Celadet Alî Bedîrxan

Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)

2019/09/30

Heriskirina çewriyan



Di nav xurekên rojane de bi gelemperî; donê gulberrojê, donê zeytê, rûnê nivişk ,rûnê margarîn û bezê goşt heye. Di zanista biyolojiyê de evana hemû di bin sîvana çewrî(lîpîd) de tên komkirin. Ango çewrî navê gelemperi yê ji boy rûn, don, bez, steroîd, fosfolîpîd, kolesterol, karotenoîd û vîtamînen A,D,E,K. Çewrî ,li gor karbohîdrad û proteînan hê pirtir enerjî lixwe digire. Xaneyên mirov ji boy destxitina ATPyê, peşî karbohîdrad bi kar tîne, heke di laş de bi têra xwe karbohîdrad tune be, vê gavê molekulên çewrî wekî çavkaniya ATP tê bi karanîn.
Di nav gelê Kurdîstanê de ji bo hemû cûreyên çewriyên nav xurekan, peyva rûn tê bi karanin. Wekî rûnê zeytunê, rûnê nivişk. rûnê vîte, rûnê garisê hwd. Di rastî de heke rûnê ji xurekan hatiye bi destxistin şîle(rohn) be, ev curê rûn wekî don bi nav dibe. Na, heke tîr be, îcar peyva rûn tê bikar anîn. Li gor vî esasî, çewriya riweka gulberrojê du cure ye, donê gulberrojê û rûnê gulberrojê. Donê gulberrojê şile(rohn) ye. Margarîn jî ji riweka gulberrojê tê bi destxistin, lê mîna rûnê nivişkê tîr e, loma ji boy margarînê peyva rûn tê bi karanîn. Bi kurtasî; heke çewrî di germahiya odê de rohn(şile) be navê wê don e, heke req(pitew) be navê wî rûn e.
Rûn, don, û bez ên ji xurek tên bi destxistin; wekî trîglîserît tê bi navkirin. Herwiha ji ber ku molekula trîglîserît nêtar e, ango barê + û – lixwe nagire, molekula trîglîserît wekî rûnê netarî jî tê bi navkirin. Trîglîserîd ji boy bi destxistina ATP, çêkirana parzûna xaneyê û hin hormonan tê bi karanîn. Molekula trîglîserîtê ji molekulek glîserol û sê molekulên asîdê çewrî pêk tê. Trîglîserîd molekula gewreye, di coga herisê de pêşî bi herisa mekanîk û kîmyayî tê hilweşandin boy monoglîserîd û asîdên çewrî, paşê xaneyên rûviya zirav van herdu molekulê sakar dimijîne û tev lê şileya lîmfê dike.


Çewrî (trîglîserîd)di coga herisê de bi herisa mekanîk û kîmyayî tê hilweşandin. Lîpaz enzîma herisê ye ji boy çewrî. Di laşê mirov de ji xaneyên ziman, ji xaneyên gedeyê û ji xaneyên asînî yên pankreasê lîpaz berhem dibe. Lîpaza zimanî di dorhêla asîdî de çalak e, loma di devê mirov de heriskirina çewrî rû nade. Lîpaza zimanî û lîpaza gedeyî, di gedeya mirov de çalak dibin. Ev herdu enzîm di dorhêlên asîdî de(pH 3-5) çalak in. Heta bigihîje gedeyê çewrî bi herisa mekanik ve rû bi rû namîne. Dilopên çewriya nav gedeyê gir in, çewrî di avê de natiwawê loma lîpaz di gedeyê de bi têra xwe kar nake. Çewriyên xurekan bi %10 heta 30 di gedeyê de tê heriskirin boy asîdên çewrî, dîglîserîd û monoglîserîdê. Anko ji boy heriskirina çewriyan qada bingehîn rûviya zirav e. Di rûviya zirav de herisa mekanîk û kîmyayî ya çewrî pêk tê. Ji kezebê zerav tê berhemkirin û derdan. Zerav di kîsikê zeravê de tê embarkirin. Gava mirov xurekên bi çewrî dixwe, derdana zeravê jî ji kîsikê zeravê ber bi rûviya donzdetilîkê dest pê dike. Zerav dilopên çewrî perçe dike boy dilopên hûriktir, bi vî awayê, enzîm bi hêsanî xwe li ser rûyê dilopên çewrî ve girê dide. Pankreas ji boy herisa çewrî enzîma lîpazê der dide. Lîpaza pankreasî li dorhêla nêtarî de (pH 6-8) hê baştir kar dike. Bi çalakiya lîpazên pankreasî, molekulên trîglîserîdê hildiweşe boy asîdên çewrî, û monoglîserîdê. Dibe ku li gel van molekulên sakar, bi herisbûna trîglîserîdê, glîserol jî peyda bibe. Ne tenê trîglîserîd, lê çewriyên wekî; fosfolîpîd,steroîd, kolesterol jî bi enzîma lîpazê tên hilweşandin.


2019/09/29

Heriskirina proteînan



Di xane û şaneyên laşê mirov de, rêjeya proteînan ji nîşa û çewrî zêdetir e. Bi gelemperî xurekên ji ajalan tê bi destxistin, ji xurekên riwekî hê pirtir proteîn lixwe digirin. Wekî minak; rêjeya proteîna nav goşt û hêk ji ya kartol û pîvazan zêdetir e. Xurekên ji riwekên wekî nok, nîsk û fasûlî tên bi destxistin jî gellek proteîn lixwe digirin.
Ji bo çêkirina xane û şaneyên nû, ji bo berhemanîna enzîm û hormonan, ji bo dabînkirina bergiriya derdanî, ji boy başkirina birînan pêdiviya mirov bi proteînan heye. Her zindewer li gor kromozom û genên xwe, xwediyê proteînên taybet e. Ango zanyariyên bomaweyî yên van kesan cuda ye, loma proteînên por û xwîna van her du mirovan ne yek e.. Proteîn di xaneyên zineweran de li gor rêzbendiya genên li ser kromozoman, di rîbozoman de tê berhemkirin. Asîda amînî yeke ya proteîn e, 20 cureyê asîda amînî heye. Asîdên amînî bi bendên kîmyayî li hev tên girêdan, bi vî awayê proteîn çê dibe. Proteîn molekulek gewre ye an go makromolekul e. Di nav xaneyan de li gor cure, rêzbendî û hêjmara asîdên amînî curbecur proteîn tê berhemkirin. Heke ji du mirovan, a yek porreş, a dinê porsor be, an jî komeleya xwîna yekî AB a dinê B be, ev cudahiyan ji ber cudahiya proteînan e. Ango zanyariyên bomaweyî yên van kesan cuda ye, loma proteînên por û xwîna van her du mirovan ne yek e. Ji ber ku hin proteînên zîndeweran ji hev cuda ye, proteînên ji xurekan rasterast kêrê mirov nayê. Loma pêşî, proteîn bi enzîmên herisê tên hilweşandin boy asîdên amînî, paşê di nav xaneyên mirov de ji van asîdên amînî proteînên nû yên ji wî/ê mirovê re taybet, tê çêkirin.
--Heriskirina proteînan di gedeyê de--
Di devê mirov de ji boy heriskirina proteînan enzîm tune, di dev de tenê herisa mekanîk a proteînan rû dide. Proteîn di coga herisê de, di gedeyê de cara yekem rastê enzîma herisê tê. Enzîma pepsîn di xaneyên gedeyê de tê berhemkirin. Pepsîn proteînan hildiweşîne boy polîpeptîdên hûriktir. Gedê bi xwe jî gellek proteîn lixwe digire. Xaneyên gedeyê enzîma ji boy heriskirina proteînan bi awayekî neçalak berhem dikin û der didin nav gedeyê. Enzîma neçalak wekî pepsînojen tê bi navkirin. Xaneyên gedeyê li gel pepsînojenê, asîda hîdroklorî(HCl) jî berhem dike û der dide nav gedeyê. Asîda hîdroklorî pepsînojenê çalak dike, pepsînojena çalakbûyî êdî wekî pepsîn bi nav dibe. Ji ber asîda hîdroklorî, pileya pH a gedeyê li derdora 2 ye. Berevajiyê enzîmên din, pepsîn li dorhêla zor asîdî de hê baştir kar dike. Pepsîn proteînan hildiweşîne boy molekulên hûriktir, ev molekulan wekî polîpeptîd tê bi navkirin. Polîpeptîd ji proteînan hûriktir e, lê hê jî makromolekul e û ji boy tevlê xwînê bibe, divê hê zêdetir bê hilweşandin.
--Heriskirina proteînan di rûviya zirav de--


