Celadet Alî Bedîrxan

Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)

2021/02/11

Qefesa sîngê

 



Qefesa sîngê beşek ji tewerepeyker a koendama peykerê ye. Qefesa sîngê ji 12 heb birrbirre, 12 cot parsû, kirkirkên parsûyan û hestiyê sîngê pêk tê. Birrbirreyên sîngê li aliyê paşî, parsû li herdu kêlekê û hestiyê sîngê jî li aliyê pêşiya qefesa sîngê de cih digirin. Qefesa sîngê bi eslê xwe kelênek e ko di nav wê de dil û pişik cih digirin. Karê serekî ya qefesa sîngê parastina dil, pişik, borrîhewa û soriçikê ye. Qefesa sîngê destek dide hestiyên piştêna sîngê. Herwisa ji bo navpençik, masûlkeyên piştê, yên sîngê, yên stû û milan bingeha girêdanê ye.
Ji ber şêweyê rêza parsûyan û hebûna kirkirkan, gehên qefesa sîngê gehên lîvoka sinordar in. Loma qebereya qefesa sîngê sabît nîn e. Qebareya qefesa sîngê ji ber girjbûn û xavbûna navpençikê û masûlkeyên navbera parsûyan, diguhere. Guherîna qebareya qefesa singê, ango kêmbûn û zêdebûna qebareya wê, derfet dide bo girtin û dayina henaseyê.
Hestiyê sîngê
Di laşê mirovên pêgehiştî de hestiyê sîngê hestiyek dirêj û pan e, li ser dîwarê pêşîya qefesa sîngê de di navbera parsûyan de cih digire. Li gel parsûyan, dil û pişikan diparêze. Hestiyê sîngê ji sê hestiyên bi hev re zeliqî pêk tê û dişibe xencerek. Hestiyê beşa jorîn hestiyê herî fire ye, dişibe destika xencerê û wekî manubriyum (manubrium) tê navkirin. Hestiyên pirika mil yên pelelpeykerê bi manubriyumê ve girêdayî ne. Herwisa kirkirkên cota parsûyên yekem jî bi manubriyumê ve girêdan ava dikin. Hestiyê ko dişibe devê xencerê, hestiyê duyem a hestiyê sîngê ye. Ev hestî hestiyê herî dirêj ê hestiyê singê ye û wekî ten (bi îngilîzî: body) tê navkirin. Ten bi beşa jêrê manubriyumê ve girêdayî ye. Ji xeynî parsûyên serbest (parsûyên 11. û 12.) parsûyên duhem heta dehem bi beşa ten a hestiyê sîngê ve bi navbeynkariya kirkirkên parsûyan giradayî ne. Hestiyê seyêm a hestiyê sîngê dişibe serê xencerê. Ev hestî wekî niçika zîfoîd ( xiphoid) tê navkirin.. Niçika zîfoîd heta dawiya temenê 40 saliyê, wekî kirkirk e, paşê hestîbûna wî rû dide. Niçika zîfoîd li kotahiya hestiyê singê de cih digire, li aliyêkî ve bi hestiyê tenê ve girêdayî ye, serê vî yê din bi masûlkeyên navpençikê ve girêdayî ye.
Parsû
Parsû hestiyên dirêj, kevaneyî û pan in. Parsû li aliyê paşîya qefesa sîngê, ji herdu aliyên birrbirreyên sîngê ber bi pêşiyê, heta hestiyê sîngê dirêj dibin. Ango dîwarê qefesa sîngê bi eslê xwe bi beşdariya hestiyên parsû pêk tê. Parsû kelêna singê (singekelên) ava dike. Kêlena singê jî pişik, dil, borrrihewa, soriçik û piraniya kezebê diparêze. Hemû mirov, mêr û jin xwediyê 12 cot parsûyan e. Hemû cotên parsûyan li aliyê piştê, rasterast bi birrbirreyên sîngê ve girêdayî ne.
Parsû li gor birrbireyên sîngê tên navkirin. Ango parsû bi kîjan birrbirreyê ve girêdayî be navê vî hestiyê digire. Serê parsûyan li aliyê paşiyê sîngê de bi birrbirreyên singê yên T1- T12 yan ve girêdayî ne. Ango cota parsûya yekem bi birrbirreya sîngê ya yekem (T1) ve, cota duyem bi birrbirreya duyem (T2) ve,....cota parsûya 12mîn jî bi bi birbirreya 12mîn (T12) ve girêdayî ye. Piraniya parsûyan li aliyê pêşiya sîngê de bi navbeynkariya kirkirkên parsû, bi hestiyê sîngê ve girêdayî ne.
7 cot parsûyên mirov, wekî parsûyên rasteqîn, 5 cotên parsûyan jî wekî zirparsû tên navkirin. Her yek ji parsûyên rasteqîn bi navbeynkariya kirkirkên parsûyê, rasterst bi hestiyê sîngê ve girêdayî ne.
Sê cotên zirparsû (parsûyên 8.,9.,û 10.) pêşî bi kirkirkê parsûya 7em ve girêdan ava dikin, paşê bi navbeynkariya kirkirka parsûya 7emîn hersê parsû bi hestiyê sîngê ve tên girêdan, ango sê coten zirparsû yek bi yek, rasterast bi hestiyê sîngê ve girê nabin.
Du cotên zirparsû bi hestiyê sîngê ve girêdayî nîn in, loma wekî parsûyên serbest tên navkirin.
* Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirn.












