Celadet Alî Bedîrxan

Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)

2023/05/28

Mutasyon (Bazdan)

 

MUTASYON (BAZDAN)

    Di rêza nukleotîdên ADN-ya zîndewerê de rûdana guherînên mayînde wekî mutasyon an jî bazdan (bi înglîzî: mutation) tê navkirin.
Zanyariyên bomaweyî yên hin vîrûsan ne di ADN-yê de, lê di ARN-yê de cih digirin. Di van vîrûsan de mutasyon (bazdan) ji ber guherîna rêz, cor an jî hêjmara nukleotîdên ARN-yê rû dide.
    Peyva mutasyon ji peyva mutare ya latînî çêbûye. Di latînî de ji bo “guherîn”, peyva “mutare” tê bikaranîn.
    Di nav komek zindeweran de, zîndewera ko rastê mutasyonê hatiye wekî mutant tê navkirin. Di komek zîndeweran de, pirraniya endamên komê ji zindewerên tûşî mutasyonê nebûnê pêk tê û wekî cora kûvî (bi înglîzî: wild type) tên navkirin. Di xwezayê de herî zêde rûxsarebabeta (bi înglîzî: phenotype) cora kûvî tê dîtin. Di komek zîndewerên diyarkirî de rûxsarebabeta mutant ji ya cora kûvî cudatir xuya dibe.
Mutasyon bi gelemperî di xaneyê de wekî ”ji kar ketin” an jî “kar bidestxistin” rû didin.
Di encama mutasyona ji kar ketin (bi înglîzî: loss-of-function mutation) de, genek neçalak an jî genek bi çalakiya sist peyda dibe.
Di mutasyona kar bidestxistin (bi înglîzî: gain-of-function mutation) de genek zêde çalak peyda dibe, gen di dema şaş an jî di cihê şaş de kar dike. An jî ne bi şêweya asayî lê bi awayek nû kar dike.
Pêwendiya mutasyon, gen û proteînan
    Gen yekîneya bomamweyî ye, ji bavan diguhaze bo weçeyan. Gen beşek ji ADN-yê ye, şîfre dide bo çêkirina proteînên zîndewerê an jî bo hin zîndeçalakiyên zîndewerê.
Zanyariyên di zincira ADN-yê de hatine şîfrekirin (gen), rêz, hêjmar û cora asîdên amînî yên her molekulek proteînê diyar dike. Ango erk û pêkhateya proteînên xaneyê ji aliyê ADN-yê ve tê diyarkirin.
    Di xaneyê de çêkirina proteînek bi du gavê sereke pêk tê. Di qonaxa yekem de libergirtin (bi înglîzî: transcription) rû dide. Di vê qonaxê de zanyariyên bomaweyî yên ADN-yê, ango kodên ADN-yê ji bo diristkirina ARN-ya peyamber tên bikaranîn. Qonaxa duyem wergeran (bi înglîzî: translation) e. Di rîbozoman de li gor rêz û cora kodonên ARN-ya pêyamber, asîdên amînî bihevre tên girêdan û molekula firepeptîd (proteîn) çêdibe. Li gor rêza kodên ADN-yê, di xaneyê de bi sedan cor proteîn tên berhemkirin.Rengê çavê mirov, komeleya xwîna mîrov, hemoglobîna xirokên sor, hemû enzîm, dijeten û hvd ji proteînan pêk tê. Herwisa molekula herî zêde ya pêkhateya xaneyê de cih digire proteîn e. Ango heke ji ber mutasyonê, proteînek bi têra xwe berhem nebe, an jî proteîn bi awayek rast neyê çêkirin, zindeçalakiyên xaneyê têk diçe. Proteînên xaneyê di rîbozoman de bi navbeynkariya ARN-yan, li gor rêza nûkleotîdên ADN-yê tên çêkirin. Mutasyonên di ARN-ya veguhezer (tRNA) û ARN-ya rîbozomî (rRNA) rû didin, dibin sedema çêbûna gellek pirsgirêkên girîng.
Sedemên mutasyonan
    Pirraniya mutasyonan ji aliyê enzîmên taybet (wekî mînak, ADN polîmeraz) ên xaneyê ve bi demildest tên çakkirin, loma di laş de pirsgirekên girîng peyda nabe.
Lê hin caran ji ber şaşiyên ADN polîmeraz, mutasyon rû dide. Bi gelemperî mutasyon di dema duhendebûna ADN-yê de xwe bixwe (spontane) çêdibin. Di dema duhendebûna ADN-yê de dibe ko enzîma ADN polîmeraz ji bo çêkirina zîncîra nû ya ADN-yê, nukleotîdek xelet li zincîrê girê bide û bibe sedema mutasyonê. Rêjeya rûdana mutasyonên xwe bixwe (bi înglîzî:spontaneous mutations) di xaneya her zîndewerê de ne yek e. Lê ji bo gellek coran, di dabeşbûna xaneyek de, ji bo milyonek gen tenê genek rastî mutasyona xwe bixwe tê. Ango rêjeya mutasyona xwe bixwe di her dabeşbûnek xaneyê de bi qasî 1/1000000 e. Ev mutasyon çavkaniya peresendin (bi înglîzî: evolution)û çeşîddariya zîndeweran e.
