Celadet Alî Bedîrxan

Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)

2023/01/26

Lêkdana Taqîkarî

    Di bin çavderiyê de bi awayekî kontrolkirî cotkirina du tekên dij zayend ên heman corê, wekî lêkdan (bi înglîzî: cross) tê navkirn.

    Lêkdana tekek (kesek) bi rûxsara zal û bomawebabeta nediyar, bi tekek bi rûxsara bezîw û bi bomawebabeta yekreg, wekî lêkdana teqîkarî (bi înglîzî: test cross) tê navkirin.
    Lêkdana taqîkarî cara pêşîn ji aliyê Gregor Mendel ve hat bikaranîn û di ware bomawezaniyê de wek amûrek girîng hebûna xwe heta îro domand.
    Gava sîfetek bi du allelen cuda tê temsîlkirin û allelek li ser allela din zal be, kesê ko bi rûxsarebabeta bezîw e, bomawebabeta wî yekreg (bi înglîzî: homozygous) e . Ango heke herdu allelên zîndewerê allela bezîw bin, di wê zîndewerê de rûxsarebabeta bezîw xuya dibe.
Heke di zîndewerê de rûxsarebabeta zal xuya bibe, dibe ko bomawebabeta wê tekreg an jî dureg (bi înglîzî: heterozygous) be.
    Lêkdana taqikarî rêbazek e ji bo diyarkirina bomawebabeta nediyar a rûxsara zal. Bi vê rêbazê, yekregbûn an jî duregbûna bomawebabeta nediyar a sîfetê diyar dibe.
Wekî mînak, di rîweka polkeyê de sîfeta rengê kulîlkê bi du allelan tê temsîlkirin, loma kulîlkên polkeyê dikarin bi du rûxsarebabetan xuya bibin; mor an jî spî. Herwisa allela mor zal e, allela spî bezîw e.
Heke kulîlkên polkeyê spî bin, mirov dikare pêşbîniya bomawebabeta kulîlkê bike, ji ber ko di kulîlkên polkeyê de rûxsarebabeta spî, rûxsarebabeta bezîw e, divê bomawebabeta kulîlkên spî jî (aa), ango yekreg bin. Lê heke kûlîlkên polkeyê mor bin, bomawebabeta wan nayê zanîn. Dibe ko bomawebabet (AA ) an (Aa) be, ji ber ko mor rûxsarebabeta zal e, di herdu bomawebabetê de jî kulîlk mor in.
Ji bo diyarkirina bomawebabeta kulîlkên mor divê lêkdana taqîkarî were sazkirin. Ango divê polkeya kulîlk-mor (allela zal), bi polkeya kulîlk-spî (allelên bezîw) ve were lêkdan.
Di vê lêkdanê de ji ber ko rûxsarebabeta spî bezîw e, rûxsarebabeta kulîlkên spî (aa) yekreg e, loma kulîlkên spî tenê yek cor gamet çêdikin.
Bomawebabeta kulîlkên mor ne diyar e, dibe ko yekreg an jî dureg bin. Loma divê di lêkdana taqîkarî de herdu eger jî werin hesibandin.
Egera yekem:
Dibe ko bomawebabeta nediyar yekreg be, ango (AA) be. Di vê rewşê de ji polkeya kulîlk-mor, ji bo rengê kulîlkê tenê yek cor allel (A) çêdibe.
Ji lêkdana polkeya kulîlk-mor, bi polkeya kulîlk sipî ve (AA x aa), hemû weçeyên yekem (F1) bi rûxsarebabeta mor û bi bomawebabeta (Aa) yên dureg peyda dibin.
Egera duyem:
Dibe ko bomawebabeta nediyar dureg be, ango allelên (Aa) lixwe bigire. Vê gavê lêkdana (Aa) x (aa) rû dide
Encamê lêkdanê : %50yê weçeyên yekem bi kulîlkên rûxsarebabeta spî û bomawebabeta yekreg (aa), %50yê weçeyan jî bi kulîlkên rûxsarebabeta mor û bomawebabeta dureg (Aa) in.
    Bi kurtasî, heke bomawebabeta rûxsarebabeta zal (mor) yekreg be, hemû weçeyên yekem (F1) dureg in û bi rûxsarebabeta mor in. Na, heke bomawebabeta rûxsara zal dureg be, îcar nîvê weçeyên yekem bi rûxsarebabeta bezîw û bi bomawebabeta yekreg (aa) peyda dibin. Nîvê din ê weçeyên yekem jî bi rûxsarebabeta zal û bi bomawebabeta dureg (Aa) peyda dibin.
*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.







