Celadet Alî Bedîrxan

Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)

2019/07/30

Hormona Paratîroîd(PTH)




Navê din a vê hormonê Parathormon e.
Ev hormon di rijênê paratîroîd de tê berhemkirin. Rijenên paratîroîd çar heb in û li pişt rijenê tîroîdê cih digirin. Gava di nav xwînê de mêjera îyonên kalsiyumê kêm dibe, derdana kalsîtonîn tê rawestin. Ev rewş bandor li ser rijênê paratîrod dike. Rijênê paratîroîd PTH berhem dike û der dide nav xwînê. Bi hebûna PTH, hinek kalsiyuma di nav hesti de enbarkirî, derbasê nav xwînê dibe. Hormona paratîroîd wekî hormonek hander li ser gûrçikan bandor dike ku gûrçik ji vîtamîna D yê hormona kalsîtîrol berhem bike. Ev hormon zorê dide xaneyên rûviyan ku hê pirtir kalsiyuma nav xurekan bigirin nav xwînê. Her wisa PTH bandor li ser gûrçikê dike, kalsiyuma bi mîzê ve hatiye parzûnkirin cardin ji lûleyên mîzê de tê mijandin û tevlê xwînê dibe. Bi hebûna hormona paratîroîde mêjera kalsiyuma xwînê bilind dibe û digihîje asta asayî.


2019/07/29

Hormona Geşê (Hormona somatotropîn)


Ev hormon bi fermana hîpotalamusê, ji beşa hîpofîza pêş ve tê berhemkirin û derdan. Ji xaneyên derdanî yên hîpotalamusê Hormona Derpirandinê ya Geşê an jî Hormona Westirînerê Derpirandina Geşê: [Growth hormone-releasing hormone (GHRH) and growth hormone-inhibiting hormone (GHIH)] tên derdan. Li gor bandora van hormonên hîpotalamusê, hîpofîza pêş hormona geşê berhem dike an jî berhemkirina hormona geşê radiwestînê. Xaneyên somatotropîk hin ji xaneyên taybet ên hîpofîzê ne, ji ber ku ev xaneyan hormona geşê berhem dikin, navê din a hormona geşê, hormona somatotropîn e.
Hormona geşê, hormonek peptîdî ye, ji zincîrek 191 asîdên amînî pêk tê. Ev hormon ji boy geşbûna asayî ya zarokan pêwist e. Di nav xwînê de asta mêjera hormona geşê ji zaroktiyê heta baliqbûnê bi şeweyek ahengdar zêde dibe. Dema baliqbûnê mêjera hormonê digihîje asta herî bilind. Hormona geşê di xaneyên armanc de hem berhemkirina(duristkirina) proteînê hander(teşwiq) dike, hem jî hilweşandina çewriyê(lîpîd) zêdetir dike. Bi vî awayê xaneyên laş ji boy geşbûna şaneyan enerjî bi dest dixin. Hormona geşê hema li ser hemû xane û şaneyên laş bibandor e, lê bandora wî ya li ser kezebê ji ya xaneyên din cudatir e. Bi handera hormona geşê, xaneyên kezebê hin proteînan berhem dikin van proteînan wek “Hokarên geşê ya hevşêweya însulîn” (insulin-like growth factors(IGF) bi nav dibe. Eger di nav xwînê de bi têra xwe ji vî makromolekulê hebe, ev makromolekul wekî insulînê tevdigere. Hokara geşê ya hevşêweya însulîn hem qebareya xaneyan gir dike hem jî hêjmara xaneyan zêde dike. Li gel vî karê, bandor li ser mêjera glukoza xwînê jî dike, mêjera glukoza xwînê dadixîne. Derdana hormona geşê û Hokarên geşê ya hevşêweya însulînê piştê baliqbûnê kêm dibe.
Bandora herî berbiçav a hormona geşê li ser geşbûna hestî û masûlkeyan e. Hormona geşê dema mirov di xewê de ye hê pirtir berhem dibe û tên derdan.
Eger heta dema baliqbûnê di laşê mirov de bi têra xwe hormona geşê berhem nebe, bejna mirov dirêj nabe û bejinkurtî(bejinbhostî) peyda dibe. Lê eger ev hormon dema zaroktiyê de zêde berhem bibe vê gavê mirov pir gir dibe, bi nexweşia gîgantîzmê dikeve û dibe mina hût. Hin caran di laşê mirovên gihîştî de dibe ku asta mêjera hormona geşê bilind bibe, vê gavê nexweşiya akromegalî li mirov çê dibe. Dest,poz,çene,guh û nig(pê)ên mirovên bi nexweşiya akromegaliyê gir dibe, lê beşên din en laşê wî di asta asayî de dimîne.




