Celadet Alî Bedîrxan

Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)

2024/03/26

Genîna asîda laktî


Here nagîvasyonêHere lêgerînê

Genîna asîda laktî (bi înglîzî lactic acid fermentation) an jî rêçeya asîda laktî (bi înglîzî:lactic acid pathway), di sîtoplazmaya xaneyê de piştî glîkolîzê, di nebûna oksîjenê de kîmîkekarlêka guhertina pîruvatê bo asîda laktî ye.[1]

Di hebûna oksîjenê de, xaneyên piraniya zindeweran, piştî glîkolîzê, bi rêçeya bahenaseya xaneyî (bi înglîzî: aerobic cellular respiration) pîruvat û NADH ên glîkolîzê ji bo bidestxistina hê pirtir ATP-yan bi kar tînin, pîruvat heta karbona dioksîd û av tên hilweşandin, NADH jî tên oksandin bo NAD+. Di bahenaseya xaneyî de wergira dawî ya elektronan oksîjen e.

Pêvajoya bikaranîna molekulek endamî ya ji bo oksandina NADH bo NAD+, wekî genîn (bi înglîzî: fermentation) tê navkirin.[2] Di rêçeya genînê de pîruvat wergira eletronan e.

Di nebûna oksîjenê de an ji di hawîrdora kêmoksîjenî de, gelek zîndewer bi rêçeya genînê ji NADH-ê elektron diguhazînin pîruvatê û NAD+ bi dest dixin.[3] Bi oksandina NADH-ê, ji bo berdewamkirina glîkolîzê, NAD+ tê dabînkirin.

Li gor berhema dawî ya ji pîruvatê hatî çêkirin, gelek corên genînê hene. lê ji vana du cor; genîna asîda laktî û genîna alkolî, genînên herî berbelav in.[4]

Hinek zîndewer bi guhaztina elektronan, pîruvatê diguherînin laktatê (asîda laktî) .

Zîndewerên wekî mîna karoka hawenê jî bi kêmkirina pîrûvatê bo alkola etîl û karbonadîoksîdê NAD+ bi dest dixin.

Li gel hin corên karok û bakteriyan, di laşê ajalên birbiredaran (bi înglîzî: vertebrate) de di masûlkexane û xirokên sor de jî rêçeya genîna asîda laktî rû dide.[5]

Di rêçeya genîna asîda laktî de, pîruvat ji aliyê NADH ve tê kêmkirin û laktat (asîda laktî) peyda dibe.[4] Oksandina NADH ji aliyê enzîma laktat dehîdrogenaz (bi înglîzî: lactate dehydrogenase) ve tê hankirin (katalîzekirin).[6]

Genîna asîda laktî di masûlkexaneyan de

Di rewşa asayî de xaneyên peykeremasûlkeyê bi rêçeya bahenaseya xaneyî, ji xurekan ATP bi dest dixe. Di peykeremasûlkeyan de di dema karê giran û çalakiya bi lez de, pêdivî bi hê pirtir ATP-yan dibe, lê dibe ko leza guhaztina oksîjenê bo masûlkexaneyan bi têra xwe nebe, di rewşek wiha de masûlkexane bi rêçeya genîna asîda laktî, ji glukozê ATP bi dest dixe. Ji ber ko di rêçeya genînê de embara NAD+ a xaneyê tê nûkirin, glîkolîz hê leztir rû dide.[6]

Di dema glîkolîzê de ji bo elektronên ji oksandina glukozê hatine berdan ve wergira elektron, ango NAD+ tune be, glîkolîz radiweste.[7] Di genîna asîda laktî de, ji bo elektronan, wergira dawîn pîruvat e.[8]

Pîruvat bi wergirtina elektronan diguhere bo laktate. Laktat û asîda laktî ne haman tişt in. Laktat bi bargeya negatîv barkiriye, gava protonek bi laktatê ve tê girêdan, asîda laktî ya bêbarge peyda dibe.[9] Ango bi eslê xwe di masûlkexaneyên mirov de bi rêçeya genînê laktat berhev dibe, lê bi gelemperî laktat û asîda laktî bi heman wateyê tên bikaranîn.