2023/01/24

Lêkdana Tekeduregbûn (Lêkdana Monohîbrîd)

 


    Bomaweya du allelên cuda yên heman sîfetê bo weçeyê, wekî “lêkdana tekeduregbûn” an jî “lêkdana monohîbrîd” (bi înglîzî: monohybrid cross) tê navkirin. Di vê lêkdanê de, herdu bavanên yekem (P1) jî ji bo sîfeta diyarkirî yekreg in.Hemû weçeyên F1ê dureg in.
Monohîbrîd (tekeduregbûn) corek ji duregbûnê ye ko allelên bavanan ji bo yek sîfetek diyarkirî, ji hev cuda ne. Ango ji bo heman sîfetê, rûxsarebabata(bi înglîzî: phenotype) bavanan ji hev cuda ne. Wekî mînak, ji bo sîfeta rengê kulîlkê, rîweka polke yek ji du rûxsaran li xwe digire, kulîlkê hin rîwekan mor, ên hinekan jî spî ye.
Bi lêkdana tekeduregbûnê, zalbûn û bezîwbûna cota allelan tê derxistin. Gregor Mendel rûxsara ko bi lêkdana monohîbrîd de, di nifşa F1ê de xuya dibe, wekî rûxsara zal (bi înglîzî: dominant phenotype) nav lê kir. Rûxsra ko di weçeyên yekem (F1) de veşartî dimîne jî wekî rûxsara bezîw (bi înglîzî: recessive phenotype) nav lê kir.
Ji bo rêbaza lêkdana tekeduregbûnê, pêdivî bi bavanên yekreg heye. Ango ji bo sîfeta diyarkirî, divê allelên bavan ji hev cuda bin lê bavan ji bo wê sîfetê yekreg bin. Lêkdana riweka polkeyê ya kulîlkên mor û yekreg, bi riweka polkeyê ya kulîlkên spî û yekreg mînake bo lêkdana tekeduregbûnê.
Bomawebabeta (bi înglîzî: genotype) kulîlkên mor ên yekreg AA, yên kulîlkên spî jî aa ye. Gametên herdu riwekan jî ji bo rengê kulîlkê tenê yek cor allel lixwe digirin. Gameta kulîlka mor, allela A, gameta rîweka spî jî, allela a lixwe digirin. Bi lêkdana van gametan weçeyên yekem (F1) ên bi bomawebabeta Aa peyda dibin. Ji ber ko rengê mor li ser rengê spî zal e,hemû nifşên F1ê bi rengê mor in. Gregor Mendel weçeyên yekem (F1) jî bi perîna xweyî lêk da, di encamê de sê ser çar(3/4) ê weçeyên F2yê bi rûxsarebabeta zal, ango bi rengê mor xuya bûn. Yek ser çar (1/4) ê weçeyên F2yê bi rengê spî, ango bi rûxsarebabeta bezîw peyda bûn.
Çargoşeya Punnet
Ji bo pêşbînîkirina egerên lêkdanê, cor û rêjeyên bomawebabet û rûxsarebabetên weçeyan, rêbazek bi navê “çargoşeya Punnet” (bi înglîzî:Punnett square)tê bikaranîn. Ev rêbaz cara pêşîn, ji aliyê bomawezanistê brîtanî Reginald Punnett ve hat pêşvazîkirin loma navê wî li rêbazê hat danîn.
Ji bo amadekirina çargoşeya Punnet, pêdivî bi gametên bavan heye. Gametên nêrê (sperm) li jorê çargoşeyê tên rêzkirin. Gametên mêyê (hêk) li kêlekê, li aliyê çepê de tên rêzkirin. Paşê egera yekbûna sperm û hêkê di çargoşeyan de tê nivîsin. Ango her çargoşe rûxsarebabeta zîgota dîploîdî, an jî hêka pîtandî temsîl dike. Heke zalbûn û bezîwbûna sifetê eşkere be, vê gavê rêjeya rûxsarebabetan jî tê derxistin.
Ji bo lêkdanek tekeduregbûn a bavanên yekreg, ji her bavanek yek cor gamet peyda dibe, loma di vê lêkdanê de egera peydebûna yek bomawebabetê heye. Hemû weçe (F1) bi bomawebabeta Aa û bi rûxsarebabeta mor in.
Heke weçeyên F1 bi perîna xweyî werin lekdan, vê gavê ji her bavanek du cor gamet peyda dibe gameta “A” û gameta “a”. Pîtîn ango yekbûna gametên nêr û mêyê bi korane (bi şansê) rû dide. Divê hemû egerên yekbûna gametan were hesapkirin. Egera yekbûna gametan bi çar awayî pêk tê, AA, Aa, aA, aa. Aa û aA heman zanyariyên bomaweyî lixwe digirin loma wekî yek cor tê hesîbandin.Li gor vê rewşê, di weçeyên F2 de du ruxsarebabet, sê bomawebabet tê ditin. Bomawebabetê F2 , AA, Aa û aa ye. Rêjeya bomawebabetê : 1: 2: 1 e. Herwîsa sê ji çar weçeyên F2 kulîlkên mor, yek ji çar weçêeyên F2 jî kulîlkên spî lixwe digirin.Ango rêjeya rûxsarebabeta weçeyên F2, 3 mor : 1 spî ye.
* Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.







