Celadet Alî Bedîrxan

Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)

2019/08/31

Rûviya Stûr



Rûviya stûr beşa dawî ya coga herisê ye, ji kotahiya rûviya badayî ya beşa rûviya zirav dest pê dike, heta komê(pind) di nav zikekelênê de dirêj dibe. Firehiya coga rûviya sûtûr 6.5 cm e û ji ya rûviya zirav gelek firehtir e, loma navê wî kirinê rûviya stûr. Dirêjiya rûviya stûr bi qasî 1.5 metre ye. Ji dev heta dawiya rûviya zirav, xurek ji alîkî ve bi awayê mekanîkî û kîmyayî tê heriskirin, ji aliyê din ve jî piraniya xurekên herisî, ji aliyê memîleyên ser rûyê rûviya zirav ve tên mijandin.
Lê xurek bi tevhiyê nayên heriskirin. Wekî mînak seluloz madeyek karbohîdradî ya aloz e, diwarê xaneyên riwekan ji selulozê pêk tê, ango xurekên ji riwekan tê bi dest xistin seluloz lixwe digire. Di laşê mirov de ji boy heriskirina seluloze enzîm tu ne, loma seluloz bê ku bê heriskirin, ji rûviya zirav derbasî rûviya stûr dibe.
Li gel xurekên neherisî, hin kanza( mîneral) û av jî derbasî rûviya stûr dibe.
Karê sereke ya rûviya stûr;
*Av, xwê û kanza ji nav kîmosê dimije.
*Di nav rûviya stûr de hinek bakteriyên sûdbexş dijîn, van bakteriyan vîtamînên wekî vîtamîna K û vîtamînên B berhem dikin. Ev vîtamînan jî ji aliyê rûviya stûr ve tê mijandin û tevlê xwînê dibin.
* Pîsayî kom dike û bi derketina destavê ji laş dûr dixe.
Xurek bi %90 di rûviya zirav de tê mijandin. Rojê bi qasî lîtreyek xurek dikeve nav rûviya stûr. Piraniya av û iyonên nav xurekên neherisî di rûviya stûr de tê mijandin. A paşmayî êdî ne wekî mîna kîmosa şorbeyî ye, lê piçêk ziha ye ev pêkhate wekî pîsayî tê bi navkrin.
--Pêkhateya pîsayî;--
* Rîşalên selulozê yên neherisbar (piraniya wî ji xaneyên riwekan tê)
* Bakteriyên mirî û sax.
* Asîdên çewrî.
* Madeya lîncê
* Xurekên nehatine mijîn
* Rûkeşexaneyên mirî yên ji coga herisê.
* Av
* Xwê
Pîsayî di tortorîkê(rektum) de tê berhevkirin û bi derketina destavê jî ji laş tê dûrxistin. Ji boy her 1000mL (mîlî lître) paşmayiyên xurek ên dikevin nav rûviya kor, 700 mL di nav rûviya stûr de tê mijandin, tenê 300 mL ji paşmayî dibe pîsayî.
--Anatomiya Rûviya stûr--
Rûviya stûr jî wek mîna tevahiya coga herisê ji çîna lînceperde, jêrelînceperde, çîna masûlkeyen bazinî û dirêjkî û ji çîna seroza pêk tê.
Rûyê hûndirîn a rûviya stûr ji linceperdeyê pêk tê û bi çînek rûkeşexane û xaneyên goblet dapoşî ye. Rûviya stûr memîle û pêçanên bazinî lixwe nagire. Xaneyên goblet lîncemade der dide, bi vî awayê paşmayiyên xurek hêsantir di nav rûvî de tê guhestin. Paşmayiyên xurek bi qasî 12-24 seat di nav rûviya stûr de dimîne, ji rûviya kor ber bi tortorîkê hedî bi hêdî bi culeya perîstaltî tevdigere. Di rûviya stûr de ji boy heriskirinê tu enzîm nayê derdan, loma li vir herisa kîmyayî pêk nayê.
Navbera rûviya zirav û rûviya stûr de guşer heye bi vebûna vî guşerê, kîmos derbasî rûviya kor dibe û herisa mekanîkî ya rûviya stûr dest pê dike. Masûlkeyên rûviya stûr bi culeya perîstaltî paşmayiyên xurekan ber bi tortorîkê ve tehn dikin.
Rûviya stûr ji çar beşan pêk tê; rûviya kor, kolon, tortorîk û kom.
Rûviya kor
Beşa rûviya zirav û rûviya stûr digihîjin hevdu wekî bi şêweyê kîsî ye. Ev beş wekî rûviya kor bi nav dibe. Ji rûviya kor pêkhateyêk wekî mîna tiliya qilîçkê dirêj dibe navê vî pêkhateyê rûviya zêde ye(apandîs). Dirêjiya rûviya zêde bi qasî 8-9 cm e. Ji boy koendama herisê, tu erka rûviya zêde tune ye.
Kolon
Kolon beşa herî dirêj a rûviya stûr e. Kolona rûviya stûr ji çar beşan pêk tê. Kolona hilkêşayî, ji hêla jêra zikekelênê ji aliyê rastê zikekelênê ve ber bi jor ve hildikişe, paşê kolona berwarîkî dest pê dike û ji aliyê rast ber bi aliyê çepê zikekelênê ve dirêj dibe. Li aliyê çepê zikekelênê ve kolona dakêşayî ber bi jêrê zikekelênê dirêj dibe. Beşa dawî ya kolonê, kolona S-şeweyî ye. Kolona S-şeweyî wekî mîna pîta S tewayî ye û bi tortorîkê ve girêdayî ye.
Tortorîk
Tortorîk(rektum) beşa dawî ya rûviya stûr e. Erka serekî ya tortorîkê enbarkirina pîsayî ye. Tortorîk cogek masûlkî ye, loma ji boy enbarkirina paşmayiyên xurekan bi hêsanî fireh dibe. Dirêjiya tortrîkê bi qasî 13 cm e.
Kom
Kom(pind) deriyê kotayî ya coga herisê ye. Di navbera tortorîk û komê de coga komê heye. Dirêjiya cog kome bi qasî 3.8 cm e. Di nav coga komê de du guşerên komî heye, guşera hûndirîn û guşera derveyî. Ev herdu guşer, tenê di dema derketina destavê de vekirî ne, wekî din girtî ne. Guşera hundirîn xwenewîst e, ji aliyê koendama demarî ya xweser ve tê kontrolkirin. Guşera derveyî xwewîst e, di bin kontrola mirov de ye.
--Kontrola çalakiya rûviya stûr--


