Celadet Alî Bedîrxan

Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)

2019/06/28

Perikên xwînê( Trombosît)


Perikên xwînê wekî trombosît jî tê bi navkirin. Bi gelemperî perikên xwînê wekî cureyek ji xaneyên xwînê tê hesibandin. Bi Yewnanî trombos “meyîn”, kytos jî bi wateya “xane” tê bikaranîn. Lê bi eslê xwe perikên xwînê xane nînin. Trombosît pirtikên sîtoplazmaya xanêyên gewre(megakaryosît) yên moxa hestî ne. Li moxa hestî de xaneyên gewre (megakaryotîs) perçe dibin. Ji sîtoplazma û hin lebatokên van xaneyan perikên xwînê çê dibin.
Perikên xwînê bêdendik(bênavok) in. Temenê perikên xwînê 7-12 roj e.Trombosîtên pîr an jî yên bêkêr, di sipil û kezebê de tên hilweşandin. Mîkrolîtreyek(mm3) xwînê de bi qasî 150-400 hezar perikên xwînê heye. Perikên xwînê ji xirokên sor û xirokên spî hûriktir e.
Heke di laş de birînek çê bibe, ziyan digihîje lûleyên xwînê, xwîn ji lûleyên ziyangirtî diherikê derve. Divê rê li ber xwînçûyînê bên girtin, yan na, jiyana mirov dikeve xeterê. Karê serekê yê trombosîtan, meyandina xwînê ye. Xwînmeyîn dema xwînçûnê pêk tê. Hinek ji perikên xwînê li sipil de tê embarkirin. Hin caran ji ber hokarên genetîk(bomaweyî) an jî jiber nebûna proteîna meyînê trombosît karê xwîn meyînê pek nayinin, ev rewş wekî nexweşiya xwînberbûn(hemofîlî) tê bi navkirin






2019/06/26

Plazmaya xwînê


Plazmaya xwînê an jî plazma, şileyek bi rengê zer e. Xirokên sor, xirokên spî û perikên xwînê di nav vî şileya zerokî de tên veguhastin. %55 ê xwînê ji plazmayê pêk tê. Ji bilî xaneyên xwînê, plazma gelek madeyên din jî lixwe digire. Proteîn, dijaten, asîdên amînî,glukoz, asîdên çewrî, xwê, îyon, hormon, vîtamîn, av û madeyên paşmayî, yên wekî karbona dîoksîd, amonyak û ure madeyên serekê yên nav plazmayê ne.
%90 yê plazmayê av e. Ava xwînê li dîwarê rûviyan ji nav xurekan tê mijandin û tevlê xwînê dibe. Hinek ava plazmayê jî di nav xaneyan de piştê reaksiyonên kîmyayî, wekî madeya paşmayî çê dibe û tevlê xwînê dibe. Ji bilî avê % 7 ê plazmayê ji proteînan pêk tê. Hinek ji van proteînan her tim di nav plazmayê de digerin û wekî proteînên plazmayê tê binavkirin. Rêjeya pH a xwînê bi proteînên plazmayê ve tê rêkxistin. Albumîn, globulîn û fîbrînojen proteînên sereke yên plazmayê ne.
Di nava plazmayê de proteîna herî zêde albumîn e. Albumîn di kezebê de tê çêkirin. Albumîn pestoya navbera xwînê û şaneyan rêk dixe. Herwisa di nav xwînê de veguhastina asîdên çewrî, Vîtamîna D, hormona tîroksînê jî bi navbeynkariya albumîn pêk tê. Îyonên metalên wekî sodyum, potasyum û kalsiyumê jî di nav xwînê de bi navbeynkariya albumîn tê veguhastin.


Di nav plazmayê de sê cureyên proteîna globulîn heye. Globulîna Alfa û ya Beta di kezebê de tê çêkirin. Karê serekê yê van proteînan, rêkxistina pestoya osmozî ya xwînê ye. Herwisa globulîn a alfa û beta jî mîna proteîna albumîn, di nav xwînê de veguhastina hesin, çewrî(lîpîd), û vîtamînên A,D,E,K pêk tîne. Navê globulîna sêyemîn Gama globulîn ,an jî îmunoglobulîn e. Ev proteîn di xaneyên lenfosîta B de wekî dijaten tên çêkirin. Karê sereke ya globulîna gama rekxistina bergiriya laş e. Dijaten proteînên taybet in, ji boy bergiriya laş ne yek, lê gelek cureyên dîjatenan heye. Heke laş tûşê hokarên nexweşîyê bibe, rêjeya dijatenan jî zêde dibe.
Ji proteînên plazmayê a herî hindik proteîna fîbrînojen e. Fîbrînojen beşdariya kirdarî ya xwînmeyînê dike. Ev proteîn bi eslê xwe enzîmek neçalak e, dema xwînmeyînê fîbrînojen çalak dibe û wekî fîbrîn bi nav dibe.
Pêştê herisînê, xurek ji rûvî derbasê nav xwînê dibe, xurekên herisî di nav plazmayê de bi gera xwînê belavê hemû şane û xaneyên laş dibin.
Heke ji nav plazmayê fîbrînojen were durxistin, serum tê destxistin. Ango plazmaya bêfîbrînojen wekî serum tê binavkirin.

2019/06/25

Cihê dilê mîrov a nav singê



Dilê mirov di nav sing de ,navbera her du pişikan de piçek li aliyê çepê de cih digire. Pêşîya dil de hestiyê sing, li jêrê sing de navpençik(diyafram) heye.

Gera koronerî ya dil






Çîna(tebeqe) navendî ya dîwarê dil myokardiyum, ji masûlkeyan pêk tê, dil tu car ranaweste û lê dide. Ji boy lêdana dil divê masûlkeyên dil girj bibe û xav bibe. Ji boy girjbûn û xavbûna masûlkeyan pêdivî bi enerjiya ATP( Adenozîna trî fosfat) heye. Xaneyên masûlkeyên dil bi navbeynkariya oksîjenê, glukozê perçe dikin û ATP dest dixin. Ango ji boy peydakirina ATP, divê xwîna têrglukozî û têroksîjenî ji xaneyên myokardiyumê ve bên şandin. Di nav guhik û malikan de her tim xwîn heye, lê çîna endokardiyumê rê nade xwînê ku xwe bigihîne xaneyên masûlkeyên dil. Lûleyên taybet, xwînê digihîne diwarê dil, ev lûleyên xwînê wekî lûleyên koronerî tê binavkirin. Di zimanê latînî de peyva “corona” ji boy tac (taca serê qiral û şahan) tê bikaranîn. Lûleyen koronerî wekî mîna tacek, dîwarê dil dorpêç dikin. Xwînberên koronerî li jorê derîçeya xwînbera sereke ji aortê cihê dibin. Xwînbera koronerî ya çep aliyê çepê dil, xwînbera koroneri ya rast jî aliyê rastê dil dorpêç dike. Bi vî awayê xwîn digîhije xaneyên masûlkeya dil. Xwîna kêmoksîjenî û kêmglukozî bi xwînhênerên dilî vedigere guhika rastê ya dil. Gera xwînê ya navbera dil û myokardiyumê wekî gera koronerî tê binavkirin. Di hin cureyên dilnexweşiyê de hinek ji lûleyên koronerî teng dibin an jî dixitimin, di rewşek wisa de bi têra xwe xwîn nagihîje masûlkeyên dil. Heke beşa masûlkeya bêoksîjen û bêglukoz mayî, beşek piçûk be krîza dil pêk tê, lê heke beşek mezin ji masûlkeyên dil bêosîjen û bêxurek bimîne wê gavê dibe ku dilrawestan pêk were.

