Showing posts with label tov. Show all posts
Showing posts with label tov. Show all posts

2026/04/18

Tov


Pêkhateya tovê riweka gûzê

Tov (bi înglîzî: seed) di riwekên tovrût û tavdapoşrav de hêkokeya gihîştî ye ko ji embriyoyê, embara xurekê û bergê tovê pêk tê.[1]

Di riwekên tovdar de piştî pîtînê, hêkoke diperise dibe tov, û hêkdank jî dibe fêkî.[2] Jiyana riwekên tovdar bi çêbûn û zîldana tovê dest pê dike. Tov gelek hindik av lixwe digirin, pêkhateyên gelek hişk in û di qonaxa mitbûnê (xewê) de ne. Tovên riwekan bi qebare û şêweyên cor bi cor in. Wekî mînak, tovên herî hûrik, ên orkîdeyê ne û giraniya tovê biqasî 0.0000006 gram e. Giraniya tovê hin corên gûza hînde jî dibe ko bi qasî 30 kîlogram be. Hin tov temenkurt in û heke zîl nedin dimirin. Wekî mînak, tovên dara biyê bi qasî hefteyek dijîn. Lê bi gelemperî tov ji bo demek dirêj dikarin di qonaxa mitbûnê (bi înglîzî: dormancy) de zindî bimînin. Wekî mînak, tovên dara mîmozayê dikarin bi qasî 200 sal zindî bimînin û paşê di bin şert û mercên guncav de zîl bidin.‌[3] Giraniya tovekî gihîştî bi qasî %5 heta %20 ji avê pêk tê. Ango ava tovê pir hindik e, ji ber ko ji bo çalakiya enzîman pêdivî bi avê heye, di vî rewşê de zîndeçalakiyên tov û riwekoka nav tovê gelek bi hêdî rû didin. Heta ko bi têra xwe av û oksîjen negihîje embriyoyê, zîldan û şînbûna tovê jî rû nade.[4]

Tov embriyoya riwekê ye ko bi embara xurekê, di nav bergê tovê de pêçayî ye.[5]

Bergê Tovê

Tov li gel hêkokeyê, ji aliyê bergê tovê (bi înglîzî: seed coat) ve jî tê parastin. Di tovê gihîştî de bergê tovê ji çînên xaneyên mirî pêk tê. Bergê tovê ji integumentên kîsikê hêkokeyê çêdibe.[4]Di riwekên dulep de bergê tovê ji du beşên cuda pêk tê: bergê derve yê bi navê testa û bergê navî yê bi navê tegmen.Bergê tovê gelek rîşal lixwe digire, loma ji bo tenduristiya koendama herisê ya mirov gelek sûdbexş e. Bergê tovê lîgînîn û polîsakarîd lixwe digire. Ev herdu made jî neherîsbar in loma di nav rûviyan de derbasûna xurekan hêsan dikin. Herwisa bergê tovê ji aliyê antîoksîdantan jî dewlemend e.[3]

Peresîna embriyoyê di nav tovê de

Qonaxên peresîna embriyoyê di riweka dulep de.

Di zîgota hê dest bi dabeşbûnê nekiriye de, pêşî cemsergirî (polarîzasyon) rû dide. Xaneya zîgotê xwe dirêj dike. Aliyê jorê zîgotê bi sîtoplazmayê dewlemend e, lê beşa jêrîn a zîgotê jî vakuolek gir a navendî lixwe digire. Dabeşbûna yekem a zîgotê, bi berwarkî û bi awayekî ne yeksan rû dide. Bi dabeşbûna zîgotê, du xane peyda dibin: xaneya jorîn (bi înglîzî: apical cell) û xaneya binî (bi înglîzî: basal cell). Xaneya jorîn piçûk e, a binî gir e. Ji dabeşbûna xaneya gir, zincîrek xaneyên bi navê hilawestîner peyda dibe. Hilawestîner li nêzîkê derkokeyê de girêdayî ye û embriyoyê bi makeriwekê ve girê dide. Hilawestîner ji makeriwekê xurek û hormon diguhazîne bo embriyoyê. Di hin corên riwekan de xurekên ji endospermê, bi navbeynkariya hilawestînerê tê guhaztin bo embriyoyê.[6] Xaneya jorîn (xaneya piçûk) jî dabeş dibe û diperise bo embriyoya pêşîn a bi şêweyî gogî û bi hilawestînerê ve girêdayî.[7] Embriyoya nav tovê ji zîgotê diperise û heta astek diyarkirî di nav makeriwekê de geşe dibe, paşe geşebûna tovê radiweste. Embriyoyek gihîştî, ji rega embriyonî (regoke), ajê embriyonî, û yek an jî du pelên tovê (lep) pêk tê.[2]Eksenê embriyonî ji sê beşan pêk tê: plumul, regoke û hîpokotîl. Beşa embriyoyê ya navbera regokeyê û cihê girêdana lepê (an jî lepan) wekî hîpokotîl tê navkirin (wateya hîpokotîl ”jêrê lepan”e). Eksenê embriyonî di regokeyê de bi dawî dibe. Regoke rega embriyonî ye û wê biperise bo rega riwekê. Di riwekên dulep de hîpokotîl ji rûyê erdê dirêjê jor dibe û tevlê çêbûna qedê riwekê dibe. Di riwekên yeklep de ji ber ko dirêjbûna qedê rû nade, hîpokotîl li ser rûyê axê xuya nabin. Beşa ji eksena embriyoyî ya li jorê lepan dirêj dibe, wekî epîkotîl (“jorê lepan”) tê navkirin. Plumul, ji epîkotîl, pelên ciwan ên fotosentezî, û merîstema lûtkeyî ya ajê pêk tê.