2021/02/02

Birrbirreya Piştê



    Birrbirreya piştê ji stûna hestiyên birrbirreyê (movik) pek tê. Ango gellek hestiyên birbirreyê mîna stûnek li ser hev rêz dibin, em ji vî stûna hestî re dibêjin birrbirreya piştê. Birrbirreya piştê ji binê kilox, ji hestiyê patikê dest pê dike, heta piştêna hewzê dirêj dibe. Di nav kuna hestiyên birrbireyê de dirkepetik derbas dibe. Stûna hestiyên birrbirreya piştê, dirkepetikê dipêçe û diparêze. Herwisa birbirreya piştê destek dide kilox û serî, ji bo masûlkeyên parsûyan û yên pişt û stû, xalên girêdanê ava dike. Temenê dergûştiyê de, di laşê mirov de 33 heb hestiyê birrbirreyê heye, lê her ko temenê mirov zêde dibe, mirov mezin dibe, hinek hestiyên birrbirreyê bi hev re dizeliqin. Stûna birrbirreya piştê ya mirovek pêgehîştî ji 26 hestiyan pêk tê. Ji vana 24 heb birrbirre ne, yek hestiyê sêbende yek jî hestiyê qilênce ne. Ango birrbirreya piştê ji 24 birrbirre û ji 2 hestiyan pek tê. Di laşê mirovên pêgehîştî de sêbende ji 5 birrbireyên bi hev re zeliqî û yekbûyî pêk tê. Hestiyê qilênce jî bi yekbûna 3-5 birbirreyên bi hev re zelîqî pêk tê.
Anatomiya Birrbirreyê
Stûna birrbirreya piştê ji 24 birrbirreyan pêk tê, hemû birrbire bi heman şêwe û qebareyê nebin jî,
birrbirre hin pêkhateyên hevpar li xwe digirin.
Birrbirreyek asayî ji ten (laş), kevaneyê birrbirreyê û hin niçikan pêk tê.
Ten beşa aliyê pêşiya birrbirreyê ye ko destek dide giraniya laş. Loma qebare û stûriya tenê birrbirreyan, her ko ji stû ber bi sêbendeyê ve diçe zêde dibe. Li stûna birrbirreyê de di navbera tenê birrbirreyan de xepleyek (disk) kirkirkî heye. Navê vê kirkirkê, xepleya navbera birrbirreyê ye. Xepleya kirkirkî birrbirreyan bi hev re girê dide, lê nahêle hestiyên birrbirreyan bigihîjin hev û ziyan bidin hev.
Kevaneyê birrbirreyê, beşa paşiya birrbirreyê peyda dike û ji çar pişkan pêk tê. Pedîkula çep û ya raste, lamîneya çep û ya rastê.
Pedîkul, kêlekên kevaneyê birrbireyê ne û bi aliyê paşiya tênê ve girêdayî ne.
Herdu lamîna, paşiya kevaneyê birrbirreyê pêk tînin. Di navbera ten û kevaneyê birrbirreyê de kunek heye. Dirkepetik di nav kuna birrbirreyê de dirêj dibe.
Ji kevaneyê birrbirreyê heft niçik dirêj dibin. Cotek ji niçkan wekî niçikên berwarî tên navkirin. Niçikên berwarî ji xala ko pedîkul bi lamînayê ve girê dibe, dirêj dibin. Li aliyê paş, ji bîrrbîrreyê niçikek dirêj dibe, navê wê, niçika dirrîkî ye. Niçika dirrîkî li bin çermê pişta mirov de bi hesanî xuya dibe. Niçikên berwarî û ya dirrîkî ji boy girêdana masûlkeyan, bingehên giring in.
Cotek niçikên geha jorîn li herdu aliyên birrbirreyê ve ber bi jor dirêj dibin û rûyek piçûk peyda dikin . Cotek niçikên geha jêrîn jî ber bi jêr ve dirêj dibin ew jî rûyek piçûk ava dikin.
Birrbirre bi navbeynkariya niçikên geha jorîn, bi birrbirreya jorê xwe ve girêdan avadike. Herwisa bi birbireya jêrê xwe jî bi navbeynkariya niçikên geha jerîn ve girêdan ava dike. Girêdanên navbera birrbirreyan wekî geha livoka sinordar tê navkirin.
Beşên birrbirreya piştê
Birbireya piştê ya mirov dabeşê 3 beşan dibe; birbirreyên stû (7), birrbirreyên singê (12) û birrbirreyên kêlekê (5)
Birrbirreyên stû