2019/06/22

Elektrokardiyogram


Ji boy girjbûna masûlkeyên dil, ji girêkên dil sînyalên elektrîkê tê diristkirin. Makîneya Elektrokardiyogramê (EKG an jî ECG) dikare bi navbeynkariya elektrodan van sînyalên elektrîkê bişopîne. Bikaranîna makîneya elektrokardiyogramê, wekî elektrokardiyografî tê binavkirin. Makîneya elektrokardiyogramê ji aliyê zanyarê Almanî, Willem Einthoven ve di sala 1903 de hat çêkirin. Navê makîneyê bi almanî ” Elektrokardiogramm” e.
Bi alîkariya makîneya elektrokardiyogramê, mirov dikare rêça sînyalên ji girêka sînoatrî derdikevin bişopîne.
Bi şopandina rêça sînyalan, mirov dikare dema sîstol û dîastola guhik û malikan diyar bike.
Navê pelên sînyalên elektrîka dil bi tîpên P,Q,R,S,T tê nîşankirin.
Sînyalên dibe sedema girjbûna guhikan, wekî pela P tê binavkirin. Pelên Q , R, S bi tevahî wekî kompleksa QRS tê bi navkirin. Girjbûna malikan û xavbûna guhikan bi kompleksa QRS destpê dike. Her wisa pela T jî xavbûna malikan dide destpêkirin.
Elektrokardiyograma dilê mirovên tendurist, wekî EKG ya asayî tê binavkirin. Ji boy EKGya asayî hin rêjeyên standard hene. Bi bikaranîna testa elektrokardiyogramê; ahenga dillêdanê, çalakiya çaviyên dil, qebareya çaviyên dil û masûlkeya dil, nexweşiyên perdeya dil, nexweşiyên ji ber derîçeyên dil, krîzên dil, pestoya xwîna dil, bi hêsanî eşkere dibe.




2019/06/21

Dilê mirov



Ji boy berdewamiya jiyanê, divê xurek, hormon û oksîjen, bigihîje hemû şane û xaneyên laş. Madeyên paşmayî yên wekî karbona dîoksîd, ure, av, xwêy jî divê ji xaneyan bên dûrxistin. Ango ji boy bicihanina erka xwe divê xwîn li her aliyê laş de bigere. Xwîna mirov di nav lûleyên xwînê de diherike, lê xwîn bi tena serê xwe nikare biherike, pêdivî bi pompeyek heye. Pompeya laş dil e. Dil pesta xwînê berz dike bi vî awayê xwîn di nav lûleyên xwînê de bi lez diherike û belavê laş dibe. Ji boy gera xwînê, hêza sereke ji dil peyda dibe.
Peywendiya peyvên wekî, kardiyolojî, kardiyolog, eloktrokardiyografî, perîkardiyum, miyokardiyum, bi dil ve heye. Di zimanê Yewnanî de ji boy tiştên bi dil ve tekîldarin peyva “kardia” tê bikaranîn.
Kardiyolojî: Beşek ji zanista bijîşkî ye, xebatên kardiyolojîyê li ser pêkhateya dil û nexweşiyên dil e
Bijîşkên pisporîya wan li ser pêkhateya dil û nexweşiyên dil e, wekî kardiyolog bi nav dibin.
Dil bi eslê xwe dişibe pompeyek, lê ev pompe ne ji hesin û plastîk, lê ji masûlkeyan pêk tê. Berevajiyê pompeyên mekanîk, dil pir dişixule û zûbizû xera nabe. Qebareya dilê mirovê gihaştî bi qasî kulmekî mirov e. Giraniya dilê mirov bi qasî 250-350 gram e.
Di rewşa asayî de dilê mirov di xulekek(deqe) de bi qasî 70 -75 car lê dide. Dilê mirov rojê 108000, salê ji 39 milyonê zêdetir lê dide. Di tevahiya jiyana 75 salî de dilê mirov 3000000000 car lê dide.
Bi her lêdanê, dil bi qasî 70mL xwîn pompe dike. Ango di xulekek de 5.25 lître, di rojek de 14 000 lître, di salê de 10 000 000 lître xwîn pompeyê lûleyên xwînê dike
Ji destpêka ducaniyê 22-23 roj şûn de dillêdana dergûşê dest pê dike. Roj û şev havîn û zivistan, dema xewê û dema kar kirinê hejmara lêdanê carnan kêm dibe carnan zêde dibe, lê lêdana dil heta dawiya jiyana mirov didome. Ji ber karê wî yê demdirêj û bêrawestan, dil endamek(organ) bêhempa ye.

2019/06/19

Çavî û Derîçeyên Dil

ÇAVIYÊN DIL
Dil ji çar çaviyan pêk tê. Du çavî(ode) li jor, du çavî jî li jêrê dil de cih digire. Çaviyên jor wekî guhik, çaviyên jêr jî wekî zikok tê binavkirin. Her wisa perdeyek masûlkeyî ya bi navê septum(navbirka zikokan) ji jorê dil hetanê jêrê dil dirêj dibe û dil dike du beş, beşa rastê û beşa çepê. Xwîna kêmoksîjenî li beşa rastê dil, xwîna têroksîjenî jî li aliyê çepê dil de diherike. Masûlkeyên derdora zikokan ji ya guhikan zêdetir e. Dîwarên guhikan ji yên zikok ziravtir e. Dîwarê zikokê çepê, jî li gor beşên din ên dil hê pirtir stûr e. Rûyê zikok û guhikan bi çînek xaneyên epîtel(endokard)ê nixamtî(girtî)ne. Xwîn ji laş diherike guhikên dil, ji zikokên dil jî ji dil diherike laş.



