Celadet Alî Bedîrxan

Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)
Showing posts with label şane. Show all posts
Showing posts with label şane. Show all posts

2025/09/27

Xaneya riwekan

 

Xaneya riwekan (bi înglîzî: plant cell) yekeya bingehîn a hemû endamên cîhana riwekan e. Hemû şane û endamên riwekê ji xaneyên riwekê pêk tên. Di şaneyên riwekan de li gor cih û erkê wan, xaneyên riwekan cor bi cor in. Di riwekê de xaneyên riwekê bi gelemperî ne bi tena serê xwe lê di pêkhateya şaneyan de cih digirin.

Taybetmendî

Xaneya riwekan yekeya bingehîn a hemû endamên cîhana riwekan e.

Xaneyên riwekan jî wekî mîna xaneyên ajalan, xaneyên navikrasteqîn (êkaryotî) in. Ango navik û endamokên bi parzûn pêçayî lixwe digirin. Herçiqas gellek taybetmendiyên hevbeş ên xaneyên ajalan û riwekan hebin jî, xaneyên riwekan hin endamok û pêkhateyên taybet jî lixwe digirin.[1]

Di xaneyên riwekan de jî wekî mîna xaneyên ajalan, endamokên wekî mîtokondrîretîkûlûma endoplazmîrîbozomheybera Golgî hene. Herwisa di xaneyên ajal û riwekan de parzûna xaneyêsîtoplazma û navik jî pêkhateyên hevbeş in. Lê hin endamok û pêkhateyên xaneyên rîwekan ji xaneyên ajalan cuda ne. Diwarê xaneyê, kloroplast û hin plastîdên din, û vakuolek gir a navendî di xaneyên riwekan de cih digirin lê di xaneyên ajalan de ev pêkhate tune ne.[2]

Di hemû xaneyên riwekan de parzûna xaneyê ji aliyê derve, bi dîwarê xaneyê (bi înglîzî: cell wall) ve pêçayî ye. Dîwarê xaneyê riwekan, bi piranî ji selulozê pêk tê. Ji xeynî riwekan, bakterî û karok jî dîwarê xaneyê lixwe digirin, lê dîwarê xaneyê yê xaneya bakteriyê ji peptîdoglîkanê, yê karokan jî ji kîtînî pêk tê. Herwisa xaneyên kevzan jî dîwarê xaneyê lixwe digirin û pêkhateya diwarê xaneyê wan dişibe yê rîwekan. Dîwarê xaneyê ji bo xaneya riwekê, palpiştî û qayîmî dabîn dike.[1]Herwisa dîwarê xaneyê pestoya turgor a xaneya riwekê jî dabîn dike.[3]

Xaneyên riwekan bi hebûna kloroplastan ji gelek xaneyên din cuda xuya dibin. Li gel xaneya riwekan, xaneyên kevzan jî kloroplast lixwe digirin. Kloroplast corek plastîdan e ko karlêkên fotosentezê di nav wê de rû didin.[3] Ne di hemû xaneyên riwekan de, lê tenê di hin xaneyên di beşên kesk ên riwekê de kloroplast heye. Hin xaneyên riwekan jî ji bilî kloroplastan an jî li dewsa kloroplastan plastîdên din ên wekî kromoplast û lêkoplast lixwe digirin.[1]

Yek ji taybetmendiyên din ên xaneyên riwekan, hebûna yek an jî zêdetir vakuolen mezin in.Vakuol mina kîsik in, lê vala nîn û bi şileya xaneyê tîjî ne. Şileya xaneyê bi gelemperî ji av, xwê û şekiran pêk tê. Xestiya şileya nav vakuolan ji xestiya sîtoplazmayê zêdetir e. Xaneyên pêgihîştî bi gelemperî vakuolek mezin lixwe digirin. Xaneyên ciwan dibe ko çendan vakuolên piçûk lixwe bigirin. Di xaneya riwekê de vakuol bi gelemperî wekî endamoka embarkirinê kar dikin. Herwisa vakuol qebare û pestoya turgorî ya xaneya riwekê jî rêk dixin.

Hemû endam û şaneyên riwekê ji gorankariya çar cor xaneyên riwekê pêk tên; xaneya merîstemî, xaneya parenkîma, xaneya kollenkîma û xaneya sklerenkîma.

Xaneyên merîstemî

Geşebûn, peresîn û nûbûna riwekê bi dabeşbûn û gorankariya xaneyên merîstemî rû dide.

