Celadet Alî Bedîrxan

Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)

2019/12/31

Gehînke





Gehînkeya demarî, demaregehînke an jî gehînke.

           Gehînke (bi îngilîzî: Synapse) pêkhateya taybet a demarekoendamê ye ji bo guhaztina ragîhandinan, ji demarexaneyek ber bi demarexaneya din, an jî xaneyek din. Ango xala ko du an jî zêdetir demarexane digihêjin hev wekî gehînkeya demarî tê navkirin.

Pêkhate

           Gelemperiyê xala gehînkeya demarî, ji beşên xaneya pêşgehînke, xaneya paşgehînke, gelîşa gehînkeyê, çikildana gehînkeyê,demareguhêzeran, cogên iyonan û proteînên wergir pêk tê.
 Hemû tewere li beşa kotahiyê de liqdar in, li cemserê her liqek tewerê de beşek heye bi şêweyê girêkî, ev beş wekî tewerekotahî tê  navkirin. Demarexane bi navbeynkariya gehînkeyên demarî, di nav têkiliyê da ne. Demarekothî li gel dendirîdên demarexaneyan, dibe ko bi xaneyên masûlke an jî bi xaneyên rijên jî gehînke ava bike. Tewerekotahiya xaneya pêşgehînke bi hemû beşên bê bergên maylînî ya demarexaneya paşgehînke ve demaregehînke ava dike. 
Wekî mînak;
 tewerekotahî bi dendrît, laşexane an jî tewereya demarexaneya paşgehînke ve gehînkeya demarî ava dike. Li gehînkeyê ragîhandin(demareragihandin) bi şeweyê kîmyayî an jî elektrîkî pêk tê, lê piraniya ragihandinan bi şeweye kîmyayî rû dide. Xaneya pêşgehînke ragîhandinan diguhazîne ber bi gehînkeyê. Xaneya paşgehînke ji gehînkeyê ragihandin werdigire. 
          Li kotahiya tewereya demarexaneyan de çikildanên gehînkeyê heye. Di nav çikildanên gehînkeyê de demareguhêzer hene. Demareguhêzer madeyên kîmyayî ne. Demareguhêzer di laşêxaneya demerexaneyê de tê berhemkirin. Paşê bi navbeynkariya tewereyê ber bi demarekotahiyê ve tên guhaztin, li wir, di nav çikildanên gehînkeyê de tên embarkirin. 

Ji çavkaniyê heta xaneya armanc, demareragihandin bi navbeynkariya du an jî zêdetit demarexaneyan ve tê guhaztin.             
          Demarexane li paş hev rêz dibin lê herdu xane raste rast nagihînin hev. Di navbera xaneya pêşgehînke û ya paşgehînke de valahîyek piçûk dimîne, ev valahî wekî qelîşa gehînkeyê (gehînkeqelîş) bi nav dibe. Gehînkeqelîş bi firehiya 0.02 mîkron e, ango navbera du demarexaneyan de valahiyek bi qasî 0.02mîkron heye. Demarexaneyên ko ragihandinan bi şeweyê elektrîkî li gehînkeyê de diguhazin, raste rast bi hev re girêdayî ne, loma iyon ji xaneya pêşgehînke derbasî xaneya paşgehînke dibe. Ango pêdivî bi demareguhêzeran nin e.


            
Demareragihandin li gehînkeya demarî de

      Gava erkê kar ji dendrîdan gehîşt demarekotahiyê, çikildanên gehînkê diqelişin û demareguhêzeran ber didin nav gehînkeqelîşê. Demareguhêzer li nav gehînkeqelîşê de belavbûnî dibin û li ser wergirên xaneyên paşgehînkê de tên girêdan. Bi vî awayî erkê kar ji xaneya pêşgehînke derbasî xaneya paşgehînkeyê dibe. Ango demareragihandin bi şêweyê kîmyayî bi navbeynkariya demareguhêzeran ji xaneyek derbasî xaneya din dibe. 

    Piştê guhaztina erkê kar, demareguhêzerên nav gihinkeqelîşê ji aliyê enzîman ve tê hilweşandin. Hinek ji demareguhêzeran jî ji aliyê parzûna xaneya peşgehînke ve tên mijandin. 
            Li beşa koendama demara navendî de ji 50yê zêdetir cor demareguhêzer heye. Adrenalîn (epînefrîn), noradrenalî (norepînefrîn), dopamîn, hîstamîn, seretonîn hin ji wan coran e.





2019/12/29

Dendrît




Dendrît, liq û pop an jî zêdehiya çeqdar. 

          Ji laşê xaneyên demar, pêkhateyên wekî liqên kurt ên çeqdar, ber bi derveyî xaneyê dirêj dibe, ev zêdehiyên çeqdar wekî dendrît an jî liq û pop bi nav dibin. Dendrît ji peyva dendronê çê bûye. Di zimanê yewnanî de peyva dendron ji bo dar an jî tiştê mîna daran tê bi kar anîn.


           Dendrît, kartêkiran ji demarexaneyên din an jî ji xaneyên din werdigirin û ber bi laşexaneyê ve dibin. Dendrît kartêkiran raste rast ji xaneyan wernagire, di navbera dendrît û xaneya pêşgehînke de valahiyek heye ev valahî wekî qelîşa gehînkeyê (gehînkeqelîş) tê navkirin (bi îngilîz: synaptic cleft). Kartêkir an jî demareragihandin bi şêweyê kîmyayî di gehînkegelîşê de ji xaneya pêşgehînke derbasî dendrîtê dibe. Kartêkir bi şeweyê demareragihadin ji dendrîtê ber bi tewereyê ve tê guhaztin. 

           Dendrît, bi parzûna xaneyê dorpêçî ne û kartêkiran ji dewrûberên xwe digirin û arasteyê laşê xaneyê dikin. Berevajî tewereyê, ne yek lê gellek dendirît ji parzûna demarexaneyê ve dirêjî derve dibin. Dendrît ji teweryê kurttir e. Dendrît ji laşê xaneyê mîna antenan dirêj dibe, bi vî awayê ji bo wergirtina kartêkiran, rûyek fireh peyda dibe. Hejmara dendrîdên demarexaneyek çiqas pir be, xane hê zêdetir kartêkir ji hawirdore digre û dişîne laşexaneyê . Li ser rûyê dendrîdan pêkhateyên tûj ên mîna strî hene, ev beşên tûj wekî striyê dendrîdî (bi îngilîzî: dendritic spine) tê  navkirin. Striyên dendrîdî li beşa demaregehînke ya demarexaneyan de cih digire. 



            Ji bilî demarexaneyên hestê, serê dendrîdan bi navbeynkariya gehînkeya demariyê, bi xaneyek din ve di têkiliyê de ye. Lê li hin demarexaneyên hestê, dendirît wekî wergirên hestê dirêjê nav xane û şaneyan dibe. 
            Dendirît bi bergê maylînî peçî nîn in, ango bê maylînî ne . Bi gelemperî, dendrît ji demarakotahiya xaneya pêşgehînke demareragîhandin werdigire û dişîne laşê xanayê, tewere jî demareragîhandinan diguhazîne bo xaneya paşgehînke. Lê hin caran dibe ko di navbera dendrîdên du demarexaneyan de (dendrît-dendrît) an jî di navbera dendrît û xaneyek laş de gehînke ava bibe û ji dendrîtan ragîhandin bêne guhaztin bo van xaneyan. Herwisa hin demarexane tewere lixwe nagirin, di van xaneyan de, demareragihandin ji aliyê dendrîtan ve tê guhaztin


2019/12/21

Tewere




        Tewere, rîşaledemar an jî akson (bi îngilîzî: axon) beşekî demarexaneyê yê. Xaneya demar bi şeweyê liqdar e, li gel gellek liqin kurt, bi gelemperî liqek dirêj jî ji parzûna xaneyê ber bi derveyî demarexaneyan dirêj dibe. Ev liqê dirêj wekî tewere tê  navkirin. Ango tewere liqê dirêjtirîn ê demarexaneyê ye ko demareragihandinan vediguhazîne dûrê laşexaneya demarexaneyê.

Anatomiya tewereyê

        Bi gelemperî xaneyên demar yek an jî du tewere lixwe digirin, lê hin demarexane bê tewere ne. Wekî mînak di çîna koroyîdî ya çavê mirov de bi navê amacrine hin xaneyên demar hene ko bê tewere ne.
Dirêjiya tewereyê li hin demarexaneyan ji metreyek dirêjtir e.
Tewere pêkhateyek rîşalî ye, lê kotahiya tewereyê liqdar e.