DERÎÇEYÊN DIL
Dil çar derîçe lixwe digire. Du derîçeyên dil di navbera guhik û zikokên dil de cih digire. Her yekê xwînbera pişik û xwînbera sereke jî derîçeyek lixwe digirin. Xwîn bi alîkariya derîçeyan di nav dil û lûleyên xwînê de bi yek alî diherike.
Di navbera guhika rastê û zikokê rastê de derîçeya sêperrî(trîkuspît) heye. Derîçeya sêperrî bi girjbûna guhikan, xwîna nav guhika rastê, aresteyê zikokê rastê dike. Dema guhik xav dibe îcar zikok girj dibin, lê derîçeya sêperrî bi girjbûna zikokê rastê tê girtin, bi vî awayê rê li ber vegera xwînê ya guhika rastê tên girtin. Her wisa di navbera guhika çepê û zikokê çepê de derîçeya duperrî(derîçeya mîtral) heye, derîçeya duperrî xwînê ji guhik arasteyî zikokê çepê dike, lê nahêle xwîna zikokê vegere guhika çepê. Bi girjbûna guhikan, derîçeyên navbera guhik û zikokan tên vekirin, bi girjbûna zikokan van herdu derîçe tên girtin.
Xwîna zikokan bi navbeynkariya derîçeyan derbasî xwînberan dibe. Şiklê derîçeyên derê zikokan dişibe kevanê, an jî heyva nîvî, loma ev derîçeyên zikokê wekî derîçeyên kewaneyî tên binavkirin. Di navbera zikokê rastê û xwînbera pişikê de derîçeya pişikê heye. Bi girjbûna zikokê ev derîçe ve dibe û xwîna nav zikok rastê derbasî xwînbera pişikê dibe. Gava malik xav dibin, îcar derîçeya pişikê tê girtin. Bi vî awayê xwîna nav xwînbera pişikê venagere zikokê. Derîçeyek kewaneyî jî di navbera zikokê çepê û xwînbera sereke(Aort) de cih digire. Ev derîçe jî xwînê ji zikokê çepê ber bi xwînbera sereke araste dike.


2019/06/17

Xwînber

Xwînber, bi îngilîzî ”artery”cureyekî lûleyên xwînê ye.
Xwîna malikên dil, bi sîstola dil(bi girjbûna malikan) ji dil diherike nav lûleyên xwînê û belavê şaneyên laş dibe. Ev lûleyên ku xwînê ji dil dûr dixin wekî xwînber bi nav dibin. Bi gelemperî, dîwarê hemû xwînberan stûr e, lê ji ber pestoya xwînê, dîwarên xwînberên nêzikê dil hê pirtir stûr e. Şahxwînber, xwînbera pişikan û xwînberên nezikê van xwînberan, wekî xwînberên qayîşokî tê binavkirin. Hê pirtir rîşalên qayişokî di nav dîwarê xwînberên qayişokî de cih digire. Dîwarê xwînber û xwînhêneran ji sê çînan pêk tê. Navê van çînan; Çîna derve (Tunica externa), Çîna navîn (Tunica media) û Çîna hundir(Tunica intima) e. Pêkhatê û stûriya van çînan li gor erkê xwînber û xwînhêneran ava bûye.
Dîwarê Xwînberan
Çîna hundir(Tunica intima):
Ev çîna lûleyê, ji qorên rûkeşeşane(şaneya rûkeş), bestereşane(şaneya bester) û rîşalên qayişokî pêk tê. Rûkeşeşane ji rêzek(qorek) xaneyên epîtelî yên pahn pêk tê. Ne tenê xwînber, lê hundirê hemû cure lûleyên xwînê bi rêzek xaneyên epîtelî ve hatiye niximandin. Ev beşa şaneya epîtelî(rûkeşeşane) wekî endotelîum tê binavkirin. Çîna endotelîum ji lûleyên xwînê, hetanê guhik û malikên dil didome. Rûyê endotelîumê hilû ye, loma xwîn bi hêsanî di nav dil û lûleyên xwînê de diherike. Ango edotelîum, rê li ber lêkxişana navbera xwîn û lûleyên xwînê digire. Li binê endotelîumê de pêkhateyek bi navê perdeya binyat(Basement membrane) heye. Ev pêkhate endotelîumê bi qata bestereşanê yê ve girê dide û dîwarê lûleyan zexm dike. Xaneyên endotelîumê, madeyen pewîst, yên wekî xurek, av, oksîjen û hvd bi navbeynkariya perdeya binyat, ji bestereşaneyê digire. Beşa dawî ya çîna hundir ji qata rîşalên kayişokî(elastic fibers) û rîşalên kollogenî(collagenous fibers) pêk tê. Bi hebûna van rîşalan, dîwarê lûleya xwînê hê pirtir zexmtir û qayîşokî dibe. Her wisa eger ji ber bîrîndarbûnê, zîyanek bigihîje lûlelyan û xwîn ji lûleyê biçe, rîşalên kollogenî alîkariya xwînmeyînê jî dike.
Çîna navîn(Tunica media):
Bi gelemperî ev çîn, qata herî stûr a xwînberan e. Ev çîn, ji qatên lûsemasûlke û bestereşane pêk tê. Hin ji masûlkeyan bi şêweyek bazinî û hin jî dirêjkî bi cih bûne. Xavbûn û girjbûna masûlkeyên bazinî, lumena lûleyê teng dike an jî fireh dike. Bi vî awayê pestoya xwînê û herika xwînê ya nav lûleyan diguhere. Girjbûn û xavbûna lûsemasûlkeyan ji aliyê demarên taybêt ên lûleyan ve tê birêvebirin. Komek xaneyen demarî li ser dîwarên lûleleyên xwînê de cih digire, ev xaneyên demarî wekî demarên lûleyê (nervi vasorum) tê binavkirin. Ji xeynî demarên lûleyê, sîstema demarî ya xweser û hin hormon jî bandor li ser lûsemasûlkeyên lûleyên xwînê dikin. Lûsemasûlkeyen çîna navîn, bi tora rîşalên kollegenî tê destekkirin. Li gel destekkirina masûlkeyan, rîşalen kollogenî çîna navînê bi çîna derve û bi çîna hundir ve jî girê dide. Di nav rîşalên kollogenî û derdora rîşalên kollogenî de qatek rîşalên kayişokî heye. Qata rîşalên qaîşokî çîna navîn ji ya derve cihê dike. Rîşalên qaîşokî tenê di dîwarên xwînberên nezîkê dil(Xwînberên qaîşokî) de heye.
Çîna derve(Tunica externa, Tunica adventitia):
Ev çîna dîwarê lûleya xwînê, ji bestereşaneyê pêk tê. Bi gelemperî ji rîşalên kollogenî pêk tê. Li dîwarê xwînberan de li gel rîşalên kollogenî, hin rîşalên qayişokî jî cih digire. Çîna derve, xwînberan bi şane û endamên derdor ve girê dide. Bi vî awayê cih û şiklê xwînberan naguhere, sabît dimîne. Li ser xwînber û xwînhênerên gewre de hin lûleyên zirovok hene. Wan lûle wekî, lûleyên lûleya( vasa vasorum) bi nav dibe. Dîwarê xwînber û xwînhêneran stûr e û ji çendan çîna pêk tê, pêdiviya xaneyan bi madeyên nav xwînê heye. Lûleyên lûleya ,madeyên pêwîst, yên wekî oksîjen, xurek, hormon av û hvd. di nav xwînê de digihînin xane û şaneyên li dîwarê lûleyên xwînê
Navkirin:
Şahxwînber(Aort) xwînbera sereke ye. Şah xwînber ji malika çep a dil dirêjî laş dibe, ji xeynî xwînbera pişikê, hemû xwînber û xwînberok ji şahxwînberê şax dibin. Bi gelemperî xwînber navê xwe ji lebat an jî şaneyan digirin. Wekî mînak; xwînbera kezebê, xwînbere pişikan. Ango xwînber ,xwînê ji dil digihîjîne kîjan lebatê , navê wê lebatê digire. Gava mirov dibêje xwînbera gurçikê, diwê mirov wisa fahm bike; “xwîna ji dil derketiye, ber bi gurçikan ve diherike”
Xwînber her ku ji dil dûr diçin teng dibin, pêşî dibin xwînberok xwînberok jî hê pirtir şax didin û lûleyên ziravok, ango mûlûleyan pêk tînin.
Hin taybetmendiyên xwînberan
Pestoya xwînê ya nav xwînberan berz e. Heke ziyanek bigihîje xwînberan ,rawestandina xwînçûyînê gelek dijwar e. Ji ber vî sedemê, hemû xwînber ji çerm dûr, di nav kûrahiya şaneyên laş de dirêj dibin. Ev lûleyên ku li bin çermê dest û mil û çîpên mirov de dixuyê, ne xwînber, lê xwînhêner in.
Di laşê mirov de, ji bilî xwînbera pişikan, hemû xwînber xwîna têroksîjenî diguhezînin şane û xaneyên laş. Xwînbera pişikan xwîna kêmoksîjenî diguhezîne pişikan.
Pestoya xwînê ya nav xwînberan li gor çerxa dillêdanê diguhere. Dema sîstola dil de pestoya nav xwînber berz e,loma xwînber fire dibe. Dema dîastola dil de pestoya xwîna nav xwînberê nizm dibe û xwînber teng dibe. Ji guherîna pestoya ser xwînberên li zend, li stu ,li çîp de mirov dikare kutana dil seh bike, an jî hejmara dillêdanê bihejmirê .