Laktat (asîda laktî) ji bo xaneyê madeya paşmayî ye.[8] Laktat ji xaneyê tê dûrxistin an jî dubare tê guhertin bo pîruvatê. Piraniya laktata di xaneyên peykeremasûlke de çêbûyî, bi navbeynkariya xwînê tê guhaztin bo kezebê û ji bo çêkirina glukozê tê bikaranîn.[6]

Genîna asîda laktî di pîşesaziyê de

Bakteriyên asîda laktî di hawirdorek guncav de bi hêsanî zêde dibin. Di nav xurekan de ji ber çalakiya (genîna asîda laktî) bakteriyan pH-ya xurekan kêm dibe û hawirdorek asîdî peyda dibe. Piraniya karok û bakteriyên ziyanbexş di hawirdorek asîdî de nikarin çalak bibin, loma bi genîna asîda laktî, xurek ji bo demek dirêj, beyî ko xera bibin tên parastin.[10]

Bi genîna laktî ya hin bakterî û karokan, ji şîr, mast û penêr tê çêkirin.[4]

Hin corên bakterî yên wekî bakterîyên laktobasîlûs (Lactobacillus), streptokokus (Streptococcus) hvd wekî bakteriyên asîda laktî tên zanîn. Ji bo çêkirina mast û penêr ev bakterî bo meyîna şîr, wekî havên tên bikaranîn. Bakterî di nav şîr de, bi rêçeya genînê, ATP bi dest dixin. Laktata li dawiya rêçeya genînê peyda dibe, pH-ya hawirdorê kêm dike, bi vî awayê proteînên nav şîr bi hev ve dizeliqin û şilemeniya şîr kêm dikin, pêkhateyek nivreq peyda dibe.[11]

Bi gelemperî çêja asîdan tirş e. Heke şîr ji bo demek dirêj were meyandin, ango di şîr de genîna asîda laktî bo demek dirêj bidome, ji ber zêdebûna asta rêjeya asîda laktî, mast tirş dibe.

Herwisa tirşî jî bi genîna asîda laktî çê dibe. Wekî mînak, çêja tirşiya kelem û tirşiya xiyar ji ber hebûna asîdê tirş e.

Corên genîna asîda laktî

Du corên genîna asîda laktî hene; genîna homolaktî (bi înglîzî: homolactic fermentation) û genîna heterolaktî (bi înglîzî: heterolactic fermentation)

Heke di genînê de ji molekulek glukozê du molekul asîda laktî peyda bibe, ev genîn wekî genîna homolaktî tê navkirin. Bakteriyên şîr diguherînin bo penêr û mast, bakteriyên genîna homolaktî ne.

Glukoz + 2 ADP + 2 Pi → 2 Laktat + 2 ATP

Hin caran di rêçeya genînê de ji molekulek glukozê, molekulek asîda laktî, molekulek etanol û molekulek karbona dioksîd peyda dibe. Ev genîn wekî genîna heterolaktî tê navkirin û di vê genînê de kêmtir ATP tê bidestxistin. Bakteriyên ji bo çêbûna tirşîyê tên bikaranîn, bakteriyên genîna heterolaktî ne. Ango dema çêbûna tirşiyê de hinek gaza karbona dioksîd jî çêdibe.

Glukoz + ADP + Pi → Laktat + Etanol + CO2+ ATP


Ferhenga Biyolojiyê [2]

Çavkanî

  1. ^ Fox, Stuart Ira.Human Physiology. McGraw-Hill Education, 2016.
  2. ^ Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  3. ^ David L. NelsonMichael M. Cox(2013). Lehninger Principles of Biochemistry. : W. H. FREEMAN AND COMPANY • New York ISBN-13: 978-1-4641-0962-1
  4. Jump up to:a b c Reece, Jane B. Campbell Biology : Jane B. Reece ... [et Al.]. 9th ed., Boston, Ma, Benjamin Cummings, 2011.
  5. ^ Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  6. Jump up to:a b c Fundamentals of Biochemistry L I F E AT TH E M O L E C U L A R L E V E L. : Voet D.,Voet G.,Pratt C. • John Wiley & Sons, Inc. ISBN-13: 978-0470-54784-7
  7. ^ Cullen, K. E. (2009).Encyclopedia of Life Science. Newyork: Facts On File, Inc
  8. Jump up to:a b Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.
  9. ^ Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
  10. ^ National Research Council (US) Panel on the Applications of Biotechnology to Traditional Fermented Foods. Applications of Biotechnology to Fermented Foods: Report of an Ad Hoc Panel of the Board on Science and Technology for International Development. Washington (DC): National Academies Press (US); 1992. 5, Lactic Acid Fermentations. Available from: [1]
  11. ^ Parker, N., Schneegurt, M., Tu, A. T., Forster, B. M., & Lister, P. (2016). Microbiology. Houston, Texas: Rice University.


