Fêkî an jî ber (bi înglîzî: fruit), hêkdanka pêgihîştî ya goştî an hişk a riweka kulîlkdar e û tov an tovan lixwe digire.[1]
Fêki tenê di riwekên tovdapoşrav (riwekên kulîlkdar) de çêdibin. Di riwekên tovdapoşrav (bi înglîzî: angiosperms) de, piştî cotepîtîn di hêkokeyê de pêk hat, hêkoke diperise bo tovê û hêkdanka kulîlkê jî diperise bo fêkiyê.[2] Fêkî bi gelemperî bi çêja şîrîn tên nasîn, lê hemû fêkî şîrîn nînin. Wekî mînak, porteqal, berû, gûz, trî, hebika genim hemû fêkî ne lê çêj û pêkhateya wan ne yek e. Di riwekzaniyê de peyva “fêkî” ji bo hêkdanka pêgihîştî tê bikaranîn. Di kulîlka pîtîn rû daye de hêkdank diperise bo fêkiyê. Fêkî yek an jî zêdetir tov lixwe digire, tov û embriyoyê dipêçîne û diparêze.[3]
Polenkirina fêkiyan

Li gor jêder û pêkhateya wan, gelek corên fêkiyan hene. Sêv, firingî, gûz, hebika genim û lîmon hemû fêkî ne lê pêkhate û çêja wan ne yek e.[3]
Li gor bersiva van pirsên li jêr, fêkî bi çendan awayî tên polenkirin.
- Gelo di çêbûna fêkiyê de, tenê hêkdank cih girtiye an hin beşên din ên kulîlkê jî tevlê çêbûna fêkiyê bûne?
- Gelo fêkiyê gihîştî hişk e an nerm e?
- Gelo fêkî bi tevlêbûna yek kulîlkek an bi yekbûna çendan kulîlkan perisiye?
- Gelo di çêbûna fêkiyê de yek mêyîk an çendan mêyikên heman kulîlkê cih girtiye?
Hin fêkî tenê ji hêkdankê diperisin û wekî fêkiyên rasteqîn tên navkirin. Di hin riwekan de hin beşên din ên kulîlkê jî tevlê çêbûna fêkiyê dibin, ji van fêkiyan re tê gotin fêkiyên zir.
Bi gelemperî fêkî di çar beşan de tên polenkirin: fêkiyê sade, fêkiyê komî, fêkiyê awête û fêkiyê zir.
Heke fêkî ji yek hêkdankek an jî ji hêkdankên yekbûyî yên mêyîka kulîlkek biperise, ev fêkî wekî fêkiyê sade (bi înglîzî: simple fruit) tê navkirin. Wekî mînak, gûz, fasulî, trî, mişmiş, firingî.[3] Fêkiyê sade yê gihîştî dibe ko bibe fêkiyê goştî an jî fêkiyê hişk.[2]
Fêkiyê komî (bi înglîzî: aggregate fruit) ew fêkîye ko ji kulîlkek a bi çendan mêyîkên ji hev cuda çêdibe. Piştî pîtînê, her yek ji mêyîkên kulîlkê diperisin bo fêkiyek hûrik. Bi gihîştina van fêkiyan, li ser textê kulîlkê de koma fêkiyên hûrik peyda dibe. Wekî mînak, tûreşk, tûşemî û tûfiringî (çîlek).[4]
Fêkiyên awête (bi înglîzî: multiple fruit) ji guşiya kulîlkên nêzî hev diperisin. Di guşiyê de her kulîlk xwediyê textek serbixwe ye, lê hemû kulîlkên guşiyê li ser bistîkek hevpar de cih digirin. Piştî pîtinê, hekdanka her kulîlkek geşe dibe û bi hêkdanka kulîlka nezî xwe ve yek dibe. Bi vî awayî, ji yekbûna gelek fêkiyên hûrik, fêkiyek yekane û mezintir peyda dibe. Wekî mînak, tû, hejîr û ananas.[4] Ango fêkiyê komî û fêkiyê awête piçek dişibin hev. Fêkiyê komî ji kulîlkek a bi çendan meyîkan, lê fêkiyê awête ji meyikên çendan kulîlkan diperisin.
Di fêkiyên zir de, li gel hêkdankê, hin beşên din ên kulîlkê jê tevlê perisînê dibin. Wekî mînak, di fêkiyên sêv û hirmiyê de, textê kulîlkê û hêkdank bi hev re diperisin bo fêkiyê. Herwisa tûfiringî hem fêkiyê komî hem jî fêkiyek zir e. Beşa sor a tê xwarin, ji geşebûna textê kulîlkê pêk tê.[2]
Fêkî li gor pêkhateya perîkarpê, wekî fêkiyê hişk û fêkiyê goştî tên dabeşkirin. Di fêkiyê hişk ê gihîştî de mezokarp tekez hişk e. Wekî mînak, gûz, genim û berû.