Beşa pêşîn a rûviya zirav, rûviya donzdetilîk e û pileya pH a wê ji ya gedeyê berztir e. Ji ber derdana zerav û şileya pankreasê, pH a rûviya donzdetilîkê li derdora 7 e. Ji pankreasê li gel enzîma çalak a karboksîpeptîdazê, enzîmên trîpsînojen, kîmotrîpsînojen jî bi awayekî neçalak tên berhemkirin û derdan. Ji xaneyên dîwarê rûviya donzdetilîkê de enzîmek bi navê enterokînaz (wekî enteropeptîdaz jî tê zanîn) tê derdan. Enterokînaz trîpsînojenê çalak dike. Trîpsînojena çalakbûyî wekî trîpsîn tê bi navkirin. Tripsîn jî kîmotrîpsînojenê çalak dike. Ev herdu enzîmên çalakbûyî; trîpsîn û kîmotrîpsîn, li ser polîpeptîdan bandor dikin û polîpeptîdan hildiweşînên boy polîpeptîdên hûriktir her wiha hinek asîdên amînî jî peyda dibe. Ji xeynî pankreasê, xaneyên rûviya zirav jî enzîm berhem dike û der dide ser xurekê. Ji dîwarê rûviya zirav enzîmên karboksîpeptîdaz, dîpeptîdaz û amînopeptîdaz tê derdan. Van enzîman polîpeptîdên hûrik perçe dikin boy asîdên amînî. Bi herisa gedeyê û ya rûviya zirav proteînê xurekê tên hilweşandin. Monomerên proteînê; asîdên amînî, bi têra xwe hûrûk in, memîleyên li ser dîwarê rûviya zirav asîdên amînî dimijîne û tevlê xwînê dike. Asîdîn amînî di nav xwînê de ber bi kezebê ve te guhestin, kezeb rêjeya asîdên amînî yên laş rêk dixe. Bi kurtasî; mirov gava xurekên proteînî dixwe, di coga herisê de proteinan heris dike boy asîdên amînî. Asîdên amînî bi navbeynkariya xwînê belavê laş dibe. Di xaneyên laş de ji van asîdên amînî car din proteîn tê çêkirin, lê ev proteîn li gor zanyariya genên mirov tê çêkirin. Loma ji proteîna nav xurekan de hatiye heriskirin ve cudatir e.


2019/09/28

Heriskirina karbohîdradan



           Mirov ji sê cure xurek enerjiya ATP bi dest dixe, vana ; karbohîdrad, çewrî û proteîn nin. Ji boy mirov, çavkaniya yekem a enerjiyê karbohîdrad e. Ango gava pêdiviya mirov bi enerjiya ATP hebe, pêşî xurekên karbohîdradî wekî çavkanî tê bi kar anîn. Paşê çewrî, herî dawî jî proteîn ji boy peydakirina enrjiyê tê bi karanîn.
--Cureya karbohîdradan--
          Xwarinên rojene yên wekî; lazût, kartol, pîvaz, tivir, gêzer, savar, birinc, şîr, penêr, şekira çay, hingiv, bîra(bi îngilîzî beer), hemû tiştên ji arvan çêbûyî (nan, maqarne, biskiwît, hwd), hemû cureyên fêkî( zebeş, tirî, sêv, mişmiş, porteqal hwd), bastêq û dimis mînakin ji boy xurekên karbonhîdradî. Karbohîdrat ne navê yek, lê navê komek made ye ku wek sakkarîd jî tên bi navkirin. Peyva sakkarîd ji peyva latînî ya saccharum çê bûyê. Wateya saccharum şekir e. Loma şekir navê gelemperî ye ji boy karbohîdradan. Her çiqas mirov di jiyana rojane de xurekên şirin ên wekî şekirê çayê, hingiv an jî şîraniyan, wekî madeyên bi şekir re têkildar bihesibîne jî, a rastî ev e ku şekir her tim şîrîn nîn e. Wekî mînak kartol, pîvaz û nan gellek karbohîdrad( şekir) lixwe digirin lê tahma wan ne şîrîn e. Mirovên bi nexweşiya şekir (diyabet)ketinê, ne tenê şekira çayê, lê divê hemû cure xurekên karbohîdradî kêm bixe.
           Li gor qebareya molekulê, xurek sê cure karbohîdrad lixwe digirin, monosakkarîd, dîskkarîd û polîsakkarîd. Wateya ‘mono-’ ‘’yek’’ ; a sakkarîd ‘’şekir’’ e. Ango wateya monosakkarîd; karbohîdradên yek şekirî ye. Ji ber ku tenê ji molekulek pêk tê, monosakkarîd wekî şekira sakar tê bi navkirin. Monosakkrîda nav xurekan, bê ku bên heriskirin, rasterast di rûviya zirav de tê mijandin û tevlê xwînê dibe. Glukoz, fruktoz û galaktoz karbohîdradên monosakkarîdî yê şeşkarbonî ne. Glukoz wekî şekira tirî an jî şekira xwînê jî tê bi navkirin. Herwiha fruktoz jî wekî şekira fêkî(mêwe) bi nav dibe. Monosakkarîd yekeya karbohîdradên aloz e.
Du molekul monosakkarîd bi awayek kîmyayî yek dibin û karbohîdradên dîsakkarîd çê dikin. Sukroz (şekira çayê), laktoz (şekira şîrê), maltoz( şekira bîrayê) cureyên dîsakkarîd in. Karbohîdradên dîsakkarîdî pêşî tê heriskirin boy monosakkrîdan, paşê tev lê xwînê dibin.
         Polîsakkarîd karbohîdradên herî gir û aloz in. Bi hezaran molekul glukoz bi awayek kîmyayî bi hev re tên girêdan, bi vî awayê polîsakkarîdên wek nîşa û glîkojen peyda dibin. Riwek xurekê zêde, wekî nîşa di xaneyên xwe de embar dikin. Loma xwarinên ji riwek tên bi destxistin, ên wekî kartol, nan, pîvaz gellek nîşa lixwe digire. Karbonhîdradên polîsakkarîdî di dev û rûviya zirav de tê heriskirin boy glukozê. Li gel nîşa û glîkojenê, kîtîn û seluloz jî karbohîdradên polîsakkarîdî ne, lê kîtîn û seluloz ne herisbar in.
Herisa karbohîdradên polîsakkarîdî di devê mirovde dest pê dike, li rûviya zirav de heriskirin bi davî dibe. Heriskirina dîsakkarîdan di rûviya zirav de rû dide.