2024/03/11

Glîkolîz

 


Di sîtoplazmaya xaneyê de bi navbeynkariya enzîman, hilweşandina glukozê bo pîruvatê wekî glîkolîz (bi înglîzî: glycolysis) tê navkirin.

Peyva glîkolîz ji du peyvên grekî; glykos û lysis pêk tê. Di zimanê grekan de peyva “glykos” ji bo şekir, şîrînî tê bikaranîn. Wateya peyva “lysis” jî dabeşkirin, helandin, parçekirin e. Ango wateya “glîkolîz” parçekirina şekir (glîkoz) e.[1]

Hemû enerjiya ko xaneyên zindî ji bo zindeçalakiyên xwe bi kar tînin, ji bendên kîmyayî yên xurekan, bi taybetî ji molekula glukozê tê dabînkirin.[2] Enerjiya kîmyayî ya nav glukozê bi çendan karlêkên kîmyayî; karlêkên oksan û kêmkirin (bi înglîzî: oxidation-reduction), ji bo çêkirina ATP tê bikaranîn.

Karlêka oksan û kêmkirin



Enerjiya di nav xurekan de embarkirî, bi karlêkên oksan û kêmkirin ên xaneyê ve tê serbestberdan. Molekulên xurekê ji bo bidestxistina enerjiyê wekî bexşînerên elektronan kar dikin.[2] Di xaneyê de bi karlêkên kîmyayî molekulên xurekê tên hilweşandin, enerjiya ji bendên kîmyayî yên xurekan hatiye berdan, bi şeweyê eletronan an jî hîdrojenan ji aliyê molekulên wergirên elektronan ve tê girtin û embarkirin ko paşê were bikaranîn. Ango xane enerjiya ji hilweşandina xurekan hatiye berdan rasterast bi kar naîne, lê di molekulên wekî ATP û nîkotînamîd adenîn dînukleotîd de (bi înglîzî: (NADH) nicotinamide adenine dinucleotide) embar dike.[2]

Di hilweşandina bendên kîmyayî yên glukozê de gava yekem glîkolîz e. Rêçeya glîkolîzê li ser bingeha karlêkên oksan û kêmkirinê rû dide.

Di karlêka kîmyayî de ji atomek an jî molekulek windakirina elektron, wekî oksan tê navkirin (bi înglîzî: oxidation). Ango gava ji atomek an jî molekulek elektron diqete, ew tê oksandin (bi înglîzî: oxidized). Atom bi tena serê xwe elekton bernade, divê atomek din an jî molekulek din jî di heman demê de elektrona hatiye berdan werbigire.

Ji aliyê atomek an jî molekulek ve wergirtina elektron wekî kêmkirin (bi înglîzî: reduction) tê navkirin. Ango karlêka oksan û kêmkirin di heman demê de rû didin.


Hin taybetmendiyên glîkolîzê

Glîkolîz rêçeya metabolî ya xaneyê ye, ji rêzeya 10 karlêkên kîmyayî pêk tê.

Bi glîkolîze, hema di hemû xaneyan de glîkoz tê hilweşandin bo du pîruvatan û enerjiya tê berdan jî di ATP-yan de tê embarkirin.[3]

Ji bo glîkolîzê pêdivî bi oksîjenê nîn e, loma hema hemû zîndewer, ji bo bidestxistina enerjiyê, glîkolîzê bi kar tînin.[4]

Di xaneyên navikseretayî û navikrasteqînan de glîkolîz di sîtoplazmaya xaneyê de rû dide.