2019/06/15

Xwînhêner

Xwînhêner an ji bi ingilizî ” vein” navê cureyekî lûleya xwînê ye. Xwînhêner, xwîna li derdora xane û şaneyên laş berhev dike û ber bi dil ve vediguhêzîne. Ango, xwîna ji malikên dil derdikeve û bi navbeynkariya xwînberan belavê laş dibe, îcar bi navbeynkariya xwînhêneran dizivire guhikên dil. Aresteya herika xwîna nav xwînhêneran ber bi dil ve ye. Xwînhênerên dûr ê dil, zirav in û wekî xwînhênerok bi nav dibin. Xwînhênerok xwînê ji mûlûleyên xwînê werdigire, her ku ber bi dil ve diçe, xwînhênerokên zirav, digihîjin hev. Bi tevîhevbûna xwînhênerokan, xwînhênerên hê firehtir pêk tê. Xwînhêner jî bi hin pirtir xwînhêneran ve tevî hev dibin û xwînhênerên sereke pêk tînin. Xwînhênerên sereke firehtir û gewretir lûleyên xwînê ne. Xwînhênera sereke ya jorîn(superior vena cava) û xwînhênera sereke ya jêrîn(inferior vena cava) xwînhênerên serekê ne.
==Pêkhateya dîwarê xwînhêneran==
Dîwarê xwînhêner jî wekî mîna dîwarê xwînberan, ji sê çînan pêk tê. Lê dîwarê xwînhêneran ji yên xwînberan teniktir e. Bi gelemperî lumena xwînhêneran ji ya xwînberan firehtir e. Rîşalên qaîşokî yên di nav dîwarê xwînhêneran, ji yên xwînberan kêmtir e. Pestoya xwîna nav xwînhêneran gelek nizim e. Loma, ji ber hêza erdkêşiyê xwîn nikare bi asayî ji jêrê laş, ber bi dil ve biherike. Bi taybetî di lumena xwînhênerên jêrê dil de derîçe hene, ev derîçe rê li ber vegera xwînê ya berjêr digirin, herika xwînê aresteyê dil dikin.
== Cureyê xwînhêneran ==
Hin xwînhêner li rûyê laş hema di bin çerm de dirêj dibin ev xwînhêner wekî xwînhênerên rûkar tê binavkirin. Xwînhênera rûkar bi çavê tazî, di bin çerm de bi rengê şîn xuya dibe. Xwînhênerên rûkar alîkariya rêkxistina pileya germahiya laş dike. Piraniya xwînhêner di kûrahiya laş de, ji çerm dûr, li rex xwînberan, di nav bestereşane û masûlkeşaneyan de dirêj dibin. Ev cure xwînhêner, wekî xwînhênerên nawkar binav dibin.
== Erkê(Karê) Xwînhêneran ==
Ji ber firehiya lumena xwînhêneran, %64ê xwîna laş hertim di nav xwînhêneran de ye. Ji ber vî taybetmendiyê, xwînhêner wekî cihê embara xwînê jî kar dikin. Dema pêdiviya laş bi xwînê zêde dibe, îcar bi bandora sîstema demarî ya xweser, masûlkeyên li dîwarên xwînhêner girj dibin, bi vî awayê lumena xwînhêner teng dibe, xwîn ber bi dil ve diherike û belavê laş dibe.
Pêkhateya xwîna nav hemû xwînhêneran ne wekhev e. Xwînhênerên gera xwînê ya pişikê, xwîna têroksîjenî ji pişikan ber bi dil dikişînîn. Herwisa xwînhênerên navikapitik(umblical cord) jî , ji laşê dayikê xwîna têroksîjenî werdigirin û didin pitikê.
Xwînhênerên gera xwînê ya sîstemî, xwîna kêmoksîjenî aresteya dil dikin. Ango, xwînhênera pişikan û xwînhênera navikapitik, xwîna têroksîjenî lixwe digirin, hemû xwînhênerên din ên laş,di lumenê xwe de xwîna kêmoksîjenî vediguhazînin.
Hinek ji xwînhêneran xwînê raste rast nagihîne dil, wekî mînak xwînhênera derî ya kezebê. Xwînhênera derî ji mûlûleyên zerevdank, spîl, pankreas û rûviyan xwînê werdigire û vediguhazine mûlûleyên kezebê.
== Navkirina Xwînhêneran ==
Xwînhêner jî wek mîna xwînberan, navên xwe ji endamê(lebat) tekîldar ve digirin. Wekî mînak Xwînhênera pişikan, xwînhênera kezebe, xwînhênera gûrçikan û hvd. Wateya xwînhênerê ev e ku xwîn ji endam derketiye û ber bi dil ve diherike. Wekî mînak xwîna kezebê bi navbeynkariya xwînhênera kezebê ber bi dil diherike.
== Pêkarên li ser herika xwîna xwînhêneran ==
Li gel derîçeyan, du hêzên din jî li ser herika xwîna nav xwînhênaran de bibandor e. Hêza yekem, ji henase girtin û hanese danê( bihngirtin û bihndayînê) peyda dibe. Gava mirov bêhn digire(henase girtin), qebareya singê mirov zêde dibe, ev rewş pestoya nav singê nizim dike. Guhikên dil ji ber kêmbûna pestoya singê hê pirtir xwînê ji xwinhêneran dimijîne ev rewş wekî pompeya singê (thoracic pump) tê binavkirin. Heza duyemîn hê pirtir bandor li ser herika xwînê dike. Ev hêz ji girjbûn û xavbûna masûlkeyan çê dibe. Derdora xwînhênerên nawkar bi masûlkeyên peyker(peykeremasûlke) dorpeçî ye. Di nav xwînhêneran de derîçe hene .Dema masûlke girj dibin, xwînhênerê dişidînin. Bi girjbûna masûlkeyan qebareya xwînhênerê kêm dibe û pestoya xwîna nav xwînhênerê berz dibe. 
Ji ber pestoya xwînê, derîçeya jorê masûlkeyan ve dibe. Xwîn bi yek alî, ber bi dil ve diherike. Bi taybet, masûlkeyên çîp, hêt, pişt û milan zorê didin xwîna nav xwînhêneran. Ango dema mirov dimeşe an jî milê xwe dilivîne, herika xwîna nav xwînhêneran leztir û hêsantir dibe.
== Nexweşiya varîs ==
Hin caran derîçeyên xwînhêner baş nayên girtin û tewahiya xwînê aresteyê dil nakin. Ji ber hêza erdkêşiyê xwîn di nav lûleya xwînê de berhev dibe. Ev nexweşî bi taybetî di xwînhênerên çîp û hêtan de çê dibe. Navê vî nexweşiyê varîs e. Xwînhênerên varisî gelek fireh dibin û li hin beşan li ser hev ba dibin. Xwînhênerên rûkar hê pirtir bi nexweşiya varîsê dikevin. Mirov dikare bi hesanî varîsên çîp û hêtan bi çavê tazî bibîne. Bi gelemperî xwînhênerên varisî bi rengê şîn xuya dibin.










