Celadet Alî Bedîrxan

Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)

2019/04/30

BERGIRIYA DESTKETÎ


Bergiriya destketî an jî bi îngilîzî "acquired immunity", hin caran wekî bergiriya taybet jî tê bi navkirin. Heke di laşê mirov de li dij nexweşiyek an jî hokara nexweşiyêk diyarkiri dijeten hebe, ev rewş wekî hebûna bergiriya destketî bi nav dibe. Anko bergiriya destketî bi berhemkirina dijetenan tê dabînkirin. Di laşê mirov de bi çendan riya bergiriya desketî peyda dibe.
--Şîrê dayikê û bergiriya destketî--
Mirov cara pêşîn dijetenan ji diya xwe digire. Dema ducaniyê, ji xwîna dayikê dijeten derbasê xwîna korpeleyê dibe. Piştê zayînê, dergûş şîrê dayika xwe dimije, hin dijeten jî bi riya şîrmijandinê derbasê dergûş dibe. Van dijetenên dayikê, bergiriya desketiyê ya dergûşê dabîn dikin. Bergiriya desketiya ji dayikê tên girtin bergiriya sist e. Ji ber ku dijeten ji aliyê dergûşê ve nehatinê berhemkirin, hejmara wan di nav laşê dergûşê de zêde nabe, herwiha xaneyên bîrker jî çê nabe. Loma bandora dijetenên dayikê ne ji boy demek dûr û dirêj e.
--Nexweşketin û bergiriya destketî--
Heke mirov tûşî nexweşiyê bibe û paşê sax bibe, di laşê mirov de li dij hokara ew nexweşiyê, bergiriya destketî ya çalak peyda dibe. Gava hokara nexweşiyê tûşî laş dibe, lîmfexane hewla tunekirina hokara nexweşiyê dike. Bi bergiriya xaneyî û bergiriya derdanî hokara nexweşiyê têkdişkîne. Di heman demê demê de hin ji lîmfexaneyên B, diguherin û ji bo ew hokara diyarkirî, dibin xaneyên bîrker. Heke siberojê heman hokar cara duyemîn tûşî laş bibe, bersîvdana bergiriya duyemîn rû dide. Vê gavê xaneyên B bîrker di demek kin de bi hejmarek zêde dijeten berhem dike û hokara nexweşiyê têkdişkîne.
--Kutan(vaksîn) û bergiriya destketî--
Kutan (vaksîn) jî rêbazek e ji boy dabînkirina bergiriya destketî ya çalak. Kutan gîrawek ji hokarên nexweşiyê yên mirî an yên hatine lawazkirin an jî perçeyek ji hokara nexweşiyê ye ku li ser wî de dijepeydaker hene, pêk tê. Bi vaksînlêdanê, bersîvdana bergiriya yekemîn a laş çalak dibe û xaneyên bîrker tên dirûstkirin. Anko bi vaksînê laş bi awayêk kontrolkirî bi hokarên nexweşiyê ve rû bi rû dimîne. Ji ber ku hokarên nexweşiyê yên nav kutan lawaz in, bergiriya laş li dij van hokaran beravaniyê ava dike û bi hesanî van hokarên mirî an jî lawazkirî têkdişkîne. Di heman dema beravaniyê de hin xaneyên bîrker ên xaneyên B û T jî tên dirûstkirin. Heke heman hokara nexweşiyê carek din tûşî laş bibe, xaneyên bîrker li dij hokara nexweşiyê hê hesantir, bi bergiriya xaneyî û bergiriya derdanî bi bervaniya laş dikin. Anko mirov bi kutanê(vaksîn) hokara nexweşiye ya diyarkirî bi awayek kontrolî bi laş ve dide naskirin ku lîmfexane li dij wî nexweşiyê xaneyên bîrker û dijeten berhem bike.
--Serûm û bergiriya destketî--
Hin caran ji boy çareseriya nexweşiyan, dibe ku dijeten di nav şileya serûmê de bidin laşê nexweş. Li dij hokara nexweşiyê ya diyarkirî bi gelemperî di laşê ajalan de dijeten tên berhemkirin. Ji boy berhemkirina dijeten, hinek ji hokara nexweşiyê tûşê laşê ajal dikin. Lîmfexaneyên ajalê li hember dijepeydakeran(hokarên nexweşiyê) dijeten berhem dikin û der didin nav xwînê. Paşê ji xwîna ajalê hinek plazmaya xwînê tê girtin û dijetenên nav xwînê tên berhevkirin. Heke mirovek tûşî heman hokarê bibe, vê gavê ew dijetenên ji xwîna ajal hatibû berhevkirin, wekî serûm didin mirovê nexweş. Serûm bi rêjeyek zêde raste rast tevlî xwîna nexweş dibe. Dijetenên nav serûmê dijepeydakerên di nav xwîna nexweşê têkdişkînin, nexweş di demek kurt de sax dibe. Laşê mirov bi serûmê bergiriyê dest dike, lê ev bergirî bergiriya sist e. Ji ber ku limfexaneyên mirovê nexweş dijeten berhem nekir û xaneyên bîrker çê nekir, dijetenan ji derve girt, heke cara duyemîn tûşî vî nexweşiyê were, ji ber tunebûna xaneyên bîrker, nikare bersîvdana bergiriya duyemîn ava bike. Wekî mînak heke mar li mîrovek pêvede, jehra mar ji ciyê pêvedanê tevlê xwînê dibe. Jehra maran ji boy laşê mirov proteînek dijepeydaker e, lê di laşê mirov de li dij jehra maran xaneyên bîrker an jî dijeten tune ye. Loma ji boy bêbandorkirina jehra meran , serûma dijejehr didin laşê mirov. Dijejehr, ji laşê ajalên bi jehra maran ve hatiye tûşbûyî ve tê berhevkirin. Bi eslê xwe dijejehr dijeten e. Heke ev serûm tevlê xwîna mirovê mar pêvedayî bibe, hemû dijepeydaker(jahra maran) di demek kurt de ji aliyê dijetenan ve tê tunekirin.

