Celadet Alî Bedîrxan

Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)

2023/09/27

Asîda rîbonukleyî

 

ERK Û PÊKHATEYA ASÎDA RÎBONUKLEYÎ (ARN)
    Asîda rîbonukleyî (ARN) yek ji du corên asîdên nukleyî yên xaneyên zîndeweran e.
Di xaneyan de li gel ARN-yê, asîda deoksîrîbonukleyî (ADN) jî cih digire. Hemû zanyariyên bomaweyî di ADN-yê de embarkirî nê. Ango çalakiyên xaneyê li gor ADN-yê tê rêvebirin. ADN jî ji bo birêverina çalakiyên xaneyê, ARN-yê bi kar tîne.
ARN (bi înglîzî: ribonucleic acid (RNA)) di xaneyê de ji bo çêkirina proteînan tê bikaranîn. Herwiha hin vîrus li dewsa ADN, ARN-yê wekî depoya zanyariyên bomaweyî bî kar tînîn, Ji van vîrusan re vîrusên ARN-yî tê gotin
--Pêkhateya ARN-yê--
    ARN ji zincîrek nukleotîdan pêk tê. Nukleotîd bi bendê fosfodîesterê bi hev girêdayî ne. Ango nukleotîd yekeyên asîda rîbonukleyî ne. Nukleotîd ji sê beşên sereke pêk tê, koma fosfatî, şekirê pênckarbonî û baza nîtrojenî. ARN bi gelemperî ji tek şerîdek pêk tê, lê hin corên vîrusên ko li dewsa ADN-yê, ARN-yê wekî molekula embara zanyariyên bomaweyî bi kar tînin de, ARN ji du şerîdan pêk tê
Di xaneyek asayî de heşt cor nukleotîd heye. ADN û ARN her yek çar cor nukleotîd lixwe digirin. Nukleotîdên ARN-yê Adenîn, Guanîn, Sîtozîn û Urasîl in. Nukleotîdên ADN-yê Adenîn, Tîmîn, Guanîn û Sîtozîn in. Di şekirê pênckarbonî yê nuklotîdên ADN-yê de di karbona duyemîn de oksîjenek kêm e loma ev şekir wekî şekirê kêmoksîjenî (deoksîrîboz) tê navkirin. Şekirê ARN-yê wekî rîboz tê navkirin.
    Di hin beşên ARN-yê de di navbera bazên heman zincîrê de bendên hîdrojenê tên avakirin. Di navbera Adenîn û Urasîlê de bendên duyanî, di navbera Guanîn û Sîtozînê de bendên seyanî çêdibe. Di navbera bazên nîtrojenî de avakirina bendên hîdrojenê dibe sedema çêbûna pekhateya duyemî ya ARN-yê, badanên zincîra ARN-yê pêkhateya seyemî ya ARN-yê pêk tîne.
--Çêbûna ARN-yê--
    ARN molekulek firenukleotîdî (polînukleotîdî) ye. Di ARN-yê de nukleotîd bi bendên hevbeş (kovalent) bi hev re girê dibin. Girêdan di navbera rîboza nukleotîdek û fosfata nukleotîda din ve ava dibe. Bi vî awayî stûna zincîra ARN-yê ji dubarebûna girêdana şekir û fosfatan pêk tê. Di Zincîra ARN-yê de di navbera nukleotîdên li pêyhev de bendê hevbeş (kovelendî) ê bi navê bendê fosfodîester ava dibe. Di bendê fosfodîester de, koma fosfata serê 5ê (5’) ya nukletîdek bi koma hîdroksîl a karbona seyemîna rîboza nukleotîda pêş xwe ve tê girêdan.
    Zanyariyên bomaweyî yên zîndeweran li asîda deoksîrîbonukleyî (ADN) ya zîndeweran de bi şêweyê gen cih digirin. Bi qonaxa libergirtinê (kopîkirin), zanyariyên ADN-yê wekî ARN tê kopîkirin.
Ji ber ko ADN du şerîd e û ARN jî tek şerîd e, ARN tenê yek ji du şerîdên ADN-yê tê kopîkirin. Şerîda ko ARN jê tê kopîkirin wekî zincîra qalib (bi înglîzî: template strand) tê navkirin. Şerîda ko di çêbûna ARN-yê de cih nagire, wekî zincîra kodkirinê (bi înglîzî:coding strand) tê navkirin.
    Hemû corên ARN-yê bi navbeynkariya enzîma ARN-polîmeraz, ji aliyê ADN-yê ve tê çêkirin, ev kar wekî libergirtin (kopîkirin) tê navkirin. Di xaneyên navikseretayî (prokaryot) de corek ARN-polîmeraz kar dike ji bo çêkirina hemû corên ARN-yan. Di xaneyên navikrasteqîn (êkaryot) de ji bo çêkirina her corek ARN, corek ARN-polîmeraz kar dike. ARN-polîmeraz I ji bo çêbûna ARN ya rîbozomî kar dike. Bi çalakiya ARN-polîmeraz II, ARN ya peyamber tê çêkirin. ARN ya guhêzer jî bi navbeynkariya ARN-polîmeraz III ve tê çêkirin.
    Ji bo destpêkirina libergirtinê, enzîma ARN-polîmeraz bi beşa promotor a ADN-yê ve dibeste, ADN-ya lûlpeça hevcot vedibe û du zincîr ji hev cihê dibin, zincîra ko nukleotîdên wê temamkerên nukleotîdên ARN-yê ye û ji bo çêkirina ARN-yê kar dike, wekî zîncîra qalip tê navkirin. Zincîra qalip şîfre nade ARN-yê loma hin caran wekî zîncîra nekodkirinê jî tê navkirin.
Dema libergirtinê de ARN-polîmeraz zincîra qalib bi aresteya serê 3 ber bi serê 5 ve (3’-5’) bi kar tîne û şerîdek ARN-ya ko nukleotîdên wê temamkerên nûkleotîdên ADN-ya qalip e çêdike. Rêza nukleotîdên ARN-ya nûçêbûyî û ya zincîra kodkirinê heman in. Loma ev zincîra ADN-yê wekî zincîra kodkirinê tê navkirin. Lê li dewsa Tîmîn, li zincîra ARN-yê de Urasîl heye.
