Celadet Alî Bedîrxan

Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)

2020/06/29

Hestewergir


Hestewergir (bi îngilîzî :sensory receptors), xaneyên taybet in ji boy nasîna kartêkiran.

Hestewergir dibe ko xane, demarexane an jî beşên xaneyê be.Hestewergir bersîva kartêkirên wekî ronahî, germî, pesto, bêhn, êş û hwd. dide û enerjiya kartêkiran bi şeweyî erkê kar diguhêzîne demarekoendama navendî.
Guherînên li nav laş an jî ji hawirdorê laş wekî kartêkir ( bi îngilîzî:  stimulant) tê navkirin.
Ji boy berdewamiya jiyanê, divê zindewer ji hawirdorê kartêkir bigire û di demarekoendama navendî de şîrove bike, paşê bersîva guncav bide. Bi vî awayê zîndewer ji guherînan agahdar dibe û li dij guherînên xeter xwe diparêze, ji guherînên sûdbexş jî sûd werdigire. Kartîkêrên ji hawirdorê ne yek lê gellek cor in. Divê ji boy her corekî kartêkir corekî hestewergir hebe. Ango hestewergir taybet e ji boy kartêkirek dîyarkirî. Hestewergir ne tenê kartêkirên hawirdorê, lê yên laş jî digirin. Mirov bi navbeynkariya van wergiran ji rewşa laş agahdar dibe. Wekî mînak, heke rêjeya oksîjena nav xwîna mirov kêm bibe , pestoya xwînê mirov biguhere, birînek di laşê mirov de çêbe, an jî germahiya laşê mirov biguhere, wergirên laş hemû guherînan digire û bi şêweyî erkê kar dişîne demarekoendama navendî. Li DKN ragihandin tên tekûzkirin, paşê ji boy vegeriyana rewşa asayî ango ji boy rekxistina hevsengiya navkî, bersîva guncav tên şandin boy endam û şaneyan.
Di nav endamên hestê de hejmara hestewergiran ji beşên din ên laş zêdetir e. Her kartêkirek corek enerjiyê lixwe digire. Hestewergir enerjiya kartêkirên ji nava laş an jî yên jingehî hatî digire û diguherine boy erkê kar.
Mirov hay ji hin kartêkiran dibe lê nikare hemû kartêkirên hawirdorê werbigre. Loma her kartêkir di mirov de hestkirin peyda nake, ji boy çêbûne hestkirinê, divê kartêkira hestê ji aliyê hestewergiran ve bêne girtin û hetanê tûkila mejî bêne şandin. Hêstkirin li wir rû dide.
Hestên wekî bihistin, ditin, bêhnkirin, tamkirin(çêjtin), berkewtin(temas) ji aliyê mirovan ve tên girtin . Berkewtin hestek aloz e. Hesta berkewtinê mirov bi hestên wekî êş, pesto û germahiyê dihesîne. Ji xeynî van hestan, hin hestewergir jî, mirov pê bi hestên hevsengiyê, şidaniya masûlkeyan û rewşa gehan dihesîne. Bi vî awayê haya mirov ji çalakiya laşê xwe dibe.
Hestewergirên laşê mirov, li gor nasîna kartêkiran tên dabeşkirin, li gor vê esasê di laşê mirov de hestewergir ên serekî şeş cor in;
mîkanîkewergir, ronahiyewergir, kîmîkewergir, germiyewergir, êşanewergir û ozmozewergir. Hinek ji van hestewergiran kartêkirin derveyî laş werdigirin, wekî mînak ronahîwergir. Hinek hestewergir jî tenê kartêkirin ji nav laş werdigirin, wekî mînak ozmozewergir guherîna avê ya nav xwînê wekî kartêkir werdigire. Lê piraniya hestewergiran hem ji nav hem jî ji derveyî laş kartêkir werdigirin. Wekî mînak; kîmîkewergirên li ser zimanê mirov kartêkirên tamê(çêjê) digirin, lê kîmîkewergirin li ser rûyê lûleyên xwînê, guherîna rêjeya karbonadioksîda nav xwînê wekî kartêkir werdigirin.
Mîkanîkewergir
Mîkanîkewergir bersîva livîn, pestan(pesto), berkewtin(temas) û tundî dide. Ango ev kartêkirên ji livîn, pestan û tundiyê werdigire. Li pest û guh ê mirovan de hejmara wan zêde ye.
Ronahiyewergir
Ronahiyewergir li çavên mirov de bersîva guherînên ronahiyê dide.
Kîmîkewergir
Kîmîkewergir bersîva madeyên kîmyayî didin. Li ser ziman û li difinê mirov de hejmara kîmîkewergiran zêde ye. Hestên bêhnkirin û tamkirin(çejkirin) ji ber çalakbûna kîmîkewergiran peyda dibe.
Germiyewergir
Germiyewergir çavderiya pileya germahiya devrûberê laş dikin, bersîva guherînên pileya germahiyê didin. Du corên germiyewergir heye, sarewergir û germewergir . Hejmara germahiyewergir li pest, kezeb, masûlke û hîpotalamuse de zêde ye
Êşanewergir
Êşanewergir demarexaneyên taybet in ji boy wergirtina êşê. Wekî mînak êşa diran, êşa zik. Eşanewergir hema li aliyê hundir û derveyî laş de cih digirin.