2019/04/28

BERGIRIYA SIST

Heke di laşê mirov de ji boy nexweşiyek diyarkirî dijeten nehatibe çêkirin û ji boy saxbûnê dijeten ji derve bi awayekî hazir, ji yekê din hatibe wergirtin, bergiriya sisit peyda dibe. Anko bi bergiriya sist, ji boy dabînkirina bergiriyê, lîmfexaneyên nexweş çalak nabin. Bergiriya sist bergiriyek demkî ye. Bergiriya sist bi du rêbazan di laşê mirov de peyda dibe. A yekem bi awayekî sirûştî, a din jî bi awayekî destkarî çê dibe.

Bergiriya sist a sirûştî

Ev bergirî ji dayikê derbasî dergûş dibe. Dema ducaniya dayikê, hin dijetenên dayikê bi navbeynkariya lûleyên xwînê, derbasê laşê korpele dibin. Bi taybetî dijetena bi navê IgG derbasî laşê korpele dibe û piştî zayinê di laşê dergûşê de bi qasî şeş mehan bergiriya demkî ya sist dabîn dike. Piştî ji dayikbûnê, îcar dergûş di nav şîrê dayikê de dijeten ji dayika xwe werdigre. Dijetena IgA bi mijînê, di nav şîrê dayikê de derbasî dergûşê dibe.

Bergiriya sist a destkarî

Dijeten bi destkarî ji xwîna zindiyên bi bergirî tê bi destxistin. Di zanista bijîşkî de, dijeten ji bexşker (mirov an ji ajal) tên tovkirin û bi awayekî serûm didin laşê mirovê nexweş. Bi vî awayê di demek kurt de di nav xwîna nexweş de dijeten zêde dibe û hokara nexweşiyê têk dibe. Wekî mînak, piştî pêvêdana marek jahrî an jî gezkirina kûçikêk har, li dij jehra maran an jî li dij vîrusa nexweşiya harbûnê serûm didin mirovê nexweş. Bandora serûm gelek zû çê dibe. Serûm gelek dijeten lixwe digire, loma di nav laşê nexweş de bi hesanî êrîş li hember hokara nexweşiyê dibe û mirov di demek kurt de sax dibe.

2019/04/25

KUTAN (VAKSÎN)


