2026/08/25

Gîberellîn


Gîberellîn (bi înglîzî: gibberellin) komek ji hormonên geşê ne ko di riwekan de ji bo hankirina dabeşbûn û dirêjkirina xaneyan û hin kiryarên peresînê yên wekî dirêjbûna qedê, zîldana tovê, dawîkirina mitbûnê, derbirîna zayenda kulîlkê û derengxistina pîrbûna pel û fêkiyan kar dikin.[1]

Puxte

Ji van herdu şitilên cehê, şitila milê çepê mutant e,nikare bi têra xwe gîberellîn berhem bike, ji ber kêmasiya gîberellînê ceh piçûk maye. Rêjeya gîberellînê di şitila aliyê milê raste de di asta asayî de ye, loma şitil bi asayî dirêj bûye.

Hormonên gîberellînê di riwekên kulîlkdar, riwekên tovrût, serxeshezaz û hin karokan de tên berhemkirin.[2]Gîberellîn bi hankirina geşebûn û dabeşbûna xaneyan, dirêjbûna qed û pelên riwekê dabîn dikin. Li gel vê karê, di riwekan de kiryarên wekî geşebûna fêkiyan, dawîbûna mitbûnê, zîldana tovan jî bi bandora gîberellînan rû didin.[3]Di warê bazirganiyê de, gîberellîn herî zêde ji bo bidestxistina tiriyên bi hebikên gir û bêdendik tê bikaranîn. Li ser riwekê de reşandina giberellînê, navbera girêyên gûşiya tiriyê dirêj dike, bi wî awayê ji bo libên tiriyê cih firehtir dibe. Bi gelemperî gîberellîn bi oksînê hevakrî dike bo geşebûn û peresîna fêkiyan. Bi reşandina oksîn û gîberellînê, di kulîlkên sêv, kişmiş û balicanê de bêyî ko perîn rû bide û tov çêbibe, fêkî geşe dibin û diperisin.[4]

Dîrok

Di salên 1920an de biyologên japonî li ser nexweşiyek riweka birincê de lêkolîn dikirin.Di vê nexweşiyê de şitilên birincê yên tûşê nexweşiyê bûnê, li gor şitilên sax, bi qasî du qat hê pirirtir dirêj dibûn û zirav diman.‌[5]Ji ber ko qedê riweka birincê pir dirêj û zirav bû, zû ditewiyan û dişikestin, loma beyî ko libên birincê gir bibin, riwek dimirî.[6]

Di sala 1926ê de riwekzanê japonî Eiichi Kurosawa da zanîn ko wî hokara nexweşiya birincê keşf kiriye. Li gor xebatên wî, hokara nexweşiyê, karoka mişexwer a bi navê Gibberella fujikuroi bû. Gava şitilê birincê tûşê vê karokê dibû, qedê riwekê pir dirêj dibû. Kurosawa xebatên xwe pêşve bir û dît ko heke şileya ji parçeyêyên karokê hatiye bidestxistin (bi înglîzî: extract), li riwekek sax were lêxistin jî, birincê tûşê nexweşiyê dike.[2]

Neh sal şûnve zanyarên din ên japonî madeya ko dibe sedema nexweşiyê, ji şileya parçeyên karokan cihê kirin. Ji ber ko ew madeya kîmyayî ya hokarê nexweşiyê ji karoka Gibberella fujikuroi hatibû bidestxistin, zanyar navê gîberellîn dan madeyê.[6]

Di salên 1950an de lêkolîner keşif kirin ko li gel karokan, çeqên tenîştî yên riwekan jî gîberellîn berhem dikin.[3]

Pêkhateya kîmyayî ya gîberellînê di navbera salên 1950-1960ê de ji aliyê koma lêkolînerên brîtanî û koma lêkolînerên amerikî ve hat zelalkirin.[5]

Pêkhate

Gîberellîn bi gelemperî di plastîdan de ji glîseraldehîdê an jî ji pîruvatê tên berhemkirin.‌[1] Tovên hê negihîştî (bi gelemperî tovên dulepan), serikê regê, lûtkeya ajê, pelên ciwan û karok gîberellîn lixwe digirin.[7][5]Gîberellîn bi şaneya darik û şaneya niyan belavê hemû beşên riwekê dibin.[5]