Lep

Lep (bi înglîzî: cotyledon) beşek embriyoya nav tovê ye û berê zîldana tovê, bi reg û ajê embriyoyê ve çêdibe. Herwisa lep wekî pelên embriyoyî jî tên zanîn.[3] Lepên gelek riwekan, wekî endamê embarkirinê kar dikin. Dema geşebûna lepên embriyoyê de proteîn, nîşa û çewrî (rûn) tê berhemkirin û di lepan de tê embarkirin. Ev embara xurekan dema zîldana tovê, heta destpêka fototosentezê, ji bo geşe û peresîna şitilê tên bikaranîn.‌[8] Lep ji ber embarkirina xurekan, stûr in û bi şêweyî goştî ne. Tovên ko xurekê di lepan de embar dikin, endospermê wan pir piçûk e an jî qet tune. Mînak, lepên tovên fasulî, gulberrojê û tovên fistiqê xurek embar dikin, stûr û goştî ne. Tovên genim û garisê endosperm lixwe digirin, lepê van riwekan tenik e, û xurek embar nake, xurek di şaneya endospermê de embarkirî ye.[2] Riwekên tovdapoşrav li gor hejmara lepan dabeşê du komên sereke dibin. Riwekên ko embriyoyê wan tenê yek lep lixwe digire, wekî riwekên yeklep (bi înglîzî: monocots) û riwekên bi du lepan jî wekî riwekên dulep (bi înglîzî: dicots) tên navkirin. Lepên riwekan bi gelemperî xurek emabar dikin, ev xurek di qonaxên destpêkê yên zîldana tovê de tê bikaranîn.[3]Di piraniya riwekan de lep ji bergê tovê (testa) derdikevin û ji bin axê ber bi jorê erdê ve dirêj dibin. Lep li ser erdê bi bandora tîrojên rojê kloroplast çêdikin û bi fotosentezê xurek çêdikin. Bi gelemperî piştî çêbûna pelên pêşîn ên fotosentezî, lep diweşin.

Endosperm

Hebên genim, garis û gelek riwekên yeklep û hin riwekên dulep di endospermê de xurek embar dikin.

Endosperm şaneyek bêhempa ye di tovên riwekên tovdapoşravan (bi înglîzî: angiosperms) de. Xurekên di endospermê de embarkirî ji bo embriyoyê enerjî dabîn dikin. Tovên ko endosperm lixwe digirin, wekî tovên biendosperm (bi înglîzî: endospermous seeds) tên navkirin.[9] Hebên genim, garis û gelek riwekên yeklep û hin riwekên dulep di endospermê de xurek embar dikin. Piraniya riwekên dulep de xurek di lepan de tê embarkirin, lê di dulepên biendodsperm de, xurek ne di lepan de, lê di endospermê de tê embarkirin. Loma dema zîldanê, herdu lep wekî endamê mijînê kar dikin. Evana jî mîna yeklepan, xurekên embarkirî yên bi enzîman hatiye heriskirin digire û dişîne embriyoyê. Riweka tûtinê (Nicotiana tabaccum), firingî (Solanum lycopersicum), û îsot (Capsicum annuum) mînak in bo riwekên dulep ên tovê biendosperm. Tovên ko şaneya endosperm lixwe nagirin, wekî tovên bêendosperm (bi înglîzî: non-endospermous seeds) tên navkirin. Di dulepên bêendosperm de, piştî cotepîtînê endosperma trîploîdî diperise, lê xurekên di endospermê de embarkirî, tên guhaztin bo lêpên hê ber geşebûnê ne û li wir tên embarkirin. Du nîvên tovê fistiqê (Arachis hypogaea) û herdu nivên tovê fasuliyê, her yekê wan lep (kotîledon) in û xurek embar dikin. Di hin tovan de, wekî mînak, tovê orkîdeyan de endosperm û embara xurekê tune. Tovên evan riwekan dema zîldanê, bi karokên endomîkorîzî ve dikevin nav têkiliya sîmbiyozî.[3]