Di laşê mirov de bi du riya bergiriya destketî ya çalak peyda dibe. Riya yekem nexweşketin, a duyem jî kutan e. Gava mirov cara pêşîn rastê nexweşiyêk were, an hokara nexweşiyê têkdişkîne û sax dibe, an jî dibe ku hokara nexweşiyê laşê mirov dagir bike û bibe sedema mirina mirov. Heke hokara nexweşîyê piçek lawaz be, saxbûn jî hê hêsantir dibe. Dema mirov ji nexweşiyek sax dibe di laşê mirov de derheqê wî nexweşiyê de hin agahî dimîne. Heke heman hokara nexweşiyê cara duyemîn tûşî laş bibe, îcar laş hê zûtir û hêsantir xwe ji nexweşiyê diparêze. Anko, cara pêşîn hokara nexweşiyê ya lawaz tûşî mirov bibe, mirov zû baş dibe û bergirî ava dike, lê hokara nexweşiyê bihêz be, dibe ku saxbûna mirov jî dijwar be.
Gelo derfet heye ku mirov cara pêşîn tûşî hokara nexweşiyê ya lawaz bibe? Bê guman, îro bi kutankirinê ev derfet heye.
Kutan, perpûn an jî vaksîn navê heman madeyê ye. Di zimanê latînî de ji boy çêlekan navê vacca tê bikaranîn, ji peyva vacca, vaccinus çê bû ye. Vaccinus jî wekî vaccine derbasî îngilîzî bû ye. Cara pêşîn ji çêlekên bi nexweşiya xurik ketiyê, ev kutanê bi dest xistine û ji boy laşê mirov bi xuriyê nekeve, wekî madeyek ji boy alîkariya dabînkirina bergiriyê bi kar anî ne. Lê îro çavkaniya kutanê ne tenê ji çêlekên xurikî ye. Li gel perçeyên hokarên nexweşiyê ku li ser wî dijepeydaker heye, hokarên nexweşiyê yên mirî an jî yên hatine lawazkirî jî wekî kutan tê bikaranîn.Hin cureyên kutan jî ji jehra hokarên nexweşiyê(bakterî) tê bi destxistin.

Ji boy nexweşiya hîna tûşî laş nebûye, lê di pêşerojê de egera tûşbûna wî heye, kutan tê bikaranîn. Anko bi vaksînlêdane(kutanê), laş bi awayêk kontrolkirî bi hokarên nexweşiyê ve rû bi rû dimîne. Ji ber ku hokarên nexweşiyên nav vaksînê lawaz in, bergiriya laş li dij van hokaran beravaniyê ava dike û bi hesanî van hokarên mirî an jî lawazkirî têkdişkîne. Di heman dema beravaniyê de hin xaneyên bîrker ên xaneyên B û T jî tên dirûstkirin. Bi kutankirinê, bersîvdana bergiriya yekemîn a laş çalak dibe. Xaneyên bîrker di nav laş de ji boy egera tûşbûna heman hokara nexweşiyê bo demek dûr û dirêj dijîn. Heke hokara nexweşiyê cara duyemîn tûşî laş bibe, vê gavê xaneyên bîrker li dij wî, di demek kurt de berevanî ava dikin. Ev beravanî wekî bersîvdana bergiriya duyemîn bi nav dibe. Anko, kutan li dij hokara nexweşiyê ya diyarkirî, bergiriya taybet peyda dike.
Hemû welatên dinyayê,li gor şîreta Rêxistina Tenduristiya Cîhanê(WHO) , hemwelatiyên xwe kutan dikin. Mirov bi derzîkirinê tê kutankirin an jî hin caran kutan wekî dilopêk avê di devê mirov de tê dilopkirin. Bi gelemperî vaksînkirin gava dergûş hîn du mehî ye dest pê dike hetanê 10-12 saliya zarok didome.

Dergûş li dij nexweşiyên wekî sorik, binguhk, xurî, zerika B, êşa zirav(tuberkuloz), soreta û hwd tên kutankirin. Ji bo xurtkirina bergiriyê dibe ku ji boy her hokara nexweşiyê ne carek, lê çendan car kutankirin were dubare kirin. Dibe ku şeva piştî vaksînlêdanê ta were laşê zarok. Lê ev ta ne tayek xeter e, ta nîşana çalakbûna bergiriya laş a li dij vaksînê ye. Mirov ne tenê dema zaroktiyê tê kutankirin. Hin caran mirovên têgihîştî jî neçar dibin ku bên vaksînkirin. Wekî mînak heke kuçik, pisîk an jî ajalek kûvî mirov bîrîndar bike, ji ber egera nexweşiya hariyê, mirov tê kutankirin.

FERHENG

2019/04/24

GUHESTINA XWÎNÊ (XWÎNGUHASTIN)



-”Guhdarên hêja, ji boy nexweşek bi xwîna ABRh(+), pêdivî bi xwînê heye, ên ku komeleya xwîna wan AB Rh(+) e, ji kerema xwe bila demildest serî li nexweşxaneya Zaningeha Dîcleyê bidin.”

Bêguman mîna her kesî, wê jî di radyoyê de bangewaziyek wisa bihîstî ye.