    Hinek mutasyon jî ji ber hokarên hawirdorê yên wekî tîrojên X-ê, tîrojên gammayê, hin madeyên kîmyayî, vîrus hwd çêdibê. Ji vê cora mutasyonê re tê gotin mutasyona hanbûyî (bi înglîzî: induced mutation).
Mutajen
    Hokara ko di ADN-yê de dibe sedema rûdana mutasyonê, wekî mutajen (bi înglîz: mutagen) tê navkirin. Mutajen rêjeya mutasyona xaneyê zêde dike.
Mutajenên kîmyayî :
    Gellek madeyên kîmyayî bandor li ser ADN-yê dikin û rêza nûkleotîdên zîncira ADN-yê, an jî şêweya ADN-yê diguherînin. Mutajenên kîmyayî dibe ko di xaneyê de wekî bermahiyên zîndeçalikiyên xaneyê peyda bibin, an jî ji hawîrdorê bandor li ser xaneyê bikin. Hin mutajenên kîmyayî wekî analogên nukleozîdê (bi înglîzî:nucleoside analogs) tên navkirin.(nukleozîd beşek nukleotîdê ye, ji bazek nîtrojenî û şekirek pênckarbonî pêk tê. Ango bi kurtasî, nukleotîda bê koma fosfatî wekî nukleozîd tê navkirin.)
Analogên nukleozîdê dişibin nukleozîdên asayî û di dema duhendebûna ADN-yê de, xwe di zîncîra nû ya ADN-yê de cih dikin.
Wekî mînak, 2-amînopurîn nukleozîd (bi înglîzî: 2-aminopurine nucleoside), analoga nukleozîda adenînê ye. Lê ev nukleozîda analog ne bi baza tîmîn, lê bi baza Sîtozînê ya zincîra bineretî ya ADN-yê ve girêdan ava dike. Ango di wê beşa zîncîra ADN-yên nû de li dewsa bazên Adenîn-Tîmîn(A-T) de bazên Guanîn- Sîtozîn(G-C) cih digirin, ev rewş dibe ko bibe sedema mutasyonê.
    Hin mutajenên kîmyayî di pekhateya baza asayî ya ADN-yê de guherîn çêdikin.Wekî mînak, asîda nîtroz (bi înglîzî: nitrous acid) koma amînî ya sîtozînê jê dibe ev rewş wekî deamînasyon (bi înglîzî: deamination) tê navkirin.Heke di xala sîtozîn-guanîn (C-G) a ADN-yê de bi deamînasyonê, ji sîtozînê koma amînê were jêbirin, sîtozîn diguhere bo baza urasîl. Di duhendebûna ADN-yê de gava zincîra nû tê çêkirin, urasîl bi baza adenînê ve tê girêdan. Piştî çend duhendebûnan êdî di wê xalê de, li dewsa cota sîtozîn-guanîn, cota bazên adenîn-tîmîn (A-T) cih dibe.
Radyasyon :
    Tîrojên X û tîrojên gamma dikarin yek an jî herdu zincîrên ADN-yê bişkînin, an jî ji zincîrên nukleotîdên ADN-yê yek an ji zêdetir baz jê bibin. Herwisa Tîrojên X û tîrojên gamma bi deamînasyonê, pêkhateya bazên ADN-yê diguherînin. Wekî mînak ev tîroj dikarin mîna asîta nîtrozê, sîtozînê biguherînin urasîlê.
    Tîrojên serbinefşî (bi înglîzî: ultraviolet rays (UV)) di zincîra nukleotîdên ADN-yê de, navbera du tîmîn an jî du sîtozînên li pêy hev de çêbûna dîmerê han dikin.
Awête (pêkhate) ya kîmyayî ya ji du binebeşên wekhev pêk tê, wekî dîmer (bi înglîzî: dimer) tê navkirin. Bi gelemperî tîrojên serbinefşî di zîncîrek ADN-yê de di navbera du tîmînên li pêy hev de, bi du bendê kovalendî girêdan dide avakirin. Heke herdu tîmîn ji hev neyên cihêkirin, di wê xalê de mutasyona xalî an jî mutasyona ladan (frameshift mutation) peyda dibe.
Bomaweya mutasyonê
    Gava xane dabeş dibe, pêşî ADN duhende dibe. Heke di zincîra bazên nûkleotîda ADN-ya resen de guherîn çêbibe û mutasyon rû bide, ADN-ya nû jî bi wê mutasyonê çêdibe, bi vî awayî mutasyon derbasî xaneyên nû dibe.
Di zîndewerên tekxaneyî de, bi dabeşbûna zîndewerê, mutasyon diguhaze nifşên nû.Ango di zîndewerên tekxaneyî de mutasyon bomaweyî ne.
Hemû mutasyonên di xaneyên zîndewerên firexaneyî de rû didin, mutasyonên bomaweyî nîn in.             Heke mutasyon di xaneya zayendê de (gamet) rû bide, ev mutasyonyona bomaweyî ye û ji bavan diguhaze weçeyan. Mutasyon di weçeyan de wekî nexweşiya bomaweyî xuya dibe. Ango heke li ser kromozoma xaneya gametê de gena mutant hebe, mutasyon diguhaze nifşên nû.Wekî mînak, nexweşiya fenilketonurî ji ber mutasyonek bomaweyî rû dide. Nexweşiya fenilketonurî ji ber mutasyona li ser allela kromozoma 12mîn pêk tê. Xaneyên laş û xaneyên gametê herdu jî kromozoma 12mîn lixwe digirin, loma mutasyon bi navbeynkariya xaneyên gamet derbasî weçeyê dibe.