Kolon pîsayiyê ber bi tortrîkê ve tehn dike, di nav tortorîkê de zêdebûna pîsayî dibe sedema firehbûna tortorîke. Firehbûn bandor li ser masûlkeyên dîwara tortorîkê dike, masûlke tên kişandin. Ev hêza kişandinê ya li ser masûlkeyan dibe sedema çêbûna xwesteka derketina destavê. Sîstema parasîmpasawî masûlkeyên kolana S-şêweyî û masûlkeyên tortorîkê girj dike, di heman demê de guşera komî ya hundirînê xav dike (ve dike), lê guşera derveyî dişidîne. Di nav coga komê de hebûna pîsayî, dibe sedema çêbûna ragîhandinê. Li ser diwarê tortorîkê û coga komê de xaneyên wergir ên koendama demar heye, bi navbeynkariya van wergiran, ji coga komê sinyal diçe mejî, bi vî awayê mirov heke bixwaze û rewş guncav be, ji mejî boy vekirina guşera derveyî sinyal tê şandin. Heke mirov nexwaze derkeve destavê, wê gavê guşera derveyî girtî dimîne, di heman demê de guşera hundirîn jî tê girtin, pîsayî di tortorîkê de dimîne. Ango mêjera pîsayî ya nav tortorîkê, dema derketina destavê diyar dike. Hejmara derketina destavê ji bo hemû kesan ne yek e. Dibe ku mirov di rojêk de 2-3 car derkeve destavê, lê dibe ku hin mirov jî di hefteyek de 3-4 car derkevin destavê. 
Hekê mirov derketina destavê paş ve bavêje, pîsayî di hundirê rûviya stûr de ji boy demek dirêj dimîne, hê pirtir av ji pîsayî tê mijandin. Ji ber kêmbûna ava pîsayî, dibe ku mirov zikgirî(qebizî) bibe. Lê heke paşmayî pir zû ji laş bê avitin, vê gavê ji ber ku ava nav pîsayî bi têra xwe nayê mijandin, egera nexweşiya zikçûne(vijik) çê dibe. Li gel nexeşiya zikçûn û zikgirî(qebiz), nexweşiyên wekî bawesîr(basûr), kulbûna rûviya zêde (apendîst) û şêrpenceya kolon, hin ji nexweşiyên bi rûviya stûr ve tekîldar in.

Rûviya zirav



Rûviya zirav di navbera gede û rûviya stûr de bi awayek badayî dirêj dibe. Rûviya zirav bi qasî 6 – 7 metre dirêj e. Firehiya coga rûvî 2.5 cm e. Rûvî xwe li ser hev tewandî ye, loma di nav zikekelênê de bi hêsanî cih dibe. Ji ber ku qalindiya(panî) wê, ne bi qasî ya rûviya stûr e, navê wê kirine rûviya zirav. 
Rûvî li gel karê herisê, cogek wekî mîna riya xurek (rêxurek) kar dike, li başûrê Kurdîstanê ji boy rûviya zirav peyva “rêxola barîk”(zirav) tê bikaranîn.
--Anatomiya rûviya zirav--
Rûviya zirav ji sê beşan pêk tê. Rûviya donzdetilîk, rûviya vala, rûviya badayî.
Rûviya donzdetilîk an jî rûviya donzdegirêk(bi înglîzî: duodenum) navê xwe ji dirêjîya xwe digire. Dirêjiya rûviya donzdetilîkê bi qasî donzde tilî an jî 25 cm e. Rûviya donzdetilîk dişibe pîta C yê, ji guşera pîlorî dest pê dike hetanê rûviya vala (rûviya birçî) dirêj dibe. Ji boy herisa mekanîk a çewrî, ji kezebê zerav tê derdan, zerav bi navbeynkariya cogê tevlê xurekên nav donzdetilîkê dibê. Herwisa ji boy herisa kîmyayî jî ji pankresê enzîmên herisê tevlê donzdetilîkê dibe.
Rûviya vala an jî rûviya birçî (bi Înglîzî: jejenum): Dirêjiya wê bi qasî 2.5 metre ye. Mijîna xurekan cara pêşîn di rûviya vala de dest pê dike.
Rûviya badayî (bi înglîzî: ileum) beşa dawî ya rûviya zirav e. Dirêjiya wê bi qasî 3.6 metre ye. Di kotahiya rûviya badayî de rûviya stûr dest pê dike.
--Pêkhateya rûviya zirav--
Çîna lînceperde û çîna jêrelînceperde di nav coga rûvî de pêçanên bazinî ava dikin. Pêçanên bazini ji alîyekî rûyê rûviya zirav fireh dikin, ji aliyê din ve xurek ji ber hebûna pêçanên bazinî, hedî bi hedî di nav rûvîde derbas dibe. Herisa kîmyayî û ya mekanîk di rûviya zirav de bi dawî tê. Ji boy herisa kîmyayî û mijîna xurekan, xurek bi qasî 12 saet di nav rûviya zirav de dimîne. 90% ê xurek û av ji dîwarê rûviya zirav tê mijandin û tevlê xwînê dibe.
Çîna lînceperde ji rûkeşeşane pêk te. Ango rûkeşeşane rûyê hûndirîn a rûviya zirav dadipoşe.
Li ser rûyê hundirîn a rûviya zirav de hin pêkhateyên mîna tilî hene navê van pêkhateyan memîle (bi ingilîzî: yekjimar “villus”, pirjimar “villi”)ye. Memîle bi çînek xaneyên rûkeş ve dapoşî ye. Rûkeşexane jî ji boy zêdekirina rûyê rûviya zirav, parzûna xaneyê ber bi coga (lumen) herisê dirêj dike, li ser rûyê xaneyê pêkhateyên wekî mîna kulkan peyda dibe. Ev pêkhate wekî wirdememîle (bi ingilîzî: yekjimar “microvillus”, pirjimar “microvilli”) bi nav dibe. Ango wirdememîle ji parzûna xaneya rûkeş pêk tê. Memîle û wirdememîle rûyê hûndirînê rûvî firehtir dike, bi vî awayê xurek bi hêsanî tê mijandin. Di nav çîna lînceperde de hin xaneyen taybet hene, xaneyên goblet û xaneyên derdanî mînakin ji boy van xaneyan. Xaneyên derdanî enzîm û hormon der didin. Xaneyên goblet lîncemade der dide.
Molekulên sakar (hûrik) ên wekî mîna glukoz, asîdên amînî û hwd ji coga herisê derbasê nav lûleyên xwînê yên memîleyê dibin. Çewrî dikeve nav lûleyên lîmfê. Xurek bi difuzyonê an jî bi guhestina çalak ji rûvî tên mijandin.
--Nexweşiya kêmtoleransiya laktozê--
Şîr şekira laktozê lixwe digire. Loma laktoz wekî şekira şîrê tê bi nav kirin. Ji boy heriskirina laktozê, di rûviya zirav a dergûş û zarokan de enzîma laktaz tê berhemkirin û derdan. Mîrovên gihîştî li gor dema zaroktiya xwe hê kêmtir şîr vedixwe, loma di laşê mirovên gihîştî de, derdana laktazê jî roj bi roj kêm dibe an jî bi tevayî radiweste. Mirovên ku di rûviya wan da bi têra xwe laktaz çê nabe, wekî nexweşên kêmtoleransiya laktozê bi nav dibin(bi îngilîzî:lactose intolerance). Ev kesan gava şîr vedixwin, laktoz di rûviya wan da nayê heriskirin û dibe sedema vijik û gazên rûvî. Li hin herêman, mirovên gihîştî vexwarina şîrê, her wekî dema zaroktiya xwe didominin. Derdana laktaz jî di laşê van kesan da didome, loma nexweşiya kêmtolerensiya laktozê li nav van mirovan de gellek kêm e. Mirovên bi nexweşiya kêmtoleransiya laktozê ketine, laktozê naherisînin, laktoz ji boy demek dirêj di nav rûviyên wan da dimîne. Bakteriyên nav rûvî, laktozê dimeyinin(tirş dikin). Bi meyandina laktozê gazên wekî Karbona dîoksîd, hîdrojen û hin cureyên asîdan çê dibe. Ji ber ku laktoz di rûvî de dimîne pestoya osmosiya nav rûvî zêde dibe, av ji dorhêlê bi difuzyonê dikeve nav rûvî. Zêdebûna av, gaz û asîd, zik û rûviyên mirov diwerîmîne û diêşîne. Li gel van nerihetiyan, dibe ku mirov zikçûyî jî bibe.
--Nexweşiya sîliyak--