Di laşê mirovek gihîştî de bi qasî 5 lître xwîn heye. Dibe ku mêjera xwîna mirov ji ber nexweşiyên wekî kêmxwîniyê, şêrpenceya xwînê an jî ji ber niştergeriyê, birindarbûne kêm bibe. Heke ji xwîna mirov bi qasî 1,5 lître kêm bibe, mirov bi metirsiya mirinê rû bi rû dimîne. Loma divê xwîn bidin kesên wiha. Ango pêdivî bi xwînguhaztinê çê dibe. Xwîna mirov şaneyek sirûştî ye, tenê di laşê mirov de tê dirûstkirin. Ango guhastina xwîn di navbera du mirov de rû dide, ê ku xwînê dide wekî xwînbexş bi nav dibe, ê ku xwînê digirê jî wekî xwînwergir tê bi navkirin. Hin caran xwîn raste rast ji xwînbexş tê destxistin, lê bi gelemperî xwîna xwînbexş di navendên xwînê(banqeyên xwînê) de tê embarkirin. Gava pêdiviya mirovek bi xwînê hebe, xwîn ji wî navendê tê peydakirin.


Rêbaza xwînbexşînê;


Dema mirov ji boy xwînbexşînê serî li navendên xwînê dide, divê pêşî bersîva hin pirsan bide. Gellek pirsên nivîskî ji xwînbexş tê pirsîn. Bi wî awayê bizîşk ji egera hebûna nexweşiyên xwînbexş agahdar dibe. Heke hin nexweşî an jî egera nexweşiyê bi xwînbexş ve hebe, rê li ber xwînbexşînê tê girtin. Lê heke di laşê xwînbexş de nîşanên nexweşiyê tune be, vê gavê pizîşk derbasî qonaxa duyemîna xwînbexşînê dibe.

*Divê ta ya laşê kesên xwînbexş di rêjeya asayî de be ango germahiya laş li derdora 36 - 37 sentîgrad pile be.
*Divê pestoya xwîna xwînbexş di asta asayî de be.
*Divê xwînbexş ne birçî be.
Heke hemû şert û merc li cih be, vê gavê pizîşk ji boy pişkinîna mêjera xwînê û komeleya xwîna xwînbexş, ji xwînhênera milê xwînbexş hinek xwîn digire. Bi taqiya(test) hemogramê, pêkhateyên xwînê tê jimartin. Bi jimartinê, rêjeya xirokên sor, xirokên spî û perikên xwînê diyar dibe. Ji boy xwînbexşînê divê rêjeya van pêkhateyan di asta asayî de be. Heke ne wisa be ango xwîna xwînbexş kêm be, ji wî kesê xwîn nayê girtin. Ji van gavan şûnde êdî heke hemû şertên xwînbexşînê di cih de bin, xwîna xwînbexşê digirin. Xwîn bi gelemperî ji xwînhênera milê mirov ve tê girtin. Bi navbeynkariya lûleyên plastîk xwîn di nav kisikê plastîk de tê berhevkirin. Mirov her carek dikare bi qasî 450 mîlîlître (nezikê nîv lîtreyê) xwîn bibexşîne. Piştî xwînbexşînê, divê xwînbexş bi qasî 10 xulek rûnê an jî vezele û bihênvede. Şilemeniya(plazma) xwînê di nav 1-2 rojan de dîsa digihîje asta asayî ya berê xwîn bexşînê. Di nav 6-12 hefteyan de moxê hestî xaneyên nû çê dike, bi vî awayê rêjeya xaneyên xwînê jî digihîje asta asayî. Kesên bi temenê 18- 65 salî ü ji 50 kîloyê girantir, dikarin sê mehan carek xwîn bibexşînin.

Rêbaza xwînwergirê:


Xwîna bexşandî dibe ku bi awayek tevayî bidin xwînwergir. Wê gavê kisikê xwînê li jorê xwînwergir de tê dardakirin. Bi derzîyek xwînhênera milê xwînwergir tê kunkirin. Bi alikariya rakêşê(erdkêşê), xwîn dilop bi dolop ji kîsikê ber bi laşê xwînwergir diherike. Di be ku 450 mîlîlître xwîn bi qasî du seetê(demjimêr) de bê guhastin.

Lê bi gelemperî piştî bexşîna xwînê, xwîn tê parzûnkirin, pêkhateyên xwînê yên wekî xirokên sor, xirokên spî, perikên xwînê û plazmaya xwînê ji hev tên cudakirin. Bi vî awayê xwîna xwînbexşek ji boy gelek xwînwergiran tê bikaranîn.

