Celadet Alî Bedîrxan

Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)
Showing posts with label spordan. Show all posts
Showing posts with label spordan. Show all posts

2025/08/08

Spor


Here nagîvasyonêHere lêgerînê
Sporên hezazê di bin mîkroskobê de 400 car hatine mezinkirin.

Spor (bi înglîzî: spore) xaneyek haploîdî ya pirbûnê ye, beyî ko bi xaneyek din a pirbûnê ve yek bibe, dikare bi tena serê xwe di jîngeha guncav de geşe bibe û biperise bo zîndewerek nû ya haploîdî.[1]

Peyva spor ji peyva “sporā” ya grekî hatiye girtin. Di grekî de “sporā” bi wateya tov û çandina tov tê bikaranîn.[2]

Karok (bi înglîzî: fungi), kevzên avê (bi înglîzî: algae) û hin riwekên wekî hezaz (kevzên bejayî) (bi înglîzî:moss) û serxes (bi înglîzî: fern) bi spordanê spor berhem dikin. Herwisa hin corên bakteriyan jî spor çêdikin lê ev spor ne ji bo pirbûnê ye, bakteriyê di jîngeha neguncav de ji mirinê diparêze. Spora bakteriyan wekî endospor tê navkirin.

Pêkhate

Spor pir hûrik in, loma dikare ji bo demek dirêj di atmosferê de deliqandî bimîne. Bi gelemperî spor bi bayê an jî bi herika avê belavê hawirdorê dibin. Gava spor ji bo cihek guncav tên guhaztin, zîl didin û zîndewerek nû peyda dibe.

Sporên ji pêkhateya haploîdî, bi dabeşbûna mîtozî hatine çêkirin wekî sporên nezayendî tên navkirin. Sporên ji zîgota dîploîdî, bi dabeşbûna miyozî hatine çêkirin jî wekî sporên zayendî tên navkirin. Di karokan de çêbûna sporên zayendî ji sê gavên li dû hev pêk tê: plazmogamy, karyogamy, û miyoz.[3]

Cudahiya sporan ji gamet, polen û tovan

 
Di çerxa jiyana hin zîndeweran de pirbûna zayendî û ya nezayendî li dû hev rû didin Ev çerxa pirbûnê wekî dordariya nifşan tê navkirin


Spor xaneyên haploîdî ne, bi dabeşbûna mîtozî zindewerek firexaneyî ya haploîdî çêdikin. Ji ber ko spor xaneya pirbûnê ye û haploîdî ye, dişibe xaneya hêk û spermê. Lê spor ji hêk, sperm an jî polenê cuda ye. Spor yekeya pirbûna nezayendî ye, lê gamet yekeyên pirbûna zayendî ne. Hêk û sperm jî xaneyên haploîdî yên pirbûnê ne û wekî gamet tên navkirin. Bi yekbûna gametan (sperm û hêk) zîgota dîplodî çêdibe. Bi geşebûn û peresîna zîgotê jî zîndewerek dîploîdî peyda dibe. Polen jî mîna sporan belavê hawirdorê dibin, lê polen nikarin bi tena serê xwe riwekek nû çêbikin. Di nav polenê de xaneya sperm heye. Heke sperma nav polenê xwe bigihîne hêkokeya riwekê û hêk were pîtandin, vê gavê zîgota dîploîdî peyda dibe, geşe dibe û diperise bo tovê riwekek nû.

Hewisa spor û tov jî ji hev cuda ne. Herçiqas herdu jî di jîngeha guncav de dikarin zîl bidin û biperisin bo zîndewerek nû, bi eslê xwe tov pêkhateyek firexaneyî ye û embriyoya dîploîdî lixwe digire. Bi zîldana sporê, gametofîta haploîdî çêdibe, lê bi zîldana tovê sporofîta dîploîdî peyda dibe. Tov ji bo zîldanê embara xurekê ya bi navê endosperm lixwe digirin, lê di sporan de endosperm tune.[4]

Sporên riwekên spordar

Di riweka serxesê de kîsikên sporê li aliyê rûyê binî yên pelên serxesê de cih digirin