Di tovê de pêkhateya endospermê di hemû riwekan ne heman e. Di hin riwekan de şaneya endosperm ji çînek xaneyan pêk tê, di hinek riwekan de jî şaneya endospermê gir e û rûn an jî nîşa embar dike. Endosperm ji du şaneyên ji hev cuda: ji endosperma nîşayî û aleronê pêk tê. Endosperma nîşayî enzîman lixwe digire lê tovê gihîştî de xaneyên endosperma nîşayî mirî ne. Di tovên gihîştî de çîna aleron ji xaneyên zindî pêk tê. Di tovên birinc û ceh de stûriya çîna aleronê bi qasî sê heta çar rêzên xaneyan e. Di tovên garis û genimê de şaneya aleron ji çînek xaneyan pêk tê.[3]

Bi gelemperî endosperm berê embriyoyê diperise. Di riwekên tovdapoşrav de piştî cotepîtîne, navika trîploîdî ya navenda hekokeyê dabeş dibe. Bi dabeşbûna wê, xaneyek firenavikî ya bi şeweyî şîrî peyda dibe. Pêkhateya firenavikî bi rûdana sîtokînezê, di navbera navikan de parzûn ava dike û endosperma firexaneyî peyda dibe. Gava xaneyên endospermê dîwarê xaneyê çêdikin, endosperma şîrî êdî req (hişk) dibe.[7] Ev xurek piştî zîldana tovê, ji aliyê şitilê ve tê bikaranîn.

Di hinek riwekên dulep de, heta peresîna tovê temam bibe, tevahiya xurekên endospermê tê guhaztin bo herdu lepan. Di van riwekên dulep de tova gihîştî endosperm lixwe nagire.[7]Di tovên riwekên tovdapoşrav de embarkirina xurekê, di yeklep û dulepan de ji hev cuda ye. Di yeklepên wekî mîna garis û genimê de, tek lepek a bi navê skutellum heye. Skutellum bi navbeynkariya şaneya lûleyî (darik û niyan) rasterast bi embriyoyê ve girêdayî ye. Rezervên xurekê ne di skutellumê de, lê di nav endospermê de tê embarkirin. Bi destpêkirina zîldanê, ji aleronê enzîm tên derdan. Aleron ji çînek an jî çendan çînên xaneyan pêk tê, di binê bergê tovê de, endosperm û embriyoyê dipêçîne. Enzîm, karbohîdrat, proteîn û çewriyên embarkirî hildiweşînin. Berhemên hilweşandinê ji aliyê skutellumê ve tên mijîn û bi navbeynkariya şaneya lûleyî tên şandin bo embriyoyê. Di riwekên yeklep de skutellum ne endamê embarê, lê endamê bo mîjînê ye.[9] Di tovên riwekên dulep de, herdu lep û embriyo bi lûleyan girêdayî hev in.

Xurekên di tovê de embarkirî ne tenê ji bo embriyo û şitila riwekê ye, herwisa ji bo mirovahî û ajalên din jî çavkaniya xurekê ye.[2]Ji zêdetirê %50yê enerjiya mirov û %47ê proteînan ji tovan tên bidestxistin. Çavkaniya %90ê xurekên dinyayê, 17 cor riwek in. Li gel çewrî (rûn), polîsakarîd, û proteînan, tov mîneralan jî embar dikin. Danên nîşayê û karbohîdratên dîwarê xaneyê wekî rezervên xurekê yên sereke, di tovan de piraniya polîsakarîdên embarê pêk tînin.[3]

Xweguncandinên tovê

Tov amûr e ji bo belavbûna embriyoyê bo deverên dûr. Embriyo ya ji aliyê çîna parêzvan a tovê ve hatiye pêçandin, di hawîrdorên ko riwekên gihîştî nikarin bijîn de jî dijîn. Xweguncandina tovan bi çar rêkên serekî rû daye.[4]

1.Tov di bin şert û mercên hawirdorek neguncav de di qonaxa mitbûnê de, di xewê de dimîne heta ko rewşa hawirdorê ber bi başiyê ve here.