Wekî minak heke li kesek nexweşiya kêmxwînî(anemî) hebe, ji boy vî kesê pêdivî bi xirokên sor heye lê pêkhateyên din ên xwînê ne hewce ye. Loma ne xwîna tevayî, lê tenê xirokên sor didin ew kesê. Perikên xwînê jî didin kesên bi nexweşiya şêrpenceyê ketiye.Ji boy guhastina xwîn an jî pêkhateyên xwînê, divê komeleya xwîna xwînbexş û xwînwergir guncîn(guncav) bin. Heke xwîna wergir û xwîna xwînbexş neguncîn bê, xwîna xwînwergir topel dibe û xwînwergir bi egera mirinê rû bi rû dimîne.

Di rewşên asayî de xwînwergir bi kîjan komeleya xwînê bê, ew cure xwîn diguhazînin laşê xwînwergir. Wekî minak heke mirovek bi komeleya xwîna A Rh(+) be( xwendina wî: “A er aş pozîtîv”) û pêdiviya wî bi xwîngusatinê hebe, xwîna bexşerên A Rh(+) didin vî kesê. Lê hin caran dibe ku xwîna pêdivî pê heye bi dest nekeve, vê gavê xwînek ji komeleyek din tê guhastin. Her komeleyên xwînê li hev nayên, piranî car xwîna xwînbeş a ne guncîn di laşê xwînwergir de topel dibe û jiyana xwînwergir dikeve bin xeterê.
 

Hin komeleyên xwînê li hev diguncin heke xwînguhestin li gor vî zanyariyê be, ziyanek giran nagihîje xwînwergir.Li gor sîstema ABO û Rh’ê guncîna komeleyên xwînê wiha ye;Kesên bi xwîna komeleya O li gel komeleya O, dikare xwîn bide komeleyên A, B, û AB yê, loma kesên bi xwîna komeleya O wekî xwînbexşên giştî tê binavkirin. Kesên bi komeleya xwîna AB, dikare ji hemû komeleyan xwîn bigire, loma ev kesan wekî xwînwergirên giştî bi nav dibin. Li gor sîstema Rh’ê, kesên Rh(+) dikarê ji Rh(+) û Rh(-) an xwîn bigire. Kesên Rh(-) tenê ji kesên Rh(-) xwîn digire.


                                            FERHENGOK

2019/04/23

HOKARA Rh (SÎSTEMA Rh )


Komeleyên xwînê ji ber hebûn an jî tunebûna dijepeydakerên li ser rûyê xirokên sor peyda dibe. Li gor sîstema ABO yê, dijepeydakerên A û B komeleya xwîna mirov diyar dike. Li gel sîstema ABO yê hokara Rh (sîstema Rh) jî di polenkirina xwînê de tê bikaranîn. Ango komeleya xwîna mirov ji aliyê dijepeydakerên A, B, û Rh ê ve tê diyarkirin.

Dijepeydakera Rh cara pêşîn sala 1940î de ji aliyê zanyar Karl Landsteiner û Alexander Weiner ve hatiye vedîtin. Ev vedîtin di xwîna meymûnê de pêk hatiyê. Lê heman dijepeydaker di xwîna mirovan de jî heye. Navê cureya vî meymûnê rhesus macaque e loma navê dijepeydakerê jî ji herdu pîtên pêşîn a rhesusê hatiye girtin û wekî Rh hatiye bi navkirin. Dijepeydakera Rh molekulek proteînî ye. Gelek cureyên Rhê hatiye vedîtin, lê ji boy xwînguhaztin û nexweşiyên xwînê, dijepeydakera Rh D giring e.
Kesên dijepeydakerên Rh li ser xirokên sor ên wan hebin, xwîna van kesan wekî Rh pozîtîv bi nav dibe (bi îngilîzî xwendina wî “Ar eyç pozîtîv”, bi fransî xwendina wî “Er aş pozîtîv” ). 
Di nav plazmaya xwîna kesen Rh pozîtîv de li dij dijepeydakera Rhê dijeten tune.

Kesên li ser xaneyên sor ên xwîna wan de dijepeydakera Rh tune ne, xwîna wan wekî Rh negatîv bi nav dibe.( bi înglîzî “Ar eyç negatîv” bi fransî “Er aş negatîv” tê xwendin )Di nav plazmaya xwîna kesên Rh negatîv de hinek dijetena D (Antî-D) heye. Ew kesê xwîn dibexşe, heke Rh+ be û xwîn bide kesek Rh - , di nav plazmaya xwînwergir de dijetena Rh(antî-D) dirûst dibe. Dijetena Rh xwe li ser rûyê xirokên sor ên xwîna ji xwînbexşê ve girê dide. Bi vî awayê topelbûn û hilweşîna xirokên sor rû dide. Lê heke kesên bi xwîna Rh negatîv, xwîn bide kesên Rh pozîtîfê neguncîn rû nade.