2023/01/15

Perîn

 


    Guhaztina tozkulîlkan (bi înglîzî: pollen) ji porgê nêrîkê bo kospa mêyika heman cor kulîlkê, wekî perîn (bi înglîzî: pollination) tê navkirin. Tozkulîk danikên (bi înglîzî: granule) pir hûrikin, di porgê nêrikê de, di kîsikên tozkulîlkê de tên berhemkirin. Tozkulîlkek du heb xane lixwe digire, piştî perînê yek ji van xaneyan diguhere û dibe sperm.
Ji bo pîtina hêkê bi spermê ve, divê sperm û hêka riwekê bigihîjin hev. Ji bo pîtînek serkeftî rû bide, bi mîlyonan danikên tozkulîlk tên berhemkirin û belavkirin.
Di jîngehê de perîna riwekan bi du şêweyê rû dide, perîna xweyî (bi înglîzî: self pollination) û perîna têkel (bi înglîzî:cross pollination)
Heke tozkulîlk ji porgê kulîlkê bo kospa heman kûlîlkê an jî bo kospa kulîlkek din a heman riwekê ve werin guhaztin, ev perîn wekî perîna xweyî tê navkirin. Ango di perîna xweyî de hekok ji aliyê sperma tozkulîlka heman riwekê ve tê pîtandin.

Heke tozkulîlk ji porgê kulîlkek ber bo kospa kulîlka riwekek din a heman corê ve were guhaztin, ji vê perînê re tê gotin perîna têkel. Di perîna têkel de sperm û hêk ne ji heman riwekê lê ji riwekên heman corê ne.
Perîna xweyî rê li ber çeşîddariyê digire, loma riwek bi gelemperî bi perîna têkel pir dibin. Bi vî awayî çeşîddariya wêçeyan dabîn dikin ko weçe ji guherînên neyînî yên hawirdorê werin parastin.
Perîna ko di bin kontrola mirov de rû dide, wekî perîna destkarî (bi înglîzî: artificial pollination) tê navkirin. Gregor Mendel bi perîna destkarî li ser riweka polkeyê de taqiyên perîna xweyî û perîna têkel saz kir.
Hokarên navbeynkariya guhaztina tozkûlîlkan dikin wekî perîner (bi înglîzî:pollinator) tên navkirin. Di jîngehê de zîndewerên wekî mêşhingiv, hin corên kêzikan û balînde perînerên serekî ne ko tozkulîlkan ji porgê kûlîlkê diguhazînên bo kospa kûlîlkê. Li gel zîndeweran, hokarên nezindî yên wekî ba, baran, hêza erdkêşê û av jî tozkulikan belavê hawirdorê dikin.
Riwek şîrîniyek a binavê nektar berhem dike û ji kûlîlkên xwe der dide. Li gel rengê pelên tacokeyê, bêhn û çêja nektarê, perîneran han dike ko serdana kulîlkan bikin. Mêşhingiv yek ji perînerên sereke ne. Gava mêşhingiv li ser kulîlkê nektar û tozkulîlk berhev dike, hinek tozkulîlk ji porgê nêrikê li per (bask), pûrt û çîpên mêşhingivê dizeliqe. Mêşhingiv ji kulîlkê dîfîre ser yeka din û tozkulîlkên pê ve zeliqandî, dikişîne ser kospa kulîlkek din. Bi vî awayî spermên di nav tozkulîlkên kulîlkekê, bi hêkokên kulîlkek din ve tên pîtîn.
*Ev xebat li sere wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.