2019/07/28

Hormona Prolaktîn (PRL)


“Hormona şîrê” û “hormona luteotropî” navên din ên hormona prolaktînê ye. Hormona prolaktîn(PRL), hormonek peptîdî ye. Derdana sereke ya PRL ji loba pêş a hîpofîzê ye. Ji xeynî hîpofîzê hinek prolaktîn ji malzarokê, ji çerm, ji memikan, ji xaneyên bergiriyê û ji rijênê prostatê jî(di laşê nêran) tê derdan.
Karigeriya sereke ya hormona prolaktînê li ser rijênê şîr e. Eger di nav xwînê de bi têra xwe prolaktîn hebe ev rewş bandor li ser rijênên şîr dike ku şîr berhem bikin. Hormona prolaktîn şîr berhem dike lê ji memikan derdana şîr bi bandora hormona oksîtosînê pêk tê.
Oksîtosîn rijênên şîrê girj dike ku zorê li şîra nav rijênan bike. Bi vî awayê şîr ber bi gupika memik diherike.
Gava dergûş memik dimijê, ji gupika memik hin sînyal digihîje hîpotalamusê, hîpotalamus li ser hîpofîzê bandor dike ku prolaktîn berhem bike û der bide. Ango mijandina memik, berhemanîna şîr zêde dike.
Du hormon, hormona estrojen û hormona dopamîn li ser derdana prolaktînê bi bandor in. Hormona estrojen ji hêkdank û ji plasentayê tê derdan. Eger mêjera ostrojena xwînê zêde bibe, ev reş ji boy derdana prolaktîn dibe hander û hîpofîz hê pirtir prolaktîn berhem dike. Hormona dopamîn li ser prolaktînê bandora neyînî dike. Gava dopamîna xwînê zêde bibe, hîpofîz berhemanîn û derdana hormona prolaktînê kêm dike. Ji xeynî berhemanîna şîr hin bandorên din ên prolaktînê jî heye.
Bi destpêka ducanitiyê de di laşê dayikê de gelek guherîn çê dibe. Yek ji van guherînan, derbarê zêdebûna dilnermiya dayikê ye. Bi bandora hormona prolaktîn dayik hê pirtir li dergûşa xwe xwedî derdikeve û diparêzê.


2019/07/27

Hormona handera tûkila adrenal ( ACTH)



Navê din a vê hormonê “hormona adrenokortîkotropî( ACTH)”,an jî bi kurtasî “hormona kortîkotropîn” e. Ev hormon di bêşa hîpofîza pêş de tê berhemkirin û derdan. Hormona kortîkotropîn hormonek peptîdî ye û ji 39 asîdên amînî pêk tê. Hîpotalamus hormona derpirandina kortîkotropîn (CRH) der dide, bi bandora vê hormonê, hîpofîz jî hormona handera tûkila adrenalê der dide.
Armanca hormona adrenokortîkotropî, rijênên adrenal e. Rijênên adrenal li ser gurçikan de cih digire. Her çiqas li ser her gurçikek de rêjênêk adrenalê hebe jî, karê van rijênan û gûrçikan ne yek e.
Rijênê adrenal ji du beşên sereke pêk tê, beşa tûkil(korteks) û beşa kirok(medulla). Ev herdu beş jî wekî rijênên serbixwe kar dikin.
Ji ber bandora hormona handera tûkila adrenal(ACTH), ji beşa tûkil hormonên kortîzol û hormonên androjen tên berhemkirin û derdan. Hormona aldesteron jî ji tûkilê tê derdan lê derdana vî hormonê ji aliyê enzîmên gûrçêkê ve tên kontrolkirin. Her wisa bi handera koendama demarî, ji beşa kirok jî hormonên epînefrîn(adrenalin) û norepînefrîn(noradrenalin) tên berhemkirin û derdan.




2019/07/26

Hormona aldosteron




Hormona aldosteron ji beşa tûkila adrenal tê berhemkirin. Aldosteron hormonek steroîdî ye. Karê sereke ya Aldosteronê rêkxistina rêjeya mîneral(xwê) û ava laş e. Ji ber bandora aldestoronê ya li ser mîneralan , ev hormon wekî hormonek sereke ji koma mîneralokartîkoîdan tê hesîbandin. 
Kontrola berhemanîn û derdana hormona aldosteronê ne bi hormona ACTH, lê bi Sîstema Anjiyotensîn-Renîn pêk tê. Li gor vî sîstemê, daketina pestoya xwînê an jî kêmbûna şileya xwînê ji boy derdana aldosteron dibe hişyarî. Gurçik, kezeb û pişik jî di sîstema anjiyotensîn-renîn de ji boy rêkxistina mêjera aldosteronê kar dikin. Enzîma renîn ji gurçike tê derdan, anjiyotensînojen jî ji kezebê tê derdan. Di nav xwînê de anjiyotensînojen bi bandora renîn, diguhere û dibe Anjiyotensîn I. Ji pişikê enzîma guherîna anjiyotensîn I tê derdan (ACE angiotension-converting enzyme)bi bandora vê enzîmê, Anjiyotensîn II çê dibe. Bi bandora Anjiyotensîn II ji tûkila adrenalê hormona aldosteron tê berhemkirin û derdan. Hormona aldosteron bandor li ser gurçikan dike. Bi vî awayê av û xwê(NaCl) ji lûleyên mîzê dubare tê mijandin, bi tevlêbûna sodyum û avê, qebareya xwînê zêde dibe. Herwiha, anjiyotensîn II lûleyên xwînê teng dike bi vî awayê pestoya xwînê berz dike.
Bi kurtasî hormona aldosteron ji boy rêkxistina pestoya xwînê, av û sodyuma nav xwînê kar dike. Herwisa aldostereon li ser kêmkirina rêjeya potasyuma nav xwînê jî bandor dike . Her ku di nav xwînê de hormona aldosteron zêde dibe gurçik hê pirtir potasyumê di nav mîzêde der dide .



