lê ne hemû cureyan.
Zîndewerên yekxaneyî yên wekî bakterî û amîb ji ber ku ji xaneyek pêk tên, şane lixwe nagirin. Pêkhateya xaneya ajal û a riwekan ne yek e, herwisa Şaneyên ajal û en rîwekan jî ne wek hev in.
Laşê mirov çar çureyên şane lixwe digire.
• Rûkeşeşane
• Bestereşane
• Masûlkeşane
• Demareşane


2019/05/12

ZIMAN Û TAMGIRTIN


Ziman endamek masûlkî ye, li her aliyê dev de bi hêsanî dilive. Rûyê ziman bi çîna lînce dagirtî ye. Li gel lîncê, rijênên lîkê, lîk der didin ser ziman, loma ziman hertim şil e. Ziman erkên wekî çêjtin(tamgirtin), peyvîn û daqurtin bi cih tîne.

Ziman û heris

Ziman erka heriskirina kîmyayî û makanîkî pêk tîne. Enzîma lîpaz ji boy heriskirina çewrî, di pankreasê de tê berhemkirin û derdan, lê zimanê mirov jî hinek lîpaz der dide, ev lîpaz wekî lîpaza zimanî(lingual lipase) bi nav dibe. Ev lîpaza zimanî ne di devê mirov de, lê di gedeyê de çalak dibe û hinek çewrî heris dike. Li ser rûyê ziman de hin rijênên lîkê hene, bi derdana lîkê xurek nerm dibe, hê zûtir perçe dibe. Lîk enzîma amîlazê lixwe digire, amîlaz xurekên karbohîdradî diherisîne. Ango ziman ji boy herisa kîmyayî enzîm der dide. Her wisa ziman erka herisa makanîk jî pêk tîne. Xurek bi alîkariya ziman di nav dev de serûbin dibe, bi vî awayê lîk tevahiya xurekê şil dike û nerm dike. Dema cûtinê, ziman bi navbeynkariya masûlkeyên xwe, loqên xurekê aresteya nav diranan dike, bi vî awayê diran bi hêsanî xurek dicûn. Piştê cûtinê, ziman loqa xurekê ber bi gewriyê pal dide.

Ziman û tamgirtin

Li ser rûyê ziman de gopik(bi îngilîzî, yekjimar papilla, pirrjimar papillae) hene, di nav van gopikan de komên gopika tamê(çêjegopik) heye. Çêje gopikek ji koma xaneyên çêjewergir, xaneyên piştgiriyê, û demarên hestê pêk tê. Li ser parzûna xaneya xaneyên çêjewergir de wergirên kîmyayî( kîmîwergir )heye. Ji xaneyên wergir pêkhateyên mûyî ji kunika çêjegopikê dirêjê derve dibe, ev pêkhateyan wekî kûlkên çêjê bi nav dibin.

Ji boy mirov tama xwarin û vexwarinê bigire, divê xurek di nav lîkê de şil bibe û bihele. Ji xurekên helandî molekulên kîmyayî derdikeve, molekulên kîmyayî bi navbeynkariya kûlkên çêjê tên girtin. Molekulên kîmyayî, kîmîwergirên xaneyên çêjewergirê çalak dikin. Bi vî awayê sînyal ji xaneyên çêjewergir derbasî demarên hestê dibin. Demarên hestê sînyalan radigihînin mejî, di mejî de cureya çêjê an jî hestên dinşîrovekirin. Li ser rûyê ziman de ne yek , lê çar cure gopik heye. Şewe û erka her gopikek ne yek e. Li gor cureyên xaneyên çêjewergirên nav gopikan mirov tamên xurekan wekî tirş, şîrîn, şor, tal, tûj hest dike.

Li ser rûyê ziman hin hestewergirên din jî hene. Wekî mînak hestên wekî hişkbûn an jî nermbûna xurekan, germî an jî sariya xurekan ji aliyê wergirên li ser ziman ve tên girtin.




2019/05/11

RÊKXISTINA LAŞÊ MIROV



Di laşê mirov de bi atom û molekulan endamok çê dibe. Hemû endamok û molekulên pêwist bi hevre xaneyan çê dikin. Xaneyên bi erk û pêkhatiyên xwe de nêzî hev in, li ba hev kom dibin, bi vî awayê şane çê dibin. Şane endaman, endam jî koendaman(sîstem) çê dike. Mirov jî ji koendaman pêk tê. Ev rêkxistin di laşê hemû zîndewerên firexaneyî de wisa ne.