         Tewere ji laşê demarexaneyê dirêj dibe, beşa demarexaneya ko tewere jê derdikeve wekî tûmika (tepik) tewereyê tê navkirin. Herwisa tûmika tewereyê wekî kerta peşîn (seretayî) jî tê navkirin Kartêkir ji hawirdorê bi navbeykariya dendirîtan tên wergirtin û ber bi laşê xaneya demar ve tên şandin. Kartêkir ji laşexaneyê di beşa kerta pêşîn de bi şeweyê erkê kar (bi îngilîzî: action potential) derbasî tewereyê dibe. Kartêkir li ser parzûna laşê xaneyê de erkê kar peyda dike. Laşexane kartêkiran bi şêweyê demareragihandin arasteyê tewereyê dike. 
         Tewereyê hin xaneyên demarê bi pêkhateyek çewrî dorpêçî ye. Ev pêkhate wekî bergê maylînî tê navkirin. Bergê maylînî, tewereyan ji hev dadibirrine, herwisa guhaztina erkê kar leztir dike. Ji xeynî xaneyên demarekoendama navendî, bergê maylînî yê tewereyê demarexaneyan ji xaneyên Schwann pêk tê. Lê bergê maylînî yên xaneyên demarekoendama navendî ji xaneyên olîgodendrosît pêk tê. Xaneyên olîgodendrosît xaneyên palpiştin ji bo demarexaneyan. 

          Di navbera rêza xaneyên Schwann de, ango di navbera du bergên maylînê de,  hin beşên tewereyê bêmaylînî ye, ev beşên navbera bergê maylînî wekî girêya Ranvier tê navkirin. Kotahiya tewereyê liqdar e, serê van liqan wekî kotahiya tewereyê (bi îngilîzî: axon terminal) an jî demarekotahî bi nav dibe. Erkê kar li demarakotahî de bi dawî dibe, ragîhandin ji tewereyê bi awayekî kîmyayî derbasî xaneyek din dibe. Kotahiyên teweryê bi xaneyên paşgehîn ve raste rast bi temasê de nîn in. Di navbera kotahiya tewereyê û parzûna xaneya paşgehîn de valahî heye. Ev devera ko kotahiya demarexane û xaneya paşgehîn rastê hev tên, wekî gehînkeya demarî an jî gehînke (bi îngilîzî:synapse) tê navkirin.

Erkê Tewereyê

          Tewere erkê guhaztina demareragihandin pêk tînê, ji laşêxaneyê ber bi dûrê demarexaneye. Kartêkirên ji hawirdorê hatine girtin, bi şeweyê demareragihandin, bi riya tewereyê, tên veguhaztin bo xaneyek din. Dibe ko ev xaneya din xaneyek demar, xaneyek masûlke an jî xaneyek rijênê be. Li tewereyê demareregîhandin bi şeweyê erkê kar dirûst dibe. Li tewereyê erkê kar bi çalakiya elektrîkî pêk tê. Erkê kar di parzûna tewereyê de li beşên girêyên Ranvier de bi alûgorkirina îyonên sodyum(Na+) û potasyumê( K+) çê dibe. Heke ji ber darbeyek, ziyan bigehîje tewereyê û tewere birîndar bibe, xaneyên Schwann palpişta tewereyê dikin û cihê ziyangirtî baş dikin.


           Hin caran koendama bergiriya mirov li dij bergê maylînî ya tewereyê bergirî dabîn dike. Ji koendama bergiriya van mîrovan wetrê, bergê maylînê ne beşek ji laşê mirov e, loma divê were tunekirin. Bi taybetî xaneyên T yên lîmfê, êrîşê bergê maylînî ya xaneyên demarekoendama navendî dike. Ji ber têkşikestina bergê maylînî, demareragihandin têk diçe an jî pir hêdî tê guhaztin. Hin caran dibe ko ne tenê bergê maylînî, lê tevahiya demarexaneyê jî bimre. Ev rewş dibe sedema reqbûna gellek demarxaneyan, loma navê nexweşiyê fire reqbûna demarerîşal e (bi îngilîzî:multiple sclerosis (MS))




2019/12/01

AIDS (Nîşana nemana bergiriya destketî)



           
          
AIDS, Nîşana nemana bergiriya destketî (bi înglîzî: Acquired immune deficiency syndrome (AIDS)) nexweşiyek ji ber tûşbûna vîrûsa nemana bergiriyê li mirov e (bi îngilîzî: Human immunodeficiency virus (HIV)) . Ango AIDS navê nexweşiyê ye, HIV navê hokara nexweşiyê ye.

Pêkhateya HIVê

Nexweşiya AIDS (bixwîne: eyds) di navbera mirovan de cara ewil, di sala 1981ê de peyda bû . Çavkaniya nexweşiyê rojhilatê Efrîqayê ye. Mirovahî ji zû da ji hokara vê nexweşiyê hayadar bû, lê ev nexweşî hetanê salên 1980 tûşê mirov nedibû, tenê hin meymun bi nexweşiya AIDSê diketin. Lê paşê, ji ber rûdana bazdanê (mutasyon), bomaweyî ya vîrûsa HIVê guherî û corekî nû yê vîrûsa HIVê peyda bû, ev vîrûsa nû êdî dikarîbû tûşê xaneyên mirov jî bibe. Vîrûsa HIVê, virûsek ARNyî yê, ango zanyariyên bomaweyî yên vîrûsê li ser zincira asîda rîbonukleyî (ARN) ye. Asîda rîbonukleyî (bi îngilîzî: RNA (Ribonucleic acid) ji zincîrek nukleotîdan pêk tê, ev zincîra ARNyê bi hêsanî rastê bazdanê tê û diguhere, loma heta niha li dij virûsa HIVê kutan (vaksîn) an jî dermanek bi bandor bi dest neketiye. HIV hokara nexweşiyek bêderman e.


Rêbaza tûşbînê bi xaneyên lîmfê ve

Vîrûsa HIVê êrîşê xaneyên lîmfê dike, loma koendama bergiriya mirovê bi HIVê tûşbûyî qels dibe, laşê mirov li hember hokarên nexweşiyê bêparastin dimînê. Li ser rûyê parzûna xaneyên T alîkar û xaneyên hellûşenera gewre de wergirên taybet ên bi navê CD4 û CCR5 heye. Vîrûsa HIVê xwe bi van wergiran ve girê dide bi vî awayê tûşî xaneyên lîmfê dibe. Xaneyên tûşî hokarên nexweşiyê bûne, wekî xaneyên mêvandar tên navkirin. Vîrûsa HIVê di nav xaneya mêvandar de ARNya xwe wekî bingeh (qalib) bi kar tîne û bi navbeynkariya xaneya mêvandar, ADN (Asîda deoksîrîbonukleyî) dide berhmkirin . ADNya vîrûsî ya nû çêbûyî, zanyariyên bomaweyî yê vîrûsa HÎVê lixwe digire. Paşê ev ADNya HIVê tevlê ADNya xaneya mêvandar dibe. Bi vî awayî  xaneya mêvandar hemû derfetên xwe ji bo çêkirina vîrûsên nû bi kar tîne, hejmara vîrûsan di nav xaneyê de zêdetir dibe. Vîrusên nû ji xaneya mêvandar derdikevin û tûşê hin xaneyên din dibin, bi vî awayê hokara nexweşiyê belavî hemû beşên laş dibe. 1-2 hefte piştê tûşbûna bi vîrûsa HIVê, hê jî di nav laşê mirov de nîşaneyên nexweşiya AIDSê peyda nabe. Lê mirov hin caran dibe ku ji ber hebûna HIVê, wekî bi nexweşiya arsimê ketiye hest bike .


Qonaxên nexweşiyê

 
Piştê tûşbûna bi HÎVê, di laşê mirov de sê qonaxên taybet rû dide, di qonaxa sêyem de nîşanên nexweşiya AIDSê xuya dibe. Dirêjiya Ev hersê qonax 10 heta 12 sal ê, ango mirov ji bo demek dirêj pê ji nexweşiyê nahese .


