Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Dirêjbûne regê ji aliyê merîstema lûtkeyî ya regê ve tê dabînkirin.
Kulavê reqê an jî kalîptra (bi înglîzî: root cap - calyptra) çînek parêzvan a bi stûriya çendan xaneyan e û serikê regê mîna gûzvanê dadipoşîne.[1]
Erk û pêkhate
Reg tenê di beşa serê (lûtke) rêgê de dirêj dibe û ev beş wekî serikê regê tê navkirin. Ango merîstema lûtkeyî ya regê di serikê regê de cih digire. Xaneyên nû yên bi dabeşbûna merîstema lûtkeyî ve tên çêkirin, di beşa dirêjbûnê ya regê de cih dibin û dirêjbûna regê dabîn dikin. Hinek ji xaneyên merîstemê jî tevlê avakirina kulavê regê dibin.[2]
Xaneyên merîstema lûtkeyî yên serikê regê, ji aliyê kulavê regê ve tên parastin.[3] Kulavê regê mîna gûzvanê serikê regê dadipoşîne. Gava reg di nav axê de dirêj dibe, kulavê regê axê pal dide û ji bo regê rê vedike. Ji ber ko rasterast bi axê re rûbirû dimîne, peritîna xaneyên kulavê regê zû rû dide, loma kulavê regê bi berdewamî tê nûkirin.[4]
Kulavê regê ji du cor xaneyan pêk tê: li aliyê navî xaneyên stûnî (bi înglîzî: columella cells ), û li aliyê derve jî xaneyên teniştî (bi înglîzî: lateral cells) xaneyên stûnî dorpêç dikin.[5]
Xaneyên teniştî
Serikê regê di bin mîkroskobê de 100 car hatiye mezinkirin. 1. Merîstema lûtkeyî 2. Xaneyên stûnî 3. Xaneyên teniştî 4. Xaneyên mirî yên kulavê regê 5. Beşa dirêjbûnê
Heybera Golgî ya xaneyên teniştî madeyek lîncî ya bi navê musîjel (bi înglîzî: mucigel) berhem dikin û derdidin. Musîjel hawirdorek xijok ava dike, barê kulavê regê siviktir dike, loma serikê regê di nav axê de bi navbeynkariya musîjelê bi hêsanî dirêj dibe. Herwisa musijel xaneyên kulavê regê ji lêkxişandina axê diparêzê.[5]
Musîjel bi karbohîdrat û asîdên amînî dewlemend e, di axa derdora serikê regê de hawirek lîncî ava dike. Hin bakterî dikarin di vê hawirdorêde bi asayî bijîn.[6] Wekî mînak, bakteriyên çespandina nîtrojenê, bakteriyên sûdbexş in û dikarin molekula nîtrojena serbest (N2) bigirin û biguherînin bo awêteyên nîtrojenî yên wekî amonyak (NH3), nîtrît (NO2-) û nîtratan (NO3–) û bidin hin riwekan.[5]
Xaneyên stûnî
Kulavê regê ji bo têgihîştina temas, pesto, hêm û erdkêşê jî kar dike.[7]Berveçûna erdî (bi înglîzî: geotropism) ya regê ji aliyê xaneyên kulavê regê ve tê kontrolkirin. Bersîvdana serikê regê ber bi arasteya erdkêşê, ji aliyê xaneyên stûnî ve tê dabînkirin. Di xaneyên stûnî yên kulavê regê de, vakuolên gir tune. Xaneyên stûnî gellek amîloplast (bi înglîzî: amyloplast) lixwe digirin. Erkê serekî yê amîloplastan, çêkirin û embarkirina nîşayê ye. Gava arasteya serikê regê ber bi erdkêşê ye, di xaneyên stûnî de amîloplast li kenarên xaneyê de berhev dibin. Heke ji ber hin sedeman arasteya serikê regê biguhere (wekî mînak, reg rastê kevirek were û piçek ber bi jor dirêj bibe) cihê amîloplastan diguhere, amîloplast ji ber hêza erdkêşê li aliyê jêrê xaneyê de berhev dibin. Xaneyên stûnî bi ragîhandina sînyalên elektrîkî, xaneyên beşa dirêjbûnê ya regê han dikin. Di beşa dirêjbûnê de xaneyên aliyê jor dirêj dibin loma reg ber bi jêr ve ditewe.[5]
