Celadet Alî Bedîrxan

Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)
Showing posts with label reg. Show all posts
Showing posts with label reg. Show all posts

2026/01/07

Qed

 




Qed
 (bi înglîzî: stem) di riwekan de endamê serekî yê sîstema ajê (bi înglîzî:shoot system) ye ko çiqil, pel kulîlk tov û fêkiyên riwekê hildigire, madeyan diguhazîne û embar dike.

Qed di nav riwekê de guhaztina madeyan a ji beşek bo beşa din dabîn dike. Av û mîneralên ji aliyê regê ve hatine mijîn, bi navbeynkariya qedê digihîjin pel û beşên din ên riwekê. Herwisa guhaztina berhemên fotosentezê ji pelan, bo hemû beşên riwekê, an jî guhaztina xurekêmadeyên di regê de embarkirî bo beşên din ên riwekê jî bi navbeynkariya qedê rû dide. Hilgirtina pelan, kulîlkan û tovan û çêkirina şaneyên nû jî hin ji erkên serekî yên qedê ne. Herwisa qedên hin riwekan hatine guhertin bo pirbûna nezayendî, embarkirina madeyan an jî pêkanîna fotosentezê.[1] Pêkhateyên bo pirbûnê yên wek kulîlk û fêkî (mêwe) li ser qedê wisa cih dibin ko kezî, balînde û herika hewayê bi hêsanî xwe bigihînin wan û tozkulîlk (polen) û tovên riwekê belav bikin.[1]Qedê riwekê di dirêjiya jiyana riwekê de geşebûn û peresîna xwe didomîne û şaneyên nû çêdike.

Anatomiya qedê

Girê, navberegirê, pel û gopika teniştî yekeyên qedêne. Qed ji dubarebûna van yekayan pêk tê.

Qedê riwekê ji dubarebûna yekeyên qedê pêk tê. Her ko qed dirêj dibe hejmara van yekeyên dubarebûyî jî zêde dibe. Her yekeyek qedê ji girê, navberegirê, pel û gopika teniştî pêk tê.[2]

Girê (bi înglîzî: node) beşa qedêye ko yek an jî zêdetir pel jê derdikeve. Hejmara pelên di girê de çêdibin, bi cora riwekê ve girêdayî ye. Bi gelemperî di girêyek de pelek çêdibe lê dibe ko di hin riwekan de du an jî zêdetir pel werin çêkirin. Gava pel ji qedê diqete û diweşe, şûna bistîka pelê de di qedê de birînek peyda dibe, birîn ji ber qetîna şaneya lûleyî çêdibe. Demek şûn ve birîna vekirî ji aliyê şaneya perîdermê ve tê girtin.[3]

Di ser qedê de dirêjiya di navbera du girêyên li dû hev, wekî navberegirê tê navkirin. Hejmar û dirêjiya navberegirêyan, dirêjiya riwekê diyar dikin. Gava di merîstema lûtkeyî de pelek ciwan çêdibe, li jorê bistîka pelê, ji qedê gopika teniştî dirêj dibe. Gopika teniştî merîstema teniştî lixwe digire. Kulîlk an jî çiqilên nû, ji gopika teniştî tên çêkirin.[4]

Çiqilên nû yên tenîştî jî di serikê xwe de merîstema lûtkeyî hildigirin.[2]Di qedên giyayî de şaneya epîdermîs, di qedên pirsalî de şaneya perîderm, qedê ji aliyê dervê dipêçe û diparêze. Qedên bi epîdermîsê pêçayî de di bin çîna epîdermîsê de, xaneyên parenkîmayê yên ko kloroplast lixwe digirin hene û dikarin fotosentez bikin. Di hin riwekên pirsalî de dirêjiya qedê dibe ko ji erdê 80-110 mêtre bilind be û tîreya qurmê 6 -7 mêtre be.Wekî mînak dara sekoya (bi înglîzî:Sequoia),

Pêkhateya navî ya qedê

Pêkhateya qedê giyayî

Di riwekên yeklep û dulep de piraniya şaneya binçîne ji xaneyên parenkîma pêk tê. Di gelek riwekan de di bin çîna epîdermîsê de xaneyên kolenkîma hene û destek didin bo qayimiya qedê. Herwisa di qedê de, beşên ko êdî dirêj nabin, xaneyên sklerankîma, bi taybetî sklerenkîmayên rîşalî lixwe digirin. Sklerenkîma palpiştiya qedê van riwekan dikin.[5]Pêkhateya panîbirgeh a qedê giyayî, di hemû riwekan de dişibin hev, lê rêzbûna şaneya lûleyî di qedên yeklep û dulepan de ji hev cuda ye.

Qedê riwekên giyayî yên dulep

Di riwekên yeklep de gurzên lûleyî ne mîna yên dulepan bi şêweyî bazinî, lê bi awayekî pirtûbelavî ne.

Qedê giyayî yê riwekên dulep bi şaneya epîdermîsê pêçayî ye. Epîdermîs qedê ji hokarên neyînî yên hawirdorê diparêze. Xaneyên epîdermîsê bi çîna kutîkilê dapoşrav in. Di nav xaneyên epîdermêsê de hinek stoma cih digirin. Stoma alûgorkirina gazan rêk dixe, kutîkil jî ava nav qedê diparêze, nahêle ji qedê av ber bi hewayê were windakirin.[1]

Di bin çîna epîdermîsê de stûna şaneya binçîne, tûkil heye. Tûkil dibe ko li gel xaneyên parenkîma, xaneyên kolenkîma û sklerenkîma jî lixwe bigire.