--Corên ARN-yê--
    Gelek corên ARN-yê hene, lê ji vana sê corên sereke, di xaneyên hemû zindewerên de cih digirin û kar dikin ji bo çêkirina proteînan. Di xaneyên navikrasteqîn de hemû corên ARN-yê di navika xaneyê de bi rêberiya zanyariyên ADN-yê tên çêkirin.
ARN-peyamber
ARN-guhêzer
ARN-rîbozomî
    Ji bilî van ARN-yan di xaneyên navikrasteqîn de du cor ARN-yê din jî kar dikin ji bo rêkxistina zincîra ARN-yan.
ARN-ya piçûk a navikê (bi înglîzî: small nuclear RNA (snRNA)) zincîra pêşîn a ARN-peyamberê rêk dixe.
ARN-ya piçûk a navikokê (bi înglîzî: small nucleolar RNA (snoRNA)) kar dikin ji bo rêkxistina rêza zincîra ARN-ya rîbozomî.
    Di xaneyek memikdar de %80yê ARN-ya xaneyê ji ARN-ya rîbozomî pêk tê. Bi qasî % 4ê ARN-ya xaneyê ji ARN-ya peyamber pêk tê.%15-16 yê ARN-ya xaneyê jî ARN-ya guhêzer e.
ARN-peyamber (ARN-p)
    ARN-peyamber (bi înglîzî: messenger RNA (mRNA) ) tek şerîd e, ji bo çêkirina proteînan, zanyariyên bomaweyî ji ADN-yê kopî dike û dibe rîbozomê, di rîbozomê de li gor zanyariyên ji ADN yê hatinê şandin, proteîn tê çêkirin. Di xaneyê de bi qasî corên proteînan, corên ARN-peyamber tê çêkirin.
    Di xaneyên bakteriyan de, ARN-peyamber a nûçebûyî rasterast ji bo çêkirina proteînan tê bikaranîn. Di xaneyên navikrasteqînan (êkaryot) de ARN-ya nûçêbûyî wekî ARN-peyamber a destpêk (bi înglîzî: pre-mRNA) tê navkirin. Di zincîra ARN-ya destpêk de beşên nekodkirinê heye ji van beşan re tê gotin întron (bi înglîzî: introns), beşên kodkirinê yên ARN-ya despêk jî wekî egzon (bi înglîzî: exons) tê navkirin. Ji ARN-ya destpêk beşên întron bi alîkariya ARN-ya piçûk a navikê (snRNA) tên jêkirin û beşên kodkirinê(egzon) bi hevre tên girêdan, bi vî awayî ARN-peyamber peyda dibe. ARN-peyamber ji navikê derbasî nav sîtoplazmayê dibe û xwe digihîne rîbozomê.
    Koma nukleotîdên sêyanî yên ARN-peyamber wekî kodon tê navkirin. Her kodonek (ji bilî kodonên westanê) ango her sê nukleotîdek, şîfre ye ji bo asîdek amînî. Di rîbozomê de kodonên ARN-peyamber tê xwendin, li gor rêza kodonan, asîdên amînî tên rêzkirin û poroteîn tê çêkirin.
ARN-guhêzer (ARN-g)
    ARN-guhêzer (bi înglîzî: transfer RNA (tRNA)) jî pêkhateyek tek şerîdî ye û bi qasî 80 nûkleotîdan lixwe digire. Di hin beşên ARN-guhêzer de di navbera bazên heman zincîrê de bendên hîdrojenê tên avakirin. Di navbera Adenîn û Urasîlê de bendên duyanî, di navbera Guanîn û Sîtozînê de bendên seyanî çêdibe. Ji ber avabûna bendên hîdrojenê, zincîra nûkletîdên şerîda ARN-yê di hin beşan de çêminî ye û sê badokên xelekî pêk aniye. Bi vî awayî şêweyê taybet ê ARN-guhêzer peyda dibe. Pêkhateya duyemî ya ARN-guhêzer dişibe pelê nefelê, pêkhateya seyemî ya wê dişibe “L” ya serberjêr.
Di kotahiya serê 3 (3’) yê zîncîra ARN-guhêzer de ji bo girêdana asîda amînî beşek heye, bi vî awayê ji sîtoplazmayê asîda amînî hildigire û diguhazîne rîbozomê.
    Kotahiyek ARN-guhêzer dijekodon (bi înglîzî: anticodon) lixwe digire. Dijekodon ji sê nukleotîdan pêk tê û tevavkerê kodona ARN-peyamberê ye. Heke dema dirustkirina proteînê de dijekodon û kodon lihev biguncin, asîda amînî ya li ser ARN-guhêzer bi bendê peptîdê, di zîncîra polîpeptîdê de tê zêdekirin.
    Her corek ARN-guhêzer tenê bi corek asîda amînî ve girê dibe û wê diguhazîne rîbozomê. Di xaneyek de herî zêde 61 cor ARN-guhêzer cih digire. Ji ber ko hêjmara corên ARN-guhêzer ji hêjmara corên asîdên amînî zêdetir e, gelek asîdên amînî ji aliyê du an jî zêdetir corên ARN-guhêzer ve tê guhaztin.
ARN-rîbozomî (ARN-r)
    ARN-rîbozomî (bi înglîzî: ribosomal RNA(rRNA)) bi şêweyê gogî ye û di pêkhateya rîbozomê de cih digire. Herwisa dema çêkirina proteînê de wekî enzîm kar dike.
    Molekulên ARN-rîbozomî di navikoka xaneyê de tên çêkirin. Li gor qebareya xwe du cor ARN-ya rîbozomî tê çêkirin, ARN-ya gir û ARN-ya piçûk. Di navikokê de ev herdû beş bi proteînên rîbozomê ve yek dibin û binebeşa piçûk û binebeşa gewre ya rîbozomê pêk tînin. ARN-rîbozomî kar dike ji bo nasîna RNA-peyamber û ARN-guhêzer.
* Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.