Ozomozewergir
Ozomozewergir : bersîva guherîna xestiya xwînê dide, ji boy rekxistina rêjeya ava xwînê kar dike. Hesta tîbûnê ji ber çalakiya ozmozewergiran peyda dibe. Di hîpotalamusê û di gûrçikan de bi hejmarek zêde ozmozewergir heye.
* Ev xebat li ser wîkîpediyakurdî jî hat zêdekirin. https://ku.wikipedia.org/wiki/Hestewergir


                      

2020/06/18

Demarekoendama çêwe


Beşa koendama demarê ya ji bilî demarekoendama navendî(DKN), wekî demarekoendama çêwe(DKÇ) tê navkirin ((bi îngilîzî: peripheral nervous system (PNS)).
--Erk û Pêkhate--
DKÇ, kartêkirin ji hawirdorê ber bi DKN ve dişîne, bersîva DKN jî diguhêzîne xaneyên armanc ên masûlke an jî rijênan. Ango DKÇ di navbera DKN û laş de navbeynkarî dike. Çalakiya DKÇ bi navbeynkariya du cure demarexane pêk tê, demarexaneyên hestê û demarexaneyên livînê. Li tewerekotahiya demarexanyên hestê de hestewergir hene, demarexane bi alîkariya van wergiran kartêkiran ji hawirdorê werdigire û dişîne DKN, loma demarexaneyên hestê wekî demarexaneyên hatî (bi îngilîzî: afferent neuron) jî tên navkirin. Ragihandinên DKN, bi navbeynkariya demarexaneyên livînê ji boy masûlke û rêjênan tên şandin. Laşê demarexaneyên livînê di DKN de, tewereyên wan di DKÇ de cih digire. Ji ber ko demarexaneyên livînê ji DKN dirêjê derûdorê dibe, wekî demarexaneyên derketî(bi îngilîzî: efferent neuron) jî tên navkirin.
DKÇ ji girêk (koma demarexaneyan) û demarên ( gurza tewereyan) li derveyî demax û dirkepetikê pêk tê. Girêk du cure ne, girêkên hestê û girêkên xweyî. Girêkên hestê li ser demarên pişteregê yên dirkepetikê de cih digirin. Girêkên xweyî yên beşa sîmpasawî li herdu aliyên dirkepetikê de wekî zincîra girêkên sîmpasawî, girêkên beşa parasîmpasawî jî li nêzîkê endaman an jî li nav endaman de cih digire.
Ji gurza tewereyên (rîşalên) demarexaneyan re demar tê gotin. Demarekoendama çêwe bi demax û dirkepetikê ve bi şeweyê cotên demarî girêdayî ye. DKÇ ji 43 cotên demar pêk tê.
12 cot demar li hêla demaxê de girêdayî ne, ji van 12 cot demaren re demaxedemar tê gotin.
31 cot demar ji bi dirkepetikê ve girêdayîne. Ji van demaran re dirkedemar tê gotin. Dirkedemar ji demarên hestê(demarên hatî) û demarên livînê(demarên derketî) pêk tên. Her yek ji dirkedemar bi du regan, singereg û zikereg bi dirkepetikê ve girêdayî ne. Demarên hatî li pişteregê, demaren derketî jî li zike regê de cih digirin. Hemû 43 cotên demar an ji DKN ragihandin diguhêzînên laş, an jî ji hestewergiran ragihandin dişînin boy DKN.