--Herisa karbohîdradan di dev de--
           Ji lîkerijênê li gel lîkê, enzîma amîlaz jî tê berhemkirin û derdan. Amîlaz enzîma heriskirina nîşa û glîkojenê ye. Gava mirov loqa xurekê di dev de dicû, di heman demê de amîlaza lîkê jî tevlê xurekê dibe. Dibe ku loqa xurekê li gel karbohîdrad, çewrî û proteîn jî lixwe bigire, lê amîlaza lîkê tenê li ser karbohîdrad bandor dike. pH a devê mirov ji ber derdana lîkê, di navbera 6,5 û 11,5 e. Amîlaz herî baş di vî pHêde çalak e.
Amîlaza lîkê nîşayê hildiweşîne boy dekstrîn û maltozê. Dekstrîn jî karbohîdrada polîsakkarîdî ye, lê ji molekula nîşayê hûriktir e.
Bi daqurtina loqê ligel maltoz û dekstrînê, nîşaya ne herisbûyî jî derbasî soriçikê dibe. Di soriçikê de enzîmê herisê tune û pileya pH a soriçikê mîna ya dev e, loma enzîma amîlazê çalakiya xwe ya li ser nîşayê li vir jî didome.
--Herisa karbohîdradan di rûviya zirav de--
              Amîlaza lîkê di dev û sorinçikê de çalak e, lê di gedeyê de ne çalak e. Pileya pH a gedeyê 1,5- 2,5 e ango asîdî ye. Amîlaz di dorhêla asîdî de hildiweşe û kar nake. Li gedeyê ji boy heriskirina karbohîdradan enzîm nayê derdan, loma herîskirina nîşayê jî rû nade. Beşa donzdetilîk a rûviya zirav de ji ber derdana zerav û şilemeniya pankreasê, pH a hawirdorê derdikeve navbera 7-8 ê. Li gel îyonên bîkarbonatê, pankreas ji boy koendama herisê enzîm berhem dike. Pankreas ji boy heriskirina nîşayê, amîlaz berhem dike û der dide nav rûviya donzdetilîkê. Amîlaza pankreasê nîşaya ne hersbûyî ya ku ji çalakiya amîlaza lîkê filitiye heris dike boy maltozê. Di rûviya zirav de li gel nîşa û dekstrînê, karbohîdraden dîsakkarîdî jî tên heriskirin. Ji xeynî pankreasê, rûkeşexaneyên rûviya zirav jî hîn enzîman berhem dikin boy dîsakkarîdan û der didin nav rûviyê. Dekstrînaz, maltaz, sukraz û laktaz enzîmên rûviya zirav e. Dekstrînaz dekstrînê hildiweşîne boy maltozê. Dibe ku ji bilî nîşayê, karbohîdradên dîsakkarîdî jî di nav xurekê de hatibe xwarin. Vê gavê çalakiya enzîmên dîsakkarîdan dest pê dike. Maltaz, maltozê heris dike boy du molekul glukozê. Sukraz, sukroz(şekira çayê) hildiweşîne boy glukoz û fruktozê. Laktaz, laktozê(şekira şîrê) hildiweşîne boy glukoz û galaktozê. Bi vî awayê xurekên karbohîdradî heris dibin boy monosakkarîdan. Monosakakrîd molekulên sakar in, ji aliyê memîleyên li ser rûyê rûviya zirav de tên mijandin û tevlê xwînê dibin.
--Nexweşiya kêmtoleransiya laktozê--
           Mirovên ku di rûviya wan da bi têra xwe laktaz çê nabe, wekî nexweşên kêmtoleransiya laktozê bi nav dibin(bi îngilîzî:lactose intolerance). Ev kesan gava şîr vedixwin, laktoz di rûviya wan da nayê heriskirin û dibe sedema vijik û gazên rûvî.


2019/09/26

Herisa kîmyayî




Xurek di nav xaneyan de, ji boy çêkirina xaneyên nû, enzîm, hormon an jî ji boy destxistina ATP tê bi karanîn. Pêdiviya xaneyên mirov bi proteîn, enzîm, hormon hwd heye. Di nav xurekan de dibe ku ji van molekulan hebe, lê ev molekulên nav xaneyên mirov ji molekulên nav xaneyên ajal û riwekan cuda ye. Wekî mînak; gava mirov goştê bizinê dixwe, di nav goşt de proteîn jî digire. Lê proteînên bizinê û yên xaneyên mirov ne yek e, loma xane ev proteînan rasterast bi kar nayîne, proteînên goştê bizinê bi herisa kîmyayî tê hilweşandin boy asîdên amînî. Asîdîn amînî yekeya proteîn e. Xaneyên mirov asîdên amînî yên ji goştê bizinê bi kar tînin ji boy çêkirina proteînên xaneyên mirov.
Hin curê xurek wisa hûrik in ku ne hewce ye bê heriskirin, rasterast bi hêsanî ji coga herisê derbasî nav xwînê û xaneyan dibe. Wekî mînak; av, xwê, vîtamîn, glukoz, fruktoz, kanza(mîneral) hwd. Xwarinên rojane bi gelemperî ji molekulên aloz pêk tên. Goşt, nan, hêk, hemû cûre rûn, şekirê çayê, şîr, pênir, savar, birinc, maqarnê û hwd molekulên aloz lixwe digirin. Di nav van xurekan de li gel molekulên sakar, molekulên aloz ên wekî proteîn, nîşa, glîkojen, çewrî û asîdên nukleî( ADN, ARN) heye. Molekulên aloz wekî molekulên gewre (makro molekul) bi nav dibin û ji ber qebareya xwe ya gir, nikarin ji parzûna xaneyê derbasî nav xaneyê bibin. Molekulên aloz pêşî di coga herisê de bi navbeynkariya enzîman tê hilweşandin boy molekulên sakar(sade), paşê molekulên sakar dikevin nav xaneyan. Dema ji molekula aloz, molekulên sakar tê bi destxistin, Şêweya molekula aloz bi awayek fîzîkî û kîmyayî diguhere. Ango molekula aloz û ya sakar ji aliyê pêkhateya kîmyayî û qebareya molekûlî de ji hevdu cuda ne. Wekî mînak; nan û maqarnê molekula nîşayê lixwe digirin. Nîşa molekulek aloz e, ji parzûna xaneyê nikare derbasî nav xaneyan bibe, di nav avê de ne tiwawe ye, ango di nav avê de nahele. Herwiha tahma(çêj) nîşayê ne şirîn e. Enzîmên herisê û av nîşayê hildiweşînin boy glukozê. Glukoz yekeya(monomer) nîşayê ye, ango nîşa ji zincîra glukozan pêk tê. Her çiqas ji herisa nîşayê peyda bibe jî, glukoz û nîşa naşîbin hev. Glukoz hûrik e, dikare ji parzûna xaneyê derbasî nav xaneyê bibe. Tahma glukozê şirîn e û glukoz molekulek tiwawe yê
Hilweşandina molekulên gewre ya bi navbeynkariya enzîman û bi lê zêdekirana avê, wekî herisa kîmyayî tê bi navkirin. Herisa kîmyayî hem di nav coga herisê, hem jî di nav xaneyan laş de rû dide. Di coga herisê mirov de di dev, gede û rûviya zirav de bi derdana enzîman, xurek bi herisa kîmayayî tê têkşikestin. Ji boy herisa kîmyayî, divê şert û mercên hawirdor a heriskirin rû dide, guncav be. Ji boy heriskirinê, divê enzîma guncav, pH a guncav, germahiya guncav û bi têra xwe av hebe. Piraniya xurekên herisbûyî di rûviya zirav de ji aliyê memîleyên ser rûyê rûviya zirav ve tê mijandin