2023/09/03

Pêkhate û taybetmendiyên proteînan




Pêkhate û taybetmendiya proteînan



    Proteîn molekulên aloz (makromolekul) û polîmer in, ji yek an jî zêdetir zincîrên asîdên amînî pêk tên.
Di xaneyên zîndeweran de karbohîdrad, çewrî, proteîn, vîtamîn û asîdên nukleyî molekulên endamî(organîk) yên sereke ne.Lê di xaneyê de herî zêde molekûlên proteînî cih digire. Zêdetirê ji %50 yê giraniya (giraniya ziwa) xaneyê ji proteînan pêk tê. Di xaneyên zindeweran de ne yek lê gelek corên proteinan heye. Zanyariyên bomaweyî yên li ser ADN-yê cora proteîna zindewerê diyar dike. Li gor zanyariyên bomaweyî di navbera asîdên amînî de bendên kîmyayî ava dibe û proteîn peyda dibe. Cor, rêz û hejmara asîdên amînî yên bi hev re bi bendên peptîdî hatine girêdan, cora proteînê diyar dike. Her xaneyek bi hezaran cor proteîn lixwe digire. Xaneyên laşê mirov bi qasî 32000 corên proteînan lixwe digire.
    Herwisa di laşê zindewerk de jî dibe ko her endam proteinek taybet lixwe bigire. Wekî mînak, proteînên masûlkeyên mirov, ji yên mejî û kezeba mirov cudatir in.

    Molekulên proteînê li gor molekulên şekir an jî molekulên rûnê (çewrî) gelek gir in û ji girêdana gelek asîdên amînî pêk tên. Piraniya proteînan bi dirêjiya 50 heta 2000 asîdên amînî ne.

    Proteîn di laş de gelek erkên girîng pêk tînin. Tora proteînên nav xaneyê, peykerê xaneyê, şêweyê xaneyê sabît dike û hemû pêkhateyên xaneyê ji belavbûnê diparêze.
Rîşalên proteînên aktîn û miyozîn girjbûna masûlkeyan rêk dixe.
Proteîna hemoglobîn di nav xwînê de oksîjen û hinek karbona dioksîd diguhazîne.
Dijeten ji proteînan pêk tên. Di laş de di nav xwînê û lîmfê de li dij hokarên nexweşiyê kar dikin. Hema hemû enzîm ji proteînan pêk tên. Enzîm bandor li karlêkên (reaksiyon) kîmyayî dikin bo bi destxistina enerjî, sazkirina malekulên nû an jî hilweşîna molekulan. Herwisa enzîm kar dikin ji bo çêkirina proteînan û duhendebûna ADN-yê.
Proteînên wergir rê dide xaneyê ko hormon û guherînên hawirdorê hest bike û bertek nîşan bide.
Herwisa hestî, jê, bester, çerm, por û nînokên mirovan zexmiya xwe ji proteînan digirin. Hin corên hormonan ji proteînê pêk tên. Wekî mînak hormona însulîn û hormona geşê, proteînên gogî ne.