Di pêkhateya kîmyayî ya hemû gîberellînan de sîstema xeleka giberellanê heye.[8]Hemû gîberellîn ji koma asîdên dîterpenoîd in, ango gîberellîn asîdên endamî yên lawaz in, loma gelek caran ne wekî gîberellîn, lê wekî asîda giberellîn tên navkirin û wekî GA (bi înglîzî: gibberellic acid) tên ravekirin. Gîberellîn pêkhateyên 19 an jî 20 karbonî ne. Di riwekan de bi gelemperî gîberellînên 19 karbonî wekî hormon kar dikin, lê riwek gîberllînên din jî lixwe digirin.[1]

Gîberellîn wekî GA1, GA2, GA3...tên navkirin. Bi gelemperî GA1, GA2 û GA4 sê gîberellînên çalak ên herî berbelav in ko wekî hormon kar dikin.[1]Îro êdî tê zanîn ko ji 100 zêdetir gîberellîn di riwekan bi awayekî sirûştî tên berhemkirin[9]

Hin corên gîberellînan di serxesan de wekî feremon kar dikin. Feremona gîberellînî ya ji gametofîtek tê berdan, dikare di gametofîta cîran de peresîna pêkhateyên nêrê han bike.[9]

Erkên gîberellînê

Di gelek corên riwekan de bikaranîna gîberellînan, dirêjbûna navbera girêyan han dike. Di riwekên yeklep (bi înglîzî: monocot plants) de, di binê tîxa pelê û di gopkeyê de merîstema navberî (bi înglîzî: intercalary meristem) heye. Gîberellîn bandor li merîstema navberî dike riwekê ji binê pelê ve dirêj dike.‌[10]

Di tovan de dawîkirina qonaxa mitbûnê, seferberkirina xurekên endospermê hin ji gelek kiryarên zîldan û peresîna tovê ne ko ji aliyê gîberellînan ve tên kontrolkirin.[10] Embriyoya tovê çavkaniyek dewlemend e bo gîberellînan. Gava tov ji dorhêla xwe av digire, ji embriyoyê berdana gîberellînan sinyal dide tovê ko dawî li mitbûnê bîne û zîl bide.[3]

Di jîngehê de ji bo dawîbûna qonaxa mitbûnê û destpêkirina zîldanê, pêdiviya gelek tovan bi rûbirûmayina sermayê an jî ronahiyê heye, paşê tovê wan zîl didin. Lê hin tov bi alîkariya gîberellînê dikarin zîl bidin. Wekî mînak, heke gîberellîn li ser tovên titûn û xamkêsanê yên di qonaxa mitbûnê de ne, were reşandin, pêdiviya van bi ronahiyê an jî sermayê namîne, tov ji qonaxa mitbûnê derdikevin û bi asayî zîl didin.[4][6]

Tirîyên bêtov bi rêbazên çandiniyê yên standard têne bidestxistin û tovên piçûk ên nexuya lixwe digrin, tovên wan naperisin. Ji ber ko gîberellîn ji aliyê tovan ve tê berhemkirin û peresîna fêkiyan û dirêjbûna bistîkê di bin kontrola gîberellînê de ne, van corên tiriyê bi gelemperî xwediyê gûşiyên gûr ên bi fêkiyên piçûk in. Tiriyên ber bi gihîştinê bi gîberellînê tên dermankirin bo hankirina çêbûna fêkiyên bi qebareya gir û gûşiyên bi fêkiyên seyrek. Ev rewş rê li ber egera tûşbûna hokarên nexweşiyê yên wekî kûfikê digire.[11]

Ji embriyoyê berdana hormona gîberellînê, çêkirina amîlazê han dike.

Gava tov ji qonaxa mitbûnê derdikevin û şîn dibin, enerjiya xwe ji xurekên ko di nav tovê de embarkirî dabîn dikin. Di tovên giyayan de, wekî mînak di tovê ceh de, xurek di endospermê de bi şêweyî nîşa embarkiriye. Nîşa rasterast nayê bikaranîn, divê pêşî bi alîkariya enzîman were hilweşandin bo glukozê.[12] Her çiqas enzîm di gelek corên tovan de nîşaya embarkirî ji bo bikaranîna embriyoyê biherisînin jî, kontrola gîberellînê ya li ser enzîmên tovan, tenê bi genim û hin giyayên din ve sinordari ye. Di xebata li ser zîldana tovên ceh de, lêkolîner dan nîşandan ko ji embriyoyê berdana gîberellînê dibe sedema derbirîna genên kodkirina α-amîlazê.[13]

