Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Dîmenek mîkroskobî ji boyaxkirina Gram. Di wêneyê de bakteriyên bi şêweyî gogî, Staphylococcus aureus in û bi rengê binefşî hatine boyaxkirin, loma bakteriyên Gram pozîtîv in. Bakteriyên bi şêweyî çîlkeyî jî Escherichia coli ne û bi rengê pembeyî xuya dibin. Ango bakteriyên E.Coli,gram negatîv in.
Boyaxa Gram an jî boyaxkirina Gram (bi înglîzî: Gram stain- Gram staining) di warê bakterîzaniyê de rêbazek rengkirina bakteriyan e ji bo naskirina bakteriyan û meyla tûşbûna bakteriyan.
Bingeha rêbaza boyaxkirina Gram, li ser cudahiya di stûriya dîwarê xaneyên bakteriyan de ava bûye.[1] Di hinek bakteriyan de dîwarê xaneyê stûr e û tek qat e, lê di hin bakteriyan de dîwar ji du çînên cuda pêk tê. Li gor karlêka bakteriyê a li dij boyaxa Gram, bakterî du kom in; bakteriyên Gram negativ û bakteriyên Gram pozîtîv.[2]
Dîrok
Di sala 1884ê de bijîjkê Danîmarkî yê bi navê Hans Christian Joachim Gram, da nîşankirin ko bi boyaxkirina dîwarê bakteriyê, mirov dikare herdu corên bakteriyan ji hev derxe.[3] Ji ber ko rêbaza boyaxkirinê ji aliyê wî ve hat keşfkirin, ev rêbaz bi paşnavê wî hat navkirin. Rebaza boyaxkirina Gram ji serî heta dawî bi qasî 5 xulekan de rû dide. Ango di demek kurt de mirov dikare encamên taqîkirinê bi dest bixe.[4]
Gavên rêbaza boyaxkirinê
Bi rêbaza boyaxkirina Gram, mirov dikare demek kurt de encamên taqîkirinê bi dest bixe.
1. Bakterî li ser şûşeya silaydê tên raxistin.
2. Silayd li ser agir de tê gerandin û bakteriyên ser silaydê tên sabîtkirin. Bi vî awayê gava boyax an jî av li silaydê tê dilopkirin, bakterî li cihê xwe de dimînin û nalivin.
3. Boyaxa binefşî ya krîstalî li ser bakteriyan tê dilopkirin, boyax bi qasî xulekek di silaydê de dimîne, paşê silayd bi avê tê şûştin.
4. Îyod li ser bakteriyan tê dilopkirin. Îyod bi qasî xulekek li ser silaydê dimîne. Îyod bi boyaxa binefşî ya krîstalî ve tê girêdan û pêkhateyek gir a ji binefşiya krîstalî - îyod peyda dibe. Ji ber qebareya xwe, boyaxa binefşî ya krîstalî di nav dîwarê xaneyê de asê dimîne û xaneyê naterikîne. Di vê qonaxê de hemû xane bi rengê binefşî xuya dibin.
5. Ji bo bêrengkirina boyaxan, alkol an jî aseton li ser bakteriyan tê dilopkirin. Di vî gavê de boyaxên di dîwarê bakteriyên Gram negativ de, di nav alkolê de reng didin û bakteriyên Gram negatîv bêreng xuya dibin.
6. Silayd bi avê tê şûştin, paşê bi boyaxa safranî an jî boyaxa fuşîn (bi înglîzî: fuchsin stain) li ser bakteriyan tê dilopkirin û bi qasî xulekek şûn ve silayd bi avê tê şûştin. Bakteriyên Gram negatîv bi boyaxa safranî, bi rengê pembeyî tên boyaxkirin.
7. Silayd tê ziwakirin û di bin mîkroskobê de tê kontrolkirin.
Encam
Di destpêkê de hemû bakterî boyaxa binefşî ya krîstalî werdigirin. Di bakteriyên Gram negatîv de dîwarê xaneyê ji du çînan pêk tê, dîwarê navî ji peptîdoglîkanê pêk tê lê tenik e. Çîna derweyî ya diwarê bakteriyên Gram negatîv ji çewriyê pêk tê. Alkol (an jî aseton) dîwarê çewerî hildiweşîne. Bi hilweşîna dîwarê derve, boyaxa binefşî ya li ser diwarê navî, ji dîwar cihê dibe û dîwarê tenik, bêreng dike. Lê bi dilopkirina boyaxa safranî, dîwarê bakteriyên Gram negatîv, safranînê dimijînin û bi rengê pembeyî xuya dibin.[5]
Dîwarê xaneya bakteriyên Gram pozîtîv ji peptîdoglîkanê pêk tê, stûr e û boyaxa binefşî ya krîstalî baş dimijîne. Alkol nikare dîwarê stûr hilbiweşîne, lê ava xaneyê kêm dike. Bi kêmbûna ava xaneyê, kunikên (por, qulik) di diwarê xaneyê de tên girtin. Ev rewş rê li ber boyaxa binefşî û îyodê digire ko ji xaneyê dernekevin.[6]Loma heke li ser silaydê ji bakteriyên Gram pozîtiv hebin, bi rengê binefşî an jî şîn xuya dibin.
Bikaranîna rêbaza boyaxkirina Gram
Ev rêbaz ji bo naskirin û polenkirina bakteriyên nexweşker (patojen) tê bikaranîn. Herwisa ji bo diyarkirina hestiyariya bakteriyan a li dij dijezîndeyiyan jî rêbaza boyaxa Gram tê bikaranîn.