2. Tov di qonaxa herî nazîk a peresîna riwekokê de, ango di destpêka geşebûna riwekokê de, riwekokê ji bandorên neyînî yên hawirdorê diparêze.

3. Tov xurek lixwe digire, heta di riwekokê de karlêkên fotosentezê dest pê bikin, xurekê riwekokê dabîn dike.

4. Tov ji bo belavbûnê hatine guncandin, bi belavbûna tovê genotîpa riwekê jî tê guhaztin bo habîtatên nû.[4]

Zîldana Tovê

Bi mijîna avê, tov diwerime û bergê tovê diqelişe. Av dikeve nav tovê, enzîm çalak dibin û karlêkên metabolî dest pê dikin.

Piştî gihîştinê, gelek tov dikevin serdemek bêçalaktiyê, an jî di xaneyên xwe de asta çalakiyên metabolî pir kêm dikin. Ji vê dema bêdengiya tovê re tê gotin qonaxa mitbûnê. Mitbûna tovê dibe ko bi mehan, salan heta dibe ko bi sedsalan bidome. Bi mitbûnê, tov di bin şert û mercên neguncav de zindî dimîne lê zîl nade. Dema şertên hawirdorê diguhere û jîngeh ji bo tovê guncav dibe, zîldana tovê jî dest pê dike.[9]

Ji bo hemû corên tovan, şert û mercên guncav ne yek e. Bi gelemperî ji bo zîldanê, pêdiviya tovê bi av, oksîjen û germahiyek guncav heye. Lê dibe ko li gel vana, pêdiviya hin tovan bi ronahiyê, sermayê, an şewatê, an jî bi rûbirûmayîna hin madeyên kîmyayî hebe. Gelek şitil piştî baranên gur ji axê derdikevin. Şewatên li daristanan jî rê li ber zîldana hin tovan vedikin. Hin corên tovan jî, heta ko ji bo demek di sermayê de nemîn, zîl nadin. Ev rewş ji bo riwekên li deverên avûheweya hênik de dijîn re garantiye ko tovên wan heta biharê zîl nedin. Tovên hin corên riwekên li deverên germ de dijîn, wisa guherîne ko, hetanê li hawirdora tovê de şewat dernekeve û germahî pir zêde nebe, tov zîl nadin. Di gelek tovan de bergê tovê stûr e, şîyana zîldana tovê asteng dike.[7] Berê zîldanê bi hin rêbazên kîmyayî û makanîkî bergê tovê tê nermkirin. Dibe ko tov pêşî di ava germ de were şilkirin, an jî di nav hawirdorek asîdî ya mîna coga herisê ya ajalan re derbas bibe.

Zîldana tovê bi mijîna avê ve girêdayî ye, di tovê hişk de av pir hindik e. Bi mijîna avê, tov diwerime û bergê tovê diqelişe. Av dikeve nav tovê, enzîm çalak dibin û karlêkên metabolî dest pê dikin. Av tovê han dike bo çêkirina hormonên gîberellîn. Gîberellîn navê komek hormonan e ko yek ji karên wan ê serekî di tovê de pêk tê. Gîberellîn dawî li qonaxa mitbûnê tînin û zîldana tovê didin destpêkirin. Hormonên gîberellîn bandor li çîna aleronê dikin û xaneyên aleronê enzîma amîlaz berhem dikin û der didin. Amîlaz nîşaya di endospermê de an jî ya di lepan de diherisînine bo maltozê.Maltoz tê guhaztin bo embriyoyê. Embriyo ji maltozê enerjî bi dest dixe.[10]

Li gor qebareya tovê, dema ji bo şînbûna şitilê derbas dibe, guherbar e. Corên ko tovên wan gir in, bi têra xwe xurekên embarkirî lixwe digirin, loma dikarin di bin erdê de, di nav axa kur de jî zîl bidin û epîkotîlê xwe ji axê ber bi derve dirêj bikin. Tovên ko qebareya wan piçûk in, bi gelemperî ji bo şînbûnê hewceyê ronahiyê ne.[11] Ev rewş piştrast dike ko tov tenê li ser rûyê axê an jî nêzikî rûyê axê (cihê ronî) de were zîldan. Heke evan tovan di bin axê de cihê kûr de zîl bidin, şitila li ber geşebûnê bi têra xwe xurek dabîn nakê ko ji bin axê derkeve û biperise.[9]