Glîkolîz bi molekulek glîkozê ya şeşkarbonî ya bi şêweyê xelekî dest pê dike û bi du molekulên pîruvat (bi înglîzî: pyruvate) ên sêkarbonî bi dawî dibe.

Di pêvajoya glîkolîzê de piraniya enzîman ji bo karlêkên pêçewane (bi înglîzî: reverse reactions) kar dikin, ango enzîm karlêkê bi pêşve an jî bi paş ve han dike.

Glîkolîz ji du qonaxên cuda pêk tê. Di qonaxa yekem a rêçeya glîkolîzê de ATP tê xerckirin, ango di qonaxa yekem de karlêkên wîzemij rû dide.[4]Bi vî awayê glukoz tê guhertin ko ji molekulek şeşkarbonî du molekulên sêkarbonî were bidestxistin.

Di qonaxa duyem a glîkolîzê de ji molekulan, enerjî tê bidestxistin, ango karlêkên wîzederkiriner rû dide, enerjiya ji molekulan tê berdan, bi şeweyê ATP tê embarkirin. Herwisa NADH jî tê oksandin bo NAD+.

Rêçeya karlêkên glîkolîzê

Pêvajoya glîkolîzê bi du beşên sereke tê şîrovekirin; beşa yekem û beşa duyem.

Beşa yekem a glîkolîzê (Gavên pêdivîya bi xerckirina enerjiyê)

Beşa yekem a glîkolîzê ji 5 karlêkên li pêy hev pêk tê. Di vê qonaxê de molekulek glukoz tê hilweşandin bo 2 molekulên glîseraldehîd 3-fosfat (G3P). Ji bo van karlêkan pêdivî bi enerjiya ATP-yê heye. Ango evan karlêkan, karlêkên wizemij (endergonî) ne, ji bo berdewamiya karlêkê, enerjiya ji ATP-yê tê xerckirin.[5]

Gava 1.

Di gava yekem a glîkolîzê de enzîma hegzokînaz fosforîkirina (fosforîlasyon) şekira şeşkarbonî han dike. Hegzokînaz ATP -yê wekî çavkaniya fosfatê bi kar tîne. Ji ATP-yê fosfatek diqetîne û bi glukozê ve girê dide. Bi vî awayê glukoza-6-fosfat peyda dibe. Ev pêkhate bi qasî glukozê xweragir nîne, bi hesantir tevlê karlêkên kîmyayî dibe.[6]

Gava 2.

Di gava duyem a glîkolîzê de, enzîmek îzomeraz, glukoz-6 fosfatê diguherîna îzomerek wê ya bi navê fruktoz-6-fosfat. Ango enzîma îzomeraz, fosfoglukozê diguherîne bo îzomera fosfofruktozê.

Gava 3.

Di gava sêyem de fruktoz-6-fosfat ji aliyê enzîma fosfofruktokînaz (bi înglîzî: phosphofructokinase) ve tê hankirin. Ji ATP-ya duyem fosfatek tê qetandin û ji bo fosforîkirina fruktoz-6-fosfatê tê bikaranîn. Bi girêdana fosfata nû, fruktoz-1,6 dufosfat peyda dibe.

Gava 4.

Bi girêdana fosfatek nû, xweragiriya fruktoza-1,6 dufosfat hê lawaztir dibe. Di gava çaremîn a glîkolîzê de enzîma aldolaz (bi înglîzî: aldolase) çalak e. Aldolaz fruktoza-1,6 dufosfatê dabaş dike bo du îzomerên sêkarbonî: dîhîdroksîaseton-fosfat (bi înglîzî: dihydroxyacetone-phosphate) û glîseraldehîd-3-fosfat (bi înglîzî: glyceraldehyde-3-phosphate)

Gava 5.

Di pêvajoya gava pêncem de enzîmek îzomeraz dîhîdroksîaseton-fosfatê diguherîne bo îzomera wê ya bi navê glîseraldehîd-3-fosfat. Ango êdî karlêkên glîkolîzê bi du molekulên îzomerên hev, bi hebûna du glîseraldehîd-3-fosfat didome.[6]

Beşa duyem a glîkolîzê (Gavên bidesxistina enerjiyê)

Di beşa duyem de bi 5 gavan, glîseraldehîd-3-fosfat tê guhertin bo pîruvatê û ATP tê bidestxistin.