Ji hev derxistina bakteriyên Garm pozîtiv û Gram negatîv, ji bo çareserkirina hin nexweşîyan gelek girîng e. Wekî mînak, dijezîndeyî ya bi navê penîsîlîn, di xaneya bakteriyê de rê li ber çêkirina peptîdoglîkanê digire, loma dîwarê xaneyê tenik dimîne û nikare xaneyê biparêze. Ango, heke bi rêbaza boyaxa Gram, were fehmkirin ko hokarê nexweşiyê bakteriyek Gram pozîtiv e, bi bikaranîna penîsîlîn, rê li ber pirbûna bakteriyê tê girtin û saxbûna nexweş hêsantir dibe.[7]
Dîwarê derve yê bakteriyên Gram negatîv, bakteriyê ji dijezîndeyiyan diparêze. Dîwarê derve rê li ber derbasbûna dermanan digire, loma li dij dijezîndeyiyan, bergiriya bakteriyên Gram negatîv, li gor yên Gram pozîtîv xurttir e.[8]
^The Editors of Encyclopaedia Britannica. "Gram stain". Encyclopedia Britannica, 27 Feb. 2025, Accessed 18 March 2025.
^Hogg, Stuart (2005) Essential microbiology. New York : Wiley, 2005.
^Talaro, K.P. and Chess, B. (2012) Foundations in microbiology. 8 th. New York: McGraw-Hill. ISBN 978-0-07-337529-8
^Tripathi N, Sapra A. Gram Staining. [Updated 2023 Aug 14]. In: StatPearls [Internet]. Treasure Island (FL): StatPearls Publishing; 2025 Jan-. Available from: [2]
^Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
^Reece, Jane B. Campbell Biology : Jane B. Reece ... [et Al.]. 9th ed., Boston, Ma, Benjamin Cummings, 2011.
Çerxa nîtrojenê (bi înglîzî: nitrogen cycle) dubarebûna kiryarên çerxî yên ko nîtrojen di nav tiştên zîndî û nezindî yên wekî atmosfer, ax, av, xaneyên riwek, ajal, bakterî û zîndewerên din de cih diguhere.
Giringiya nîtrojenê
Li her aliyê cîhanê de awêteyên nîtrojenî hene. Wekî mînak, di nav xakê de, di nav avê de, di xaneyên zîndeweran de, di nav piraniya xurekemadeyan de awêteyên nîtrojenî hene. Proteîn, ADN, ARN, rîbozom, enzîm, klorofîl û hin hormon, mînak in bo madeyên nîtrojenî di xaneyên zîndeweran de. Ango nîtrojen yek ji madeyên bingehîn in bo xaneyên zîndeweran. Di kêmasiya nîtrojenê de geşe û peresîna zîndewerê têk diçe.
Bi qasî %78ê gazên atmosferê ji molekula nîtrojenê (N2) pêk tê.[1] Di molekula gaza nîtrojenê de herdu atomên nîtrojenê, bi sê bendên kîmyayî bi hev re girêdayî ne, loma molekula nîtrojenê molekulek xweragir e, riwek û ajal nikarin molekula gaza nîtrojenê ya atmosferê rasterast di xaneyên xwe de bi kar bînin.
Bakteriyên çespandina nîtrojenê, bi navbeynkariya enzîm û ATP-yên xwe sê bendên navbera atomên molekula nîtrojenê dişkînin û atomên nîtrojenê ji bo çêkirina amaonyakê (NH3) bi kar tînin. Paşê amonyak jî tê guhertin bo amonyumê (NH4+) û nîtratê (NO3–) ev herdu xweyên nîtrojenî di avê de dihelin. Riwek nîtrat û amonyumê bi regên xwe dimijînin û ji bo çêkirina awêteyên endamî yên nîtrojenî, bi kar tînin. Ango ji bo riwekan çavkaniya nîtrojenê, awêteyên neendamî yen nîtrojenî ne. Lê ajal tenê dikarin nîtrojenê di nav awêteyên endamî de dabîn bikin. Ango ajal, riwek û ajalên din dixwin, nîtrojenê ji wan xurekên endamî dabîn dikin.[2]Lêdana birûskan û teqîna volkanan jî dikarin hinek ji molekulên gaza nîtrojenê biçespînin û tevlê axê û avan bikin bo çêkirina awêteyên endamî yên nîtrojenî. Lê piraniya nîtrojena atmosferê ji aliyê bakteriyan ve tê çespandin.[3]Bakterî li gel molekula nîtrojena atmosferê, dikarin hemû şiklê nîtrojenê (NO2-,NO3–,NH4+ û N2) bi kar bînin.[4]
Enzîma nîtrojenaz (bi înglîzî:nitrogenase)
Ji ber ko di navbera atomên molekula nîtrojenê de sê bendên kîmyayî hene, ji bo çespandina nîtrojenê pêdivî bi enzîm û enerjiyek zêde heye ko N2 were kêmkirinê bo NH3. Ji bo karlêkên çespandina nîtrojenê enzîma nîtrojenaz tê bikaranîn.