Demax û dirkepetik di nav şileya mejî-dirkepetik de bi perdeyên mejî tên parastin û xwedîkirin, lê DKÇ bi van pêkhateyan dorpêçî nîn e.
Beşên demarekoendama çêweyê
Li gor çalakiya demaran, DKÇ dabeşê du beşa dibe.
1.Damarên laşî (bi îngilîz: somatic nerves): Ji demarekoendama nevendî, demareragihandin diguhazînin ji boy livîna masûlkeyên peykerê, an jî ji hestewergiran ragihandin dişînin boy DKN. Herwisa van demaran wekî “beşa laşî” an jî “demarekoendama laşî “jî tên navkirin.
2.Demarên xweyî(bi îngilîzî:autonomic nerves): Demareragihandinên ji DKN, dişînin boy lûsemasûlke, dilemasûlke û rijênan. Beşa demarên xweyî wekî “demarekoendama xweyî”(bi îngilîzî:autonomic nervous system) tê navkirin.
--Beşa Laşî--
Ev beş hin caran wekî demarekoendama laşî tê navkirin. Çalakiyên beşa laşî ji aliyê hestewrgir, xaneyên hestê û xaneyên livînê ve tê rêkxistin. DKN bi alîkariya beşa laşî, li dij kartêkir an jî guherînên derûdora laş bertek nîşan dide. Bi gelemperî beşa laşî ji boy çalakiya masûlkeyên xwewîst û demarên hestê, navbeynkarî dike. Demarexaneyên hestê ji hestewergiran agahî digire û dişîne DKN. Li demarekoendam navendî agahiyên ji hestewergiran tê şîrovekirin û bersîva guncav bi şeweyê demareragîhandin, bi navbeynkariya demarexaneyên livînê ji boy endama armanc tê şandin. Bersîva demarekoendama navendî ji boy girjbûn an jî xavbûna masûlkeyên peykerê ye.
Wekî mînak;
Gava dergûşa wê digirî, berteka dayikê piştê van gavên li jêrê çê dibe.
-Bi girîna dergûşê, pelên dengê dergûşê digihîje guhê dayikê.
-Deng ji boy wergirên bihîstinê kartêkir e. Wergir vê kartêkirê bi şeweyê demareragihandin, bi navbeynkariya demarexaneyên hestê, ber bi demarekoendama navendî ve dişine.
-Li tûkilê mejî de beşên bihistînê heye, gava dengê dergûşê gihîşt wê dere, mejî ji ber serpêhatiyên demên borî, dengê dergûşê dinase.
-Bi vî awayê dayik tê digihîje ko ev deng ne dengê radyoyê, an jî ne dengê kesek dinê ye lê dengê dergûşa wê ye.
-Demax bi demarexaneyên livînê, masûlkeyên dayikê çalak dike, dayik ji cihê xwe radibe diçe dergûşa xwe digire hembêza xwe û wê aş dike.