Di riwekên bêtow (bi înglîzî: seedless plants) de ango di riwekên spordar de, sporên haploîdî bi dabeşbûna miyozî, di kîsikên sporê yên bi navê spordanê (sporangiyum) de tên berhemkirin. Beşa riwekê ya spor dide çêkirin diploîdî ye û wekî sporofît tê navkirin.[1]

Rîwekên wekî serxes û hezaz riwekên bêtov in. Di riweka serxes de spor di di beşa riweka sporafîtê (bi înglîzî: sporophyte) de, di kîsikên sporê yên bi navê sporangiyumê (bi latînî; yekjimar: sporangium, pirjimar: sporangia) de tên berhemkirin. Di riweka serxesê de kîsikên sporê li aliyê rûyê binî yên pelên serxesê de cih digirin.[5]

Gava ji riweka serxesê sporên haploîdî belavê hawirdorê dibin, di jîngeha guncav de spor zîl didin û bi dabeşbûna mîtozî, riwekek (nifşek) firexaneyî ya haploîdî peyda dibe. Ji vê riweka nû re tê gotin gametofît (bi înglîzî: gametophyte). Gametofît geşe dibe û diperise, bi dabeşbûna mîtozî gametan çêdike. Bi yekbûna herdu gametan (hêk û sperm), li ser riweka gametofîtê, zîgota dîploîdî peyda dibe. Zîgot jî geşe dibe û diperise bo sporofîtek nû. Sporofît bi dabeşbûna miyozî sporên haploîdî çêdike.

Di çerxa jiyana riwekên bêtov de pirbûna nezayendî û pirbûna zayendî di heman zîndewerê de bi dorê rû didin. Ango bi pirbûna nezayendî, ji sporê nifşa haploîdî peyda dibe, ji geşebûn û peresîna nifşa haploîdî jî bi pirbûna zayendî nifşa dîploîdî çêdibe ji vê rewşê re tê gotin dordariya nifşan (bi înglîzî: alternation of generations). Karok, riwekên bêtov, û kevzên avê hin mînak in bo zîndewerên ko di çerxa jiyana wan de dordariya nifşan tê dîtin.[6]

Sporên karokan

Duration: 12 seconds.
Di kuvarka fîsegur de spor belavê hawirdorê dibin.

Gelemperiya karokan bi sporan pir dibin. Sporên karokan mîna tovên riwekan kar dikin. Spor di beşên taybet ên karokan de tên berhemkirin. Wekî mînak, di kuvarkan de spor di beşa tenêber (bi înglîzî: fruiting body) de tên berhemkirin. Sporên karokan jî wekî tovên riwekan, di jîngeha guncav de zîl didin, geşe dibin û diperisin bo karokek nû. Ji bo zîldana sporan, jîngeha bi têra xwe bi şêdar, germ û xwediyê xurek, jîngeha guncav e. Herçiqas çêkirina sporan ji bo pirbûna nezayendî be jî, gellek karokên ko bi spor pir dibin, dikarin bi pirbûna zayendî jî zêde bibin.

Sporên kevzê avê

Qebareya sporan di hemû kevzan de ne yek e. Di kevzên kehweyî û kesk de bi gelemperî tîreya sporan ji 10µm yê kêmtir e. Lê di hin kevzên sor de dibe ko tîreya sporan ji 100µm yê zêdetir be.[7]

Kevzên avê yên cora sor, sporek bi navê monospor berhem dikin.[8] Monospor xaneyêk glover a haploîdî ye, bi dîwarê xaneyê dorpêçî ye û bêkilik e. Monospor bi pêl û herika avê tên guhaztin û zîl didin bo zîndewerk nû.

Hinek ji kevzên avê yên kesk sporên neliv (bi înglîzî: nonmotile) ên bi navê aplanospor berhem dikin. Hinek kevzên avê yên kesk jî sporên livdar ên bi navê zoospor berhem dikin. Zoospor dîwarê xaneyê lixwe nagirin lê yek an jî du qamçî lixwe digirin. Monospor û aplanospor tenê bi guhaztina neçalak bi pêlên avê cih diguherin. Lê qamçî alîkariya zoosporan dike ko ber bi jîngeha guncav ve cih biguherin.