Rijênê Pankreas




Pankreas rijênek têkel e, ango hem enzîm hem jî hormon berhem dike û der dide. Bi hormonan rêjeya şekira xwînê(glukoz), bi enzîman jî alîkariya herisîna xurekan dike. Gûşiyên xaneyên hormonçêker wekî dûrge(girav) di nav pankreasê de belave ye. Van komên xaneyan wekî Dûrgeyên Langherhans tê binavkirin. Her dûrgeyek xaneyên alfa, xaneyên beta û xaneyên delta li xwê digire. Li dûrgeyên Langerhans, hormona glukagon, hormona însulîn û hormona somatostatîn tê berhemkirin.




2019/07/24

Rijênê zayendê yê mêyan


Hormona handera çîkildanê(FSH), ji hîpofîza pêş tê berhemkirin û derdan. Ev hormon hekdankan ji xwe re dike armanc. Bi handera FSH geşbûna çîkildan û hêkê dest pê dike.
Di vî qonaxê de hêka gihiştî di nav çîkildanê de cih digire. Bi bandora hormona handera tena zer (LH), xaneyên çîkildanê ji hev diqetin û hêk ji çikildanê tê derdan. Ev rewş wekî hêkberdan (ovulasyon) bi nav dibe.
Hêka ji çîkildanê derketî, derbasî nav riya hêkê dibe. Bermayiyên çîkildana vala hê pirtir gewre dibe û diguhere, ev çîkildana gewre û guherî êdî wekî tena zer (Corpus luteum = laşê zer) bi nav dibe. Ji tena zer hormona progesteron tê derdan. Ev hormon bandor li ser dîwarê malzarûkê dike. Li dîwarê malzarûkê de qatek mûlûleyên xwînê tê avakirin(endometrium). Eger hêk bê pîtandin, embriyo di nav vî tebeqeya mûlûleya xwînê de cîh dibe. Ji despêkê hetanê dawiya ducantiyê, derdana progesteron didome. Eger hêk neyê pîtandin, vê gavê tena zer xira dibe.
Ji hêkdankê hormonek bi navê hormona estrojen tê berhemkirin. Hormona estrojen li gel hormona progesteron, ji boy geşbûna malzarûkê kar dike. Herwiha, hormona esrojen ji "zayenda duyemîn" a mêyîtiyê, ango ji bejnûbala mêyîtiyê jî berpirsiyar e. Ji ber hormona estrojenê di laşê mêyan de guherînên wekî ;
gewrebûna qebareya memikan, firebûna malzarûkê, li derdora kemaxê berhevbûna şaneya çewrî û derketina mûyên binçeng, û yên derdora endamê zayendiyê pêk tê.

2019/07/22

Hormonên heriskirinê




Gava mirov xwarin dixwe, xwarin raste rast derbasê nav xwînê nabe. Xwarinên proteînî, lîpîdî û karbohîdradî, xurekên makromolekulî ne(molekulên gir in). Divê xurekên makromolekulî, pêşî di nav gede û rûvîyanda bêne hilweşandin. Ji boy hilweşandina xurekên makromolekulî, pêdivî bi enzîmên herisê heye.
Enzîmên wekî amîlaz, lîpaz, pepsîn, maltaz, sukraz, laktaz û erepsîn hin enzîmên sereke yên heriskirinê ne. Bi navbeynkariya van enzîman xurekên makromolekulî perçe dibin û dibin monomer. Molekulên monomerî bi têra xwe hûrik in, loma bi hesanî ji diwarê rûviya zirav derbasî nav xwînê dibin. Mirov bi şev û roj 24 saet her tim xwarin naxwe. Ango gede û rûviyên mirov hertim bi xurekan tijî nîn e, gava têda xûrek tune ye divê gede û rûvî çalak nebin û enzîm der nedin.
Ji boy rekxistina rêjeya enzîman û çalakiya gede û rûviyan hinek hormonên heriskirinê kar dikin. Ev hormonan jî wekî hormonên din di nav xwînê de belavê laş dibin. Hormonên herisê di xaneyên gede û rûviviya donzdetilîk de tê berhemkirin û derdan. Hormonên herisê, an li gor cureyên xurekan an jî di nav gede û rûviyan de dema hebûn an jî tunebûna xurekan de kar dikin. Wekî mînak eger gede bi xurek tijî be, vê gavê hormona gastirîn ji bo derdana asîda gedeyê(enzîma pepsînojen) hin xaneyên gedeyê hander dike, asîda gedeyê jî dest bi herisa xurekên proteînî dike. Na eger gede vala be, ango mirov birçî be, vê gavê enterogastron( hormona sekretîn û kolesîstokînîn) rê li ber berhemkirin û derdana enzîma pepsînojenê digire. ji xeynî rawestandina derdana enzîmên gedeyê, enterogastron girjbûn û xavbûna gedeyê jî kêm dike.
Hormonên heriskirinê bandor li ser rêjeya pileya pH a gede û rûvî jî dike. Wekî mînak, pH a gedeyê 1,5-2 ye. Lê pH a donzdetilîk 5-6 ê . Hormona sekretîn pankreasê hander dike, pankreas îyonên bîkarbonat berhem dike û der dide nav rûviya donzdetilkê, îyonên bîkarbonat asîdê lawaz dike û pileya pH a dorhêlê bilind dike.