Regoke, ango rega embriyonî, endama yekem e ko ji tovê dirêj dibe. Paşê serikê ajê, axê diqelişîne û derdike ser rûyê erdê.[7] Di dema zîldana tovên dulep de, epîkotîl mîna çengelek tê badan û plumula ser wî jî arasteyê jêr dibe. Ev şiklê epîkotîlê wekî çengela plumulê tê navkirin. Her ko zîldana tovê di tariyê de didome, epîkotîl jî bi şêweyî çengel dirêj dibe. Gava çengela plumulê axa li ser tovê ber bi jor ve tehn dide û diqelişîne, plumul ji ziyanên axa hişk û zivir tê parastin. Bi ronahiyê re, çengela hîpokotîl rast dibe, pelên ciwan ber bi rojê ve diçin û fireh dibin, dirêjbûna epîkotîl didome. Di wê demê de regoke jî geşe dibe û rega seretayî çêdibe. Herko rega seretayî ber bi jêrî ve geşe dibe, rega singî diperise û regên teniştî jî ji rega singî şax didin. Bi vî awayî sîstema rega singî ya riweka dulep a asayî peyda dibe.

Di tovên yeklep de beşên testa û tegmen ên bergê tovê yek dibin. Bi zîldana tovê, rega seretayî derdikeve. Serikê rega seretayî ji aliyê koleorîza ve pêçayî ye û tê parastin. Paşê, ajê seretayî dirêj dibe. Serikê ajê bi pêkhateya parêzvan a bi navê koleoptîl ve pêçayî ye. Bi derketina ronahiyê re (ango, dema ko plumul ji axê derketiye û êdî pêdivî bi parastina koleoptilê nîne), dirêjbûna koleoptilê radiweste û pel fireh dibin û vedibin ko tîrojên ronahiyê bimijin. Li kotahiya din a eksenê embriyoyê de, rega seretayî dimire. Li dewsa wê, ji binikê qedê, regên palpiştî (regên ko ji cihê asayî dernakevin) derdikevin û sîstema rega rîşalî ya yeklep peyda dibe.[9]

Girêdanên derve

Çavkanî

  1.  Starr, C. (2007). Biology:concepts and applications (7th ed.). Boston, MA: Cengage Learning.
  2.  Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  3.  Bhatla, S.C. and A. Lal, M. (2019) Plant Physiology, development and metabolism Satish C Bhatla, Manju A. Lal. Singapore: Springer
  4.  Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  5.  Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.
  6.  Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
  7.  Reece, Jane B. Campbell Biology : Jane B. Reece ... [et Al.]. 9th ed., Boston, Ma, Benjamin Cummings, 2011.
  8.  Taiz, L. and Zeiger, E. (2014) Plant Physiology. 6th edn. Sinauer Associates.
  9.  Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  10.  Jones, M., Fosbery, R., Gregory, J., & Taylor, D. (2014). Cambridge International AS and A Level Biology Coursebook with CD-ROM (4th ed.). Cambridge, MA: Cambridge University Press
  11.  Postlethwait, J. H., & Hopson, J. L. (2006). Modern Biology. NY, United states: Holt Rinehart & Winston.

2025/08/25

Hezaz

 Here nagîvasyonê

Here lêgerînê
Di cîhana riwekan de, hezaz endamê riwekên nelûleyî ne.

Hezaz (bi înglîzî: mosses) di cîhana riwekan de liqek ji riwekên nelûleyî û bêtov in.

Hezaz (bi înglîzî: mosses) di cîhana riwekan de liqek ji riwekên nelûleyî û bêtov in.

Hezaz, wekî riweka briyofît (bi înglîzî: bryophyte) jî tê naskirin. Li gel liqê (bi înglîzî: division) giyayê kezebî (bi înglîzî: liverwort) û liqê giyayê qiloçî (bi înglîzî: hornwort) di bin koma briyofîta (bi înglîzî: bryophyta) de tê polenkirin. Hemû endamên briyofîta, riwekên nelûleyî û bêtov in.[1]

Taybetmendî

Hezaz ji sermaya antartîkayê bigire heta germahiya çolê hema li herderê dinyayê dijîn, lê bi gelemperî di daristan û cihên şêdar (şil) de hê baştir geşe dibin.[2] Li ser rûyê erdê bi qasî 14 500 corên hezazan heye.[3]

Hin caran hezaz wekî kevza bejayî jî tê navkirin, lê bi eslê xwe hezaz kevz nin e, riwek e. Hezaz û hemû riwek, ji kevza kesk a teravê (ava çem û golan) hatine peresendin.[4] Ji ber ko bavanê heazê kevz e, hezaz bi gelemperî li cihên şêdar û nezîkê avê de hê baştir geşe dibin.