 
  • Sporangiyospor (sporangiospore): Sporên di kîsikê sporan de tên berhemkirin.
  • Zîgospor (zygospore): Sporên zayendî yên karokên zîgomîkotayan nin.Bi dîwarê stûr pêçayî ye û zîgot lixwe digire.Zgospori beşa zîgosporangiyumê de tên çêkirin.[9]
  • Askospor (ascospore): sporên zayendî yên karokên liqê askomîkotayan nin, di pêkhateya tûrikî ya bi navê askus de tên berhemkirin.
  • Bazîdiyospor (basidiospore): Sporên zayendî yên karokên bazîdiyomîkotayan e, di pêkhateya bi navê bazîdiyumê de tên behemkirin.
  • Asîospor (aeciospore): sporên cotnavikî yên karokên kufikê, di beşa asiyumê (bi înglîzî:aecium) ya karoka kufikê de tên berhemkirin.
  • Uredîospor (urediospore): sporên karokên jengê. Di çerxa jiyana karokên jengê de di qonaxa urediyumê (bi înglîzî: uredium) de tên berhemkirin.
  • Telîospor (teliospore) Di liqê bazîdiyomîkotayan de sporên karokên jengê. Sopor bi dîwarê stûr pêçayî ne û di qonaxa mitbûnê de ne,di beşa teliyum (bi înglîzî: telium) a karokê de tên berhemkirin.[10]
  • Oospor (oospore): sporên bi dîwarê stûr in. Di oosifera (bi înglîzî: oosphere) pîtandî ya hin kevzên avê, karok û karokên avê de tên berhemkirin.
  • Karpospor (carpospore): Sporên dîploîdî yên kevzê avê yên cora sor in. Piştî pîtandinê di beşa karpogoniyuma (bi înglîzî: carpogonium) kevzê de tên berhemkirin.
  • Tetraspor (tetraspore):Di kevzên avê yên sor de di carek de çebûna koma sporan a ji çar sporan ko, du spor diperisin bo kevzên mê û du spor jî diperisin bo kevzên nêr.[11]
  • Endospor-Spora navekî (endospore): Xaneyek bi bergê stûr, bi bergiriya qayim û di qonaxa mîtbûnê de ko di jingeha neguncav de di nav xaneya hin bakteriyan de tê çêkirin. Endospor bakteriyê ji bandora neyînî ya hawirdorê diparêze, gava şert û mercên jîngehê guncav bû, spor ji qonaxa mitbûnê derdikeve û diperise bo bakteriyê.
 
  • Miyospor (meiospore): spora bi dabeşbûna miyozê hatiye çêkirin
  • Mîtospor an jî konîdiyum (mitospore or conidium): spora bi dabeşbûna mîtozê hatiye çêkirin.
  • Mîkrospor (microspore): spora haploîdî ya riweka kûlîlkdar, diperise bo polenê.
  • Megaspor an jî makrospor (megaspore or macrospore): spora haploîdî ya di hêkdanka riwaka kulîlkdar de çêdibe û diperise bo gametofîta mê ya bi hêkoke yê.[12]
  • Zoospor (zoospore): Di hin bakterî, karok û kevzên avê de tê berhemkirin. Spora nezayendî ye, dîwarê xaneyê lixwe nagire, xwediyê du qamçiyan e û bi alikariya qamçiyê cih diguherîne.
  • Aplanospor (aplanospore): Spora bêqamçî û neliv a nezayendî ya ji aliyê hin karok û kevzan ve tê berhemkirin.[13].
  • Otospor (autospore): spora neliv a kevzên avê ye, he ko ji xaneya mak nehatiye berdan, geşe û peresîna xwe temam dike.[14]
  • Balîstospor( ballistospore): Spora ji spordana karokê ber bi hewayê bi zorê tê paldan.[15]
  • Statîsmospor (statismospore): Spora ko beyî xerckirina enerjiyê, ji spordana karokê tê berdan.[16]