Heke kulavê regê ji serikê regê were dûrxistin, merîstema lûtkeyî ya regê kulavek nû çêdike. Lê heta kulavê nû were çêkirin, arasteya geşeya regê ne ber bi erdkêşê ye, arasteya geşê bi awayekî tesadûfî ye.[1]
^ Jump up to:abcdLosos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
^SMauseph. (1998). Botany An Introduction To Plant Biology. Jones & Bartlett Pub
^TY - JOUR AU - Barlow, Peter PY - 2002/12/01 SP - 261 EP - 286 T1 - The Root Cap: Cell Dynamics, Cell Differentiation and Cap Function VL - 21 DO - 10.1007/s00344-002-0034- Journal of Plant Growth Regulation
Şaneya lûleyî (bi înglîzî: vascular tissue) şaneyek aloz e, ji çendan cor xaneyan pêk tê, di riwekên lûleyî de ji bo veguhaztina av û xurekemadeyan kar dike û palpiştî dide riwekê.
Şaneya lûleyî ji gurzên lûleyî (bi înglîzî: vascular bundles) pêk tê. Gurzên lûleyî şaneya darik û şaneya niyan lixwe digirin û her gurzek ji hev cuda wekî mîna gurzê deziyan di nav şaneya lûleyî de dirêj dibin. [1]
Taybetmendî
Di panîbirgeha bistîka kerefsê de gurzên lûleyan ko niyan û darik lixwe digirin.
Rêzbûna gurzên lûleyî di qedên riwekên dulep de bi şêweyî bazineyî ye. Di qedên riwekên yeklep de gurzên lûleyî di nav şaneya binçîne de bi şêweyî bêrêz belavbûyî ne.[2]
Di hemû riwekên lûleyî de şaneya lûleyî heye. Di riwekên giyayî de şaneya lûleyî ji şaneya lûleyî ya seretayî pêk tê. Di riwekên darî (pirsalî) de li dewsa şaneya lûleyî ya seretayî di reg û qedên riwekê de, bi geşeya duyem şaneya lûleyî ya duyem çêdibe.[3]
Merîstema lûtkeyî ji prokambiyumê, şaneya lûleyî ya seretayî dide çêkirin. Şaneya lûleyî ya duyem ji aliyê kambiyuma lûleyî ya merîstema teniştî ve tê çêkirin.[4]
Hemû şaneyên lûleyî yên di nav riwekek diyarkirî, bi hev re sîstema şaneyên lûleyî (bi înglîzî: vascular tissue system) yên wê riwekê pêk tînin.
Niyan (bi înglîzî: phloem) û darik (bi înglîzî: xylem) du şaneyên serekî yên sîstema şaneya lûleyî ne. Av û xurekemadeyan di nav van herdu şaneyan de tên guhaztin. Herwiha du merîstemên teniştî jî bi şaneya lûleyî ve di têkilîyêde ne: kambiyuma lûleyî û kambiyuma tepedorî.
Şanaya darik
Rêzbûna gurzên lûleyî di qedên riwekên dulep de bi şêweyî bazineyî ye. Di qedên riwekên yeklep de gurzên lûleyî di nav şaneya binçîne de bi şêweyî bêrêz belavbûyî ne
Şaneya darik an jî bi kurtî darik, av û xwêyan ji regê ber bi hemû beşên riwekê ve diguhazîne. Arasteya veguhaztinê ji reg ber bi pelan e.
