Celadet Alî Bedîrxan

Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)

2020/01/30

Erkê kar




             Hemû tişt an jî guherîn ko li hawîrdora zîndewer de peyda dibe û koendama demar a zîndewerê hander dike boy têkeve tevgerê û li dij vê guherînê bersîv bide, wekî kartêkir (bi îngilîzî: stimulus) tê navkirin. Mirov ji kartêkirên hawirdorê bi navbeynkariya hestewergiran hayadar dibe.
Wergirtina ragihandinek elektrîkî, kîmyayî an jî mekanîkî ji demarexaneyek din, an jî wergirtina kartêkirek ji hawirdorê, dawî li qonaxa cemsergiriyê, ango erkê bêhnvedanê tîne. Xerabûna erkê parzûnê (bi îngilîzî: membrane potential) dibe sedema çêbûna demareragihandinê. Ji tûmika tewereyê ber bi kotahiya tewereyê li ser parzûna tewereyê de veguhaztina demareragihandin, wekî erkê kar tê navkirin(bi îngilîzî:action potential). Alûgorkirina iyonên sodyum (Na+) û potasyumê(K+)yên li herdu aliyên parzûnê dibe sedema guherîna cemsergiriya xaneyê. Guherîna cemsergiriyê jî dibe sedema peydabûna herrika elektrîkê, erkê kar ji herrika elektrîkî peyda dibe.Erkê kar li demarexaneyan de dibe sedema çêbûna demareragihandinê, lê li xaneyên masûlkeyan de dibe sedema girjbûna masûlkeyan.
              Demarexane bi dirustkirina sinyalên elektrîkî, bertek nîşan dide ji boy hin kartêkiran. Erkê kar, ragihandinên demarî an jî sînyalên demarî ne ko li ser parzûna tewereyê de tên veguhaztin. 

Rêbaza "hemû yan hîç"

Demarexane li dij kartêkiran li gor rêbaza “hemû yan hîç” (îngilîzî: all or none) bertek nîşan dide bi. Her kartêkir nikare cemsergeriya xaneyê hilweşîne, ji boy destpêkirina erkê kar divê hêza kartêkir ji asta derazînkê (bi îngilîzî: threshold level) ya demarexaneyê bilindtir be. Kartêkirên ko hêza wan ji asta derazînkê kêmtir in, nabin sedema çêbûna erkê kar, lê heke asta hêza kartêkir bi asta derazînkê re wekhev be, an jî ji asta derazînkê zêdetir be erkê kar dest pê dike. Gava hêza kartêkir ji asta derazînkê pir zêdetir be jî, şêwe û hêza erkê kar naguhere.

Berevajîbûna cemsergeriyê

            Kartêkir an jî sinyalên ji hawirdorê, bandor li ser parzûna demarexaneyê dikin û dibin sedema vebûna hinek cogên sodyumê. Dema erkê bêhnvedanê de xestiya iyonên sodyumê li rûyê derveyî parzûnê ji ya nav xaneyê 10 car zêdetir e. Loma bi vebûna cogan, sodyum ji devera xestiya bilind (derveyî parzûnê), ber bi devera xestiya nizim ve di nav cogên iyonî yên sodyumê de diherikin. Bi hatina iyonên sodyumê, di wê beşa tewereyê de bargeyê nava xaneyê dibe pozîtîv, û bargeya nav xaneyê ji -70mV ber bi -55mV ve zêde dibe. Lê hê jî erkê kar dest pê nake. Ji boy destpêkirina erkê kar divê guherîna bargeya elektrîkî ya nav xaneyê heta astek diyarkirî bidome. -55mV ji bo destpêkirina erkê kar asta derazînkê(asta şêmûkê) ye, heke bargeya nav xaneyê ji -55mV zêdetir bibe, wê gavê hê pirtir ji cogên sodyumê vedibin û erkê kar ango guhaztina iyonan a li ser parzûnê dest pê dike. Di asta derazînkê de cemsergeriya parzûnê hildiweşe ev rewş wekî berevajîbûna cemsergiriyê (bi îngilîzî: depolarization) tê navkirin. Pêçewanebûna cemsergirî ji ber cudahiya xestiya sodyumê rû dide, iyonên sodyumê bi belavbûnî, bê ko ATP xerc bike ji parzûnê derbasî nav xaneyê dibe. Ango bargeyên parzûna demarexaneyê dema erkê kar de, berevajiyê dema erkê bêhnvedanê ye, nava tewereyê pozîtîv, derveyî parzûna tewereyê bi bargeyê negatîv barkirî ye. Di qonaxa erkê kar de, xestiya Na+ li nav xaneyê zêde ye, xestiya potasyumê jî li derveyî xaneyê zêde ye. 
            Hilweşîna cemsergeriyê ango guherîna erkê parzûnê bi carekî de, li tevahiya rûyê tewereyê de rû nade. Cogên sodyumê ji tûmika tewereyê heta kotahiya tewereyê li ser parzûna tewereyê de rêzbûyî ne. Vebûna cogên sodyumê di laşê xaneyê de, ji tûmika tewereyê dest pê dike, ji parzûnê derbasbûna sodyume dibe sedema çêbûna herrika elektrîkê. Elektrîk cogên sodyumê yên cîran hander dike ji boy vebûnê. Gava cogên sodyumê yên jêrdestê voltajê yên cîran vedibin, cemsergiriya wê beşa tewereyê hildiweşe, îcar ev rewş dibe sedema çêbûna herrika elektrîkê, ev herrika elektrîkê jî hin cogen din ên sodyumê yen jêrdestê voltajê hander dike. Bi vî awayê erkê kar ji tûmika tewereyê dest pê dike gav bi gav ber bi tewerekotahiyê didome. Arasteya erkê kar ji laşê xaneyê ber bi tewerekotahiyê yek alî ye.
Ragihandina bazdar