    Ji bakterîyek heta mirovan, proteînên her zîndewerek taybet e ji bo wê zîndewerê. Proteînên her mirovek ji mirovek din piçek cihê ye, wekî mînak, rengê çavê mirov, porê mirov û rengê çermê mirov ji hev piçek cihê ne. Her wisa komeleya xwîna mîrovan jî ji hev cudatir e. Sedemên van cudahiyan, cudahiya proteînan in. Tenê proteînên cêwiyên tekzîgotê (yekhêkê) wekî hev in.
Her çiqas proteînên zîndeweran ji hev cuda bin jî, lê proteînên hemû zîndeweran ji 20 cor asîdên amînî pêk tên. Ango mirov, riwek an jî bakterî heman asîdên amînî bi kar tînên û proteînên xwe yên taybet çêdikin. Hemû zindewer proteînên xwe ji asîdên amînî yên di xaneyên xwe de çêdikin. Di rewşa asayî de di xaneyekê de ji 20 corên asîdên amînî bi têra xwe heye. Gava pêdiviya xaneyê bi proteînek hebe, asîdên amînî yen nav xaneyê tên bikaranîn. Heke di xaneyê de ji asîdek amînî ya bingehîn bi têra xwe tune be, çêbûna proteîn hêdî dibe an jî tê sekinandin. Cora proteînan, şêwe û erkê xaneyê diyar dike. Wekî mînak, xaneyên masûlke ji bo girjbûn û xavbûnê, bi qebareyek zêde ji proteînên miyozîn û aktîn lixwe digirin. Di xirokên sor de herî zêde proteîna hemoglobîn cih digire, hemoglobîn kar dike bo guhaztina oksîjen û hinek karbona dîoksîde di nav xwînê de.

Bendê peptîdî

    Gava du asîdên amînî bi hevdu re tên girêdan, ji koma karboksîle ya asîda amînî ya yekem, îyona hîdroksîl (OH-), ji koma amînî ya asîda amînî ya duyem jî hîdrojenek (H+) diqete. Bi vî awayî di asîda amînî ya yekem de di atoma karbonê de, di asîda amînî ya duyem de di atoma nîtrojenê de bendek serbest (vala) dimîne. Ev herdu bendên vala bi hev re tên girêdan, ev girêdana navbera asîdên amînî wekî “bendê peptîdî” tê navkirin. Hîdroksîl(OH-) û hîdrojena (H+) ji asîdên amînî hatine berdan yek dibin û molekulek av (H2O) peyda dibe.

    Molekula ji du asîdên amînî yên bi bendê peptîdê girêdayî pêk tê, wekî “dîpeptîd” tê navkirin. Heke sê asîdên amînî bi hev re werin girêdan, molekula nû wekî “trîpeptîd”, bi yekbûna çar asîdên amînî molekûla nû wekî “tetrapeptîd” tê navkirin. Gava gelek asîdên amînî bi bendên peptîdê bi hev re tên girêdan û ji asîdên amînî zincîrek dirêj ava dikin, ev zîncîr jî wekî polîpeptîd (firepeptîd) tê navkirin. Peyva polîpeptîd û peyva proteîn ne heman tişt in. Proteînek dibe ko ji yek an jî zêdetir polîpeptîdan pêk were. Proteînek çalak bi gelemperî ji polîpeptîdên bi şeweyek taybet badayî û qatbûyî pêk tê.


    
Gava zincîra polîpeptîdê tê avakirin, asîdên amînî bi awayekî taybet li dû hev rêz dibin. Di zincîrê de asîda amînî ya yekem bi beşa koma karboksîlê ve bi koma amînî ya asîda amînî ya li pêy xwe ve girêdana peptîdî ava dike. Ango koma amînî(NH2) ya asîda amînîya yekem serbest dimîne, loma ev kotahî wekî kotahiya -N (N-terminus) tê navkirin. Di zîncîra polîpeptîdê de koma amînî ya asîda amînî ya dawî bi koma karboksîlê ya asîda amînîya pêş xwe ve girê dibe. Bi vî awayî di asîda amînî ya dawîn de koma karboksîlê serbest dimîne, ev ebeş wekî kotahiya-C (C-terminus) tê navkirin. Gava polîpeptîd tê avakirin, zincîra polîpeptîdê ji kotahiya-N ber bi kotahiya-C ve dirêj dibe.