2019/06/14

Mûlûeya xwînê

Mûlûleya xwînê (bi Îngilîzî ''capillary'')di nav lûleyên xwînê de a herî ziravtir e. Qalindiya mûlûleyan bi qasî 8-10 µm (mîkrometre) ye. Lumena mûlûleyan wîsa tenge ku xirokên sor bi rêza yekûyek di lûleyê de derbas dibin. Seranserê hemû endam û piraniya şaneyan bi torên mûlûleyên xwînê dagirtî ye. Torên mûlûleya xwînê ji xwînberokan derdikeve û dirêjê xwînhênerokan dibe. Ango, di navbera xwînberok û xwînhênerokan de tora mûlûleya xwînê heye.
Erka mûlûleya xwînê
Xwîna mirov ji lûleyan dernakeve derve, lê madeyên nav xwînê yên wekî; oksîjen, karbona dîoksîd, xurek, av, hormon û şileya xwînê ji mûlûleyan derbasî nav xwînê dibe. Bi kurtasî, erka sereke ya mûlûleya xwînê, navbera xwîn û şaneyan de guhertina(alûgor) made ye. Dîwarê mûlûleya xwînê gelek tenik e û ji boy molekulên hûrik, wekî parzûnek nîvdelînbar kar dike. Wekî mînak: Di masûlkeşane(şaneya masûlke) de Oksîjen û xurek ji parzûna xaneyên mûlûleyên nêzî dawiya xwînberokan, ji xwînê derbasî derdora masûlkeşane dibe. Karbona dîoksîd û madeyên paşmayî yên masûlkeşane jî ji parzûna xaneyên mûleleyên nêzî xwînhênerokan derbasî nav xwînê dibe.
Pêkhateya mûlûleya xwînê
Dîwarê mûlûleyan ji çînek xaneyên epîtelî yên pahn pêk tê. Ev çîn wekî endotelîum tê bi navkirin. Çîna endotelîumê bi perdeya binyat(Basement membrane) ve dorpêçî ye. Perdeya binyat xaneyên mûlûleyê li berhev digire û şiklê lûleyî dide mûlûleyan.
Gelemperiya şaneyan tora mûlûleyan lixwe digire, lê mêjera tora mûlûleyên xwînê di hemû şaneyan de ne wekhev e. Şaneyên çalak ên wekî; masûlke, kezeb, pişik û gurçikan hê pirtir torên mûlûleya xwînê lixwe digirin. Şaneya korneaya çav, şaneya epîdermîs(rûkeşeşane) û kirkiroka hîyalîn bê mûlûleyên xwînê ne.
Di tora mûlûleya xwînê de guherîna madeyan
Erka sereka ya mûlûleya xwînê, guherîna madeyan e. Ev guherîn bi du aliyan ve çê dibe. Hin made ji xwînê tên parzûnkirin û derbasî derdora xane û şaneyan dibe, hin made jî ji derdora şaneyan ber bi xwînê tên mijandin. Du hêz, pestoya hîdrostayî û pestoya osmozî li ser made guhertinê de bibandor in. Kîjan pesto zêde be, ew arasteya made guherînê diyar dike.
Pestoya hîdrostayî
Heke şilemenîyek di nav cihekî girtî de bimîne pestoya hîdrostayî peyda dibe. Mêjera pestoya hîdrostayî bi qebareya tasa girtî ve heye. Gava qebaraya tasa girtî kêm bibe, pestoya hîdrostayî ya şilemenîya nav tasê zêde dibe.
Dil bi lêdanê, xwînê pompe dike nav lûleyan bi herika şilemeniya xwînê lûle piçek fireh dibe lê ev firehbûn qebareya lumena lûleyê bi têra xwe zêde nakê, loma xwîn zorê dide dîwarê lûleyên xwînê û bi vî awayê pestoya hîdrostayî peyda dibe. Arasteya hêza pestoya hîdrostayî, ji lumena lûleya xwînê, ber bi derveyî lûleyê ye. Madeyên nav xwînê ji ber hêza pestoya hîdrostayî tên parzûnkirin. Pestoya hîdrostayî ya beşa mûlûleya nezî xwînberok, herî bilind e. Her ku ji xwînberokan dûr dikevin, pestoya hîdrostayî ya mûlûleyan jî kêm dibe.
Pestoya osmozî
Hêza duyemîn a li ser guherîna madeyên nav xwînê, pestoya osmozî ye.
Pestoya osmozî ji ber proteînên nav xwînê peyda dibe. Proteîna albumîn yek ji proteînên xwînê ye. Albumîn hertim di nav xwînê de dimîne, ji lûleyên xwînê dernakeve derve. Li her aliyê mûlûleya xwînê de mêjera albumîn westar(sabît) e. Loma hêza pestoya osmozî ya xwînê jî westar e. Li her derê mûlûleya xwînê de hêza pestoya osmozî 25mmHg ye. Aresteya hêza pestoya osmozî ,ji derdora şaneyan ve ber bi lûmena mûlûleya xwînê ye. Ango Pestoya hîdrostayî û pestoya osmozî dijî hev kar dikin. Heker pestoya hîdrostayî berz be, molekul û şilemenî ji xwînê derbasî derdora şaneyan dibe. Na, heke pestoya osmozî ji pestoya hîdrostayî berztir be, vê gavê molekul molekul û şilemenî ji derdora şaneyan derbasê nav xwînê dibe.
Dîfuzyon