Qonaxa yekem

Ev qonax wekê qonaxa hilgirtinê bi nav dibe. Di vê qonaxê de hema tu nîşaneyên nexweşiyê peyda nabe. Lê hejmara vîrûsa HIVê di nav xaneyan de zêde dibe. Loma, koendama bergiriyê çalak dibe, xaneyên plazma dijeten berhem dike û der dide. Dijeten hêjmara vîrûsên nav xwîn û şileya laş de kêm dike. Mirovê tûşbûyî di qonaxa yekem de xwe ne wekî yekî nexweş, lê wekî kesek sax hest dike. Lê ji ber ko di laşê mirovê tûşbûyî de vîrûs heye, eger heye ko vîrûs ji wî tûşe hin kesên din jî bibe. Qonaxa yekêm hin caran ji 10 salan zêdetir didome. Di qonaxa yekem de di nav xwîna mirovê tûşbûyî de li dij HIVê dijeten tê berhemkirin, bi taqîkirina xwînê, mirov ji van dijetenan hayadar dibe, zêdebûna dijeten nîşana hebûna HIV ye, loma evan kesan wekî kesên HIV+ (HIV pozîtîv) tê navkirin.

Qonaxa duyem

Di qonaxa duyem de nîşaneyên nexweşiyê xuya dibin. Xaneyên B ji bo têkbirina vîrûsa HIVê hê pirtir dijeten berhem dike, lê ji ber çalakiya HÎVê, hê pirtir ji xaneyên B tûşî vîrûsê dibin. Ji ber zêdebûna HIVê hejmara lîmfexaneyan, bi taybetî hêjmara xaneyên T, kêm dibe, dawiya dawî koendama bergiriya mirov têk diçe. Loma di laşê mirov de lîmfegirê diwerimin, ta tê mirov, hêjarbûn (zeîfbûn) rû dide. Herwisa dibe ko zikçûn çê be û bo demek dirêj bidome. Hin caran hişê mirov jî ji ber nexweşiyê têk diçe.

Qonaxa sêyem

Têkbirina xaneyên T alîkar ji aliyê HIVê ve didome, loma hejmara xaneyên T alîkar gellek kêm dibe, êdî xaneyên T alîkar nikare xaneyên B û xaneyên T jehravî han bike ji bo têkşikestina hokarên nexweşiyê. Ev rewş dibe sedema kêmbûna dijetenan. Li dij hokarên nexweşiyê bergirya laş lawaz dibe. Di nav xwîna mirovê tendûrist de ji bo mîlîlîtreyek xwînê 600-700 heb xaneya T alîkar heye. Di qonaxa sêyem de di laşê mirovê tûşbûyî de ji bo mîlîlîtreyek xwînê, hêjmara xaneyên T alîkar ji 200î kêmtir dibe. Di rewşek wisa da êdî ew kes wekî nexweşê AIDSê, ango nexweşê nîşana nemana bergiriya destketî tê navkirin.
Mirov raste rast ji ber AIDS namire, vîrûsa HIVê koendama bergiriya mirov lawaz dike û têk dişkîne. Gava bergiriya mirov lawaz be, îcar hokarên nexweşiyê bi hêsanî di laşê mirov de zêde dibin û mirov nexweş dikin. Wekî mînak ji ber kêmbûna bergiriya laş, dibe ku mirov ji ber şêrpenceyê an jî ji ber nexweşiya siyê (tuberkuloz) nexweş bikeve. Di laşê mirov de hin hokarên nexweşiyê hene bi navê hokarên helperest (oportunîst), di demên asayî de, ji ber hebûn û berevaniya koendama bergiriya mirov, hokarên helperest nikarin mirov nexweş bikin, lê gava bergiriya laş ji ber hebûna vîrûsa HIVê lawaz dibe, fersend dikeve destê wana ku di nav laş de zêde bibin û mirov bi nexweşiyê bixin.

Riyên veguhaztina HIVê

Kesên bi nexweşiya AIDSê ketine, an jî tûşî vîrûsa HIVê bûne lê hê bi nexweşiya AIDSê neketine, dibin sedema belavbûna nexweşiya AIDSê. Di nav xwîn û şileya laşê van kesan de vîrûsa HIVê heye, heke xwîna van kesan an jî şileya laşê van kesan bi xwîna kesek sax ve têkil bibe, vîrûsa HIVê jî ji kesê nexweş diguhaze kesê sax. Plazmaya xwînê û şileya koendama zaûzê ya mê û nêrên bi HIV+, gellek virusên HIVê lixwe digire. Berevajiyê piraniya corên vîrûsan, HIV li derveyî laş an jî li derveyî şileya laş de lawaz e û zû hildiweşe. Heke vîrûsa HIVê bi qasî 20 xulek bi oksîjen û atmosferê ve rû bi rû bimîne, pêkhateya vîrûsê xira dibe û metirsiya tûşbûna laşê mirov bi HIVê kêmtir dibe. Ango HIV tenê di nav şileya laş de tê guhaztin bo kesek din.

-Bi kesên tûşbûyî ve peywendiya seksî (zayendî), riya herî bingehîn e ji boy veguhaztina vîrûsa HIVê .

-Bikaranîna derziyek bi awayekî hewbeş, ji bo derzîdana madeyên hişber an jî ji boy tiştek din jî rê li ber veguhaztina HIVê ve dike.

-Heke dayik tûşî HIVê be, dema ducaniyê, bi riya xwînê, piştê zaroknînê bi riya şîrê dayikê vîrûsa HIVê ji dayik diguhaze derguşê.


-HIV nayê veguhaztin bi riya destavê, pêvêdana mêşan, bi riya henasedanê an jî xwarin û vexwarinê. Herwisa maçkirina dest, rû û lêvê kesê bi nexweşiya AIDSê jî nabe sedema guhaztina nexweşiyê.


          Kurdîno! li xwe miqayit bin, tûşî vîrusa HIVê nebin.

2019/11/19

Guhaztina karbona dîoksîde di nav xwînê de


Xurekên wekî glukoz, asîdên amînî û çewrî di nav xaneyên de tên hilweşandin ji boy bi destxistina gerda ATP yê. Ev karê xaneyê wekî henasedana xaneyî tê navkirin. Bi henasedana xaneyî li gel ATPyê hin madeyên din ên wekî av, karbona dîoksîd(CO2) û amonyak jî peyda dibin. Karbona dîoksîd û ji boy xaneyê madeyek ziyanbexş e, divê ji xaneyê bê dûrxistin. Xane ji pişik û sikildanokên hewayê dûr in, loma divê CO2 a xaneyê bi navbeynkariya xwînê ber bi pişikan ve bê guhaztin.
Aresteya guhaztina CO2ê, ji xaneyên şaneyan ber bi pişikan ve ye. Xestiya CO2a xaneyan, ango pestoya qismî CO2a xaneyan ji ya nav xwînê bilintir e, loma CO2 bi hêsanî ji parzûna xaneyê belavbûniya nav xwînê dibe.
CO2 bi sê rêbazê cuda di nav xwînê de tê guhaztin.
1. Guhaztina di nav plazmaya xwînê de bi şêweyî gaza CO2
CO2 li gor Oksîjenê, hê pirtir tiwaweyê li nav xwînê de. Bi qasî % 7ê CO2ê di nav plazmaya xwînê de dihele(ditiwawe). Karbona dîoksîd bi şeweyî tiwawe ber bi pişikan ve tê guhaztin. Di mûlûleyên xwînê yên li derdora sikildanokên hewayê de ji plazmaya xwînê derbasî nav sikildanokên hewayê dibe, bi henasedayinê ji laş tê dûrxistin.
2.Guhaztina li gel hemoglobînê bi şeweyî karbamînohemoglobîn
Hinek ji CO2 bi hemoglobînê an jî bi proteînên plazmayê ve girêdan çê dikin bi van proteînan ve tên guhaztin. % 23ê gaza CO2ê bi navbeynkariya xirokên sor, li ser hemoglobînê tê guhaztin. Bi hev re girêdana CO2 û hemoglobînê wekî karbamînohemoglobîn tê navkirin. Di xirokên sor de, CO2 ne li komeleya hemê lê bi asîdên amînî yên proteînên hemoglobînê ve tê girêdan. Girêdana CO2ê ya bi hemoglobînê reaksiyonek pêçewane ye. Ango aresteya reaksiyonê dualî ye. Gava CO2a bi hemoglobînê ve girêdayî digihîje pişikan, CO2 ji hemoglobînê vediqete.
3. Guhaztina di nav plazmaya xwînê de bi şeweyî bîkarbonat