Şêwe û pêkhateya proteînan

    Şeweyê proteîn raste rast bandor li ser erk û çalakiya proteînê dike. Wekî mînak, enzîmek dikare tenê bi corek substrat ve were girêdan. Rûxarê çalak a enzîmê û rûyê substradê li hev diguncin. Heke ji ber hin sedeman rûxarê çalak a enzîmê biguhere, enzîm nikare bi substaradê ve were girêdan û çalakiya enzîmê radiweste. Şêweyê hormonên proteînî taybet e ji bo wergirên ser rûyê xaneyê. Loma hormon dikarin xwe bi wergirên xaneya armanc ve girê bidin.

    Di zîncîra polîpeptîda proteînê de guherîna yek asîdek amînî, dibe ko bibe sedema guherînek mezin di şêwe û erkê proteînê de. Wekî mînak, di nexweşiya kêmxwîniya xaneya dasî de, di hemoglobîna asayî de guherîna asîdek amînî rû dide. Hemoglobîna asayî proteînek gogî ye, lê di kesên bi kêmxwîniya xaneya dasî de, hemoglobîn gava bi oksîjenê ve girêdayî ye, bi şêweyê gogî ye, lê gava oksîjenê ber dide şêweyê hemoglobînê diguhere. Herwisa guherîna hemoglobînan bandor li ser xirokên sor (xaneyên xwînê) jî dike. Xirokên sor ên asayî bi şêweyê xepleyî ne, guherîna asîda amînî şeweyê xirokên sor diguherîne bo şeweyê dasî. Ev xirokên sor ên bi şêweyê dasî di hin beşên mûlûleyên xwînê de kom dibin û naherikin, loma kesên bi vê nexweşiyê ne, dibe ko di xane û şaneyên wan de bi têra xwe oksîjen belav nebe.

    Proteîn li gor pêkhateya molekula xwe, çar cor in, pekhateya yekemî (bi înglîzî: primary structure), pêkhateya duyemî (bi înglîzî: secondary structure), pêkhateya sêyemî (bi înglîzî: tertiary structure) û pêkhateya çaremî (bi înglîzî: quaternary structure).

    Herwisa proteîn li gor şeweyê xwe jî dabeşî du cora dibin, proteînên gogî û proteînên rîşalî. Hemoglobîn, amîlaz û însulîn mînak in ji bo proteînên gogî. Aktîn û miyozîn jî proteînên rîşalî ne.Proteînên rîşalî bi pêkhateya duyemî, proteînên gogî jî bi pêkhateya seyemî an jî çaremî ne.


Pêkhateya yekemî

Zincîra asîdên amînî yên polîpeptîdê, pêkhateya yekemî ya proteînê ye. Ji ber ko rêza asîdên amînî yen polîpeptîdê ji aliyê ADN-yê ve tê diyarkirin, ji 20 corên asîdên amînî her asîdek amînî dibe ko di zîncîra proteînê de bi hejmarek corbicor û di rêzek cuda de cih bigire, loma pekhateya yekemî ya her proteînek ji ya din cuda ye.

Pêkhateya duyemî

    Pêkhateya duyemî ya proteînê bi avakirina bendên hîdrojenê, bi badan û kurîşkên polîpeptîdê ava dibe. Bendê hîdrojenê di navbera koma N-H û koma C=O ya zincîra polîpeptîdêk an jî polîpeptîdan de ava dibe.
    Bi gelemperî du corên pêkhateya duyemî ya proteînan heye, lûlpêça alfa û pela kurîşkî ya beta.
Keratîn û kolojen proteînên bi pêkhateya duyemî ne. Por û nînokên mirov, hirî û qiloçên ajal ji proteîna keratînê çêbuyî ne. Herwisa proteîna kolojenê di nav hestî, kirkirik û masûlkeyên ajalan da gelek pir e.
    Du an jî zêdetir deverên zincîra polîpeptîdê li kêlaka hev dirêj dibin û bi bendên hîdrojenê bi hev re tên girêdan, bi vî awayê pela kurîşkî ya beta peyda dibe. Proteîna fîbroîn, beşa sereke ya pêkhateya hevrişîmê (bi înglîzî: silk) ye. Fîbroîn mînak e ji bo pekhateya duyemî ya proteînên cora pela kurîşkî ya beta.

    Di lûlpêça alfa de, oksîjena ji koma karboksîl a her bendek peptîdê, bi hîdrojena koma amînî ya asîda amînî ya çaremîn a ber bi kotahiya -C ve, bi bendê hîdrojenê tê girêdan. Avakirina bendan di dirêjiya polîpeptîdê de didome, bi badana vê beşa polîpeptîdê, polîpeptîda bi şêweyê lûlpêç peyda dibe.
Çerm, por, nînokên mirov, qiloç û simên ajalan, proteîna alfa keratîn lixwe digirin. Proteîna alfa keratîn proteînek bi pêkhateya duyemî û ji cora lûlpêça alfa ye.

    Pêkhateya lûlpêça alfa û pela kurîşkî ya beta di nav pirraniya proteînên gogî û rîşalî de cih digirin.
Herdu corên pêkhateya duyemî jî bi awayekî herî zêde rê vedikin ji bo bendên hîdrojenê, loma proteînên bi pêkhateya duyemî molekulên xweragir in.