Di riwekên tovdapoşrav (riwekên kûlîlkdar) de şaneya darik ji çar cor xaneyan pêk tê: borrîke (bi înglîzî: tracheids), yekeyên lûleyî (bi înglîzî: vessel elements), parenkîmaya darik (bi înglîzî: xylem parenchyma) û rîşlên darik (xylem fibers). Ji van xaneyan, borrîke û yekeyên lûleyî xaneyên mirî ne, tenê ji diwarê xaneyê pêk tên û hundirê xaneyan vala ye. Di van herdu cor xaneyan de jî diwarê xaneyê yê duyem heye û ligînîn lixwe digirin û ji bo guhaztina av û xwêyan kar dikin.[4]
Xaneyên parenkîma xurekemadeyan embar dikin û di riwekê de guhaztina berwarî ya av û xwêyan dabîn dikin. Rîşalên darik jî palpiştiya riwekê dikin.[5]
Borrîke xaneyek dirêj a sklerenkîmayê ye û dîwarê xaneyê yê duyem ê bi ligînîn lixwe digire, dîwarê xaneyê gellek stûr e. Di dîwarê borrîkeyan de kun hene û wekî qulik (bi înglîzî: pit) tên navkirin. Di beşa qulik de diwarê xaneyê yê duyem tune. Av ji borrîkeyek bi navbeynkariya qulikan tê guhaztin bo borrîkeyek din.
Yekeyên lûleyî ji borrîkeyan kurtir û stûrtir in, dîwarê xaneyên wan teniktir in. Li aliyê tenîşta yekeyên lûlelî de kun hene, av bi navbeynkariya kunan, di navbera yekeyan de, bi berwarî jî tê guhaztin. Gellek yekeyên lûleyî li dû hev rêz dibin, ji loda yekeyan, lûleya darik (bi înglîzî: vessel) peyda dibe Lûleya darik dişibe borrîyê. Hemû riwekên lûleyî, borrîke lixwe digirin, lê lûleya darik bi gelemperî tenê di pêkhateya riwekên tovdapoşrav de cih digire. Ango piraniya riwekên tovrût û hemû riwekên lûleyî yên bêtov, lûleyên darik lixwe nagirin.[5]
Şaneya niyan
Şaneya niyan an jî bi kurtî niyan, madeyên endamî yên wekî şekir, asîdên amînî, proteîn, hormon, ARN û hin mîneralan di nav avê de diguhazîne.[3]Guhaztina madeyan ji pelan ber bi qed û regê, an jî ji regê ber bi qed û pelan ve ye. Ango guhaztina madeyan cot arasteyî ye.
Di riwekên tovdapoşrav de şaneya niyan ji çar cor xaneyan pêk tê: yekeya lûleya bêjîngî, hevalexane, parenkîmaya niyan û rîşalên niyan.
Yekeyên lûleya bêjîngî (bi înglîzî: sieve tube elements) corek xaneyan in ko kar dikin bo guhaztina madeyên endamî bo tevahiya riwekê.[6] Yekeyên lûleya bêjîngî zindî ne, lê di yên pêgihîştî de piraniya endamokên xaneyê yên wekî navik, mîtokondrî û rîbozom hildiweşin an jî piçûktir û kêmtir dibin.[5]
Di riwekên tovdapoşrav de yekeyên lûleya bêjingî li li pêy hev rêz dibin û lûleya bêjîngî (bi înglîzî: sieve tube) ya dirêj peyda dibe.[5]Di navbera dîwarê xaneyê yên xaneyên cîran de lewheya kunkunî pêyda dibe, ji vê pêkhateyê re tê gotin lewheya bêjingî (bi înglîzî: sieve plate). Bi navbeynkariya kunên li ser lewheya bêjîngî, ji yekeya lûleyî sîtoplazma dirêjê yekeya lûleyî ya din dibe.
Di riwekên tovrût û riwekên bêtov ên wekî serxesan de li dewsa lûleya bêjîngî, rêzên xaneyên bêjîngî hene û karên lûleya bêjîngî dikin.[7]
Di kêleka xaneyên lûleya bêjîngî de hevalexane (bi înglîzî: companion cells)hene. Hevalexane bo karlêkên metabolî destek didin xaneyên lûleya bêjîngî.
Rîşalên şaneya niyan bi eslê xwe xaneyên sklerenkîma ne. Dîwarê xaneyên wan stûr û zexm e. Dirêjiya rîşalên niyanê dibe ko 20 heta 50 milîmetre bin.[3] Rîşalên nîyanî palpiştî didin riwekê.