2019/09/25

Coga herisê






Coga herisê, coga xurekê an jî rêka herisê.(bi înglîzî; digestive tract, alimentary canal, gastrointestinal (GI) tract)
Endamên koendama herisê du curê ye; endmên herisê û endamên alîkarê herisê. Coga herisê ji endamên herisê pêk tê. Endamên coga herisê; dev, gewrî, sorinçik, gede, rûviya zirav ê rûviya stûr e. Ev endaman ji dev heta komê bi şeweya borî dirêj dibin. Bi girjbûn û xavbûna masûlkeyên dîwarê coga herisê, xurek ji dev ber bi komê tê guhestin. Bi gelemperî coga herisê ya ajalên gihaxwer, ji yên goştxwer dirêjtir e. Dirêjiya coga herisê ya mirovê zindî 7,60 metre, ya mirovê mirî bi qasî 10,60 metre ye. Ji ber ku dev û kom vedibin derve yê laş, xurek û ava di nav coga herisê wekî derve yê laş tê hesibandin. Loma herisa nav cogê jî wekî herisa derveyê xane tê bi navkirin.
Coga herisê ji du beşa pêk tê, beşa yekem ji dev heta gedeyê ye. Beşa duyem jî ji gedeyê heta komê ye.
Ji ber erka endaman, pêkhateya coga herisê li hemû beşan de ne wekhev e, li bi gelemperî ji soriçikê hata dawiya rûviya stûr pêkhateya coga herisê dişibe hevdu.
--Pêkhateya coga herisê--

Ji serî heta dawî, coga herisê ji çînên şaneyan pêk tê. Valahiya cogê ya xurek di nav de derbas dibe, wekî lumen tê bi navkirin. Ji lumenê ber bi derve, cog ji çar çîna pêk tê; çîna lînceperde, çîna jêrelînceperde, çîna masûlkeyan û çîna betanê(seroza). Li hin beşan, betan bi çîna mezenterî dapoşî ye.
-Çîna lînceperde-
Rûyê aliyê lumenê ya lînceperdê, bi lîncemadeyê dapoşî ye. Ji ber madeya lîncê rûyê cogê xijok e, loma xurek bi hêsanî di nav cogê de xij dibe. Lîncemade ji aliyê rûkeşexaneyên coga herisê tê derdan. Lîncemade rê li ber enzîm û asîdên herisê digire, bi vî awayê dîwarê cogê ji egera ziyangirtinê diparêze. Xurekên herisbûyî ji aliyê çîna lînceperdeyê tê mijîn. Çîna lînceperde jî ji sê çîna pêk tê. Çîna rûkeşeşane rasterast bi xurek ve di nav temasê de ye. Li binê rûkeşeşaneyê de çîna bestereşane ya sist heye. Li gel van çîna, lînceperde çînek tenik a masûlkeyên lûs jî lixwe digire.
-Çîna jêrelînceperde-
Li binê lînceperdê, çîna jêrelînceperde heye. Jêrelînceperde ji bestereşane ya sist pêk tê û gellek lûleyên xwînê, lûleyên lîmfê û demar di nav bestereşaneyê de cih digirin. Lûleyên xwînê û lîmfê xurekên ji aliyê linceperdeyê de hatine mijîn, diguhezînin her aliyê laş. Herwiha lîmfegirê jî di jêrelînceperdê de cih digirin. Ev lîmfegirêyan wekî mîna aloqan, li hember hokarên nexweşiyê bergiriya laş dabîn dikin. Herwiha ji boy derdanên heriskirinê, di nav çîna jêrelînceperdê de rijênên herisê jî hene.
-Çîna masûlkeyan-
Çîna sêyem a coga herisê çîna masûlkeyan e. Ev çîn bi gelemperî ji du çîna lûsemasûlkê pêk tê. Çîna hundir ji masûlkeyên bazinî, ya derve jî ji masûlkeyên dirêjkî pêk tê. Di navbera masûlkeyan de lûleyên xwînê, lûleyên lîmfê û tora demar heye. Bi girjbûn û xavbûna çîna masûlkeyan, herisa mekanîk a xurek rû dide. Xurek ji soriçikê ber bi rûviya stûr, ji ber girjbûna van masûlkeyan diherike. Ji ber karê xwe yê taybet, gede li gel masûlkeyên bazinî û dirêjkî, çînek masûlkeyên çeperast jî lixwe digire. Masûlkeyên gewrî û yên guşera komê, peykeremasûlke ne, loma daqurtina xurek û derketina destavê di bin kontrola mirov de ye.
-Çîna betanê (seroza)-
Rûyê derve yê coga herisê bi çîna betanê dapoşî ye. Betan perdeyek xijok û hilû ye. Coga herisê ji ber culeya(livîn) masûlkeyên cogê, hertim di nav zikekelênê de dilive. Çîna betanê di navbera coga herisê û endam û pêkhateyên derdora cogê de lêkxişanê kêm dike, bi vî awayê coga herisê, bê ku rastê tu ziyanê were, bê navber bi culeya perîstaltî, girjbûn û xavbûnê didomîne.
--Rêkxistina çalakiya coga herisê--
Koendama demar, hormonên herisê an jî di nav cogê de hebûn û tunebûna xurek, bandor li ser çalakiya coga herisê dike. Sîstema sîmpasawî û parasîmpasawî ya koendama demar a navendî, girjbûn û xavbûna lûsemasûlkeyên coga herisê kontrol dike. Bi gelemperî sîstema sîmpasawî çalakiya coga herisê kêm dike, sîstema parasîmpasawî jî çalakiya cogê zêde dike. Hormonên wekî gastrîn, kolesîstokînîn û sekretîn jî bandor li ser çalakiya hin beşên coga herisê dikin. Herwiha dema di nav coga herisê de xurek tune be, çalakiya cogê jî kêm dibe.