Ji ber hebûna xaneyên bi corên cuda, tûkil erkên wekî fotosentez, embarkirina xurekemadeyan û palpiştî bi cih tîne.

Di bin çîna tûkilê de, şaneya lûleyî heye. Di penîbirgeha (bi înglîzî: cross section) qedê piraniya corên dulep de şaneya lûleyî ji gurzên lûleyan pêk tê û gurzelûle bi şêweyî bazinî rêzbûyî ne. Di her gurzek lûleyî de darik bi kirokê ve, niyan jî bi tûkilê ve cîran in.[5] Lê di birgeha dirêjkî de (bi înglîzî: longitudinal section), gurzên lûleyî mîna deziyên li seranserê qedê de dirêjbûyî xuya dibin.[1] Her gurzek lûleyî, şaneya darik û şaneya niyan lixwe digire. Şaneya darik li aliyê navî yê gurzê lûleyî de û niyan jî ber bi aliyê derveyî gurzê de cih digirin. Ji ber ko qed beşên riwekê yên ser erdê hildigire û palpiştiya wan dike, li gor regan, qed gelek qayim in. Dîwarên stûr ên borîke û yekeya lûleyî yên şaneya darik, alîkariya qedê dikin bo palpiştiyê. Herwisa di şaneya darik û ya niyanê de rîşal jî hene û bi taybetî destek didin qayimiya qedê giyayî.[1]

Di riwekên dulep de xeleka gurzên lûleyî, parenkîmayên şaneya binçîneyê ji hev cihê dike û tûkil û kirok peyda dibe. Tûkil di navbera epîdermîs û gurzên lûleyî de, kirok jî li aliyê navî yê xeleka gurzên lûleyî de cih digire.[4]Xaneyên parenkîma yên kirok û tûkilê bi gelemperî bo embarkirina xurekemadeyan kar dikin.[1]

Di qedên hin riwekên giyayî de, di navbera darik û niyanê de rêzek xane heye û wekî kambiyuma lûleleyî tê navkirin. Qedên ko kambiyuma lûleyî lixwe digirin, dikarin bi geşeya duyem stûriya xwe zêde bikin û bibin qedê darî.

Qedê riwekên giyayî yên yeklep

Qedên riwekên yekleb (bi înglîzî: monocot) ji aliyê derve bi epîdermîsê dapoşrav in. Rûyê derveyî yê xaneyên epîdermîsê kutîn lixwe digirin. Mîna qedên giyayî yên dulepan, di qedê yeklepan de jî şaneya lûleyî mîna deziyan ji binî heta serê qedê dirêj dibe. Di panîbirgeha qedê de, di nav gurzê lûleyî de, şaneya darik li aliyê navî, şaneya niyan jî ber bi li aliyê derveyê qedê de cih digirin. Di riwekên yeklep de gurzên lûleyî ne mîna yên dulepan bi şêweyî bazinî, lê bi awayekî pirtûbelavî ne. Her gurzêk lûleyî bi kalanê xaneyên sklerenkîma ve hatiye pêçandin û palpiştîkirin. Di şaneya binçîne de xaneyên parenkîma nehatinê guhertin bo kirok an jî tûkilê.[6]Şaneya binçîne ya ko şaneyên lûleyî di nav de ye, erkên kirok û tûkilê bi cih tîne. Qedên yeklep merîstema teniştî (kambiyuma lûleyî û kambiyuma tepedorî) lixwe nagirin, ango di van riwekan de geşeya duyem rû nade.

Di hin riwekên yeklep de, geşebûna riwekê mîna riwekên darî rû dide û qebare û dirêjiya riwekê dişibe riwekên darî yên pirsalî. Wekî mînak, palmiye riwekek yeklep a pirsalî ye, lê di riweka palmiyeyê de geşeya duyem rû nade. Qedên riwekên yeklep ên wekî bambu û palmiye, qedên pirsalî ne û bi mîqdarek gelek zêde şaneya sklerenkîma lixwe digirin. Hebûna sklerenkîma qayimî û zexmî dide qedên van riwekan û riwek wekî mîna riwekên darî xuya dibin, lê bi eslê xwe di qedê riwekên yeklep de şaneya darik a duyem tune ye.[1]

Qedê riwekên darî


Di riwekên darî (pirsalî) de qed ji aliyê derve bi şaneya perîdem dapoşîye. Perîdem ji kambiyuma tepedorî, xaneyên parenkîma û ji tepedorê pêk tê. Tepedor beşa herî derveyî perîdermê ye. Di perîdermê de çavikên piçûk hene, wekî lentîsel (bi înglîzî: lenticel) tên navkirin. Lentîsel di navbera qed û atmosferê de alûgorkirina oksîjen û karbona dîoksîdê rêk dixe.

Di bin çîna perîdermê de çîna niyana duyem cih digire. Perîderm û niyana duyem bi hev re wekî qalik (bi înglîzî: bark) tên navkirin. Di bin şaneya niyan a duyem de, kambiyuma lûleyî heye. Xaneyên kambiyuma lûleyî dabeş dibin û şaneya lûleyî ya duyem çêdikin. Li aliyê navî yê lûleya kambiyumê de darikên duyem cih digirin. Beşa darikên nêzîkê kambiyumê wekî darîna nerm, beşa navî ya darika duyem jî wekî darîna pitew tê navkirin.