Girêdanên derve

Çavkanî

  1. Jump up to:a b Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  2. ^ Spore. Merriam-Webster.com Dictionary, Merriam-Webster, [1]. Accessed 7 Aug. 2025.
  3. ^ Cullen, K. E. (2009).Encyclopedia of Life Science. Newyork: Facts On File, Inc
  4. ^ Panawala, Lakna. (2017). Difference Between Spores and Seeds.
  5. ^ Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  6. ^ The Editors of Encyclopaedia Britannica. "spore". Encyclopedia Britannica, 25 Jul. 2023, [2]. Accessed 29 July 2025.
  7. ^ Maggs, Christine & Callow, Maureen. (2003). Algal Spores. 10.1038/npg.els.0000311.
  8. ^ monospore. Oxford Reference. Retrieved 6 Aug. 2025, from [3]
  9. ^ Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  10. ^ The Editors of Encyclopaedia Britannica. "teliospore". Encyclopedia Britannica, 7 Nov. 2016,[4]. Accessed 6 August 2025.
  11. ^ Andersen, Robert A., Lewin, Ralph A.. "algae". Encyclopedia Britannica, 9 Jun. 2025, [5] Accessed 7 August 2025.
  12. ^ Starr, C. (2007). Biology:concepts and applications (7th ed.). Boston, MA: Cengage Learning.
  13. ^ "aplanospore ." A Dictionary of Plant Sciences. . Encyclopedia.com. 18 Jul. 2025 [6]
  14. ^ “Autospore.” Merriam-Webster.com Dictionary, Merriam-Webster, [7]. Accessed 5 Aug. 2025.
  15. ^ The Editors of Encyclopaedia Britannica. "ballistospore". Encyclopedia Britannica, 24 Aug. 2015, [8]. Accessed 5 August 2025.
  16. ^ Statismospore. Oxford Reference. Retrieved 5 Aug. 2025, from [9]

2025/01/08

Endospor


Here nagîvasyonêHere lêgerînê
Di bin mîkroskoba elektronî de endospora bakteriya Carboxydothermus hydrogenoformans

Ji ber rû bi rû mayina bi hawirdorek neguncav, di nav xaneya bakteriyê de, bi bergê stûr, bi bergiriya qayim û di qonaxa bêdengî de xaneyek tê çêkirin ji vê pêkhateyê re tê gotin endospor an jî spora navekî (bi înglîzî: endospore).[1]

Gava di hawirdorê de xurek pir hindik be, an jî hawirdor bi awayekî neasayî pir germ bibe, an pir sar bibe, ziwa bibe, an jî pêkhateya kîmyayî ya hawirdorê bi awayekî neyînî biguhere, hin bakterî li dij van guherînên hawirdorê bertek nîşan didin, endospor çêdikin û dikevin qonaxa bêdengiyê (bi înglîzî: dormant state).[2]Bi kurtî, bakterî bi çêkirina spora navekî, xwe ji bandora neyînî ya hawirdorê diparêzin.[3]

Pêvajoya sporbûnê

Bakteriya ko dikare endospor çêbike, lê hê di qonaxa endosporê de nîn e, wekî di qonaxa vejetayî de tê hesîbandin. Di vê qonaxê de, xaneya bakteriyê jî wekî xaneya vejetayî (bi înglîzî: vegetative cell) tê navkirin. Ango xaneya vejetayî, xaneya asayî ye. Guherîna xaneya prokaryotî bo çêkirina endosporê, wekî sporbûn (bi înglîzî: sporulation) tê navkirin.

Pêvajoya sporbûnê di xaneya vejetayî de bi duhendebûna ADN-yê û bi çêkirina navbirek (bi înglîzî: septum) dest pê dike. Navbir, xaneyê bi awayekî neyeksan dabeş dike. Di beşa piçûk de ji bilî hinek ji rîbozomên bakteriyê û kopiya ADN-ya bakteriyê, di nav sîtoplazmayê de, asîda dîpîkolînî (bi înglîzî:dipicolinic acid) û îyonên kalsiyumê (Ca2+) û hin madeyên din cih digirin. Hema %10ê giraniya ziwa (hişk) ya spora pêşî ji asîda dîpîkolînî pêk tê.ADN-ya endosporê, kopiya kromozoma bakteriyê ye û bi parzûnek ji xaneya bakteriyê tê cudakirin. Di vê gavê de bakterî wekî zîndewerek duxaneyî xuya dibe. Xaneya piçûk wekî spora pêşî (bi înglîzî: forespore) tê navkirin. Spora pêşî diguhere bo spora navekî. Piştî çêbûna endosporê, diwarê xaneya mak (bakterî) hildiweşe û endospor derdikeve derve.