Pêkhateya sêyemî

    Şêweyê sê dûrî (3D) ya tevahiya zincîra polîpeptîdê wekî pêkhateya sêyemî tê navkirin. Şeweyê sê dûrî ji aliyên çar hokarên serekeyên ko bi têkiliya navbera komên-R (komên fermanî) yên heman polîpeptîdê ve tê diyarkirin.Bi alîkariya van hokaran zincîra polîpepdîdê ya ko ji beşên lûlpêça alfa û beşên pela kurîşki ya beta pêk tê, hê pirtir tên badan, lûlkirin û qatkrin bi vî awayê pêkhateya seyemî ya bi şeweyê sê dûrî ya proteînê peyda dibe.

Hokarên dîyarkerê pêkhateya sêyemî

1. Avakirina bendên hîdrojenê: Di navbera koma fermanî ya hin asîdên amînî yên polîpeptîdê de bendên hîdrojenî tê avakirin.
2. Avakirina bendên iyonî: Di navbera koma fermani ya bi bargeya negatîf û komek fermanî ya bi bargeya pozîtîf de bendê îyonî tê avakirin. Herwiha di proteînê de komên fermanî yên nebargeyî jî di navbera xwe de bendên îyonî ava dikin.
3. Hevkarîgeriyên dijavî (bi înglîzî: hydrophobic interactions) : Ava hawirdorê komên fermanî yên necemser tehn didin, komên fermanî ji aliyê hawirdora avî dûr dikevin û li aliyê navî yê goga proteînê de kom dibin.
4. Avakirina bendên hevbeş (kovelendî): Di navbera atomên sulfura du sîstînên polîpeptîdê de bendê kovelendî ava dibin, ev bend wekî bendên dîsulfîd an jî pirên dîsulfîd (bi înglîzî: disulfide bridges) tên navkirin.
Bendên hîdrojenê, bendên îyonî û hokara dijavî (hydrophobic interactions), hevkarîgeriyên lawaz in, bendên dîsulfîdî yên kovelendî bendên bihêz in.

Pêkhateya çaremî

    Pêkhateya çaremî ya proteînê jî wekî mîna pêkhateya sêyemî bi bandora bendên hîdrojenê, bendên îyonî, hevkarîgeriyên dijavî û bendên kovelendî ava dibe. Pêkhateya çaremî ya proteînan ji çendan polîpeptîdan pêk tê. Wekî mînak kolojen proteînek rîşalî ye û ji sê polîpepdîdan pêk tê, hemoglobîn proteînek gogî ye û ji çar polîpeptîdan pêk tê. Herwisa dijeten jî ji çar zincîrên polîpeptîdê yên bi bendên dusulfîdî girêdayî pêk tê û kar dike ji bo bergiriya laş.

Şaperon

    Gava di rîbozoman de proteîn tên çêkirin, pêkhateya pêşîn zîncîra polîpeptîdê ye. Zincîra polîpeptîd bi badan, çemîn û qatan şêweyê xwe yê sê dûrî yê taybet çêdike. Bi gelemperî qatbûn û badana proteînê bi xwe rû dide, lê gelek caran jî proteînên taybet ên bi navê şaperon (bi înglîzî:chaperone) alîkarî dike ji bo qatbûn û çemîna polîpeptîdê. Herwiha hin caran qatên proteînan vedibin, şaperon qatên vebûyî cardin qat dike. Şaperon alîkariya qatbûn û badanan dike lê, şêweyê dawî yê proteînê ji aliyê asîdên amînî yên polîpeptîdê ve tê diyarkirin.


Erkê Proteînan

    Ji ber ko di xaneyê de proteîn gelek in, piraniya çalakiyên xaneyê ji aliyê proteînan ve tê rêvebirin. Dabînkirina şewe û pêkhateya xanayê, rêkxistina genan, duhendebûna ADN-yê, di nav xaneyê de guhaztina madeyan, di navbera xaneyê û hawirdorê de alûgorkirina madeyan, çêkirina enzîm, dijeten û pirraniya hormonan hin karên sereke yên proteînên xaneyê ne.
Hin proteîn, wekî proteînên di çerm, bester, jê û masûlkeyan de, ji bo xane û şaneyan wekî yekîneyên binyadî kar dikin. Hin proteîn dibin enzîm û di laş de leza karlêkên kîmyayî rêk dixin. Hinek ji proteînan di pêkhateya hormon de cîh digirin, wekî mînak însulîn. Wergirên li ser rûyê parzûna xaneyê û dijeten ên bo bergiriya laş proteîn in.
Dema dabeşbûna xaneyê de, di xalên kontrolê (bi înglîzî: checkpoints) de gavên dabeşbûnê ji aliyê proteînan ve tê kontrolkirin.

