Celadet Alî Bedîrxan

Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)
Showing posts with label qed. Show all posts
Showing posts with label qed. Show all posts

2025/09/20

Serxes

 

Here nagîvasyonê

Here lêgerînê
Serxes riwekên lûleyî û bêtov in.

Serxes (bi înglîzî: fern) navê gelemperî yê komek riwekên lûleyî û bêtov ên cîhana riwekan e ko di liqê piterofîta (Pterophyta) de tên polenkirin.

Serxes kulîlk û mêwe berhem nakin, spor çêdikin. Gurza lûleyên ko ji şaneya niyan (bi înglîzî: phloem) û şaneya darik (bi înglîzî: xsilem) pêk tê, lixwe digirin. Ji bo veguhaztina av û xurekemadeyan, şaneya lûleyî (bi înglîzî: vascular tissue) tê bikaranîn. Bi navbeynkariya şaneya lûleyî, av û xurekemade ji regan heta pelan, ji pelan heta hemû beşên riwekê tên veguhaztin.

Beşa riwekzaniyê ya ko li ser serxes û riwekên din ên lûleyî û bêtov xebat dike, wekî piterîdozanî (bi înglîzî: pteridology) tê navkirin.

Piraniya serxesan bi şêweyî devî ne, lê serxesên darîn (darokî) jî hene. Di jingehê de di nav riwekên bêtov ên lûleyî de bi qasî 11000 coran, herî zêde serxes cih digirin. Bi xebatên di van salên dawî de hatiye destnîşankirin ko serxes xizmên herî nezîk ên riwekên tovdar in.[1]Gelek serxesên tropikî di darîstanên baranê de xwe li ser qed û liqên riwekên din de girê didin û geşe dibin. Lê serxes mişexwer nîn in û ji riwekê xurek nagirin, xurekên xwe bi fotosentezê dabîn dikin.[2] Serxes li deverên germ û şêdar de hê baştir dijîn. Lê li ser rûyê erdê, ji bilî parzemîna Antartîkayê li her deverên cihanê de gelek corên serxesan dijîn.Bi gelemperî serxes di jingehên hênik, sîdar û şêdar de hê baştir dijîn.

Pirbûn û çerxa jiyana serxesan

Serxes bi dordariya nifşan pir dibe. Ango di çerxa jiyana serxesê de pirbûna zayendî û pirbûna nezayendî li dû hev rû didin. Di nifşa sporofîtî de riwek xwediyê qedê rîzomî (bi înglîzî: rhizome) û pelên serxesî (bi înglîzî: fronds) û reg in. Di dordariya nifşan (metagenez) de nifşa sporofîtî zal e. Nifşa gametofîtî, piştî pirbûna zayendî di demek kurt de dimire. Nifşa sporofîtî û nîfşa gametofîtî ya serxesan, herdu jî dikarin fotosentez bikin.[1]

Serxesên ko em li darîstan û jingehê de dibînin, serxesên sporofît in. Nifşa sporofîtî ya serxesê ji reg, qed û pelan pêk tê.

Nifşa sporofîtî bi pirbûna zayendî peyda dibe. Nifşa gametofîtî jî bi pirbûna nezayendî, ango bi zîldana sporek çêdibe. Spor di spordankan de tên berhemkirin. Spordankên serxesê, bi awayî guşî, li ser rûyê binî yê pelên serxesê de, di nav pêkhateyên bi navê sorus (bi înglîzî: pirjimar; sori, yekjimar; sorus) de cîh digirin.[2]Di her spordankekî de ji makexaneya sporan, bi dabeşbûna miyozî sporên haploîdî tên berhemkirin. Spor ji nifşa sporofîtî ya serxesa pêgihîştî belavê hawirdorê dibin. Piraniya corên serxesan tek corek spor berhem dikin.[3]Di jîngehek guncav de spor zîl didin, ji her sporek, bi dabeşbûna mîtozî gametofîtek firexaneyî ya haploîdî peyda dibe.[1]Her gametofîtek endamên çêkerê sperman ên bi navê anterîdiyum û endamên çêkerê hêkê yên bi navê arkegoniyum çêdike.