2019/07/20

Sîstema Paşragihandinê (Feedback mechanism)


Di nav xwîna mirovên tendurist de mêjara her hormonek di pileya asta asayî de ye. Eger mêjera hormonek ji asta asayî kêmtir an jî zêdetir be, dibe ku hormon kar neke û mirov bi nexweşiyan bikeve. Ango gava asta hormon dadikeve, divê di rijên an jî di xaneyen derdanî de hormon bê berhemkirin û derdan. Gava mêjera hormon gihîşt asta asayî, divê berhemanîn û derdana wê hormonê raweste.
Ji boy derdan û rawestandina homonan sîstemek çavdêriyê heye, ev sîstem wekî sîstema paşragihandinê (feedback mechanism) tê bi navkirin. Sîstema paşragihandinê, bi xebata hevbeşî ya hormon û koendama demar(nervous system) çalak dibe. Di laşê mirov de êpê wergir hene. Hin wergir li nav lûleyên xwînê, hin di nav şaneya çerm de an jî di nav endaman(organ) de cih digirin. Heke pH a xwînê an jî mêjera av, hormon, îyon an jî pestoya osmosî ya laş biguhere, wergir van guherîna radigihîne hîpotalamusê. Herwiha di nav xwînê de guherîna mêjera glukozê, an jî guherîna germahiya laş jî ji boy wergiran dibe hişyarker.
Li hember hemû guherînan, koendema damar û koendama korrijên(endokrîn) hewl didin ku hevsengiya laş biparêzên ev kar wekî homeostazî (homeostasis) bi nav dibe. Ji boy berdewamiya homeostaziyê, pêdivî bi sîstema paşragihandinê heye.
Du cure paşragihandin heye. Heke ragihandina guherînan rê li ber berhemanîn û derdana hormonek bigire, an jî bibe sedema kêm derdanê, ev paşragihandin wekî paşaragihandina neyînî(negative feedback) bi nav dibe. Lê ku ragihandina guherîn derdana hormonek bide destpêkirin, vê gavê ev ragihandin wekî paşragihandina erenî (positive feedback) tê navkirin. Di laşê mirov de rêjeya sirûşti ya piraniya hormonan bi paşragihandina neyînî te parastin.




2019/07/19

Şaneya xwînê


Laşê mirov gelek cureyên şane lixwe digire, lê ji vana, şaneya xwîn yekane şaneyê ku şile ye. Xaneyên xwînê di nav plazmaya şile de cih digirin, ango derdora xaneyên xwînê ji madeyek şile pêk tê, loma, şaneya xwîn ne req e lê şilemenî ye.
Karên sereke yên xwînê;
-Oksîjenê ji pişikan diguhêzîne hetanê hemû şane û xaneyên laş.
-Ji xaneyan, karbonadioksîdê ber bi pişikan ve diguhêzîne.
-Hormonên rijênan diguhêzîne hetanê xaneyên armanc
-Xurekên wekî asîdên amînî, glukoz, asîdên çewrî, glîserol, vîtamîn û mîneralan ji rûviyan tevlê xwînê dibin, bi navbeynkariya xwînê belavê laş dibin.
-Madeyên paşmayî yên wekî ure û av bi navbeynkariya xwînê digihîjin gurçikan.
-Xwîn, ji bo meyandina xwînê û bergiriya laş, proteînên plazmayê lixwe digire.
-Germahiya masûlkeyan belavê hemû beşên laş dike, bi vî awayê rêkxistina pileya germiya laş pêk tîne.
-Madeyên jehrîn(toksîk) bi alîkariya xwînê ji laş tên dûrxistin.
-Ji boy çalakiya enzîm û reaksiyonên xaneyê, pileya pHê rek dixe.
-Xwîn hin mîneral û proteînan li xwe digire, bi vî awayê rêjeya şileya laşê rêk dixe.
Laşê mirovên gihîştî bi qasî 5-6 lître xwîn li xwe digire. Şaneya xwîn ji du beşan pêk tê, xaneyên xwînê û plazma. %45 ê xwînê ji xaneyan ,% 55ê qabareya xwînê jî ji plazmayê çêbûyî ye.




2019/07/14

Xiroka Sor( Erîtrosît)



Di nav xwînê de xaneyên herî zêde xirokên sor(erîtrosît) in. Karê sereke yê van xaneyan guhestina oksîjen û karbona dîoksîd e. Şêweya(şikil) xirokên sor, şêweya xepleyî ye. Rûyên xirokên sor bi herdu aliyan ve rûçal in. Bi vî awayê rûyê xaneyê hê firehtir dibe û guhastina oksijen hêsantir dibe. Xirokên sor yên mirov, ne xaneyên asayî ne. Erîtrosîtên gihîştî, tu lebatok û dendik li xwe nagirin. Bi vî rewşa xwe xirokên sor ji xaneyê pirtir dişibin kisikokan. Xirokên sor proteînek gogî li xwe digirin. Navê vî proteînê, hemoglobîn e. Ji ber ku dendik, mîtokondrî û lebatokên din tune ne, di nav xirokên sor de ji boy hemoglobînê gelek cih dimîne. Di nav her xaneyek xiroka sor de bi qasî 250 milyon molekulên hemoglobînê heye. Her molekulek hemoglobînê, 4 molekul oksîjen li xwe girê dide û ji pişikan diguhezîne hetanê xaneyên laş. Li ser parzûna xaneyên xirokên sor de molekulên glîkoproteîn û glîkolîpîd hene, van molekulan, komeleya xwîna mirov diyar dikin. Di moxa sor a hestiyê mirovên gihîştî de her çirkeyek (seniyekî) de bi qasî 2400000 xirokên sor tê çêkirin, her wisa her çirke ewqas xirokên sor jî tên hilweşandin. Temenê xirokên sor derdora 120 roj e. Xaneyên neçalak ji aliyê xirokên spî ve tên hilweşandin, hin beşên xirokên sor di kezeb û sipil(fatereşk) de tê enbarkirin. Di nav 1 mm3 (mîkrolître) xwînê de bi qasî 5-6 milyon xirokên sor heye. Eger ji ber hin sedeman hejmara xirokên sor kêm bibe, mirov bi nexweşiya kêmxwînê dikeve. Navê din a kêmxwînê anemî ye.