1. Çalakiya enzîman
Di biyolojiyê de katalîzorên xaneyê wekî enzîm tên navkirin. Enzîm hin karlêkên (reaksiyon) kîmyayî hêsan dike û leza wê zêde dike. Ji ber vê sedemê, peydabûna enzîman yek ji girîngtirîn bûyerên peresîna jiyanê ye. Enzîm proteînên gogî yên sê dûrî (3D) ne. Enzîm li dora substratê (madeya ko enzîm bandor lê dike) cih dibe. Guncîna rûyê enzîmê bi rûyê substartê, karlêkên kîmyayî leztir dikin.


2. Bergirî
Hin proteînên gogî, şêweyê xwe ji bo naskirina hokarên nexweşiyê û xaneyên şêrpenceyê bi kar tînin. Ev proteîn wekî wergirên rûyê xaneyê kar dikin û binyata koendama korerijen (hormon) û koendama bergiriyê pêk tînin. Dijeten proteînên taybet in ji bo dabînkirina bergiriya laş. Dijeten di nav xwînê û di nav lîmfê de di tevahiya laş de digerin û hokarên nexweşiyê têk dibin.

3. Guhaztin û embarkirin
Proteîn bi hin molekulan ve girê dibe û wan diguhazîne. Proteinên gogî molekul û iyonên piçûk diguhazînin. Wekî mînak, hemoglobîn proteîna guhaztinê ye, di nav xwînê de oksîjen û hinek karbona dîoksîdê diguhazîne. Miyoglobîn di xaneyên peykeremasûlkeyê de bi oksîjenê ve girê dibe û oksîjen embar dike.Proteînên guhaztinê yên parzûna xaneyê, alîkarî dikin bo iyon û molekulan ko ji parzûnê (perdeyê) derbas bibin. Transferîn hesin diguhazînê bo kezebê, di kezebê de proteîna ferritîn hesinê di kezebê de embar dike. Rûnên nav xurekan piştê herisê bi navbeynkariya lîpoproteînan di nav xwînê de tên guhaztin.
Proteînên hilgir û proteînên kanalî yen li ser parzûna xaneyê, di navbera xane û hawirdorê de alûgorkirina madeyan rêk dixin.

4.Piştgirî
Proteînên rîşalî di pêkhateya hin beşên laş de cih digirin. Keratîna nav por, fîbrîna nav xwîna meyînî de û kolojen hin mînakin bo proteînên rîşalî. Kolojen di çêbûna matrîksa çerm, bester, jê û hestiyan de kar dike. Di laşê birrbirredaran de proteîna herî zêde kolojen e.

5. Livîn
Girjbûna masûlkeyan bi xilisîna rîşalên proteînî yên bi navê deziyê aktîn û deziyê miyozîn rû dide. Miyozîn deziyê aktînê li ser xwe de kaş dike û masûlke girj dibin. Herwiha proteînên girjker kar dikin bo pêkanîna kakûtê xaneyê û guhaztina madeyan di nav xaneyê de.

6. Rêkxistin
Proteînên piçûk ên wekî hormon tên navkirin, di xanyên zîndeweran de wek peyamberên navxaneyî kar dikin. Proteîn di xaneyê de ji bo rêkxistina gelek zîndeçalakiyan kar dikin wekî mînak, dema peresînê de, hin genên xaneyê vedikin hinekan jî digirin bi vî awayê geşe û peresîna xaneyê rêk dixin. Herwiha proteîn li ser parzûna xaneyê de wekî wergirên rûyê xaneyê kar dikin û ji hawirdorê agahî kom dikin. Di xaneyê de sinyalên demarî bi navbeynkariya wergirên ji proteînî yên li ser parzûna xaneyê ve tên wergirtin.
Albumîn, globîlîn û fîbrînojen proteînên plazmayê ne. Proteînên plazmaya xwînê ji bo rêkxistina pestoya osmozî kar dikin, fîbrînojen dema brîndarbûnê de çalak dibe û dibe fîbrîn. Fîbrîn alîkarî dike ji bo meyîna xwîna ser birînê.

8. Dabînkirina enerjî
Mirov li gel karbohîdrat û çewriyan, di birçîmayîna demdirêjî de ji proteînan jî enerjî bi dest dixin. Lê di laş de embara proteînan tûne, loma bikaranîna proteînan bi taybetî ziyan dide masûlkeyan û masûlke lawaz dibin.

9.Tevlêbûna pêkhateyê
Proteînên binyadî, di gelek beşên xaneyê de cih digirin. Dûçika spermê, dûçika bakteriyan, ji proteînan pêk tê û kar dikin ji bo livîna xaneyê. Mîkrotubulên nav xaneyê proteînên taybet in, di nav xaneyê de guhaztina madeyan dabîn dikin û wekî peykerê mirov, piştgiriyê didin xaneyê. Di xaneyên masûlkeyan de proteînên rîşalî girjbûn û xavbûna masûlkeyê rêk dixin. Herwisa li derveyê xaneyan jî kolojen û keratîn proteîna herî belavî ye, di pêkhateya hestî, jê, bester, por çerm û neynûkan de cih digirin.