Hetanê vê gavê, bo hilweşîna glukozek, du ATP hat xerckirin, hîç ATP nehat bidestxistin û du molekulên sêkarbonî hatin çêkirin. Ev herdu molekul di beşa duyem a glîkolîzê de tên bikaranîn. Di vê qonaxê de 4 ATP tê bidestxistin lê ji ber ko ji bo hilweşandina glukozê 2 ATP hatibû xerckirin, di glîkolîzê de, ji glukozek qezenca enerjiyê 2 ATP ye. Herwisa ligel ATP-yê 2 molekulên NADH ên bi enerjiya bilind jî peyda dibin.

Gava 6.

Di gava şeşem a glîkolîzê de bi oksandina glîseraldehîd-3-fosfat, elektronên bi enerjiya bilind tên berdan, elektron ji aliyê NAD+ ve tên girtin û NADH peyda dibe. Paşê, glîseraldehîd-3-fosfat tê fosforîkirin û fosfatek din lê tê zêdekirin. Lê ji bo vê fosforîkirinê pêdivî bi ATP-yê nîn e. Bi vî awayê molekula nû ya bi navê 1,3-bîsfosfoglîserat (bi înglîzî: 1,3-bisphosphoglycerate) peyda dibe.[6]

Enzîma dîhîdrogenez ji glîseraldehîd-3-fosfatê cotek atomên hîdrojenê (2 elektron û 2 proton) diqetîne. 2 elektron û protenek tê şandin bo koenzîma NAD+. Protona din wekî iyonên hîdrojenê (H+) belavê hawirdorê dibe.[7] Ango NAD+ molekulek hîdrojenê û elektronek werdigire. Ji ber elektrona bi bargeya negatîv, bargeya NAD+ netar dibe û bi girêdana molekula hîdrojenê jî NADH peyda dibe.

Elektron gava ji glîseraldehîd-3-fosfatê tên guhaztin bo NAD+ ê, ji enerjiya potansiyela xwe pir hindik enerjî winda dikin. Ango NADH ên elektron guhêzer, bi enerjiyê dewlemend in.[7]

Berdewemiya karlêkê bi hebûna molekula NAD+ ve girêdayî ye. NADH (nîkotînamîd adenîn dînukleotîd) Loma divê di xaneyê de NADH bi oksandinê elektron berde û bibe NAD+. Heke bi têra xwe NAD+ tune be, leza karlêkên beşa duyem a glîkolîzê hêdî dibin an jî glîkolîz radiweste.

Heke di xaneyê de oksîjen hebe, NADH bi hêsanî tê oksandin. Ji NADH-ê hîdrojen tên berdan elektronên bi enerjiya bilind bi berdana hîdrojenan ji NADH-ê diqetin û NAD+ peyda dibe. Piştî glîkolîzê, hîdrojenên ji NAD+ hatine berdan, ji bo çêkirina ATP tên bikaranîn.

Heke di hawirdorê de oksîjen tûne be, oksandina NADH bo NAD+, bi rêçeya genînê rû dide.

Gava 7.

Di vê qonaxê de 1,3 bîsfosfoglîserat bi hankirina enzîma fosfoglîserat kinaz, fosfata bi enerjiya bilind dide ADP-yê ko molekulek ATP were çêkirin.

Heke enzîm ji molekulek endamî fosfatê biqetîne û wê rasterast bi ADP-yê ve girê bide, ev fosforîkirin wekî fosforîlasyona di asta substradê (bi înglîzî: substrate-level phosphorylation) tê navkirin.[1]Di 1,3 bîsfosfoglîseratê de komek karbonîl tê oksandin bo komek karboksîl, bi vî awayê 3-fosfoglîserat peyda dibe.

Gava 8.

Di gava heyştem de koma fosfta di 3-fosfoglîseratê de mayê bi hankirina enzîma îzomeraz a bi navê mutaz, ji karbona sêyem tê guhaztin bo karbona duyem û 2-fosfoglîserat peyda dibe.(3-fosfoglîserat û 2-fosfoglîserat îzomerê hev in).