O2 dişibe N2-yê, loma, heke di hawirdorê de oksîjen hebe, rûyê çalak a enzîma nîtrojenazê li dewsa nîtrojenê bi oksîjenê ve girê dibe û enzîm neçalak dibe.[5] Ango, çespandina nîtrojenê tenê di hawirdora bêoksîjenî de rû dide. Divê ji bo çalakbûna nîtrojenaza zîndewerên hewayî neçarî (bi înglîzî: aerobic organisms) jî hawirdorek bêoksîjenî were avakirin.[6]
Hinek prokaryotên çespînerê nîtrojenê, di regên riwekan de, di bin çîna lincemade de xwe ji oksîjenê dûr dixin. Bakteriyên tuxma Rhizobium jî nîtrojenê diçespînin. Rhizobium di regên riwekan de di nav girêkan de dijîn û xwe ji oksîjena atmosferê diparêzin.[1]
Di siyanobakteriyan de çespandina nîtrojenê di xaneyên taybet ên bi navê heterosîst (bi înglîzî: heterocyte) de rû dide. Herwekî ji navê wê jî diyar e, siyanobakterî, bakteriyên fotosentezî ne û prokaryot in, lê hin corên wan firexaneyî ne. Gava çavkaniyên nîtrojenê li hawirdora siyanobakteriyan de kêm dibe, xaneyên asayî diguherin bo heterosîstan. Xaneya heterosîtê nikare fotosentez bike û oksîjen berhem bike.[7]Ango bi avabûna heterosîtê, ji bo çalakiya enzîma nîtrojenazê hawirdorek bêoksîjenî peyda dibe.[8] Heterosît nîtrojena çespandî bi xaneyên din ve parve dike, ji xaneyên hawîrdorê jî ji bo xwe xurek dabîn dike.[6]
Çespandina nîtrojenê (bi înglîzî: nitrogen fixation)
Girêdana nîtrojena serbest a atmosferê bi hîdrojenê re bo çêkirina amonyakê, wekî çespandina nîtrojenê tê navkirin.[5]Hin bakterî dikarin ji hewayê molekula nîtrojena serbest (N2) bigirin û biguherînin bo awêteyên nîtrojenî yên wekî amonyak (NH3), nîtrît(NO2-) û nîtratan (NO3–). Li ser rûyê erdê, zêdetirê ji %90ê çespandina nîtrojenê, ji aliyê bakteriyan ve pêk tê.
Bakterî û arkea, di çespandina nîtrojenê de heman enzîmê, enzîma nîtrojenazê û ATP bi kar tînin. Çespandina nîtrojena serbest bi sê gavaên serekî rû dide. Di gava yekem de molekulek gaza nîtrojenê (N2) bi nîtrojenazê ve girê dibe. Di gava duyem de nîtrojena girêdayî bi du atomên hîdrojenê ve gêrêdan ava dike. Girêdana hîdrojenan bi enerjiya ATP pêk tê. Paşê heman karlêk 2 carên din dubare dibe û bi her atomek nîtrojenê ve 3, bi tevahî 6 atomên hîdrojenê bi molekula nîtrojenê ve girê dibin. Di gava sêyem de, du molekulên amonyakê tên berdan û tevlê avê dibin, nîtrojenaza serbestmayî jî bi molekulek din a gaza nîtrojenê ve gîrê dibe û gavên çespandinê dubare dibe.[5]
Bakteriyên çespandina nîtrojenê pêk tînin, du çeşîd in; bakteriyên serbest (nesîmbiyozî) û bakteriyên sîmbiyozî yên sûdgorke (bi înglîzî: mutualistic).
Bakteriyên sîmbiyozî yên çespandina nîtrojenê
Evan bakteriyan bi riwekan re hevkarî dikin. Riwek ji bo bakteriyan hawirdorek guncav dabîn dikin, bakterî bi vî awayî dikarin enzîma nîtrojenazê çalak bikin. Bakterî bi gelemperî di regên riwekan de di nav girêkan de dijîn. Bakterî nîtrojenê diçespînin û ji riwekê re awêteyên nîtrojenî yên wekî xweya nîtratê dabîn dikin. Riwek jî li gel dabînkirina hawirdorek guncav, xurek jî dide bakteriyên çespandina nîtrojenê. Wekî mînak, bakteriyên wekî rîzobîyum (bi înglîzî:Rhizobium) û azospirillum (bi înglîzî: Azospirillum) bi riwekan re têkiliya sîmbîyozê ava dikin. Bakteriyên sûdgorke yên çespandina nîtrojenê, bi gelemperî di regên riwekên wekî fasûli, nok, nîsk û polkeyê de cih dibin û pir dibin. Pirbûna bakteriyan, çêbûna girêkên rêgê (bi înglîzî: root nodules) han dike. Di girêkan de bakterî molekulên nîtrojena serbest diguherînin bo amonyakê.[9]
Bakteriyên serbest ên çespandina nîtrojenê
Ne tenê bakterî lê hin corên arkeayan jî bi awayekî nesîmbiyozî nîtrojenê diçespînin. Ev zîndeweran, nîtrojenê ji bo xaneya xwe diçespînin, lê paşmayîyên wan ên nîtrojenî jî aliyê zîndewerên din ve tên bikaranîn. Enzîma nîtrojenazê ya zîndewerên serbest, ên neçarê neoksîjenîyê (bi înglîzî: anerobic organisms), di hawirdora bêoksîjenî de çalak e. Lê zîndewerên neçarê oksîjenîyê (bi înglîzî: aerobic organisms) bi hinek guherînan xwe guncandinê û ji bo çalakiya nîtrojenazê hawirdorek bêoksîjenî dabin dikin.
Siyanobaktrî (bi înglîzî: Cyanobacteria), azotobakter (bi înglîzî: Azotobacter ) û klostrîdyum (bi înglîzî: Clostridium) mînak in bo bakteriyên serbest.
Ava derya û golan de siyanobakterî molekulên gaza nîtrojenê diçespîne nav amonyakê, amonyak jî tevlê çêbûna molekulên endamî dibe û bi vî awayê dikeve nav xane û şaneyên zîndeweran.[10]
Nîtrîkirin (bi înglîzî: nitrification)
Bakteriyên ji xêzana Nitrosomonas, bo karlêkên kemosentezê, NH3-yê oksan dikin bo nîtrîtê (NO2−). Nîtrîta oksandî jî ji aliyê bakteriyên xêzana Nitrobacter ve tê oksandin bo nîtratê (NO3−). Nîtrat ji aliyê riwek, karok û bakteriyan ve bi çendan rêçeya tê asîmîlekirin û ji bo çêkirina awêteyên endamî tê bikaranîn. Ji bilî vê, nîtrat û nîtrît di kotahiya karlêkên nebahenaseya xaneyê de wekî wergirên elekronan jî kar dikin.[4]
Amonyakirin (bi înglîzî: ammonification)
Guhertina madeyên endamî yên nîtrojenî bo amonyak (NH3) an jî amonyumê (NH4+), wekî amonyakirin tê navkirin.