Evana birrbirreyên herî biçûk in. Birrbirreyên stû (bi îngilîzî: Cervical vertebrae) 7 heb in û wekî C1, C2, ..... C7 tên nîşankirin. Ji vana C1 û C2 birbirreyên taybet in. Birrbirreya stû ya yekem (C1) wekî atlas, a duyem, a binê atlasê jî wekî tewere (bi îngilîzî: axis) tê navkirin.
Atlas bi eslê xwe ne birrbirre, lê xelekek ji hestî ye. Kilox li ser atlasê disekine. Birrbirreya tewereyê li bin atlasê de cih digire. Li ser rûyê jorê, niçikek wekî mîna diran (bi îngilîzî: odontoid process), ji tewereyê ber bi jor ve dirêj dibe. Niçika diranî dirêjê nav kuna atlasê dibe û bi besterê tê zeximkirin. Bi vî awayê gehek bi lîvoka sinordar ava dibe. Kilox li ser vê gehê ji aliyek ber bi aliyê din dilive.

Birrbirreyên sîngê
Birrbirreyên sîngê (bi înglîzî: thoracic vertebrae) 12 heb in. Wekî T1, T2,.....T11, T12 tên nîşankrin(--7). Ji ber ko destek didin giraniya laş, birrbirreyên singê ji birrbirreyên stû mezintir in. Li ten (bi îngilîzî: body) û niçikên birrbireyan de rûberên piçûk hene. Gehên navbera parsû û birrbireya piştê bi navbeynkariya van rûberên piçûk ava dibin.
Birrbirreyên kêlekê
Birrbirreyên kêlekê (bi îngilîzî: lumbar vertebrae), destek didin ji bo giraniya beşa jorîn a laş. Loma birrbirreyên herî mezin ên birrbirreya piştê ne. Birrbirreyên kêlekê 5 heb in û wekî L1, L2....L5 tên nîşankirin.
Sêbende
Sêbende (bi îngilîzî: sacrum) ji pênc birrbirreyên seretayî yên bi hevre zeliqî pêk tê. Hestiyê sêbendeyê bi şeweyê sêgoşeyî ye û ber bi pêşî ve rûçal e. Sêbende bi sê aliyan ve girêdayî ye ,loma vî navî girtiye. Beşa jorîn a sêbendeyê bi birrbirreya kêlekê ya pêncem ve girêdayî ye. Sêbende li aliyê rastê û çepê de bi hestiyê kemaxê (kêlek) ve girêdayî ye. Li kotahiya sêbendeyê de hestiyê qilênce cih digire. Hestiyên sêbendeyê naşîbin birrbirreyên asayî, lê kuna birrbirreyê li xwe digirin. Dirkepetik di qada birrbirreya yekem a sêbendeyê de bi dawî dibe. Ango li nav kunên birrbirreyên sêbendeyê de dirkepetik tune lê demarên ji dirkepetikê dirêjî nav sêbendeyê dibin.
Qilênce
Qilênce an jî hestiyê boçikê (bi îngilîzî: coccyx / tailbone) hestiyek piçûk ê sêgoşeyî ye. Bi gelemperî çar birrbirreyên kotahiyê bi hev re dizeliqin bi vî awayi qilênce peyda dibe. Qilênce bi sêbendeyê ve girêdayî ye.