                  Li tewereyên bi bergê maylînî pêçayî, erkê kar di gireyên Ranvier de çê dibe. Bergê maylînî rê nade ji boy guhaztina iyonan, loma erkê kar ji gireya Ranvier a pêş, baz dide giriya Ranvier a paş. Ew veguhaztina li ser parzûna tewereyê wekî ragihandina bazdar tê navkirin( bi îngilîzî: saltatory conduction). Xane bi ragihandina bazdar, hê kêmtir ATP xerc dike û erkê kar hê lêztir rû dide. Girêyên Ranvier cogên jêrdestê voltajê yên sodyum û potasyumê lixwe digirin. Leza veguhaztina demareragihandin li tewereyên bê bergê maylînî de çîrkeyek de bi qasî mêtreyek e. Tewereyên bi bergê maylînî demareragihandinan bi leza 100 metre serê çîrkeyek de diguhazînin. Herwiha erkê kar li tewereyên stûr(qalind) de li gor tewereyên zirav hê leztir tê ragihandin.

Vegeryana cemsergirî

                 Her ko iyonên sodyumê diherrikin nav xaneyê, bargeya xaneyê ji -55mV diguhere, heta +40 mV . Cemsergeriya demarexaneyê di bargeya +40mV de bi tevahî hildiweşe.
Xane tenê di qonaxa erkê bêhnvedanê de ji boy wergirtina kartêkir amade ye, loma divê demarexane demildest vegere qonaxa erkê bêhnvedanê, ango divê li ser rûyê parzûna demarexaneyê de cemsergirî dubare bê avakirin. Di heman demê de cogên potasyumê yên jêrdestê voltajê jî vedibin. Ji ber ko xestiya potasyumê li nav xaneyê de zêde ye, iyonên potasyumê ji xaneyê, ber bi derve belavbûnî dibin. Bi derketina iyonên potasyumê, bargeya hundirê xaneyê cardin ber bi negativê diguhere. Belavbûniya potasyumê didome heta xestiya potasyumê li herdu aliyê parzûnê de yeksan dibe. ji ber kêmbûna iyonên potasyumê bargeya xaneyê ji cemsergeriya asayî ya -70mV kêmtir dibe. Bi vî awayê dawî li erkê kar tê, lê xane hê jî cemsergiriyê ango erkê bêhnvedanê ava nake. Gava asta bargeya nav xaneyê gihîşt +40mV, cogên sodyumê tên girtin û heta dawiya vegeriyana cemsergeriyê girtî dimînin, loma xane di vê demê de nikare ji hawirdorê kartêkir werbigire. Vê dema xaneyê wekîmaweya nehêlanî(bi îngilîzî refractory period) tê navkirin.