Fêkiyê ko di qonaxa gihîştiyêde mezokarpa wî goştî û nerm e, wekî fêkiyê goştî tê navkirin.Wekî mînak, firingî, tirî, hirmî û mişmiş
Herwisa li gor serbestmayina tovê jî du cor fêkî hene. Hin fêkî ji bo serbestmayîna tovê, hişk dibin, xwe vedikin û tovên xwe direşînin. Wekî mînak, polke û fasulî. Hin corên fêkiyan jî ji bo berdana tovên xwe, xwe dispêrin rizîbûnê. Wekî mînak, şeftalî û mişmiş.
Pêkhateya fêkiyê

Bi gelemperî fêki ji sê beşên serekî pêk tên: egzokarp (rûyê derve an jî qalik), mezokarp (beşa naverast a fêkiyê), û endokarp (beşa navî ya fêkiyê). Ev hersê beş bi hev re wekî perîkarp tên navkirin. Bi gelemperî beşa mezokarp bi pêkhateya goştî ye û bo xwarinê ye. Lê di hin fêkiyan de, wekî mînak, di porteqalê de endokarp tê xwarin. Di gelek fêkiyan de du an jî sê çîn yek dibin û di fêkiyên pêgihîştî de hersê beş ji hev nayên derxistin.
Hebika genim, a birincê û ya garisê (lazût) heman fêkî ne. Lê di vana da perîkarp a fêkiyê pir tenik maye û bi bergê tovê ve yek bûye. Fêkiyên van riwekan, fêkiyên sade ne, lê hema tenê ji tovê pêk tên.
Gihîştina fêkiyê

Bi gelemperî gihîştina fêkiyê û peresîna tova nav fêkiyê, bi heman demê de rû dide. Gihîştina fêkiyê hişk, wekî mînak gihîştina fêkiyê riweka fasulî, bi kevnbûn û hişkbûna şaneyên fêkiyê, xwe nişan dide. Pêvajoya gihîştina fêkiyên goştî piçek aloztir e.[5]
Peresîna fêkiyê di çar qonaxên cuda de rû dide. Qonaxa peşîn çêbûna fêkiyê ye, paşê, dabeşbûna bilez a xaneyên fêkiyê rû dide. Di qonaxa sêyem de qebareya xaneyan zêde dibe, qonaxa dawî destpêka gihîştinê ye.[6]
Di qonaxa gihîştinê de, enzîmên herisê, dîwarê xaneyan hildiweşîne bi vî awayê di perîkarpê de pêkhateya goştî peyda dibe.[5]
Di dema gihîştinê de, fêkî ji rengê kesk diguherin bo bi rengên corbecor ên wekî sor, zer, porteqalî, binefşî û şîn.[6]Pigmentên ko di vê pêvajoyê de beşdar dibin, ne tenê balkêşiya dîtbarî ya fêkiyan zêde dikin, lê di heman demê de ji bo çêj û bêhna wan jî girîng in.[6]
Bi gelemperî, fêkî ji çendan corên pîgmentan pêk tên. Ji van pîgmentan, klorofîl bi rengê kesk e. Karotenoîd bi rengên zer, porteqalî û sor in. Antosiyanîn bi rengên sor, şîn û binefşî ne. Pîgmentên flavonoîd jî bi rengê zer e.
Di destpêka gihîştinê de klorofîl hildiweşin, loma rengê kesk ê fêkiyê hêdî bi hêdî winda dibe. Piştî hilweşîna klorofîlê, kloroplast diguherin bo kromoplastan û wekî cihê embara karotenoîdan kar dikin.[6]Kromoplast plastîdên bi rengê zer, sor û porteqalî ne û pigmentên kesk lixwe nagirin.
Li gel guherîna rengê fêkiyê, di pêvajoya gihîştinê de çêj û bêhna fêkiyê jî diguhere. Di destpêka gihîştinê ya piraniya fêkiyan de, nîşa tê hilweşandin bo glukoz û fruktozê. Bi vî awayî di fêkiyê de çêja şîrîn zêde dibe. Di destpêka gihîştinê de rêjeya asîda sîtrî û asîda malî zêdeye, loma piraniya fêkiyên negihîştî tirş û tal in, lê di fêkiyên gihîştî de rêjeya asîdan jî kêm dibe.[7] Ji ber ko nîşa û hin asîdên endamî tên guhertin bo şekir, di hin fêkiyan de rêjeya şekir heta %20 giraniya fêkiyê zêde dibe.[2]
Hormona etîlenê bandor li ser gihîştina fêkiyan dike û qonaxa gehiştinê hê leztir rû dide.