Qedê riwekên tovrût

Hemû riwekên tovrût (bi înglîzî: gymnosperms) riwekên pirsalî, ango riwekên darî ne. Pêkhateya qedê riwekên tovrût dişibe ya qedê riwekên darî yên dulep. Ji aliyê derve qed bi şaneya perîdermê dapoşî ye, bi merîstema tenîştî stûriya qedê zêde dibe. Lûleya kambiyumê darik û niyanên duyem çêdike, Lê di riwekên tovrût de şaneya darik ne ji yekeyên lûleya darik, lê ji borîkeyan pêk tê. Herwisa di qedê riwekên tovrût de gelek cogên reçîneyê cih digirin.

Geşebûna qedê

Çerxa jiyana riwekên tovdar di hemû cor riwekan de ne heman e. Di hin riwekan giyayî de zildana tovê, geşebûn û peresîna riwekê, kulîkdana riwekê, çêkirina tov û mirina riwekê di yek salek de rû dide. Ji van riwekan re tê gotin riwekên yeksalî (bi înglîzî: annual plants). Wekî mînak, riweka genimê, riweka fasulî.

Hin riwek jî wekî riwekên dusalî (bi înglîzî: biennial plants) tên navkirin. Di riwekên dusalî de di sala ewil de reg, qed û pelên riwekê geşe dibin û diperisin, sala duyem de riwek kulîlk vedide, tov çêdike û dimire. Wekî mînak, riweka kelem(î), riweka gêzer, riweka pîvaz.

Riwekên ko ji du salan zêdetir dijîn, wekî riwekên pirsalî (bi înglîzî: perennial plants) tên navkirin. Riwekên pirsalî, riwekên darî ne. Wekî mînak, dara sêvê, darberû, spîndar.[4]

Hemû riwek bi geşeya seretayî geşe dibin û diperisin, di hinek riwekan de li gel geşeya seretayî, geşeya duyem jî rû dide. Riwekên ko tenê bi geşeya seretayî geşe dibin û diperisin, wekî riwekên giyayî (bi înglîzî: herbaceous plants) tên navkirin.

Riwekên ko çerxa jiyana wan de geşeya seretayî û geşeya duyem rû dide, wekî riwekên darî (bi înglîzî: woody plants) tê navkirin. Qedê riwekên giyayî wekî “qedê giyayî”, yê riwekên darî jî wekî “qedê darî” tê navkirin. Di hin qedên giyayî de dibe ko bi mîqdarek sinordar geşeya duyem rû bide. Wekî mînak gulberoj (bi înglîzî: sunflower) bi eslê xwe riweka giyayî ya yeksalî ye, lê qedê gulberrojê dişibe qedê riwekên pirsalî.[1]

Di riwekên darî de geşeya seretayî û geşeya duyem di heman demê de lê di beşên cuda yên qedê de rû didin. Bi geşeya seretayî di beşên ciwan ên qedê de, qed dirêj dibe û pelên nû tê çêkirin. Geşeya duyem a qedê di beşên pîr de rû dide û tîreya qedê zêde dibe.[5]

Geşeya seretayî

Geşeya seretayî li beşa serî yê qedê de rû dide. Di merîstema lûtkeyî de bi dabeşbûn û dirêjbûna xaneyên merîstemî, dirêjiya qedê riwekê zêde dibe. Bi geşaya seretayî ya qedê, derfeta riwekê çêdibe ko ji tîrojên rojê hê pirtir sûd bigire.[7]

Merîstema lûtkeyî ya sîstema ajê bi şeweyî qube ye û li serê qedê de cih digire. Merîstema lûtkeyî di nav gopikê de ye û bi pelên pêşeng û pelên ciwan ve pêçayî ye. Navberegirê yên pelên ciwan gelek kurt in, loma pelên ciwan di nav gopikê de nezê hev cih dibin. Bi eslê xwe dirêjbûna qedê ji ber dirêjbûna xaneyên navberegirê rû dide.[5]

Di qedê de gopikên teniştî, çiqilên nû çêdikin. Çêbûna çiqilan jî geşeya seretayî ye. Di nav her gopikek teniştî de merîstema lûtkeyî heye. Ji ber hormona ji gopika lûtkeyî ve tê berdan, gopikên lûtkeyî bi gelemperî di qonaxa mitbûnê (bi înglîzî: dormancy period) de ne û geşe nabin. Her ko durahiya navbera gopika lûtkeyî û gopika teniştî zêde dibe, bandora hormonê jî kêm dibe, dawî li bêdengiya gopikên teniştî tê. Heke gopika lûtkeyî ya qedê were jêkirin, ev rewş geşebûna gopikên teniştî han dike û ji qedê, çiqilên nû derdikevin.[5]

Di riwekên yeklep de, bi taybetî di giyayan de, di binkeya pel û binkeya navberegirêyan de, ji aliyê merîstema navberî (bi înglîzî: intercalary meristem) ve çalakiyên merîstemî rû dide. Bi çalakiyên merîstema navberî di navberegirêyan de dirêjî rû dide û qedê riwekê dirêj dibe. Herwîsa pelên ziyangirtî jî ji aliyê merîstema navberî ve tên başkirin. Wekî mînak, gava ajal diçêrin, pelên giyayê dixwin, lê di demek kurt de di binkeya pela hatiye xwarin de, xaneyên merîstemê dabeş dibin û pelê ji nû va çêdikin, giya ji nû ve ji rûyê erdê dirêj dibe.[5]

Geşeya duyem

Riwekên pirsalî di gopikên lûtkeyî yên qed û çiqilên xwe de her bihar geşeya seretayî didomînin û dirêj dibin.