Di riwekên dulep (bi înglîzî: dicotyledon) û riwekên tovrût de di navbera şaneya niyan û darik de merîstema teniştî ya bi navê kambiyuma lûleyî (bi înglîzî: vascular cambium) cih digire. Kambiyuma lûleyî bi dabeşbûnê, darik û niyanên duyem çêdike. Bi dabeşbûna kambiyuma lûleyî, tîreya reg û qedê riwekê zêde dibe.[8]
^Zimmermann, Martin Huldrych, Stevenson, Dennis William, Berry, Paul E., Stevens, Peter, Cronquist, Arthur, Dilcher, David L.. "angiosperm". Encyclopedia Britannica, 26 Sep. 2025, [1]Accessed 28 October 2025.
^ Jump up to:abcBrooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
^ Jump up to:abLosos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
^ Jump up to:abcdSolomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
^Raven, Peter H.; Evert, R.F.; Eichhorn, S.E. (1992). Biology of Plants. New York, NY, U.S.A.: Worth Publishers. p. 791. ISBN .
^The Editors of Encyclopaedia Britannica. "sieve element". Encyclopedia Britannica, 2 Feb. 2022, [2] Accessed 31 October 2025.
^Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.
Xaneya riwekan (bi înglîzî: plant cell) yekeya bingehîn a hemû endamên cîhana riwekan e. Hemû şane û endamên riwekê ji xaneyên riwekê pêk tên. Di şaneyên riwekan de li gor cih û erkê wan, xaneyên riwekan cor bi cor in. Di riwekê de xaneyên riwekê bi gelemperî ne bi tena serê xwe lê di pêkhateya şaneyan de cih digirin.
Taybetmendî
Xaneya riwekan yekeya bingehîn a hemû endamên cîhana riwekan e.
Xaneyên riwekan jî wekî mîna xaneyên ajalan, xaneyên navikrasteqîn (êkaryotî) in. Ango navik û endamokên bi parzûn pêçayî lixwe digirin. Herçiqas gellek taybetmendiyên hevbeş ên xaneyên ajalan û riwekan hebin jî, xaneyên riwekan hin endamok û pêkhateyên taybet jî lixwe digirin.[1]
Di xaneyên riwekan de jî wekî mîna xaneyên ajalan, endamokên wekî mîtokondrî, retîkûlûma endoplazmî, rîbozom, heybera Golgî hene. Herwisa di xaneyên ajal û riwekan de parzûna xaneyê, sîtoplazma û navik jî pêkhateyên hevbeş in. Lê hin endamok û pêkhateyên xaneyên rîwekan ji xaneyên ajalan cuda ne. Diwarê xaneyê, kloroplast û hin plastîdên din, û vakuolek gir a navendî di xaneyên riwekan de cih digirin lê di xaneyên ajalan de ev pêkhate tune ne.[2]
Di hemû xaneyên riwekan de parzûna xaneyê ji aliyê derve, bi dîwarê xaneyê (bi înglîzî: cell wall) ve pêçayî ye. Dîwarê xaneyê riwekan, bi piranî ji selulozê pêk tê. Ji xeynî riwekan, bakterî û karok jî dîwarê xaneyê lixwe digirin, lê dîwarê xaneyê yê xaneya bakteriyê ji peptîdoglîkanê, yê karokan jî ji kîtînî pêk tê. Herwisa xaneyên kevzan jî dîwarê xaneyê lixwe digirin û pêkhateya diwarê xaneyê wan dişibe yê rîwekan. Dîwarê xaneyê ji bo xaneya riwekê, palpiştî û qayîmî dabîn dike.[1]Herwisa dîwarê xaneyê pestoya turgor a xaneya riwekê jî dabîn dike.[3]
Xaneyên riwekan bi hebûna kloroplastan ji gelek xaneyên din cuda xuya dibin. Li gel xaneya riwekan, xaneyên kevzan jî kloroplast lixwe digirin. Kloroplast corek plastîdan e ko karlêkên fotosentezê di nav wê de rû didin.[3] Ne di hemû xaneyên riwekan de, lê tenê di hin xaneyên di beşên kesk ên riwekê de kloroplast heye. Hin xaneyên riwekan jî ji bilî kloroplastan an jî li dewsa kloroplastan plastîdên din ên wekî kromoplast û lêkoplast lixwe digirin.[1]
Yek ji taybetmendiyên din ên xaneyên riwekan, hebûna yek an jî zêdetir vakuolen mezin in.Vakuol mina kîsik in, lê vala nîn û bi şileya xaneyê tîjî ne. Şileya xaneyê bi gelemperî ji av, xwê û şekiran pêk tê. Xestiya şileya nav vakuolan ji xestiya sîtoplazmayê zêdetir e. Xaneyên pêgihîştî bi gelemperî vakuolek mezin lixwe digirin. Xaneyên ciwan dibe ko çendan vakuolên piçûk lixwe bigirin. Di xaneya riwekê de vakuol bi gelemperî wekî endamoka embarkirinê kar dikin. Herwisa vakuol qebare û pestoya turgorî ya xaneya riwekê jî rêk dixin.