Serxes ji bo veguhaztina sperman avê bi kar tînin. Spermên bikilik û lûlpêçî, bi gelemperî ji anterîdiyuma gametofîtek, ber bi arkegoniyuma gametofîta nêzê wê, di nav perdeya avê de avjenî dikin. Gava sperm digihîje arkegoniyumê, hêkê dipitîne û zîgota dîploîdî bi dabeşbûna mîtozî diperise bo embriyoya firexaneyî (sporofîta negihîştî). Di vê qonaxê de embriyoya sporofîtê bi gametofîtê ve girêdayî ye û xurekên xwe ji wê dabîn dike. Her ko sporofît geşe dibe û diperise, gametofît diçilmise, piçûk dibe û dawiya dawî dimire. Bi mirina gametofîtê (protalus), sporofît êdî bi tena serê xwe djiî.[4] Bi gelemperî di navbera sperm û hêka heman gametofîtê de pîtîn rû nade. Di piraniya gametofîtan de hêk û sperm di demên cuda de tên berhemkirin. Loma heka ji gametofîtek bi sperme gametofîdek din ve tê pîtandin.[3] Arkegoniyuma firexaneyî, dema geşebûn û peresînê de, embriyoyê diparêze.[1]

Bi gelemperî sporofîta serxesan, riweka pirsalî ye (gelek salan dijî) û dikarin bi pirbûna vejetayî jî zêde dibin. Qedê rîzomî di bin erdê de mîna regan şax didin û sporofîtên nû çêdibin. Ji ber ko sporofîtên nû bi pirbûna nezayendî çêdibin, hemû sporofîtên nû kopiyên hev in.[5]

Nifşa sporofîtî

Serxesên ko em li darîstan û jingehê de dibînin, serxesên sporofît in. Nifşa sporofîtî ya serxesê ji reg, qed û pelan pêk tê. Xaneyên sporofîtê dîploîdî ne, ango her kromozom bi cotî ne, ferek ji hêkê, fera a din jî ji spermê tê. Sporên sporofîtê haploîdî ne.[5]

Serxes bi dordariya nifşan pir dibe. Ango di çerxa jiyana serxesê de pirbûna zayendî û pirbûna nezayendî li dû hev rû didin.

Di nifşên sporofîtî de qebareya hin serxesan dibe ko bi qasî santîmetreyek piçûk be an jî dibe ko hin serxes bi bilindahiya bi qasî 25 metreyan mezin bin.[2] Wekî mînak, tîreya serxesa avî ya bi navê Azolla pinnata ji santîmetreyek piçûktir e. Herwisa di serxesen darî (bi înglîzî: tree ferns) de dirêjiya riwekê dibe ko ji 24 metreyan zêdetir be û dirêjiya pelên wê jî bi qasî 5 metreyan be.[1]

Di nifşên sporofîtî yên serxesan de qed bi gelemperî di bin erdê de bi berwarkî dirêj dibe û wekî qedê rîzomî an jî bi kurtî rîzom (bi inglîzî: rhizome) tê navkirin. Di hin corên serxesan de, wekî mînak, di serxesên darî de, qed ne di bin erdê de lê li ser rûyê erdê, ber bi jor ve bi awayekî stûnî dirêj dibin.[6] Pelên serxesê jî (bi înglîzî: fronds) ji serê qedê rîzomî dirêj dibin. Di destpêkê de pelên serxesê mîna zembûreka saetê bi şidî badayî ne.[7] Pelên badayî bêyî ko tu ziyan bigihîje wan, axê diqelişînin, bi silametî derdikevin ser rûyê erdê. Li rûyê erdê, pelên badayî yên ciwan vedibin û geşe dibin bo pelên pêgihîştî.[1]Keman amûrekî muzîkê ye. Serê destiyê kemanê mîna şeytanokê, lûlpêç e, û bi înglîzî wekî “fiddlehead “ ango “serê kemanê” tên navkirin.Pelên ciwan ên serxesê jî dişibin serê destiyê kemanê, loma bi înglîzî pelên badayî û pêçayî yên serxesê wekî “fiddlehead” tên navkirin.

Nifşa gametofîtî

Nifşên gametofîtî yên serxesan bi gelemperî pir piçûk in û tireya wan bi qasî 6 mîlîmetre ye.[1] Di piraniya corên serxesan de gametofîta pêgihîştî bi qebareya nînoka tiliya mirov e û dişibe dil an jî gurçika bi rengê kesk.Ango ji bo mirov, di jîngehê de dîtina gametofîtê ne hêsan e.