Çavkaniya hemû corên xaneyên riwekan, xaneyên merîstemî (bi înglîzî: meristematic cells) yên neguncandî ne. Evan xaneyan wekî xaneyên bineretî (bi înglîzî: stem cells) yên ajalan in. Ango hemû xane û şaneyên regqed, pel, kulîlk û berên (tov û mêwe) riwekê bi gorankariya xaneyên merîstemî peyda dibin.[4] Xaneyên merîstemî xaneyên zindî ne û dikarin hertim dabeş bibin. Her ko xaneyên merîstemî dabeş dibin, hinek ji xaneyên nûçêbûyî diguherin bo xaneyên din ên riwekê. Hinek xaneyên nûçêbûyî jî wekî xaneyên merîstemî dimînin û dabeşbûna xaneyê didomînin. Ango geşebûn, peresîn û nûbûna riwekê bi dabeşbûn û gorankariya xaneyên merîstemî rû dide.

Xaneya merîstemî bi qebareya piçûk e, tenê dîwarê seretayî yê xaneyê heye û diwarê xaneyê tenik e. Vakuolên xaneyên merîstemî piçûk in an jî qet tune ne. Xestiya sîtoplazmaya xaneyên merîstemî zêde ye û tevahiya xaneyê dagir dike. Di nav sîtoplazmayê de, li dewsa plastîdên pêgihîştî yên wekî kloroplast û kromoplastan, pêşengên plastîdan ên bi navê proplastîd cih digirin.

Xaneyên parenkîma

Penîbirgeha pelê di bin mîkroskobê de 400 car hatiye mezinkirin. Di bin rêza xaneyên rûpoş de xaneyên parankîma yên bi kloroplast cih digirin

Di şaneyên seretayî yên riwekan de herî zêde xaneyên parenkîma (bi înglîzî: parenchyma cells) hene.[5] Di xaneyên parenkîma yên pêgihîştî de, diwarê xaneyê yê seretayî heye. Ev diwar li gor diwarê xaneyên din ên wekî kolenkîma û sklerenkîma, hê teniktir e û qayîşokî ye. Di piraniya xaneyên parenkîmayê de dîwarê duyemîn çênabe. Di xaneyên pêgihîştî de vakuolek navendî cih digire.

Piraniya karlêkên metabolî, çêkirin û embarkirina madeyên endamî yên riwekê, û embarkirina avê ji aliyê xaneyên parenkîma ve tên birêvebirin. Wekî mînak, fotosentez di kloroplastên xaneyên parenkîma yên pel û hin qedan de rû dide.

Parenkîmayên kloroplast lixwe digirin û fotosentez dikin, wekî klorenkîma (bi înglîzî: chlorenchyma) tên navkirin.[6]

Xaneyên parenkîma di reg, qed û pelan de bi gelemperî valahiya navbera şaneya rûpoşê û şaneya lûleyî tijî dikin.

Di qed û regê riwekan de hin xaneyên parenkîma plastîdên bêreng lixwe digirin, evan plastîdan ji bo embarkirina xurekên endamî yên wekî nîşa, çewrî û proteîn tên bikaranîn. Hin xaneyên parankîma jî wekî xaneyên derdanî kar dikin, bi berhemkirin û derdana hin madeyan, bergiriya riwekê dabîn dikin. Xaneyên parenkîma yên pêgihîştî zindî ne.

Beşên nerm ên mêweyan (fêkî) bi gelemperî ji xaneyên parenkîma pêk tên. Di bin hin şert û mercan de xaneyên parenkîma dikarin dabeş bibin û biguherin bo corek xaneyên din ên riwekê. Wekî mînak dema birîndarbûnê de xaneyên parenkîmî cihê birîne baş dike.[7] Her wiha dibe ko ji xaneyek parenkîmî bi çandina şaneyê, riwekek nû were çêkirin.