Ji xeynî pestoya hidrostayî û osmozî, hin molekûlên hurik jî bi difuzyonê ji diwarê mûlûleya xwînê derbas dibin. Molekulên çewrî(lîpîd), oksîjen û karbona dîoksîd bi dîfuzyona sade ji dîwarê mûlûleyê derbas dibin. Glukoz, asîdên amînî û îyonên wekî sodyum, potasyum, kalsiyum jî bi dîfuzyona hêsankirî ji dîwar derbas dibin.



2019/06/13

Sîstema gera xwînê


Ajal zindewerên firexaneyî ne(bi Îngilîzî, “multicellular”). Hema hemû ajal bi sîstema gera xwînê oksijen û xurek digihîne şane û xaneyên xwe. Herwisa madeyên paşmayî an jî berhemên wekî proteîn û hormon jî bi navbeynkariya xwînê xwe digihînin endama armanc. Wekî mînak xwîn karbona dioksîdê diguhezîne pişikan, xwêy ,ure, av jî bi navbeynkariya xwînê di gûrçikan de tê parzûnkirin.
Du cureyên sîstema gera xwînê heye. Sîstema gera kirawe û sîstema gera daxiraw. Ajalên bêmovik(bêbirrbirreg) wekî dûpişk, mêşhingiv, kulî û hvd sîstema gera xwînê ya kirawe( bi Ingîlîzî, “open circulatory system) lixwe digirin. Ev sîstema gerê ji dilek lûleyî an jî ji çendan dilan û xwînbera sereke pêk tê.
Ango di vî sîstema gera xwînê de mûlûleyên xwînê û xwînhêner tune ye. Bi eslê xwe, xwîna vî sîstemê jî ne xwîna sor a asayî ye. Xwîna sîstema kirawê, bêreng e û wekî hemolînf bi nav dibe. ( Bi Ingîlîzî hemolymph = hemo + lymph) Wateya “hemo” xwîn, wateya “lymph” jî av e, ango ji hemolînfê re xwînav jî tê gotin. Dil hemolînfê pompe dike , hemolînfê ji şahxwînberê dirijîne valahiyên laş. Hemolînf rasterast xane û şaneyan dorpêç dike. Navbera hemolînf û xane û şaneyan de madeguherîn pêk tê. Hemolînf ji ber livîna laş û girjbûna masûlkeyan, ji valahiyên laş dizîvire dilê lûlyî. Derîçeyên dil hemolînfê aresteya dil dike. Hemolînf hemoglobîn lixwe nagire, loma bêreng e. Gera xwînê ya sîstema kirawe hêdî ye.
Ajalên wekî masî, bejavî, xişok(xijde), balînde(pelewer) û guhandar wekî ajalên movikdar(birbiredar) tê binavkirin. Hemû ajalên movikdar û hin ji ajalên bêmovik, sîstema gera xwînê ya daxiraw lixwe digirin. Sîstema gera daxiraw ji dil, xwînber, mûlûleyên xwînê, xwînhêner û xwîna sor pêk tê. Di sîstema gera daxiraw de xwîn ji lûleyên xwînê dernakeve. Dil xwînê ber bi şaneyên laş ve pompe dike, xwîn di nav xwînber, mûlûleya xwînê û xwînhêneran de diherike û disa vedigere nav dil. Sîstema gera daxiraw xwînê bi pestoyek berz û bi herikek lez di laş de digerîne.
Ji xeynî masiyan, sîstema gera xwînê ya daxiraw a hemû movikdaran ji du beşan pêk tê; gera xwînê ya pişikan û gera xwînê ya sîstemî.
Gera xwînê ya pişikan:
Ev ger, gera xwînê ya navbera dil û pişikan e. Armanca gera xwînê ya pişikan guhertina oksîjen û karbona dîoksîda xwînê ye. Wekî mînak, dilê mirov xwîna kêmoksîjenî ji malika rastê pompe dike, xwîn diherike nav xwînberên pişikê.
Xwîna kêmoksîjenî di pişikan de, bi navbeynkariya mûlûleyên xwînê yên pişikê, bi dîfuzyonê, karbona dioksîdê dide derve û oksîjenê digire nav xwînê. Bi vî awayê xwîna pişikan bi oksîjenê têr dibe. Xwîna têroksîjenî bi rêya xwînhênerên pişikan ve vedigere guhika çepê ya dil. Ev gera xwînê, wekî gera pişikan tê binavkirin.
Gera xwînê ya sîstemî:
Xwîn di navbera dil û hemû beşên laş de tevdigere. Dil xwînê ji malika çepê pompe dike, xwîn diherike nav şahxwînberê. Şahxwînber(aort) xwînê ji dil dûr dixe. Her ku ji dil dûr dikeve, şahxwînber şax dide û xwînber û xwînberokan çê dike. Xwinberok jî hê pirtir şax dide û mûlûleyên xwînê çê dibin. Navbera xwînê û şaneyan de guherîna madeyan li tora mûleya xwînê de rû dide. Xwîn ji tora mûlûleyan ber bi xwînhênerok û xwînhêneran ve diherike. Xwînhênerên jorê dil ên ji ser û mil û qirikê tên,
digihîjin hev û tevî hev dibin, bi vî awayê xwînhênera sereke ya jorîn çê dibe. Herwisa xwînhênerên jêrê dil jî tevî hev dibin û xwînhênera sereke ya jêrîn çê dikin. Xwînhênera sereke ya jorîn û ya jerîn xwîna nav xwe dirijînin nav guhika rastê ya dil.
Gera xwînê ya sîstemî ji malika çepê dest pê dike, di guhika rastê de bi dawî dibe. Du ger, gera pişikan û gera sîstemî ya xwînê, ji xeynî masiyan, di laşê hemû movikdaran de rû dide. Masi tenê bi gera sîstemî, xwînê di laşên xwe de digerînin. Dilê masiyan du çavîye, yek guhik û yek malik. Xwîna kêmoksîjenî ji malikê ber bi avesihkan ve tê pompekirin. Avesihk endama henese ya masiyan e. Xwîn li tora mûlûleyên avesihkê de karbona dîoksîdê dide nav avê, ji avê oksîjenê digire. Xwîna têroksîjenî ji avesihkan belavê laşê masî dibe. Di navbera xwîn û şaneyên masî de guherîna madeyan pêk tê. Xwîna têr oksîjenî, oksîjena xwe dide xane û şaneyan û ji wan karbona dioksîdê hildigre û di nav xwînhêneran de dizivire guhika dil. Ango di dilê masiyan de her tim xwîna kêmoksîjenî diherike.