Di qonaxa spora navekî de bakterî ji bo demek dirêj bêyî bidestxistina xurek û av, bêdeng dimîne. Gava şert û mercên hawirdorê ji bo bakteriyê guncav dibe, endospor zîl dide, diguhere bo bakteriya asayî û hemû karlêkên metabolî yên bakteriyê ji nû ve dest pê dikin.[3]

Sporbûn û Spordan

Bi gelemperî gava di hawirdorê de xurek kêm dibe an jî şert û mercên hawirdorê nebaş dibe, sporbûn jî dest pê dike. Sporbûn bi gelemperî di bakteriyên Gram + de rû dide. Hin corên bakteriyên ji tuxmên (bi înglîzî: generaBacillus û Clostridium, endospor çêdikin.[4]Pêvajoya sporbûnê ne qonaxek asayî ya çerxa jiyana xaneyê ye, sporbûna bakteriyê navberek e ji bo çalakiyên jiyanê û di rewşa awarte de rû dide.

Di hin riwekkarok û kevzan de pirbûna nezayendî bi çêkirina sporan rû dide. Ango spordan (bi înglîzî: spore formation) corek pirbûna nezayendî ye. Loma, endospor (spora navekî) û spor ne heman tişt in. Bakterî bi endosporê pir nabe, tenê xwe ji bandora neyînî ya hawirdorê diparêze. Di pêvajoya sporbûnê de, ji bakteriyek tenê yek endospor peyda dibe, ango hejmara bakteriyê naguhere.[2]

Pêkhateya endosporê

Endospor bi rêzek qalikên yeknavendî pêçayî ye.

Endospor bi rêzek qalikên yeknavendî (bi înglîzî:concentric shells) pêçayî ye. Qalik li dij hawirdora neguncav de bergirî dabîn dikin, pêwendiya navbera endosporê û hawirdorê rêk dixin. Herwiha zîldana endosporê hêsan dikin.[5]

Kakil (core)

Beşa navî ya endosporê ye. Di kakilê de kopiyek ADN-ya bakteriya mak, hinek rîbozom, ARN-guhêzerenzîm, proteîn û hin madeyên nav sîtoplazmaya xaneya mak cih digirin. Proteîn ADN-yê ji bandora neyînî ya tîrojên serbinefşî diparêzin. Dema zîldanê (bi înglîzî: germination), enzîmên kakilê çêkirina proteînên nû didin destpêkirin. Di kakilê de asîda dîpîkolînî heye. Ev asîd û îyonên kalsîyumê li dij germahiyê, bergiriya sporê dabîn dikin. Bi zîldana endosporê; kakil, parzûna plazmayê û dîwarê xaneyê tevlê pêkhateya xaneya bakteriya nû dibin.

Parzûna plazmayê (plasma membrane)

Ji parzûna xaneya makê çêbûye. Wekî parzûnek asayî ji coteçînên fosfolîpîdê pêk tê. Piştî zîldana endosporê, tevlê çêbûna parzûna xaneya bakteriya nû dibe

Dîwarê xaneyê (cell wall)

Ji diwarê xaneya makê peyda bûye. Ji peptîdoglîkanan pêk tê. Xweragiriya pestoya osmozî ya kakilê dabîn dike. Li dawiya qonaxa bêdengiya sporê, tevlê pêkhateya dîwarê bakteriya nû dibe.

Tûkila endosporê (endospore cortex)

Tûkila endosporê pêkhateyek stûr e, li aliyê derveyî dîwarê xaneyê de cih digire û ji peptîdoglîkanan pêk tê. Ji bo hişkmayîna (bêavmayîn) kakila endosporê û berdewamiya qonaxa bêdengiyê ya endosporê, pêdivî bi çîna tûkilê heye. Piştî qonaxa daqurtandinê ya sporbûnê, tûkil di nav valahiya navbera parzûnên ko spora pêşî dorpêç dikin (parzûna derve û parzûna navî) de tê çêkirin. Proteînên ku ji bo senteza tûkilê berpirsiyar in, hem di beşên spora pêşî û hem jî di xaneya mak de têne hilberandin. Ji bo ko endospora bakteriyê zîl bide û zindeçalakiyên bakteriyê ji nû ve dest pê bikin, divê pêşî peptîdoglîkanên tûkilê bi çalakiya enzîmên taybet werin hilweşandin.[6]