                             

2019/07/10

Hemogobîn




Hemoglobîn an jî bi kurte nivîsê Hb, Hbg , molekulek gewre ye (makromolekul e). Ji proteîn û hesin pêk tê. Peyva hemoglobîn ji peyvên hem û globîn çê bûye. Çar heb proteînên gogî yên hemoglobînê heye, her yek ji van proteînan wekî globîn bi nav dibe. Di nav molekulek hemoglobînê de 2 heb α(Alfa), 2 heb β(Beta) globîn heye. Taybetmendiya van polîpeptîdan ew e ku, her zincîrek polîpeptîdê komeleya hem li xwe digire. Ango hemoglobîn ji çar binebeşan(zincîrên polîpeptîd) pêk tê, di her binebeşê de komeleya hem heye, komeleya hem jî, îyona hesin(Fe+2 ) li xwe digire. Proteînên globîn komeleyên hemê dorpêç dikin.
Hemoglobîn di xaneyên moxê sor a hestî de, ji aliyê mîtokondrî û rîbozoman ve di nav sîtoplazmayê de tê çêkirin. Karê sereke ya hemoglobînê, guhestina oksîjen û karbona dîoksîd e. Her îyonek hesin molekulek oksîjenê bi xwe ve girê dide. Ango hemoglobînêk dikare 4 molekul oksîjen bixwe ve girê bide. Hemoglobîn li ser xirokên sor e. Xaneyek xiroka sor bi qasî 250-300 mîlyon hemoglobîn li xwe digire. Ango yek xiroka sor dikare ji mîlyarek pirtir oksîjen biguhezîne.
Hemoglobîn di pişikê mirov de bi oksîjenê tê girêdan, ev rewşa hemoglobînê wekî oksîhemoglobîn bi nav dibe. Rengê oksîhemoglobînê sor e. Hemoglobîna bêoksîjen bi rengê şîn e. Hinek ji karbona dîoksîd ji xaneyan bi navbeynkariya hemoglobînê, ber bi pişikan ve tê guhestin. Pêkhateya hemoglobîn û karbona dîoksîd wekî karbomînohemoglobîn tê bi navkirin. Eger di pişikan de li gel oksîjenê, karbona monoksîd jî hebe, hemoglobîn ji dewsa oksîjenê, pêşî bi karbona monoksîdê ve girêdan çê dike. Girêdana hemoglobîne bi karbona monoksîdê, ji girêdana oksîjenê zexmtir e. Ev taybetmendiya karbona monoksîdê dibe sedema bijehrêketina karbona monoksîdê. Hin caran mirov ji ber dumana sobê bijehrêdikeve, sedem karbona monoksîd e.
Molekula hemoglobîn bi qasî 120 roj çalak dimînê, bi mirina xiroka sor, hemoglobîn jî neçalak dibe. Xirokên mirî, di kezeb, sipil an jî di moxa hestî de tê hilweşandin. Beşa proteîn, hildiweşe û yeke ya proteîn, ango asîdên amînî çê dibin. Ev asîdên amînî ji boy çêkirina xirokên sor yên nû di xaneyên bineretî(binxane) de tên bi kar anîn. Hesinên nav komeleya hemê di sipil an jî di kezebê de wekî ferritîn tê embarkirin. Di nav plazmaya xwînê de glîkoproteînek bi navê Transferrîn heye, transferrîn ferritînê diguhezîne moxa hestî ku hesinê ferritîn tevlê xirokên sor yên nû bibe. Komeleya hem a bêhesin, perçe dibe û ji komeleya hemê bilirubîn çê dibe. Bilirubîn bi navbeynkariya albumîn(proteîna plazmayê) diçe kezebê. Di kezebê de ji boy çêkirina zeravê tê bi kar anîn.
Kêmasiya hemoglobîn, bi taybet kêmasiya hesinê hemoglobînê rê li ber çêkirina xirokên sor digire, ev rewş dibe sedema nexweşiya kêmxwînî(anemî).