Her wekî li mînaka jorê, bi gelemperî çalakiyên beşa laşî bi awayekî xwewîstî, bi hemdê mirov rû dide. Lê hin refleks jî ji aliyê beşa laşî ya demerekeondama çêwe ve tên kontrolkirin. Wekî mînak heke derzî an jî dirî di tiliya mirov de biçe, mirov bê hemdê xwe destê xwe dikişîne ev dest kişandan refleks e, ji aliyê dirkepetikê ve tê kontrolkirin. Di refleksa destkişandinê de hestewergir, demarêxaneyên hestê û demarexaneyên livînê beşa laşî ya demarekoendama çêwe ye.
--Beşa xweyî--
Bi gelemperî beşa xweyî, wekî demarekoendama xweyî tê navkirin. Çalakiyên xwenewîstî yên laş ji aliyê demarekoendama xweyî (DKX)ve tê rêkxistin. Demarexaneyên livînê yên beşa xweyî, demareragihandinên ji demarekoendama navendî, ber bi lûsemasûleke, dilemasûlke û rijênan ve diguhêzîne. Lûsemasûlke û dilemasûlke, masûlkeyên xwenewîst in. Ango çalakiya van masûlkeyan bê hemdê mirov rû dide. Çalakiyên pişikan, dil, rijên û masûlkeyên lûse ji aliyê DKX ve tê kontolkirin û rêkxistin.
Demarekoendama xweyî ji sê beşan pêk tê, sîmpasawî, parasîmpasawî û enterî. Ji vana beşa sîmpasawî û parasîmpasawî temamkerên hev in, bandora çalakiya wan a li ser laş hevdij e. Ango heke beşa sîmpasawî çalakiya endamek zêde bike, demek şûnde îcar beşa parasîmpasavî rêjeya çalakiya laş dadixîne asta asayî.
Beşa sîmpasawî laşê mirov amade dike ji boy rewşa awertê. Dema mirov bi rewşek xedar ve rûbirû dimîne, dikeve heyecanê, pêdiviya laş boy enerjiyê zêdetir dibe. Beşa sîmpasavî ragihandin dişîne ji boy hin endaman. Wekî mînak bi çalakiya beşa sîmpasawî, ji rijênê adrenalê hormona adrenalîn tê derdan, rêjeya lêdana dil zêdetir dibe, leza hanesedanê zêdetir dibe, kezeb glîkojenê hildiweşîne boy glukozê û der dide nav xwînê, çalakiya koendama herisê û mîzê kêm dibe, bîbikê çavan fire dibe. Bi vî awayê laş xwe amade dike ji boy bazdanê an jî şerkirinê.
Bandora beşa sîmpasawî ji boy demek kurt e, laş hewl dide ko vegere rewşa asayî. Beşa parasîmpasawî demareragihandin dişîne hemû endamên ko ji ber handerkirina beşa sîmpasawî çalak bûne. Demareragihandinên beşa parasîmpasawî berevajiyê ragihandinên sîmpasawî ye. Ji ber bandora beşa parasîmpasawî hemû endam û koendamên laş vedigere rewşa asayî.
Beşa sêyem a demarekoendama xweyî, beşa enterî ye, ev beş ji tora demarexaneyên ko li derdora coga herisê de cihbûyî pêk tê. Derdana enzîmên herisê û çalakiya lûsemasûlkeyên coga herisê ji aliyê beşa enterî ve tê kontrolkirin.
* Ev xebat li ser wîkîpediyakurdî jî hat zêdekirin.
https://ku.wikipedia.org/wiki/Demarekoendama_%C3%A7%C3%AAwe