Geşeya duyem di riwekên pirsalî (riwekên darî) de di demsalên geşebûnê de rû dide.

Di erdnîgariya Kurdîstanê de geşebûna riwekan di serê biharê dest pê dike, heta dawiya payizê didome. Riwekên pirsalî di gopikên lûtkeyî yên qed û çiqilên xwe de her bihar geşeya seretayî didomînin. Li gel geşeya seretayî, geşeya duyem jî ji aliyê merîstema tenîştî ve tê destpêkirin. Di riwekên darî de, merîstema teniştî ji kambiyuma lûleyî (bi înglîzî: vascular cambium) û kambiyuma tepedorî (bi înglîzî: cork cambium) pêk tê.[2]

Kambiyuma lûleyî stûnek xaneyên merîstemî ye û bi gelemperî stûriya wê bi qasî stûriya xaneyek e.[5]Kambiyuma lûleyî di gurzên lûleyî de, di navbera darika seretayî û niyana seretayî de cih digire.

Xaneyên kambiyuma lûleyî dabeş dibin, ber bi aliyê navî ve darikên duyem (borike û yekeyên lûleyî) û ber bi aliyê derve jî niyanên duyem (yekeyên bêjingî û hevalexane) berhem dikin. Xaneyên darika duyem lîgînîn lixwe digirin. Lîgînîn zexmî û qayîmî dabîn dike.[7]

Gava di kambiyuma lûleyî de xaneyên merîstemê dabeş dibin, tîreya xeleka kambiyumê zêde dibe. Hinek ji xaneyên nûçêbûyî, wekî darika duyem ber bi aliyê navî yê kambiyumê ve tên paldan. Herwisa hinek ji xaneyên nû jî li aliyê derveyî kambiyumê, niyana duyem pêk tînin. Bi berdewamiya geşaya duyem, li aliyê navî yê qedê de stûriya şaneya darik a duyem zêde dibe, şaneya darik kambiyuma lûleyî ber bi derve pal (tehn) dide. Hinek xaneyên merîstemê bi dabeşbûnê, li kêleka xwe de xaneyên nû zêde dikin û tîreya stûna kambiyuma lûleyî zêde dibe. Beşek darik û niyana duyem, mîna deziyek, di qedê de bi awayekî tîk, dirêj dibin. Beşek ji xaneyên şaneya lûleyî jî bi berwarkî ji kambiyuma lûleyî ber bi derve dirêj dibin û wekî “tîroj”(bi înglîzî: ray) tên navkirin. Di şaneya lûleyî ya tîrojê de av û xurekemade di qedê de bi berwarkî tên guhaztin.[4]

Her ko sal derbas dibin û di qedê de geşeya duyem didome, darika navî hê pirtir zorê dide derdora xwe, kambiyuma lûleyî û niyana lûleyî ber bi derve pal dide. Ji ber hêza paldanê, epîdermis, tûkil û beşa derveyî ya niyana duyem diqelişin lê beşa niyana duyem a nêzîkî kambiyuma lûleyî naqelişe û zindî dimîne.

Qurm, qedê vê darê ye. Ev dara sekoyayê dibe ko bi qasî 110 metreyan dirêj bibe.

Di hin riwekan de ji xaneyên epîdermîsê an jî ji xaneyên parenkîmayê, di hin riwekan de jî ji xaneyên şaneya niyanê, kambiyuma tepedorî peyda dibe. Kambiyuma tepedorî li aliyê derveyî şaneya niyan de cih digire û perîdermê çêdike.[8] Perîdem li dewsa epîdermîsê, erkê şaneya rûpoşî (bi înglîzî: dermal tissue) bi cih tîne. Şaneya perîdermê ji kambiyuma tepedorî, xaneyên parenkîma û ji tepedorê pêk tê.

Her tiştên li aliyê derveyî kambiyuma lûleyî dimîne (niyana duyem, xaneyên parenkîma, kambiyuma tepedorî û tepedor) wekî “qalik” (bi înglîzî: bark) tê navkirin. Xaneyên pêgihîştî yên tepedorê mirî ne, diwarê xaneyê wan stûr e û suberîn lixwe digire. Çîna depedor a qedê, parêzvaniya riwekê dabîn dike, riwekê ji sermayê û ziyanên ajalan diparêze. Herwisa li ser şaneyên birîndarbûyî de jî şaneya tepedor çêdibe û ciyê bîrîndar ji hokarên nexweşiyê diparêze.[9]