2023/01/11

Kromozomên lêkçû



    Kromozomên lêkçû (bi înglîzî:homologous chromosomes) ji cotek kromozoman pêk tê. Cor û rêza genên li ser kromozomên lêkçû heman in. Şêwe, qebare, cihê sentromerê û dirêjiya milên kromozomên lêkçû wekhev hev in.

    Heke di xaneyek de komeleya kromozoman ji kromozomên cot, ango ji kromozomên lêkçû pêk hatibe, ev xane wekî xaneya diploîdi(2n) tê navkirin. Ji bilî sperm û xaneya hêkê, hemû xaneyên laşê mirov dîploîdî ne. Xaneyên sperm û hêkê, ji her corek yek kromozom lixwe digirin, ango di xaneyên zayendê de kromozomên lêkçû tûne, loma evan xaneyan wekî xaneyên haploîdî tên navkirin.
    Kromozomên lêkçû genên ji bo heman sîfetê lixwe digirin. Lê dibe ko ev genan kar bikin ji bo peydabûna rûxsarên cuda, ango kromozomên lêkçû kopyayê hev nin in.Wekî mînak, di riweka polkeyê de ji bo zanyariya bomaweyî ya rengê kulilkê, herdu kromozomên lêkçû jî di heman beşen xwe de gena ji bo rengê kulîlkê lixwe digirin. Lê dibe ko gena kromozomek ji bo peydabûna rengê mor, gena kromozoma din ji bo rengê spî be.
Xaneyên laşê mirov ji her cor kromozomê cotek lixwe digirin. Di xaneyên dîploîdî (2n) de cota kromozomên lêkçû, yek ji bavanên nêr, a din jî ji bavanên mê tê. Çeşîddariya di nav endamên heman cor zîndeweran, ji ber guhaztina van kromozoman peyda dibe.
    Di xaneyên mirovên mê de 23 cot kromozomên lêkçû heye, ji vana 22 cot kromozomên laş, cotek jî (XX) kromozomên zayendê ye.
Lê di xaneyên mirovê nêr de 22 cot kromozomên lêkçû heye. Di xaneyên nêran de kromozomên zayendê, X û Y kromozomên lêkçû nîn in.
    Her ferê cota kromozozomên lêkçû, kromozoma duhendebûyî ye, loma ji du kromtîdên xwîşk pêk tê. Kromatîdên xwîşk di beşa sentromerêde bi hev re girêdayîne. Gava kromozomên lêkçû tên hemberî hev pêkhateyek ji çar kromatîdî peyda dibe, ji vê pêkhateyê re tê gotin tetrad.
    Kromozomên lêkçû û kromatîdên xwîşk tiştên gellek ji hev cuda ne. Kromozomên lêkçû bi eslê xwe kromozomên bavan in. Çavkaniya kromozomek lêkçû sperm, a kromozoma din jî xaneya hêkê ye. Ango bi pîtînê, bi yekbûna navika sperm û hêkê, kromozomên lêkçû peyda dibin. Kromozomên lekçû dişibin hev,lê ne kopyayê hev in.Kromatîdên xwîşk di qonaxa înterfazê de, bi duhendebûna kromozomê peyda dibin. Loma kromozomên xwîşk kopyayê hev in.