Negunciniya hokara Rhê ya dema ducaniyê





Negunciniya hokara Rh a dayik û korpeleyê dibe sedema nexweşketin an jî mirina korpeleyê. Heke xwîna dayik Rh negatîv, xwîna bav Rh pozîtîv be û xwîna korpele jî wekî mîna xwîna bavê xwe Rh pozîtîv be, nexweşî peyda dibe. Ango ji boy dayikên Rh pozîtîv egera vî nexweşiyê tune ye. Korpele bi navbeynkariya plasentayê(hevalpiçûk) ji xwîna dayika xwe xurek, oksîjen, av û dijetena IgG û hwd digire, lê xaneyên xwînê yên dayik û korpele têkil nabin. Ber bi dawiya ducaniyê an jî dema zayinê, hinek ji xirokên sor ên korpele tûşî xwîna dayikê dibe. Heke xwîna korpele Rh pozîtiv û ya dayikê Rh negativ be, dijepeydakerên li ser rûyê xirokên sor ên korpeleyê sîstema bergiriya dayikê çalak dike. Li dij xwîna korpele di laşê dayikê de bersîvdana bergiriya yekem peyda dibe. Di nav xwîna dayikê de dijetena antî D (IgG) dirûst dibe. Dijetena IgG ji xwîna dayikê bi navbeynkariya plasentayê derbasî xwîna korpeleyê dibe. Bi gelemperî bi bersîvdana bergiriya yekem dijeten hêdî bi hêdî dirûst dibe, hê ku rêjeya dijeten negihîştiye asta xeterê, zayin rû dide û dergûş nexweş nakeve. Heke xwîna dayik cara duyemîn rastê dijepeydakera Rhê were, ango heke cara duyemîn dergûşa wî bi xwîna Rh pozîtîv be, dibe ku dema ducaniyê de ji laşê korpeleyê hinek xwîn tûşî xwîna dayik bibe, îcar dayik bi bersîvdana bergiriya duyem li dij xwîna korpeleyê dijetena Rh(Antî-D) dirûst dike. Di demek kin de bi rêjeyek zêde dijeten (IgG) derbasî xwîna korpeleyê dibe. Ji ber dijetenên dayikê, xirokên sor ên korpeleyê dihelin û têk dişkên. Ev nexweşî wekî nexweşiya “helbûna xaneyên sor ên xwînê” bi nav dibe( erythroblastosis fetalis). Jiyana zarokên bi vî nexweşiyê metirsî de ye.

Ji boy rê li ber nexweşiya ji ber neguncaniya Rhê bên girtin, dema ducaniya yekem de dayik bi dijetena Antî-D ve tê derzîkirin. Dayik di 28emîn hefteya ducaniyê de û piştî zayinê di nav 3 rojan de derzî dibe. Derzîkirin ji boy her ducanîbûna bi korpeleya Rh(+ )vê tê dubarekirin. Dijetenên antî-D di nav xwîna dayikê de dimînin, heke xwîna korpele têkilê xwîna dayikê bibe, dijetenên ji derve wekî serûm hatina dayin, xwe li ser dijepeydakera Rhê girê didin û xaneyên ji xwîna korpeleyê têk dişikînin. Ji ber ku haya lîmfexaneyên dayikê ji xwîna korpele nabe, bersîvdana bergiriya yekem a dayikê çalak nabe. Bi vî awayê egera nexweşketina korpeleya duyemîn a bi xwîna Rh pozîtivê kêm dibe.
FERHENGOK

2019/04/22

KOMELEYÊN XWÎNÊ


Mirov dibe ku ji ber hin sedeman neçar bimîne, xwîn werbigire. Wekî mînak mirovên bi nexweşiya kêmxwînî (anemî) an jî bi şêrpenceya xwînê ne, pêdiviya wan bi xwînwergirtinê heye. Herwisa ji ber birîndarbûnê an jî niştergeriyê jî mirov xwînber dibe û xwîna mirov kêm dibe, loma boy van kesan jî pêdivî bi xwînwergirtinê heye. Tekane çavkaniya xwînê, laşê mirov e, ango heke pêdivî bi xwînê hebe, divê xwîn ji xwînbexşek bên peydakirin. Lê taybetmendiya xwîna hemû mirovan ne wekî hev e. Ji boy xwînguhaztinê divê xwîna xwînbexş û xwînwergir guncav bin.
Hetanê destpêka sedsala bîstan ji hîn mirovati ji derheqê xwînguhaztinê de xwediyê zanyariyê ne bû. Cara pêşîn zanyarê Awustrî Karl Landsteiner (Karl Lendşitaynir) (1868–1943) di sala 1901 î de vedîtina komeleyên xwînê pêk anî. Ji wê rojê şûn ve êdî mirovatî ji rêbaza xwînguhaztinê hesiya.