2019/09/24

Herisa mekanîk


Heriskirina xurek bi du riya rû dide; herisa mekanîk û herisa kîmyayî. Herisa kîmyayî bi navbeynkariya enzîman pêk tê. Piştî herisa kîmyayî pêkhateya xurek bi awayekî kîmyayî diguhere, ji molekulên aloz ên gewre, molekulên nû yên hûrik û sakar(sade) tê çêkirin.
Herisa mekanîk pêkhateya xurekê naguherîne, xurekê perçe dike, nerm dike û rûyê xurekê fire dike. Bi vî awayê xurek bi hêsanî di nav coga herisê de dilive û diherike. Herwiha ji ber zêdebûna rûyê xurekê, enzîmên herisê hê pirtir çalak dibin.
--Herisa mekanîk di dev de--
Diran endamê serekî yê herisa mekanîk e. Bi alîkariya diranan, gezkirin, jêkirin, perçekirin, cûtin û hêrandina xurekê rû dide. Ziman endamek masûlkî ye, di nav devê mirov de ber bi her aliyê ve dilive û loqê xûrekê li nav hev dixe, bi alîkariya lîkê, xurek şil dibe û nerm dibe. Herisa mekanîk di devê mirov de dest pê dike, lê li vir bi dawî nabe. Di coga herisê de, ji soriçikê heta rûviya stûr bi alîkariya girjbûn û xavbûna masûlkeyên rûvî û gedeyê, herisa mekanîk li gel herisa kîmyayî didome. Herwiha zerav jî ji boy herisa mekanîk a çewrî ji aliyê kezebê ve tê derdan.
--Herisa mekanîk di sorinçik û gedeyê de--
Ziman xureka hêrandî û nermbûyî loq bi loq ber bi gewrî û soriçikê pal dide. Soriçik boriyekî masûlkî ye. Gava mirov xurek dadiqurtîne, masûlkeyên soriçikê jî beş bi beş girj dibe. Girjbûn ji beşa aliyê gewrî dest pê dike û pel bi pel ber bi gedeyê didome. Bi ahengî girjbûn û xavbûna masûlkeyên soriçikê, xurekê ber bi gedeyê tehn dike. Ev culeya (liv) masûlkeyan wekî culeya perîstaltî bi nav dibe. Xurek di nav soriçikê de hê pirtir nerm dibe, masûlkeyên bazinî yên soriçikê alîkarî ji bo hêrandina xurekan dike. Anko herisa mekanîk di nav sorinçikê de didome.
Xurek ji sorinçikê derbasî gedeyê dibe. Culeya perîstaltî di gedeyê de hê bi hêztir didome. Masûlkeyên dirêjkî, çaprest û bazinî yên gedeyê bi hêzek mezin xwe dişidînin û sist dikin, di heman demê de ji dîwarê gedeyê şileya gedeyî (bi îngilîzî: gastric juice) ya asîdî tê derdan. Xurek bi alikariya şileya gedeyî û culeya perîstaltî ya masûlkeyên gedeyê, hi pirtir nerm dibe, hûriktir dibe. Di nav gedeyê de xurek êdî şiklê xwe diguherîne, dişibe şorbeya tîr a nîvherikbar. Ji vê gavê şûn ve xurek wekî kîmos tê binavkirin. Kîmos herî kêm ji bo 2-3 seatan di nav gedeyê de dimîne, di vî demê de herisa mekanîk didome.
--Herisa mekanîk di rûviyan de--
Kîmos di gedeyê de bi aweyek mekanîk û kîmyayî tê heriskirin, lê heriskirina xurek di rûviya zirav de didome. Kîmos hêdî bi hêdî û beş bi beş ji gedeyê derbasî rûviya zirav dibe. Masûlkeyên bazinî yên rûviya zirav li hin beşên rûvî de girj dibin, di navbera du beşên girjbûyî de rûviya zirav mîna kîsikek bi kîmostijî xuya dike . Wekî mina dewê di meşkê de tê kilandin, kîmos di nav her beşên ji hev cudabûyî de ber bi pêş û paş ve tê kilandin. Paşê, masûlkeyên rûvî xav(sist) dibin, kîmosa di nav beşên ji hev cudabûyî, dîsa têkilê hev dibe. Bi vî awayê xurek hê pirtir perçe dibe û tev lê enzîm û avê dibe.
Kezeb ji bo herisa mekanîk a çewriyan zerav berhem dike û bi navbeynkariya cogan, zervê têkilê kîmosa nav rûviya zirav dike. Zerav dilopên çewriyê perçe dike ji boy dilopên hûriktir.
Rêwîtiya kîmos a nav rûviya zirav bi qasî 3 -5 seat didome, di vî navberê de li gel herisa mekanîk, herisa kîmyayî û mijîna xurek jî rû dide.
Gava kîmos ji rûviya badayî derbasî rûviya kor a beşa rûviya stûr dibe, di nav rûviya stûr de herisa mekanîk jî dest pê dike. Masûlkeyên rûviya stûr bi culeya perîstaltî kîmosê li nav hev dixin, bi vî awayê ji kîmosê mijîna av û vîtamînan hêsantir dibe.