2019/05/07

XANEYA T


Laşê mirov li hember hokarên nexweşiyê bêdeng namîne. Heke hokarek nexweşiyê tûşî laş bibe, bergiriya laş çalak dibe. Bergiriya taybet bi du cure ne, bergiriya xaneyî û bergiriya derdanî.
Xaneyên T an jî lîmfexaneyên T bergiriya taybet a xaneyî dabîn dikin. Lîmfexaneyên T jî wekî mîna hemû xaneyên xwînê, di moxê hestî de dirust dibin. Xaneyên T yên nû bi navbeynkariya xwînê ji moxê hestî derbasê rijêne tîmusê dibin. Hormona tîmuzîn ji aliyê rijenê tîmusê ve tê berhemkirin, derdana vî hormonê handera geşbûn û peresandina xaneyên T dike. Je ber ku xaneyên T di rijênê tîmusê de geş dibin û diguherin, xaneyên T navê xwe jî ji tîmusê digirin. Dema xaneyen T ji rijênê tîmusê tên derdan, êdî xaneyên gihîştî ne. Lê divê neyê jibîrkirin ku xaneya T ya çalak, tenê li dij cureyek dijepeydaker (hokara nexweşiyê) bergiriyê dabîn dike. Loma ji boy her cureyek dijepeydaker, di rijenê tîmusê de divê xaneyêk T ya çalak bê dirustkirin. Wekî mînak, heke xaneyek T ji bo nasîkirina vîrusa hepatît C yê hatibe dirustkirin, ev xane ji bilî vîrusa nexweşiya hepetît C yê, tu hokarên nexweşiyê nas nake.
Li ser rûyê hokarên nexweşiyê de dijepeydaker heye. Li ser rûyê lîmfexaneyên T jî proteînên wergir hene. Heke lîmfexane rastê dijepeydaker were, bi alikariya proteînên wergir dijapeydakerê dinase û xwe bi dijepeydakerê ve girê dide. Anko cureyek xaneya T, yek cureya proteînên wergir ên diyarkirî li ser parzûna xaneyê digirin. Gava lîmfexane cara pêşîn rastê hokara nexweşiyê tê, wê gavê li dij hokara nexweşiyê çalak dibe. Xaneya T her tim raste rast bi hokara nexweşiyê ve tekilî çê neke, di nav laş de bi navê '''xaneyên diyarkirina dijepeydaker''' hin xane hene (bi îngilîzî:''antigen presenting cell''), van xaneyan alîkariya xaneyên T dikin ku ji hebûna hokara nexweşiya ji derveyê laş hatiye agahdar be. Li ser rûyê xaneyên diyarkirina dijepeydaker de hin proteînên taybet hene ev proteîn wekî pêkhateyên MHC (bi îngilîzî: ''major histocompatibility complexes'') tê binavkirin. Dijepeydaker xwe li ser MHC girê dide, xaneyên T jî bi vî awayê ji wan agahdar dibe. MHC du cure ne, MHC I û MHC II.
Gellek cureyên xaneyên diyarkirina dijepeydaker heye, xaneya hellûşênera gewre yek ji van xaneyan e. Xaneya hellûşênera gewre (xaneya makrofaj) beşek ji bergiriya giştî ye, lê ji boy bergiriya taybet jî kar dike. Hellûşênera gewre hokara nexweşiyê qût dide (diqurtîne) û di nav xaneyê de diherisîne. Piştê hilweşîna hokara nexweşiyê, hin pirtikên (perçeyên) dijepeydaker li ser rûyê parzûna xaneya hellûşênera gewre de, li ser proteînên MHC de cih dibin. Anko xaneya desnîşankirina dijepeydaker, hokara nexweşiyê (dijepeydaker) li ser protînên MHCyan de bi xaneyên T ve dide naskirin. Ev pirtikên li ser rûyê hellûşênera gewre xaneyên T çalak dikin. Xaneyên T xwe bi pirtikên dijepeydakerên li ser MHCyan ve girê didin.
Dibe ku ji xeynî xaneyên hellûşênera gewre, pirtikên dijepeydaker li ser rûyê xaneyên tûşî hokara nexweşiyê bûyî jî hebin. Vê demê xaneyên T xwe bi van xaneyên tûşbûyî ve jî girê didin. Di nav xaneyên asayî de gelek cureyên proteîn tê dirustkirin. Xane perçeyek ji hemû cureyên proteînan li ser parzûna xaneya xwe de cih dike.