Bergê endosporê (endospore coat)

Çînek stûr a ji proteînên dişibin keratînê pêk tê. Di navbera tûkil û egzosporyumê de (heke hebe) cih digire. Piraniya proteînên endospore di bergê de cîh digirin, proteînên bergê, bi komên dîsulfîd ve dewlemend in. Berg li dij germahî, hişkayî, sermahî, madeyên kîmyayî yên jehrevî (toksît) û dijetenan bergiriyê dabîn dike. Bandora bergê li ser zîldana endosporê jî heye.[7]Heke di endosporê de çîna egzosporyumê tune be, têkiliyên endosporê bi hawirdorê re ji aliyê bergê sporê ve tê rêkxistin.[8]

Egzosporyum (exosporium)

Çînek sist e, li ser bergê endosporê de çêdibe, lê di hemû endosporan de çênabe, bi gelemperî di hin corên bakteriyên Bacillus and Clostridium de peyda dibe. Ji ber ko çîna egzosporyum aliyê derveyî endosporê dadipoşîne, têkiliya endosporê bi hawirdora wê re rêk dixe. Girêdana sporê û zîldana sporê han dike. [9]Wekî mînak; di endospora bakteriya bi navê Bacillus anthracis de egzosporyum heye û ji çewrî û glîkoproteînan pêk tê. [10]

Gavên sporbûnê di bakteriyan de

Gavên sporbûnê hema di hemû bakterîyên sporçêker de heman e. Di pêvajoya sporbûnê de, di xaneyê de du pêkhate hene; xaneya mak û spora pêşî. Sporbûn bi 7 gavên serekî rû dide.

Gava yekem, wekî qonaxa sifir (0) tê navkirin. Di vê qonaxê de xaneya bakteriyê (xaneya vejetayî) geşe dibe.

Di gavên yekem û duyem de ADN duhende dibe, dabeşbûna neyeksan a xaneyê rû dide. Piştî duhendebûna ADN-yê, beşek parzûna plazmayê di nav sîtoplazmayê de, ber bi kopiyek ADN-yê dirêj dibe û navbirek çêdike. Bi vê awayî di nav xaneya bakteriyê de xaneya duyem peyda dibe. Di dabeşbûna asayî ya bakteriyan de, piştî dabeşbûna nîvekî (dukerdbûn) du xaneyên bi heman qebareyê peyda dibin. Lê di sporbûnê de qebareya xaneyan yeksan nîn e. Di xaneya bakteriyê de du beşên bi qebareya cuda peyda dibe: yek başa piçûk a wê bibe endospor, a din beşa fireh a xaneya mak.

Di gava seyem de beşa piçûk ji aliyê xaneya mak ve tê daqurtîn. Pêkhateyek cotparzûnî ya bi navê spora pêşî peyda dibe. Ango ji bo spora pêşî baş were parastin, êdî bi du parzûnên yeknavendî (bi înglîzî: concentric) hatiye pêçandin.[11]Di vê gavê de di spora pêşî de; kopiyek ADN-ya bakteriyê, hinek rîbozomên bakteriyê, hinek sîtoplazma û madeyen nav sîtoplazmaya bakteriyê bi parzûnê pêçayî ne û ji xaneya bakteriyê (xaneya mak) hatine cudakirin.

Di gava çarem de di navbera herdu parzûnan de, parzûna derve û ya navî de, dîwarê xaneyê û tûkil ji çîna peptîdoglîkan a parzûnan ve tê çêkirin. Dîwarê xaneyê piştî zîldayîna endosporê wê bibe dîwarê xaneya bakteriya nû.

Di gava pêncem de bergê sporê çêdibe. Berg pêkhateyek aloz a ji proteînan e. Pêkhateya proteînên bergê endosporê, dişibe proteîna keratînê.

Di gava şeşem de ji bo qayimkirina endosporê, bergiriya spora pêşî li dij tîrojdana serbinefşî (bi înglîzî: UV radiation) û germahiyê tê xurtkirin. Di hinek bakteriyan de, wekî mînak; bakteriyên oksandina metanê (bi înglîzî: methane-oxidizing bacteria) de çînek bi navê egzospor jî ava dibe û hemû endosporê digire nav xwe.