Proteînên hevgirtî

    Komek mezin a proteînan wekî proteînên hevgirtî (bi înglîzî: conjugated proteins) tên navkirin. Proteînên hevgirtî ji yekbûna proteîn û beşa neproteînî pêk tên.
Heke proteîn û molekulên çewrî yekgirtî bin, navê wê lîpoproteîn e.
Heke proteîn bi molekulên karbohîdradî ve girêdayî be vê gavê navê wê glîkoproteîn e.
Heke proteîn bi fosfatê ve yekbûyî be, navê wê fosfoproteîn e.
Proteinên bi koma hem ve girêdan avakirîne, wekî hemoproteîn tên navkirin. Wekî mînak hemoglobîn û miyoglobîn.
Proteînên bi pîgmentên karotenoîd, pîgmentên zeravê an jî melanînê ve girêdayî jî wekî kromoproteîn tên navkirin.
Hin proteîn jî bi asîdên nukleyî ve hevgirtîne, navê van proteînan nukleoproteîn e.

Proteînên parzûna xaneyê

    Li ser parzûna xaneyê de gelek corên proteînan cih digire, her yek ji bo karek taybet e. Ji bo proteînên ser parzûna xaneyê, navê “proteînên perdeyê” tê bikaranîn.

Proteînên cogî (bi înglîzî: channel proteins): Ji parzûna xaneyê de derbasbûna madeyên dijav an jî madeyên di nav avê de dihelin bi navbeynkariya proteînên cogî rû dide.

Proteînên hilgir (bi înglîzî: transport proteins): Di parzûna xaneyê de difuzyona hêsankirî (bi înglîzî: facilitated diffusion) bi navbeynkariya van proteînan rû dide.Wekî mînak glukoz bi navbeynkariya van proteînan derbasî nav xaneyê dibe. Herwisa proteînên hilgir bi veguhaztina çalak, bi xerckirina enerjiya ATP-yê jî hin molekulan ji parzûna xaneyê derbas dikin.

Proteînên nasînê (bi înglîzî: recognition proteins): Evana glîkoproteînên taybet in ji bo naskirina xaneyên cîran.

Proteînên nüsek (bi înglîzî: adhesion proteins): Xaneyê bi xaneya cîran ve girê dide, an jî ji bo rîşal û tubulên navxaneyê girêdanê dabîn dikin ko peykerê xaneyê zexm bibe.

Proteînên wergir (bi înglîzî: receptor proteins): Ev proteîn gava hormon an jî madeyêk hander bi proteîna wergir ve girê dibe, proteîn di xaneyê de berteka guncav dide destpêkirin.

Proteînên guhaztînerê elektronan (bi înglîzî: electron transfer proteins) : Dema karlêkên kîmyayî rû dide, ev proteînan elektronan ji molekulek diguhazînin bo molekula din.

Denaturasyona proteînan

    Dema proteîn rastê germahiya zêde, asîda bihêz, baza bihêz an jî hin rewşên neasayî tê, pêkhateya wê xira dibe şêweyê wê yê asayî diguhere, ji vê rewşa proteînê re denaturasyon (bi înglîzî: denaturation) tê gotin. Denaturasyon guherîna kîmyayî an jî fîzîkî ya pêkhateya proteînê ye. Tiştên ko dibin sedema rûdana denaturasyonê jî wekî hokarên denaturasyonê tên navkirin.
Proteîna denaturebûyî ji ber ko şeweyê xwe yê taybet winda dike, êdî nikare erkê xwe bîne cih.
Wekî mînak heke hinek ava leymûnê li şîr were zêdekirin, dî nav şîrê de hinek ji proteînên ji hev cuda, ji ber asîda bihêz a ava leymûnê, bi hev ve dizeliqin û wekî gilokên hûrik di nav şileyê de kom dibin, hinek proteîn jî di nav ava şîrê de wekî şijû dimînin, ev rewş wekî qûsîna şîr tê navkirin. Şîrê qûsiyaye, pH-ya wê cardin were bilindkirin jî, êdî venagere rewşa berê. Ango denaturasyona proteînan bi gelemperî mayînde ye. Herwiha germahiya bi pileya bilind jî dibe sedema denaturasyona gelek proteînan. Mînak, gava hêk tê kelandin, ji ber germahiya hawirdorê qat û badokên proteînên spîka hêkê vedibin, şêweyê asayî yê proteînan diguhere û di navbera proteînan de girêdanên nû ava dibe. Ev şêweyê nû ya proteînan êdî ne herîkbar, lê req e. Hêka kelandî were sarkirin jî venagere şêweyê xwe yê berê.
    Di denaturasyonê de pêkhateya yekemî ya proteînê naguhere, loma hin caran proteîna ko denaturê bûye, ango şêweyê wê yê asayî guheriye, heke hokara denaturasyonê ji hawirdorê were dûrxistin, vedigere şeweyê xwe yê asayî û herwiha erkê xwe yê asayî.


* Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin
https://ku.wikipedia.org/wiki/Prote%C3%AEn