Xaneyên T ev hemû perçeyên proteînan nas dikin, li hember wan bergiriyê dabîn nakin. Heke hin şaneyên laş tûşî nexweşiya şêrpenceyê bibe, li ser rûyê xaneyên şêrpenceyî jî pirtikên biyanî(dijapeydaker) peyda dibin. Ji ber ku ev pirtik li ser parzûna xaneyên asayî de tune ye, xaneya T van xaneyên bi şêrpenceyî jî wekî hokara nexweşiyê dehsibîne û li hember van xaneyan bergiriya taybet dabîn dike. Sê cureyê xaneyên T heye. Xaneya T alîkar(T yarîdeder), xaneya T jehravî û xaneya T rawestiner(T serkutker)
Xaneya T alîkar (T yarîdeder):sîtokînên wekî înterferon û înterlêkîn der dide. Xaneyên B û Xaneyên T jehravî çalak dike.
Xaneya T jehravî: Madeyên jehrî der dide. Parzûna xaneya tûşbûyî kun dike, xaneya tûşbûyî têk dişkîne.
Xaneya T rawestiner (T serkutker) : Çalakiya limfexaneyan rêk dixe, piştê têkşikestin û ji navbirina hokarên nexweşiyê, çalakiya lîmfexaneyan radiwestine.




2019/05/06

XANEYA B

Xaneya B an jî lîmfexaneya B cureyek xirokê spî ye. Bergiriya taybet a derdanî bi navbeynkariya lîmfexaneyên B tê dabînkirin. Xaneyên B jî wekî mîna hemû xaneyên xwînê di moxê hestî de tê berhemkirin. Lîmfexaneyên B bi navbeynkariya xwînê belavê laş dibe, lê di nav endamên lîmfê yên wekî sipil, lîmfegirê û şileya lîmfê de hê pirtir in. Di laşê balîndeyan de kîsikek heye navê wî bi îngilîzî: bursa of Fabricius e. Wateya “bursa” kîsik e, “Fabricius” jî ji paşnavê zanyarê Hieronymus Fabricius ê hatiye girtin. Di laşê balîndeyan de hemû xaneyên xwînê di nav moxê hestî de tê berhemkirin û di nav plazmaya xwînê de belavî laş dibin. Lîmfexaneyên B jî di moxê hestî de tê dirûstkirin. Lê geşbûn û peresandina lîmfexaneyên B di nav kîsikê bursa Fabriciusê de rû dide. Zanyar cara ewil geşbûna lîmfexaneyên B yê li vî endamê de kifş kirine loma navê lîmfexaneyê kirine lîmfexaneya B, ango pîta B ji navê kîsike bursa Fabricius a balîndeyan tê. Ji xeynî balîndeyan tu ajal kîsika bursa Fabriciusê lixwe nagire.
--Pêkhateya xaneya B--
Berevajiyê Xaneyên T, xaneyên B dikarin raste rast jî hokara nexweşiyê binasin. Ev naskirin bi navbeynkariya dijeten ên serbest an ji bi wergirên li ser rûyê xaneyê pêk tê. Li ser rûyê xaneyên B yê de ji boy naskirina hokarên nexweşiyê, wergir hene.