Pirraniya CO2 jî bi şêweyî HCO3 di nav plazmaya xwînê de û wekî (H+) bi hemoglobînê ve gîrêdayî tê gugaztin.
Bi qasî % 70yê karbona dîoksîdê bi şêweyî îyonên bîkarbonat di nav plazmaya xwînê de tê guhaztin. Pêşî, CO2 dikeve nav xirokên sor, di nav xirokên sor de bi navê anhîdraza karbonî( bi îngilizî: carbonic anhydrase) enzîmek heye. Enzîma anhîdraza karbonî, CO2ê bi avê ve girê dide û asîda karbonî peyda dibe. Ji ber ko CO2 bi zûkahî diguhere boy asîda karbonî, di nav xwînê de xestiya CO2ê zêde nabe, loma ji xaneyan, ber bi xwînê, belevbûniya CO2 nasekine. Asîda karbonî asîdek lawaz e. Ji ber wê yekê, bi hêsanî hildiweşe boy îyonên bîkarbonat û hîdrojenê. Piraniya îyonên hîdrojenê bi hemoglobînê ve tên girêdan û ligel xirokên sor, di nav xwînê de ber bi pişikan ve tên guhaztin. Heke rêjeya îyonên hîdrojenê di nav xwînê de zêde bibe, wê gavê asîdîbûna xwînê zêde dibe, ango pHa xwînê kêm dibe. Girêdana hîdrojenê ya bi hemoglobînê, derfet e ji boy rêkxistina pH xwînê. Hinek ji îyonên hîdrojenê jî bi proteînên plazmaya xwînê ve girêdan çê dikin û di nav plazmayê de tên guhaztin. Her ko hilweşîna asîda karbonî didome, xestiya îyonên bîkarbonatên di nav xirokên sor de zêde dibe. Ji boy hevsengkirina xestiya bîkarbonata plazmayê û ya xirokên sor, îyonên bîkarbonat ji xirokên sor derbasî nav plazmaya xwînê dibin. Di heman demê de ji plazmayê jî îyonên klorînê (Cl – ) derbasî nav xirokên sor dibin. Alûgorkirina îyonên bîkarbonat û klorînê bêxerckirina enerjiya ATP rû dide. Ji ber ko her du îyon jî bi barê nerênî(negatîf) barkirî ne, alûgorkirina bîkarbonatê bi klorê ve, tu bandor li ser guharina barên elektrîkê ya hawîrdorê nake. Hemû bîkarbonat di nav plazmayê de tê guhaztin ji boy pişikan. Gava xwîn digihîje sikildanokên hewayê, di nav xwîna mûlûleyên pişikan de, îyonên bîkarbonatê bi îyonên hîdrojenê ve yek dibin û carek din asîda karbonî peyda dibe. Bi alîkariya anhîdraza karbonî, asîda karbonî tê hilweşandin ji boy av û karbona dîoksîdê. Di heman demê de Karbona dîoksîda bi hemoglobînê ve girêdayî jî serbest dimîne. Di xwînê de pestoya qismî ya CO2ê ji ya hewayê nav sikildanokan bilintir e, loma CO2ji xwînê belavbûniya nav sikildanokên hewayê dibe.








2019/11/16

Guhaztina oksîjenê di nav xwînê de





Bi henasewergirtinê oksîjen ji dîwarê sikildanokan û yê mûlûleyên xwînê derbas dibe û dikeve nav xwînê. Piraniya oksîjenê tê guhaztin bi şeweyî oksîhemoglobînê, hinek jî bi şeweyî tiwawe li plazmayê de tê guhaztin. %1,5ê oksîjenê di nav plazmaya xwînê de dihele û bi navbeynkariya plazmayê tê guhaztin.
--Pêkhateya hemoglobînê--
%98,5ê oksîjnê xwe bi hemoglobînê ve girê dide û bi vî awayê di nav xwînê de tê guhaztin. Girêdana oksîjenê ya bi hemoglobînê wekî oksîhemoglobîn (HbO2) tê navkirin. Hemoglobîna kêmoksîjenî jî wekî deoksîhemoglobîn bi nav dibe.
Di xirokên sor ên mirov û piraniya ajalan de ji boy pîgmenta henasedanê hemoglobîn heye. Hemoglobîn proteînek gogî ye ji çar zincîrên polîpeptîdê pêk tê. Li ser her zincîrekî polîpeptîdê de komeleya hemê heye. Her komeleyek hemê atomek(gerdile) hesin lixwe digire. Ango li ser molekulek(gerd) hemoglobînê, çar atomên hesin heye. Her hesinek dikare molekulek oksîjenê li xwe girê bide, bi tevahî çar molekul oksîjen bi molekulek hemoglobînê ve girêdan çê dike.
Gava oksîjena yekem xwe bi hesinê hemoglobînê ve girê dide, hemoglobîn teşeya xwe diguherîne ji boy hêsankirina girêdana oksîjena duyem, sêyem û çaremê. Hemoglobîna ko çar gerdê oksîjenê li xwe girêdayî ye êdî wekî hemoglobîna terbûyî tê navkirin.

Ji boy tevahiya xwînê, rêjeya komeleyên hemê yên bi oksîjenê ve girêdayî wekî têrbûniya hemoglobînê bi nav dibe. Gava em dibêjin “rêjeya terbûniya hemoglobînê %100 e”, mabest bi vî gotinê ev ko hemû komeleyên hemê yên li ser her xêrokek sor de bi oksîjenê girêdayî ye. Ji boy mirovê tendurist, terbûniya hemoglobînê ya asayî % 95 heta 99 e.
Di laşê mirovê tendurîst de ji boy her milîlîtreyek xwînê, 0.2 mîlîlître oksîjen di nav hemoglobînê de tê guhaztin. Hemoglobîna bi oksîjenê têrbûyî, rengê xwînê sor dike, xwîna kêmoksîjenî bi rengê şînokî-binefşî ye. Girêdana oksîjenê ya bi hemoglobînê, girêdanek sist û demkî ye.
Girêdana oksîjenê ya bi hemoglobînê di pişikan de, di nav xwîna mûlûleyên derdora sikildanokên hewayê de rû dide. Herwisa di hêla henasedana navî de, di nav xwîna mûlûleyên xwînê yên di kotahiya xwînberokan de, oksîjen ji hemoglobînê diqete û ji xwînê derbasî nav xaneyên laş dibe.




Kapasîteya guhaztina oksîjenê ya hemoglobînê, mêjera guhaztina oksîjenê ya nav xwînê de diyar dike.
Hin faktor hene ko bandor li ser yekgirtin an jî têkşikestina oksîjenê û hemoglobînê (oksîhemoglobîn) dikin. Ango terbûniya hemoglobînê ya bi oksîjenê guhêrbar e, loma hemoglobîn di nav xwînê de her carê heman mîktar oksîjenê naguhazîne. Wekî mînak, pestoya qismî ya oksîjenê, rêjeya pHa xwînê, germahiya hawirdorê, asta rêjeya karbona dîoksîda hawîrdorê û hin nexweşî bandor li ser têrbûniya hemoglobînê dike. Ev bandor bi du awayê rû dide, an girêdana oksîjenê bi hemoglobînê ve hesantir dike an jî oksîjenê ji hemoglobînê vediqetîne. Di nav xwînê de kêmbûna xestiya oksîjenê, daketina rêjeya pHê an jî zêdebûna germahiyê laş ji hev cudabûna hemoglobîn û oksîjenê hander dike.
Gaz ji hêla pestoya qismî ya bilind ber bi hêla pestoya nizim ve belavbûnî dibe. Loma gava pestoya qismî ya oksîjenê bilind be, hê pirtir oksîjen bi hemoglobînê ve tê girêdan.
Gava di nav xwînê de rêjeya karbona dîoksîdê zêde dibe, CO2 bi avê re dikeve nav reaksiyonê û asîda karbonî peyda dibe. Di heman demê de asîda karbonî jî hildiweşe boy îyonên bîkarbonatî(HCO3-) û îyonên hîdrojenê(H+). Ji ber hebûna (H+)ê rêjeya pHa xwînê dadikeve. Ev rewş meyla hemoglobînê ya ji boy girêdana bi oksîjenê ve kêm dike. Loma pêdivî ji boy xestiyek hê bilintir a oksîjenê çê dibe ko bi hemoglobînê ve bê girêdan û hemoglobîn bi oksîjenê têr bibe. Ji ber çalakiya masûlkeyan, zêdebûna germahiya laş jî meyla hemoglobînê ya girêdana bi oksîjenê kêm dike.
Nexweşiyek bomaweyî heye bi navê kêmxwîniya xaneya dasî (bi îngilîzî: sickle cell anemia) şeweya xirokên sor ên kesê bi wê nexweşiyê, glover nîn e lê bi şêweya dasê ye. Ji ber şêweya xaneyên xwînê, mêjera hemoglobîna xirokên sor ên dasî ji ya xirokên sor ên asayî kêmtir e. Loma di nav xwîna kesên bi nexweşiya kêmxwîniya dasî de bi têra xwe oksîjen nayê guhaztin. Herwisa nexweşiya bi navê talasemiya (bi îngilîzî: thalassemia) jî dibe sedema kêmguhaztina oksîjenê di nav xwînê de.
Hemû oksîjena di nav xwînê de tê guhaztin, ji xwînê derbasî nav xane û şaneyên laş nabe
Mêjera pêdiviya xaneyan a bi oksîjenê li gor çalakiyên xaneyan tê rêkxistin. Xaneyên ko pêdiviya wan bi zêdetir enerjiyê heye, ji xwînê hê pirtir oksîjen digirin. Dema bêhnvedanê de xwîna nav xwînhêneran hê jî % 70 -75ê oksîjena destpêkê ya nav xwînberan lixwe digire. Mirov gava karekî giran dike an jî werziş dike hê pirtir oksîjen ji xwînê derbasê nav xaneyan dibe û rêjeya oksîjena nav xwînê dibe ko dabikeve hata %10 heta 20ê.