Nifşa gametofîtî bi gelemperî ji bilî navendê, ji çînek xaneyên fotosentezî pêk tê. Gametofît bi nivçeregan (rîzoîd) xwe bi axê an jî bi cihek din ve dibestîne û av û mîneralan dimijne. Ji ber ko lûleyên rîzoîdan tune, rîzoid regên rasteqîn nin in, nîvçereg in.[1]Endamên zayendê yên nêr û mêyê, li ser rûyê jêr ê gametofîdê de diperisin. Bi gelemperî di gametofîtek de herdu endamên zayendê jî geşe dibe, lê di hin corên serxesan de dibe ko ji gametofîtek tenê endamê mêyê, ji gametofîtek din jî tenê endamê nêrê were çêkirin.

Di gametofîta pêgihîştî de ji endamê nêrê sperm tên çêkirin û berdan. Sperm bi şêweyî lûlpêçî ne, di nav perdeya avê de avjenî dikin û xwe digihînin hêka di nav endamê mêyê.[8] Pîtîn di endamê mêyê de, ango di arkegoniyumê de rû dide. Gametofît bi ekserî li nezî hev geşe dibin. Sperma ji gametofîtek, bi gelemperî hêka gametofîta nezî xwe dipitîne. Piştî pîtandinê,zîgota dîploîdî geşe dibe û diperise bo embriyoyê. Embriyo pêşengê nifşa sporofîtî ye. Pelên hûrik ên sporofîta ciwan ji binê gametofîtê derdikevin û ber bi rûyê erdê ve dirêj dibin.Di serxesan de nifşa gametofîtî, zîndewerek fotosentezî û xwejîn (bi înglîzî: autotroph) e. Gelemperiya corên serxesn de nifşa gametofîtî dikare bi tena serê xwe bijî. Lê hin serxesên gametofît neçar in ko bi karokan re hevkariyê bikin.

Polenkirin

Serxesên gezikî (bi înglîzî: whisk ferns), gihayên dûvê hespê (qedqedok) (bi înglîzî: horsetails) û serxes di cîhana riwekan de di liqê piterofîta (Pterophyta) de tên polenkirin.[9] Endamên vê liqê riwekên lûleyî ne û bêtov in.

Jîngehzanî

Di deverên tropîkal, li darîstanên baranê û deverên hênik de, serxes riwekên herî belavî yên daristanên sîdar û şêdar in.[5] Hin corên serxesan li ser ax, hin cor li ser kevir û zinaran, hinek corên serxesan jî li ser daran de geşe dibin û diperisin. Bi gelemperî serxes di deverên tropîk, li darîstanên baranê de, li ser qed û liqên daran de geşe dibin.

Riwekên ko riwekek din ji bo destekê bikar tînin û li ser wê riwekê geşe dibin, wekî riwekên epîfît (bi înglîzî:epiphyte) tên navkirin. Serxes, hezaz, orkîde (bi înglîzî: orchid) mînak in bo riwekên epîfît. Riwekên epîfît mişexwer nîn in û fotosentez dikin. Av û mîneralên xwe ji ava baranê dabîn dikin.[5]Serxes dikarin di jingehên sîdar de jî bi awayekî serkeftî fotosentez bikin.

360 heta 300 mîlyon sal berê, di dema serdema karbonîferê (bi înglîzî: carboniferous period) de, piraniya daristanên Ewrasya (bi înglîzî: Eurasia) û Amerîkaya Bakur ji serxesan û riwekên din ên lûleyî û bêtov pêk dihat. Her ko riwek mirin û ketin erdê, di jingehên avzê de noq bûn. Serxes di nav avzê de bi temamî neriziyan û nehatin hilwêşandin. Paşmayiyên serxes û riwekên din bi sed hezar salan li ser hev berhev bûn û çînek stûr a ji madeyên endamî pêk hat. Paşê qadên avzê bi ava deryayê hatin dagirkirin. Herrî û qûm û madeyên din ên nav ava deryayê li ser riwekên mirî berhev bûn. Giraniya van madeyan, li ser paşmayiyên riwekan pesto û germahiyê zêde kir û bermahiyên riwekan di demek dirêj de hatin guhertin bo rejiyê (komir).[10] Ango rejî bi eslê xwe kevirên reş ên ji fosîlên riwekan e.