Piştî çêbûna wê, enzîma. α-amîlaz di endospermê de nîşayê diherisîne bo maltozê. Maltoz ji aliyê enzîmên din ve tê parçekirin bo glukozê. Glukoz jî ji aliyê embriyoyê ve tê mijîn û bo karlêkên metabolî tê bikaranîn.[6]Ango gîberellîn di tovê de bi hankirina enzîmên herisê yên wekî α-amîlaz, xurekên embarkirî seferber dike, bi vî awayî geşebûna tovên dexlê destek dike.[3]

Riwekên ciwan nikarin kulîlk çêbikin, lê riwekên gihîştî di bin şert û mercên guncaw de kulîlk vedidin. Di riwekên ciwan de bikaranîna asîda gîberellînî, guherîna pelên ciwan bo pelên gihîştî leztir dike.[5]

Li ser fêkiyan de reşandina gîberellîna GA3, dirêjbûna fêkiyê han dike û şîrîntiya wan zêde dike.[1]

Pîşesazî

Gîberellîn di pîşesaziyê de ji bo dirêjkirina navbera girêyan tê bikaranîn. Dirêjbûna nevberegirêyan(bi înglîzî: internodes), kulîlkên gûşiyê ji hev dûr dixe, bi vî awayî ji bo girbûna fêkiyan hê pirtir valahî peyda dibe.Wekî encama bikaranîna gîberellînê, gûşiyên gir ên bi libên tirîyên gir tên bidestxistin.[9] Herwisa dirêjbûna gûşiyê, di nav libên fêkiyê de herika hewayê hêsantir dike, rê li ber hokarên nexweşiyê tê girtin ko tûşê fêkiyan nebin.[3]

Gîberellîn, bi taybetî GA3, ji bo zêdekirina berhemdariya fêkiyan, zêdekirina şekirê nav qamîşê şekir û bo malta cehê jî li ser riwekê tê reşandin an jî riwekê noqê gîberellînê dikin.

Di fekiyên narenciye (lîmon, porteqal hwd) de gîberellîn pîrbûna fêkiyan dereng dixe, bi vî awayî fêkî ji bo demek dirêjtir li darê dimînîn û hêdî bi hêdî tên firotin.[10]

Girêdanên derve

Çavkanî

  1.  Bhatla, S.C. and A. Lal, M. (2019) Plant Physiology, development and metabolism Satish C Bhatla, Manju A. Lal. Singapore: Springer
  2.  Starr, C. (2007). Biology:concepts and applications (7th ed.). Boston, MA: Cengage Learning.
  3.  Reece, Jane B. Campbell Biology : Jane B. Reece ... [et Al.]. 9th ed., Boston, Ma, Benjamin Cummings, 2011.
  4.  Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.
  5.  TBidlack, J.E., Jansky, S. and Stern, K.R. (2018) Stern’s introductory plant biology. 14th edn. New York, NY: McGraw-Hill.
  6.  Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  7. Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
  8. SMauseph. (1998). Botany An Introduction To Plant Biology. Jones & Bartlett Pub
  9.  Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  10.  Taiz, L. and Zeiger, E. (2014) Plant Physiology. 6th edn. Sinauer Associates.
  11. Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  12. Johnson, L. G. (1987). Biology. Dubuque, Iowa: Wm. C. Brown.
  13. M. Abercrombie, M. Hickman, M. L. Johnson, M. Thain.. The new penguin dictionary of biology.Eighth edition (1990)

2026/08/16

Sîtokînîn

 

Sîtokînîn (bi înglîzî: cytokinin) komek ji hormonên riwekan in ko bi hevkariya hormona oksînê, dabeşbûn û guherîna xaneyên riwekan han dikin.[1]