Xaneyên kollenkîma

Birgeha penî ya xaneyên kolenkîma di bin rêza xaneyên rûpoş (epidermîs) de. (Rêza xaneyên rûpoş li aliyê çepê ye)

Xaneyên kolenkîma (bi înglîzî: collenchyma cells) bi gelemperî xaneyên zirav û dirêj in. Li gor xaneyên parenkîma, dîwarê xaneyê di xaneyên kollenkîma de hê stûrtir e, li gel selulozê pektîn jî lixwe digire. Stûriya diwarê seretayî ya xaneyê bi awayekî ne yeksan e, di hin beşan de stûriya dîwar hê pirtir e. Xaneyên pêgihîştî zindî û qayişokî ne. Xaneyên kollenkîma ji gorankariya xaneyên parenkîmayê peyda dibin. Dibe ko hin xaneyên kollenkîma xwediyê kloroplastan bin. Erkê bingehîn ê xaneyên kollenkîma, palpiştkirina qed û pelên riwekê ye.[7]Bi taybetî di bistîkên pel û mêweyan de, di qedê gihayan de xaneyên kolenkîma zêde ne.

Xaneyên sklerenkîma

Panîbirgeha xaneyên sklerenkîmayê yên rîşalî di bin mîkroskobê de.

Xaneyên sklerenkîma (bi înglîzî: sclerenchyma cells) jî wekî mîna xaneyên kolenkîma palpiştî didin riwekê. Lê xaneyên sklerenkîma neqayişokî ne û gelek req in. Li gel dîwarê seretayî, xaneyên sklerenkîma dîwarê duyemîn jî lixwe digirin. Dîwarê duyemîn ê xaneyê stûr e û gellek ligînin lixwe digire.[7]

Xaneyên sklerenkîma yên pêgihîştî mirî ne. Berî ko xane bimire, xane dîwarê duyemîn jî ava dikin. Her çiqas xane mîrî be jî dîwarê duyemîn e xaneyê, mîna peykerek palpiştî dide riwekê. Bi gelemperî xaneyên sklerenkîma di riwekê de beşen ko geşebûn û dirêjbûn rawestiyayê de çêdibin.

Xaneyên sklerenkîma du cor in; sklereîd û rîşal. Qalikê dendikên mêweyan û bergê tovan bi hebûna xaneyên sklereîd req dibin û tovê diparêzin. Qalika zexm û req a kakilê guzê dipêçîne, gelek sklerenkîma lixwe digire.[8] Rîşalên xaneyên sklerenkîma dirêj û zirav in. Rîşal di riwekê de mîna gurzek deziyan dirêj dibin. Rîşal palpiştî û qayîmî dide riwekê.[6] Di pîşesaziyê de rîşalên riwekê ji bo çêkirina werîs û cil û bergan tê bikaranîn.

Girêdanên derve

Çavkanî

  1. ^ Jump up to:a b c The Editors of Encyclopaedia Britannica. "plant cell". Encyclopedia Britannica, 29 Aug. 2025, [1]. Accessed 25 September 2025.
  2. ^ Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  3. ^ Jump up to:a b O'Connor, C. M. & Adams, J. U. Essentials of Cell Biology. Cambridge, MA: NPG Education, 2010
  4. ^ Lindsay, Penelope; Swentowsky, Kyle W.; Jackson, David (January 2024). "Cultivating potential: Harnessing plant stem cells for agricultural crop improvement". Molecular Plant. 17 (1): 50–74. Bibcode:2024MPlan..17...50L. doi:10.1016/j.molp.2023.12.014. ISSN 1674-2052. PMID 38130059.
  5. ^ Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  6. ^ Jump up to:a b Johnson, L. G. (1987). Biology. Dubuque, Iowa: Wm. C. Brown.
  7. ^ Jump up to:a b c Reece, Jane B. Campbell Biology : Jane B. Reece ... [et Al.]. 9th ed., Boston, Ma, Benjamin Cummings, 2011.
  8. ^ Postlethwait, J. H., & Hopson, J. L. (2006). Modern Biology. NY, United states: Holt Rinehart & Winston.

2025/04/25

Bestereşane

 



Here nagîvasyonêHere lêgerînê
Di laşê mirov de şaneya herî zêde û berbelav, bestereşane ye.

Bestereşane an jî şaneya bester (bi înglîzî: connective tissue), yek ji çar corên şaneyên ajalan e.