    Di dema dabeşbûna miyozê de, di qonaxa profaza I de ,kromozomên lêkçû wisa tên ba hev ko her genên li ser kromozomek bi genên kromozoma din ve tên hemberî hev. Ango genên allel nêzikê hev dibin. Kromatîdên nexwîşk di hin xalan de tên ser hev, ev rewş wekî kîazma tê navkirin. Kromozomên nexwîşk di xala kîazmayê de dihelin û hin perçe ji kromatîdê diqetin. Perçeya kromtîdêk bi perçeya kromatîda din ve tê guhertin. Bi vî awayê rêza ADNya herdu kromatîdên nexwîşk, ji ber perçeyên nû diguhere, ji vê cih guhertinê re tê gotin perçe guherîn (bi înglîzî: crossing over) Parçe guherîn yek ji hokarên serekî ye ko dibe sedema guherîna bomaweyî ya nifşên nû.
    Di qonaxa anafaza I de cota cromozomên lêkçû ji hev cihê dibin û her ferek ber bi cemserek xaneyê ve diçe. Cihêbûna kromozomên lêkçû tesedûfî ye, ango berê anafaza I nayê zanîn ko kîjan kromozom diçe kîjan gametê. Ev rewş dibe sedema çeşîddariya gametan.Mendel bi qanuna dabeşkirina serbixwe (bi înglîzî: law of independent assortment) diyar kirîbû ko bi awayekî serbixwe belavbûna kromozoman dibe sedema peydabûna çeşîddariyê di navbera nifşên nû de.

*Ev xebat liser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.





2023/01/06

Allel

 