Di riwekên ciwan de rûyê derveyî qedê ji tûkil û epîdermîsê pêk tê û qed piçek qayişokî ye, heke ji ber ba û bahozê an jî ji ber hêzek din were tewandin, qed zû bi zû naşikê, û piçek şûn ve dikare xwe rast bike. Bi geşebûna duyem, hêdî bi hêdî qayişokiya qedê riwekê winda dibe, Di riwekên pirsalî de ji ber geşeya duyem stûriya qedê zêde dibe. Di riwekên darî de qedê stûr wekî “qurm” (bi înglîzî: trunk) tê navkirin. Ango piştî geşeya duyem stûna stûr a ji regê ber bi jor ve dirêj dibe û gulî, pel, kulîlk, fêkî û tovên riwekê hildigire, êdî wek qurm tê navkirin. Ji bo riwekên darî, qurm û guliyê darê bi hev re wekî qed tên navkirin.[9] Qurmê darê qayişokî nîn e. Piraniya qurmê darê ji şaneyên mirî pêk tê. Di navenda qurmê de ji çînên darika duyem ên pelixî, darê pitew (bi înglîzî: heartwood) peyda dibe. Xaneyên darê pitew bi reçîne û hin awêteyên din ve tên xitimîn, loma êdî nikarin av û mîneral biguhezînin. Sal bi sal, xestiya dara pitew zêde dibe û êdî li dijî rizîbûnê bergirî dabîn dike. Darê pitew a qurmê darê di pîşesaziyê de wekî texte tê bikaranîn. Kelûpelên darîn ji vê beşa riwekê tê çêkirin. Beşa şaneya darik a nêzî kambiyuma lûleyî, wekî darê nerm (bi înglîzî: sapwood) tê navkirin Darê nerm di qurmê darê de guhaztina av û mîneralan didomîne.[9]

Xelekên geşê (Xelekên salî)

Bi jimartina xelekên geşê mirov dikare temenê darê diyar bike.

Demsala ko ji bo geşebûna riwekê şert û mercên hawirdorê guncav in û geşebûna riwekê bi asayî rû dide, wekî “demsala geşebûnê” (bi înglîzî: growing season) tê navkirin. Di riwekên pirsalî de geşebûn li hemû deverên dinyayê bi heman demê de rû nade. Di deverên tropîkî de hema hemû rojên salê dinya germ e, hawirdora riwekê guncav e loma riwekên deverên tropîkî dikarin her roj hêdî bi hêdî geşe bibin û biperisin. Di deverên ko germahiya wê ne sabît e û demsalên germ û sar hene, riwekên ko pelên wan fire ne, bi gelemperî ji biharê heta payizê geşe dibin. Li dawiya payizê, karlêkên metabolî tên kêmkirin, pel tên weşandin û riwek di dirêjiya demsala zivistanê de heta destpêka biharê dikevin qonaxa mitbûnê. Biharê geşebûn ji nû ve dest pê dike. Ne tenê sermaya zivistanê, li germahî û hişkesaliya havîne jî bandorek neyînî li ser geşebûna riwekan dike.[10] Her sal di demsala geşebûnê de, çêkirina şaneya darik a duyem, xelekên geşeyê peyda dike.[11]

Gava kambiyuma lûleyî ya riweka pelweşîyayî di destpêka biharê de dest bi çalakiyê dike, bi gelemperî yekeyên lûleyî yên fireh (mezin) çêdike. Ji van darikan re tê gotin darê biharê (bi înglîzî: spring wood). Darê biharê, di xeleka geşê de bi rengê vekirî xuya dibe. Di despêka biharê de ji gopikan pelên nû çêdibin. Pelên nû tenik in û çîna kutîkila li ser rûyê pelan bi têra xwe stûr nine, loma pel pir zû av winda dikin. Riwek di destpêka biharê de darikên duyem ên fireh çêdikin ko li dewsa ava ji pelan hatiye windakirin, bi navbeynkariya qedê ji regê av bişîne pelan. Di riwekên tovdapoşrav de firehbûn di yekeyên lûleya darik de, di riwekên tovrût de di borîkeyan de firehbûn rû dide.[10]Paşê, çîna kutîkil stûr dibe, hilmîn kêm dibe û bi çêkirina darikên nû hejmara yekeyên lûleya darik zêde dibe. Darikên ko ji havînê heta dawiya payizê tên çêkirin, li gor yên biharê, tîreye wan piçûktir e. Şaneya darik a vê demê wekî “darê havînê” (bi înglîzî: summer wood) tê navkirin. Di şaneya darik a darê havînê de gelek rîşal hene, dîwarê xaneyê stûr e û hejmara yekeyên lûleya darik kêmtir, yê borîkeyan zêdetir e, loma qayimiya wê zêde ye û bi rengê tarî xuya dibe.

Di riwekên bi darê bihar û darê havînê de, di panîbirgeha qedê (herwisa êdî wekî qurm tê navkirin) de, darê biharê yê bi rengê vekirî û darê havînê yê bi rengê tarî li dû hev xuya dibin. Ev herdu dar encama geşeya salek e û wekî xeleka geşê an jî xeleka salanî (bi înglîzî:growth ring - annual ring) tê navkirin.‌[12]

Di qedê riwekê de stûriya xelekên geşê hin sal zêde, hin salan jî tenik e. Heke şert û mercên hawirdorê guncav be geşebûna riwekê jî zêde dibe û ew sal xeleka geşê stûr dibe. Lê heke bi têra xwe baran nebarî be an jî piraniya pelên nû yên riwekê ji aliyê ajalan ve hatibin xwarin, vê gavê ev rewş bandorek neyînî li ser geşebûnê dike û ew sal xeleka geşê tenik dimîne.[12]

Bi jimartina xelekên geşê mirov dikare temenê darê diyar bike. Her wisa ji tenikbûn an jî stûrbûna xelekên geşê jî mirov dikare di dîrokê de ji guherînên hawirdorê yên bandor li ser riwekê kirine agahdar bibe.[11]

Guhaztina avê di qedê de

Di guhaztina avê de wekî gava pêşîn, av ji hawirdora regê derbasî nav xaneyên regê dibe û dikeve nav şaneya darik. Paşê di nav şaneya darik de bi navbeynkariya qedê, av heta pelên riwekê tê guhaztin.