Di nav hin axan de bakteriyên nîtrîkirinê kêm in, ji bo van axan, bo berhemanîna madeyên nîtrojenî, çavkaniya sereke amonyakirin e.[5]
Di nav madeyên paşmayî yên zîndeweran de (wekî mînak din nav mîzê de) madeyên nîtrojenî yên wekî ure û asida urî hene. Bakterî dikarin van madeyan biguherînin bo amonyakê.
Gava zîndewerek dimire, demek paşê, di axê de dirize. Rizîna wan bi gelemperî ji ber enzîmên hin corên bakterî û karokan e. Zîndewerên ko xurekên xwe ji paşmayiyên miriyan bi dest dixin,wekî zîndewerên genîxwer (bi înglîzî: decomposer) tên navkirin. Bakteriyên wekî Clostridium û Proteus mînak in bo bakteriyên genîxwer.[11] Zîndewerên genîxwer dikarin xane û şaneyên riwek û ajalên mirî têkbişkînin, biherisînin û wekî xurek di zindeçalakiyên xaneyê de bi kar bînin. Bi zindeçalakiyên genîxweran, ji hilweşîna xurekên nîtrojenî yên wekî proteîn, klorofîl, ADN, ARN û hwd de amonyak wekî madeya paşmayî, peyda dibe.
Bi gelemperî ax piçek asîdî ye, ji ber xestiya zêde ya protonên hawirdorê, protonek (H+) bi amonyakê ve girê dibe û amonyum (NH4+) peyda dibe.[5]
Asîmîlekirin (bi înglîzî: assimilation)
Di kiryara çêkirina molekulên endamî de, tevlêbûna madeyên neendamî wekî asîmîlekirin tê navkirin. Di çerxa nîtrojenê de zîndewer NH3, NH4+,û NO3- ên ko di qonaxên çespandina nîtrojenê, amonyakirin û nîtrîkirinê de hatibûn çêkirin, asîmîle dike bo çêkirina molekulên endamî yên nîtrojenî. Riwek dikarin madeyên nîtrojenî yên neendamî bi regên xwe bigirin û di xaneyên xwe de ji bo çêkirina awêteyên endamî yên nîtrojenî bi kar bînin. Bi asîmîlekirinê, êdî nîtrojen tevlê zîncîra xurekê dibe û bi şêweyî xurekên endamî yên nîtrojenî ji riwekan derbasî ajalan dibe.
Dijenîtrîkirin (bi înglîzî: denitrification)
Di çerxa nîtrojenê de, nîtrojena hatiye çespandin û tevlê madeyên xaneya zîndewerê bûyê, bi alikariya bakteriyan, dubare tê guhertin bo gaza nîtrojenê û tevlê atmosferê dibe. Kêmkirina nîtratê (NO3-) bo molekula nîtrojenê wekî dijenîtrîkirin (bi înglîzî: denitrification) tê navkirin. Prokaryotên dijenîtrîkirinê di karlêkên nebahenaseya xaneyê de (bi înglîzî: anaerobic cellular respiration), li kotahiya karlêkê de, li dewsa oksîjenê, nîtratê wekî wergira elektonê bi kar tînin. Ango di karlêkên nebahensaya van zîndeweran de, bi kêmkirina nîtratê, molekula nîtrojenê wekî bermahî peyda dibe û tevlê gazên atmosferê dibe.[6]Karlêkên dijenîtrîkirinê ji aliyê bakterî û arkeayan ve tên birêvebirîn. Nîtrojena di nav awêteyên endamî yên nîtrojenî, bi sê gavên serêkî ji awêteyê tê cudakirin û wekî molekula nîtrojenê tevlê atmosferê dibe. Gava yekem kiryara amonyakirinêye. Di vê qonaxê de zîndewerên genîxwer ên wekî hin bakterî û karok, paşmayiyên nîtrojenî yên zîndewerên zindî, an jî paşmayîyên zîndewerên mirî diguherînin bo amonyakê. Gava duyem qonaxa nîtrîkirinê ye. Amonyak ji aliyê bakteriyên nîtrîkirinê ve tê oksandin bo nîtrîte, nîtrît jî tê oksandin bo nîtrat e. Di gava sêyem de dijenîtrîkirin rû dide. Bakteriyên wekî ji tuxma Pseudomonas û Clostridium di karlêkên nebahenaseya xaneyê de ji bo wergirtina elektronan, nîtratê wekî wergira kotahî bi kar tînin, loma nîtrat diguhere bo molekula nîtrojenê.[10]Di ava derya û golan de jî heman kar ji aliyê hin bakterî û arkeayan ve tê kirin.
Bakterîzîndewrên tekxaneyî ne. Xaneya bakteriyê,xaneya prokaryotî(navikseratayî) ye. Di xaneya bakteriyê deendamokênwekîmîtokondrî,lîzozom,kloroplasthwd ên bi parzûn pêçayî tinin. Tenêrîbozomhene. Herwihakromozomdi navsîtoplazmayêde ye û bi parzûnek pêçayî nîn e, ango di bakteriyan denavikjî tune. Nebûna navikê û piraniya endamokan, dibe ko xaneya bakteriyê wekî xaneyek sade nîşan bike. Lê bi eslê xwe pêkhateya xaneya bakteriyê aloz e. Xaneya bakteriyê dikare hemû karlêlkên metabolî yên zîndewerê pêk bîne. Hin pêkhate û karlêkên metabolî taybet in bo xaneya bakteriyê, û dixaneyên êkaryotîde ev taybetmandî tinin. Wekî mînak, bi rêçeyakîmosentezêxaneya bakteriyê dikare xurekên endamî çêbike. Peptîdoglîkan tenê di dîwarê xaneya bakteriyê de heye, di xaneyên êkaryotî de tine. Xaneya bakteriyê bi çêkirinaendosporêxwe diguncîne û xwe ji rewşa neyînî ya hawirdorê diparêze.