Gava 9.

Di vê gavê de enzîma enolaz çalak e. Enolaz ji 2-fosfoglîseratê molekulek avê (H2O) digetîne, bi dûrxistina avê, ji ber karlêka dehîdrasyonê, di molekula mayî de cotebendek kîmyayî ava dibe. Ji ber cotebendê enerjiya potansiyel a bendê fosfatê zêde dibe û molekula fosfoenolpîruvat (PEP) (bi înglîzî:phosphoenolpyruvate) peyda dibe

Gava 10.

Di gava dawî ya glîkolîzê de karlêka kîmyayî bi enzîma pîruvat kînaz ve tê hankirin. Ji fosfoenolpîruvatê fosfatek tê qetandin û ji bo çêkirina ATP-ya duyem tê bikaranîn. Molekula mayî êdî wekî asîda pîruvî an jî pîruvat tê navkirin.[6]

Encamên glîkolîzê

Glîkolîz bi bi glukozek dest pê dike û bi du molekulên pîruvat, bi tevahî bi çar molekulên ATP û du molekulên NADH-ê bi dawî dibe.

Di destpêka glîkolîzê de, glukoza seşkarbonî ya xelekî, bi xerckirina du ATP, ji bo têkşikestinê tê amadekirin, loma herçiqas ji glîkolîzê çar ATP berhem bibin jî, di rastî de di dawiya glîkolîzê de safî du ATP tên bidestxistin.

Heke xane piştî glîkolîzê, molekulên pîruvatê hê zêdetir hilneweşîne, wê ji glukozek tenê du ATP bi dest bixe.

Li dawiya glîkolîzê, elektronên bi enerjiya bilind ên ji bendên kîmyayî yê glukozê, her ko ji wergirek elektronê diguhazin molekulek din a wergira elektronê, piraniya enerjiya xwe winda dikin. Ev enerjî dibe ko ji bo çêkirina ATP an jî ji bo çêkirina hinek bendên kîmyayî yên nû were bikaranîn. Herwisa hinek ji enerjiya elektronan jî wekî enerjiya tînê (germahî) li hawirdorê belav dibe. Piştê glîkolîzê, elektronên bi enerjiya kêmbûyî ji bo wergira dawî ya elektronê tên guhaztin.[5]

Heke molekula kotahî ya elektonan werdigire oksîjen be, ev kar wekî bahenaseya xaneyê (bi înglîzî:aerobic respiration) tê navkirin. Heke wergira kotahî ji bilî oksîjenê, molekulek neendamî be (sulfat (SO4)2-, nîtrat (NO3)-, an jî sulfur (S)) ev kar wekî nebahenaseya xaneyê (bi înglîzî: anaerobic respiration) tê navkirin.

Hin caran jî ji bo elektronan wergira kotahî molekulek endamî ye (pîruvat), vê gavê ev rêçeya metabolî wekî genîn (bi înglîzî: fermentation) tê navkirin.[5].

Ferhenga Biyolojiyê [1]

Çavkanî

  1. Biçe ser:b Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biyolojî (4th ed.).
  2. ^Biçe ser:c O'Connor, CM & Adams, JU Essentials of Cell Biology. Cambridge, MA: Perwerdehiya NPG, 2010
  3. ^ Britannica, The Editors of Encyclopaedia. "glycolysis". Encyclopedia Britannica , 20 Reşemî 2024, [1] . Gihîştin 8 Adar 2024.
  4. ^Biçe ser:b Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biyolojî. Stamford: Fêrbûna Cengage.
  5. ^Biçe ser:c Losos, J., Mason, K., Johnson, G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biyolojî (11th ed.). New York, NY: Perwerdehiya McGraw-Hill.
  6. ^Biçe ser:d Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017). Biyolojî. Houston, Texas: OpenStax College, Zanîngeha Rice,
  7. ^Biçe ser:b Reece, Jane B. Campbell Biyolojî : Jane B. Reece ... [et Al.]. 9th ed., Boston, Ma, Benjamin Cummings, 2011.