Di nav genim, ceh û çewder de komek proteîn heye navê wî gluten e. Koendama bergiriyê ya hin mirovan glutenê wekî hokara nexeşiyê dehesibîne û li hember glutenê bergirî dabîn dike. Kêmtolerasnsiya glutenê wekî nexweşiya sîliyak tê bi navkirin.(bi îngilîzî: celiac disease). Kesên bi nexweşiya sîliyakê heke di nav xwarina xwe de gluten bixwe, xaneyên bergiriya laş, êrîş dibin ser lînceperdeya rûviya zirav. Ji ber êrîşa xaneyên bergiriyê, ziyan digihîje memîleyên rûvi. Memîleyên ziyangirtî bi têra xwe xurek namijîne. Nexweşiya sîliyak, nexweşiyek bomaweyî(genetîkî) ye.
Nîşaneyên nexweşiyê;
Di coga herisê de peydabûna gaz, zikçûn, westayî, bêtaqetî, jarbûn, kêmxwînî. Nexweşên sîliyakê dive teqez xurekên bê gluten bixwe.


2019/08/29

Gede


Gede, made, aşik, meîde, mîde. bi (îngilîzî stomach)
Gede endama herisê ye. Dişibe kîsekî(tûrek) masûlkî di navbera soriçik û rûviya zirav de.
Gede di binê navpençikê(diyafram), li aliyê çêpê, li jorê Zikekelênê de cih digire.
--Pêkhateya gedeyê--
Mezinahiya gedeya vala bi qasî kulma mirov e. Gede ji boy enbarkiriana demkî ya xurekan, fireh dibe. Ji ber pêkhateya masûlkî, gede bi hêsanî fireh dibe, gedeya tijî bi qasî du lître xurek lixwe digire. Gedeya tijî dişibe pîta J yê. Rûyê hundirîn a gedeya vala qurmiçî ye. Di dîwarê gedeyê de sê cure lûsemasûlke rêz bûne. Masûlkeyên bi şêweya bazinî, masûlkeyên dirêjkî û masûlkeyên çeperast (dîagonal) li ser diwarê gedeyê de rêz dibin. Rûyê hundirîn ê dîwarê gedeyê bi çîna rûkeşeşaneyê sergirtî ye. Xaneyê rûkeşeşaneyê madeya lînc der didin. Perdeya lînc(lînceperde) şaneyên gedeyê ji asîd û enzîmên nav gedeyê diparêze.Girjbûn û xavbûna masûlkeyên gedeyê di bin kontrola sîstema demarî ya xweser de ye. Ango masûlkeyên gedeyê, masûlkeyên xwenewîst in. Bi ahengî girjbûn û xavbûna masûlkeyên gedeyê wekî perîstalsîs bi nav dibe. Ne tenê gede, lê masûlkeyên sorinçikê û yen rûviya zirav û rûviya stûr jî bi awaya perîstaltî tevdigerin. Du guşerên (givêşk) gedeyê, hatin û derketina xurekan a nav gedeyê kontrol dikin. Guşera di navbera sorinçik û gedeyê wekî guşera kardiak tê bi navkirin. Guşera di navbera gede û rûviya zirav jî wekî guşera pîlorî bi nav dibe.
Dîwarê gedeyê ji çar çînan pêk tê; çîna li ser rûyê hûndirîn a gedeyê wekî lînceperde bi nav dibe. Binê lînceperdeyê de çîna jêrelînceperde heye.
Çîna seyemîn çîna masûlkeyan e. Gede ji aliyê derve bi perdeya seroza dorpêçkirî ye. Valahiya gedeyê ji çar beşan pêk tê. Navê van beşan; kardîa,fundus,ten(laş) û pîlorus e. Pîlorus jî ji du beşan pêk te. Antruma pîlorî û coga pîlorî. Beşa kardîa cihê girêdana soriçik û gedeyê ye. Xurekên nav soriçikê, li vir dikeve nav gedeyê. Li jorê kardîa,li aliyê çepê beşa fundus cih digire. Fundus bi şeweya qube ye. Jêrê fundusê ten(laş) e. Beşa herî gir a gedeyê ten e. Beşa pîlorus bi şêweya kovikî ye. Gedeyê bi rûviya zirav ve girê dide. Beşa fireh a pîlorusê wekî antruma pîlorî bi nav dibe. Beşa teng a pîlorusê jî wekî coga pîlorî bi nav dibe.


--Gede û heris--
Di gedeyê de herisa mekanîk û herisa kîmyayî rû dide. Xurek di nav gedeyê de ji ber tevgera perîstaltî bi awayek fîzîkî tê heriskirin. Di nav gedeyê de xurek bi bandora lîkê û derdanên gedeyê hê pirtir şil dibe. Xurekên nermbûyî dişibe şorbeyek tîr a nîvherik. Ev rewşa xurekan wekî kîmos(chyme) bi nav dibe. Xurek bi qasî du seatan di nav gedeyê dimîne, li gel herisa fîzîkî, herisa kîmyayî jî li gedeyê rû dide. Xurekên proteînî cara pêşîn li nav gedeyê rastê enzîmên herisê tên. Enzîma pepsîn xurekên proteînî perçe dike boy polîpepdîdên hûriktir. Li gel proteînan, herisa çewrî jî li gede dest pê dike. Enzîma lîpaz ji aliyê rijênên ziman ve tê derdan(lîpaza zimanî) lê ne di dev de, di gedeyê de çalak dibe. Lîpaz çewrî diguherîne boy asîdên çewrî û glîserolê. Parek biçûk ji çewriyê di gedeyê de tê heriskirin, herisa çewrî bi esasî di nav rûviya donzdetilik(donzdegirêk) de rû dide.
--Kontrola çalakiya gedeyê--
Masûlkeyên gedeyê ji aliyê sistema demar a xweser(xweye koendama demar) ve tê kontrolkirin. Sîstema demarî ya xweser ji sîstema sîmpasawî û parasîmpasawî pêk tê. Sîstema parasîmpasawî bi navbeynkariya demara vagus ji boy zêdekirina girjbûnê sînyal radigihîne masûlkeyên gedeyê. Sîstema sîmpasawî jî berevajiyê sîstema parasîmpasawî kar dike û lêza çalakiya gedeyê kêm dike.
Li gel sîstema demar , hormon jî li ser çalakiya gedeyê de bibandor in. Hormona gastirin ji aliyê xaneyên lînceperdeya gedeyê ve tê berhemkirin. Gastirîn di nav xwînê de ber bi rijênên gedeyê ve tê guhastin. Gastirîn rijênan hander dike ku hê pirtir ji şileya gedeyê berhem bikin û der bidin. Şileya gedeyê(gastric juice) ji asîda hîroklorî(HCl), sodyum klorîd(NaCl) û Potasyum klorîd(KCl) pêk tê.
--Karê gedeyê--
- Xurek ji boy demek di nav gedeyê de tê embarkirin, bi vî awayê, ji boy enzîma pepsînê derfeta çalakbûnê çê dibe. Pepsîn xurekên proteînî yên nav gedeyê diherisîne boy polîpeptîdan.
- Diwarê gedeyê ji sê çînên masûlkeyên lûs pêk tê. Bi girjbûn û xavbûna van masûlkeyan gedê mîna meşkê tê kilandin û guşandin, xurek û derdanên gedeyê li nav hev dikevin. Ev rewş dibe sedema herisa mekanîkî.
-Gede bi alîkariya guşera pîlorî xurekê(kîmos) hêdî bi hêdî, beş bi beş ber dide nav rûviya zirav. Bi vî awayê heriskirin û mijandina xurkan ji aliyê rûviyan ve hê hêsantir çê dibe.
- Hinekî av, alkol, xwê û derman gava hîn li nav gedeyê ne, tê mijandin û tevlê xwînê dibin.
- Ji ber derdana asîda hîdroklorîk, pH a nav gedeyê li derdora 1,5-2,5 e ango şileya gede asîda bi hêz e. Bi hebûna vî asîdê, gede li hember hokarên nexweşiyê bergiriya giştî dabîn dike.
- Ji ber hawirdora asîdî, xwêyên hesinî yên nav xurekan di gedeyê de dihele, bi vî awayê hesin di rûviya zirav de bi hêsanî tê mijandin.
- Xaneyên dîwarê gedeyê lîncemade der didin, madeya lînc rûyê gedeyê xijokî dike, xurek bi hêsanî nav coga herisê de xiş dibin.
--Nexweşiya birîna gedeyê--