2019/11/14

Roja diyabetê ya cihanê




          Di sala 1921 de ji Kanadayê zanistek bi navê Frederick Banting ji bo cara yekem ji pankreasa dewar û berazan însulînê derxist û wekî derman bi kar anî. Frederic Bandik di roja 14.11.1891 de ji dayik bûye, ji boy bîranîna vî zanyarê, li her derê cîhanê,14 Çiriya paşîn(Mijdar) wekî “Roja diyabetê ya cihanê” tê pîrozkirin.
Li jêr min li ser nexweşiya şekir hin agahî tomar kir. Hêvî dikim vî nivîsê bixwînin û jê sûd bigirin.

LI SER NEXWEŞIYA ŞEKIR DE HIN PIRS Û BERSÎVÊN VAN

----------Şekira xwînê çi ye?----------
         Di zanista biyolojî de navê “şekira xwînê” Glukoz e. Glukoz ji xurekên rojane peyda dibe. Hemû xurekên karbohîdradî, glukoz lixwe digirin. Xurekên wekî nan, savar, birinc, meqerne, şekira çay, şîranî, şîr û berhemên şîr, kartol lazût, mewîj(tiriyê hişkkirî), hemû cureyên fêkî xurekên karbohîdradî ne. Ango di nav van xurekan de rêjeya karbohîdrad ji proteîn û çewrî(rûn) zêdetir ê. Gava mirov xurekên karbohîdradî dixwe, bi alîkariya koendama herisê, xurek tên heriskirîn, beşên gewre yên karbohîdradên wekî nîşa û glîkojen perçe dibin û glukoz peyda dibe. Ev glukoz ji rûviyê zirav derbasî xwînê dibe. Ango çavkaniya serekî ya şekira xwînê xurekên bi nîşa û glîkojen e.

----------Rêjeya asayî ji boy şekira xwîna mirov çi ye?---------

          Di nav xwîna mirovek bi giraniya 75 kîloyî de, bi qasî 4 bo 5 gram glukoz heye. Di nav laşê mirov de 5 bo 5 û nîv lître xwîn heye. Di zanista pizîşkiyê de rêjeya asayî ya xwînê ne bi gram û lîtreyê, lê bi mîlîgram(mg) û desîlîtreyê(dl) tê derbirînkirin.(1 gram=1000 mîlîgram e, 1 lître= 10 mîlîlître ye). Ji bo mirovên têgihîştî yê zik birçî , rêjeya asayî ya şekira xwînê 80–130 mg/dL ye. 2 katjimêr(seet) piştî xwarinê, ev rêje divê ji 140 mg/dL yê bilindtir nebe. Eger di nav xwîna mirov de rêjeya şekir her tim bilind bê ev rewş wekî hîperglîsemî bi nav dibe. Na eger rêjeya şekir(glukoz) her tim kêm be vê gavê ev rewş wekî hîpoglîsemî bi nav dibe. Mirovên bi hîperglîsemî bi nexweşiya şekir( şekirmîz, diyabet) dikevin.

----------Rêjeya şekira xwînê çawa tê rêkxistin?----------

         Rêjeya şekira xwînê(glukoz) bi navbeynkariya du hormonan, hormona însulîn û hormona glukagonê ve tê rêkxistinê. Ev herdu hormon jî ji rijênê pankreasê tên derdan. Însulîn û glukagon hevdijê yek in. Ango însulîn rêjeya şekira xwînê kêm dike, glukagon jî zêde dike.
Di laşê mirovên tendurist da însulîn bi du awayê bandor li ser kêmkirina şekira xwînê dike;
A yekem, gava asta rêjeya şekira xwînê bilind dibe, însulîn bandor li ser parzûna xaneyên laş dike, parzûna xaneyê ji boy glukozê hê pirtir delînbar dibe. Bi vî awayê hê pirtir glukoz(şekir) ji xwînê derbasî nav xaneyan dibe û rêjeya şekira xwînê kêm dibe. A duyem, însulîn bandor li ser xaneyên kezebê û yên masûlkeyan dike, bi fermana însulînê xaneyên kezeb û yên masûlke, ji xwînê glukoz digirin nav xaneyên xwe û ji glukozê glîkojen çê dikin. Glîkojen di nav kezeb û masûlkeyan de embar dibe. Bi vî awayê jî asta şekira xwînê dadikeve.
Hin caran dibe ku ji hin sedeman (birçî bûn, rojî) rêjeya şekira xwînê kêm bibe, îcar glukagon bandor li ser kezebê dike da ku glîkojena embarkirî têkbişkê û glukoz çê bibe. Kezeb ev glukoza ji perçebûna glîkojenê çêbûye derdide nav xwînê, bi vî awayê rêjeya şekira xwînê bilind dibe.

----------Çend cureyên nexweşiya şekira xwînê heye?------------

           Mirovên bi nexweşiya şekir ji ber du sedeman, nikarin rêjeya şekira xwîna xwe rêk bixin.
Cure ya yekem a nexweşiya şekir wekî diyabeta tîpa1(type 1 diabetes) bi nav dibe. Navê din a nexweşiya şekir diyabet e. Xaneyên di pankreasê de hormona însulînê berhem dike û der dide, wekî xaneyên Beta tên navkirin. Di laşê nexweşiyên bi diyabeta tîpa 1 an de, hin xaneyên bergiryê yên laş, dibin sedema têkşikandina xaneyên Beta .Heke xaneyên Beta yên pankrease têkbişkê, vê gavê rijênê pankreasê bi têra xwe însulîn berhem nake û der nade, loma şekir di nav xwînê de berhev dibe, nakeve nav xaneyan. Ev rewş wekî hîperglîsemî bi nav dibe(şekira berz). Ji ber ku di vî nexweşiyê de hormona însulîn kêm e, ji boy wan kesan hormona însulînê wekî derman, bi derzî didin laş. Dîyabeta tîp 1 li nav zarok û ciwanan da hê zêdetir rû dide.
Cure ya duyem a nexweşiya şekir jî wekî diyabeta tîp 2 (type 2 diabetes) bi nav dibe. Mirovên bi vî nexweşiyê ketine, dikarin însulînê çê bikin û dibe ku di nav xwîna wan da asta însulînê bi rêjeya asayî be. Lê parzûna xaneyan li hember însulînê bergirî dikin, nahêlin glukoz derbasî nav xaneyan bibe. Bergiriya li dij însulîne dibe sedema bilindbûna rêjeya şekira xwînê.

----------Gelo sedema vî nexweşiyê çi ye? ----------

Nexweşiya şekir, nexweşiyeke metabolîk e ku ji ber sedemên bomaweyî(genetîk) û hawirdorî bi encama bilindbûna şekira xwînê peyde dibe. Ango mirov dibe ku vî nexweşiyê ji dê û bavan bigire. Heke dê an jî bavê mirov nexweşê şekirê bin, egera zarokên wan jî bi vî nexweşiyê bikevin zêde ye.