Şiklê xaneya bakteriyê
Bakterî zîndewerên herî piçûk in.
Herçiqas gelek şêweyên xaneyên bakteriyan hebin jî, bi gelemperî piraniya bakteriyan yek ji sê şêweyan in; gogî (bi înglîzî: spherical (coccus)), çîlkeyî (bi înglîzî: rodlike (bacillus)) an jî lûlpêçî (bi înglîzî: spiral-shaped (spirillum)). Peykerên proteînî yên xaneyê, şêweyê xaneyê diyar dike. Wekî mînak, di bakteriyên çîlkeyî de şerîdên lûlpêçî yên proteînên dişibin aktînê (proteîna MreB) hene; heke ev proteîn neyê berhemkirin şeweyê xaneyê diguhere bo gogî.[1]
Qebareya xeneya bakteriyê
Bakterî zîndewerên herî piçûk in. Qebareya bakteriyeke asayî, wekî mînak, ya bakteriya bi şeweyê çîlkeyî ya Escherichia coli, bi dirêjiya 2 mîkrometre (μm) û bi berayî ya 0.5 μm ye. (mîkron ji metreyê mîlyon car piçûktir e). Xaneya bi şêweyî gogî ya bakteriya Staphylococcus aureus bi tîreya 1 μm ye. Hin bakterî piçek gir in. Wekî mînak, tîreya bakteriya Azotobacter dibe ko 5 μm an jî zêdetir be. Hin bakterî jî ewqas gir in ko mirov dikare bi çavên tazî bibîne. Wekî mînak, bakteriya Thiomargarita magnifica bi berayiya 700 μm û bi dirêjiya 1 cm ye. [2]
Bergê xaneyê
Bergê xaneya bakteriyan ji parzûna xaneyê û dîwarê xaneyê pêk tê, di hin bakteriyan de li gel van herdu pêkhateyan dibe ko çînek din a bi navê glîkokalîks jî hebe û wekî qepsûl an jî çîna lînce, xaneyê ji aliyê derveyê de pipêçîne.
Parzûna xaneyê (plasma membrane )
Parzûna xaneya bakteriyan jî wekî parzûna xaneyên zîndewerên êkaryotî, ji coteçîna fosfolîpîd û proteînan pêk tê. Parzûn xaneyê dipêçîne û xaneyê ji hawirdorê cihê dike. Navbera hawirdor û xaneyê de alûgorkirina madeyan kontrol dike. Di parzûnê de bi rêçeyên guhaztina çalak û guhaztina neçalak, di navbera xanyê û hawirdorê de alûgorkirina madeyan rû dide. Parzûna xaneya bakteriyê jî nîvdelînbar e, madeyên ko wê ji parzûnê derbas dibin, ji aliyê parzûnê ve tên bijartin. Ji vê taybetmeniya parzûnê re tê gotin delînbariya bijarti (bi înglîzî: selectively permeable), ango parzûn rê dide hinek made ji parzûnê derbas bibin, lê rêya hin madeyan jî tê girtin.[3]
Di sîyanobakterî û bakteriyên fotosentezî de navpoşê parzûna xaneyê locdar (qatqatî) e, hinek beşên parzûnê ber bi nav parzûnê dirêj dibin û parzûn qatqatî (qurmiçikî) xuya dibe. Qatqatbûnên beşên parzûnê navenda karlêkên fotosentezê ne. Pîgmentên fotosentezê yên wekî pîgmentên klorofîlê di nav van qatên parzûnê de cih digirin. Herwiha zincîra guhaztina elektronan jî li ser rûyê navî yê parzûnê de cih digirin.[4]
Dîwarê xaneyê (cell wall)
Stûriya dîwarê xaneyê di bakteriyên Gram pozîtîv de gelek zêde ye û madeya serekî ya dîwarê jî peptîdoglîkan e. Dîwarê xaneyên Gram negatîv ji du çînan pêk tê; çînek tenik a peptîdoglîkan û çîna stûr a derveyî.
Di piraniya bakteriyan de parzûna xaneyê bi dîwarê xaneyê ve pêçayî ye. Beşa sereke ya dîwarên xaneyên bakteriyan re tê gotin peptidoglîkan (an murein). Petîdoglîkan tenê di bakteriyan de tê dîtin. Peptîdoglîkan pêkhateyek aloz e û ji zincîrên du cor şekirên neasayî (şekirên amînî) û tetrapeptîd an jî pentapeptîdan pêk tê. Zincîrên polîsakkarîd (şekir) û olîgopeptîd bi awayekî çeprastî bi hev re girêdayî ne û wekî qefeseke parzûna xaneyê ji aliyê derve dipêçin.[5]Di xaneya bakterî de xestiya madeyên tîwawe (bi înglîzî:solute) gelek zêdeye, ango pestoya osmozî ya xaneyê zêde ye. Loma meyla xaneyê heye ko ji derve avê bigire. Dîwarê xaneyê rê nade ko xaneya bakteriyê pir av bigire, fireh bibe û biqelişe.[4] Parastina xaneyê ji gef û xeteriyên hawirdorê, yek ji erkên dîwarê xaneyê ye. Herwiha, dîwarê xaneyê şêweyê xaneyê jî diyar dike, ango şiklê gogî an jî yê çîlkeyî yên bakteriyan li gel peykerê xaneyê, ji aliyê dîwarê xaneyê ye ve tê diyarkirin.
Şêweyê dîwarê xaneyê di hemû bakteriyan de ne yek e. Li gor stûriya çîna peptîdoglîkanên dîwarê, bakterî di nav du beşan de tên polenkirin; bakteriyên Gram pozîtîv û bakteriyên Gram negatîv.
Di sala 1884ê de bijîjkê Danîmarkî yê bi navê Hans Christian Joachim Gram, da nîşankirin ko bi boyaxkirina dîwarê bakteriyê, mirov dikare herdu corên bakteriyan ji hev derxe.[6]Ji ber ko rêbaza boyaxkirinê ji aliyê wî ve hat keşfkirin, ev rêbaz bi paşnavê wî hat navkirin.