Erk û pêkhateya xwînê




Şaneya xwînê beşek ji bestereşane ye. Wekî hemû şaneyan, xwîn jî ji xane û şileya navbera xaneyan pêk tê. Xwîn ne şaneyek req, lê şaneyek avî ye. Şaneya xwînê ji xaneyên xwînê û plazmaya xwînê pêk te. Xaneyên xwînê sê cure ne; xiroka sor, xiroka spî û perikên xwînê. Xaneyên xwînê di nav plazmaya xwînê de diherikin. Yek ji karên sereke ya xwînê dabînkirina bergiriya laş e. Li dij hokarên nexweşiyê di nav plazmaya xwînê de proteînên taybet hene, navê van proteînan dijeten e. Dijeten ji aliyê lîmfexaneyan(xirokên spî ) ve tê berhemkirin. Heke dijepeydaker (hokara nexweşiyê) bikeve nav laş, dijeten xwe bi rûyê dijepeydakeran ve girê didin û wan bêbandor dikin.


Xwîn di nav lûleyên xwînê de belavê hemû beşên laş dibe. Dil xwînê pompe dike, xwîn di nav xwînberan de ji dil derdikeve û ber bi şane û xaneyên laş ve diherike. Heman xwîn di nav xwînhêneran de vedigere nav dil. Di laşê mirovek têgihîştî de bi qasî 5 – 6 lître xwîn heye. Heke ji ber xwînberbûnê (xwînçûyîn) xwîna nav laşê mirov bi qasî 2 lître kêm bibe, dibe ku bibe sedema mirina mirov. 

Polenkirina Komeleyên xwînê

Li ser rûyê xirokên sor de li gel proteînên hevbeş, karbohîdratên taybet heye, van karbohîdratan xwe bi proteînên li ser rûyê xiroka sor ve girê didin û wekî glîkoproteîn bi nav dibin. Molekulên glîkoproteînî, ji bo dijetenên nav plazmaya mirov, wekî madeyek dijepeydaker e. Ji boy polenkirina cureya xwînê, du cure glîkoprotein(dijepeydaker) heye, dijepeydakera A û dijepeydakera B. 

Sîstema ABO li ser rûyê xirokên sor, hebûna yek an du dijepeydaker, an jî nebûna dijepeydaker diyar dike. Herwisa komeleya xwîna mirov jî li gor hebûn an jî tunebûna van dijepeydakerên li ser rûyê xirokên sor, diyar dibe. Komeleya xwîn zanyariyek bomaweyî ye, ji dê û bavan derbasî mirov dibe.
Heke li ser rûyê xirokên sor ê mirovek dijepeydakera A hebe, komeleya xwîna vî mirovê A ye. 

Heke dijepeydakera B li ser rûyê xirokên sor bin, vê gavê xwîna mirov komeleya B ye. 