----------Gelo nîşanên vî nexweşiyê heye?----------

Xwîna mirovên bi nexweşiya şekir in, ji ber rêjeya şekir tîr dibe. Xwîna tîr, dibe sedema bilindbûna pestoya xwînê, gava pestoya xwînê bilind dibe, hem dil diweste û xwînê bi zehmet pompe dike, hem jî ziyan dide mûlûleyên xwînê yên di çav û gurçikan de cih digirin. Ev ziyan dibe sedema qulbûn(çirandin)a lûleyên xwînê. Di rewşek wisa de dibe ku çavên mirov kor bibe an jî gurçikên mirov êdî kar nekin. Ji boy rohnkirina xwînê, mirovên nexweş pir tî dibin. Loma, nîşanek nexweşiya şekir tîbûn e. Xaneyên mirovên tendurist ji boy peydakirina ATP (Adenozîna trîfosfat) pêşî glukozê bi kar tînin, heke bi têra xwe glukoz tune be, paşê çewrî(lîpîd) û proteîn bi kar tînin. Mirovên bi nexweşiya şekir, ji boy peydakirina enerjiya ATPyê ne glukozê, lê çewrî û proteînan bi kar tîne. Ji boy bergirî girtina li hember nexweşiyan û başbûna birînan pêwistî bi proteînan heye. Di xaneyên mirov de enbara proteînan tune, mirovên bi nexweşiya şekir li dewsa glukozê proteînan bi kar tînin, loma di laşê wan de proteîn kêm dibe, ji ber vî sedemê jî birînên kesên bi nexweşiya şekir zû baş nabin. Herwiha kesên bi nexweşiya şekir, zû diweste, bê hemd e, zû birçî dibe.




2019/11/10

Alûgorkirina gazên henasedanê



Armanca serekî ji boy henasedanê ew ko, oksîjena atmosferê bigihîjîne hemû xane û şaneyên laş û di heman demê de karbona dîoksîda nav xaneyan jî ji laş dûr bixe. Bi henasewergirtin û henasedayinê hewa di navbera atmosfer û sikildanokên hewayê de tê û diçe, lê divê oksîjena nav hewayê sikildanokan heta xaneyan bên guhaztin, ko xane jê sûd bigirin. Herwisa divê karbona dîoksîda xaneyan jî ber bi sikildanokan ve bê derkirin. Guhaztina oksîjen û karbona dîoksîdê ya ji sikildanokên hewayê heta xaneyên laş û ji xaneyên laş heta sikildanokên hewayê, bi navbeynkariya xwînê pêk tê.
Xwîna mirov di nav lûleyên xwînê de diherike û têkiliya wê ya rasterast bi atmosfer û xaneyan nîn e. Loma ji boy guhaztina gazan, divê pêşî, oksîjen an jî karbona dîoksîdê bikeve nav xwînê, paşê bi herikîna xwînê xwe bigihîne xaneyan an jî pişikan. Gazên henasedanê, ango oksîjen û karbona dîoksîda nav xwînê, li du cihan de tên alûgorkirin.(ango beramber cih diguherînin). Alûgorkirina yekem di navbera sikildanokên hewayê û xwînê de rû dide. A duyem jî di navbera xwînê û xaneyên laş de pêk tê.
--Pêkhateya hewayê atmosferê û pestoya qismî ya gazên atmosferê--
Piraniya hewayê atmosferê ji Nitrocen(Azot), Oksîjen, karbona dîoksîd û hilma avê pêk tê. Di asta perava deryayê de, %78,6ê hewayê N2, %20,9ê hewayê O2, %0,04ê hewayê ji CO2 pêk tê.%0,5ê atmosferê jî ji hilma avê û gazên din pêk tê. Giraniya gazên atmosferê dibin sedema çêbûna pestoya hewayê. Li cihên nizim ên wekî perava deryayê, pestoya hewayê atmosferê bilind e, lê li cihên bilind, wekî mînak li serê çiya, pestoya atmosferê nizm e.
Di asta perava deryayê de pestoya atmosferê 760 mm Hg ye.(mm Hg = mîlîmetir cîwe). Bilindahiya Çiyayê Agirî bi qasî 5137 metir e, ango serê Agirî ji asta perava deryayê gellek bilind e. Pestoya atmosferê li serê Agirî dadikeve hetanê 380-390 mmHg yê.
Atmosfer gîraweya gazî ye. Her gazek gîraweyê dibe sedema peydabûna pestoyê. Pestoya gazek a nav gîraweya gazî de wekî pestoya qismî tê navkirin. Pestoya atmosferê, ji tevahiya pestoya qismî ya gazên atmosferê peyda dibe.
Ango pestoya atmosferê;
(Patm) = PO2 +PCO2 +PN2 + PH2O = 760 mm Hg ye.
Ji ber ko xestiya gazên atmosferê ne wekhev e, pestoya ji aliyê wan gazan ve tê peydakirin jî ne yeksan e. Ango her gazek li gor xestiya xwe pestoya qismî peyda dike.
Pestoya qismî ya gaza atmosferê bi vî awayê tê hesapkirin.
P = (Patm ) x (rêjeya gazê ya nav gîraweyê %)
Pestoya atmosferê (Patm) ji boy peravê deryayê = 760 mm Hg ye
Rêjeya oksîjenê ya di nav hewayê atmosferê = % 21 e. (0,21)
Loma pestoya qismî ( PO2) ji boy oksîjenê= (760 mm Hg )x (0,21) = 160 mm Hg ye.
Herwisa pestoya karbona dîoksîde(Pco2) jî = (760 mm Hg) x (0,0004) = 0,3 mm Hg ye.
Pestoya qismî ya nîtrocenê (PN2) jî (760mm Hg) x (0,786) ≈ 597 mm Hg ye
Pestoya qismî ya avê (PH2O) = (760mm Hg) x (0.004) ≈ 3 mm Hg ye
Gaz ji hêla pestoya bilind ber bi hêla pestoya nizm ve belav dibin. Asta pestoya qismî ya gazên henasedanê li tevahiya şaneyên laş de ne yeksan e. Pestoya qismî ya oksîjenê li hinek deverên laş de bilind ê lê bi gelemperî di nav xaneyan de gellek nizm e. Cudahiya asta pestoya qismî rê li ber alûgorkirina gazan ve dike.
Alûkorkirina gazan li du beşên laş de pêk tê, henasedana derve û henasedana navî.
Alûgorkirina gazan a henasedana derve û a navî ji aliyê pestoya qismî ya oksîjen û karbona dîoksîdê ve tê birêvebirin. Pestoya qismî ya oksîjen û karbona dîoksîd a di nav sikildanokên hewayê û xwîna nav mûlûleyên derdora sikildanokan de ne yek e. Gazên henasedanê ji hêla pestoya qismî ya bilind, ber bi hêla pestoya qismî ya nizm ve belav dibin ev rewş wekî belavbûnî (bi îngilîzî: diffusion) tê binavkirin.
--Henasedana derve--
Kiryarê alûgorkirina hewayê ya navbera laş û atmosferê, di sikildanokên hewayê de rû dide. Di navbera sikildanokên hewayê û mûlûleyên xwînê de alûgorkirina gazan wekî henasedana derve bi nav dibe.
Dîwarê sikildanokên hewayê ji çînek xane pêk tê. Ev çîna tenik a sikildanokên hewayê, ji aliyê derve, bi mûlûleyên xwînê ve dorgirtî ye. Dîwarê mûlûleyên xwînê jî ji çînek xane pêk tê. Ango oksîjena di nav sikildanokên hewayê ji xwînê bi qasî stûriya du xaneyan dûr e.
--Pêkhateya gazên nav sikildanokên hewayê--
Pêkhate û rêjeya hewayê nav sikildanokan neguherbar e û ji ya atmosferê cuda ye.
Ji ber hebûna hilma avê, di nav sikildanokên hewayê de pestoya qismî ya oksîjen û nîtrocenê dadikeve. Lê pestoya qismî ya karbona dîoksîda nav sikildanokan ji ya nav atmosferê bilindtir e.
- PO2= 100 mm Hg ye û ji PO2 ya atmosferê kêmtir dibe.
- Herwisa pestoya qismî ya karbona dîoksîda nav sikildanokan jî ji ya atmosferê bilindtir e. PCO2 = 40 mm Hg ye.
- Pestoya qismî ya nîtrocenê ,(PN2)= 573 mm Hg ye
-Pestoya qismî ya hilma avê (PH2O)= 47 mm Hg ye. Bi wî awayê pestoya tevahiya nav sikildanokan digihîje 760 mm Hg , ango bi pestoya atmosferê ve yeksan dibe. Sikildanokên hewayê tu car bi tevahî vala nabin, ango gava mirov henase dide hinek ji gazên henaseyê her tim di nav sikildanokan de dimîne. Ji ber hebûna hewayê, alûgorkirina gazan a di navbera sikildanok û xwînê bêwestan didome.
--Gazên nav xwîna kêmoksîjenî--
Xwîn bi navbeynkariya xwînbera pişikan, ji dil tê şandin boy sikildanokên hewayê. Xwînberên pişikê şax didin û xwînberên hê ziravtir peyda dikin, navê van xwînberên zirav, xwînberok e.
Di kotahiya xwînberokên pişikê de tora mûlûleyên xwînê heye. Derdorên sikildanokên hewayê bi mûlûleyên xwînê dorgirtî ye. Xwîna nav mûlûleya xwînê ya xwînberoka pişikê, kêmoksîjenî ye. Pestoya qismî ya oksîjenê ya beşa xwînber a mûlûleyê(PO2)40 mm Hg ye. Di heman mûlûleyan da pestoya qismî ya CO2 yê 44 mm Hg, ya N2 yê jî 573 mm Hg ye. Ji ber ko nîtrocen ji aliyê xane û şaneyên laş ve raste rast nayê bi karanîn, rêjeya pestoya qismî ya nîtrocena sikildanokan û ya xwînê wekhev e.
Cudahiya xestiya gazên nav xwînê ji yên nav sikildanokên hewayê, dibe sedema alûgorkirina gazên henaseyê. Ango heke pestoya qismî ya her du aliyên parzûna xaneyê ne wekhew bin, gazên henaseyê ji hêla xestiya zêde ber bi aliyê xestiya kêm ve di nav parzûnê de belavbûnî dibe, heta ko xestiya her du aliyên parzûnê yeksan bibe. Alûgorkirina gazên henaseyê jî di sikildanokên hewayê de li gor vî esasê rû dide. Hewayê henasegirtinê ya nav sikildanokên hewayê, têroksîjenî ye û xestiya karbona dîoksîdê jî gellek kêm e. Lê beravajiyê wê, di nav xwîna mûlûleyên xwînê yên derdora sikildanokan de xestiya oksîjenê kêm e û xestiya karbona dîoksîdê jî zêde ye. Wek encam, pestoya qismî ya oksîjena nav sikildanokan, ji oksîjena nav xwîna mûlûleyan bilindtir e. Herwisa pestoya kismî ya karbona dîoksîda sikildanokan jî ji ya xwînê nizimtir e. Rûyê navî ya sikildanokên hewayê bi çînek avê dapoşî ye, av belavbûniya (dîfuzyon) gazan hêsantir dike. Ev rûyê bi av dapoşî wekî rûyê henasedanê an jî perdeya henasedanê tê navkirin. Di sikoldanokan de pestoya oksîjenê 100 mm Hg ye, di nav xwînê de pestoya qismî ya oksîjenê 40 mm Hg ye. Ji ber cudahiya pestoya qismî ya oksîjena sikildanokê û ya xwînê, oksîjen ji sikildanokan ber bi xwînê ve belavbûnî dibe. Oksîjen pêşî di nav avê de dihele, paşê ji parzûna xaneya sikildanokê û xaneya lûleya xwînê derbas dibe. Belavbûniya oksîjenê didome heta ko xestiya oksîjena herdu alî bibe yeksan . Aresteya belavîbuniya karbona dîoksîdê beravajiyê ya oksîjenê ye. Xwîna mûlûleyan kêmoksîjenî ye lê pestoya qismî ya karbona dîoksîdê 44-45 mm Hg ye û ji ya nav sikildanokan bilindtir e. Loma karbona dîoksîda nav xwînê ji parzûna xaneya mûlûleya xwînê û parzûna xaneya sikildanokê derbas dibe dikeve nav hewayê sikildanokê. Belavbûniya karbona dîoksîdê didome, heta ko pestoya karbona dîoksîda xwînê dabikeve 40 mm Hg yê.