2019/09/17

Pankreas



Pankreas endamek taybet e . Hem wekî endama koendama herisê, hem jî yek ji endamên koendama hormon tê hesibandin. Bi eslê xwe pankreas rijên e. Ji boy koendama herisê enzîm û şileya pankreasê, ji boy koendama hormon jî hormon berhem dike û der dide. Enzîmên herisê bi navbeynkariya cogan digihîne rûviya donzdetilîkê, bi vî karê xwe pankreas wekî rijênek cogedar tê hesibandin. Hormonên di pankreasê de hatine berhemkirin rasterast tevlî xwînê dibin, loma bi vî erka xwe pankreas wekî rijênê bêcogî, ango korerijên tê hesibandin. Heke rijênek hem derdanên xwe bi navbeynkariya cogan hem jî bê cog der bide, ev rijên wekî rijênê têkel bi nav dibe. Pankreas û kezeb rijênên têkel in.
--Pêkhateya pankreasê--
Penkreas endamek nerm û pilokdar(bi îngilîzî:lobular) e. Rengê wê pembeyî – gewrîkî ye. Dirêjiya pankreasê bi qasî 12-15 cm ye, giraniya wê 60 gram e. Pankreas li beşa jor a zikekelênê de li aliyê çepê, li pişt gedeyê de cih digire. Rijênê pankreas ji sê beşê serekê pêk tê; serî, laş û dûvik. Rûviya donzdetilîk mîna pîta C badayî ye. Serê pankreasê di nav vê badokê de cih bûye. Laşê pankreasê li paş gedeyê dirêj dibe, dûvika vê heta sipilê dirêj dibe. Gurçika çepê li paş dûvikê dimîne.
--Beşa cogedar a pankreasê--
Di zimanê latînî de wateya tirî “acinus” e, xaneyên pankreasê yên enzîm berhem dikin, wekî mîna hebên gûşiya tirî li dora cogên pankreasê kombûyî ne, loma navê van xaneyan jî xaneyên asînî (bi îngilîzî: acinar cells) hatiye dayîn. Xaneyên asînî di pilokên pankreasê de bi cogên zirav tevlê cogên pankreasê dibin. Du cogê sereke ji pankreasê ber bi rûviya donzdetilîkê dirêj dibe. Ji vana yek fireh e, a din jî biçûk e. Coga biçûk wekî coga alîkar tê bi navkirin. Coga mezin wekî coga pankreasê bi nav dibe, li nêzî rûviya donzdetilîkê bi coga hevbeş a zeravê ve yek dibe, paşê xwe digihîne rûviya donzdetilîkê.
Şileya pankreasê di beşa cogedar a pankreasê de tê berhemkirin. Pankreas li gel enzîmên amîlaz, lîpaz û nukleazê, enzîmên neçalk jî der dide nav cogê. Enzîma trîpsînojen û kîmotrîpsînojen wekî enzîmên neçalak tên berhemkirin û derdan. Enzîmên neçalak di rûviya donzdetilîkê de tê çalakkirin. Ne tenê enzîm, lê di nav şileya pankreasê de xwê, îyon û av jî heye. Ji ber hebûna îyonên bîkarbonat(HCO3 - ), pH a şileya pankreasê 8 e. Di nav gedeyê de pH 1-2 ye lê di rûviya donzdetilikê de pH 6-8 e. Şileye pankreas û zerav pH a rûviya donzdetilîkê rêk dixe. Enzîmên herisê yên li rûviya donzdetilîkê, herî baş di pH a 7- 8 tê de çalak dibin. Lîpaz ji boy herisa çewrî, amîlaza pankreasê ji boy herisa nîşayê tê bikaranîn. Trîpsînojen bi alikariya enterokînazê çalak dibe û wekî trîpsîn tê bi navkirin. Trîpsîn jî kîmotrîpsînojenê çalak dike kîmotrîpsînojena çalak wekî kîmotrîpsîn bi nav dibe. Trîpsîn û kîmotrîpsîn proteînan diherisînin. Enzîma nukleaz ADN(asîda deoksîrîbonukleî) û ARN (Asîda rîbonukleî) heris dike.
--Beşa korerijên a pankreasê--
Di navbera xaneyên asînî de komên xaneyên taybet wekî mîna dûrgeh(girav) belavî ne. Ev komên xaneyan, wekî Dûrgeha Langerhans bi nav dibin. Xaneyên dûrgeha Langerhans hormon berhem dikin û rasterast ber didin nav xwînê. Dûrgeha Langerhans sê cure xane lixwe digire; xaneyên alfa, xaneyên beta û xaneyên delta.
Xaneyên alfa:
Xaneyên alfa hormona glukagon berhem dike û der dide. Gava mirov birçî dibe heke xwarin nexwe, asta rêjeya glukoza xwînê dadikeve. Bi nivizbûna rêjeya glukozê, xaneyên alfa hander dibin û glukagon der didin nav xwînê. Glukagon li ser kezeb û masûlkeyên peyker bandor dike, glîkojena embarkirî tê perçekirin ji boy glukozê. Bi vî awayê rêjeya glukoza xwînê berz dibe ji boy asta asayî.
Xaneyên beta:
Xaneyên beta hormona însulînê berhem dike û der dide. Piştî xwarinê, rêjeya glukoza xwînê zêde dibe, ev rewş derdana însulînê hander dike. Bi bandora însulînê, xaneyên masûlke û xaneyên kezebê glukozê diguherîne glîkojenê û embar dike. Herwiha însulîn ji glukozê çewrî jî dide çêkirin.
Hormona însulîn û ya glukagon li dij hev kar dikin. Însulîn glukoza xwînê kêm dike, lê glukagon zêde dike. Heke xebata du hormonan dijberê hev be, ev hormonan wekî hormonên antagonîst tên bi navkirin. Însulîn û glukagon hormonên antagonîst in.
Xaneyên delta:
Xaneyên delta hormona somatostatîn berhem dike. Ev hormon li ser xaneyên alfa û betayê bandor dike û derdana van xaneyan radiwestîne, an jî kêm dike.
Bi derdana hormonên pankreasê, mirov çi bixwe û çiqas bixwe jî asta rêjeya glukoza xwînê her tim di rêjeya asayî de dimîne.
--Kontrola çalakiya Pankreasê--
Çalakiya pankreasê ji aliyê koendama demar û koendama hormon ve tê kontrolkirin.
Hormona kolesîstokînîn û hormona sekretîn ji aliyê rijenên rûviya zirav ve tên berhemkirin û derdan. Kolesîstokînîn xaneyên asînî yên pankreasê hander dike ji bo derdana şileya pankreasê. Hormona sekretîn jî derdana îyonên bîkarbonatê hander dike.
Herwiha derdana şileya pankreasê ji aliyê sîstema sîmpasawî û sîstema parasîmpasawî ve jî tê kontrolkirin. Sîstema parasîmpasawî bi navbeynkariya demara vagusê, derdana şileya pankreasê hander dike. Sîstema sîmpasawî jî derdana şileya pankreasê radiwestîne.
--Nexweşiyên pankresê-
Nexweşiya şekir:
Heke pankreas bi têra xwe însulîn berhem neke, nexweşiya şekir rû dide. Însulîn parzûna xaneyê ji boy glukozê delînbar dike. Kesên bi nexweşiya şekir in, parzûna xaneyên wan rê nadin glukozê ku bikevin nav xaneyê. Glukoz di nav xwînê de berhev dibe, loma xwîna wan tîr e.
Şerpenceya pankreasê:
Xaneyên pankreasê bi awayekî bê kontrol dabeş dibin. Ev rewş dibe sedema çêbûna girêyan. Bi gelemperî beşa cogadar a rijenê pankreas bi nexweşiya şêrpence dikeve. Hin caran girêyên şêrpenceyî coga pankreasê an jî coga hevbeş a zeravê dixitimînê. Mixabîn şerpenceya pankrease di destpêka nexweşiyê de tu nîşneyek taybet rava nake, gava nîşaneyên nexweşiyê tê dîtin, êdî nexweşî gihîştiye qonaxa dawî.