Ev wergiran wekî wergirên xaneya B ( bi îngilîzî: B-cell receptors (BCRs) ) tê binavkirin. Pêkhateya wergirên xaneya B û dijetenên serbest heman yek e. Anko wergirên xaneya B jî dijeten e. Wergirên xaneya B ji cotek zincîrên giran û cotek zincîrên sivik pêk tê. Herdu zincîr bi bendên dusulfîdî ve bi hevre girêdayî ne. Şikilê wergiran dişibe pîta Y yê. Serekî herdu zincîrên giran di nav parzûna xaneyê de dirêj dibin. Serê din ên zincîrên giran ber bi derveyî xaneyê dirêj dibin û bi zincîrên sivik ve giridayî ne. Ev beş cihê girêdana dijepeydaker e.
--Çalakbûna Xaneya B--
Heke hokara nexweşiyê bikeve nav xwînê an jî navbera şileya şaneyan, bergiriya derdanî bi du awayê rû dide. Rêbaza yekem lîmfexaneya B rastê rast bi navbeynkariya wergirên ser rûyê xwe xwe bi dijepeydaker ve girê dide. Rêbaza duyem jî bi navbeynkariya lîmfexaneya T alîkar a çalak, Lîmexaneya B çalak dibe.
-Gavên rêbaza çalakbûna xaneyên B bi alîkariya T alîkar;-
Xaneya B bi alîkariya wergirên ser rûyê xwe ji dijepeydakerê agahdar dibe.
1. Xaneya B xwe bi dijepeydaker (hokara nexweşiyê) ve girê dide û hokara nexweşiyê dadiqurtîne.
2. Hin pirtikên dijepeydakerê li ser parzûna xaneya xwe de bi molekula MHC II ve girê dide. Bi vî awayê xaneya B, ji boy xaneya T alîkar, dibe xaneya desnîşankirina dijepeydaker.
3. Xaneya T alîkar bi navbeynakiya wergirên xwe ji xaneya desnîşankirina dijepeydaker (Xaneya B) ve agahdar dibe û xwe bi vî xaneyê ve girê dide.
4. Xaneya T alîkar sîtokîn der dide.
5. Xaneya B ji ber bandora sîtokînan dest bi dabeşbûnê dike.
6. Hejmara lîmfexaneyên B bi dabeşbûna mîtozî zêde dibe.
Bi dabeşbûnê, du cureyên lîmfexaneyên B çê dibe. Piraniya xaneyên nû dibin xaneya plazma(plazmaxane) û dijeten der didin. Dijeten molekulên proteînî ne, loma plazma xane gelek zêde ji retîkûlûma endoplazmî ya girûzî di nav sîtoplazmaya xwe de digirin. Dijeten xwe li ser rûyê hokara nexweşiyê(dijepeydaker) de girê didin û bi hin rêbazan bergiriya derdanî dabîn dikin.
Hinek ji xaneyên nû jî dibin xaneya bîrker (xaneya B ya bîrker). Piştî tunekirina dijepeydakeran û saxbûnê, xaneyên bîrker ji boy demek dûr û dirêj di nav laş de dijîn û hêdî bi hêdî dijeten der dide. Heke heman cure dijepeydaker cara duyem tûşî laş bibe ,vê gavê xaneyên bîrker bersîvdana bergiriya duyemî dabîn dikin. Ji ber hebûna lîmfexaneyên B yên bîrker, bersîvdana bergiriya duyemî leztir û hêztir dibe.