Girêdanên derve

Çavkanî

  1. Jump up to:a b c d e f g h Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  2. Jump up to:a b c Starr, C. (2007). Biology:concepts and applications (7th ed.). Boston, MA: Cengage Learning.
  3. Jump up to:a b Reece, Jane B. Campbell Biology : Jane B. Reece ... [et Al.]. 9th ed., Boston, Ma, Benjamin Cummings, 2011.
  4. ^ Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  5. Jump up to:a b c d KWagner, Warren H., Mickel, John T., Yatskievych, George, Gifford, Ernest M., Walker, Warren F.. "fern".. Encyclopedia Britannica, 23 Aug. 2025, [1] Accessed 17 September 2025.
  6. ^ Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  7. ^ Schraer D.W, Stoltze H.J,(1995). Biology (6th ed.). USA: prentice Hall, ISBN 0-13-806630-2.
  8. ^ Johnson, L. G. (1987). Biology. Dubuque, Iowa: Wm. C. Brown.
  9. ^ Cullen, K. E. (2009).Encyclopedia of Life Science. Newyork: Facts On File, Inc
  10. ^ Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.

2021/09/24

Pirbûna vejetayî

    Pirbûna vejetayî (bi înglîzî: vegetative reproduction) corek ji pirbûna nezayendî ya riwekan e.
    Bingeha pirbûna vejetayî, beyî ko pîtandin rû bide, bi dabeşbûna mîtozî û nûbûnê (bi înglîzî: regeneration) peydakirina riwekek nû ye. Ji ber ko ev pirbûn corek ji pirbûna nezayendî ye, riweka nûçêbûyî (weçe) kopyaya riweka bavan e.
Kûlîlk beşa jenerayî (bi înglîzî:generative) ya riwekên kûlîlkdar e. Reg ,qed û pelên riwekan jî wekî endamên vejetayî (bi înglîzî:vegetative) tên navkirin. Ji endamên vejetayî çêbûna riwekêk nû, wekî pirbûna vejetayî tê navkirin. Pirbûna vejetayî li gel parçeyên endamê vejetayî, dibe ko bi pêkhateyên taybet jî rû bide.Wekî mînak; pîvaz, rîzom û riwekên bi qedê xişok pêkhateyên taybet in bo pirbûna vejetayî.
--Corên pirbûna vejetayî--
Pirbûna vejetayî di nav hin riwekan de bi awayekî xwezayî rû dide, lê ji aliyê mirovan ve jî bi awayekî destkarî ji endamên vejetayî riwekên nû tên çêkirin.
--Pirbûna vejetayî ya asayî--
Pirbûna bi qedê xişok, pirbûna bi rîzom, pirbûna bi tuber, pirbûna bi pîvaz mînakin bo pirbûna vejetayî a asayî.
Riweka tûfirengî riwekêk bi qedê xişok e. Qedê xişok (bi înglîzî: stolon / runner) ne bi stûnî ber bi jor, lê bi awayekî berwarî, li ser xakê dirêj dibe. Ji gopikên qedê dirêjbûyî, komek reg û pel çêdibin, regên nû xwe bi axê ve girê didin. Heke qedê navbera riweka bavan û ya nû çêbûyî biqete, riweka nûçêbûyî (weçe) wekî riwekek nû ya tûfirengî geş dibe, bi vî awayê hêjmara riwekê zêde dibe. Herwisa ji ber ko riweka tûfirengî riwekek kûlîlkdar û tovdar e, li gel pirbûna vejetayî, dikare bi pirbûna zayendî jî zêde dibe.
Hin riwek qedên xwe di bin erdê de bi berwarî dirêj dikin, ji van qedan re tê gotin rîzom (bi înglîzî:rhizome). Di zimanê yewnanî de peyva “rhizōma” ji bo girseya (kom) reg tê bikaranîn. Lê bi eslê xwe rîzom ne reg, lê qed e. Di navbera rîzom û reg de cudahiya herî giring hebûna gopik û girêyên rîzoman e. Bi gelemperî xurek di rîzomên riwekê de tên embarkirin. Ji gopikên ser rîzoman, pelên riwekên nû ber bi jor, reg jî ber bi jêr ve dirêj dibin. Heke rîzom ji riweka bavan were qetandin, rîweka nû wekî riwekek serbixwe dijî. Rîweka pung, a qamiş, a birinc û zencefîl mînakin bo riwekên birîzom.