2019/07/07

Kêmxwînî




Eger ji ber hin sedeman di nav xwînê de hejmara xirokên sor kêm bibe, ev rewş wekî kêmxwînî tê binavkirin. Navê din a kêmxwînî anemî ye. Zêdetirî 400 cureyên kêmxwînî heye. Ji boy kêmxwînî gelek sedem hene.
Sedemên serekî yên kêmxwînî;
-Ji ber kêm-hesinî:
Eger mêjera hesin di nav laşê mirov de ji asta asayî kêmtir bibe vê gavê bi têra xwe hemoglobîn çê nabe. Ji ber kêmbûna hemoglobînê, di nav xwînê de hejmara xirokên sor nagihîje asta asayî.
-Ji ber ducanîbûnê;
Pêdiviya mirova ducanîbûyî hê pirtir bi hesin heye. Dergûş ji dayika xwe hesin digire, loma asta rêjeya hesinê laşê ducan dadikeve. Ew jî dibe sedema kêmxwînî.
-Ji ber kêmasiya vîtamînan;
Ji boy çêkirina xirokên sor, divê di laşê mirov de bi têra xwe vîtamîna B12, Vîtamîna B9(Asîda folîk) û vîtamîna C hebe. Di laşê mirov de yek ji van vîtamînan kêm be, kêmxwînî rû dide.
-Ji ber birîn û birindarbûnê;
Xwînçûna birînan jî dibe sedemê kêmxwînî, wekî mînak birînên aşikê(made),û yên rûvî ji derve bi çav nayê dîtin, loma dibe ku demek dirêj ji mirov xwîn biçe.
-Ji ber nexweşiyan ;
Nexweşiyên wekî şêrpence, AIDS, nexweşiya gûrçikan, hejmara xaneyên xwînê kêm dike.
- Ji ber sedemên genetîk(bomaweyî);
Şiklê asayî ya xiroka sor gilover e. Ji ber nexweşiyeke bomaweyî di xwîna mirov de xirokên sor ne bi şiklê gilover, lê bi şeweya dasî ne. Ev nexweşî wekî kêmxwîniya xaneya dasî (Sickle cell anemia ) tê binavkirin. Ji ber şiklê dasî, xirokên sor bi têra xwe hemoglobîn li xwe nagirin, loma veguhêztina oksîjenê têra laş nake. Nexweşiya bi navê talasemiya (Thalassemia) jî dibe sedema kêmxwîniyê.
Hin Nîşanên Kêmxwîniyê
Di destpêka nexweşiyê de nîşanên nexweşiyê hindik in, lê bi pêşveçûna nexweşiyê ve nîşanên ji boy kêmxwînî zêde dibin.
Mirovên bi nexweşiya kêmxwînî ketine;
-Bêhemd dikevin, zû diwestin.
-Ahenga lêdana dilê wan ne asayî ye.
-Tengnefesî ne, singê wan diêşe.
-Bi kêşeyên bîr û têgihîştinê re rû bi rû dimînin.
-Gêjî û serêşî li wan peyda dibe.
-Qerim(kramp) dikeve hêt û çîpan. Hin beşên laş ditevize.
-Dest û ling sar dibe, bi gelemperî pileya germahiya laşê wan nizim e û dicemidin.
-Rengê tenê mirovên bi kêmxwînî zerokî ye.
Eger hin ji van nîşanan di laşê we de derketiye, divê hûn bi demûdestî serî li nexweşxaneyê bidin.
Mirov bi xurekên rojane jî dikare rê li ber hin cureyên kêmxwîniyê bigire. Kêmxwîniya ji ber kêmasiya hesin û kêm vîtamînî dibe ku bi xurekan baş bibe.
Goştê sor, kezeb, sipil gelek hesin lixwe digirin. Riwekên bi rengê keskê tarî wekî mînak brokolî, spînax(îspanax),kelema brûkselê gelek hesin lixwe digirin.
Çavkaniya serekî ya vîtamîna B12 goşt, hêk û şîr e. Bi taybetî goştê sor, kezeb, hêk, pênîr, kakil gelek vîtamîna B12 lixwe digirin.
Di nav fasûlî,spînax, porteqal, nan,û findiq de gelek ji vîtamîna B 9 heye. Ji nav rûvî de ji boy mijandina hesin, pêdivî bi vîtamîna C heye. Ango eger di laşê kesekî de bi têra xwe vîtamîna C tune be, ji xurekan hesin derbasî nav xwînê nabe. Vîtamîna C bi gelemperî di nav mewe û zebzeyan de gelek e.