Hemû endam û şaneyên riwekê ji gorankariya çar cor xaneyên riwekê pêk tên; xaneya merîstemî, xaneya parenkîma, xaneya kollenkîma û xaneya sklerenkîma.
Xaneyên merîstemî
Geşebûn, peresîn û nûbûna riwekê bi dabeşbûn û gorankariya xaneyên merîstemî rû dide.
Çavkaniya hemû corên xaneyên riwekan, xaneyên merîstemî (bi înglîzî: meristematic cells) yên neguncandî ne. Evan xaneyan wekî xaneyên bineretî (bi înglîzî: stem cells) yên ajalan in. Ango hemû xane û şaneyên reg, qed, pel, kulîlk û berên (tov û mêwe) riwekê bi gorankariya xaneyên merîstemî peyda dibin.[4] Xaneyên merîstemî xaneyên zindî ne û dikarin hertim dabeş bibin. Her ko xaneyên merîstemî dabeş dibin, hinek ji xaneyên nûçêbûyî diguherin bo xaneyên din ên riwekê. Hinek xaneyên nûçêbûyî jî wekî xaneyên merîstemî dimînin û dabeşbûna xaneyê didomînin. Ango geşebûn, peresîn û nûbûna riwekê bi dabeşbûn û gorankariya xaneyên merîstemî rû dide.
Xaneya merîstemî bi qebareya piçûk e, tenê dîwarê seretayî yê xaneyê heye û diwarê xaneyê tenik e. Vakuolên xaneyên merîstemî piçûk in an jî qet tune ne. Xestiya sîtoplazmaya xaneyên merîstemî zêde ye û tevahiya xaneyê dagir dike. Di nav sîtoplazmayê de, li dewsa plastîdên pêgihîştî yên wekî kloroplast û kromoplastan, pêşengên plastîdan ên bi navê proplastîd cih digirin.
Xaneyên parenkîma
Penîbirgeha pelê di bin mîkroskobê de 400 car hatiye mezinkirin. Di bin rêza xaneyên rûpoş de xaneyên parankîma yên bi kloroplast cih digirin
Di şaneyên seretayî yên riwekan de herî zêde xaneyên parenkîma (bi înglîzî: parenchyma cells) hene.[5] Di xaneyên parenkîma yên pêgihîştî de, diwarê xaneyê yê seretayî heye. Ev diwar li gor diwarê xaneyên din ên wekî kolenkîma û sklerenkîma, hê teniktir e û qayîşokî ye. Di piraniya xaneyên parenkîmayê de dîwarê duyemîn çênabe. Di xaneyên pêgihîştî de vakuolek navendî cih digire.
Piraniya karlêkên metabolî, çêkirin û embarkirina madeyên endamî yên riwekê, û embarkirina avê ji aliyê xaneyên parenkîma ve tên birêvebirin. Wekî mînak, fotosentez di kloroplastên xaneyên parenkîma yên pel û hin qedan de rû dide.