Pûxte

Ji ber ko di çandina şaneyan de bi sîtokînezê (parvebûna sîtoplazmayê) dabeşbûna xaneyan han dike, navê sîtokînîn li vê hormonê dane.[2]Sîtokînîn di riwekan de bi gelemperî proteînên ji bo dabeşbûna xaneyê dide çêkirin an jî han dike.[1]Piraniya sîtokînînên riwekê di merîstema lûtkeyî ya regê riwekan de tê berhemkirin û bi navbeynkariya şaneya darik tên guhaztin bo hemû beşên riwekê. Pêkhateya bingehîn a sîtokînînê ji purînên ji adenînînê hatine guhertin pêk tê. Ne yek lê gelek corên sîtokînînan heye. Bi gelemperî zeatîn sîtokînîna serbest a sirûştî ya herî zêde ye, lê sîtokînên dehîdrozeatîn û adenîn îzopentenîl jî bi awayekî zêde di riwek û bakteriyan de cih digirin.[3]

Dîrok

Di sala 1913yê de riwekzan Gottlieb Haberlandt di hin şaneyên riwekan de hebûna kîmyayîyek nenas destnîşan kir. Ew madeya kîmyayî guhrîn û dabeşbûna xaneyan dabîn dikir û çêbûna kambiyuma tepedorî han dikir.[4][1]

Di salên 1940an heta 1950yan, lêkolîner xebat kirin ji bo dîtina madeya ko çandina şaneyê de wê dabeşbûna xaneyên riwekê han bike.[5] Di sala 1941ê de riwekzan Johannes van Overbeek di xebatek xwe de dît ko di şîrê gûza hindê (ango endosperma avî ya tovê gûza hindê (bi înglîzî: coconut) de tiştek heye ko rêjeya debeşbûn û geşebûna xane û embriyoyê zêde dike. Zanyar di xebatên xwe de dîtin ko heke madeya di gûza hindê, li hawira çandina şaneyê neyê zêdekirin, xane dabeş nabin.[6] Ji ber ko pêkhateya şîrê gûza hindê pir aloz bû, lêkolîner bo demek dirêj nikarîbûn pêkhateya kîmyayî ya madeya ko debeşbûna xaneyê han dike, keşif bikin.[5] Di nav çendan salan de hinek madeyên ko dabeşbûna xaneyê han dikin, ji şîrê gûza hindê hat cihê kirin.

Di sala 1955ê de madeya bi navê kînetîn (corek sîtokînînê ye) hat keşifkirin, kînetîn di hebûna oksînê de xaneyên parenkîma yên kiroka riweka titûnê zêde dikir.[4]Kînetîn ne ji xaneya riwekan lê ji ADN-ya spermê masiyek hatibû cihêkirin. Herçiqas kînetîn madeyek sirûştî ya riwekan neba jî, lê dîsa jî dabû nîşankirin ko madeyêk kîmyayî ya sade, dikare dabeşbûna xaneyê han bike.[4]

Di sala 1964ê de di endosperma avî ya hebikên lazût (garis) de madeyek bi navê zeatîn ko pêkhateya wê dişibe kînetînê hat tespîdkirin. Zeatîn jî mîna kînetînê dabeşbûna xaneyê han dikir. Ji ber ko evan madeyan parvebûna sîtoplazmayê ango sîtokînezê han dikin, navê sîtokînîn li wan kirin.[5] Paşê, di riwekên din de hin sîtokînînên din jî hatin keşifkirin. Herwisa zanist jî hin sîtokînînên destkarî çêkirin.[5]Îro bi qasî 200 sîtokînînên sirûştî û yên destkarî tên zanîn.[7]

Pêkhate

Pêkhateya kîmyayî ya zeatînê. Zeatîn sîtokînîna sirûştî ye, cara ewil ji tovê garisê (lazût) hatiye bidestxistin.

Pêkhateya sîtokînînên sirûştî dişibe pêkhateya adenînê. Adenîn baza (nift) purînê ye di molekulên ADN û ARN-yê de.[5] Sîtokînînên sirûştî di pozîsyona N6 a purînê de komek talî ya guherbar lixwe digirin. Pêkhate û şiklê koma talî, bandor li ser çalakiya sîtokînînê dike.

Li gor pêkhateya wê ya kîmyayî, sîtokînîn du cor in: sîtokînîna cora adenînî (bi înglîzî: adenine-type) û ya cora fenîlureyî (bi înglîzî: phenylurea-type). Kînetîn, zeatîn û 6-benzîlamînopurîn (bi înglîzî: 6-benzylaminopurine) sîtokînînên cora adenînî ne. Dîfenîlure (bi înglîzî: diphenylurea) û tîdyazuron (bi înglîzî: thidiazuron (TDZ)) jî mînak in bo sîtokînîna cora fenîlureyî.[8] Sîtokînînên cora fenîlureyî, sîtokînên destkarî (sentetîk) ne.