Pompeya sodyum-potasyumê

                    Pompeyên alûgorkirina sodyum-potasyumê kar dikin ji boy vegeriyana cemsergiriyê. Pompeya sodyum- potasyumê ji boy alûgorkirina iyonan enerjiya ATP xerc dike. Ango Sodyum û potasyum bi veguhaztina çalak di parzûna demarexaneyê de tên alûgorkirin.
Pompeya sodyum -potasyume her carêk sê iyonên sodyumê derdixe derveyî parzûnê, di heman demê de ji derveyî parzûnê du iyonên potasyumê digire nav xaneyê. Bi çalakiya pompeyên sodyum -potasyumê rêjeya iyonên sodyum û potasyumê li herdu aliyê parzûna demarexaneyê de digihîje asta asayî ya erkê bêhnvedanê. Ji vî gavê şûn de êdî xane amade yê ji boy wergirtina kartêkirek nû.


* Ev xebat li ser wîkîpediyakurdî jî hat zêdekirin: https://ku.wikipedia.org/wiki/Erk%C3%AA_kar




2020/01/23

Erkê bêhnvedanê



         Dema demarexaneyêk ji derdora xwe kartêkir negire an jî demareragihandin nediguhazîne, demarexane di qonaxa bêhnvedanê da ye. Ev rewşa xaneya demarê wekî cemsergerî (bi îngilîzî:polarization)tê navkirin. Di qonaxa cemsergerî de, di navbera herdu aliyên parzûna demarexaneyê de cudahiya bargeyê elektrîkê peyda dibe. Ev bargeyê elektrîkî ji ber hebûna iyonan çê dibe. Aliyê hundirê parzûnê bi bargeya negativ, aliyê derveyî parzûnê jî bi bargeya pozîtiv ve barkirî tê hiştin. Di qonaxa cemsergerî de xestiya potasyuma(K+) nav xaneyê ji xestiya potasyuma derve zêdetir e. Li derveyê parzûna xaneyê de xestiya sodyumê(Na+) û ya Klorînê (Cl-) ji ya hundir zêdetir e. Sodyum(Na+) û potasyum(K+) herdu jî îyonên bi bargeyê pozîtîv in, lê di nav xaneyê de ji bilî K+ ê hin iyonên din jî hene û bargeyên wan negatîv e. Wekî mînak hin proteînên gewre û iyonên fosfatê bi bargeyê negatîv barkirî ne. Di nav xaneyê de kêmbûna iyonên sodyumê û hebûna proteînên gewre yên bi bargeya negatîvî barkirî, bargeya nava xaneyê dike negatîv. Dema erkê bêhnvedenê de erkê parzûna xaneyê bi qasî -70 mV(mîlîvolt) e. Ango di navbra aliyê derve û hundirê parzûnê de cudahiya elektrîkê 70 mV e. Wateya negatîvê (-) ev e ko hundirê xaneyê li gor derveyî xaneyê bi bargeyên negatîv barkirî ye.