--Henasedana navî --
Alûgorkirina gazan a di navbera xwîn û şaneyan de wekî henasedana navî bi nav dibe. Herwekî henasedana derve, henasedana navî jî ji ber cudahiya pestoya qismî ya gazên henasedanê rû dide. Lê arasteya alûgorkirina gazan beravajiyê henasedana derve ye. Oksîjen ji xwînê belavbûniyê xaneyên laş dibe, herwisa karbona dîoksîda nav xaneyan jî ber bi xwînê belavbûnî dibe.
Xwîna têroksîjenî ji pişikan bi navbeynkariya xwînhênerên pişikê ji bo guhika çepê ya dil tên guhaztin. Dil xwîna têroksîjeniyê pompe dike nav şahxwînberê(Aort). Şahxwînber, xwînber û xwînberok xwînê belavê hemû xane û şaneyên laş dikin. Pestoya qismî ya oksîjena xwîna têroksîjenî 100 mmHg ye, herwisa pestoya qismi ya karbona dîoksîda xwînê jî 40 mm Hg ye.
Xane ji boy çalakiyên xwe pêdivî bi enerjîya ATP dibîne. Ji boy destxistina ATPyê, xane glukoz û oksîjenê xerc dike û karbona dîoksîdê peyda dike. Ev kiryar wekî henasedana xaneyî tê binavkirin. Ji ber henasedana xaneyî, pestoya qismî ya oksîjena nav xaneyê ji oksîjena xwînê nizmtir e û 40 mm Hg ye. Herwisa pestoya qismî ya karbona dîoksîda nav xanayê jî 45 mm Hg ye û ji ya nav xwînê bilindtir e. Ji ber cudahiya pestoya qismî ya oksîjena nav xwînê û ya nav xaneyên laş, oksîjen ji xwînê ber bi xaneyan belavbûnî dibe heta pestoya qismî ya oksîjena xwînê dabikeve 40 mm Hg yê. Di heman demê de karbona dîoksîda nav xaneyan jî ber cudahiya pestoya qismî, ji hêla pestoya bilind ango ji nav xaneyan, ber bi hêla pestoya nizim, ango ber bi xwînê belavbûnî dibe . Bi vî awayê pestoya qismî ya oksîjena nav xwîna mûlûleya xwînê dadikeve 40 mm Hg ye û pestoya qismî ya karbona dîoksîda nav xwînê jî zêde dibe û dibe 45 mm Hg yê. Ev xwîna kêm oksîjenî bi navbeynkariya xwînhênerok û xwînhêneran ber bi dil ve tê guhaztin. Ji dil jî ber bi pişikan ve tê pompekirin ji boy henasedana derve.





2019/11/06

Mekanîzmaya henasedanê




Henasedan, ango henasewergirtin û henasedayîn (bi îngilîzî: breathing).
Peyva henasedan, ji boy karê alûgora gazan a navbera xaneyên laş û hawîrdorê tê bi karanîn. Henasedan ji du gavên sereke pêk tê. Gava yekem girtina hewayê boy pişikan an jî dûrxistina hewayê ji pişikan e. Gava duyem jî, alûgorkirina gazan e. Di navbera xaneyên pişik û hewayê de alûgorkirina gazan ,wekî henasedana derve tê bi navkirin. Herwisa, di navbera xwîn û xaneyên laş de alûgorkirina gazan jî wekî henasedan a navî bi nav dibe.
Navbera xwîn û hewayê de alûgorkirina gazan, di pişikê de, di nav sikildanokên hewayê de rû dide.
Kiryara livîna hewayê bo nav pişik û derçûna wê ya ji pişik boy derve, wekî mekanîzmaya henasedanê tê bi navkirin. Mekanîzmaya henasedanê du cure ye; henase wergirtin û henasedayîn.
Ji derve bi navbeynkariya dev û difin, ber bi pişikan ve çûyina hewayê wekî henase wergirtin bi nav dibe. Herwisa ji pişikan derkirina hewayê jî wekî henasedayîn tê bi navkirin.
Ji boy têgihiştina kiryara henasedanê, divê em van zanyariyên li jêr ber bi çav bigirin.
1. Di rewşa asayî de ji gewrî heta sikildanokên hewayê, coga henaseyê bê navber, bi hewa yê tijî ye.
2. Pişik di nav singekelêna devgirtî de cih digirin. Parsû(perasû) li aliyê paş ve bi hestiyê birrbiragê ve, li pêş de bi depê singê ve girêdayî ne, bi vî awayê qefesa sing peyda dibe. Di navbera parsûyan de sê çîn masûlkeyên navbera parsû heye. Masûlkeyên navbera parsû yên derve, masûlkeyên navbera parsû yên naverast û masûlkeyên navbera parsû yên navî. Aliyê jor û kêlekên qefesa sing bi parsû û masûlkeyan dorgirtî ye. Herwisa jêrê qefesa sing jî bi navpençika masûlkî û bestereşane dagirtiyê.
3. Perdeya plura ya derve ya pişikê bi dîwarê singekelenê ve zeliqî ye. Perdeya plura ya navî jî bi pişikan ve zeliqî ye, valahiya navbera herdu perdeyên plurayê bi şileya plurayê tijî ye.
Henasedan li gor qanunek(zagon) kîmyayê ya bi navê qanuna Boyle-Marriot rû dide.