Birîna gedeyê (Peptic ulcer) bi birindarbûna rûyê hundirê gedeyê peyda dibe. Di navbera asîd û enzîmên nav gedeyê û xaneyên dîwarê gedeyê de lînceperde heyê, loma asîd û enzîm tu ziyan nade xane û şaneyên gedeyê. Hin caran dibe ku ji ber tenikketina lîncepereyê, enzîm û asîd bi rûyê gedeyê ve temas bike. Di rewşek wiha de enzîmên nav gedeyê( enzîma pepsîn) dest bi heriskirina şaneya gedeyê jî dike bi vî awayê li cihê ziyan girtî, birîn peyda dibe. Birîn ne tenê li ser diwarê gedeyê de, lê dibe ku li ser dîwarê rûviya zirav jî peyda bibe. Kesên tûşî bakteriya Helicobacter pilori bibin, egera peydabûna nexweşiya birîna gedeyê li wan zêde dibe.


2019/08/25

Soriçik (sorsorik)




Soriçik, sorsorik, borîxurek an jî boriya xurek. (Bi îngilîzî: esophagouse, oesophagus, food pipe)

Soriçik boriyek masûlkî ye, ji gewrî heta gedeyê dirêj dibe. Dirêjiya soriçikê bi qasî 25 cm ye. Firehiya soriçikê 1,5- 2 cm e. Sorsorik li paş borîhewa û dil de li pêş birbiragê dirêj dibe.
Rûyê soriçikê bi çîna lînceperde dagirtî ye, rijênên lînceperdeyê madeya lînc der dide nav valahiya soriçikê, bî awayê xurek di nav soriçikê de bi hêsanî xiş dibin.
Gava xurek ji gewriyê derbasî soriçikê dibe, masûlkeyên soriçikê girj dibin û xurekê ber bi gedeyê pal didin. Mirov bi serserikî jî bisekine, wê xurek dîsa jî ji gewrî ber bi gedeyê biçe. Ango di nav soriçikê de, livîna xurek ne ji ber rakêşaniyê lê ji ber zora masûlkeyan e. Piraniya masûlkeyên soriçikê, ji lûsemasûlkeyan pêk tê. Soriçik du cure lûsemasûlke lixwe digire, lûsemasûlkeyên dirêjkî(li aliyê derve) û lûsemasûlkeyên bazinî(li aliyê hundir). Girjbûna masûlkeyên soriçikê dor bi dor rû dide. Ango hemû masûlke bi carekî girj nabin. Masûlkeyên bazinî ji kotayiya gewrî dest bi girjbûnê dikin beş bi beş girj dibin. Bi ahengî girjbûn û xavbûna masûlkeyên soriçikê wekî perîstalsî bi nav dibe. Aresteya perîstalsiyê ji gewrî ber bi gedeyê ye. Masûlkeyên soriçikê ji cureya lûsemasûlkeyan e. masûlkeyên lûsê di bin kontrola sîstema demarî ya xweser de kar dikin. Masûlkeyên soriçikê masûlkeyên xwenewîst in, ango girjbûn û xavbûna van masûlkeyan ne bi desthilatdariya(xwestek) mirov, lê bi awayek xweser rû dide. Sîstema demarî ya xweser bi cûtin û daqurtina xurekê çalak dibe û masûlkeyên soriçikê pel bi pel girj dike û xav dike. Bi her girjbûnê xurek hinekî din ber bi gedeyê dilive. Guhestina loqêk xurekê ji gewriyê heta gedeyê di nav 10 çîrkeyê de pêk tê.

Soriçik û nexweşiya dilekizê


Li kotahiya soriçikê û navbera devê gedeyê de komek masûlkeyên bazinî yên givêşker heye. Ev masûlke wekî mîna derîçeyek kar dikin. Pêkhateya van masûlkeyan wekî givêşk (bi îngilîzî:sphincter) bi nav dibe. Gava xurek ji dev ber bi gedeyê tê guheztin givêşk xav in (sist in), lê dema hemû xurek ket nav gedeyê û soriçik vala ma, êdî masûlkeyên givêşkê girj dibin. Bi girjbûna masûlkeyan, givêşk tê guvaştin û kotahiya boriya sorsorikê dixitime. Bi vî awayê rê li ber paşherika xurekan a ji gedeyê ber bi soriçikê ve tê girtin. 
Ji xeynî dema verişînê, divê tu car xurek ji gedeyê ber bi soriçikê neherike. Hin caran dibe ku givêşk sist bimînê an jî girjbûna wan lawaz be, di rewşek wisa de, xurek ji gedeyê ber bi soriçikê paşdiherike.
Xurek û şilemeniya nav gedeyê, ji ber derdana asîda gedeyê, gelek asîdî ne pH a gedeyê derdora 1,5- 3,5 e, lê pH a dev, gewrî û soriçikê li derdora 7 e (nêtar e). Heke xurek û şilemenî ji gedeyê derkeve û ber bi soriçikê ve biherike, şaneya dîwarê soriçikê ji asîda gedeyê ziyan digire. Şane û xaneyên ziyangirtî dibin sedema peydabûna êşê. Ev êş wekî şewat dikeve canê mirov. Soriçik di nezîkê dilê mirov de derbas dibe, loma ji mirovê nexweş wetrê, êş ji dilê wî tê, agir bi dilê wî ketiyê û dilê wî dikize. Navê vî nexweşiyê wekî dilekizê (reflu) (bi înglizî: heartburn) tê bi navkirin.


2019/08/24

Gewriya mirov






Gewrî an jî gerû endamek hevbeş e ji boy heris û henaseyê. Têkiliya gewrî(gerû) bi valahiya poz, valahiya dev, sorsorik(soriçk) û qirikê heye.
Mirov ji poz û dev henase werdigre, hewa bi navbeynkariya gewriyê derbasê qirikê dibe û bi navbeynkariya borîhewa(trake)diçe pişikan. Herwiha xurek jî ji dev bi navbeynkariya gewrî derbasê sorsorikê dibe û diçe gedeyê.
Xurek di devê mirov de bi cûtinê şil dibe, bi alîkariya diranan pêrçe dibe û tê hêrandin. Xurekê hêrandî wekî loq bi nav dibe. Ziman loqê arasteyê gewrî dike. Ango divê xurek ji gewriyê raste rast derbasî sorsorikê bibe û nekeve valahiya poz an jî qirikê.
Gava mirov xurek dadiqurtîne, valahiya poz ji aliyê nermika esmanê dev û zimanok ve tê girtin bi vî awayê xwarin û vexwarin nakeve nav valahiya poz. Di qirika mirov de Li ser devê borîhewayê de pêkhateyek kirkirakî heye. Ev pêkhate wekî zimanê kirkiragê( epîglotîs) bi nav dibe. Bi daqurtîna loqê, borîhewa ber bi jor bilind dibe, zimanê kirkirag jî ber bi jêr dilive bi vî awayê devê borîhewayê ji aliyê zimanê kirkirak ve tê girtin. Bi girtina devê valahiya poz û devê borîhewayê, tenê yek rê ji boy loqê dimîne ,ew jî sorsorik e. Bi paldana ziman, loqê xurek ji dev derbasî gewrî dibe, ji gewrî jî derbasî sorsorikê(soriçik) dibe.



