Celadet Alî Bedîrxan

Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)

2021/12/31


    Zê an jî vajîna, borriyek masûlkîye di navbera stûyê malzarokê û devê zêyê de.
Di zimanê latînî de ji bo kalanê xençerê an jî kalanê şûrê, peyva “vāgīna “ (bi inglîzî: vagina) tê bikaranîn.
Zê endamek nav laşê mêyan e ji bo wergirtina spermên nêrê. Ango zê endama cotbûnê ye, spermên ji laşê nêr bi navbeynkariya çûkê li nav zêyê vala dibe û ji vir jî sperm ber bi malzarokê diçin. Li dawiya ducaniyê, dema zarokbûnê (zarokanînê) de dergûş ji malzarokê derbasê nav zêyê dibe û zayîna dergûşê rû dide. Loma zê wekî coga zayînê jî tê navkirin. Nêzikê devê zêyê de perdeya keçanî cih digire. Perdeya keçanî ya mirovên keçîn bi awayek qismî girtî ye, loma dema xwîndîtinê (mehik) de hêka nepîtandî û pêkhateyên ji diwarê hilweşayî yê malzarokê bi navbeynkariya zêyê di nav perdeya keçanî de tên avêtin
Zê di navbera mîzdank û tortorîkê de cih digire. Di laşê jinên temenê pêgihîştî de dirêjiya zêyê bi qasî 10 cm e. Masûlkeyên dîwarê zêyê firehbûn û şidandina coga zêyê rêk dixe. Coga zêyê bi perdeya lîncê dapoşî ye. Madeya linc rûyê zêyê diparêze û şêdar (şil) dike. Zê xwediyê rijênan nîn e, madeya linc ji malzarok û ji stûyê malzarokê tê derdan.
Diwarê coga zêyê ji sê çînan pêk tê. Çîna derve ji çîna bestereşaneyê, çîna naverast ji lûsemasûlkeyan, çîna navî ji rûkeşeşaneyê pêk te. Rûkeşeşane ji rûkeşexaneyên pahn ên firerêzî (bi înglîzî: stratified squamous epithelium )pêk tê.
Rûyê çîna navî qurmiçî ye. Qurmiçên zêyê temasa coga zêyê û çûk zexmtir dike, ev temas çûkê han dike. Qurmiçên zêyê û çîna masûlkî firehiya coga zêyê rêk dixin. Bi vî awayê dema cotbûnê, firehiya zêyê bi qasî stûriya çûk, dema zayînê jî bi qasî serê dergûşê tê firehkirin.
Di rewşa asayî de zêya mêya tendurist (saxlem), warê bakteriyên ji cinsê laktobasîlus(bi latînî: lactobacillus) e. Evana bakteriyên sûdbexşin ji bo mirov. Ji çalakiya van bakteriyan, asîda laktîk peyda dibe, ji ber hebûna asîdê pH a zêyê dadikeve derdora 4.9 and 3.5ê. Ev hawirdora asîdî rê li ber pirbûna bakterî û karokên ziyanbexş digire û mêyan ji hokarên nexweşiyê diparêze.
Asîdiya zêyê ji bo sperman xeteriyê, heke sperm rasterast valayê nav zêyê be, dibe ko hemû sperm di demak kurt de bimirin û pîtîna hêkê rû nede. Ji po parastina sperman, sperm di nav tovavê de tên berdan, tovav şileyek alkalî ye, pHa nav zêyê rêk dixe, asîdiya wê kêm dike û ji bo sperman hawirdorê guncav dike.
*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.





2021/12/28

Endamên derve yê koendama zaûzê ya mêyê

 

    Mêyekoendama zaûzê ji endamên derve û endamên navî pêk tê. Endamên derve, her wekî ji navê wan jî diyar e, li derveyê laş de cih digirin. Endamên derve yê koendama zaûzê ya mêyê bi tevahî wekî vulva tê navkirin vulva ji beşên li jêr pêk tê.