Na heke herdu dijepeydaker, A û B bi hevre li ser xirokên sor bin, komeleya xwîna wî mirovê AB ye. 
Hin caran dibe ku li ser rûyên xirokên sor hîç dijepeydaker tune be, wê gavê komeleya xwîna mirov O ye. ( wekî O ya komê tê xwendin)
Ji xeynî dijepeydakeran, di nav plazmaya xwînê de hin proteîn hene û wekî dijeten bi nav dibin. Dijeten jî du cure ne, dijetena A û dijetena B.
Kesên komeleya xwîna wan A ye(ango glîkoproteîna A li ser rûyê xirokên sor ê wan e) lîmfexaneyên wan dijetena B berhem dikin. Ev dijeten li gel xirokên sor di nav plazmaya xwînê de tevdigerin. Ji boy dijetena B, dijepeydakera A xwemalî ye, loma êrîşê xirokên sor nake. Ev têkiliya dijeten û dijepeydakera xwemalî ne tenê ji boy komeleya A, lê ji boy hemû komeleyên xwînê wisa ye.
Kesên bi komeleya xwîna B ye, plazmaxaneyên(lîmfexane) wan dijetena A çê dikin. Ango li ser rûyê xiroka sor a wan de dijepeydakera B, di nav plazmaya wan de dijetena A heye.
Heke komeleya xwîna mirovek AB be, tu dijeten berhem nake, ango di nav plazmaya van kesan de li dij dijepeydakerên A û B dijeten tine ye, lê li ser rûyê xirokên sor ê wan de dijepeydakera A û B heye.
Mirovên komeleya xwîna wan O ye, plazmaxaneyên wan dijetenên A û B berhem dikin. Ango li ser rûyê xirokên sor ê van kesan de dijepeydaker tine ye, lê di nav plazmaya wan de hem dijetena A hem jî ya B heye.
Dijetenên xwînê wekî beşek sîstema bergiriyê kar dikin. Hin caran dibe ku di navbera du mirovan de pêdivî bi xwîn guhaztinê hebe. Heke xwîna xwînbexş û xwîna xwînwergir ne guncav bin, bi navbeynkariya dijetenan topelbûna xwîn rû dide. Lûleyên xwînê dixitime ( tê girtin) di encam de xwînwergir dimire. Wekî mînak, heke xwîna komeleya A bidin mirovek ji komeleya xwîna B, dijetenên A yê nav xwîna komeleya B xwe li ser rûyê xirokên sor ê xwîna komeleya A girê didin û xwîn topel dibe.

FERHENGOK



             

2019/04/21

KOENDAMA HERISÊ


Xurek li gel av, vîtamîn û kanza (mîneral), madeyên proteînî, karbohîdradî û çewrî jî lixwe digire. Vîtamîn av, û kanza madeyên hûrik in û bi hêsanî ji parzûna xaneyê derbasî nav xaneyan dibin. Proteîn, karbohîdrat û çewrî(lîpîd) molekulên gewre (makro molekul)ne, divê pêşî bên heriskirin. 

Ji boy destxistina wize(enerjî), çêkirina xaneyên nû, saxkirina birînan, dabînkirina bergiriya laş û rêkxistina hevsengiya laş, pêdiviya mirov bi xwarin û vexwarinê heye. Ji boy pêkanîna erkên xwe divê xurek (tiştên ji boy xwarin û vexwarinê) bikeve nav xaneyên mirov. Bi navbeynkariya av û enzîman, ji perçekirina xurekên gewre, destxistina xurekên hûrik, wekî heriskirin bi nav dibe. Bi herisbûnê ji proteînan asîdên amînî, ji karbohîdradan glukoz û ji çewrî jî glîserol û asîdên çewrî çê dibe. Ev molekulên herisî wisa hûrik in ku êdî dikarin ji parzûna xaneyê derbasî nav xaneyan bibin û erkên xwe pêk bînin.


Ew endam û pêkhateyên erkê herisê bi cih tînin jî wekî koendama herisê bi nav dibe.Koendama(sîstem) herisê ji coga herisê û endamên alîkar ên herisê pêk tê. Coga herisê ji dev dest pê dike li gewrî, sorsorik û rûviyan de dirêj dibe, di zotikê(qûn) de bi dawî dibe. Dirêjiya coga heris a mirov bi qasî 9 metre ye. Endamên alîkar ên herisê, ziman, rijenên lîkê(tûk), kezeb, pankreas û kisikê zerav e.


                  FERHENGOK



KURDÎ
ÎNGILÎZÎ
ROMÎ
Bestereşane
Connective tissue
Bağ doku
Bomaweyî
Genetic
Kalıtsal
Dijepeydaker
Antigen
Antijen
Dijeten
Antibody
Antikor
Guncav
Suitable
Uygun
Hokara nexweşiyê
Pathogen
Hastalık etmeni
Kêmxwînî
Anemia
Anemi
Komeleyên xwînê
Blood groups
Kan grupları
Lîmfexane (Xaneya lîmfê)
Lymph cell
Lenf hücresi
Lûleya xwînê
Blood vessel
Kan damarı
Perikên xwînê
Platelets
Kan pulcukları
Şane
Tissue
Doku
Şêrpence/ Penceşêr
Cancer
Kanser
Xane
Cell
Hücre
Xiroka sor
Red blood cell
Alkan hücresi
Xiroka spî
White blood cell
Akkan hücresi
Xwînber
Vein
Toplar damar
Xwînbexşer
Blood donor
Kan bağışçısı
xwînguhaztin
Blood transfusion
Kan nakli
Xwînhêner
Artery
Atar damar
Xwînwergir
Blood recipitent
Kan alıcı