Ji ber tunebûna lûleyan, di laşê hezazan de av û xurek bi difuzyon û ozmozê tên guhaztin. Loma divê hezaz pir gir û dirêj nebin ko av û xurek bigihîje hemû beşên laş. Bilindahiya hezazan a ji rûyê erdê bi gelemperî bi qasî 1-2 cm ye, lê hin hezazên dirêjtir jî hene. Herwisa hezaz tov berhem nakin û bi sporên haploîdî pir dibin.[5] Riweka hezaz ne yek bi yek, lê bi şêweyî kolonî dijîn. Bi hezaran hezaz mîna xalîçeyek Ii ser axê, kevir an jî qedê daran de şîn dibin.

Pêkhate

Hezaza pêgihîştî ji beşên gametofît û sporofîtê pêk tê.

Riweka hezazê ya pêgihîştî ji du beşên serekî pek tê; beşa gametofît û beşa sporofît. Herdu beş wekî nifşên cuda yên heman riwekê jî tên hesîbandin. Loma herdu beş wekî nifşa gametofîtî û nifşa sporotîfî jî tên navkirin.

Nifşa gametofîtî

 

Nifşa gametofîtî ji zîldana sporek haploîdî diperise. Ango gametofîta hezazê haploîdî ye. Ji ber ko bi dabeşbûna mîtozî, gametên haploîdî çêdike, beşa haploîdî ya hezazê wekî nifşa gametofîtî (bi înglîzî: gametophyte generation) tê navkirin. Nifşa gametofîtî ya hezazê ji sê beşen serekî pêk tê; nîvçereg, nîvçeqed, nîvçepel

Hezaz bi navbeynkariya nîvçeregan (bi înglîzî: rhizoids) xwe bi rûyê axê, kevir an jî daran ve girê dide. Nîvçereg dişibin regên rasteqîn, lê ji rişalên xaneyan pêk tên û ne wekî regên riwekên lûleyî kar dikin. Ango karên serekî yê nîvçeregan ne mijîna av û xurek e, lê bestîna hezazê ye. Nîvçereg pêşengê regên riwekan e. Xaneyên nîvçereg bêklorîfîl in, ango fotosentez nakin.

Beşa hezazê ya ko bi rengê kesk xuya dike ji nivçeqed û nîvçepelan pêk tê. Xaneyên nîvçeqedê di hemû corên hezazan de ne yek in. Lê bi gelemperî piraniya nîvçeqed çendan çînên xaneyan lixwe digirin. Hin ji van xaneyan li gel fotosentezê, destek û parastinê dabîn dikin. Hinek ji xaneyên nîvçeqedê jî guhaztina avê rêk dixin.

Pêkhateyên kesk û pehn ên hezazê dişibin pelên rasteqîn, lê bi eslê xwe di van pêkheteyan de şaneya lûleyî tune, loma van pelên hezazan wekî nîvçepel tên navkirin. Di hezazan de nîvçepel bi awayekî lûlpêçî li ser nîvçeqedê de rûzbûyî ne û fotosentez dikin. Nîvçepel bi gelemperî ji çînek xaneyan pêk tê, loma hezaz dikarin av û xurekên hawirdorê rasterast bi navbeynkariya nîvçepelan bimijînin.

Bi gelemperî gametofîta hê ji zîgotê nû çêbûye û negihîştiye wekî protonema tê navkirin. Gametofîta pêgihîştî jî wekî gametofor (bi înglîzî: gametophore) tê navkirin. Wateya gametofor “hilgirê gamet” e. Ji ber ko hezaza gametofît li aliyê serî de endamên çêkerê gametan lixwe digire, vê navê girtiye.[6]

Di çerxa jiyana hezazê de, di beşa gametofît de du cor gamet tên çêkirin. Anteridyum edamê nêrînê ye û li wir sperm tên çêkirin. Arkegonyumê jî endamê mêyînê ye û tê de xaneya hêkê tê çêkirin.