-lêvên mezin
-lêvên biçûk
-devê zê
-devê mîzerê
-gilik(klîtorîs)
-perdeya keçinî
-rijênê Bartholin
-rijênê Skene
Sê erkên sereke yê endamên derve yên mêyekoendama zaûzê heye;
1.Cotbûn û wergirtina sperman hêsan dikin.
2.Rê li ber hokarên nexweşiyê digirin ko endamên navî tûşê nexweşiyê nebin.
3.Li mêyan de hestê seksê peyda dikin.
--Lêvên mezin--
Lêvên mezin (bi latînî:labia majora) cotek pêkhateyên stûnî yên ji çerm in, ji binê girê rûv ber bi jêr dirêj dibin û endamên zaûzê yên derve dadipoşin û diparêzên. Derdora vulva bi lêvên mezin ve pêçayî ye. Di temenê pêgihîştînê de li ser rûyê lêvên mezin de mû dirêj dibin. Lêvên mezin ji çerm, bestereşaneya sist, lûsemasûlke û çewrî pêktê. Herwisa lêvên mezin rijenên xwêdanê û rijênên çewrî jî lixwe digire. Şaneyên lêvên mezin û yên tûrikê gun ji heman çavkaniyê peyda dibin. Ango lêvên mezin û tûrikê gun endamên homolog in.
--Lêvên biçûk--
Lêvên biçûk (bi latînî: labia minora) li aliyê navî yê lêvên mezin de dirêj dibin.
Devê zêyê û devê mîzerê û gilik ji aliyê lêvên biçûk ve tên parastin. Lêvên biçûk tenik in û hê pirtir pigment lixwe digirin. Her çiqas navên wan lêvên biçûk be jî, dibe ko di hin mêyan de lêvên biçûk ji yên mezin dirêjtir bin. Li ser rûyê lêvên biçûk de mû cih nagirin lê lêvên biçûk rijenên xwêdanê û rijênên çewrî lixwe digirin. Beşek ji lêvên biçûk çermê gopika gilikê pêk tîne.Levên biçûk ji şaneya pêşeng a mîzerê peyda dibin. Li dij temas û pestoyê, hestiyariya lêwan gellek zêde ye.
--Gilik--
Gilik an jî zîlik (bi înglîzî: clitoris) endama herî hestiyar e di nav endamên derve yê mêyekoendama zaûzêyê de. Gilik wekî gopikek biçûk xuya dibe. Li jorê devê mîzerêyê, li cihê ko herdu serên lêvên biçûk digîhêjên hev de cih digire. Gilik bi çermek dapoşî ye û lûsemasûlke û şaneya repker lixwe digire. Şaneyên çûkê û yên gilikê ji heman çavkaniyê ne, ango çûk û gilik endamên homolog in, lê gilik coga mîzerê lixwe nagire. Gilik gellek demarên hestê lixwe digire loma navend e bo handerkirina peydabûna hestê seksê li mêyan. Dema lê mêyê de hestê seksê peyda dibe, şaneya repker a gilikê bi xwîn tije dibe û diwerime. Li hin deverên Efrîqa, Rojhilata Navîn û Asya ligel mirovê nêr, mirovên mê jî tên sinetkirin (xetenekirin). Xetenekirina mêyan li hin deverên Kurdîstanê jî rû dide. Bi gelemperî xetenekirina mêyan ji jêkirina gopika gilikê pêk tê. Hin caran jî li gel gilikê lêvên biçûk jê tên jêkirin.
Li gor Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) tu feydeya sinetkirinê ji bo tendustiriya mêyan tune, loma WHO li dij sinetkirina mêyan e.
--Perdeya keçinî--
Di hundirê coga zêyê, li nezikê devê zêyê de perdeyek tenik heye, ev perde wekî perdeya keçinî (bi latînî: hymen) tê navkirin. Perdeya keçini perdeyek yekpare nin e, hinek beşên wê qul e. Bi vî awayê xwîn û hêka nepîtandî her meh ji zêyê tê derkirin. Gava cara ewil çûk dikeve nav zêyê, bi gelemperî perdeya keçinî diqelişe û hinek xwîn ji dalana zêyê tê derdan. Hin caran dibe ko perdeya keçinî piçek stûr be an jî piçek qaîşokî be û dema cotbûna ewil de neqelişe. Ango debe ko mirov keçîn (bi înglîzî: virigin) be, tu car bi kesî re neketibe nav têkiliya seksê, lê disa jî di têkiliya seksê ya ewil de perdeya keçanî neqelişe û xwîn neye.
--Rijênê Bartholin--
Rijênên Bartholin an ji rijênên dalanî cotek rijên in. Li jêrê herdu aliyên devê zêyê de cih digirin. Devê zêyê di navbera devê mîzerê û zotikê de cih digire. Her rijênek bi qasî nokek mezin e. Rijênên dalanî lincemade der didin nav zêyê. Bi taybetî gava hestê seksê lê mêyê de zêde dibe, derdana van rijênan jî zêde dibe û vulva şil dibe.
Dema têkiliya seksê de ji ber derdana rijênên dalanî devê zêyê şil û xijok dibe bi vî awayê çûk hêsantir dikeve nav zêyê.
--Rijênê Skene--
Li herdu aliyên devê mîzerê de rijenên Skene cih digirin. Rijenê Skene homologê rijênê prostatê ye. Her wisa ev rijên wekî prostata mêyan jî tê navkirin. Rijênê Skene derdana xwe ber dide nav mîzerêyê. Derdanên rijênê Skene mîzerêyê li dij hokarên nexweşiyê diparêze.
--Devê mîzerê--
Devê mîzerê di navbera gilik û devê zêyê de cih digire. Berevajiyê nêran, di laşê mêyan de hêk û mîz ne di heman rêyê de tên avêtin. Hêk ji zêyê, mîz jî ji mîzerêyê tê derkirin.
--Girê rûv--
Li jorê vulvayê, pêkhateyek heye bi navê girê rûv an jî girê venus e (bi latînî: Mons pubis/ mons veneris). Girê rûv çînek stûr a şaneyê çewrî lixwe digire û mîna laîfek kar dike. Di dema cotbûnê de hestiyê rûv û vulvayê diparêze. Girê rûvê mirovên pêgihîştî bi mûyan dapoşrav e û şeweyê sêgoşeyî ye.
* Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin










2021/12/19

Lûleya guhêzer

 

Lûleya guhêzer an jî coga guhêzer (bi latînî: vas deferens an jî ductus deferens) navê borriyên masûlkî ye di navbera alozeyan û mîzerê de.

Di zimanê latînî de ‘vas’ bi wateya lûle, ‘deferens’ bi wateya guhêztin, kişandin,birin tê bikaranîn. Ango ‘wateya vas deferens’ lûleya guhêzer e. Hin caran li dewsa vas deferens, peyva ductus deferens, ango coga guhêzer jî tê bikaranîn. Du erkên lûleya guhêzer heye; embarkirina sperman û guhêztina sperman.
--Anatomiya lûleya guhêzer--
Ji her gunek lûleyek guhêzer dirêj dibe, ango di laşê mirovê nêr de du lûleyên guhêzer heye. Spermên ji alozeyê derdikevin, dikevin nav lûleya guhêzer.
Lûleya guhêzer borriyek bi dirêjiya 50 cm ê, ji alozeyê di nav bendikê gunê (bi înglîzî: spermatic
cord) de ber bi jor dirêj dibe, di nav zikekelênê de ji bendikê gunê cihê dibe, li ser mîzdankê derbas dibe û li paş mîzdankê ber bi jêr dirêj dibe, digihîje coga avêtinê. Dirêjiya lûleya guhêzerê ji bo embarkirina sperman tê bikaranîn. Li nêzikê rijênê prostat, kotahiya lûleyên guhêzer piçek fireh dibe ev beşa firehbûyî dişibe kûpê. Di zimanê latînî de ji bo kûpên biçembil ên ji axê hatine çêkirin re peyva ‘amphora’ tê bikaranîn. Di zimanê înglîzî de amphora guheriye û bûye ampulla. Loma kotahiya firehbûyî ya lûleya guhêzer wekî ampulla tê navkirin. Kûp (ampulla) ji bo sperman wekî embar kar dikin. Cogên avêtinê bi mîzerê yê ve girêdayî ne. Heke ji bo demek dirêj sperm ji lûleya gûhêzer neyên avêtin, ji aliyê xaneyên li ser borrîka alozeyê ve tên hilweşandin û mijandin.
Ampulla bi çikildanê tovavê ve girê dibe û coga avêtinê peyda dibe. Herdu cogên avêtinê di nav rijênê prostat de bi mîzerêyê ve girêdayî ne.
--Pêkhateya lûleya guhêzer--
Lûleya guhêzer dîwarek stûr lixwe digire. Dîwarê lûleya guhêzer ji sê çînan pêk tê. çîna navî lînceperde ye, ji rûkeşeşaneyê pêk tê. Kûlkexaneyên rûkeş (bi înglîzî: ciliated epithelium), kulkên xwe dirêjê nav cogê dikin. Rûyê çîna navî qatqatî û qurmiçî ye û bi sperman ve di nav têkilîyê de ye. Çîna naverast a lûleya guhêzer, çînek masûlkî ye. Çîna naverast ji sê çînên lûsemasûlke pêk tê. Çîna navî ya masûlkî ji lûsemasûlkeyên dirêjkî, çîna naverast ji lûsemasûlkeyên bazinî û çîna derve jî disa ji lûsemasûlkeyên dirêjkî pêk tê. Masûlkeyên lûleya guhêzer dor bi dor, bi ahengî girj dibin û xav dibin çalakiya van masûlkeyan wekî perîstalsî tê navkirin. Arasteya perîstalsiya masûlkeyên lûleya guhêzer, ji alozeyê ber bi mîzerê ye. Ango sperm ji ber çalakiya lûsemasûlkeyên lûleya guhêzer, ber bi mîzerê tên paldan.
Çîna derve ya lûleleya guhêzer ji bestereşaneyê pêk tê. Lûleyên xwînê, lûleyên lîmfê û demar di nav çîna bestereşaneyê de cih digirin.
--Vazektomî, stewkirina nêran--
Vazektomî (bi înglîzî: vasectomy) corek niştergerî ye bo rêgirtina ducaniyê. Di nêran de lûleyên guhêzer tên birrîn û girêdan bi vî awayê avêtina sperman tê rawstandin.
Bi gelemperî vazektomî ji bo rêgirtina rûdana ducaniyê tê bikaranîn. Lê hin caran dibe ko di aloze an jî gunan de kulbûn (înfeksiyon) peyda bibe, vê gavê ji bo pêşî li kulbûnê were girtin û ziyan negihîje gunan, bi vazektomiyê pêwendiya gun û mîzerê tê qutkirin.
Piştê vazektomiyê di gunan de berhemanîna sperm û hormonan nasekine, didome, lê ji ber ko lûleyên guhêzer bi alozeyan ve girdayî nîn in, sperm di alozeyê de dimîne. Hormon bi navbeynkariya xwînê belavî laş dibin, loma vazektomî bandor li ser rêjaya hormonên nêrîneyê nake. Kesên vazektomî bûye dikare bi awayekî asayî bikeve têkiliya zayendî. Çûkê van kesan bi awayekî asayî rep dibe û avêtin disa rû dide. Di tovava avêtinê de tenê derdanên rijenê Cowper, prostat û çikildanên tovavê heye. Ango ji bo pîtîna hêkê sperm tune, loma her çiqas avêtin di nav zêyê de bêne berdan jî pîtîn û ducanî rû nade.
* Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirn





2021/12/12

Çûkê mirov

     

    Çûk, kîr, penîs an jî endamê zaûzê yê nêrînê (bi latînî: penis), endamê cotbûnê ye.

Çûk coga herî dawî ye bo derkirina sperm û mîzê. Ango du erkên sereke yê çûk heye; guhêztina sperman ber bi nav coga zaûzê ya mêyê û derkirina mîzê.

--Pêkhateya çûk--

Çûkê mirov ji du beşan pêk te; reg (bi înglîzî:root) û dox (bi inglîzî: shaft)
Regê çûk di nav laş de cih digire û çûkê bi hestiyên rûv ve girê dide. Beşa çûk a li derveyî laş de xuya dibe û dilive wekî dox tê navkirin. Hin caran li dewsa dox, ev beşa çûk wekî ten (bi inglîzî: body, corpus) jî tê navkirin. Doxê çûkê mirov li gel mîzerê, sê stûnên şaneyên repker ên îsfencî jî lixwe digire. Cotek şaneya repker li herdu aliyê doxê çûk de heta gopika çûk dirêj dibin. Evan pêkhateyan wekî kelêneten (bi latînî: corpora cavernosa / yekjimar :corpus covernosum ) tên navkirin. Li bin stûnên tenê kelenî(kelêneten), stûna tenê îsfencî (bi latînî: corpus spongiosum) dirêj dibe. Kelêneten li kotahiya doxê çûk te bi dawî dibe, lê tenê îsfencî heta gopika çûk dirêj dibe. Beşa mîzerêya nav çûk, bi tenê îsfencî dapoşrav e.
Kotahiya çûk wekî gopika çûk tê navkirin. Di gopikê de gellek demarekotahî cih digire, loma hestiyariya gopikê zêde ye.
Doxê çûk bi çerm dapoşrav e. Beşa çermê li ser gopika çûk,xwe li ser hev qat dike, bi vî awayê li ser gopika çûk de çêrmek livbar a ji duqatî peyda dibe. Ev çermê serê çûk wekî çermê sinetê tê navkirin. Cihû û misilman ji ber sedemên olî wê çermê jê dikin ev kar wekî xetenekirin an jî sinnetkirin tê navkirin.
Di şaneya repker de ji guherîna xwînber û xwînhêneran, valahiyên mîna şikeftên biçûk (kelên) peyda dibin. Gava xwestina seksê (şewhet) (bi înglîzî: sexual arousal ) li mirov zêde dibe, xwînberên çûkê fireh dibin, hê pirtir xwîn diherike nav xwînberan. Valahiyên şaneya repker bi xwîna ji xwînberan tijî dibe. Her ko xwîn diherrike nav şaneyê, pestoya xwîna nav şaneyan bilind dibe. Ji ber bilindbûna pestoyê, xwînhêner û xwînhênerokên ko xwînê ji çûk dûr dixin tên şidandin û girtin, ji ber zêdebûna xwîna nav şaneyên çûkê, qebareya çûk zêde dibe, çûk diwerime û rep dibe. Çûkê repbûyî dikare bi hêsanî bikeve nav zêyê û tovavê berde nav laşê mêyê. Piştê avêtinê an jî bi kêmbûna xwestina seksê dawî li repdariya çûk tê. Ji bo sistbûna çûk, xwînber teng dibin, herrika xwînê ya ber bi çûk kêm dibe, pestoya ser xwînberan dadikeve. Xwînberên di dema repbûnê de ji ber pestoya bilind hatîbûn girtin, bi kêmbûna pestoyê, ve dibin, xwîn bi navbeynkariya xwînberan ji şaneyên çûk dûr dikeve bi vî awayê çûk sist dibe û vedigere qebareya xwe ya asayî.
--Rekxistina repbûn û sistbûna çûk--