2020/06/09

Demarekoendama xweyî

Xebatên lûsemasûlke û dilemasûlke bi awayek xwenewîstî ye, ango ne li gor biryar û xwestina mirov, lê bi awayek xweser e. Beşa demarekoendama ko xebatên masûlkeyên xwenewîstî rêk dixe, wekî demarekoendama xweyî tê navkirin. Demarekoendama xweyî(DKX)
rewşa asayî ya laş rêk dixe. Li gel kontrola çalakiya dilemasûlke û lûsemasûlkeyan, DKX bandor li ser endamên koendama herisê, koendama dilelûleyê, koendama henaseyê, koendama mîzê, koendema hormonan jî dike. Kontrola DKX ya li ser van koendaman bi şeweyê xwenewîstî rû dide.
Beşa livînê ya li DKÇ, demarexaneyên derketî lixwe digire. Hin ji van demarexaneyan, ragihandinan diguhêzînin boy masûlkeyên peykerê.
Hin ji demarexaneyên derketî yên beşa livînê jî, ji boy masûlkeyên lûs û masûlkeyên dil ragihandin diguhêzînin, çalakiya demarekoendama xweyî(DKX) bi navbeynkariya van demarexaneyan rû dide.
Erk û Pêkhate
DKX cihê çalakiya refleksên aloz ên bêhamdî ne. Refleksên DKX, di masûlkeyên xwenewîst de rû dide. Masûlkeyên dil û masûlkeyên lûse ji ber refleksê, ji nişka ve û bêhemdî girj dibin an jî xav dibin.
Yek ji van refleksan, refleksa kontrola derketina destavê ye. Guhertina kurahî û leza hensadanê, rêkxistina çalakiya koendama herisê, guhertina rêjeya dillêdanê, guhertina firehiya bîbîka çavan jî mînakin ji boy refleksên demarekoendama xweyî. Refleksên DKX ji aliyê lakêşemoxê ve tê kontrolkirin. Em dikarin refleksa kêmkirina pestoya xwînê wekî mînak nîşan bidin. Dema pestoya xwîna mîrov zêde dibe, wergirên li ser dîwarên lûleyên xwînê rakişîna lûleyên xwînê wekî kartêkirek werdigire û bi navbeynkariya demarexaneyên hestê dişîne beşa kontrolkirina çalakiya dil a lakêşemoxê. Lakêşemox ji boy rêkxistina dillêdanê, beşa perasîmpasawiyê çalak dike, rêjeya lêdana dil kêm dibe bi vî awayê pestoya xwînê jî dadikeve.
Demarên livîne(demarên derketî) yên demarakoendama xweyî ji demaxê dirêj dibin. Evan demaran ji qedê demax bigire heta beşa sêbendeyê dirkepetikê, gurze bi gurzê ji dirkepetikê derdikevin û belavê lûsemasûlke û rijênan dibin. Demarekoendama xweyî ji sê beşan pêk tê; beşa sîmpasawî, beşa parasîmpasavî û beşa enterî.
Her sê beşên DKX jî bi alîkariya du cure demarexaneyên derketî ji DKN dirêjê endam û rijênan dibin.
Laşê demarexaneya yekem li demax an jî li dirkepetikê ye û tewereyê wê dirêjê girêkê dibe. Ev demarexane wekî demarexaneya pêşgirêk (bi îngilîzî:preganglionic neuron) tê navkirin. Tewereyên van xaneyan maylînî ye. Madeya demareguhêzer a xaneyên pêşgirêkê asetîlkolîn e. Laşê demarexaneya duyem di nav girêkê de cih digire û bi tewereyê xaneya pêşgirikê ve girêdan ava dike, tewereyê wê jî ber bi lûsemasûlke, dilemasûlke an jî rijênan dirêj dibe. Ev xane wekî xaneya paşgirêk (bi îngilîzî: postganglionic neuron) tê navkirin. Tewereyên van xaneyan nemaylînî ye. Demareguhêzera xaneyên paşgirêk ên beşa sîmpasawî norepînefrîn, ên başa parasîmpasavî jî asetîlkolîn e.