2019/07/05

Cureyên xiroka spî


Xirokên spî hem li nav xwînê hem jî li derveyî xwînê, di navbera xaneyan de bi awayekî çalak li hemû beşên laş de tevdigerin. Bi vî awayê li kîjan beşê laş de birîn an jî hokarên nexweşiyê hebe, xirokên spî xwe digihînin wê derê û li hember hokarên nexweşiyê bergirî dikin. Ne yek, lê pênc cureyên xirokên spî heye. Navê vana ; Nêtrofîl, Êzonofîl, Bazofîl, Monosît û Lînfosît e. Lînfosît jî du cure ne, Lînfosîta B û Lînfosîta T
Li gor hebûn an jî tunebûna danikên(hebikên) nav sîtoplazmayê, du komên sereke yên xiroka spî heye. Koma yekem wekî xirokên spî yên danikî, a duyem jî wekî xirokên spî yên bêdanik tê bi navkirin. Hemû beşên xaneyê di bin mîkroskopê de xuya nabe. Ji bo dîtîna lebatok(organel) û madeyên nav sîtoplazmayê, divê xane di nav hin boyax(madeyen rengdan) de bê rengkirin. Eger madeye rengdan li ser xaneyên Nêtrofîl, Bazofîl û Êzonofîlê bê dilopkirin, di nav sîtoplazmayê van xaneyan de gelek hebikên danikî xuya dibe, loma ev xaneyan wekî xirokên spî yên danikî tê binavkirin. Di nav sîtoplazmayê xaneyên Monosît û Lînfosîtan de hejmara hebikan gelek kêm e, loma van xaneyan wekî xirokên spî yên bêdanik tên binavkirin.
A) XIROKÊN SPÎ YÊN DANIKÎ
1. Nêtrofîl:
Di nav xirokên spî de nêtrofîl bi hejmara herî zêde ye. % 50-70 yê xirokên spî ji nêtrofîlan pêk tê. Danikên nêtrofîlê herî baş bi boyaxên nêtar(ne asîdî ne jî bazî) de xuya dibin, loma ev cureya xiroka spî ya danikî, wekî nêtrofîl tê binavkirin. Di xaneya nêtrofîla asayî de dendik ji du heta pênc loban pêk tê, lê lobên dendika nêtrofîla pîr, dibe ku ji pêncan pirtir be. Hin bakterî mirov tûşî nexweşiyê dikin. Dema di laşê mirov de bakterîyên hokarê nexweşiyê peyda dibê, pêşî nêtrofîl erîşê bakteriyan dike. Danikên nêtrofîlê gelek lîzozom, enzîmên herisînê û hîdrojena peroksîd(H2O2) lixwe digirin. Nêtrofîl bi fagosîtozê bakteriyan dadiqurtîne, paşê di nav sîtoplazmaya xwe de bi enzîmên herisînê bakteriyan têkdişkîne.

2. Êozonofîl:
% 2-4 ê xirokên spî ji êzonofîlan pêk tê. Boyaxêk asîdî ya bi navê êozîn(eosin) rengê sor-porteqalî dide danikên êzonofîlê. Êzonofîl navê xwe ji vî boyaxê digire. Dendika êzonofîlê du an jî sê lobî ye. Danikên êzonofîlê molekulên dijhîstamîn(antîhîstamîn) lixwe digirin. Hin danikên nêtrofîlê li dij kurmên mişexwer(parazîtî), molekulên jehrî (toksît) lixwe digirin. Kurmên mişexwer bi gelemperî ji ber xwarina xurekên nepijiyayî ve dikeve nav laş. Loma heke di nav xwînê de hejmara êzonofîlan ji hejmara asayî zêdetir be, ev rewş nîşaneya kulbûnî, alerjî an jî di nav laş de hebûna kurmên mişexwer e.
3. Bazofîl:
Di nav laş de, xiroka spî ya herî hindik bazofîl e. Rêjeya bazofîl di nav lêkosîtan de ji %1ê kêmtir e. Herî baş boyaxên alkalîn(bazî) renk dide danikên bazofîlê. Danikên bazofîlê gir in, bi boyaxê rengê şîna tarî an jî mor digirin. Bi gelemperî hejmara bazofîlan dema kulbûniyê û alerjîbûniyê de gelek zêde dibe. Danikên bazofîlê hîstamîn derdidin. Hîstamîn madeyek kîmyayî ye, alikariyê sîstema bergiriyê dike Lûleyên xwînê ji ber hîstamînê sist û fire dibin, bi vî awayê xirokên spî bi hesanî ji xwînê derbasê nav şaneya kulbûyî dibin û li dij hokarên nexweşiyê bergiriyê dikin.Her wisa bazofîl heparîn jî berhem dikin. Heparîn rê li ber meyîna xwînê ya nav lûleyan digire.
B) XIROKÊN SPÎ YÊN BÊDANIK
Xaneyên monosît û lenfosît du cureyên xirokên spî yên bêdanik in. Danikên van xaneyan ji yê xaneyên danikî kêmtir û hûriktir in. Dendika lêkosîtên bêdanik yek lobî û gewre ye.
Monosît:
Xaneya herî gewre ya xirokên spî monosît e. Monosît, dendikek gewre û bêlobî lixwe digire. Şiklê dendika monosîtê dişibe şiklê gurçikê. Heke monosît ji xwîna nav lûleyan derkeve derve û di nav şaneyan de bicivire(geş bibibe), ev xane wekî xaneya makrofaj tê bi navkirin. Xaneyen makrofaj bi fagosîtozê bakterî û hokarên nexweşiyê digire nav xwe û li nav xaneyê de hildiweşîne. Hin xaneyên monosît jî di nav şaneyanda dibin xaneyên dendirîdî. Xaneyên dendirîdî bi gelemperî li şaneyên çerm, pişik û rûviyan de bergiriya laş dikin.
Lîmfosît:
lîmfosît jî wek mîna xirokên spî yên din li moxê hestî de tê çêkirin. Lê xaneyên lîmfosîte, li şaneya lînfê de, li girê lînfê de dabeş dibin û zêde dibin. Di xwînê de xaneyên herî zêde yên xirokê spî, nêtrofîl in. Lîmfosît xaneyên duyem ên herî zêde yên lêkosîtan e .% 20-30 yê xirokên spî ji lîmfosîtan pêk tê. Sê komên sereke yên lîmfosîtan heye Xaneya B(Lîmfosîta B), Xaneya T (lîmfosîta T) û Xaneya kujera sirûştî. Xaneya kujera sirûştî lîmfosîta herî gewre ye. Heke di xwînê de asta rêjeya lîmfosîtan ji ya asayî pir zêdetir be, dibe ku ev rewş nîşana hin cureyên şêrpence an jî ji ber nexweşiya vîrusî be.