Her wekî ji navê wê jî diyar e, bestereşane di laşê ajalan de erkê bestinê (girêdanê) bi cih tîne. Beşên laş bi hev re girê dide û destek dide laş. Di laşê mirov de şaneya herî zêde û berbelav, bestereşane ye.[1]Bestereşane hemû beşên laş bi hev re girê dide, palpişta laş dike, şane û endaman ji hev cihê dike ko pêkhate bikaribin erkên xwe bi cih bînin. Her wisa embarkirin û guhaztina xurek û madeyên pêwîst, alîkariya bo dabînkirina bergiriya laş û saxkirina birînan, hin jî karên serekî yên bestereşaneyê ne.[2]

Pêkhate

Bestereşane çendan cor in, lê di hemû coran de sê pêkhate hevbeş e; xane, madeya bingehîn û rîşalên proteînê. Li gor erkê şaneyê, şêwe û mêjara van pêkhateyan jî ji hev cuda ne.

Matrîksa bestereşaneyê

Xaneyên bestereşaneyê di nav matrîksêk de belavî ne. Matrîks ji madeyên derveyê xaneyê (bi înglîzî: extracellular materials) pêk tê. Bi gelemperî matrîks ji aliyê xaneyên bestereşaneyê ve tê berhemkirin. Piraniya matrîksê ji madeya bingehîn (bi înglîzî: ground substance) pêk tê. Di nav madeya bingehîn de rîşalên proteînî cih digirin. Ango matrîks ji madeya bingehîn û rîşalên proteînî pêk tê.[3] Bestereşane ji matrîks û xaneyên bestereşaneyê pêk tê. Madeya bingehîn bi gelemperî şile ye, lê dibe ko di hin şaneyan de madeya bingehîn req be, wekî mînak, şaneya hestî.[4] Ji bilî şaneya xwînê û lîmfê, di hemû bestereşaneyan de xaneyên sereke fîbroblast in. Fîbroblast di nav şaneyê de sabît nîn in û dikarin cih biguherin. Fîbroblast dikarin bi dabeşbûna mîtozê pir bibin. Di hin bestereşaneyan de xaneyên wekî makrofaj, lîmfosît û hin caran jî lêkosît jî cih digirin.[5]

Rîşalên bestereşaneyê

Ji bilî xwîn û lîmfê, hemû corên bestereşaneyê rîşal lixwe digirin. Dibe ko rîşal di nav matrîksê de bi awayekî şidî an jî sîstî cih girtibin. Rîşal ji bestereşaneyê re palpiştî û qayimî dabîn dikin. Cor û mêjara rîşalan, cor û asta qayimî ya besterşaneyê diyar dike.[6]

Bestereşane sê cor rîşal lixwe digire; rîşala kolojen (bi înglîzî: collagen fiber), rîşala kayişokî (bi înglîzî: elastic fiber) û rîşala torî (bi înglîzî: reticular fiber).[7]Rîşalên bestereşaneyê ji aliyê xaneyên fîbroblast ve tên çêkirin.[8]

Di bestereşaneyan de herî zêde rîşalên kolojen hene. Rîşalên kolojen ji proteîna kolojenê pêk tên. Kolojen gelek zexm e. Rîşalên kolojen pêlpêlkî ne û çemînbariya wan kêm e, lê gelek qayim in. Gava şane ji ber hêzek tê kişandin, an jî tê tepisandin, rîşal nahêlên ziyan bigihîje şaneyê.[9]

Rîşalên kayîşokî ji proteîna elastîn pêk tên.[9]Taybetmendiya serekî ya elastînê ev ko heke were kişandin, bi bandora hêzê dirêj dibe lê paşê dikare vegere şikla xwe yê resen. Wekî mînak, çermê mirovê ciwan bi rîşalên qayişokî dewlemend e.

Rîşalên torî bi eslê xwe rîşalên kolojen in, lê pir zirav in û liqdar in. Hema di hemû beşên laş de hene lê di endamên wekî kezeb û sipilê de hê pirtir in.[10]

Madeya bengihîn

Madeya bingehîn di nav hemû valahiyên navbera rîşal û xaneyên bestereşaneyê de cih digire. Li gel av û xwêyan, piraniya madeya bingehîn ji proteoglîkanan pêk tê. Proteoglîkanên madeya bingehîn %5 ji proteînan û %95 ji polîsakkarîdan pêk tê. Polîsakkarîd û proteîn bi hevdu re bi bendên kovalendî girêdayî ne.[11]Madeya bingehîn dibe ko şile (xwîn), nîvçereq (kirikirk) an jî req (hestî) be.