Ji ber ko nifşa gametofîtî dikarê ji nifşa sporofîtî cuda jî bi awayekî serbixwe bijî, di çerxa jiyana hezazan de qonaxa gametofît, qonaxa zal e.[5]

Nifşa sporofîtî

Gava herdu gametên (hêk û sperm) nifşa gametofîtî yek dibin, di çerxa jiyana hezazê de perisîna beşa dîploîdî ya bi navê nifşa sporofîtî (bi înglîzî: sporophyte generation) dest pê dike. Nifşa sporofîtî, bi dabeşbûna miyozî, sporên haploîdî çêdike.[5]

Di destpêkê de sporafît bi rengê kesk e û di xaneyên wê de fotosentez rû dide. Rengê sporofîta pêgihîştî ber bi zer û qehweyî diguhere. Sporofît ji sê beşên serekî pêk tê: pî (bi înglîzî: foot), qemçik (bi înglîzî: seta-stalk) û qepsûl (bi înglîzî: capsule). Beşa pî, sporofîtê bi gametofîtê ve dibestîne û ji gametofîtê xurek û mîneralan dimijîne.[3]

Qepsûl makexaneyên sporan lixwe digire. Di hin corên hezazan de qepsûl bi kumikek dapoşî ye, ji vê pêkhateyê re tê gotin kalîptra (bi înglîzî:calyptra). Kalîptra ji xaneyên arkegoniyumê peyda dibe, ango xaneyên wê haploîdî ne.[5] Di navbera beşa pî û qepsûlê de qemçik cih digire.

Sporofîta hezazê piçûk e û hertim bi gametofîtê ve girêdayî dimîne, sporofît liqdar nîn in û temen kurt in.[7]Di gametofîtek de tenê yek sporofît çêdibe.

Pirbûna hezazan

Di çerxa jiyana hezan de dordariya nifşan (bi înglîzî:alternation of generations) rû dide. Nifşa gametofîtî ji zîldana sporê, bi şêweyî pirbûna nezayendî peyda dibe. Di nifşa gametofîtî de bi dabeşbûna mitozî, di endamên zayendê de ango di gametçêkeran de sperm û hêk tên berhemkirin. Bi yekbûna hêk û sperm zîgot peyda dibe. Zîgot bi pirbûna zayendî çêdibe. Ji geşebûn û peresîna zîgotê nifşa sporofîtî peyda dibe. Di spordankên sporofîtê de, bi dabeşbûna miyozî spor tên çêkirin. Spor di hawirdora guncav de zîl dide, bi vî awayî bi dabeşbûna nezayendî, nifşa gametofîtî peyda dibe.[8]

Bi kurtasî, bi dordariya nifşan, di çerxa jiyana hezazê de pirbûna zayendî û pirbûna nezayendî (pirbûna bi sporê) lidûhev rû didin û di heman zîndewerê de nifşên haploîdî û diploîdî çêdibin.[9]

Hezaz dikarin bi pirbûna vejetayî jî zêde bibin. Di vê pirbûna nezayendî de, ji parçeyên nîvçereg, nîvçeqed an jî nîvçepelan di hawirdora guncav de bi dabeşbûna mîtozî hezazên nû geşe dibin.[10]

Pirbûna zayendî

Bi dordariya nifşan, di çerxa jiyana hezazê de pirbûna zayendî û pirbûna nezayendî lidûhev rû didin û di heman zîndewerê de nifşên haploîdî û diploîdî çêdibin.

Di beşa gametofît a hezazê de, li aliyê serî, di kotahiya nivçeqedê de, gametçêkerên (gametangia) firexaneyî peyda dibin. Gametçêkerên mêyî wekî arkegoniyum (bi înglîzî: yekjimar; archegonium, pirjimar; archegonia), gametçêkerên nêrî jî wekî anterîdiyum (bi înglîzî: yekjimar; antheridium, pirjimar; antheridia) tên navkirin. Li gor cora hezazê, dibe ko gametçêkerên meyî û nêrî di heman riwekê de li ser heman gametofîtê de geşe bibin. An jî dibe ko gametçêker li ser gametofîtên cuda de geşe bibin, di vê rewşê de gametofît wekî gametofîta nêr û gametofîta mê tên navkirin.