Li gor rêbaza boyxkirina Gram, wekî gava yekem, boyaxa binefşî li bakteriyên ser silaydê tê dilopkirin. Paşê silayd bi avê tê şûştin. Di gava duyem de îyot li ser bakteriyan tê dilopkirin ko boyaxa binefşî di nav xaneya bakteriyan de were sabîtkirin. Paşê silayda bakteriyan bi alkolê tê şûştin ko boyaxa binefşî ji bakteriyan were dûrxistin.
Stûriya dîwarê xaneyê di bakteriyên Gram pozîtîv de gelek zêde ye û madeya serekî ya dîwarê jî peptîdoglîkan e. Dîwarê xaneyên Gram negatîv ji du çînan pêk tê; çînek tenik a peptîdoglîkan û çîna stûr a derveyî. Çîna derveyî dişibe parzûna xaneyê, lê polîsakkarîdên bi çewrî ve girêdayî lixwe digire ko wekî lîpopolîsakkarîd (bi înglîzî: lipopolysaccharide) tên navkirin.[1]
Piştî boyaxkirina Gram, pêşî hemû bakterî bi rengê binefşî xuya dibin lê gava bakterî bi alkolê tên şûştin, çîna çewrî ya bakteriyên Gram negatîv dihele û hildiweşe. Bi hilweşîna beşek diwarê xaneyê, boyaxa binefşî ji bakteriyê derdikeve û bakterî bêreng xuya dibe.
Berevajî xaneyên Gram negatîv, di xaneyên gram pozîtîv de alkol dibe sedema kembûna avê û girtina kunikên (bi înglîzî: por) xaneyê, loma boyaxa binefşî di nav dîwarê xaneyê de asê dimîne û xane bi rengê binefşî xuya dibe.Wekî gava dawî, bakteriyên bêreng, ango bakteriyên ne bi rengê binefşî ne, bi rengê zefranî (bi înglîzî: safranin) an jî bi boyaxek sor a bi navê fuksîn (bi înglîzî: fuchsin) tên boyaxkirin. Bakteriyên Gram negatîv bi rengê pembeyî an jî sor xuya dibin.[7]
Ji bo başkirina hin nexweşiyan, ji hev derxistina bakteriyan girîng e. Wekî mînak, dijezindiya (dijebakterî) bi navê penîsîlîn, di xaneya bakteriya nû, de çêkirina peptîdoglîkanan asteng dike, di encamê de bakteriyên bi dîwarê xaneyê tenik çêdibin û nikarin xaneya bakteriyê biparêzin.Ango mirov dikare bibêje ko bandora penîsîlîn li dij bakteriyên Gram pozîtîv hê xurttir e.[4]
Glîkokalîks (glycocalyx)
Hin bakterî di xaneya xwe de madeyên lîncî berhem dikin û derdin derveyî dîwarê xaneyê. Bergê lîncî yê derdora dîwarê xaneyê wekî glîkokalîks (bi înglîzî: glycocalyx) tê navkirin. Glîkokalîks bi gelemperî ji polîsakkarîd, glîkoproteîn û glîkolîpîdan pêk tê.
Heke derdana xaneyê li derdora dîwerê xaneyê de çînek lîncemadeya tenik û sist ava bike, ji vê glîkokalîksê re tê gotin çîna lîncî (bi înglîzî: slimelayer).
Di henek bakteriyan de derdanên glîkokalîksê li derdora diwarê xaneyê de çînek stûr a bi dîwarê xaneyê ve gîrêdayî ava dike, ji vê cora glîkokalîksê re tê gotin qepsûl (bi înglîzî: capsule).[8]Di piraniya bakteriyan de qepsûl ji polîsakkarîdan pêk tê, wekî mînak, bakteriya Streptococcus suis. Di hinek corên bakteriyan de piraniya qepsûlê ji polîpeptîdan pêk tê, wekî mînak bakteriya Bacillus anthracis. Lê di henek bakteriyan de jî qepsûl ji polîsakkarîd û polîpeptîdan pê tê, wekî mînak, Bacillus megaterium.[9]Qepsûl bi gelemberî di bakteriyên Gram negatîv de heye, lê dibe ko hin bakteriyên Gram pozîtîv jî qepsûl çêbikin.[10]
Glîkokalîs (qepsûl an jî çîna lîncî) pêvegirêdana xaneyê bi rûxarêk ve an jî bi xaneyek din ve rêk dixe. Ava nav xaneyê diparêzê, bi vî awayî xane bêav namîne. Li dij êrîşên xaneyên hellûşêner (bi înglîzî: phagocytic cells) xaneyê diparêze. Herwiha glîkokalîks bakteriyê li dij bergiriya xanexwêyê hê bihêztir dike.[11]
Pêkhateyên derveyî
Di vê wêneyê de li ser bakteriyeke nîmûne ya bi şêweyî çîlkeyî, hemû beşên bakteriyê hatine nîşankirin.
Qamçî (flagellum)
Di hinek bakteriyan de ji bo livîna ber bi çavkaniya xurekê an jî ji bo xwe ji dûrxistina ji gefekî hawirdorê, qamçî (bi înglîzî: yekjimar; flagellum, pirjimar;flagella) tê bikaranîn.[12]Qamçiya bakteriyan, lûleyeke lûlpêçî ye û ji polîmerên proteîna flagellîn pêk tê.[13]Dibe ko di bakteriyê de yek, du an jî zêdetir qamçî hebin. Bi gelemperî bakteriyên bi şeweyî çilkeyî xwediyê qamçî ne. Qamçî di hem dibakteriyên Gram pozîtîv de hem jî di yên Gram negatîv de hene. Qamçî dibe ko ji serikek, ji herdu serikan de an jî ji her aliyên xaneya bakteriyê dirêjê derve bibin. Wekî mînak, di bakteriya Vibriocholerae de qamçî di serikek bakteriyê de cih digire, di bakteriya Escherichia coli de di hemû rûyên xaneyê de qamçî hene.