 Parzûna xaneya demarexaneyan jî her wekî hemû xaneyên din, ji du çînên çewrî pêk tê her wisa di nav molekulên çewrî de hin proteîn jî hene, wekî mînak; proteînên hilgir ên cogê iyonan û pompeya îyonan ji molekulên proteînî pêk tên. Asîdên çewrî dijav in (bi îngilîzî:hydrophobe), loma molekulên çewrî rê nade piraniya iyon û molekulan ko bi tena serê xwe ji parzûna xaneyê, di nav çîna çewrî de derbasî aliyê din bibin. Iyonên sodyum(Na+) û potasyumê(K+) bi navbeynkariya cogên taybet ên proteînî û pompeya iyonan li parzûna xaneyê de tên guhaztin. Parzûna demarexaneyan jî wekî mîna parzûnên hemû xaneyan nîvdelînbar e ( bi îngilîzî:semi permeable), ango rê dide hin molekulan, lê li hin molekulan jî rê digire nahêle ji parzûnê derbasî aliyê din bibin. Di navbera herdu aliyê parzûna demarexaneyê de xestiya iyonan ne wekhev e, ev rewş wekî cudahiya xestiyê (bi îngilîzî:concentration gradient ) tê  navkirin. Delînbariya parzûnê ya ji boy iyonên potasyumê(K+), ji delînbariya wê ya ji boy sodyumê(Na+) zêdetir e. Loma, dema erkê bêhnvedanê de ji ber cudahiya xestiyê, potasyum(K+) û klorîn (Cl-) ji aliyek parzûnê belavbûnî dibin ji boy aliyê din, lê sodyuma(Na+) derveyê xaneyê nikare derbasî nav xaneyê bibe.
Alûgorkirina iyonan di dema erkê bênvedanê de
Di qonaxa erkê bêhnvedanê( cemsergerî) de, xane bi awayek çalak, cudahiya xestiyê ava dike. Demarexane enerjiya ATPyê xerc dike û pompeyên sodyum-potasyum bikar tîne ji boy Alûgorkirina iyonan. Guhaztina iyonan a bi pompeya iyonan, wekî guhaztina çalak (bi îngilîzî: active transport) tê  navkirin. Her yek ji pompeya sodyum -potasyumê her carê sê iyonên sodyumê(Na+) ji nav xaneyê diguhazîne derve, di heman demê de ji derve du îyonên potasyumê(K+) digire nav xaneyê. Ji ber ko hê pirtir iyonên sodyumê li rûyê derve ya parzûna demarexaneyê de kom dibe, cudahiya xestiya sodyumê di navbera derve û nava xaneyê de ava dibe. Li gel pompeyên sodyum-potasumê, li ser parzûna demarexaneyan de hin proteîn hene ko cogên iyonê dirust dikin. Iyon li cogê iyonan bi hêsanî, bi awayek sist(pasîf) tên guhaztin. Her cogek iyonê taybete ji bo cureyek iyonê, ango hin cog ji boy guhaztina sodyumê(Na+), hin ji boy guhaztina potasyumê(K+) hinek ji ji boy guhaztina klorînê(Cl-) çalakin, lê rê nadin iyonên din. Guhaztina Sodyum(Na+) û potasyum(K+) a li nav cogên iyonan, li gor rêjeya cudahiya xestiyê van iyonan rû dide. Xestiya iyon li kîjan aliyê zêde be, ji wî aliyê ber bi aliyê xestiya nizm ve belavbûnî(bi înglîzî:diffusion) rû dide. Ji boy belavbûniya iyonan a bi navbeynkariya cogên iyonê, pedivî bi enerjiya ATP nin e, iyon ji ber hêza cudahiya xestiyê ji devera xestiya bilind ber bi devera xestiya nizim ve diherikin. Ev cureya guhaztinê wekî guhaztina sade (bi îngilîzî:passive transport) tê navkirin.
Cureya cogên îyonê
Ne yek lê gellek cureyên cogên iyonê heye, ji ber wê yekê hemû cogên iyonan bi hev re vekirî an jî girtî namînin, dibe ko li ser parzûna xaneyê hin cureyên cogên iyonan vekirî bin, lê di heman demê de hinekan jî girtî bin. Di qonaxa erkê bêhnvedanê de cogên potasyumê yê demarexaneyê vekirî, cogên sodyumê jî girtî ne. Loma gava iyonên sodyumê bi pompeya sodyum-potasyumê ber bi derveyê parzûnê tên guhaztin, sodyum ji boy vegera nav xaneyê rê nabîne û li derve kom dibe. Lê potasyumên(K+) nava xaneyê bi navbeynkariya cogên potasyume ji devera xestiya bilind(hundirê xaneyê) ber bi devera xestiya nizm(rûyê derve ya parzûnê) ve belavbûnî dibe. Ev belavbûniya potasyumê(K+) heta ko erkê bêhnvedanê ya parzûnê digihîje -70 mîlîvoltê didome. Cogên iyonê ji ber bandora kartêkir an jî ragihandinek vedibin, an jî tên girtin.Wekî mînak; hin cog li gor asta erkê perdeyê vedibin, ango dema bargeya elektrîkî ya navbera herdu aliyê parzûnê digihîje astek taybet, wê gavê coga îyonê vedibe. Ji vê cureya cogê re coga jêrdestê voltajê tê gotin.(bi îngilîzî:voltage-gated ion channel). Hin cogên iyonan jî ji ber hebûna molekulek din vedibin, ango molekulek xwe bi rûyê cogê ve girê dide, paşê coga iyonê vedibe û rê li ber herrika iyonan vedike. Navê van cogan, coga jêrdestê lîgandê ye.(bi îngilîzî ligand- gated ion channel). Hin cogên iyonê jî ji ber hêzek fîzîkî vedibin. Wekî mînak guherîna pestoya hawirdora xaneyê dibe sedema vebûna van cogan. Navê van cogan jî coga jêrdestê mekanîkî ye ( bi îngilîzî mechanically-gated ion channel). Cogên iyonê ji boy dabînkirina erkê bêhnvedanê û cemsergeriyê kar dikin, lê ji bo berdewamiya cemsergeriyê ango erkê bêhnvedanê, karê bingehîn ji aliyê pompeyên sodyum -potasyume ve tê birêvebirîn.
*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdi jî hat zêdekirin. https://ku.wikipedia.org/wiki/Erk%C3%AA_b%C3%AAnvedan%C3%AA