2019/06/11

MÛLÛLEYA LÎMFÊ

Mûlûleyên lîmfê wekî mîna torek di nav valahiya navbera xaneyan de belavî ne. Kotayî ya mûlûleyên lîmfê daxiraw e(girtî ye). Serê mûlûleya lîmfê di nav şileya navbera xaneyan de dirêj dibe. Mûlûleyen lîmfê dişibe tilîyên nav lepik. Heke em mûlûleyê wekî tilî bihesibînin, lepik(destgork) şileya navbera xaneyan e. Ji xeynî sîstema demarî ya nevendî, mejiyê hestiyan(moxa hestî),diran, hestî û çîna kornea ya çav, hemû beşên laş bi mûlûleyên lîmfê ve dagirtî ye.
Mûlûleya lîmfê ji çînek xaneyên epîtelî(endotelîum) pêk tê. Xaneyên epîtelî li hin beşan de li ser hev qat dibin, bi vî awayê derîçok çê dibin. Şileya şanêyê ji derîçokan(derîçeyên piçûk) derbasî nav mûlûleya lîmfê dibe. Dema pestoya şileya nav xaneyan nizim be, derîçok rê li ber paşvegera lîmfê digire û nahêle lîmf ji mûlûleyê derkeve navbera xaneyan. Lê gava pestoya şileya şaneyê berz(bilind) dibe, îcar derîçok ve dibin û şileya navbera xaneyan derbasî mûlûleya lîmfê dibe. Li gel guherîna pestoya şileya şaneyê, rîşalên kollogenî jî vekirin û girtina derîçokan rêk dixe. Gava pestoya şileya navbera xaneyan berz dibe, rîşalkên kollogenî derîçokan hê pirtir ve dikin, bi vî awayê şileya şaneyê bi awayekî hêsantir derbasî nav mûlûleya lîmfê dibe.
Piştî herisê (hezm,dehandin) ji xurekên herisî madeyên wekî glukoz, asîda amînî, asîda çewrî û glîserol çê dibin. Ji vana yekeyên(perçe) çewrî(glîserol û asîdên çewrî) di nav xaneyên epîtelî yên rûviya zirav de, wekî dilopek rûn tov dibe. Ev pêkhate wekî kiylomîkron (chylomicron) bi nav dibe. Kiylomîkron derbasî nav şileya şaneyê dibe. Paşê kiylomîkron ji aliyê mûlûeyên lîmfê ve tên mijandin û bi navbeynkariya sîstema lîmfî ,dawiya dawî di dil de tevlî gera xwînê dibe.
Ne tenê çewrî(lîpîd), lê vîtamînên A, D, E, û K jî ji rûvî derbasî mûlûleya lîmfê dibin û bi navbeynkariya sîstema lîmfê, xwe digihînin dil û tevlî xwînê dibin.


2019/06/08

LÎMF (Şileya lîmfê)

Xane ji bo berdewamiya jiyana xwe, xurek û oksîjenê ji xwînê digire, herwisa, madeyen paşmayî jî bi navbeynkariya xwînê ji xaneyê tên dûrxistin.
Dîwarê mûlûleya xwînê bi parzûna xaneyê ve zeliqî nîn ne. Di navbera dîwarê mûlûleya xwînê, mûlûleya lîmfê û parzûna xaneyê de valahiyek piçûk heye, ev valahî wekî ” valahiya navbera xaneyan” tê binavkirin. Ango gava tiştek ji xwînê diçe nav xaneyan, pêşî ji dîwarê mûlûleya xwînê derbas dibe û dikeve nav valahiya navbera xaneyan, paşê ji vir dikeve nav parzûna xaneyê û derbasî nav sîtoplazmaya xaneyê dibe.

Valahiya navbera xaneyan ne vala ye, lê bi şileyek tijî ye. Ev şile wekî “şileya şaneyê” an jî “şileya navbera xaneyan” tê binavkirin. Çavkaniya şileya şaneyê plazmaya xwînê ye. Ji ber pestoya hîdrostayî ya xwînê, hin made ji dîwarê mûlûleya xwînê derbas dibin û dikevin navbera valahiya xaneyan. Hinek ji van madeyan derbasî nav xaneyan dibe, ên di navbera valahiya xaneyan de dimînin jî wekî şileya şaneyê tê binavkirin. Her roj ji dîwarê mûlûleyên xwînê yên laşê mirov de, bi qasî 20 lître ya şilemenî ji plazmaya xwînê tê parzûnkirin. Ev şilemenî ya parzûnkiri, ango şileyeya şaneyê dikeve nav valahiyên navbera xaneyan. 17 lîtreyê vî şilemeniyê ji aliyê xwînhênerokan ve cardin tê mijandin û tevlî xwînê dibe. Sê lître ya şilemenîyê di valahiya navbera xaneyan de dimîne. Heke ev şilemenî ji bo demek dirêj di navbera mûlûleya xwînê û parzûna xaneyan de bimîne, laş diwerime, û xwîna nav lûleyên mirov jî kêm dibe. Sîstema lîmfê şileya şaneyê ji derdora xane û şaneyan tov dike û cardin tevlî xwînê dike. Carek şileya şaneyê ket nav mûlûelya lîmfê, êdî wekî ” lîmf” an jî “şileya lîmfê” bi nav dibe.

Di zimanê latînî de ji bo lîmfê peyva “lympha” tê bikaranîn. Wateya “lympha” av e. Şileya lîmfî mîna avê, bê reng e, loma lîmf wekî “xwîna spî” jî bi nav dibe. Dîwarê mûlûleyên lîmfê delînbar e û pestoya hîdrostayî ya nav mûlûleyên lîmfê ji ya mûlûleyên xwînê kêmtir e. Ji ber wê yekê, şileya şaneyê bi hêsanî derbasî nav mûlûleyên lîmfê dibe.
Lîmf (şileya lîmfê) dişibe xwînê, lê di nav lîmfê de xirokên sor, perikên xwînê û proteînên gir tune ye. Lîmf ji av, mîneral, asîdên amînî, glukoz û lîpîd(çewrî) pêk tê. Li gel van madeyan, di nav lîmfê de xirokên spî (lîmfosît) jî heye.


SÎSTEMA LÎMFÊ


Sîstema lîmfe/lîmfî, an jî koendama lîmfê, sîstema gerê ya duyemîn a laş e. Sîstema gerê ya yekemîn a laş sîstema gera xwînê ye.