Gendemû (fimbriae)
Di hinek bakteriyan de ji bo xwepêvegirêdanê bi rûxarek ve, pêkhateyên bi navê gendemû (bi îngîlîzî: fimbriae) tên bikaranîn.[11] Gendemû, ne yek, du lê bi gelek hejmaran in û hema ji hemû rûyên xaneyê ve ber bi derve wekî mîna borîkeyên pir zirav dirêj dibin. Tayên gendemûyê ji proteîna pîlî pêk tên. Di serê gendemûyan de ji bo hêsankirina girêdanê, pêkhateyek nûsek heye. Ev beşa nûsek bakteriyê bi rûxarek ve an jî bi xaneyek ve girê didin. Di hin çavkaniyan de ji bo gendemûyê peyva “pîlusên kurt” jî tê bikaranîn.
Pîlus (pilus)
Hinek bakterî dema konjugasyonê (bi înglîzî: conjugation) de ji bo guhaztina plazmîdan, pêkhateyên bi navê pîlus (bi înglîzî: yekjimar; pilus, pirjimar; pili) bi kar tînin. Pîlus pêkhateyêk mîna borî ye, ji proteîna pîlînê pêk tê. Pîlus ji aliyê parzûna xaneyê ve tê çêkirin. Bi navbeynkariya pîlusan di navbera sîtoplazmayên du bakteriyan de girêdan ava dibe ko madeyên bomaweyî, di nav pîlusê de, ji xaneyek derbasî xaneya din bibin.[14] Pîlus jî mîna gendemûyan ji parzûna xaneyê dirêjê derve dibin û girêdana xaneyê bi rûxarek an jî bi xaneyek din ve rêk dixin. Lê pîlus ji gendemûyan dirêjtir in û hejmara wan jî ji ya gendemûyan gellek kêmtir e.
Pêkhateyên navxaneyî
Nukleoîd (nucleoid)
Genoma bakteriyê ji ADN-ya kromozom (bi înglîzî: chromosome DNA) û ADN-ya plazmîd (bi înglîzî: plasmid DNA) pêk tê. Kromozoma bakteriyê bi eslê xwe molekulek bazinî ya ji ADN-ya cotşerîdî ye. Bi gelemperî di bakteriyê de yek kromozom cih digire, lê di hin bakteriyan de genom ji çendan kromozoman pêk tê. Wekî mînak bakteriya Brucella û Vibrio cholerae, ne yek lê çendan kromozom lixwe digirin. Herwiha di hinek corên bakteriyan de jî kromozom ne bi şêweyî bazineyî lê bi şêweyî xêzî ne. Wekî mînak, kromozomên Borrelia burgdorferi û Agrobacterium tumefaciens, kromozomên xêzî ne.[15]ADN-ya kromozom û “proteînên têkiliyê nukleoîdê” (bi înglîzî:nucleoid-associated proteins (NAPs) ), di nav xaneyê de, di beşek taybet a sîtoplazmayê de bi awayekî kombûyî cih digirin. Ji vê beşa sîtoplazmayê re tê gotin beşa nukleoîdê. Ango nûkleoîd bi eslê xwe bi parzûnek dorpêçî nîn e, lê beşek sîtoplazmayê ye ko ji giloka ADN-yê û proteînên têkiliyê nukleoîdê pêk tê. Di bakteriyan de NAPs mîna proteînên hîstonê yên xaneyên êkaryotan, rêkxistin û paketkirina kromozomê saz dike.[3]
Plazmîd (plasmid)
Plazmîd di nav sîtoplazmayê de parçeyên hûrik ên ADN-ya cotşerîdî ya bazneyî ne. Beyî ko ji aliyê kromozoma bakteriyê ve werin kontrolkirin, dikarin bi tena serê xwe duhende bibin. Bi gelemperî xaneyên bakteriyan plazmîd lixwe digirin. Xaneyên ko plazmîd lixwe digirin, ne yek lê xwediyê sedan plazmîdan in. Di plazmîdekî de ne yek lê dibe ko bi sedan gen hebin. Bi genên ser plazmîdan de, hin caran genên ji bo sîfetên bikêr tên bidestxistin. Wekî mînak bakterî bi genên plazmîdê li dijî dermanên dijezindeyî (bi înglîzî: antibiotics) bergirî ava dikin û bandora dermanê lawaz dikin. Ango plazmîd girîng in ji bo mayina bakteriyê.[3]
Plazmîdên bakteriyan di xebatên zanistî de tên bikaranîn. Zanyar li ser kîjan genê dixwazin lêkolîn bikin, wê genê bi rêbazên dubare pekhatî ya ADN-yê, ango bi rêbazên ADN-ya rekombînant (bi înglîzî: recombinant DNA methods), têkilê bi plazmîtê dikin. Gava plazmîd duhende dibe, kopiyên gena têkilê wê bûye jî tê çêkirin.[16]
Rîbozom (ribosome)
Ji ber ko xane proteîn çêdikin, pêdiviya wan bi rîbozoman heye. Ango di xaneya bakteriyê de jî rîbozom hene û wergeran a ARN-peyamber li wir rû dide. Rîbozom ji proteîn û ARN-ya rîbozomî pêk tên. Rîbozomên hersê jêrecîhanan ji hev cuda ne. Di bakteriyan de rîbozom di nav sîtoplazmayê de serbest in û wekî rîbozomên 70S tên navkirin. Yekeya S, rêjeya telpbûna rîbozomê nîşan dike. Gava em dibêjin rêjeya telpbûna rîbozomên bakteriyan 70S e, divê were femkirin ko rîbozom dema di santrîfûjê de ye, di çirkeyek (sanîyekî) de 70x10 -13 mîkrometre rê diçe. Rîbozomên xaneyên êkaryotî 80S in.[3]
Înkluzyon (inclusion)