2019/08/20

Ziman çêja xurekan bi çi awayê digire ?



Ziman endamek masûlkî ye, li her aliyê dev de bi hêsanî dilive. Rûyê ziman bi çîna lînce dagirtî ye. Li gel lîncê, rijênên lîkê, lîk der didin ser ziman, loma ziman hertim şil e. Ziman erkên wekî çêjtin(tamgirtin), peyvîn û daqurtin bi cih tîne.

Ziman û heris 
Ziman erka heriskirina kîmyayî û makanîkî pêk tîne. Enzîma lîpaz ji boy heriskirina çewrî, di pankreasê de tê berhemkirin û derdan, lê zimanê mirov jî hinek lîpaz der dide, ev lîpaz wekî lîpaza zimanî(lingual lipase) bi nav dibe. Ev lîpaza zimanî ne di devê mirov de, lê di gedeyê de çalak dibe û hinek çewrî heris dike. Li ser rûyê ziman de hin rijênên lîkê hene, bi derdana lîkê xurek nerm dibe, hê zûtir perçe dibe. Lîk enzîma amîlazê lixwe digire, amîlaz xurekên karbohîdradî diherisîne. Ango ziman ji boy herisa kîmyayî enzîm der dide. Her wisa ziman erka herisa makanîk jî pêk tîne. Xurek bi alîkariya ziman di nav dev de serûbin dibe, bi vî awayê lîk tevahiya xurekê şil dike û nerm dike. Dema cûtinê, ziman bi navbeynkariya masûlkeyên xwe, loqên xurekê aresteya nav diranan dike, bi vî awayê diran bi hêsanî xurek dicûn. Piştê cûtinê, ziman loqa xurekê ber bi gewriyê pal dide.

 Ziman û tahmgirtin 
Li ser rûyê ziman de gopik(bi îngilîzî, yekjimar papilla, pirrjimar papillae) hene, di nav van gopikan de komên gopika tamê(çêjegopik) heye. Çêje gopikek ji koma xaneyên çêjewergir, xaneyên piştgiriyê, û demarên hestê pêk tê. Li ser parzûna xaneya xaneyên çêjewergir de wergirên kîmyayî( kîmîwergir )heye. Ji xaneyên wergir pêkhateyên mûyî ji kunika çêjegopikê dirêjê derve dibe, ev pêkhateyan wekî kûlkên çêjê bi nav dibin.
Ji boy mirov tama xwarin û vexwarinê bigire, divê xurek di nav lîkê de şil bibe û bihele. Ji xurekên helandî molekulên kîmyayî derdikeve, molekulên kîmyayî bi navbeynkariya kûlkên çêjê tên girtin. Molekulên kîmyayî, kîmîwergirên xaneyên çêjewergirê çalak dikin. Bi vî awayê sînyal ji xaneyên çêjewergir derbasî demarên hestê dibin. Demarên hestê sînyalan radigihînin mejî, di mejî de cureya çêjê an jî hestên din tê şîrovekirin. Li ser rûyê ziman de ne yek , lê çar cure gopik heye. Şewe û erka her gopikek ne yek e. Li gor cureyên xaneyên çêjewergirên nav gopikan mirov tamên xurekan wekî tirş, şîrîn, şor, tal, tûj hest dike.
Li ser rûyê ziman hin hestewergirên din jî hene. Wekî mînak hestên wekî hişkbûn an jî nermbûna xurekan, germî an jî sariya xurekan ji aliyê wergirên li ser ziman ve tên girtin.



2019/08/17

Ziman û diranên mirov


Ziman endamekî masûlkî ye, li her aliyê dev de bi hêsanî dilive. Rûyê ziman bi çîna lînce dagirtî ye. Li gel lîncê, rijênên lîkê, lîk der didin ser ziman, loma ziman hertim şil e. Ziman erka heriskirina kîmyayî û makanîkî pêk tîne. Xurek bi alîkariya ziman di nav dev de serûbin dibe, bi vî awayê lîk tevahiya xurekê şil dike û nerm dike. Herwisa alîkirina peyivînê û daqurtîna loqên xurekan jî erkên ziman e. Li ser rûyê ziman û perên ziman de gupikên tamê hene. Hestên wekî tam(çêj), hişkbûn an jî nermbûna xurekan, germî an jî sariya xurekan ji aliyê wergirên kîmyayî û mekanîkî yên li ser ziman ve tên girtin. Molekulên kîmyayî yên xurekan di nav lîkê de dihelin û wergirên kîmyayî(kîmîkewergir) yên gupikên tamê çalak dikin bi vî awayê tamên xurekan wekî tirş, şîrîn, şor, tal, tûj tê hestkirin. Enzîma lîpaz ji boy heriskirina çewrî, di pankreasê de tê berhemkirin û derdan, lê zimanê mirov jî hinek lîpaz der dide, ev lîpaz wekî lîpaza zimanî(lingual lipase) bi nav dibe. Ev lîpaza zimanî ne di devê mirov de, lê di gedeyê de çalak dibe û hinek çewrî heris dike. Piştî cûtina xurekan , ziman loqa xurekê ber bi gewrî pal dide.
DIRANÊN MIROV
Diran (didan) endamêk ji boy herisa mekanîk e. Jêkirin, gezkirin, cûtin, hêrandin û perçekirina xurekan bi navbeynkariya diranan pêk tê. Herwisa ji boy peyivînê jî pêdivî bi diranan heye. Gava dergûş ji dayikê dibe bê diran e. 6 meh paşê zayînê diranên dergûşê derdikeve. Hemû diranên zarokê careke de dernakevin. Gava zarok gihîşt 12 mehî êdî 20 diran di devê wî de hene. Ev diran wekî diranên şîrî tê bi navkirin. Hetanê 10-12 saliya zarokê ev diranên şîrî erka herisînê û peyvînê pêk tînînin. Paşê diranên şîrî beş bi beş dileqin û diweşin, îcar diranên nû derdikevin. Di devê mirovên têgihîştî de 32 diranên mayinde heye, lê hin caran dibe ku diranên kursî yên sêyemîn (diranê jîrî, diranê aqilî) dernekeve mirov bi 28 diranên mayînde bin. Li gor erk û şêweyê xwe, diran sê cure ne. Diranên pêşî( diranên birrê) 8 heb, diranên qîl 4 heb, diranên pêşkursî 8 heb, diranên kursî 12 heb.
PÊKHATEYA DIRAN
Diranek ji sê beşên sereke pêk tê;
1.Taca diran,
2. Stûyê diran,
3. Koka diran.
Beşa ji pidiya diran dirêjê derva dibe, wekî taca diran bi nav dibe. Her diranek 1-3 kok lixwe digire. Koka diran di nav hestiyê çenê de çikilandî ye. Di navbera kok û taca diran de stûyê diran heye. Stûyê diran bi pidî dorpêçî ye.
Li ser ruyê taca diran û jorînê stuyê diran de çînek req heye navê vî çînê mîna ye. Mîna ji hestî reqtir e. Diran rengê xwe yên sipîçîlê ji çîna mînayê digirin. Di binê mînayê de çîna ac heye. Piraniya pêkhateya diran ji acê pêk tê. Ac ji mînayê nermtir e, bi qasî hestî req e. Koka diran û stû bi çînek bestereşane ve dorpêçî ye. Ev çîna bestereşane wekî çîmento tê navkirin. Çîna çîmento ji bestereşaneya req çêbûyî ye, taca diran di nav hestiyê çenê de zexm dike û nahêle bileqe.
Di binê çîna acê de valahiyek bi navê kirok heye. Kirok li gel bestereşaneya nerm, bi lûleyên xwînê, lûleyên lîmfê û rîşalên demar ve tijî ye. Kirok ber bi koka diran ve dirêj dibe, ev der wekî coga diran bi nav dibe. Heke mînaya diran biderize, di cihê derizî de bakterî û perçeyên xurek berhev dibe, ev rewş dibe sedema kunbûna çîna mînayê. Heke çîna mîna kun bibe, diran tûşî reşbûn û kilorbûnê dibe.