Lê heke mutasyon tenê di xaneyên laş de rû bide, mutasyonek bomaweyî nîn e. Mutasyonên di xaneyên laş de peyda dibin, wekî mutasyonên destketî (bi înglîzî:acquired mutations) tên navkirin. Wekî mînak dibe ko di kesek de ji ber guherîna zîncîra ADN-yê, xaneyek çerm tûşê şêrpenceya çerm bibe. Xaneya mutant a çerm bi dabeşbûnê xaneyên mîna xwe çêdike, di laşê wî/wê kesî de xaneyên bi şêrpenceya çerm zêde dibin, lê ADN-ya van xaneyên mutant, derbasî zarokên wan nabe.
Corên mutasyonan
Mutasyona kujer :
    Hin caran mutasyon dibe sedema kuştina xaneyê, ji van mutasyonan re tê gotin mutasyonên kujer. Mutasyonên kujer rê li ber hin çalakiyên xaneyê digire, xane hin zîndeçalkiyên giring bi cih naîne û dimire. Hin caran jî xaneya rastê mutasyonê hatiyê (xaneya mutant) ji aliyê xaneyên bergiriyê ve tê sehkirin. Ji ber ko xaneya mutant ne xaneyek asayî ye, xaneyên bergiriyê wê dikujin. Bi mirina xaneyê, mutasyon jî bi xaneyê ve têk dişkê.
Mutasyonên ziyanbexş :
    Pirraniya mutasyonan ziyanbexş in, dibin sedema çêbûna nexweşî an jî têkçûna zîndeçalakiyên asayî di xane û şaneyên zindewerê de.Di mutasyonên ziyanbexş de xaneyên mutant nayên kujtin, loma mutasyon zindeçalakiyên xaneyê bi awayekî neyînî diguherînin. Wekî mînak, şêrpence mutasyonek ziyanbexş e,hin caran jî mutasyonek kujer e.Herwisa nexweşiya rengkoriya sor û kesk jî mînak e ji bo mutasyona ziyanbexş.
Mutasyonên sûdbexş :
    Di xaneyên zîndeweran de kêmcaran mutasyonên sûdbexş jî rû didin. Mutasyonên sûdbexş, di hawîrdorek neguncav de derfeta jiyanê baştir dike.
Wekî mînak, di kromozomên homolog de peydabûna allelan bi gelemperî ji ber mutasyonan pêk tê. Ango mutasyon bingehek esasî ye ji bo çeşîddariya bomaweyî ya mirovan.
Hin bakterî bi rûdana mutasyonên sûdbexş li dij antîbiyotîkan (dijezîndeyî) bergirî dabîn dikin.Mutasyon bandora antîbiyotîkan lawaz dike. Ango mutasyon van bakteriyan ji mirinê xilas dike.
Cora mutasyonan li gor bandora ser ADN-yê
    Di xaneyê de guherîna rêje û pêkhateya zanyariya bomaweyî dibe ko ji ber guherîna di pêkhate û hejmara kromozoman an jî ji ber guherîna rêza nukleotîdek rû bide.
Mutasyona xalî :
    Guhertin, jêbirîn, tevlêbûna nukleotîdek an jî guherîna rêza nukleotîdek di zincîra ADN an jî ARN-ya zîndewerê de wekî mutasyona xalî (bi înglîzî: point mutation) tê navkirin. Mutasyona xalî bi du awayî rû dide; dibe ko rêza bazên nukleotîda genê were guhertin an jî dibe ko yek an jî zêdetir bazên nukleotîdê ji rêza bazên genê biqetin, an jî tevlê bazên genê bibin.
Mutasyona kromozoman:
    Heke mutasyon ne di yek lê zêdetir genan de rû bide, ev mutasyon wekî mutasyona kromozomê (bi înglîzî: chromosomal mutation) tê navkirin. Ji ber ko bandor li ser erk û pêkhateya tevahiya molekula ADN-yê dike, mutasyona kromozoman mutasyonên gir in.
Guherînên di şêwe û pekhateya kromozoman, ango mutasyona kromozoman ji ber hokarên hawirdore rû dide. Tîrojên serbinefşî, tîrojên gama, tîrojên X, hin madeyên kîmyayî,hinek ji hokarên hawîrdorê ne ko di zîndewerê de dibin sedema rûdana mutasyona kromozomê. Mutajen (hokarên mutasyonê) zincîra ADN-ya kromozoman dişkînin û beşên kromozomê ji hev diqetînin. Di rewşa asayî de beşên qetiyayî disa bi hevre bi awayekî guncav tên girêdan û zincîra ADN-yê tê çakkirin. Lê hin caran çakkirin bi ser nakeve û mutasyona kromozomê rû dide.
Mutasyon û şêrpence
Şêrpence navê komek nexweşiyê ye ko ji ber dabaşbûna bêkontrolî ya xaneyê rû dide.Ango xaneyên tûşê şêrpenceyê bûne bi awayek neasayî dabeş dibin
Hemû corên şêrpenceyê ji ber mutasyonê peyda dibin, lê her mutasyon xaneyê tûşê şêrpenceyê nake. Wekî mînak, nexweşiya kêmxwîniya dasî ji ber mutasyonê peyda dibe, lê kesên bi vê nexweşiyê ne, nexweşên şêrpenceyê nin in. Herwisa şerpenceya pişik, şêrpenceya çerm, şêrpenceya rûviyan hvd ji ber mutasyona laşexananeyên mirov rû didin.
*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.