Xaneyên bestereşaneyê

Her corek besterşaneyê xaneyek taybet lixwe digire. Wekî mînak, besterşaneya serekî xaneyên fîbroblast lixwe digirin. Çewriyeşane, xaneyên çewriyê (bi înglîzî: adipocytes), şaneya kirkirk kondrosît, şaneya hestî osteosît, şaneya xwîn jî xirokên spî û xirokên sor lixwe digirin. Xaneyên besterşaneyê bi gelemperî rasterast bi hev re temas nakin, di navbera xaneyan de matrîks heye.[6]

Bestereşaneya embriyonî

Hemû corên bestereşaneyê ji çîna mezodermê çêdibin. Mezenşîm (bi înglîzî: mesenchyme) bestereşaneya yekem e ko di mezoderma embriyoyê de diperise. Hemû bestereşaneyên din ji xaneyên bineratî (bi înglîzî: stem cells) yên mezenşîmê peyda dibin. Guşiyên xaneyên mezenşîmê belavê laş dibin, di temenê gihîştiyê de, li dewsa xaneyên mirî an jî ziyangirtî yên bestereşaneyê. xaneyên nû peyda dikin.

Corek din a bestereşaneya embriyonî di navikebendikê de çêdibe û wekî bestereşaneya lîncî tê navkirin. Ev şane piştê jidayikbûnê, tune dibe lê hinek xaneyên mezenşîmê ji bestereşaneya lîncî belavê laş dibin.[4]

Bestereşaneya serekî

Di laşê mirov de bestereşaneya herî berbelav, bestereşaneya sist e.

Bestereşaneya sist

Di ajalên birbiredar (bi înglîzî: vertebrate) de besterşaneya herî berbelav, bestereşaneya sist e. Ev şane, rûkeşeşaneyê bi şaneyên binê wê ve girê dide û cih û pozîsyona endaman sabît dike.[12] Di bestereşaneya sist de xaneyên şaneyê di nav matrîksê de belavî ne û xestiya madeya bingehîn a matrîksê zêde ye. Madeya bingehîn a bi şêweyî jelatîn bi rîşalên proteînî tê zeximkirin. Lê rêjeya rîşalan ji rîşalên bestereşaneya şidî kêmtir e. Rîşalên kolojen li gel rîşalên qayişokî û torî, di nav matrîksê de bi awayekî sist û hevdûr cih digirin. Ev rewş ji bo lûleyên xwînêdemar û pêkhateyên din cih dabîn dike.[13]

Çemînbariya bestereşaneya sist zêde ye.[14] Hema di hemû beşen laş de bestereşaneya sist heye, lê bi taybetî li derûdora lûleyên xwînê û lîmfê de, di coga herisê de, di navbera masûlkeyan de bestereşaneya sist zêde ye û qayîmî û qaîşokiyê dabîn dike.[15]Bi gelemperî, rûkeşeşane xurekên xwe ji bestereşaneya sist dabîn dikin.

Di salên berê de bestereşaneya sist, wekî bestereşaneya torî (bi înglîzî: reticular), bestereşaneya çewrî (bi înglîzî: adîpose tissue) û bestereşaneya kunkunî (bi înglîzî: areolar) dihat polenkirin. Lê êdî bestereşaneya çewerî wekî liqek besterşaneya taybet tê hesibandin. Bestereşanaya kunkinî û torî jî di nav bestereşaneya sist de tên nîşankirin. Hin caran li dewsa bestereşaneya sist, peyva bestereşaneya kunkinî jî tê bikaranîn.

Bestereşaneya şidî

Di besterşaneya şidî de rîşal gelek zêde ne.

Besterşaneya şidî hin caran wekî besterşaneya rîşalî (bi înglîzî: fibrous connective tissues) jî tê navkirin.[5]Di matrîksa bestereşaneya şidî de rêjeya madeya bingehîn kêm e û rîşalên kolojen gelek in, loma bestereşaneya şidî qayîm (zexim) e.[16]

Li gor bestereşaneya sist, di bestereşaneya şidî de xestiya (çîrî) rîşalan gelek zêde ye. Dibe ko rîşalên bestereşaneya şidî bi awayekî rêkûpêk bin. Wekî mînak, di jê (bi înglîzî: tendon) û besteran (bi înglîzî: ligaments) de rîşal bi paralelê hev dirêj dibin. [17] Jê, masûlkeyan bi hestî ve girê didin, bester hestiyê bi hestiyek din ve girê didin.[3]

Di hin corên bestereşaneya şidî de rîşal bi awayekî bêrêkûpêk cih digirin. Di bestereşaneya şidî ya bêrêkûpêk de rîşal rêzkirî nîn in, bi awayekî serbest di matrîksê de cih digirin. Bi vî awayî şane dikare di her arasteyê de bergirî û qayîmî dabîn bike. Wekî mînak, rîşalên çîna dermîs a çerm û rîşalên perdeya dil (perîkardiyum), bergê gurçik û bergê masûlkeyan.