Repbûn û sistbûna çûk di bin kontrola demarekoendama xweyî de rû dide. Ji bo repbûnê gava yekem derdana nîtrojena monooksîd e.Nîtrojena monooksîd (NO), madeyek demareguhêzer e, ji aliyê demarên parasîmpasawî û xaneyên çîna endotelî ya kelênetenê ve tê derdan. Nîtrojena monooksîd hokara serekî ye bo xavbûna lûsemasûlkeyên xwînberên kelênetenê.
Dema xwestina seksê li mirov peyda dibe, nîtrojena monooksîd tê derdan. Nîtrojena monooksîd bi alîkariya enzîmek, berhemanîna guanozîna monofosfat a sîklîk (bi înglîzî: cyclic guanosine monophosphate ( cGMP)) hander dike. cGMP molekulek peyamber e, ji GTP (guanozîna sê fosfatî) tê berhemkirin. cGMF, bandor li cogên kalsiyumê yên li ser parzûna masûlkexaneyan dike. Cogên kalsiyumê tên girtin ji derve kalsiyum nayê nav masûlkexaneyan loma lûsemasûlkeyên li dîwarên xwînberên şaneya repker xav dibin. Bi xavbûna lûsemasûlkeyan, xwînber firehtir dibin hê pirtir xwîn tijî nav şaneya repker dibe. Di heman demê de xwînhêner teng dibin, nahêlin xwîn ji şaneyên çûk dûr bikeve, bi vî awayê repbûna çûk rû dide. Her ko di xaneyên lûsemasûlkeyan de asta cGMP bilind be, masûlke sist dimînin, herrika xwînê ya nav tenê kelênî didome, ango çûk repbûyî dimîne. Lê piştê avêtinê, divê çûkê repbûyî sist bibe û vegere qebareya xwe ya asayî. Di xaneyên lûsemasûlkeyên dîwarê xwînberê şaneya repker de hin enzîm ji bo helweşandina cGMP kar dikin. Navê van enzîmên hilweşîner, fosfodîesteraz e (phosphodiesterases(PDE)). Fosfodîesteraz (PDE) ne yek lê gelek cor in. Wekî mînak PDE1, PDE5, PDE9 hwd . Her ko PDE cGMPyê hildiweşîne, lûsemasûlkeyên li dîwarê xwînberan girj dibin, xwînber teng dibin, herrika xwînê ya ber bi şaneya repker a çûk kêm dibe, pestoya hawirdorê dadikeve. Bi kêmbûna pestoyê, xwînhêner ve dibin, xwîn ji şaneya repker dûr dikeve. Bi vî awayê qebareya şaneyên repker kêm dibe û çûk sist dibe.
--Têkçûna repbûnê--
Hin caran dibe ko di hin mîrovan de, ji ber hin sedeman repbûna çûk têk biçe an jî çûk bi têra xwe rep nebe. Bi gelemperî têkçûna repbûnê di temenê 50 salan şûn de peyda dibe.
Ji bo kesên bi pirsgirêka têkçûna repbûne (bi înglîzî: erectile dysfunction) hin derman tên bikaranîn. Viagra yek ji van dermanan e. Bi esle xwe viagra rê li ber hilweşîna cGMP digire bi vî awayê çûk repbûyî dimîne. Ji bo sekinandina helweşîna cGMP, divê çalakiyên enzîmên fosfodîesteraz bêne kêmkirin an jî rawestandin. Di viagrayê de madeyek bi navê rêgirê PDE5 (bi înglîzî: phophodiesterase inhibitor) heye. Ev made nahêle ko enzîma fosfodîestraz, cGMPyên nav masûlkexaneyan helweşîne. Ango gava mirov viagra digire, di masûlkexaneyan de cGMP kêm nabe loma masûlke xav dimînin û herrika xwînê ya nav şaneyên repker kêm nabe bi vî awayê çûk rep dibe an jî repbûna çûk ji bo demek dirêjtir didome. Demek şûnde rêgirê fosfodîesteraz tên hilweşandin û bandora viagrayê jî bi dawî dibe.
* Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.