2023/05/22

Neasayîtiya kromozoman

 


    Ji ber mutasyonan an jî ji ber cihebûna neasayî, di kromozomê de guherîna şewe, hejmar an jî rêza zincîra ADN-yê wekî neasayîtiya kromozomê (bi înglîzî: chromosome abnormality) tê navkirin.

    Guherîna hejmara kromozoman bi gelemperî dema dabeşbûna xaneyê de, ji ber cihênebûna kromzoman rû dide.
    Guherîna şêwe û rêza zincîra ADN-ya kromozomê jî ji ber mutasyonan pêk tê.
Heke mutasyon ne di yek lê zêdetir genan de rû bide, ev mutasyon wekî mutasyona kromozomî (bi înglîzî: chromosomal mutation tê navkirin. Ji ber ko bandor li ser erk û pêkhateya tevahiya molekula ADN-yê dike, mutasyona kromozoman mutasyonên gir in.
--Corên mutasyona kromozoman--

Jêbirin (bi înglîzî: deletion)
    Heke ji kotahiya kromozomê beşek biqete an jî kromozom dabeşê çendan perçeyan bibe û perçeyek ji kromozomê kêm bibe û kromozom kurtir bibe, ev rewş wekî mutasyona jêbirin tê navkirin. Dibe ko mutasyon tenê di kromotîdek kromozomê de rû bide û kromotîda din sax bimîne, lê disa jî ev mutasyon di zîndewerê de dibe sedema peydabûna rewşek neasyî.
Dibe ko bi beşa windabûyî re bi mijarek zêde zanyarî jî winda bibe û mirina zîndewerê pêk were. Ango mutasyona jêbirin, hin caran wekî mutasyonek kujer rû dide.
    Nexweşiya cri-du-chat (krî du şa) ji ber mutasyona jêbirînê peyda dibe. Ji milê kurt a kromozoma 5 de beşek diqete. Zarokên bi vê nexweşiyê ne mîna “qêrîna pisikê”(bi frensî: cri-du-chat ) deng der dixin. Kesên bi vê nexweşiyê ne, bi pirsgirekên henaseyê rû bi rû dimînin. Bi gelemperî nexweşên cri-du-chat temenkurt in.