2019/07/03

Xiroka spî




Lêkosît an jî xiroka spî navê cureyekî xaneyên xwînê ye. Bi Îngilîzî wekî “white blood cell”( WBC) bi nav dibe. Xirokên spî li dij hokarên nexweşiyê, bergiriya laş dirist (ava) dikin. Xirokên spî jî wekî mîna xirokên sor li moxê hestî de çê dibin. Di nav xwînê de hejmara xirokên spî li gor xirokên sor gelek hindik e. Di nav 1 mm3 (mîkrolître) xwînê de bi qasî 5-10 hezar xirokên spî heye. Xirokên spî ji xirokên sor girtir in. Xirokên spî xwediyê dendik û lebatok(organel) in. Temenê piraniya xirokên spî ji xirokên sor kintir e. Bi gelemperî temenê lekosîtan ji hefteyek kêmtir e. Dibe ku dema nexweşiyê de temenê hin lêkosîtan ji rojek kintir be. Xirokên sor li nav xwînê de, li gor gera xwînê cih diguherin. Lê xirokên spî hem li nav xwînê hem jî li derveyî xwînê, di navbera xaneyan de bi awayekî çalak li hemû beşên laş de tevdigerin. Bi vî awayê li kîjan beşê laş de birîn an jî hokarên nexweşiyê hebe, xirokên spî xwe digihînin wê derê û li hember hokarên nexweşiyê bergirî dikin.  Ne yek, lê pênc cureyên xirokên spî heye. Navê vana ;Nêtrofîl, Êzonofîl, Bazofîl, Monosît û Lîmfosît e. Lîmfosît jî du cure ne, lîmfosîta B û lîmfosîta T

2019/07/02

Rêkxistina rêjeya xirokên sor (Erîtropoez)

Di nav moxê hestî de berhemanîna xirokên sor wekî erîtropoez(erythropoiesis) tê binavkirin. Di zimanê Yewnanî de wateya ‘erythro’ “sor”e, wateya ‘poiesis’ “çêkirin, berhemanîn” e. Xirokên sor bêdendik û bêlebatok in, loma xaneyên xiroka sor bi dabeşbûnê zêde nabin. Ji bilî demen nexweşiyê, divê hejmara xirokên sor yên nav xwînê sabît be. Loma, çiqas xane dimire, divê ewqas jî ji nû ve bê çêkirin. Eger hejmara xirokên sor di nav xwînê de ji rêjeya asayî zêdetir bibe, xwîn tîr dibe û gera xwînê bi hesanî pêk nayê, na heke hêjmara xirokên sor kêm bibe vê gavê kêmxwînî rû dide.
Hormona erîtropoîtîn(Erythropoietin) û hormona hepsîdîn(hepcidin) di nav xwînê de mêjera xirokên sor rêk dixin. Ev herdu hormon bi sîtema paşragihandinê (feedback mechanism) kar dikin. Piraniya hormona erîtropoîtînê di gûrçikan de tê çêkirin û derdan. Hinek erîtropoîtîn û hemû hepsîdîn di kezebê tê çêkirin.
Oksîjen gazek giran e. Li jîngehên nizm, wekî mînak; peravê behrê(deryayê) û li deştan de mêjera oksîjena atmosferê zêde ye. Li çiya û zozanên bilnd de rêjeya oksîjena atmosferê ji peravê behrê kêmtir e.
Eger mirov ji bo demek biçe zozanan an jî cihên bilind, oksîjena xwîna mirov kêm dibe. Kêmbûna oksîjenê ji boy kezeb û gûrçikan dibe hişyarker. Ji ber hişyariya kêmoksîjeniya xwînê, gûrçik hormona erîtropoîtnê berhem dike û der dide nav xwînê, di heman demê de kezeb jî hormona hepsîdîn û hinek hormona erîtropoîtnê çê dike û ber dide nav xwînê. Ev herdu hormon bi navbeynkariya gera xwînê, xwe digihînên moxê hestî. Bi bandora van hormonan moxê hestî xaneyên xwînê berhem dike. Ev rewş wekî paşaragihandina erenî (positive feedback) tê binavkirin.
Her ku moxê hestî xirokên sor berhem dike û der dide nav xwînê, mêjera hemoglobîna xwînê zêde dibe. Dema hemoglobîn zêde bibe, wê gavê xirokên sor ji atmosferê hê pirtir oksîjen digirin û vediguhazînin şaneyên laş. Bi vî awayê oksîjena xwînê zêde dibe, dema rêjeya oksîjena xwînê gihîşt asta asayî, îcar ev rewş ji boy gûrçik û kezebê dibe hişyarker. Ji ber bilindbûna rêjeya oksîjena xwînê, derdana hormonan tên kêmkirin an jî rawestandin. Rawestandina derdana hormonan, wekî paşaragihandina neyînî (negative feedback) tê binavkirin.
Bi kurtasî,mêjera xaneyên xwînê bi sîstema paşragihandinê û bi navbeynkariya moxê hestî, kezeb, gûrçik û hin hormonan tê rêkxistin.