--Qanuna Boyle- Mariotte(bixwîne wekî “boîl-maryot”): --

Li gor vê qanunê, di bin germahiya neguher de, pesto û qebareya hewa ya nav amanek(qutî) devgirtî, bi awayek beravajiyê hev diguhere. Heke qebareya amana devgirtî zêde bibe, pestoya gaza nav amanê kêm dibe, lê heke qebaraya amanê kêm bibe îcar pestoya gazê zêde dibe.

--Henasewergirtin--

Singekelênê mirov jî dişibe amanek devgirtî . Ango ji boy henasedanê, guheztina gazan ji difin ber bi pişikan, an jî ji pişikan ber bi dev û difin li gor qanuna Boyle-Mariotte rû dide.
Henasedan bi girjbûn û xavbûna masûlkeyên singekelênê rû dide.
Masûlkeyên navbera parsû yên derve, girj dibin, qefesa singê ber bi jor û pêş ve bilind dibe û fireh dibe. Di heman demê de, navpençik jî girj dibe. Navpençika negirjbûyî ber bi singekelêne ve qoqiz e, bi girjbûna masûlkeyan, navpençika qoqiz ber bi zikekelênê ve tê paldan û pahn dibe. Bi vî awayê singekelên dirêj dibe û fireh dibe. Ji ber ko pişik bi dîwarê singekelenê ve zeliqi yê, pişik jî fireh dibin. Ji ber firehbûna singekelenê, pestoya nav singekelenê û pişikan ji pestoya atmosferê kêmtir dibe. Hewa ji hêla pestoya bilind (ji amosferê ) ber bi cihê pestoya nizim ve diherrike û pişik bi hewayê tijî dibin. Ev rewş wekî henasewergirtin bi nav dibe.

--Henasedayîn--

Xavbûna navpençik û masûlkeyên navbera parsû yên derve, qonaxa henasedayînê dide destpêkirin.
Gava navpençik xav dibe, ber bi singekelêne ve bilind dibe, ji ber qoqiziya navpençikê, qebareya singekelenê kêm dibe. Herwisa di heman demê de masûlkeyên navbera parsû yên derve jî xav dibin. Bi xavbûna masûlkeyan qefesa singê ber bi jêr ve dilive û qebareya singekelênê kêm dibe, singekelên zorê dide ser pişikan loma qebareya pişikan jî kêm dike. Ji ber kêmbûna qebareyê, pestoya hewa ya nav pişikan ji atmosferê zêdetir dibe. Wek encam, henasedayîn rû dide. Ango, ne hemû lê hinek hewaya pişikan ber bi dev û difin tê derkirin, heta ko pestoya hewaya atmosfer û ya pişikan yeksan bibe. Ji boy henasedayîna asayî, pêwîstî bi tiwana(şiyan) masûlkeyan tune ye, ango masûlkeyên xavbûyî, bi awayek pasîf rê li ber hanasedayînê ve dike. Pêkhateya şaneyên pişikê qaîşokî ye, loma bi derkirina hewayê, pişika pifdayî xwe diqurmiçîne û qebareya xwe kêm dike.

--Rêjeya henasedanê--

Henasedan ji aliyê koendama demarê ve bi awayek demarî, herwisa ji aliyê kîmîkewergiran jî bi awayek kîmyayî tê kontrolkirin.
Hejmara henasedanê ya di dirêjiya xulekek de, "rêjeya henasedanê" diyar dike. Rêjeya henasedana zarokan ji ya mirovên têgihîştî bilintir e. Ji xeynî dema mirov xebatên giran dike, rêjeya henasedanê ya asayî ya mirovê têgihîştî 12-15 henesadan/xulek e. Di heman rewşê de rêjeya henasedana zarokek 10 salî 18-30 henasedan/xulek e. Dema mirov karek giran dike an jî werziş dike, rêjeya henasedanê jî zêde dibe. Kiryara henasedanê xwenewîst e. Ango mirov bê hemdê xwe henase werdigire û dide. Hin caran dibe ku karê henasedanê ji boy demek kurt di bin kontrola mirov de be, ango henasedan bi awayek xwewîst pêk were. Wekî minak dema mirov dipeyve, an pifê tiştekî dike an jî di bin avê de avjenî dike, dikare henasedana xwe kontrol bike.

--Rêkxistina demarî ya henasedanê--

Ahenga henasedanê ji aliyê navenda rêkxistina henasedanê ve tê kontrolkirin. Navenda rêkxistina henasedanê di lakêşemejî(mejiyê lakêşe)û pirikê de cih digire. Lakêşemejî (bi latînî:medulla oblongata), pirik(bi latînî:pons) beşên qedê demax e (bi îngilîzî:brain stem). Ji navenda rêkxistina henasedanê bi awayek rêzikî, bi navbeynkariya demarên ragihandinê, sînyal tên şandin ji boy masûlkeyên parsû û navpençikê. Ji ber sînyalên lakêşemejîiyê, masûlkeyên navbera parsû yên derve û navpençik girj dibin. Wek encam henasewergirtin rû dide. Îcar gava navenda rêkxistina henaseyê, şandina sînyalan radiwestîne, navpençik û masûlkeyên navbera parsû xav dibin, henasedayîn rû dide. Her ko şandin û rawestandina sînyalan didome, henasedan jî didome. Şandin û rawestandina sînyalan ji aliyê sîstema sîmpasawî û parasîmpasawî ve tê kontrolkirin. Ne tenê leza henasedanê lê kurahiya henasedanê jî ji aliyê navenda rêkxistina henasedanê ve tê diyarkirin. Leza dubarekirina şandina sînyalan, ne tenê ji aliyê lakêşemejî ve tê kontrolkirin. Beşên din ên demax jî ji boy henasedanê xwediyê agahiyê ne, lakêşemejî li gor agahiyên ji beşên demax ve tên, çalakiya xwe rêk dixe.

--Rêkxistina kîmyayî ya henasedanê--

Rêkxistina kîmyayî ya henasedanê bi navbeynkariya kîmîkewergiran(bi îngilîzî:(chemoreceptors) pêk tê. Li ser diwarê kewanê şahxwînberê de, di nav şileya mejî û di nav şileya striyekelênê (bi îngilîzî: spinal canal) de kîmîkewergir hene ji boy rêkxistina henasedanê. Hekê di laş de rêjeya karbona dioksîdê zêde bibe, kîmîkewergir pê dihesin û navenda rêkxistina henasedanê agahdar dikin. Bi hîşarkirina kîmîwergiran, rêje û kurahiya henasedanê tê zêdekirin. Karbona dioksîd bi avê dikeve reaksiyonê û asîda(tirşe) karbonî peyda dibe, ji asîdê hin molekulên hîdrojenê (H+) belavê nav xwînê dibin. Ev rewş asta pHa xwînê kêm dike. Loma dema xestiya karbona dioksîda nav laş û xwînê zêde dibe, di heman demê de pHa hawirdorê jî dadikeve. Daketina pHa xwînê jî kartêkirin e ji boy kîmîkewergiran. Li gel karbona dîoksîd û rêjeya pHê, di nav xwînê de kêmbûna xestiya oksîjenê jî bandor li ser navenda rekxistina henasedanê dike.