Arkegoniyum pêkhateyek mîna kîsik e. Li aliyê jor stûyek dirêj û aliyê binî jî bi şêweyê gogî werimî ye. Di nav cihê werimî de hekek tê çêkirin. Ango her arkegoniyum xaneyek hêkê lixwe digire. Lê di anteridyumê de ne yek lê gelek spermên bi qamçî tên çêkirin. Xaneyên hêk û sperm di gametçêkeran de, bi dabeşbûna mîtozî tên çêkirin.[7]

Ji arkegoniyumê molekulên taybet tên berdan, ev molekulan rê nişanê sperman didin.[7]Gava sperm ji anteridyumê tên berdan di nav avê de bi alikariya qamçiyên xwe ber bi arkegoniyumê ve avjenî dikin. Ango ji bo pirbûna hezazan, divê bi têra xwe av hebe. Dibe ko ev av dilopek ava baranê be an jî dilopek ji ava şevnemê be.[3]

Sperma haploîdî, heka haploîdî dipitîne, ji pîtandinê zîgota diploîdî peyda dibe. Zîgot bi dabeşbûna mîtozî hejmara xaneyên xwe zêde dike û diperise bo sporofîta dîploîdî ya li ser gametofîta haploîdî.

Pirbûna nezayendî (Spordan)

Beşa sporofît a hezazê ji qemçik û qepsûla bi navê spordankê pêk tê. Spordank an jî kisikê sporan (bi înglîzî: sporangium) bi şêweyî lûlekî (bi înglîzî: cylindrical) an jî bi şêweyî gurz e. Di nav spordankê de her yek ji makexaneya spor, bi dabeşbûna miyozî çar sporên haploîdî çêdikin. Ji ber ko spor bi miyozê tên çêkirin, ji aliyê bomaweyî ve spor ji hev cuda ne. Beşa sporofît bi navbeynkariya qemçikê (stalk) xurek û madeyên pêwist ji beşa gametofîtê werdigire.

Di piraniya corên hezazan de, di qonaxa pêgihîştinê de spordank diqelişe û spor tên berdan. Spor bi bayê an jî bi navbeynkariya ajalan belavê hawirdorê dibin. Gava spor rastê jîngehek guncav, ango jîngehek bi têra xwe şêdar û hênik were, spor zîl dide û . Bi dabeşbûna mîtozî hejmara xaneyan zêde dibe, pêkhateyek ji rîşala xaneyan a mîna dezî peyda dibe, jê re tê gotin protonema. Protonema gellek dişibe kevzên kesk ên rîşalî. Protonema gopikan çêdike, ji her gopikek gametofîtek bi nîvçereg,nîvçeqed bi nîvçepel diperise.[5]

Hezaz û jîngeh

Gava hezaz dimirin û hişk dibin, çînek ax a bi madeyên endamî ve dewlemend peyda dibe.

Di hawirdorê de hezaz herçiqas ne mîna riwekên lûleyî li ber çavan bin jî, di jîngehê de karên wan girîng e. Hezaz di çêbûna axê de cih digirin. Hezazên ko li ser kevir û daran mîna xalîçeyek geşe dibin û diperisin, di dawiya dawî de dimirin û hişk dibin. Xaliçeya ji bermahiyên hezazan, li ser kevir, ax û daran de çînek axa bi madeyên endamî ve dewlemend çêdike. Giha û riwekên din dikarin li ser vê çînê geşe bibin. Bi vî awayî li wê deverê çêbûn xakê rû dide.[11] Gurahiya koloniyên hezazê yên li ser axê geşe dibin, axê bi hev re girê dide û rê li ber erezyonê digire. Herwisa hezaz ji bo xwe û zindewerên din, şêdariya hawirdorê jî diparêzin.

Girêdanên derve

Çavkanî

  1. ^ Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  2. ^ Cullen, K. E. (2009).Encyclopedia of Life Science. Newyork: Facts On File, Inc
  3. Jump up to:a b c Johnson, L. G. (1987). Biology. Dubuque, Iowa: Wm. C. Brown.
  4. ^ Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  5. Jump up to:a b c d e Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  6. ^ Volker M. Lueth, Ralf Reski,Mosses,Current Biology, Volume 33, Issue 22,2023, ISSN 0960-9822, [1][2]
  7. Jump up to:a b c Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
  8. ^ The Editors of Encyclopaedia Britannica. "moss". Encyclopedia Britannica, 5 Jul. 2025, [3]Accessed 24 August 2025.
  9. ^ Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.
  10. ^ Bopp, M., Bhatla, S. C., & Schofield, W. B. (1990). Physiology of sexual reproduction in mosses. Critical Reviews in Plant Sciences9(4), 317–327 [4]
  11. ^ Postlethwait, J. H., & Hopson, J. L. (2006). Modern Biology. NY, United states: Holt Rinehart & Winston.