Wergeriyan (bi înglîzî: inversion)

    Kromozom di du beşan de dişkê, beşa şikestî 180 pile dizivire û bi heman kromozomê ve dizeliqe. Heke şikestina kromozomê ziyan nedabe genê, ango cihê qetiyayî ne li ser genek be, dibe ko tu bandora wergeriyanê di rûxsarebabeta zîndewerê de xuya nebe.
    Her çiqas hemû mirovahî bi heman cor û hejmar kromozom û heman cor sîfetan lixwe digirin, lê dîsa jî di zincîra ADN-yê de rêza genên her mirovek ji hev piçek cuda ye. Ji ber ko mutasyona wergeriyan di her mirovek de, di heman kromozomê de û di heman beşê de rû nade, rêza genên mîrovan jî ji hev cuda ne.

Ducarbûn (bi înglîzî: duplication)

    Di kromozomek de hebûna du an jî zêdetir kopiyên parçeyek diyarkirî ya kromozome wekî ducarbûn tê navkirin. Ango beşek kromozomê duhende dibe û xwe li pêy beşa resen ve girê dide, bi vî awayî li ser kromozomek de ji beşek ADN-yê du an jî zêdetir kopiyên hev cih digirin.
Bi ducarbûnê, ji ber ko beşên nû li ser kromozomê zêde dibin, kromozom dirêjtir dibe.

Veguhaztin (bi înglîzî: translocation)

    Du corê mutasyona veguhaztinê heye, veguhaztina beramber (bi înglîzî: reciprocal translocation) û veguhaztina neberamber (bi înglîzî: nonreciprocal translocation)
    Di navbera du kromozomên nehomolog de alûgorkirina parçeyek kromozomê wekî veguhaztina berambera tê navkirin. Ango ji du kromozoman parçe diqete, parçeya kromozomek bi ya din ve bi beramberê hev tê guhertin, bi vî awayî rêza ADN-ya herdu kromozomê jî bi parçeyên nû diguhere.
Veguhaztina beramber ji parçe guherînê (bi înglîzî: crossing-over) cuda ye. Di veguhaztinê de parçeya ji kromozmê diqete ne bi kromozoma homolog re, lê bi kromozomek din ve yek dibe.
    Di veguhaztina neberamber de kromozomek perçe winda dike, kromozoma din jî parçeyek li ser xwe zêde dike. Hin caran ev rewş vekî lêzêdebûn (bi înglîzî: insertion) jî tê navkirin. Ango di veguhaztina neberamber de di kromozomek de jêbirin rû dide, di kromozoma din de jî lêzêdebûn rû dide. Guhaztina parçêya kromozomê ne bi beramberê hev, lê bi yekalî rû dide.

--Sedemên mutasyona kromozoman--

    Guherînên di şêwe û pekhateya kromozoman, ango mutasyona kromozoman ji ber hokarên hawirdore rû dide. Tîrojên serbinefşî (bi înglîzî: ultraviolet rays (UV)), tîrojên gama, tîrojên X, hin madeyên kîmyayî û hin vîrûs, hokarên hawîrdorê ne ko di zîndewerê de dibin sedema rûdana mutasyonê.
    Mutajen (hokarên mutasyonê) zincîra ADN-ya kromozoman dişkînin û beşên kromozomê ji hev diqetînin. Di rewşa asayî de beşên qetiyayî disa bi hevre bi awayekî guncav tên girêdan û zincîra ADN-yê tê çakkirin. Lê hin caran çakkirin bi ser nakeve û mutasyona kromozomê rû dide.