Gava av ji axê tê mijîn û derbasî regê dibe, mîneralên nav axê jî tevlê avê derbasî riwekê dibin û bi navbeynkariya qedê, di nav avê de tên guhaztin bo hemû beşên riwekê.Di qedê riwekê de arasteya guhaztina av û mîneralan di şaneya darik de, ji regê ber bi pelan, bi yekalî rû dide. Pestoye regê, hilmîn, adezyon û kohezyon hêzên serekî ne ko guhaztina avê ya nav şaneya darik rêk dixin.

Ji axê derbasûna avê bo regê, bi osmozê rû dide. Ji parzûna xaneyê derbasûna molekulên avê ya ji gîraweya ko xestiya avê zêde ye (xestiya madeyên tîwawe kêm e), ber bi gîraweya ko xestiya avê kêm ê, (xestiya madeyên tîwawe zêde ye) wekî osmoz tê navkirin. Ango, divê di axa derdora regê de xestiya avê bilind, di xaneyên regê de xestiya avê nizm be ko molekulên avê ji axê ber bi xaneyên regê cih biguherînin.

Pestoya regê

Di regê de ji sîtoplazmaya xaneyên gurzên lûleyî, bi guhaztina çalak, ber bi derveyî xaneyê îyon tên pompekirin. Îyon di nav dîwarê xaneyan û di valahiya navbera xaneyên nêzîkê şaneya darik de xestiya madeyên tîwawe zêde dike. Ango xestiya avê kêm dike. Ji ber kêmbûna xestiya avê, molekulên avê yên di nav axê, ber bi xaneyên gurzên lûleyî cih diguherin û dikevin nav şaneya darik.[13] Ji ber ko xaneyên endodermîsê bi şerîda Caspary pêçayî ne, ava derbasî nav şaneya darik bûye, nikare vegere nav axê. Osmoza avê di şaneya darik de dibe sedema çêbûna pestoya hîdrostatî, ji vê pestoya avê re tê gotin “pestoya regê” (bi înglîzî: root pressure). Pestoya regê dikare hinek av û mîneralên nav şaneya darik ber bi jorê qedê ve pal bide.[13]Dibe ko dirêjiya hin qedan 40-50 mêtre be. Tenê bi hêza pestoya regê av û mîneral nikarin di nav şaneya darik de ewqas hilbikişin.

Hilmîn

Ji riwekê ber bi atmosferê ve difuzyona hilma avê wekî “hilmîn” (bi înglîzî: transpiration) tê navkirin.[14] Heke xestiya avê di stomayên riwekê de bilind, di atmosfera derdora pelên riwekê de xestiya avê nizm be, hilmîn rû dide.

Riwek bi hilmînê bi gelemperî ji pelên xwe gelek av winda dikin. Riwek ji bo karlêkên fotosentezê, karbona dioksîd a atmosferê bi navbeynkariya stomayên li ser rûyê pelan, werdigirin. Ango ji bo wergirtina karbona dîoksîdê, divê stoma vekirî bin. Lê stomayên vekirî rê li ber hilmîna ava nav şaneyên pelê vedike. Her çiqas rûyê pel û qedên riwekê bi kutîkilê dapoşî bin jî, ji stomayên vekirî bi qasî %90ê ava ji aliyê regê ve hatiye mijîn, bi rêya hilmbûnê, riwekê diterikîne.[15] Ango Heke riwek ji axê 100 lître av werbigire û biguhazîne hemû beşên riwekê, 90 lître av riwekê diterikîne, bi qasî 10 lître av ji bo karlêkên metabolî tê bikaranîn. Riwek ji hilmînê sûd werdigirin. Hilmîn guhaztina avê ji regê ber bi pelan hêsan dike. Her ko bi hilmînê av ji stomayê belavê hawirdorê dibe, di inav pelê riwekê de xestiya avê kêm dibe, loma li dewsa ava bi hilmînê hatiye dûrxistin, ji qedê av tê kişandin.

Molekulên avê di nav şaneya darik de, ji regê heta pelan stûnek avê ava dikin. Beyî ko molekulên avê ji hev biqetin, av di qedê de bi bandora hilmînê, ber bi pelan tê guhaztin. Di qedê de guhaztina avê ji aliyê du hêzên taybet ve tê hêsankirin; kohezyon û adezyon

Hêza kişînê ya di navbera du molekulên heman corê, wekî kohezyon (bi înglîzî: cohesion) tê navkirin. Molekulên avê ji ber hêza kohezyonê bi hev re girêdayî dimînin. Hîdrojena molekulek avê bi oksîjena molekulek din a avê re bi bendê hîdrojenê girêdan ava dike. Molekulên avê ji ber kohezyonê, di nav şaneya darik a qedê de mîna xelekên zincîrê bi hev re girêdayî tên guhaztin.[13]

Hêza hevkişînê ya di navbera du molekulên cuda, wekî adezyon (bi înglîzî: adhesion) tê navkirin. Li gel pestoya regê, hêza kohezyonê û hilmînê, hêza adezyonê jî kar dike bo guhaztina avê di nav qedê de. Di adezyonê de di navbera hîdrojena avê û seluloza diwarên darikê de, bendê hîdrojenê ava dibe. Ji ber adezyonê av bi dîwarê darikê ve baş dizeliqe û rê nade ko di nav stûna avê de peqikên hewayê çêbibe û molekulên avê ji hev biqetin.