2021/12/08

Aloze


Aloze (bi înglîzî: epididymis) giloka borrikeyek dirêj û li hev pêçayî ye, taybet e bo endamê zaûzê yê nêran.
Di cemserê jor ê gun de hemû spermeborrikên gun digihîjên hev û torekî ji 15-20 cogikên badayî pêk tînin. Ji wan cogikan re tê gotin cogikên derketî (bi latînî: ductuli efferentes). Li beşa serî ya alozeyê de hemû cogikên derketî bi lûleyek firehtir ve yek dibin, ev lûle wekî coga alozeyê an jî borrika alozeyê tê navkirin. Alozê ji giloka borrîkê pêk tê. Aloze li ser aliyê rûyê pişt ê gunan de cih digire.
Di zimanê grekî de ji bo alozeyê, peyva “epididumis” tê bikaranîn. Epididumis ji peyven epi + didumoipek tê. Wateya epî ‘li ser’, wateya didumis jî ‘cot an jî gun’e ango aloze pekhteyek li ser gun e.
Her alozeyek ji sê beşan pek tê; ser, ten û kilik.
Ser, beşa herî jor û ya herî gir a alozeyê ye, li aliyê jorê gun de cih digire. Ten li aliyê pişta gun ve girêdayî ye û ji jor heta jêrê gun dirêj dibe. Kilik beşa herî biçûk a alozeyê ye, li hêla jêrê gun de cih digire û bi gun ve girêdayî nin e. Di beşa dawî ya kilikê de, aloze ji gun cihê dibe û êdî wekî lûleya guhêzer tê navkirin.
Perisîn û gehîştina sperman di serî û tenê alozêyê de rû dide. Sperm di kilik de tên embarkirin.
Spermên negihîştî û nelîvbar ji spermeborrikan derbasî nav alozeyê dibin û li wir diperisîn. Xaneyên derdanî yên li ser dîwarê alozeyê, hin madeyan derdidin bo perisîna sperman[. Lûsemasûlkeyên borrîka alozeyê girj dibin, spermên nav alozeyê, ji serî ber bi kilikê tên guhêztin. Borrika alozeyê bi qasî 6 metre dirêj e, loma ji beşa ser heta kilikê guhêztina sperman dibe ko di 1 heta 12 rojan de pêk were. Her ko sperm di borrîka alozeyê de derbas dibin, sperm diperisin û dibin xwediyê şiyana livînê. Spermên gihîştî, heta avêtinê di kilikê de tên embarkirin. Borrîka alozeyê ji beşa ser û beşa ten heta beşa kilikê dirêj dibe. Li dawiya beşa kilikê de borrîka alozeyê firehtir dibe û lûlên (pêç) wê kêm dibe, ev borrîk êdî wekî lûleya guhêzer (bi latînî: vas deferens) tê navkirin. Dema avêtinê (bi înglîzî: ejaculation) ji herdu alozeyan, sperm ber bi lûleya guhêzer ve tên paldan. Heke spermên gihîştî bi avêtinê ji alozeyê neyên derpirandin, sperm dikarin bi qasî çend mehan di alozeyê de bi awayekî çalak bimînin. Dawiya dawî heke spermên gihîştî neyên avêtin, ji aliyê xaneyên li ser borrîka alozeyê ve tên hilweşandin û mijandin.

*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirn.
https://ku.wikipedia.org/wiki/Aloze

 

2021/12/05

Testosteron

 

Testosteron hormonek zaûzê ya nêran e, herî zêde di gunan de tê berhemkirin.