Di gava heftem de geşebûn û peresîna endosporê temam dibe û endospor ji xaneya mak, ber bi hawirdorê tê berdan.[12]

Hin taybetmendiyên endosporan

Endospor pêkhateyên bêdeng in, di dirêjiya qonaxa bêdengiyê de zîndeçalakiyên metabolî rû nade.

Endospor di hawirdora pir germ, an pir sar (cemidî), hişk (ziwa) an jî di tunebûna xurek de, dikarin sax bimînin.

Bergiriya endosporê ji ber van pêkhateyan saz dibe; kalsiyum, asîda dîpîkolînî, proteînên bi ADN-yê ve girêdayî, hişkiya (kêmavî) tûkila sporê û enzîmên tamîrkirina ADN yê.

Di hin coran de, bergiriya endospore ewqas xurt e ko endospor di nav avê de bi qasî saetek were keleandin jî hê sax dimîne. An jî dibe ko bi sedan salan di nav ava cemidî de sax bimîne.[2]

Ji ber ko piraniya corên endosporan di nav ava kelandî de jî sax dimînin, ji bo kuştina hemû endosporan, amurên laboratiwar û nexweşxaneyan, di bin pestoya berz de, heta 121 °C tên germkirin.[13] Herwiha ji bo konservekirina xurekan jî germahiya 121 °C tê bikaranîn.[14]Li gor xaneyek asayî, di endosporek de av pir hindik e, bi rêjeya %15yê ye. Herwiha endospor asîda dîpîkolînî lixwe digirin. Kêmasiya avê û hebûna asîda dîpîkolînî, bergiriya endosporê li dij germahiyê zêde dike.

Arkea jî wekî mîna bakteriyan, tekxaneyî ne û ji xaneya prokaryotî pêk tên. Di arkeayan de sporbûn rû nade. Arkea li ser rûyê xaneyê de enzîmên taybet û bêhempa çêdikin. Ev enzîmên taybet, xaneyê ji sermahiyê, germahiyê û ziwabûnê diparêzin.[2]

Di zîndewerên navikrasteqîn (êkaryot) de jî pêvajoya çêkirina endospor rû nade. Endospor tenê ji aliyê xaneya bakteriyê ve tê çêkirin.

Zîldana endosporê

Herçiqas endospora di qonaxa bêdengiyê de be jî, haya wê ji hawirdorê heye. Heke rewşa hawirdora wê ber bi başiyê ve biguhere, endospor zîl dide û diguhere bo xaneya vejetayî (xaneya bakteriyê). Zîldana (bi înglîzî: germination) endosporê ji aliyên xurekemadeyan an jî hokarên nexurek ve tê hankirin. Xurekên zîldanê didin destpêkirin, wekî xurekên zîlker tên navkirin. Di xwezayê de dibe ko asîdek amînî, şekir, an jî nukleozîdên purînê xurekên zîlker bin (bi înglîzî: nutrient germinants).[15]

Xurekên zîlker bi wergirên parzûna navî ya endosporê ve tên girêdan, ji kakila endosporê asîda dîpîkolînî, hin kalsîyum û katiyonên din tên berdan. Li dewsa madeyên hatine berdan, av dikeve nav kakilê. Peptîdoglîkanên tûkila endosporê bi şîbûneyê tên hilweşandin. Ji ber girtina avê, qebareya kakila endosporê zêde dibe loma dîwarê xaneyê jî fireh dibe. Gava bi têra xwe av ket nav kakilê, enzîmên endosporê çalak dibin û karlêkên metabolî yên endosporê jî dest pê dikin. Proteîn û molekulên din tên berhemkirin û endopsora zîldayî diguhere bo xaneya vejetayî. Bi zîldana endosporê, bakteriya nû ne ji hemû beşên endosporê, lê ji kakil, parzûna navî û dîwarê xaneyê çêdibe.

Endospor û nexweşî

Çendan corên bakteriyên çêkerê sporan, dibin sedema çêbûna nexweşiyê di mirov de.

Nexweşiya birîna reş,(şarbon) (bi înglîzî: anthrax) ji aliyê bakteriya Bacillus anthracis ve tûşê mirov dibe. Endospora vê bakteriyê wîsa xurt û qayim e ko ji aliyê hin devletan ve tê plankirin ko li dij mirovan wekî çekê şer were bikaranîn.