Bi kurtasî gava molekulên avê bi hilmîne ji stomayan belavê hewayê dibin, molekula li pêy xwe jî ber bi xwe dikişînin. Hêza adezyon û kohezyonê molekulên avê bi hev re digirin loma di nav şaneya darik de molekulên avê bêyî ku ji hev biqetin, bi şêweyî zincîra avê ji regê ber bi pelan ve tên tên kişandin.

Di şaneya niyan de xurekên nav avê di bin pestoya turgorê, ji cihê bi pestoya bilind ber bi cihê bi pestoya nizm ve diherikin.

Guhaztina xurekê di qedê de

 

Guhaztina madeyên endamî ji beşek riwekê bo beşa din wekî "cihguhertin" (bi înglîzî: translocation) tê navkirin. Madeyên endamî yên tên cihguhertin bi ekserî şekir (berhemên fotosentezê), asîdên amînî û amîd (berhemên metabolîzmaya nîtrojenê) in.‌[6]

Xurekên endamî herî zêde ji pelan tên guhaztin. Ciyê ko madeya endamî jê derdikeve wekî “çavkanî” (bi înglîzî: source) tê navkirin. Xurekemade ji çavkaniyê ber bi beşek din a riwekê ve tên guhaztin. Beşa ko xurekemade werdigire, wekî “endamê embarê” (bi înglîzî: sink) tê navkirin. Dibe ko xurek di endamê embarê de ji bo karlêkên metabolî werin bikaranîn, an jî dibe ko xurek di reg an jî qedê riwekê de werin embarkirin. Merîstema lûtkeyî û merîstema teniştî, gopikên ko kulîlka nû çêdikin, qedê geşe dibe û regên hê dirêj dibin, xurekên ji çavkaniyê hatine guhaztin, bo karlêkên metabolîzmayê bi kar tînin.[6]

Di riwekê de çavkani û endamê embarê hin caran cih diguherin. Ango hin caran qed an jî regê endamê embarê, wekî çavkanî kar dikin, xurekên di van beşan de hatine embarkirin bo beşên din ên riwekê tên cihguhertin. Wekî mînak, di destpêka biharê de endamên embarê yên wekî reg û qed çavakaniya şekir in, gopikên lûleyî û yên teniştî jî endamê embarê ne. Heta pelên nû yê riwekê derbikevin û karlêkên fotosentezê dest pê bikin, şekirên di reg an jî qedê de embarkirî ji bo çêkirina xaneyên nû, geşe û peresîna riwekê tên bikaranîn. Ango çavkanî ne tenê pel in, lê dibe ko reg an jî qed jî wekî çavkanî kar bikin.[7]

Xurekên endamî di şaneya niyan de di nav yekeyên lûleya bêjîngî de tên guhaztin. Cihguhertina xurekan di şaneya niyan de bi dualî ye. Guhaztina xurekan hin caran ji pelan ber bi regê, hin caran jî ji reg an jî qedê ber bi hemû beşên riwekê rû dide. Di şaneya niyanê de cihguhertina xurekên endamî, bi girîmaneya herikepestan (bi înglîzî: pressure flow hypothesis) tê şîrovekirin.

Girîmaneya herikepestan

Li gor vê girîmaneyê, di şaneya niyan de xurekên nav avê di bin pestoya turgorê, ji cihê bi pestoya bilind ber bi cihê bi pestoya nizm ve diherikin.[16]

Xaneyên çavkaniyê bi guhaztina çalak, molekulên sukrozê diguhazînin bo hevalexaneyan (bi înglîzî: companion cells). Sukroz bi navbeynkariya plazmodezmayan ji hevalexaneyan derbasî yekeyên lûleya bêjîngî dibe. Bi vî awayî di wê beşa niyanê de xestiya sukrozê zêde dibe, pestoya osmozî jî zêde. Ango di wê beşê de xestiya avê li gor xestiya ava nav şaneya darik kêm e.

Ji ber cudahiya xestiya ava nav şaneya niyanê û xestiya ava şaneya darik a nêzî wê, av bi osmozê derbasî nav niyanê dibe, loma di wê beşê de pestoya turgorê zêde dibe. Ji ber hêza pestoyê, sukroz û av ber bi beşa niyanê ya bi pestoya nizm ve tên paladan.[16]

Di endamê embarê de sukroz bi guhaztina çalak ji yekeyên lûleya bêjîngî ber bi valahiya navbera xaneyan tê pompekirin. Paşê sukroz ji dîwarê xaneyê derbas dibe û dikeve nav sîtoplazmaya xaneya endamê embarê. Di xaneya endamê embarê de, şekir ji bo henaseya xaneyê an jî ji bo karlêkên metabolî tê bikaranîn. Hin caran jî şekir bi şeweyî nîşa di plastîdên xaneyê de tê embarkirin. Nîşa di avê de nahele, loma bandor li ser pestoya osmozî nake. Ji ber derketina sukrozê, di nav niyanê de xestiya şekir kêm dibe, loma pestoya osmozî ya gîraweya niyanê jî kêm dibe. Ango di wê beşa niyanê de potensiyala avê zêde dibe (xestiya avê zêde dibe).