Di hin besterşaneyên şidî de mêjera rîşalên qayişokî zêde ye, ji vê şaneyê re tê gotin bestereşaneya qayişokî. Di laş de bi taybetî cihên ko firehbûn û tengbûn li dû hev rû didin de bestereşaneya qayîşokî heye. Wekî mînak şaneyên pişikê û xwînberên sereke ji vê şaneyê lixwe digirin.[9]

Bestereşaneya taybet

Şaneya çewrî, kirkirk, hestî, xwîn û lîmf corên bestereşaneya taybet in. Her yek ji van şaneyan li gor erkê xwe hatine guncandin, loma şikil û pêkhateya xane û matrîksa van şaneyan ji hev cuda ne.[7]

Bestereşaneya çewrî

Di xaneyên çewriyeşaneyê de çewrî tê embarkirin.

Bestereşaneya çewrî di çewriyexaneyên (bi înglîzî: adipocytes-adipose cells) nav matrîksîde de çewrî (rûn) embar dikin. Çewriyexane jî ji fîbroblstan çêdibin. Rîşalên çewriyeşaneyê gelek hindik e.[5]

Çewriyeşane du cor in, çewriyeşaneyên spî û çewriyeşaneyên qehweyî. Xaneya çewriyeşaneya spî dilopek çewrî, ya çewriyeşaneyên qehweyî jî çendan dilopên çewrî embar dikin. Rêjeya karlêkên metabolî di çewriyexaneyên qehweyî de li gor yên spî, hê zêdetir in. Çewriyeşaneya qehweyî di laşên nûza (pitik) de hê pirtir e.[15]

Şaneya çewrî wekî mîna balîfek, endamên laş ji darbeyên hawirdorê û sermaya hawirdorê diparêze. Ji bo dabînkirina enerjiyê, bestereşaneya çewrî wekî çavkaniya xurekê tê bikaranîn. Gava pêdivî bi enerjiyê heye, çewriyexane trîglîserîdê hildiweşîne û asîdên rûnê berdide nav xwînê.[12]

Xaneyên çewriyeşaneyê nikarin dabeş bibin. Ango hejmara xaneyên çewrî di laşê mirov de hema sabît e. Gava mirov qelew dibe hejmara xaneyên çewriyeşaneyê zêde nabe, lê qebareya xaneyê bi dilopa rûn zêde dibe, xane diwerime û gir dibe. Bi xerckirina dilopên rûnê, çewriyexane piçûk dibe.[7]

Hormona bi navê leptîn ji aliyê şaneya çewrî ve tê berhemkirin û derdan. Leptîn di mejî de navenda kontola madê (îşteh) rêk dixe. Şaneya çewrî herî zêde di binê çermê mirov de, li derdora gurçikan de û li ser rûyê dil de heye.[10]

Bestereşaneya kirkirk

Qayimiya kirkirkê ji ber rîşlên kolojenê ye.

Şaneya kirkirk û şaneya hestî cora bestereşaneya palpişt (bi înglîzî: supportive connective tissue) a besterşaneya taybet in. Şaneya kirkirk (bi înglîzî: cartilage tissue) ji xaneyên kondrosît (bi înglîzî:chondrocytes) û matrîksa nîvçereq a lastîkî pêk tê. Qayimiya kirkirkê ji ber rîşlên kolojenê ye. Rîşalên kolojen ji aliyê kondrosîtan ve tên çêkirin û di matrîksê de cih digirin. Xaneyên kirkirkê di matrîksê de, di nav kelênên piçûk de cih digirin, ji van kelênan re tê gotin lakun (bi înglîzî: lacunae). Dibe ko lakun yek, du an jî çar xaneyan lixwe bigire. Di şaneya kirkirk de lûleyên xwînê, lîmf û demar tune ne. Xaneyên kirkirkê (kondrosît) xurek û oksîjenê bi difuzyonê ji matrîksê dabîn dikin.[9]