Hormona testosteron madeyek steroîd e. Steroîd corek çewerî ye. Zincîra karbonên steroîdan ji çar xelekên bi hev re girêdayî pêk tê, sê xelek şeşgoşeyî, xelekek jî pênc goşeyî ye.
Testosteron di xaneyên Leydig de tê berhemkirin. Xaneyên Leydig, xaneyên navber in di navbera spermeborrîkan de. Di laşê mirovê bi temenê pêgihîştî de %20ê giraniya gunan ji xaneyên Leydig pêk tê. Di laşê dergûşên nûbûyî de bi qasî çend mehan hejmara xaneyên Leydig zêdeye, di heman demê de di laşê dergûşê de derdana testosteron jî zêde ye. Di temenê zaroktiyê de di gunan de hema bêje qet ji xaneyên leydig namîne û ji gunan derdana testosteron jî radiweste.
Di destpêka temenê pêgihîştinê de hejmara xaneyên leydig û derdana hormona testosteronê zêde dibe, ev rewş dibe sedema peydabûna taybetiyên zayendî yên duyem û destpêkirina çêkirina sperman. Di dema perisîna korpeleyê de di laşê korpeleya nêr de berhemkirina testosteron girîng e bo çêbûna endamên zaûzê yê nêrê.
--Bandora testosteron di temenê korpeleyî de--
Di laşê korpeleyê 9-10 hefteyî de xaneyên leydig dest bi berhemkirin û derdana hormona testosteronê dikin. Di laşê korpeleyê (bi înglîzî: fetus) de du erkên serekî yê hormona testosteronê heye;
1. Cudahiya zayendî, çêbûn û perisîna endamên zaûzê di korpeleyê de.
Bi derdana testosteron, hin şaneyên korpeleyê diguherin bo çêbûna çûk û tûrikê gun. Heke testosteron neyê derdan şaneyên korpeleyê diguherin bo endamên zaûzê yên mêyê. Herwisa ji bo perisîna rijênê prostat, çikildanên tovavê jî pêdivî bi hormona testosteronê heye.
2. Ji zikekelênê ber bi tûrikê gun ve daketina gunan.
Gunên korpeleyê di zikekelênê de diperisin, du meh berê zayinê herdu gun ber bi jêr ve dilivin û dikevin nav tûrikê gun. Tûrikê gun, ji kîsekek bi çerm dapoşî pêk tê û ji berranê ber bi derve daliqandî ye. Erkê serekê yê tûrikê gun hênikkirina sperman e.
--Bandora testosteron di temenê pêgihîştî de--
Di laşê mirovê bi temenê pêgihîştî de du erkên testosteronê heye;
1.Bandora li ser endamên zaûzê
Testosteron qebareya çûk, gun û tûrikê gunan zêde dike. Ji destpêka temenê pêgihîştinê (10-14 salî) heta temenê 20 saliyê, çûk û gûn gir dibin. Herwisa ji bo berhemanîna sperman jî pêdivî bi testosteronê heye.
2. Bandora li ser peydabûna taybetiyên zayendî yên duyem (bi înglîzî: secondary sexual characters)
Di laşê nêran de çûk û gun, di laşê mêyan de zê û hêkdank taybetiyên zayendî yên yekem in.
Taybetiyên reftarî (bi înglîzî: behavioral) û fîzîkî yên ko nêran ji mêyan cuda dikin jî wekî taybetiyên zayendî yên duyem tên navkirin. Taybetiyên zayendî yên duyem ên nêran bi bandora hormona testosteronê, di dema temenê pêgihîştinê (bi înglîzî: puberty) peyda dibin. Testosteron xaneyên armanc de çêbûna proteînan hander dike, bi çêbûna proteînan jî di laşê nêran de guherîn rû dide. Ev rewş dibe sedema peydabûna taybetiyên zayendî yên duyem.
Ji ber bandora testosteronê ya li ser çêbûna proteînan, giraniya masûlkeyên nêran %50 zêdetir dibe. Testosteron leza guhêztina asîdên amînê bo xaneyên masûlkeyan bilintir dike. Di nav masûlkexaneyan de proteîn tê çêkirin û embarkirin, bi vî awayê qebareya masûlkeyan zêde dibe. Herwisa testosteron hilweşîna proteînan jî kêmtir dike.
Testosteron bandor li ser hestiyan jî dike. Bi bandora testosteronê, di hestî de hê pirtir proteîn tê berhemkirin û hê pirtir kalsiyum tê embarkirin bi vî awayê di laşê nêran de stûriya hestiyan zêdetir dibe.
Hormona testosteronê stûriya çerm zêde dike. Ji ber ko hê pirtir proteîn di çermê wan de hatiye embarkirin, çermê nerê mirovan ji yê mêyê mirovan stûrtir e. Herwisa testosteron derdana rijênên çewrî yên çerm zêde dike.