2019/09/16

Kîsik û cogên zeravê


Zerav şileyek bi rengê zerokî -keskoyî ye, di kezebê de tê berhemkirin. Rojê bi 0.5- 1 lître zerav ji kezebê tê derdan. Zerav bi navbeynakriya tora cogan ji kezebê ber bi donzdetilîkê ve tê guhastin. Pila çepê û pila rastê ya kezebê, zeravê der didin nav coga rastê û çepê ya kezebê. Ev herdu cog digihîjin hevdu, coga nû êdî wekî coga hevbeş a kezebê bi nav dibe. Zerav ji kezebê bi riya coga kîsikê ber bi kîsikê zeravê(zerevdank) diherike, zerav di kîsikê zeravê de tê embarkirin. Gava pêdivî bi zerava embarkirî hebe, zerav bi riya heman cogê ber bi donzdetilîkê diherike. Ango coga kîsikê zeravê, li gel tijîkirinê, ji boy valakirina kisikê zeravê jî tê bikaranîn. Aresteya herika nav cogê, ji aliyê hormonên herisê ve tê diyarkirin. Coga kîsikê zeravê tevlê coga hevbeş a kezebê dibe, bi vî awayê coga hevbeş a zeravê çê dibe. Coga hevbeş a zeravê, ji kezeb û kîsikê zeravê, şilemeniya zeravê diguhezîne nav donzdetilîkê. Li hêla gupika gewre ya donzdetilîkê de Coga hevbeş a zeravê bi coga pankreasê ve yek dibe û bi hev re dikevîn nav donzdetilîkê.
Kîsikê zeravê(zeravdank) kîsek bi rengê kesk e. Di binê kezebê de li aliyê rastê de cih bûye û bi qasî 50 mîlîlître zerav embar dike.
Pêkhateya Zeravê
Zerav ji aliyê xaneyên kezebê ((Hepatocytes) ve tê berhemkirin. PH a şilemeniya zeravê 7.6 -8.6 e. Şileya zeravê, ji av, lîncemade, xwêyên kanza, kolesterol, bilirubîn, xwêyên zeravê( bi gelemperî ji kolesterolê tên çêkirin), asîdên zeravê, fosfolîpîd, proteîn,karbohîdrad û elektrolîd an pêk tê. Elektrolîdên nav ava zeravê bi gelemperî ji Cl-, Na+, K+ û îyonên bîkarbonadê pêk tê. Di dirêjiya dema embarkirinê de, xestî ya zeravê zêde dibe. Ango di na nav kîsikê zeravê de ava zeravê kêm dibe, zerav hê pirtir tîr dibe.
Zerav rengê xwe ji pîgmenta bilirubînê digire. Di nav sipilê de xaneyên xwînê (xirokên sor) ên mirî an jî yên ne çalak tên perçekirin. Ji perçebûna xirokên sor, madeyên wek hesin, proteîn û bilirubîna jehravî peyda dibe. Ev madeyên paşmayî ji sipilê ji boy kezebê, tê guhestin. Kezeb hesin û proteînan ji bo dubare bikaranînê dihêle. Bilirubînê jî tevlê zeravê dike. Bilirubîn di nav zeravê de diherike nav coga herisê. Piştî herisa mekanîk a çewrî, bakteriyên nav rûvî, bilirubînê diguherinîn madeyek din a bi navê sterkobîlîn(stercobilin). Rengê qehweyî ya pîsayî ji vî madeyê pêk tê. Hin caran dibe ku bi têra xwe zerav neherike nav coga herisê, di rewşek wiha de jiber kêmasiya bilirubînê rengê pîsayî edî ne bi rengê qehweyî, lê bi rengê spî xuya dibe. Rengê sipî yê pîsayî ji çewriyên neherisî ye.
Xaneyên kezebê bê rawestin zerav berhem dike û der dide, lê gava mirov li nav xurekan de zêde çewrî dixwe, derdana zeravê jî zêde dibe.
Erka zeravê

Don, bez, rûnê nivişk, rûnê riwekan hwd wekî çewrî bi nav dibin. Çewrî madeyek dijav(hîdrofob) e, loma di nav avê de perçe nabe. Erka bingehîn a zeravê ji boy herisa mekanîk a çewrî ye. Zerav li ser çewrî mîna sabûnê kar dike. Dilopên çewrî ji ber zeravê perçe dibin û dilopên hê hûriktir çê dibin. Bi vî awayê rûyê çewrî firehtir dibe. Her ku rûyê dilopên çewrî fireh dibe, enzîma lîpazê hê bêhtir kar dike û bi herisa kîmyayî çewrî heris dike ji boy glîserol û asîdên çewrî.
Nexweşiyên Kisikê zeravê
kevirên kisikê zeravê:
Hin caran dibe ku di nav kîsikê zeravê de an jî di cogên zeravê kevir peyda bibin. Heke kolesterola tîr û îyonên kalsiyumê têkilê hev bibin, di nav kîsikê zeravê de çêbûna kevir rû dide. Kevirên zeravê wekî xîçikên hûrik peyda dibin. Hin caran kevir coga kîsikê zeravê dixitimîne, wê gavê herika zeravê an disekînê, an jî pir kêm dibe û dema herika zeravê, êş li canê mirov dikeve. Bi gelemperî kevirên kîsikê zeravê bi neştergeriyê tên derxistin. Hin caran jî, li gel keviran, kîsikê zeravê jî bi neştergeriyê ji laş tê dûrxistin. Zerav di kezebê de tê berhemkirin, loma mirovên bêkîsikê zerav jî dikarin jiyana asayî bijîn, ji ber ku di laşê wan de zerava embarkirî tune ye, divê xurekên kêmrûn bixwin.










2019/09/10

Kezeb



Kezeb, kezeba reş, an jî ciger. (Bi înglîzî : liver, bi yewnanî : hepar )
Kezeb li aliyê rastê çaryeka jorê ya zikeklênê de li bin navpençikê de cih bûye. Giraniya kezebê bi qasî 1- 2.3 kîlogram e. Kezeb rijênî herî gewrê ya laş e. Kezeb ji aliyê jor ve wekî du pişkên serekê, pişka çepê û pişka rastê xuya dibe, lê kezeb ji aliyê rûyê jêr ve çar pişkî xuya dibe. Her pişkên kezebê jî ji gellek pişkokên hê hûriktir ên şeşgoşeyî pêk tê. Derî xwînhênera kezebe (hepatic portal vein) bi navbeynkariya tora mûlûleyên xwînê ji coga herisê, Ji xeynî çewrî, hemû xurekên herisbûyî di nav xwînê de diguhezîne kezebê. Di nav pişkên kezebê de xwîn tê parzûnkirin. Li gor pêdiviya laş, xurek di kezebê de tê embarkirin an jî guhertin. Heke di nav laş de kêmasiya xurek hebe, vê gavê kezeb xurekan embar nake, tevlê xwînê dike. Ji boy heriskirinê, karê serekê ya kezebê berhemkirin û derdana zeravê ye. Herisa mekanîk a çewrî bi alîkariya zeravê rû dide. Kezeb rojê bi qasî 1.5 lître zerav berhem dike. Zerav xwê û asîdên zeravê lixwe digire. Kezeb xwêyên zeravê ji kolesterolê çê dike. Xwêyên zeravê çewrî bi awayek mekenîk perçe dike ji boy çewriyên hûriktir. Hinek ji kolesterola nav zeravê tevlê pîsayî dibe û bi derketina destavê, ji laş tê avêtin.
--Erka kezebê--