Hormona sîtokînîn di riwek û hin bakteriyan de wekî molekulek serbest cih digire. Ango bi bendê kovelendî bi molekulên din ve girêdayî nîne. Li gel riwekên tovdapoşrav û tovrût, kevz, dîatom, hezazserxes jî sîtokînîna serbest lixwe digirin.‌[3]

Çêbûn

Sîtokînîn di şaneyên hê ber bi geşebûnê ne, bi gelemperî di reg, embriyo û fêkiyan de hê pirtir tê berhemkirin.[9]Di riwekan de bo berhemkirina sîtokînînan, cihê sereke merîstema lûtkeyî ya regê ye.[10]Sîtokînîna regê bi av û mîneralan di nav şaneya darik de tê guhaztin bo ajê.‌[11][9]Gava aj ji rega riwekê tê cihêkirin, herika şileya nav şaneya darik a ji regê didome. Analîza şileya ji regê, hebûna sîtokînînan piştrast dike, ev rewş rave dike ko sîtokînîn di regê riwekê de tê berhemkirin.[10] Bi gelemperî di endosperma tovê de jî xestiya sîtokînînê zêde ye û geşe û peresîna tov û embriyoyê kontrol dike.[2]

Erkê sîtokînînan di riwekan de

Ji keşifa wan heta îro, hat dîtin ko gelek bandorên sîtokînînan li ser geşebûn û peresîna riwekan de heye. Dabeşbûna xaneyan, pîrbûna pelan, zalbûna lûtkeyî, cihguhertina xurekan, çêbûn û çalakiya merîstema lûtkeyî, peresîna kulîlkan, hilweşandina mitbûna gopikan û zîldana tovê hin ji kiryarên sîtokînînan in. Herwisa sîtokînîn di lûtkeya reg û ajê de li ser qebareya merîstemê, çalakiyên xaneyên qedê û peresîna şaneya lûleyî de jî bandor dike.[12] Her çiqas sîtokînîn gelek kiryarên xaneyan rêk bixe jî, kontrola dabeşbûna xaneyan karê herî kirîtîk e di geşebûn û peresîna riwekan de.[3]

Dabeşbûna xaneyê

Sîtokînîn bi taybetî xaneyên ciwan ên hê neguherînê bo şaneyek taybet, han dike bo dabeşbûn û peresînê.[5]Heke dema xane dabeş dibe, li gel sîtokînînê, li hawirê de oksîn jî hebe, sîtokînîn xaneyê han dike û derbasûna xaneyê ji qonaxa G2 bo qonaxa mîtozê leztir dike. Lê heke oksîn tune be, bandora sîtokînînê çênabe.[4]

Zalbûna lûtkeyî û çêbûna gopikên teniştî

Rewşa ko di riwekan de bi bandora oksînê ya di gopikê lûtkeyî (merîstema lûtkeyî) de, rê li ber geşebûna gopikên teniştî tê girtin û gopik di qonaxa mitbûnê de dimînin, wekî zalbûna lûtkeyî (bi înglîzî: apical dominance) tê navkirin. Gopika lûtkeyî, riwekê ber bi tîrojên ronahiyê dirêj dike ko riwek hê pirtir ronahî werbigire.

Di riwekan de zalbûna lûtkeyî ji aliyê du hormonan ve tê rêkxistin: oksîna ji gopika lûtkyî û sîtokînîna ji serikê regê.‌[13] Bandora evan herdu hormonan bi awayekî hevdij e. Oksîn rê li ber geşebûna gopikên teniştî digire, lê sîtokînîn geşebûna wan han dike.