Allel, yek ji du an jî zêdetirê genên cîgir (alternatîv) e li ser kromozomê homolog, di xalek diyarkirî (lokus) de cih digire. Herwisa hin caran ji dewsa allel, peyva allelomorf jî tê bikaranîn
Bi kurtasî, şêweyên cuda yên genek (bohêl) diyarkirî wekî allel tên navkirin.
Cudahiyên di navbera endamên zîndewerên heman corê, wekî çeşîddarî tê navkirin. Çeşîddariya bomaweyî ji ber hebûna allelen cuda peyda dibe.
Guhertoyên (varyant) genên alternatîv, ango allel, çeşîddariya şeweyê sîfetê ango çeşîddariya rûxsarê zêde dikin.
Di sîfetên dureg de rêza zincîra ADNya her allelek ji hev piçek cuda ye. Di xaneyên dîploîdî de her gen du allel lixwe digire, her allelek li ser kromozomên homolog de di xalên taybet (lokûs) ên li hemberî hev de cih digire.
Allel bi şêweyê cot kar dikin lê dibe ku zêdetirê du allelan jî bandorê li çêbûna rûxsarebabeta sîfetek diyarkirî bikin. Allela ko xwe di rûxsarebabeta zîndewerê de nîşan dide û çêbûna rûxsarebabeta allela din a heman genê asteng dike, wekî allela zal tê navkirin.
Allela ko li hember allela zal, di rûxsarebabetê de xuya nabe û veşartî dimîne, wekî allela bezîv tê navkirin. Heke herdu allelên heman genê jî bezîw bin, vê gavê allelê bezîw, xwe di rûxsarebabeta zîndewerê de nîşan dide.
Heke herdu allelên genekî wekhev bin, ango rêza ADNya wan heman bin, ji bo vê sîfetê, zîndewer wekî yekreg (bi înglîzî:homozygous) tê navkirin. Heke herdu allel ji hev cuda bin, zîndewer ji bo vê sîfetê wekî dureg (bi înglîzî: heterozygous) tê navkirin. Li gor bomaweyiya Mendelî, yek ji herdu allelan dibe allelê zal û di rûxsara zîndewerê de xwe nîşan dide. Allela din bezîw e û di rûxsara zîndewerê de xuya nabe.
Allel li ser kromozomê de bi tîpan tên nîşankirin. Wekî mînak, ji bo sîfetê rengê kulîlka polkeyê du allel hene, Allelek zanyariyên ji bo rengê mor lixwe digire, allela din zanyariyên ji bo rengê spî hildigire. Heke allel zal be bi tîpa girdek tê nîşankirin, allelê bezîw jî bi heman tîpê lê bi tîpa hûrdek tê nîşankirin. Ji ber ko di kulîlka riweka polkeyê de rengê mor li ser rengê spî zal e, allelên rengê kulîlka polkeya dureg wekî Pp tên nîşankirin (P = purple ). Li gor vê rewşê kulîlkên bi rengê mor yekreg an jî dureg in, allelên PP an jî allelên Pp lixwe digirin. Kulîlkên bi rengê spî yekreg in û allelên pp lixwe digirin
Heke zîndewer ji bo sîfetek diyarkirî yekreg be, hemû gametên (sperm an jî hêk) zîndewerê ji bo wê sîfetê yek cor allel lixwe digire. Heke zîndewer xwediyê sîfetek dureg be, vê gavê zîndewer du cor allel lixwe digire û egera gametek a bi yek ji wan allelan %50 ye.
Mendel bi taqîyên ser riweka polkeyê hin zanyariyên derbarê allelan de bi dest xist. Mendel ji encama taqiyên xwe diyar kir ko ;
1. Ji bo her sîfetek du allel heye
2. Allel di hemû nifşên nû de yekgirtiya xwe diparêzin, beyî ko têkilê hev bibin, ji bavan diguhazin bo weçeyan.
3. Di hebûna allela zal de, allela bezîw veşartî dimîne û di rûxsarebabeta zîndewerê de xuya nabe.Ji vê rewşê re tê gotin zalbûna tevav.
Piştî Mendel, zanyar zêdetir lêkolînên bomaweyî li ser riwek û ajalên din kirin û nîşankirin ko allel xwediyê hê zêdetir taybetmendiyan in.Di be ko di navbera cota allelên ser kromozomên homolog de ji bilî zalbûna tevav bi çendan rêyên din jî têkilî çêbibe.
Zanyariyên bomaweyî ya mirov ji ya polkeyên Mendel aloztir e. Hinek rûxsarebabetên mirov ji allelê zal peyda dibin. Lê pirraniya allelên mirov li gor rêbaza zalbûn û bezîwbûnê bandor li hev nakin.
Zalbûna netevav, hevzalbûn û fire allelî hin zanyariyên derbarê allelan in ko piştî Mendel hatin keşfkirin. Ev beşa bomaweyiyê, wekî bomaweyiya neMendelî tê navkirin.
Zalbûna netevav
Heke di navbera allelên dureg ên genek diyarkirî de têkiliya zalbûn û bezîwbûn rû nede, ev rewş wekî zalbûna netevav (bi înglîzî: incomplete dominance) tê navkirin. Di zalbûna netevav de rûxsarebabeta weçeyê ji rûxsarebabeta herdu bavanan cuda ye. Wekî mînak, heke riweka qerenfîlê ya bi kulîlkên sor bi qerenfîla kûlîk spî ve were lêkdan rûxsarebabeta hemû weçeyen yekem (F1) bi rengê pembeyî xuya dibe. Rûxsara pembeyî navenciya rengê sor û spî ye.
Hevzalbûn
Heke bandora herdu allelan jî li ser rûxsarebabeta weçeyê xuya bibe ev rewş wekî hevzalbûn (bi înglîzî: codominance) tê navkirin. Cudahiya hevzalbûnê ji zalbûna netevav ev e ko, rûxsarebabetên herdu bavanan jî di rûxsarebabata weçeyê de xuya dibe.
Wekî mînak ji cotbûna gayê reş bi çêleka spî ve, golika belek, ango golika bi pûrtê rengê reş û spî peyda dibe.
Fire allelî
Mendel di xebatên xwe de sîfetên xwediyê du genên cîgir bi kar anîbû. Herçiqas zîndewerek dîploîdî dikare ji bo genekê tenê du alel hilbigire jî, dibe ko di koma heman zîndeweran de ji duduyê zêdetir allel hebe.
Heke sîfetek xwediyê sê an jî zêdetir genên cîhgir be, ev rewş wekî fire allelî (bi înglîzî: multiple alleles) tê navkirin. Wekî mînak, sîfeta komeleya xwîna mirov ji aliyê sê allelan ve, allelên A,B,O ve tê kontrolkirin. Komeleya xwîna mîrovek ji van sê allelan herî zêde du cor allel lixwe digire.
* Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin

https://ku.wikipedia.org/wiki/Allel