Metabolîzmaya karbohîdratan:
Yek ji karê serekê ya kezebê, rêkxistina asta mijera glukoza xwînê ye. Piştî xwarinê rêjeya glukoza xwînê berz dibe, kezeb bi navbeynkariya hormona însulunê, hinek glukozê diguherîne boy glîkojenê. Bi vî awayê glukoza xwînê dadikeve asta asayî. Dema mirov birçî ye, asta glukoza xwînê ji rêjeya asayî kêmtir dibe. Vê gavê hormona glukagonê, kezebê hander dike ji boy perçekirina glîkojen û bi destxistina glukozê. Glukoza bi destketî ji kezebê belavê laş dibe û asta glukoza xwînê derdikeve asta asayî
Metabolîzmaya çewrî:
Çewriyên embarkirî di kezebê de tê guhertin û ji boy destxistina ATP tê bikaranîn.
Metabolîzmaya proteînan:
Proteîn ji asîden amînî tên çêkirin. Gava asîdên amînî bi bendê peptîdî li hev tên girêdan, ji hin asîdên amînî beşa nîtrocenî(koma amînê) tê dûrxistin, ji van beşên nîtrocenî di kezebê de ure tê çêkirin. Ure madeyek jehravî ye, bi alîkariya gurçikan, di nav mîzê de ji laş tê dûrxistin.
Kezeb ji asîdên amînî beşa nîtrocenî diqetîne, ev beşê bi molekulên karbohîdradî ve girê dide û ji vana asîdên amînî yên nebingehîn çê dike.
Kezeb ji asîdên amînî proteînên plazmaya xwînê çê dike. Albumîn, globulîn û proteînên ji boy xwînmeyînê mînakên proteînên plazmayê ne.
Perçekirina xirokên sor û bergiriya li dij hokarê nexweşiyê:
Di kezebê de xaneyên hellûşênera gewre yên kezebê heye. Van xaneyan wekî xaneyên Kupffer tên bi navkirin. Xaneyên hellûşêner li dij hokarên nexweşiyê bergiriyê dabîn dikin. Herwiha evan xaneyan di kezebê de xirokên sor ên mirî jî perçe dike, hesinê nav hemoglobîna xirokên sor embar dike. Xirokên sor ji xeynî kezebê li moxê hestî û li sipilê jî tê têkşikestin.
Ji derman û madeyên jehravî, dûrxistina jehrê:
Li gel alkol, paşmayiyên hokarên nexweşiyê, hin derman û xurek madeyên jehravî lixwe digirin. Kezeb hewl dide ku jehra nav laş bêbandor bike û ji laş dûr bixe.
Guherandina amoyakê:
Dema asîdên amînî di nav xaneyê de tê perçekirin , li gel karbona dîoksîd, amonyak(NH3) jî peyda dibe. Amonyak ji boy xaneyên laş, bi taybet ji boy xaneyên koendama demar ,madeya jehravî ye. Amonyak bi navbeynkariya xwînê ber bi kezebê ve tê guhestin. Kezeb amonyakê diguherîne ure yê. Ure li gor amonyakê he kêmtir ziyanbexş e.
Dawîanîna çalakiya hormonan:
Hormonên wek însulîn, glukagon, kortîzol, aldesteron, tîroîd û hormonên zayendê, piştî cihanîna erka xwe ji aliyê xaneyên kezebê ve tê perçekirin.
Embarkirin:
Kezeb, glîkojen, hesin, mis(paxir), vîtamînên wekî vîtamîna A, D, E, K û B12 embar dike.
Derdana zeravê:
Xaneyên kezebê zeravê berhem dike û der dide. Şileya zeravê ji xwêyên zeravê, pîgmentên(madeya rengdar) zeravêû kolesterolê pêk tê.
--Nexweşiyên kezebê--
Di rewşa asayî de xane û şaneyên kezebê dikarin xwe bi hêsanî nû bikin. Lê hin nexweşî rê li ber xwe nûkirinê digire.
Hewkirdina kezebê ya vîrusî:
ji ber vîrusan kulbûna(hewkirdin) kezebê , wekî nexweşiya hepatît bi nav dibe. pênç cureyên nexweşiya hepatît heye. Hokarên kulbûna kezebê vîrus in. Li gor cureya virus nexweşiya kulbûna kezebê jî wekî hepatît A, hepatît B, hepatît C, hepatît D û hepatît E tê bi navkirin. Di nav gel de nexweşiya kulbûna kezebê (hewkirdina kezebê) wekî nexweşiya zerikê jî bi nav dibe. Lê zerikî bi tena serê xwe nexweşî nîn e, yek ji nîşanên nexweşiya kezebê ye.
Vîrusa Hepatît A bi gelemperî di nav xurek û ava bi pîsayiya nexweşên bi hepatît A yê têkilbûye, tûşî mirov dibe. Vîrusa hepatît B bi riya xwîn guhestinê, an jî derzî û dermanên tûşî vîrusê bûne derbasî mirov dibe. Herwiha bi mirovê nexweş re pêwendiya sêksî jî dibe sedema nexweşiya kulbûna kezebê ya cureya B yê. Li cîhanê nexweşiya hepatît B, ji nexweşiya AIDSê( nîşana nemana bergiriya destketî) hê pirtir mirov nexweş xistiyê û nav mirovahî de belav bûye.
Vîrusa hepatît C bi gelemperî ji xwîna nexweşên bi vî nexweşiyê tûşî mirov dibe. Dibe ku hepatît C rê li ber şêrpenceya kezebê û mirinê veke.
Ji boy hepatît A û B yê kutan(vaksîn) heye, lê ji boy hepatît C kutan tune.
Sîroz:
Sîroz yek ji nexweşiyên kezebê ye. Bi nexweşiya sîrozê, peşî li kezeb çewrî zêde dibe, paşê şaneyên kezebê diguherin û neçalak dibin. Ji şaneyên kezebê şaneyêk rîşalî yên bestereşane (fibrous scar tissue)peyda dibe.Şaneyên kezebê req dibe. Xane û şaneyên kezeba bi nexweşiya sîrozê, erka kezebê ya ji boy laş bi cih naynin. Bi gelemperî kesên zêde alkol vedixwin bi nexweşiya sîrozê dikevin. Lê nexweşiya hepatît jî rê li ber sîrozê ve dike.
Hin nîşanên nexweşiya sîrozê:

Kesên bi nexweşiya sîrozê ne, kezeba wan bilîrubînê ji laş dûr naxe, bilirubîn di nav şaneyên laş de berhev dibe. Bilirubin bi rengê zer e, ji perçebûna xirokên sor çê dibe. Mirovên bi vî nexweşiyê ne, zerikî dibin. Zerikbûn bi taybet li çermê mirov û sipîka çav de rû dide, sedema zerikbûnê madeya bilirubîn e.
Nexweşiya avbendî(bi ingilîzî;edema):
Di laşê mirovên bi nexweşiya sîrozê de av tov dibe. Li gel tevahiya laş, bi taybet şilemenî li derdora kezebê li zikê mirov de hê pirtir berhev dibe, loma zikê mirov diwerime. Ev rewş wekî avbendî bi nav dibe. Kezeba bi nexweşiya sîrozê, bi têra xwe proteîna albumîn berhem nake ev kêmasî dibe sedema avbendiyê.


2019/09/05

Endamên alîkarê heriskirinê





Coga herisê ji dev, gewrî, soriçik, gede, rûviya zirav, rûviya stûr û tortorîkê pêk tê. Ji xeynî van beşan hin endamên din jî hene ku alîkariya koendama herisê dikin. Rijênên lîkê, kîsikê zeravê, kezeb û pankreas wekî endamên yarîder(alîkar) bi nav dibin. Endamên alîkar ne beşek ji coga herisê ne,lê li derdora coga herisê de cih bûyî ne. Enzîm û berhemên xwe bi navbeynkariya cogan, dirijînin nav coga herisê. Her çiqas navê wan endamên alîkar be jî, ev endaman ji boy heriskirinê karên bingehîn dikin. Kezeb ji boy herisa mekanîk zerav berhem dike û der dide. Rijenên lîkê û pankrease enzîmên herisê berhem dikin û der didin.