Di temenê zaroktiyê de mûyên laşê kur û keçan bê reng e, mîna hirî nerm e, zirav û kin e. Bi destpêka temenê pêgihîştinê, ji ber hormona testosteronê, mûyê laşê xortan diguhere, mû dirêj dibe, melanîn û stûriya mû zêde dibe, mû dibin mûyên mayînde. Bi taybetî rî, simbêl, mûyên li sing, mûyên binçeng û rûv, mûyên zik, mil û çîpên xortan hê pirtir diguherin û dibin mûyên mayînde. Di laşê keçan de mêjera testosteronê pir hindik e, loma ji xeynî mûyên binçeng û rêv bi gelemperî, mûyê laşê wan lawaz dimîne.
Bi bandora testosteronê; masûlkeyên qirrikê gir dibin, firehî û dirêjiya qirrikê zêde dibe, dengejê stûr dibin bi vî awayê dengê zirav ê zaroktiyê diguhere bo dengê stûr.
Di salên destpêka temenê pêgihîştinê de rêjeya metabolî ya bingehîn (bi înglîzî: basal metabolic rate), bi bandora testosteronê bi qasî %5 heta %10 zêde dibe. Ev zêdebûn ji ber çêbûna proteînan rû dide.
Testosteron bandor li ser xwîn û xaneyên xwînê jî dike. Ji ber handera testosteronê hejmara xirokên sor di temenê pêgihîştinê de gellek zêde dibine, di heman demê de plazmaya xwînê jî zêde dibe bi vî awayê qebareya xwîna nêran ji ya mêyan zêdetir dibe.
Di laşê nêran de rêjeya testosteronê, di temenê 20an de di asta herî bilind de ye. Piştê temenê 30yan, her sal rêjeya testosteronê qasî %1kêm dibe.
Li gel nêran, di laşê mêyan de jî hinek ji hormona testosteron tê berhemkirin. Rijenê adrenal û hêkdankên mêyan hinek testosteron berhem dikin. Testosterona di laşê mêyan de, dibe sedema xurtbûna mûyên rêv û binçeng. Herwisa testosterona mêyan dibe sedema peydabûna hestê zaûzêkirinê (lîbîdo) .
--Rekxistina hormona testosteron di laş de--
Ji destpêka temenê pêgihîştênê heta dawiya jiyanê, di laşê nêran de ji hîpotalamusê hormonên derpirandin tê derdan. Yek ji van hormonên derpirandinê,wekî hormona derpirandin a rijênên zaûzê (bi înglîzî: gonadotropin- releasing hormone,(GnRH)) tê navkirin. GnRH bi navbeynkariya xwînê digihîjê hîpofîzê. Ji ber bandora GnRH, ji pila pêş a hîpofîzê, hormona handerê çikildanê (FSH) û hormona handerê tenê zer (LH) tê derdan. LH di gunan de xaneyên Leydig hander dike bo berhemkirin û derdana androjenan. Andorojen navê gelemperî ye bo koma hormonên zaûzê yên nêran. Ango androjen li ser girbûn û perisîna koendama zaûzê ya nêran banor dikin. Testosteron androjena herî zêde û ya çalak e di laşê nêran de. Xaneyên leydig rojê bi qasî 6 heta 7 mg testosteron berhem dikin, bi vî awayê koendama zaûzê ya nêrê erkê xwe birêkûpêk cih tîne. Piraniya androjenan di gunan de tên berhemkirin, lê hinek ji di tûkila rijênê adrenal de tên berhemkirin. Bi bandora LHê di laş de asta rêjeya testosteron bilind dibe.
Testosteron girbûn xurtbûna koendama zaûzê ya nêrê dabîn dike, herwîsa çêbûna taybetiyên zayendî yên duyem jî hander dike.
FSH bi hevkariya testosteronê, di spermeborrîkan de xaneyên Sertolî hander dike ji bo çêbûna sperman. Bi bandora FSH, ji xaneyên Sertolî, hormonek tê derdan, ev hormon wekî hormona inhîbîn tê navkirin. Înhîbîn bandor li ser hîpofîzê dike û derdana FSH ê dide rawestandin. Bi vî awayê derdana testosteron jî tê kêmkirin.
Di laşê mirov de berhemkirina sperm û rêjeya testosteron bi rêka paşragihandina neyînî (bi înglîzî: negative feedback) tê rêkxistin.
Dema di xwînê de asta xestiya testosteronê nizim be, ev rewş hîpotalamuse hander dike bo derdana hormona derpirandinê. Lê heke di xwînê de xestiya testosteron ji asta asayî bilintir bibe, testosteron derdana GnRHê dide sekinandin. Bi rawestîna derdana GnRH, îcar ji hîpofîzê derdana LH û FSH tê sekinandin. Testosteron dikare derdana hîpofîzê bi tena serê xwe jî rawestîne. Hormona inhibin jî derdana FSHê kêm dike. Bi rêka paşargihandina neyînî, di xwînê de xestiya asayî ya FSH û LH tê rêkxistin, bi vî awayê hevsengiya navekî (bi latînî: homeostasis) tê dabînkirin.

* Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.