--Neasayîtiya kromozoman ji ber cihênebûnê--

    Di xaneyên zîndewerên dîploîdî de kromozom bi komeleya cot in û wekî 2n tên nîşankirin. Wekî mînak, laşexaneyên mirov diploîd in û 2n = 46 kromozom lixwe digirin. Ango ji her kromozomê 2 kopî heye. Heke di xaneyên zîndewerêk dîploîdî de, ji kromozomek diyarkirî de li dewsa du kopîyê, yek an jî sê kopî hebe, ev rewş wekî anoploîdî (bi înglîzî: aneuploidy) tê navkirin. Anoploîdî ji ber cihênebûna kromozoman rû dide. Du corên sereke yên anoploîdiyê heye, monosomî (2n-1) û trîzomî (2n+1).
    Têkçûna cihêbûnê bi gelemperî di miyozê de, di navbera kromozomên homolog de an jî di navbera kromotîdên xwîşk de rû dide. Heke di kromozoma homolog de cota kromozoman ji hev cihê nebin, herdu kromozom diçin xaneyek, an jî herdu kromatîdên xwîşk diçin xaneyek. Di encama cihênebûnê de li dewsa gametên asayî yên bi 23 kromozomî, gametên neasayî peyda dibin.
Hin caran di dabeşbûna mîtozî de jî cihênebûna kromatîdan rû dide. Wekî mînak, sendroma Down a mozayîk bi vî awayê çêdibe. Têkçûna cihêbûnê dibe ko di kromozomên laşê an jî di kromozomên zayendê de rû bide. Ji ber têkçûna cihêbûna kromozoman, dibe ko kesên bi kromozoma zêde an jî yên bi kromoza kêm ji dayik bibin.
Mînak, heke di pêvajoya çêkirina xaneya hêkê (oogenesîs) de, di miyozê de cihênebûna kromozomên homolog an jî kromatîdên xwîşk rû bide, hêkexaneyên neasayî yên bi 22 û 24 kromozomî peyda dibin.
     Eger hêkexaneya 24 kromozomî (n+1) bi spermek asayî ya bi 23 kromozomî ve were pîtandin, zarokek bi 47 kromozomî (2n+1) çêdibe. Ji ber ko di kesên 47 kromozomî de sê kopyayên kromozomek hene, ev rewş wekî trîzomî (bi înglîzî:trisomy) tê navkirin. Sendroma Down mînak e ji bo rewşa trîzomiyê, kesên bi sendroma Down 47 kromozomî ne.
    Heke hêkexaneya 22 kromozomî (n-1) ji aliyê spermek asayî ve were pîtandin, vê gavê zarokek 45 kromozomî (2n-1) peyda dibe. Ji ber ko yek kopyayek kromozomek diyarkirî heye ev rewşa tekkromozonî wekî monozomî (bi înglîzî: monosomy) tê navkirin. Sendroma Turner mînak e ji bo rewşa monozomiyê.

* Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.







2023/05/13

Mutasyona xalî


   Guhertin, jêbirîn, tevlêbûna nukleotîdek an jî guherîna rêza nukleotîdek di zincîra ADN an jî ARN-ya zîndewerê de wekî mutasyona xalî (bi înglîzî: point mutation) tê navkirin.