2019/08/15

Devê mirov û rijênê lîkê


Devê mirov endamek ji koendama herisê ye. Herisa kîmyayî û herisa mekanîk li dev de dest pê dike. Valahiya dev bi lêvan, gepan, ziman û esmanê dev dorpêçkirî ye. Di kotayîya dev de gewrî dest pê dike.
Xwarin û vexwarin cara pêşî bi navbeynkariya dev dikeve nav coga herisê. Ango coga herisê ji dev dest pê dike heta zotikê dirêj dibe. Li gel erka herisînê, dev alîkarî ji boy peyivînê (deng derxistinê), tahm girtinê û henaseyê jî dike. Lêv deriyên dev in. Masûlkeyên lêvê ji boy peyivînê kar dike, her wisa xurek jî bi alîkariya lêvan dikeve nav dev, an jî ji dev derdikeve.
Ji boy erka herisînê, di devê mirov de hin endam hene, wekî mînak; diran, ziman, rijênên lîkê(tûk). Xurek bi alikariya van pêkhateyan di devê mirov de tê cûtin, bi cûyînê xurek şil dibin, nerm dibin û hûriktir dibin.
Rijênên lîkê (Lîkerijên):
Gelek rijên di lînceperdeya dev û ziman de cih bûne û rojê bi qasî 1-1,5 lître lîk(tûk) berhem dikin û der didin nava dev. Ji ber derdana lîkê devê mirov tu car zuha nabe. Bi taybet dema xwarin û cûtinê derdana lîkê jî zêdetir dibe. Lîk xurekan nerm dike û herisa kîmyayî ya xurekên karbohîdradî dide destpêkirin.
Her çiqas di devê mirov de gelek rijênên lîkê hebin jî ji wan sê cot hê pirtir bi bandor in.
Rijênên binguh (Parotid glands): Ev cota rijên li nezikê binê guhê rast û çepê de cih digire. Rijên bi navbeynkariya coga parotîdê derdanên xwe (lîk) dirijînên nava dev. Serê coga parotîde ji rijênan heta nêzikê diranê kursî yê duyem dirêj dibe.
Rijênên binziman: (Sublingual glands): Di binê ziman de cih bûne. Lîkê der didin nav dev. Derdana lîkê li gor rijênên din hindik e.
Rijênên çena jêrîn (submandibular glands): Ev rijên li aliyê jerê dev de cih bûne. Lîkê bi navbeynkariya cogan der dide nav dev.
Pêkhateya lîkê:
%95.5 ê lîkê av e. Ji xeynî avê, di nav lîkê de enzîma amîlaz, enzîma lîzozîm, iyonên wekî sodyum, potasyum, fosfat û bîkarbonat, lînc(mukus), Dijetena A heye. Lê ji boy erka herisê pekhateyên herî girîng enzîma amîlaz, lînc, iyonên bîkarbonat û fosfat e. Enzîma amîlaz xurekên karbohîdradî diherisînê, dike karbohîdradên hûriktir. Lînc xurekan nerm dike, daqurtîna xurek hêsantir dibe. Herwisa ji ber lîncê, xurek bi hêsanî di nav coga herisê de xij dibe. Iyonên fosfat û bîkarbonat pileya pHa dev rêk dixin. Pileya asayî ya pH a dev 6.35- 6.85 e. Ango nêzikê pileya nêtar e (pH = 7). Dijetena A û enzîma lîzozîm li dij hokarên nexweşiyê bergiriya giştî dabîn dikin.
Rêkxistina derdana lîkê:
Rijênên lîkê her dem bi heman rêjeyê lîk berhem nakin û dernadin. Berhemkirin û derdana lîkê ji aliyê koendama demara xoyî( autonomic nervous system) ve tê rêkxistin. Gava di dev de xurek tune be, sîstema sîmpasawî ya koendama demara xoyî derdana lîkê kêm dike. Bi cûyîna xurekan, an jî ji ber bihna xurekan îcar sîstema parasîmpasawî ya koendama demar a xoyî çalak dibe. Sîstema parasîmpasawî bandor li ser rijênên lîkê dike, rijên lîk berhem dikin û der didin.
Piraniya lîkê di rûviyan de cardin tê mijandin û tevlê xwînê dibe.

2019/08/12

Koendama herisê


Ji boy bi destxistina wize(enerjî), çêkirina xaneyên nû, saxkirina birînan, dabînkirina bergiriya laş û rêkxistina hevsengiya laş, pêdiviya mirov bi xwarin û vexwarinê heye.
Ji boy pêkanîna erkên xwe divê xurek (tiştên ji boy xwarin û vexwarinê) bikeve nav xaneyên mirov. Xurek li gel av, vîtamîn û kanza (mîneral), madeyên proteînî, karbohîdradî û çewrî jî lixwe digire.
Vîtamîn av, û kanza madeyên hûrik in û bi hêsanî ji parzûna xaneyê derbasî nav xaneyan dibin. Proteîn, karbohîdrad û çewrî(lîpîd) molekulên gewre (makro molekul)ne, divê pêşî bên heriskirin.
Bi navbeynkariya av û enzîman, ji perçekirina xurekên gewre, destxistina xurekên hûrik, wekî heriskirin bi nav dibe.
Bi herisbûnê ji proteînan asîdên amînî, ji karbohîdradan glukoz û ji çewrî jî glîserol û asîdên çewrî çê dibe. Ev molekulên herisî wisa hûrik in ku êdî dikarin ji parzûna xaneyê derbasî nav xaneyan bibin û erkên xwe pêk bînin.
Ew endam û pêkhateyên erkê herisê bi cih tînin jî wekî koendama herisê bi nav dibe. Koendama(sîstem) herisê ji coga herisê û endamên alîkar ên herisê pêk tê.
Coga herisê ji dev dest pê dike li gewrî, sorsorik û rûviyan de dirêj dibe, di zotikê(kom) de bi dawî dibe. Dirêjiya coga heris a mirov bi qasî 9 metre ye.
Endamên alîkar ên herisê, ziman, rijenên lîkê(tûk), kezeb, pankreas û kisikê zerav e.