Kevaneyên birrbirreya piştê
Birrbirreya piştê ya mirovek pêgehiştî bi qasî 71 cm ye û piçek kevane ye. Gava mirov li aliyê kêlekê ve (aliyê çepê an jî rastê) lê dinêre, beşên kevaneyî ya bîrrbîreya piştê hê baştir xuya dibe. Her kevaneyek, li kijan beşa birrbirreya piştê de peyda bûye, navê wê beşê girtî ye. Kevaneya singê û ya sêbendê rûçal in. Kevaneya stû û ya kêlekê qoqiz in. Kevanebûna bîrrbîreya piştê, wê zexmtir dike û çemînbariya (bi înglîzî: flexibility) wê zêdetir dike.
Livîna birrbirreya piştê
Di navbera birrbirreyên piştê de geha lîvoka sinordar heye. Lê ev sinor ji boy geha navbera du hestiyan e. Ji boy tevahiya stûna birrbirreyê livîn hê hesantir e. Bi alîkariya masûlkeyan birrbirreya piştê dikare bi hêsanî ber bi pêşî, paşî û çep û rastê biçemîne. Bi taybetî birrbirreyên beşa stû û ya kêlekê dikarin hê pirtir bilivînin.
Besterên birrbirreya piştê
Bester (bi îngilîzî: ligament) birrbirreyan bi hev re girêdayî dihêle. Herwisa cihê xepleyên navbera bîrrbirreyan sabît dike û nahêle ji cihên xwe bilivin. Bestera berwarî ya birrbirreya atlasê, niçika diranî ya birrbirreya tewereyê, di nav atlasê de cih dike. Li aliyê pêşî ya birrbireya piştê, ji serî heta dawî besterek li tevahiya stûna birrbirreyê, li pêşiya tenên birrbirreyê de dirêj dibe. Li aliyê paş de besterek di nav coga birrbirreyê de li seranserê stûnê de dirêj dibe.
Xepleyên navbera birrbirreyan
Hestiyên birrbirreyê li ser hev rêz dibin lê di navbera hestiyan de kirkirk (kirkirage) heye. Navê vê kirkirkê, xepleya navbera birrbirreyê (bi îngilîzî:intervertebral disks) ye. Ango rûyê hestiyan temasê hev nakin. Loma lêkxişandina hestiyan rû nade. Xepleyên navbera birrbirreyên stû û kêlekê hê pirtir stûr in. Xeple wekî mîna balgîhek, şok û darbeyên hawirdorê dimijin, livîn û çemîna laş hêsan dikin. Hebûna xepleyan livîna birrbirreyan hêsantir dike. Gava laşê mirov ber bi pêş û paş an jî ji aliyek ber bi aliyê din dilive, birrbirre jî bi alîkariya xepleyan dilivin.
*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin. https://ku.wikipedia.org/wiki/Birrbirreya_pi%C5%9Ft%C3%AA...