2019/05/02

BERGIRIYA DERDANÎ


Bergiriya derdanî an jî bersîvdana derdanî (bi îngilîzî; humoral immunity).Navbera şane û xaneyan bi şileyê tijî ye. Piraniya bakteriyên ku dibin sedama nexweşiyê li derveyî xaneyên laş de, di navbera valahiya şaneyan de, di nav xwînê de an ji di nav şileya lîmfê de dabeş dibin. Herwisa heke hokara nexweşiyê bikeve nav xaneya laş û li wir xwe zêde bike jî, îcar ji bo belavbûna nav xaneyên din, divê ji xaneya tûşbûyî derkeve, ji şileya navbera şaneyan derbas be û bikeve nav xaneyek nû. Ango hokarên nexweşiyê hertim bi şileya nav şaneyan ve di nav tekiliyê de ne. Bergiriya taybet a derdanî jî li gel xwîn û şileya lîmfê, di nav vî şileyê de rû dide.
Di nav laşê mirov de bergiriya xaneyî ya xaneyên T û bergiriya derdanî ya xaneyên B, wekî temamkerên hevdu, bergiriya taybet dabîn dikin. Ango di nav herdu cure bergiryê de danûstandin heye.
Bergiriya derdanî bi navbeynkariya dijetenan tê rêkxistin. Dijeten jî ji aliyê xaneyên B yê ve tên berhemkirin û derdan. Ji boy destpêkirina bergiriya derdanî, gava bingehîn, çalakbûna xaneya B ye. Xaneyên B bi du rêbazan çalak dibe. Limfexaneya B an bi tena serê xwe ango bi serbixwe çalak dibe, an jî bi navbeynkariya xaneya T alîkar çalak dibe.
Çalakbûna xaneya B ya negirêdayî xaneya T
Çalakbûna serbixwe ya xaneya B, (bi îngilîzî: T cell-independent activation of B cells) bê alîkariaya xaneya T pêk tê. Li ser rûyê parzûna xaneya B yê de hin wergir hene, wergirên xaneya B, dijepeydakerên ji polîsakakrîd û lîpopolîsakkarîdê çêbûyî dinasin. Loma xaneya B raste rast xwe bi hokara nexweşiyê ve girê dide. Piştê girêdanê, xaneya B çalak dibe û dest bi dabeşbûnê dike. Bi dabeşbûna xaneyên B yê, xaneyên nû çê dibin, xaneyên nû dibin xaneyên plazma (plazmaxane). Plazmaxane dijeten berhem dikin û der didin. Bi guherîna Xaneyên B, wergirên li ser rûyê xaneyên B yê jî winda dibin. Dijetenên ku ji aliyê plazmaxaneyan ve tê derdan bi wergirên xaneya B yê ve bi heman şêweyê ne. Dijeten êrîşê dijepeydaker dikin. Bi rêbaza nêtarkirin û qûsîna hokarên nexweşiyê an jî handerkirina hellûşînê û sîstema temakerê, li dij hokarên nexweşiyê berevaniya laş dikin. Çalakbûna xaneya B ya negirêdayî xaneya T, ji bo demek kurt e. Herwisa, bi çalakbûna serbixwe ya xaneyên B, tenê plazmaxane tên dirûstkirin, xaneyên B bîrker nayên çêkirin. Ev rewş, rê li ber bergiriya bersivdana duyemî digire. Bergiriya li dij gellek bakteriyan bi çalakbûna serbixwe rû dide.
Çalakbûna xaneya B ya girêdayî xaneya T
Bi gelemperî xaneya B ne bi tena serê xwe, lê bi navbeynkariya xaneya T alîkar, çalak dibe û bergiriya derdanî dabîn dike. Gava hokara nexweşiyê dikeve nav laş, xaneya hellûşênera gewre hin ji van hokaran bi hellûşînê têkdişkîne. Hin ji pirtikên(perçeyên) hokara nexweşiyê li ser rûyê parzûna xaneya hellûşênera gewre de tên cihkirin. Ev pirtikên li ser rûyê xaneyê, wekî molekulên diyarkirina dijepeydaker tê bi navkirin. Herwîsa, bi vî awayê hellûşênera gewre jî dibe xaneya dîyarkera dijepeydaker. Xaneya hellûşênera gewre sîtokîn (înterlêkîn) der dide.
Lîmfexaneya T alîkar ji hebûna dijepeydkerê agahdar dibe û xwe bi xaneya tûşbûyî (hellûşênera gewre) ve girê dide. Bi vî awayê xaneya T alîkar çalak dibe û bi dabeşbûnê hê pirtir ji heman xaneya T alîkar çê dike. Xaneya B bi alîkariya wergirên xwe, bakteriyê bi xwe ve girê dide û hin pirtikên dijepeydakerê li ser molekulên MHC II yên li ser rûyê xwe de cih dike. Xaneya T alîkar a çalakbûyî xwe bi xaneya B yê ve girê dide. Xaneya T alîkar sîtokîn der dide. Girêdana xaneya T alîkar û derdana sîtokînê, xaneya B yê çalak dike.Xaneya B ya çalakbûyî dest bi dabeşbûnê dike û hê pirtir ji xaneyên mîna xwe çê dike.


Piraniya xaneyên nû diguherin û dibin plazmaxane. Plazmaxane dijeten berhem dike û der dide. Ji ber ku dijeten ji hokara nexweşiyê re taybet e, li dij hokara nexweşiyê bergiriya derdanî dabîn dike. Hinek ji xaneyên B yê jî dibin xaneyên bîrker.