2019/08/07

Bîra bergiriyê

Bergiriya çalak xaneyên bîrker (xaneyên bîrxerewe an jî bîrxerewexane) lixwe digire. Anko pêkhateya hokara nexweşiyê di bîra sîstema bergiriya çalak de dimîne. Bi hebûna van xaneyan heke hokara nexweşiyê ya diyarkirî carek din tûşî laş bibe, li dij hokarê bi hêz û lez bersîvdana bergiriyê peyda dibe.
--Bersîvdana Bergiriya Yekemîn--
Gava laş cara peşîn rastê hokara nexweşiyê tê, bersîvdana laş a li dijî dijepeydaker, wekî bergiriya yekemîn bi nav dibe. Bi bersîvdana bergiriya yekemîn ve lîmfexaneyên B û lîmfexaneyên T çalak dibin, hejmara wan zêde dibe. Xaneyên plazma dijeten der didin, lîmfexane bi bergiriya xaneyî û bergiriya derdanî li dij hokara nexweşiyê berevaniya laş dikin. Piştî têkşikestina hokara nexweşiyê, hinek ji lîmfexaneyên B û T yê diguherin û dibin xaneyên bîrker. Ev xaneyên bîrker ji bo hokara nexweşiyê ya diyarkirî taybet in. Anko her cureya hokara nexweşiyê ya tûşî laş dibe, dibe sedema dirûstbûna cureyek xaneyên bîrker. Wekî mînak heke nexweşiya jana zirav (tuberkîloz) tûşî mirov bibe, dibe sedema çêbûna xaneyên bîrker ên taybet ji boy hokara nexweşiya jana zirav. Dibe ku demek din laşê mirov îcar tûşî nexweşiya sorikê bibe, vê gavê li dij hokara nexweşiya sorikê xaneyên bîrker tê dirûstkirin. Heke mirov bi arsimê bikeve îcar ji boy vîrusên arsimê xaneyên bîrker tên dirûstkirin. Piştî saxbûnê xaneyên bîrker ji boy demek dûr û dirêj di nav xwînê an ji di nav lîmfegirê û endamên lîmfê de bi awayek sist(neçalak) dimînin. Dibe ku xaneyên bîrker bi dehan salan di nav laş de bimîne, heke hokara nexweşiyê cara duyemîn tûşî laş nebe, xaneyên bîrker jî hêdî bi hêdî dimirin û kêm dibin. Ji ber ku xaneyên bîrker neçalk in, bersîvdana bergiriya yekemîn a li dijî dijepeydaker hêdî ye, bêhêz e û xestiya dijeten di laş de kêm e. Piştî tûşbûnê dibe ku di nav yek an jî du hefteyan de rêjeya dijeten digihîje asta herî bilind.
--Bersîvdana Bergiriya Duyemîn--
Piştî saxbûnê, bi rojan an jî bi salan şûn ve, heke heman hokara nexweşiyê carek din tûşî laş bibe, bersîvdana bergiriya duyemîn di cih de çalak dibe. Hebûna xaneyên bîrker di demek kurt de rê li ber berhemkirina dijetenan ve dike. Xaneyên bîrker hokara nexweşiyê dinasin, bi dabeşbûnê xaneyên nû çê dikin û li dij hokara nexweşiyê dijetenên taybet berhem dikin. Xestiya dijetenan di nav laş de zû zêde dibe. Loma bersîvdana duyemîn li gor a yekemîn, 10-15 car leztir û hêztir e. Rêjeya dijetenan wisa zû berz dibe ku hokara nexweşiyê derfeta dagirkeriya laş li dest naxe. Pir caran ji ber berevaniya bersîvdana bergiriya duyemîn, mirov an qet nexweş nakeve, an jî nexweşiyê bi awayekî sivik derbas dike. Loma hin caran haya mirov ji tûşbûna nexweşiyê ya cara duyemîn nabe.




2019/08/05

Dijeten



Lîmfexaneyên B yên gihîştî, dijeten (bi îngilîzî: antibody) berhem dikin û der didin. Lîmfexaneya dijeten der dide, wekî xaneya plazma (plazmaxane) bi nav dibe. Dijeten di nav xwînê an jî di nav şileya navbera şaneyan de li dij hokarên nexweşiyê(dijepeydekar) bergiriya taybet a derdanî dabîn dikin. Herwiha hin dijeten jî li ser rûyê xaneyên B de cih digirin û wekî wergirên xaneya B ( bi îngilîzî: B-cell receptors (BCRs) ) tê binavkirin. Dijeten molekulên glikoproteînî ye. Dijeten ji cotek zincîrên giran û cotek zincîrên sivik ên polîpeptîdî pêk tê. Herdu zincîr bi bendên dusulfîdî ve bi hevre girêdayî ne. Şêweyê(şikilê) dijetenan dişibe pîta(herf) Y yê. Zincîra giran cureya dijetenan diyar dike. Zincîra sivik ji boy çêkirina beşa girêdana dijepeydakeran kar dike. Navê din a dijeten îmunoglobun e, îmunoglobun bi kurtasî wekî Ig tê nîşankirin.

Li gor cureya zincîra giran pênc cureyên dijeten heye. IgA, IgG, IgD, IgE, and IgM.

IgA
Ev dijaten di nav derdanên wekî hêsirên çava, tûk, lince(mukus) û şîrê dayikê de heye. Bi taybetî li dij hokarên nexweşiyê yên li ser çerm û lînceperdeyê bergiriyê dabîn dikin. Herwisa bi mijandina şîrê bergiriya pitikê(dergûş) jî dabîn dike. %13 yê deijetanên laş, ji IgA yê pêk tê.

IgG
IgG dijetena sereke ya besîvdana yekemî ye. Herwiha dijetena bingehîn a bersivdana bergiriya duyemî ye. %80 yê dijetenên nav xwînê û şileya navbera şaneyan IgG e. Ev dijeten hokarên nexweşiyê netar dike. IgG wekî opsonînek tevdigere û opsonîzasyonê çalak dike. Ji xwîna dayikê dikarê derbasê laşê korpele (embriyo) bibe, bi vî awayê bergiriya korpele jî tê dabînkirin.

IgD
% 1 ê dijetenên laş IgD ye. Ev dijeten jî wekî mîna IgM yê xwe bi parzûna xaneya B yê ve girê dide û dibe wergira xaneya B. Li dij hokara nexweşiyê, xaneya B çalak dike, dabeşbûn û guherina xaneyên B hander dike.

IgE

Kêmtir ji %1 ê dijetenên laş IgE ye. Bi gelemperî li ser rûyên xaneyên mast û xaneyên bazofîl de xwe girê didin. Dema rastê hokara nexweşiyê tên bersîvdana hewdani yê çalak dikin. Herwisa xaneyên bazofîlê çalak dikin û hîstamîn didin derdan. Rêjeya IgE yê dema hestiyariyê(alerjî) de zêde dibe.


IgM

IgM ji pênc hev pêkhateyên çarzincîrî pêk tê loma dijetena herî gewre ye. Gewrebûna wî, girêdana wî ya li ser rûyê hokarên nexweşiyê hêsantir dike. IgM xwe li ser rûye xaneyên B girê dide û wekî wergira xaneya B dixebite. Dema bersîvdana yekemî(seretayî) de plazmaxane bi rêjeyek zêde IgM berhem dike û der dide. Herwiha IgM xwe bi proteînên temamker ve girê dide û sîstema temamker a bergiriyê çalak dike.% 6 ê dijetenên laş IgM ye.