Bi gelemperî qedên binerd ên riwekan, hin caran jî regên riwekan li nav axê de şax didin, xurek embar dikin û diwerimin. Beşa werimî yê qedê riwekan wekî tuber tê navkirin. Ango tuber ji stûrbûna qeden binax û rîzoman çêdibe. Bi latînî peyva “tūber” ji bo werimîn an jî girê tê bikaranîn. Wekî mînak; qedên riwaka kartolê di bin erdê de geş dibe, xurek embar dike û diwerime, ji her beşek werimî seriyek kartol (petate) peyda dibe. Li ser rûyê kartol de çav hene. Di seriyekî kartol de ne yek lê dibe ko bi qasî deh çav hebin Di bin rewşa guncav de ji wan çavan, gopik zîl didin, ji gopikên zîldayî pel û reg çêdibin dawiya dawî dibin riweka kartol. Ji seriyek kartol dibe ko 9-10 riwekên kartol çêbibe ango riweka kartol bi vî awayê pir dibe. Bi gelemperî qedên riwakan tuber çêdikin, lê hin caran debe ko riwek ji beşek regên xwe jî tuber çêbikin.
Riwekên pivazdar ên wekî lale,sîr, nêrgîz jî dikarin bi pirbûna vejetayî zêde bibin. Ji pîvazên van riwekan li bin erdê pîvazokên nû çêdibin her pîvazok dikare bibe riwekek serbixwe.
--Pirbûna vejetayî ya destkarî--
Lûlkirin, qelemçandin û çandina şane hin rêkên sereke yên destkarî ne bo pirkirina riwekan
Bi pirbûna zayendî,weçe (nifşa nû) kromozomên xwe ji herdu bavan werdigire, loma zanyariyên weçeyê ne kopyaya yek bavan e, bi têkiliya genên herdu bavanan peyda dibe. Ango weçe hin taybetmendiyên xwe yên bomaweyî ji bavanek, hinekan jî ji bavana din werdigire. Wekî mînak; zarok ne yekser kopyaya dê an jî yê bavê xwe ne, dibe ko rengê çavê xwe ji dayikê, rengê porê xwe jî ji bavê xwe wergirtî be.
Di pirbûna nezayendî de weçe ne ji du, lê ji yek bavan peyda dibe. Bi zêdebûna vejetayî, bomaweyî ya rîweka bavan beyî ko biguhere,raste rast derbasî weçeyê dibe. Ji ber vê taybetmendiyê, pirbûna vejetayî di warê kiştûkalê(cotkarî) (bi înglîzî: agriculture) de bi awayekî destkarî tê bikaranîn.
Hin riwek hene êdî nikarin bi pirbûna zayendî zêde bibin. Wekî mînak; riweka muzê û riweka tiriya bêdendik di jîngehê de nikarin bi tena serê xwe bi pirbûna zayendî zêde bibin, divê teqez bi zêdebûna vejetayî bên zêdekirin. Hin caran jî ji bo sedemên aborî riwek bi pirbûna vejatayî tên zêdekirin.
De em bibêjin baxçevanek heye, xwediyê baxçeyê sevan e. Li nav baxçeyê wî de bi sedan darên sêva sor hene. Lê hemû dar ne yek in, hinek dar zû kûlilk didin, hinek li hember hokarên nexweşiyê lawaz in, sêvên hinek daran hûrik dimînin, sêvên hin daran jî qaşîlê wan pir stûr e. Lê di nav baxçeyê sêvan de darek heye, pir dirêj nabe loma berhevkirina berên wê hesan e, li dij hokarên nexweşiyê bergiriya darê bilind e, loma pêdivî bi dermanên kîmyayî nîn e. Sevên wê glover, qaşîl zirav, tam şîrîn, dendik hûr in û dereng dirizin. Ango darek pir hêjaye û firotina sêvên wê gelek hêsan e. Heke hemû darên baxçeyê wisa bûya, wê baxçevan bi kedek kêmtir hê pirtir sêv bi dest bixista, bazara wan hêsan dibu û dikarîbû bi buhayek bilintir sêvên xwe bifiroşa.