    Di nukleotîdên ADN-yê de guherîna hêjmar, rêz an jî cora nukleotîdan wekî mutasyon tê navkirin. Zanyariyên bomaweyî yên hin vîrûsan ne di ADN-yê de, lê di ARN-yê de cih digirin. Di van vîrûsan de mutasyon ji ber guherîna rêz,cor an jî hêjmara nukleotîdên ARN-yê rû dide.
    Guherîna rêje û pêkhateya zanyariya bomaweyî dibe ko ji ber guherîna di pêkhate û hejmara kromozoman an jî ji ber guherîna rêza nukleotîdek rû bide. Guherînên di şêwe û hejmara kromozoman da rû didin, mutasyonên gir in.
    Bi gelemperî mutasyon di genek de, ji ber guherîna rêza yek an jî zêdetir bazên nûkleotîda genê rû dide. Di zincîra nukleotîdên genekî de rûdana guherînên piçûk wekî mutasyona genê (bi înglîzî: gene mutation) tê navkirin.
Mutasyona genan bi du awayî rû dide; dibe ko rêza nukleotîda genê were guhertin an jî dibe ko yek an jî zêdetir nukleotîdê ji rêza nukleotîdên genê biqetin, an jî tevlê zincîra nukleotîdên genê bibin.
Pêwendiya gen û proteînê
    Gen yekîneya bomamweyî ye, ji bavan diguhaze bo weçeyan. Gen beşek ji ADN-yê ye, şîfre dide bo çêkirina proteînên zîndewerê an jî bo hin zîndeçalakiyên zîndewerê.
    Di xaneyê de çêkirina proteînek bi du gavê sereke pêk tê. Di qonaxa yekem de libergirtin(transcription) rû dide. Di vê qonaxê de zanyariyên bomaweyî yên ADN-yê, ango kodên ADN-yê ji bo diristkirina ARN-ya peyamber tên bikaranîn. Qonaxa duyem wergeran (translation) e. Di rîbozoman de li gor rêz û cora kodonên ARN-ya pêyamber Asîdên amînî bihevre tên girêdan û molekula firepeptîd (proteîn) çêdibe. Li gor rêza kodên ADN-yê, di xaneyê de bi sedan cor proteîn tên berhemkirin.Rengê çavê mirov, komeleya xwîna mîrov, hemoglobîna xirokên sor, enzîm û hvd ji proteînan pêk tê. Herwisa molekula herî zêde ya pêkhateya xaneyê de cih digire proteîn e. Ango heke ji ber mutasyonê, proteînek bi têra xwe berhem nebe, an jî proteîn bi awayek rast neyê çêkirin, zindeçalakiyên xaneyê têk diçe.
    Zanyariyên bomaweyî li ser zincîra nukleotîdên ADN-yê de bi şeweyê kod cih digirin. Her kodek ADN-yê ji sê bazên nukleotîdê pêk tê û ji bo asîda amînek diyarkirî, şîfre didin kodonên ARN-ya peyamberê (mRNA). Gen ji kodên ADN-yê pêk tên.
Ji bo 20 cor asîdên amînî, ADN 61 cor kod lixwe digire, ango ji bo her asîdek amînî ya diyarkirî, ji yekî zêdetir kod heye.
    Heke mutasyon ji ber guherîna rêza bazek nukleotîdê rû bide, ev mutasyon wekî mutasyona xalî (bi înglîzî: point mutation) tê navkirin.Mutasyona xalî bandor li ser bazek ADN-yê dike, bi vî awayî kodek ADN-yê diguhere.
    Di hin çavkaniyan de li dewsa mutasyona xalî, peyva mutasyona genê jî tê bikaranîn. Lê bi eslê xwe mutasyona xalî beşek ji mutasyona gene yê.
Mutasyona genan bi jêbirin, zêdekirin an jî guhrîna bazek an jî zêdetir bazan rû dide.
Mutasyonên di genan de rû didin bi gelemperî wekî ”ji kar ketin” an jî “kar bidestxistin” tên polenkirin.
Di encama mutasyona ji kar ketin (bi înglîzî: loss-of-function mutation) de, genek neçalak an jî genek bi çalakiya sist peyda dibe. Di mutasyona kar bidestxistin (bi înglîzî: gain-of-function mutation) de genek zêde çalak peyda dibe, gen di dema şaş an jî di cihê şaş de kar dike. An jî ne bi şêweya asayî lê bi awayek nû kar dike.
Polenkirina mutasyonên xalî
Guharîner (bi înglîzî: substitution)
    Ji ber guherîna bazek rû dide. Heke şîfreya koda mutant û ya koda kûvî (wild code) ji bo heman asîda amînî be, dibe ko mutasyon tu bandor li ser zîndewerê de neke. Mutasyonên wisa, wekî mutasyonên bêdeng (silent mutation)tên navkirin. Lê heke koda mutant şîfre bide bo asîdek amînî ya nû, ev rewş dibe ko bibe sedema çêbûna proteînek ne guncav an jî proteînek ne çalak.
Mînak, kêmxwîniya xaneya dasî (bi înglîzî: sickle-cell anemia) ji ber mutasyona guherîner peyda dibe.