Dema xestiya oksînê zêde ye, di riwekê de ji ber zalbûna lûtkeyî, geşebûna gopikên teniştî sinordar e.[14] Di demsala biharê de her ko reg bi lez geşe dibin, bi rêjeyek zêde sîtokînîn jî berhem dikin. Sîtokînîn tê guhaztin bo ajê, li wir gopikên mitbûyî han dikin gopikên teniştî şîn dibin û ji jêrê lûtkeya ajê de liqên nû ji qedê riwekê dirêj dibin.[2]

Derengxistina pîrbûnê di pelan de

Wekî mîna hemû zîndeweran, xaneyên riwekan jî bi qonaxa asayî ya pîrbûnê ve rûbirû dimînin. Li ser riwekan de bandorek din a sîtokînan jî derengxistina kiryara pîrbûnê ye.[5]Sîtokînîn rê li ber hilweşîna proteînan digirin, çêbûna proteînan han dikin û ji şaneyên nêzîk xurek dabîn dikin, bi vî awayî pîrbûna endamên riwekê tê derengxistin.[10] Mînakek ji bo pîrbûna riwekê zerbûna pelê ye. Di xaneyên pelê de proteîn parçe dibin, klorofîl hildiweşe, ARN û çewrî kêm dibin, loma rengê pelê ber bi zerokî ve diguhere, xane ber bi mirînê ve diçe.[3]Sîtokînîn dikare bi derengxistina hilweşîna proteîn û klorofîlên nav kloroplastan, hankirina çêbûna ARN û proteînan, bo demek rê li ber zerbûna pelan bigire.[9]

Di bazirganiyê de dema embarkirina sebzeyên kesk de ji bo rê li ber zerbûna sebzeyan were girtin û sebze ji bo demek dirêj kesk bimînin, sîtokînên wekî kînetîn tên bikaranîn.[15]

Çandina şaneyê

Çandina şaneyê (bi înglîzî: tissue culture) rêbazek pirbûna nezayendî ya destkarî ye. Di vê rêbazê de ji xane an jî şaneyên riwekê di laboratuvarê de riwekên nû yên kopiyên hev tên çêkirin. Ji bo serkeftina çandina şaneyê, li gel xurek û mîneralên guncaw, divê di hawirê de sîtokînîn û oksîn jî bi têra xwe hebin.[5]

Heke di hawira ko çandina şaneyê rû dide de rêjeya oksîn û sîtokînînê heman bin (1:1), xaneyên çandina şaneyê dabeş dibin û girseyek ji xaneyan peyda dibe. Girseya xaneyên çandina şaneyê wekî kallus (bi înglîzî: callus) tê navkirin. Kallus ji bo gellek parçeyan tê parçekirin.Heke di çandina şaneyê de xestiya oksînê ji ya sîtokînînê zêdetir be, di kallusê de reg şîn dibe. Gava xestiya sîtokînînê ji ya oksînê zêdetir be, îcar di kallusê de ajê riwekê geşe dibe.[6] Ji her parçeyek kalluse bi rêkxistina rêjeya oksîn û sîtokînên hawirdorê, riwekek nû tê çêkirin.[12]

Girêdanên derve

Çavkanî

  1.  Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  2.  SMauseph. (1998). Botany An Introduction To Plant Biology. Jones & Bartlett Pub
  3.  Taiz, L. and Zeiger, E. (2014) Plant Physiology. 6th edn. Sinauer Associates.
  4.  TBidlack, J.E., Jansky, S. and Stern, K.R. (2018) Stern’s introductory plant biology. 14th edn. New York, NY: McGraw-Hill.
  5.  Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  6.  Johnson, L. G. (1987). Biology. Dubuque, Iowa: Wm. C. Brown.
  7. Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  8. Aina O, Quesenberry K, Gallo M (2012). "Thidiazuron-Induced Tissue Culture Regeneration from Quartered-Seed Explants of Arachis paraguariensis". Crop Science. 52 (3): 555. doi:10.2135/cropsci2011.07.0367. S2CID 82510749
  9.  Reece, Jane B. Campbell Biology : Jane B. Reece ... [et Al.]. 9th ed., Boston, Ma, Benjamin Cummings, 2011.
  10.  Bhatla, S.C. and A. Lal, M. (2019) Plant Physiology, development and metabolism Satish C Bhatla, Manju A. Lal. Singapore: Springer
  11. Taiz, L. et al. (2015) Plant physiology and development. 6Th ed.Sunderland, Massachusetts, U.S.A ISBN 9780197614235
  12.  Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
  13. Glimn-Lacy, J., & Kaufman, P. B. (2006). Botany illustrated: Introduction to plants, major groups, flowering plant families (2nd ed.). Janice Glimn-Lacy and Peter B. Kaufman.
  14. Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.
  15. Britannica Editors. "cytokinin". Encyclopedia Britannica, 16 Jan. 2025, . Accessed 12 August 2026.