Parenkîmayên kloroplast lixwe digirin û fotosentez dikin, wekî klorenkîma (bi înglîzî: chlorenchyma) tên navkirin.[6]
Xaneyên parenkîma di reg, qed û pelan de bi gelemperî valahiya navbera şaneya rûpoşê û şaneya lûleyî tijî dikin.
Di qed û regê riwekan de hin xaneyên parenkîma plastîdên bêreng lixwe digirin, evan plastîdan ji bo embarkirina xurekên endamî yên wekî nîşa, çewrî û proteîn tên bikaranîn. Hin xaneyên parankîma jî wekî xaneyên derdanî kar dikin, bi berhemkirin û derdana hin madeyan, bergiriya riwekê dabîn dikin. Xaneyên parenkîma yên pêgihîştî zindî ne.
Beşên nerm ên mêweyan (fêkî) bi gelemperî ji xaneyên parenkîma pêk tên. Di bin hin şert û mercan de xaneyên parenkîma dikarin dabeş bibin û biguherin bo corek xaneyên din ên riwekê. Wekî mînak dema birîndarbûnê de xaneyên parenkîmî cihê birîne baş dike.[7] Her wiha dibe ko ji xaneyek parenkîmî bi çandina şaneyê, riwekek nû were çêkirin.
Xaneyên kollenkîma
Birgeha penî ya xaneyên kolenkîma di bin rêza xaneyên rûpoş (epidermîs) de. (Rêza xaneyên rûpoş li aliyê çepê ye)
Xaneyên kolenkîma (bi înglîzî: collenchyma cells) bi gelemperî xaneyên zirav û dirêj in. Li gor xaneyên parenkîma, dîwarê xaneyê di xaneyên kollenkîma de hê stûrtir e, li gel selulozê pektîn jî lixwe digire. Stûriya diwarê seretayî ya xaneyê bi awayekî ne yeksan e, di hin beşan de stûriya dîwar hê pirtir e. Xaneyên pêgihîştî zindî û qayişokî ne. Xaneyên kollenkîma ji gorankariya xaneyên parenkîmayê peyda dibin. Dibe ko hin xaneyên kollenkîma xwediyê kloroplastan bin. Erkê bingehîn ê xaneyên kollenkîma, palpiştkirina qed û pelên riwekê ye.[7]Bi taybetî di bistîkên pel û mêweyan de, di qedê gihayan de xaneyên kolenkîma zêde ne.
Xaneyên sklerenkîma
Panîbirgeha xaneyên sklerenkîmayê yên rîşalî di bin mîkroskobê de.
Xaneyên sklerenkîma (bi înglîzî: sclerenchyma cells) jî wekî mîna xaneyên kolenkîma palpiştî didin riwekê. Lê xaneyên sklerenkîma neqayişokî ne û gelek req in. Li gel dîwarê seretayî, xaneyên sklerenkîma dîwarê duyemîn jî lixwe digirin. Dîwarê duyemîn ê xaneyê stûr e û gellek ligînin lixwe digire.[7]
Xaneyên sklerenkîma yên pêgihîştî mirî ne. Berî ko xane bimire, xane dîwarê duyemîn jî ava dikin. Her çiqas xane mîrî be jî dîwarê duyemîn e xaneyê, mîna peykerek palpiştî dide riwekê. Bi gelemperî xaneyên sklerenkîma di riwekê de beşen ko geşebûn û dirêjbûn rawestiyayê de çêdibin.
Xaneyên sklerenkîma du cor in; sklereîd û rîşal. Qalikê dendikên mêweyan û bergê tovan bi hebûna xaneyên sklereîd req dibin û tovê diparêzin. Qalika zexm û req a kakilê guzê dipêçîne, gelek sklerenkîma lixwe digire.[8] Rîşalên xaneyên sklerenkîma dirêj û zirav in. Rîşal di riwekê de mîna gurzek deziyan dirêj dibin. Rîşal palpiştî û qayîmî dide riwekê.[6] Di pîşesaziyê de rîşalên riwekê ji bo çêkirina werîs û cil û bergan tê bikaranîn.