Gelo baxçevan çawa hemû darên baxçeyê bike mîna wê dara giranbuha? Heke baxçevan hemû darên din biçîne û li şûna wan, ji sêvên dara baş dendik (tov) bigire û bireşîne nav baxçeyê, bi zîldana tovan, wê bi qasi 8-10 sal şûnve darên sêvê bigihîjin. Lê dibe ko darên nû ne mîna dara hêja be, hin taybetmendiyên baş ên dara sêva hêja li darên nû de peyda nebûbe. Wekî mînak dibe ko hin sêvên darên nû bi têra xwe şîrîn nebin, an jî rengên wan ne sor lê piçek zer bin. Baxçevan bi salan benda sêvên baş bû, di rewşek wisa de derbeyek giran li aboriya bexçevan dikeve.
Divê baxçevan bi rêkek din, ango bi reka zêdebûna vejetayî, di demek kurt de kopyayên dara baş bi dest bixe, ev rêk jî lûlkirin e.
Ji bo zêdekirina riwekan, beşek ji reg, qed an jî pelên riwekê tê girtin, vê beşa riwekê wekî qelem (bi înglîzî: scion) tê navkirin. Bi gelemperî qelem ji çiqlê (liqê) daran tê girtin, lê dibe ko pel an jî reg jî wekî qelem werin bikaranîn. Qelem an raste rast tên çandin, an jî demek di nav avê de tên hiştin ko ji qeleme reg zîl bide, piştî derketina regan, qelem tên çandin. Di jîngehek guncav de pel û regên qelemê geş dibe qelem dibe şitil. Wekî mînak mirov dikare dara hejîre bi qelemçandinê zêde bike. Pêşî ji dara ko pirkirina wê tê xwestin, bi têra xwe qelem tên jêkirin. Dirêjiya qeleman bi qasî 20cm e û ji bo çêbûna pelan, divê herî kêm du gopik li ser qelemê hebe. De em bibijin me 50 qelem ji gûliyên darhêjîrê jê kir û çand. Heke jîngeh guncav be ji hemû qeleman reg û pel peyda dibe û her qelem dibe şitilek darhejîrê.
Herwisa qelem ji bo guhertina taybetmendiya riwekan jî tê bikaranîn. Ev kar wekî lûlkirin, tamandinan an jî muturbekirin (bi înglîzî: grafting) tê navkirin. Riweka ko tê qelemkirin, wekî makeriwek (rootstock) tê navkirin. Bi lûlkirinê bi gelemperî qelem bi qedê makeriwekê ve tê yekxistin. Lûle û şaneyên riweka mak bi yên qelemê ve yek dibin. Bi vî awayê ji regê makeriwekê av û xurek digihîje qelemê, qelem pel dide û mezin dibe. Ango li ser makeriwekê, riwekek din çêdibe. Zanyariyên bomawayî ya qelemê ji makerivekê cuda ye. Weki minak; heke dareki sêvê hebe û rengê sêvên wê kesk, tama sevan jî tirş be, mirov dikare ji heman darê sêvên sor û şirin bi dest bixe. Peşî ji darek bi sêvên sor û şîrîn qelem tên jêkirin, qelem bi dara sev kesk û tirş (makedar) ve tên lûlkirin. Qelem û makedar yek dibin. Qelem li ser makedarê dirêj dibin û di nav du salan da li ser makedarê ji gûliyên lûlbûyî sêvên sor û şîrîn tê bi destxistin. Bi lûlkirinê taybetmendiya riweka mak di demek kin de diguhere. Li gel lûlkirina bi qelemkirinê, corek din a lûlkirinê jî lûlkirina bi gopikkirinê ye. Di vê lûlkirinê de li dewsa qelem, makeriwek bi qopikên ji riwekek din ve tê lûlkirin.
Riwek bi çandina şane(bi înglîzî:Plant tissue culture) jî tên pirkirin. Ji bo çandina şaneyên riwekan, ji riweka ko wê bê zêdekirin, hin xane an jî şane tên girtin, di bin şert û mercên taybet de jî şaneyên riwekê, riwekên nû tê bi destxistin. Çandina şane ne li zevî û baxçeyan de lê di laboratuvarê de rû dide,bi şaneçandinê, ji tek riwekek di demek kurt de bi milyonan riwekên kopya tê bi destxistin.
* Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.

https://ku.wikipedia.org/wiki/Pirb%C3%BBna_vejetay%C3%AE