Partenokarpî
Di xwezayê de gava di kulîlkê de pîtîn rû nede, bi gelemperî fêkî jî naperise.[3] Lê hin caran beyî ko pîtîn rû bide, fêkiyê bêdendik (bêtov) diperise, ji vê rewşê re tê gotin partenokarpî (bi înglîzî: parthenocarpy). Hin çeşîdên ananas, mûz, xiyar, trî, porteqal bi awayekî sirûştî bi partenokarpiyê çêdibin. Di van fêkiyan de tov tune.[8]
Ji aliyê mirovan jî bi partenokarpiya destkarî, fêkiyên bêtov tên hilberîn. Di partenokarpiya destkarî de hormonên wekî oksîn, gîberellîn û sîtokînîn tên bikaranîn[6]
Belavbûna Fêkiyan
Armanca serekî ya fêkiyê, bi tova nav xwe, biçe cihek dûrê riweka makê (bi înglîzî: mother plant). Heke tov li nêzî rîwka makê bimîne, an jî ji makeriwekê biweşe binê makeriwekê, ji bo nifşên nû bi têra xwe cih namîne, nifşên nû di bin siya riwekên din de dimînin, bi têra xwe geşe nabin û naperisin. Loma divê tov were guhaztin bo cihekî guncav ko li wir zîl bide û geşe bibe. Bi belavkirina fêkî û tovê xwe, bi eslê xwe cora riwekê li ser rûyê erdê belav dibe. Riwekên tovdapoşrav di karê belavkirina fêkî û tovê xwe de gelek serkeftî ne, loma di cîhana riwekan de hejmara corên riwekên tovdapoşrav ji hemû corên din zêdetir e. Çeşîddariya corên fêkiyan rê li ber gelek rêbazên belavkirinê vedike.

Fêkiyên goştî yên gihîştî, bala hê pirtir mirov û ajalên din dikişine ser xwe Fêkiyê gihîştî bi guherînên xwe, mesaj dide hawirdorê ko çêj û behna wê xweş e û ajal dikarin wê bixwin.[7]Loma, fêkiyên goştî bi gelemperî ji aliyê mirov û ajalên din ve tên belavkirin. Ajal di nav fêkiyên riwekê de ji ber reng û bêhna wan, tenê fêkiyên pêgihîştî dibijêrin. Ajal bi gelemperî fêkî û tova nav fêkiyê bi hev re dixwin. Di coga herisê de beşa goştî ya fêkiyê tê heriskirin, lê bergê tovê, rê nade enzîmên herisê tovê jî biherisînin. Ango tov di coga herisê de sax dimîne.[2]Di vê navberê de ajal cih diguherîne û ji riweka makê fêkiyê, dûr dikeve. Tova neherisî wekî madeyek paşmayî ji laş tê deravêtin. Tov di nav pîsayêya ajalê de dikeve erdê. Heke şert û mercên hawirdorê guncav bin, tov li wir şîn dibe. Ango tov bi navbeynkariya fêkiyê, di laşê ajalan de tê guhaztin bo deverek din. Bi vî awayê riwek pir dibe.[9]
Ajalên wekî simore (bi înglîzî: squirrel) fêkiyên wekî gûz û berû tov dikin û ji bo xureka zivistanê di bin erdê de embar dikin. Hin caran simore cihê embarê ji bîr dike, di destpêka biharê de tovê nav fêkiyê zîl dide û li wê deverê riwekek nû çêdibe.[2]
Fêkiyên hin riwekan bi bayê belav dibin. Wekî mînak fêkiyên darkevotê (bi înglîzî: maple) sivik in û bi şêweyî perê balîndeyan e, loma bi bayê bi hêsanî tê guhaztin.[10]
Hin fêkî jî bi avê tên belavkirin. Di van fêkiyan de, çavikên bi hewa tijî hene. Çavik bi perdeyên dijav dapoşî ne, av nakeve nav fêkiyê. Wekî mînak, riweka gûza hindê (bi înglîzî: coconut) li peravê deryayê de jî şîn dibin. Fêkiyên wan dikevin deryayê, lê li ser avê dimînin. Bi pêlên ava deryayê gûza hindê tê guhaztin bo deverek din, li peravek din tovê nav fêkiyê zîl dide.
Mirov jî di belavkirina tovan de roleke mezin dilîzin. Bi taybetî, gava fêkiyan dibin cihên nû û beşa ko tov têdeye naxwin û diavêjin,
Girêdanên derve
Çavkanî
- Britannica Editors. "fruit". Encyclopedia Britannica, 9 Jan. 2026, [https: //www.britannica.com/science/fruit-plant-reproductive-body.] Accessed 12 February 2026.
- Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
- Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
- TBidlack, J.E., Jansky, S. and Stern, K.R. (2018) Stern’s introductory plant biology. 14th edn. New York, NY: McGraw-Hill.
- Reece, Jane B. Campbell Biology : Jane B. Reece ... [et Al.]. 9th ed., Boston, Ma, Benjamin Cummings, 2011.
- Bhatla, S.C. and A. Lal, M. (2019) Plant Physiology, development and metabolism Satish C Bhatla, Manju A. Lal. Singapore: Springer
- Taiz, L. et al. (2015) Plant physiology and development. 6Th ed.Sunderland, Massachusetts, U.S.A ISBN 9780197614235
- Britannica Editors. "parthenocarpy". Encyclopedia Britannica, 28 Aug. 2008, [1]. Accessed 20 February 2026.
- Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
- Starr, C. (2007). Biology:concepts and applications (7th ed.). Boston, MA: Cengage Learning.