Erka sereke ya sîstema lîmfî;
1.Ji navbera xaneyan, şileya şaneyê dimijîne û şileyê tevlî xwînê dike.
2.Bergiriya laş dirust dike..
3.Ji nav xurekên di nav rûviyê zirav de, çewrî(lîpîd) û vîtamînên A,D,E,K. dimijînê û tevlî xwînê dike.
Mûlûleyên lîmfê wekî mîna torek di nav valahiya navbera xaneyan de belavî ne. Kotayî ya mûlûleyên lîmfê daxiraw e(girtî ye). Serê mûlûleyên lîmfê di nav şileya navbera xaneyan de dirêj dibe. Mûlûleyên lîmfê digihîjin hev û tevî hev dibin bi vî awayê lûleyên lîmfê yên hê firehtir çê dibin. Lûleyên lîmfê jî digihîjin hev û wekî coyên(cogên) lîmfê tên binavkirin. Coyên lîmfê jî bi lûleyên xwînê ve girêdayî ne. Ango gera lîmfê ji mûlûleya lîmfê dest pê dike, ji lûleyên lîmfê, girêyên lîmfê û coyên lîmfê derbas dibe û di lûleya xwînê de dawî dibe. Gera lîmfê yek alî ye, limf ji navbera şaneyan ber bi dil ve diherike. Berevajî sîstema gera xwînê, di sîstema lîmfê de, dil ji bo herika şileya nav lûleyan alîkarî nakê. Anko sîstema gera lîmfê wekî mîna xwînhêneran, bi girjbûna masûlkeyan û bi navbeynkariya derîçeyan, lîmfê ber bi dil ve diherikîne.
Sîstema lîmfê ji lûleyên lîmfe, şileya lîmfê, girêyên lîmfê(lîmfegirê), û endamên lîmfê yên wekî sipil, aloq (argûşk), rijênê tîmus û moxa hestî(mejiyê hestî) pêk tê.

2019/06/05

LÎMFEGIRÊ(GIRÊYA LÎMFÊ)


Girêya lîmfê an jî lîmfegirê (bi înglîzî “lymph node”) pêkhateya sîstema lîmfê ye û li tevahiya laş de belavî ye. Bi taybetî li stû, binçeng, berran û çokan da hejmara lîmfegireyan zêde ye. Teşeya girêya lîmfê dişibe gûrçikan. Hemû lîmfegirê bi lûleyên lîmfê ve bi hev re girêdayî ne. Lîmfegirê gelek xaneyên xiroka spî lixwe digire. Lîmfosîta B, lîmfosîta T, xaneyên makrofaj û xaneyên plazma di nav lîmfegirê de li dij hokarên nexweşiyê kar dikin.


Lîmfegirê ji du beşên sereke pêk tê, xaşe û tûkil. Çîna derve wekî xaşe(kapsul) bi nav dibe û ji bestereşane pêk tê. Li bin xaşê de tûkil heye. Lîmfosîtên B û T yên neçalak û xaneyên makrofaj di nav tûkil de cih digirin. Tûkil jî ji du beşan pêk tê, tukila derveyî û tukila hundirî. Navika lîmfegirê wekî kirok tê binavkirin. Tûkil kirokê dorpêç dike. Xaneyên plasma yên çalak di nav kirok de cih digirin. Xaneyên plasma li dij hokarên nexweşiyê dijaten çê dikin û der didin. Dijaten proteînên taybet e, bakterî û vîrusan bê bandor dike.
Şileya şaneyan a di navbera xaneyan, bi navbeynkariya mûlûleyên lîmfê tê berhevkirin. Mûlûleyên lînfê şileya lîmfê diguhezîne limfegirêyan. Lîmfegirê şileya lîmfê parzûn dike, hokarên nexweşiyê yên wekî vîrus û bakterîyan ji şileya lîmfê dûr dixe. Bi vî awayî, lîmfegirê ji bo bergiriya laş kar dike. Herwiha hin xaneyên bi nexweşiya şêrpence jî di lîmfegirêyan de tên kuştin.
Gava mirov diçe nexweşxaneyê, bizîşk bi çav û dest kontrola lîmfegirêyên stû an jî yên binçeng dike. Hin caran dibe ku ji ber teşeneyê( enfeksîyon ) an jî ji ber şêrpenceyê girêyên lîmfê biwerime.


2019/06/03

ALOQ


Aloq, alû, argûşk, behîvok, gelale, an jî lewzetên pêkhateyên şaneya lîmfê ye. Her wekî hemû endamên lîmfê, aloq jî ji boy sîstema bergiriyê li dij hokarên nexweşiyê alîkariya parastina laş dikin. Aloq di gewriya (qirik) mîrov de li ser dîwarê daqurtokê de bi awayek bazinî rêzbûyî ne. Aloq di laşê mirov de sê cot in; aloqên esmanê dev, aloqên zîmanê û aloqên daqurtokê (adenoîd). oqên esmanê dev tê bikaranîn. Aloq bi şêweya hêlkeyî ne. Cota aloqê ( aloqa esmanê dev) di paşiya valahiya dev, yek li aliyê çep a din li aliyê rastê daqurtokê de cih digirin. Rûyê aloqan biçal û mirtik e. Cogên ziravok ji rûyê aloq ber bi hûndirê aloq ve dirêj dibin, ev cogan wekî krîpt(crypt) tê binavkirin. Li ser rûyê her aloqêk bi qasî 20 heb krîpt heye. Ji ber rûyê girûzî, aloq dişibin dendika behîvê, loma di nav gel de aloq wekî behîvok jî tê binavkirin. Di laşê mirovê têgihîştî de aloq pêkhateyek hûrik a bi giraniya 1,5 gram e. Aloq bi dirêjiya 2,5 cm, bi firehiya 2 cm ,bi stûriya (qalinî) 1,2 cm ê. Aloqên zarokan ji yên mezinan girtir ê. Aloq bi xirokên spî bergirî dûrist dikin, li dij hokarên nexweşiyê yên wekî vîrusû bakteriyan tenduristiya laş diparêzin. Xwarin û vexwarin dema ji dev derbasê daqurtokê dibe, aloq bakterî û vîrusên nav xurekan parzûn dike. Dibe ku hin hokarên nexweşiyê bi henase(bihn)wergirtinê, ji poz derbasê nav laş bibe, vê gavê aloq, vîrus û bakteriyên nav hewayê jî digirin. Xirokên spî yên aloqan li dij hokarên nexweşiyê dijaten berhem dikin. Hin caran dibe ku bergiriya laşê mirov lawaz be, di rewşek wisa de aloq bi dûristkirdina bergiriyê de bisernakevin, û diwerimin. Werimiya aloqan wekî aloqkulî( bi înglîzî”tonsillitis”) bi nav dibe. Ji hemû hokarên nexweşiyê, vîrus hê pirtir dibin sedema aloqkuliyê.
Nîşaneyên aloqkuliyê; êşa qirikê peyda dibe, daqurtandîna xurekan dijwar dibe, bêkêfî çê dibe, aloqên herdû aliyên qirikê diwerimin. Aloqkulî bi qasê 5 roj didome.