    Di zîncîra proteîna hemoglobîna beta ya kûvî de, asîda amînî ya şeşem asîda glutamî (glutamic acid) ye û li ser ADN-yê bi koda GAG tê şîfrekirin. Heke mutasyona xalî rû bide û ji ber guherîna bazek, koda GAG biguhere bo GTG nexweşiya xaneya dasî peyda dibe. Koda GTG şîfre dide ARN-ya peyamber bo asîda amînî ya valîn(valine). Ango di zîncîra hemoglobînê de di rêza şeşem de, li dewsa asîda amînî ya glutamî de ,asîda amînî ya valîn cih digire.Di hemoglobîna kûvî û ya mutant de hejmara asîdên amînî heman e û 147 e, lê rêza asîdên amînî ne wek hev e. Ev rewş şêweya hemoglobîna mutant diguherîne, xirokên sor ên neasayî peyda dibe.
Di hin mutasyonan de guherîna nukleotîdek ADN-yê rê li ber diristkirina proteînê digire.
Wekî mînak koda TCT, bi navbeynkariya kodona AGA-ya ARN-yê, şîfre dide Asîda amînî ya argenin (arginine).Ango kodona AGA şîfreya argenînê ye. Heke di ADN-yê de ji ber mutasyonê, guherîna nukleotîdek rû bide û koda TCT biguhere bo koda ACT, Kodona AGA jî diguhere bo kodona UGA.Kodona UGA şîfre nin e ji bo tu asîdek amînî. UGA kodona rawestîner e, çêbûna protenî dide sekinandin. Bi vî awayî ji ber kêmasiya hin asîdên amînî, proteînek zincîrkurt a ne guncav an jî proteînek neçalak çêdibe.
Zêdebûn (bi înglîzî: insertion)
    Heke dema duhendebûna ADN-yê de, yek an jî zêdetir nukleotid tevlê zincîra ADN-yê bibe, rêza zincîra nukleotîdên ADN-yê diguhere, mutasyon rû dide. Ji ber tevlêbûna nukleotîdên nû, nukleotîdên ADN-yê sisê bi sisê ji nû va tên parvekirin. Ji nû ve dabeşbûna nûkleotîdan, rê li ber guherîna zincîra kodên ADN-ya kûvî ve dike. Ango rêza kodên ADN-ya mutant ji ya kûvî cudatir e.
Jêbirin (bi înglîzî: delation)
    Di dema duhendebûna ADN-yê an jî ji ber hin hokarên hawirdorê (mutajen) ji zincîra ADN-yê yek an jî zêdetir nukleotîd diqetin. Bi kêmbûna hin nukleotîdan, nukleotîdên mayî ji nû ve sise bi sise tên dabeşkirin û kodên nû peyda dibe. Ji ber kodên nû ARN-ya peyamber şîfreyên nû dibe rîbozoman, li wir asîdên amînî tên rêzkirin û proteînek nû tê berhemkirin. Bi gelemperî ev proteînê ko bi şifreyên ADN-ya mutant ve hatiye çêkirin, proteînek kurt a bêkêr an jî proteînek ziyanbexş e.
Di hin çavkaniyan de mutasyona zêdebûn û jêbirin wekî beşek ji mutasyona labirdin (bi înglîzî: frameshift) tên hesibandin.
Bomawe
Gava xane dabeş dibe, pêşî ADN duhende dibe. Heke di zincîra bazên nûkleotîda ADN-ya resen de guherîn çêbibe û mutasyon rû bide, ADN-ya nû jî bi wê mutasyonê çêdibe, bi vî awayê mutasyon derbasî xaneyên nû dibe.
    Heke mutasyon di xaneya zayendê de (gamet) rû bide, ev mutasyonyona bomaweyî ye û ji bavan diguhaze weçeyan. Mutasyon di weçeyan de wekî nexweşiya bomaweyî xuya dibe. Lê heke mutasyon di xaneyên laş de rû bide, mutasyonek bomaweyî nîn e.
Mutasyonên di xaneyên laş de peyda dibin wekî mutasyonên destketî (acquired mutations) tên navkirin. Wekî mînak dibe ko di kesek de ji ber guherîna zîncîra ADN-yê, xaneyek çerm tûşê şêrpenceya çerm bibe. Xaneya mutant a çerm bi dabeşbûnê xaneyên mîna xwe çêdike, di laşê wî/wê kesî de xaneyên bi şêrpenceya çerm zêde dibin, lê ADN-ya van xaneyên mutant, derbasî zarokên wan nabe.
Sedemên mutasyona xalî
    Mutasyon bi gelemperî di dema duhendebûna ADN-yê de xwe bixwe (spontane) rû didin. Pirraniya mutasyonan ji aliyê enzîmên taybet ên xaneyê ve bi demildest tên çakkirin, loma di laş de pirsgirekên girîng peyda nabe.
Hinek mutasyon jî ji ber hokarên hawirdorê yên wekî tîrojên X-ê, hin madeyên kîmyayî, vîrus hwd çêdibe. Hokara ko di ADN-yê de dibe sedema rûdana mutasyonê, wekî mutajen(mutagen) tê navkirin.
Mutasyon û nexweşî
    Pirraniya mutasyonan ziyanbexş in, dibin sedema çêbûna nexweşî an jî têkçûna zîndeçalakiyên asayî di xane û şaneyên zindewerê de. Lê kêmcaran mutasyonên sûdbexş jî rû didin. Mutasyonên sûdbexş, di hawîrdorek neguncav de derfeta jiyanê baştir dike.
    Hemû corên şêrpenceyê ji ber mutasyonê peyda dibin, lê her mutasyon xaneyê tûşê şêrpence nake. Wekî mînak, nexweşiya kêmxwîniya dasî ji ber mutasyona xalî peyda dibe, lê kesên bi vê nexweşiyê ne nexweşên şêrpenceyê nin in. Herwisa şerpenceya pişik, şêrpenceya çerm, şêrpenceya rûviyan hvd ji ber mutasyona xananeyên mirov rû didin.
*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.