Çalakiyên DKX bi awayek xweser rû dide, lê DKX bi gelemperî di bin bandora beşa çalakiyên xwewîstî yên tûkila mejî de ye. Herwisa ragihandinên di navbera beşa çalakiyên jêrhiş a mejî û navenda kontrolkirina sîmpasavî û parasîmpasavî ya hîpotalmusê jî, li ser çalakiyên DKX bandor dike.
Hin caran li dij hev kar bikin jî, bi gelemperî, bandora çalakiya beşa sîmpasawî û ya beşa parasîmpasawî tewawkerên hev in. Wekî mînak, bi ragihandinên demarên sîmpasawî rêjeya dillêdanê zêde dibe, lê bi ragihandinên demarên parasîmpasawî jî lêdana dil ber bi rêjeya lêdana asayî dadikeve.
1.Beşa sîmpasawî
Demarên ji hêla pişt û kêleka dirkepetikê dirêj dibin, çalakiya beşa sîmpaswî rêk dixin. Demarexaneyên ko laşê wan li DKN ye, tewereyên xwe ji zikeregê dirêjê girêkên li herdu aliyê dirkepetikê dikin, bi vî awayê ji hêla piştê heta beşa jorîn a kêlekê ya dirkepetikê, torek zincîra girêkên sîmpasawî çê dibe. Zincîra girêkan li herdû aliyên dirkepetikê ve dirêj dibin. Her zincîr ji 23 girêkan pêk tê. Sê ji van girêkan ji hêla stû dirêj dibin, 12 girêk ji hêla piştê, çar ji hela kêlekê û çar girêk jî ji hêla sêbendeyê.
Di di rewşa zorê(stres) de beşa sîmpasawî çalak e. Dema zorê da mirov, ango dema mirov li bin fîşarê dimîne, bi rewşek xeter ve rûbirû dimîne an jî hêrs dibe, laş du cure bertek nîşan dide. An xwe ji rewşa zorê dûr dixe, an jî li dij wê tê dikoşe. Ev berteka laş, wekî berteka “şer bike an jî bazde” tê navkirin (bi îngilîzî fight or flight response). Bersîv çi şerkirin be, çi jî bazdan be, pêdivîya laş bi enerjiyê heye. Bi çalakbûna beşa sîmpasawî bi hin rêbazan, di demek kin de enerjiya pêwist tê bi destxistin. Wekî mînak, rijenê adrenal tê handerkirin ji boy derdana hormona adreanalînê, dil hê leztir lê dide, di heman demê de kezeb glîkojenê hildiweşîne glukozê û tewlê xwînê dike. Bi vî awayê xwîn hê pirtir xurek û oksîjen diguhêzina xaneyan. Ango Li dij gefa birîndarbûn an jî mirinê demarekoendama xweyî başa sîmpasawî çalak dike ji boy parastina laş.
Eger hatû tu rojek li çolê rastê hirçek hatî, gelo tu dizanî di laşê te de di heman demê de çi diqewime û tu bi kîjan rêzeçalakiyan bertek nîşan didî?
Bîbika çavên te fire dibe, rijenên adrenalê te hormona adrenalîn der didin. Dilê te he leztir lêdide. Henasedana te zêde dibe û coga henasedana te fire dibe, lûleyên xwîna te fire dibin, ji ber çalakiya rijenên xwêdanê, tu xwêdan didi, bi vî awayê pileya germahiya laşê te tê rêkxistin. Glîkojena di kezeba te de ambarkirî, tê hilweşandin ji boy bi destxistina glukozê. Laşê te dibêje niha dem ne dema xwarin, vexwarin û derkirinê ye loma çalakiya koaendama herisê ya laşê te kêm dibe, dev û gewriya te zuha dibe, mîzdanaka te fire dibe. Di heman demê de tu baz didî û xwe ji hêla hirçê dûr dixî. Ev hemû tiştên li jor û berteka te di demek kin de çê dibin. Ji boy van çalakiyan biryar ne ji aliyê mejiyê te lê ji aliyê beşa sîmpasawî ya demarekoendama xweyî ve tê dayin, tu bê hemdê xwe ji hirçê ditirsî û direvî. Çalakiya demarekoendama xweyî bi awayek xweser rû dide, lê bi gelemperî di bin bandora demarekoendama navendî de ye. Ango DKN demarekoendama xweyî hander dike. Mîsal;