Li dawiyê de av bi osmozê ji niyanê derdikeve û pestoya turgorê di wê beşê niyanê de dadikeve.‌[17] Ji ber ko di darikên nêzîk de av bi hilmînê hatiye dûrxistin, darik ava ji niyanê derketiye dikişînin nav xwe.

Guncandinên qedê

Piraniya riwekan de qed, wek endamek sîstema ajê, ji erdê ber bi jor ve dirêj dibe û pêkhateyên din ên sîstema ajê hildigire. Lê di xwezayê de hin qed bi gorankariyê xwe guncandine bo karên taybet.

Li deverên ko bi têra xwe baran nabare û di axê de av kêm e, wekî mînak, di çolên parzemîna amerîkaya bakûr û başûr de, riwekên kaktus dijîn. Kaktus avê di qedê xwe de embar dikin, qedên wan wekî “qedê avdar” tê navkirin.

Di hin riwekan de qed li bin erdê de diwerimin û xurekemade embar dikin, ji van qedan re tê gotin “tuber” Wekî mînak, kartolên (patate) em dixwin, bi eslê xwe qed in û nîşa embar dikin.

Hin qedên riwekan li ser rûyê erdê de berwarkî dirêj dibin, ji van qeden re tê gotin “qedê rakêşayî” (bi înglîzî: stolon). Wekî mînak, riweka tûfirengî (bi înglîzî: strawberry plant) riwekêk bi qedê rakêşayî ye. Qedê rakêşayî li ser axê dirêj dibe, ji girêyên qedê reg û pel çêdibin û ew beş diperisin bo riwekek serbixwe. Riwek bi qedê rakêşayî dikare bi awayekî nezayendî pir bibe.[15]

Corek qedên guncandî jî rîzom e, rîzom jî mîna qedê rakêşayî bi berwarkî dirêj dibe, lê ne li ser rûyê erdê, li nezîkê rûyê erdê, di bin erdê de geşe dibe. Cudahiya reg û rîzomê ev e ko rîzom girê û gopik lixwe digirin. Di riwekên rîzomdar de bi gelemperî xurek di rîzoman de tê embarkirin. Ji girêyan pel û reg derdikevin û dibin riwekek ciwan. Wekî mînak, zencefîl (bi înglîzî: ginger) û serxes riwekên bi qedê rîzomî ne.

Di hin riwekan de qed bi têra xwe stûr nîne û nikare ber bi jor hilbikişe, qedê teniştî yê bê pel û bê kulîlk xwe li darekî an jî li diwarekî ve girê didin û qedê riwekê ber bi jor ve dikişînin. Wekî mînak, qedê riweka mêwê (dara tirî) zirav û qayişokî ye, bi alîkariya qedên teniştî, dara tiriyê, dikare ber bi ronahiya rojê ve dirêj bibe.

Kaktus avê di qedê xwe de embar dikin, qedên wan wekî “qedê avdar” tê navkirin.
Di riweka mêwê de. qedên teniştî yên bê pel û bê kulîlk xwe li darekî an jî li diwarekî ve girê didin û qedê riwekê ber bi jor ve dikişînin.
Dî riweka zencefîlê de qedê rîzomî heye û xurek embar dike.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  1. Jump up to:a b c d e f g h Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  2. Jump up to:a b c Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
  3. ^ Britannica Editors. "stem". Encyclopedia Britannica, 7 Mar. 2025, [1] Accessed 7 January 2026.
  4. Jump up to:a b c d Starr, C. (2007). Biology:concepts and applications (7th ed.). Boston, MA: Cengage Learning.
  5. Jump up to:a b c d e f g Reece, Jane B. Campbell Biology : Jane B. Reece ... [et Al.]. 9th ed., Boston, Ma, Benjamin Cummings, 2011.
  6. Jump up to:a b c Glimn-Lacy, J., & Kaufman, P. B. (2006). Botany illustrated: Introduction to plants, major groups, flowering plant families (2nd ed.). Janice Glimn-Lacy and Peter B. Kaufman.
  7. Jump up to:a b c Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  8. ^ Cronquist, Arthur, Berry, Paul E., Stevenson, Dennis William, Stevens, Peter, Dilcher, David L., Zimmermann, Martin Huldrych. "angiosperm". Encyclopedia Britannica, 25 Nov. 2025, [2]. Accessed 31 December 2025
  9. Jump up to:a b c Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.
  10. Jump up to:a b SMauseph. (1998). Botany An Introduction To Plant Biology. Jones & Bartlett Pub
  11. Jump up to:a b Schraer D.W, Stoltze H.J,(1995). Biology (6th ed.). USA: prentice Hall, ISBN 0-13-806630-2.
  12. Jump up to:a b TBidlack, J.E., Jansky, S. and Stern, K.R. (2018) Stern’s introductory plant biology. 14th edn. New York, NY: McGraw-Hill.
  13. Jump up to:a b c Johnson, L. G. (1987). Biology. Dubuque, Iowa: Wm. C. Brown.
  14. ^ Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  15. Jump up to:a b Cullen, K. E. (2009).Encyclopedia of Life Science. Newyork: Facts On File, Inc
  16. Jump up to:a b Phloem .Kimball.Jhon W. https://bio.libretexts.org/@go/page/5783. access-date=05. 01. 2026
  17. ^ Taiz, L. et al. (2015) Plant physiology and development. 6Th ed.Sunderland, Massachusetts, U.S.A ISBN 9780197614235