Hinek bakterî xurek an jî hin madeyên din di nav sîtoplazmayê de embar dikin. Tenolkeyên ko ji loda xurekemade an jî ji madeyên neendamî pêk tên wekî înkluzyon (bi înglîzî: Inclusions) tên navkirin. Inkluzyon bi parzûnê pêçayî nîn in. Di hin bakteriyan de înkluzyon ji lodên proteîn an jî karbohîdratan pêk tên û wekî embara xurek kar dikin. Dibe ko înkluzyon ji loda madeyên neendamî jî pêk were. Wekî mînak, bakteriyên sulfurê di inkluzyonên hebikên sulfurê de sulfur embar dikin. Bakterî sulfurê di karlêkên metabolîzmayê de bi kar tînin.[3]
Peykerê xaneyê (cytoskeleton)
Di xaneya bakteriyê de jî wekî mîna xaneyên êkaryotî, pêkhateyên peykerê xaneyê hene. Peykerê xaneyê ji dezîyên proteînî yên nav sîtoplazmayê pêk tên. Duhendebûna bakteriyê, duhendebûna plazmîdê, livîn û cihguherîna bakteriyê bi alîkariya peykerê xaneyê ve pêk tên. Herwiha peykerê xaneyê şikla (şêwe) xaneya bakteriyê jî diparêzê.[17]
Di xaneyên navikrasteqîn de peykerê xaneyê ji sê cor proteînên serekî pêk tê; deziyê aktîn, tubulîn û dezîyê navber (bi înglîzî: intermediate filament). Di xaneya bakteriyê de ev proteîn rasterast cih nagirin, lê homologên van proteînan peykerê xaneyê pêk tînin.
Di xaneya bakteriyê de li dewsa aktînê, proteîna MreB, li dewsa tubulînê jî proteîna FtsZ (bi înglîzî: filamentation temperature-sensitive protein Z) hene.[18]Di pêvajoya dabeşbûna xaneya bakteriyê de, dabeşbûna sîtoplazmayê ji aliyê FtsZ ve tê rêkxistin. Proteîna MreB şiklê xaneyê diyar dike.[19]
Di bakteriyan de proteîna sêyem a peykerê xaneyê Krîssentîn (bi înglîzî: crescentin) e.Krîssentîn homologê proteînên lamîn û keratîn ên xaneyên êkaryotî ye û di xaneyên bi şêweyî lûleyî de heye. Di nav xaneyê de bi dirêjkî cih digire, xaneyê diçemîne û şêweyî dawî ya xaneyê diyar dike.[20]
Dibe ko bakterî bi madeyên kîmyayî yên ziyanbexş an jî bi germahiya bi pileya bilind ve rûbirû bîmîne. Hin corên bakteriyan, di hawirdora neguncav de bi çêkirina spora navekî (endospor) xwe ji bandora neyînî ya hawirdorê diparêzin. Di qonaxa spora navekî de bakterî ji bo demek dirêj bêyî bidestxistina xurek û av, bêdeng dimîne. Bakterî bi endosporê pir nabe, tenê xwe ji bandora neyînî ya hawirdorê diparêze. Gava şert û mercên hawirdorê ji bo bakteriyê guncav bûn, bakterî ji endosporê diguhere bo xaneya asayî.
^Britannica, The Editors of Encyclopaedia. "Gram stain". Encyclopedia Britannica, 3 Jan. 2025, [3] . Accessed 11 January 2025.
^Tripathi N, Sapra A. Gram Staining. 2023 Aug 14. In: StatPearls [Internet]. Treasure Island (FL): StatPearls Publishing; 2025 Jan–. PMID: 32965827.
^Reece, Jane B. Campbell Biology : Jane B. Reece ... [et Al.]. 9th ed., Boston, Ma, Benjamin Cummings, 2011.
^Gao, S., Jin, W., Quan, Y. et al. Bacterial capsules: Occurrence, mechanism, and function. npj Biofilms Microbiomes 10, 21 (2024). [4]
^Park YD, Williamson PR. Masking the Pathogen: Evolutionary Strategies of Fungi and Their Bacterial Counterparts. J Fungi (Basel). 2015 Dec 10;1(3):397-421. doi: 10.3390/jof1030397. PMID: 29376918; PMCID: PMC5753132.
^ Jump up to:abRye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
^Postlethwait, J. H., & Hopson, J. L. (2006). Modern Biology. NY, United states: Holt Rinehart & Winston.
^Berk, A., Kaiser, C. A., Lodish, H., Amon, A., Ploegh, H., Bretscher, A., & Krieger, M. (2005). Molecular Cell Biology (5th ed.). CA.
^Cullen, K. E. (2009).Encyclopedia of Life Science. Newyork: Facts On File, Inc
^Jakob Frimodt-Møller, Thias Oberg Boesen, Godefroid Charbon, Anders Løbner-Olesen,Chapter 14 - Bacterial chromosomes and their replication, Molecular Medical Microbiology (Third Edition), Academic Press,2024,Pages 279-307, ISBN 9780128186190, [5]
^National Human Genome Research Institute. Plasmid [6]
^Cabeen MT, Jacobs-Wagner C. The bacterial cytoskeleton. Annu Rev Genet. 2010;44:365-92. doi: 10.1146/annurev-genet-102108-134845. PMID: 21047262.
^Nath, D. The prokaryotic cytoskeleton. Nat Rev Mol Cell Biol 9 (Suppl 1), s19 (2010). [7]
^Kimberly K. Busiek, William Margolin, Bacterial Actin and Tubulin Homologs in Cell Growth and Division, Current Biology,Volume 25, Issue 6,2015,Pages R243-R254, ISSN 0960-9822, [8]