gelo tu li çole rastê hirçê nehatayî, li dewsa wê, rastê cotek kewên gozel bihatayî wê bêşa
sîmpasawî ya demarakoendama xweyî dîsa çalak biba?
Gava tu rastê hirçê tê, çavên te dîmenê hirçê bi navbeynkariya wergiran digire û dişînê demaxê, li demaxê, beşa tûkila mejiyê vê dîmênê dide ber dîmenên ji bîrhatiyên te yên berê. Ji serpêhati, bîranîn û perwerdeya te, mejî biryar dide ko hirç ajalek hov e û tu di rewşek xeter de yî, divê tu demeldest ji vir dûr bikevî. Loma demarekoendama xweyî çalak dibe.
Lê heke tu ne rastê hirçê lê rastê cotek kewên gozel werî, dîmenê kewan dîsa tê şandin bo tûkila mejiyê, lê îcar mejî biryar dide ko xeteriya van kewan ji boy mirov tune, loma ev car demarekoendama xweyî çalak nabe.
2.Beşa parasîmpasawî
Gava beşa sîmpasawî çalak dibe, laş dikeve rewşa awarteyê. Lê divê ev rewş ne ji boy demek dirêj be, an na xane û şaneyên laş bîlasebeb çalak dimînin û enerjî xerc dikin, loma dibe ko ziyan bigihîje şane û endamên laş.
Beşa parasîmpasawî li gel demara vagus, hin demarên din ên stû û demarên sêbendê lixwe digire. Tewereyên xaneyên pêşgirêk ên başa parasîmpasawî dirêj in. Girêkên parasîmpasawî ne li kêleka dirkepetikê, lê li nezîkê endaman an jî li ser endaman de cih digirin, loma tewereyên xaneyên paşgirêk jî kin in.
Beşa parasîmpasawî piştî çalakiya beşa sîmpasawî çalak dibe. Bi çalakiyên beşa parasîmpasavî rewşa laş ji rewşa awarte derdikeve, endam, şane û xaneyên laş çalakiyên xwe bi awayek asayî didomînin. Ango gava laş ji derve kartêkirên ji boy hişyarî û alarmê nagire, beşa parasîmpasawî çalak e. Bi gelemperî, bandora beşa parasîmpasawî hêdikirina çalkiya laş e.
Berteka beşa sîmpasawî wekî berteka “aram be û biherisîne” tê navkirin. Ji ber ko êdî dawî li xeterî, tirs û kartêkirên bihêz hatiye, divê laş demildest vegere rewşa asayî. Bi çalakbûna beşa sîmpasawî;
-Bîbikê çavan piçûk dibin.
- Çêkirin û derdana lîkê zêde dibe.
-Rêjeya lêdana dil dadikeve asta rêjeya asayî
-Firehiya coga henasedanê kêm dibe, hetanê şêweyê xwe ya asayî
-Koendama herisê dest bi çalakiyê dike, herwisa rêjênên enznîmên herisê çalak dibin.
-Pankreas, û zerevdank çalak dibe.
-Masûlkeyên mîzdankê girj dibin kîsikê mîzê piçûk dibe.
3.Beşa Enterî
Beşa enterî (bi îngilîzî: enteric division) ya DKX ji tora demarexaneyên li coga herisê, pankreasê û zeravdankê pêk tê. Demarexaneyên beşa enterî ,li van endaman de kontrola derdanê û çalakiya lûsemasûlkeyan dike. Wekî mînak livîna perîstalsî (bi îngilîzî: peristalsis) ya lûsemasûlkeyan ji aliyê beşa enterî ve tê rêkxistin. Tevî ko beşa enterî dikare bi awayek xweser çalak dibe,lê bi gelemperî ji aliyê beşa sîmpasavî û parasîmpasavî ve tê rêkxistin.
* Ev xebat li ser wîkîpediyakurdî jî hat zêdekirin.
https://ku.wikipedia.org/wiki/Demarekoendama_xwey%C3%AE