Hokara nexweşiya tetenozê (bi înglîzî: tetanus) bakteriya Clostridium tetani ye. Endosporên bakteriyê pir qayîm in. Dibe ko di nav axê de an jî li ser rûyê metalek de, wekî mînak li ser rûyê kêr an jî bîzmarek te ji bo demek dirêj sax bimînin. Loma dibe ko ji ber birînek kûr, ji nav axê, an jî ji bizmarek tûşê mirov bibin.[16]

Bakteriya Clostridium botulinum dikare tûşê xurekan bibe. Gava xurek tên konservekirin, heke xurekên tûşê Clostridium botulinumê bûne, bi têra xwe neyên germkirin û kelandin, endospor sax dimînin. Paşê endospor di nav konserveyê de, di hawirdora bêoksîjenî de zîl didin û xaneyên bakteriyê di nav xurekê de pir dibin.[17]Di vê demê de bakterî li gel gazên amonyak (NH3) û karbona dioksîdê, madeyên jehrî jî çêdikin û berdidin nav konserveyê. Heke mirov van konserveyan bixwe, di mirov de ji ber jehrîbûna xurekê nexweşiya botulîzmê peyda dibe. Jehra botulîzmê di masûlkeyên koendama henaseyê de û masûlkeyên destûpê de dibe sedema peydabûna îflîcbûnê (felcbûnê).[18]

Girêdanên derve

Çavkanî

  1. ^ Rittner, Don, and Timothy Lee McCabe. Encyclopedia Of Biology. Facts On File, 2004.
  2. Jump up to:a b c d Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  3. Jump up to:a b Parker, N., Schneegurt, M., Tu, A. T., Forster, B. M., & Lister, P. (2016). Microbiology. Houston, Texas: Rice University.
  4. ^ Postlethwait, J. H., & Hopson, J. L. (2006). Modern Biology. NY, United states: Holt Rinehart & Winston.
  5. ^ Driks .Eichenberger . 2016. The Spore Coat. Microbiol Spectr 4:10.1128/microbiolspec.tbs-0023-2016. [1]
  6. ^ Popham .Bernhards . 2015. Spore Peptidoglycan. Microbiol Spectr 3:10.1128/microbiolspec.tbs-0005-2012. [2]
  7. ^ Adriano O. Henriques, and Charles P. Moran, Jr. Structure, Assembly, and Function of the Spore Surface Layers Annual Review of Microbiology  Volume 61, 2007 [3]
  8. ^ Driks .Eichenberger . 2016. The Spore Coat. Microbiol Spectr 4:10.1128/microbiolspec.tbs-0023-2016. [4]
  9. ^ Lablaine , Serrano , Bressuire-Isoard , Chamot , Bornard , Carlin , Henriques , Broussolle . 2021. The Morphogenetic Protein CotE Positions Exosporium Proteins CotY and ExsY during Sporulation of Bacillus cereus. mSphere 6:10.1128/msphere.00007-21. [5]
  10. ^ Norris, M.H., Bluhm, A.P., Metrailer, M.C. et al. Beyond the spore, the exosporium sugar anthrose impacts vegetative Bacillus anthracis gene regulation in cis and trans. Sci Rep 13, 5060 (2023). https://doi.org/10.1038/s41598-023-32162-x
  11. ^ Kadner, Robert J. and Rogers, Kara. "bacteria". Encyclopedia Britannica, 22 Dec. 2024, [6]Accessed 3 January 2025.
  12. ^ KPrabhat K. Talukdar, Valeria Olguín-Araneda, Maryam Alnoman, Daniel Paredes-Sabja, Mahfuzur R. Sarker, Updates on the sporulation process in Clostridium species, Research in Microbiology,Volume 166, Issue 4,2015 [7].
  13. ^ Reece, Jane B. Campbell Biology : Jane B. Reece ... [et Al.]. 9th ed., Boston, Ma, Benjamin Cummings, 2011.
  14. ^ Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.
  15. ^ Peter Setlow, Spore germination, Current Opinion in Microbiology, Volume 6, Issue 6,2003, Pages 550-556, ISSN 1369-5274,[8].
  16. ^ Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  17. ^ The Institut Pasteur,  Botulism [9]
  18. ^ Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).