Bestereşaneya hestî

Şaneya hestî bestereşaneya herî req e. Endamên laş ji ziyanên hawirdorê diparêze, destek dide laş, xaneyên xwînê çêdike û hin mîneralan embar dike.[4]

Matrîksa şaneya hestî req e û bi gelemperî rîşalên kolojenê lixwe digire. Rîşal di nav madeya bingehîn a mîneralbûyî de noqbûyî ne. Madeya bingehîn a hestiyeşaneyê bi ekserî ji kalsiyum fosfatê pêk tê. Xaneyên hestî (bi înglîzî: osteocytes) jî wekî mîna xaneyên kirkirkê, di nav lakun de cih digirin. Şaneya hestî do cor in, hestiyeşaneya pitew (bi înglîzî: compact bone tissue) û hestiyeşaneya isfencî (bi înglîzî: spongy bone tissue). Di besterşaneya hestî de lûleyên xwînê û demar hene.[18] Loma di rewşa bîrîndarbûn an jî şikestina hestiyan de, bi gelemperî di demek kurt de hestî baş dibin.[4]Hestiyên mirov bi kiryara hestîbûnê ji kirkirkê çêdibin.

Bestereşaneya xwîn

Şaneya xwîn û şaneya lîmf cora bestereşaneya herikbar (bi înglîzî: fluid connective tissue) a bestereşaneya taybet in. Plazmaya xwînê, matrîksa şaneya xwînê ye. Di matrîksê de li dewsa rîşalan, proteînên rîşalê cih digirin, madeya bingehîn jî şileya xwînê ye. Xaneyên xwînê di nav plazmayê de cih digirin. Xurek, xwê, gaz, hormon û madeyên paşmayî di nav plazmayê de tên guhaztin. Xaneyên şaneya xwînê, xirokên sor û xirokên spî ne. Herwisa perikên xwînê jî di nav plazmayê de cih digirin.[6]Xaneyên xwînê ji aliyê moxê hestî ve tên çêkirin. Xirokên sor oksîjenê ji pişikan diguhazîne tevahiya laş. Xirokên spî ji bo dabînkirina bergiriya laş kar dikin. Perikên xwînê jî di dema birîndarbûnê de di karlêkên xwînmeyînê de cih digirin.[4]

Bestereşaneya lîmf

Lîmf matrîsek şile û xirokên spî lixwe digire. Lîmfeşane hin molekul û şileyê ji valahiya navbera xaneyan werdigire û bi navbeynkariya lûleyên lîmfê heta dil diguhazîne û tevlî xwînê dike. Şaneya lîmfê bo avakirina bergiriya laş kar dike. Herwisa çewriyên di rûviyan de hatine mijîn. bi şaneya lîmfê tê guhaztin bo xwînê.

Girêdanên derve

Çavkanî

  1. ^ Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  2. ^ Starr, C. (2007). Biology:concepts and applications (7th ed.). Boston, MA: Cengage Learning.
  3. Jump up to:a b Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology (8th ed.). Pacific Grove, CA: Brooks/Cole Publishing Company.
  4. Jump up to:a b c d e Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  5. Jump up to:a b c Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  6. Jump up to:a b c McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
  7. Jump up to:a b c Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  8. ^ Cullen, K. E. (2009).Encyclopedia of Life Science. Newyork: Facts On File, Inc
  9. Jump up to:a b c d Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  10. Jump up to:a b Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  11. ^ "Blue Histology – Connective Tissues". https://www.lab.anhb.uwa.edu.au/mb140/CorePages/Connective/Connect.htm]School of Anatomy and Human Biology - The University of Western Australia
  12. Jump up to:a b Reece, Jane B. Campbell Biology : Jane B. Reece ... [et Al.]. 9th ed., Boston, Ma, Benjamin Cummings, 2011.
  13. ^ Fox, Stuart Ira.Human Physiology. McGraw-Hill Education, 2016.
  14. ^ Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
  15. Jump up to:a b Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
  16. ^ Johnson, L. G. (1987). Biology. Dubuque, Iowa: Wm. C. Brown.
  17. ^ Kamrani P, Marston G, Arbor TC, et al. Anatomy, Connective Tissue. [Updated 2023 Mar 5]. In: StatPearls [Internet]. Treasure Island (FL): StatPearls Publishing; 2025 Jan-. Available from: [1]
  18. ^ SEER Training Modules, Module Name. U. S. National Institutes of Health, National Cancer Institute. 25.04.2025 [2].