Karê dijetenan
Nêtarkirin( bi îngilîzî: neutralisation)
Dijeten xwe li ser rûyê bakterî an jî vîrîon (virusa li derveyî xaneyê) ve girê didin, ji ber ku di navbera hokara nexweşiyê û xaneya armanç de dijeten heye, hokarên nexweşiyê nikarin raste rast tûşê xaneyan bibin. Bi vî awayê êrîşên hokarên nexweşiyê bêbandor dikin.


Bi hev ve zeliqîn (Aglutînasyon)

Dijeten û hokarên nexweşiyê bi hev ve dizeliqin û kom dibin . Ev kom ji aliyê sipil û gurçikan ve hê bi hesantir tê parzûnkirin. Herwiha koma dijeten û hokarên nexweşiyê xaneyên hellûşêner jî ber bi xwe ve dikişînin.


Opsonîzasyon

Hin molekul li ser rûyê dijepeydakeran de hin nîşanan çê dikin, ev nîşan xaneyên hellûşêner hander dikin ku dijepeydakerê qûtbide. Ev molekulên nîşanker wekî opsonîn bi nev dibin. ( Di zimanê yewnanî de wateya opsōneîn “ji boy xwarinê amede kirin” e.) Dijeten jî, bi taybetî dijetena IgG wekî molekula opsonîn kar dike. Bi molekulên opsonîn ve pêçandina rûyê dijepeydakeran jî wekî opsonîzasyon(Opsonization) bi nav dibe.


Bi bandora dijeten, ji xaneyê derdana sîtotoksîn
Heke hokara nexweşiyê ji xaneya hellûşênerê girtir be, vê gavê hellûşîn pêk nayê, ji boy têkşikestina hokara nexweşiyê rêbazek nû tê bikaranîn. Navê vî metodê totoksîsitya bi navbeynkariya xane ya bi bandora dijeten( bi îngiliîzî: antibody-dependent cell-mediated cytotoxicity (ADCC) ) e. Bi taybetî, kujerexaneya sirûştî bi vî awayê li dij hokarên nexweşiyê berevaniya laş dikin. Lê dibe ku hellûşênera gewre û nêtrofîl jî bi rêbaza ADCC yê hokarên nexweşiyê dikujin. Dijeten Xwe bi hokara nexweşiyê ya gewre ve girê dide, paşê kujerexaneya sirûştî jî xwe bi dijetenê ve girê dide û madeyên jehrî der dide van madeyên jehrî wekî sitotoksîn bi nav dibin. Sîtotoksîn hokara nexweşiyê dikuje.

Çalakirina sîstema temamker
Dijeten li ser rûyê hokara nexweşiyê de xwe girê didin. Bi vî awayê proteînên sîstema tememker hander dikin. Bi handera dijetenan sîstema temamker çalak dibe û parzûna xaneya hokara nexweşiyê kun dike û hokara nexweşiyê dikuje . Bi taybetî, dijetenên ImG û IgM xwe li ser rûyê hokara nexweşiyê ve girê didin û sîstema temamker a rîya klasikî didin destpêkirin.













2019/08/01

Di nav xwînê de rêkxistina kalsiyumê çawa pêk tê?



Di laşê mirov de kalsiyum( Ca+2 )minerala herî zêde ye. Ji boy zexmbûna hestî û diranan, ji boy girjbûn û xavbûna masûlkeyan, ji boy berhemkirina enzîman, ji boy meyandina xwînê pêdivî bi kalsiyumê heye. Her wisa îyonên kalsiyumê di xaneyên demarî de wekî molekula peyamber kar dike.
Mirov kalsiyumê ji xurekan bi dest dixe. Hemû xurek ne bikalsiyumê dewlemend in. Li gor cureya xurekan mêjera kalsiyuma nav xwînê hin caran kêm dibe hin caran jî zêde dibe. Lê divê rêjeya kalsiyumê her tim di asta asayî de bimîne. Di nav xwînê de rêjeya asayî ya kalsiyumê 9-10 mg/100ml ye.
Rêkxistina mêjera kalsiyuma nav xwînê ji aliyê sê hormona ve tê kontrolkirin. Ev hormonan; Hormona Paratîroîd, Kalsîtrîol (vîtamîna D ya çalak ) û Kalsîtonîn e.
HORMONA PARATÎROÎD(PTH):
Ev hormon di rijênê paratîroîd de tê berhemkirin. Rijenên paratîroîd çar heb in û li paş rijenê tîroîdê cih digirin. Gava di nav xwînê de mêjera îyonên kalsiyumê kêm dibe, derdana kalsîtonîn tê rawestin. Ev rewş bandor li ser rijênê paratîrod dike. Rijênê paratîroîd PTH berhem dike û der dide nav xwînê.
Bi hebûna PTH, hinek kalsiyuma di nav hesti de enbarkirî, derbasê nav xwînê dibe. Hormona paratîroîd wekî hormonek hander li ser gûrçikan bandor dike ku gûrçik ji vîtamîna D yê hormona kalsîtîrol berhem bike. Ev hormon zorê dide xaneyên rûviyan ku hê pirtir kalsiyuma nav xurekan bigirin nav xwînê. Her wisa PTH bandor li ser gûrçikê dike, kalsiyuma bi mîzê ve hatiye parzûnkirin cardin ji lûleyên mîzê de tê mijandin û tevlê xwînê dibe. Bi hebûna hormona paratîroîde mêjera kalsiyuma xwînê bilind dibe û digihîje asta asayî.
HORMONA KALSÎTRÎOL:
Eslê vî hormonê vîtamîna D ye. Vîtamîna D peşî di kezebê de, paşê di gûrçikan de ji ber bandora hormona paratîrodê, diguhere û dibe hormona kalsîtrîol. Ango kalsîtrîol dema rijêne paratîroîd çalak e, tê çêkirin. Kalsîtrîol ji boy zêbûna kalsiyuma nav xwînê kar dike. Bi bandora kalsîtrîolê xaneyên rûvî ji nav xurekan hê pirtir kalsiyum dimije nav xwînê. Kalsîtrîol ji boy zexmbûna hestiyan, handêra embarkirina kalsiyum û fosfatê dike.
HORMONA KALSÎTONÎN:
Kalsîtonîn yek ji sê hormonên tîroîdê ye. Erka sereke ya kalsîtonînê, li gel hormona paratîroîdê rêkxistina mêjera kalsiyuma nav xwînê ye.
Gava asta rêjeya kalsiyuma nav xwînê bilind dibe, ev rewş dibe sedema berhemkirin û derdana hormona kalsîtonîn. Bi zêdebûna kalsîtonînê, derdana hormona paratîroîdê radiweste. Ji ber kêmbûna hormona paratîroîdê, di gûrçikan de çêkirina hormona kalsîtrîolê jî kêm dibe.
Kalsîtonîn kalsiyuma nav xwînê di hastiyan de embar dike. Bi neçalakbûna hormona paratîroîd û kalsîtrîolê,bi çalakiya kalsîtonînê asta mêjera kalsiyuma xwînê dadikeve asta asayî.
Hormona kalsîtonîn û hormona paratîroîd dijberê hev kar dikin. Hormona kalsîtonîn rêjeya kalsiyuma xwînê kêm dike, hormona paratîroîd kalsiyuma nav xwînê zêde dike. Gava yek ji van herdu hormonan çalak be, a din ne çalak e. Eger xebata du hormonan dijberê hev be, ev hormonan wekî hormonên antagonîst tên bi navkirin. Li gel kalsîtonîn û hormona paratîroîdê, hormonên însulîn û glukagon jî hormonên antagonîst in.