Celadet Alî Bedîrxan

Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)

2022/06/30

Mîtoz

 


Mîtoz an jî dabeşbûna mîtozî (bi înglîzî: mitosis) pêvajoya dabeşbûna xaneyê ye ko kromozom duhende dibin û bi awayekî yeksan di navbera du xaneyên keç de tên parvekirin.
Di zimanê yewnanî de ji bo dezî peyva “mitos” tê bikaranîn, loma dabeşbûna mîtozî wekî “dezîyedabeşbûn” jî tê navkirin
Mîtoz beşek ji çerxa xaneyê (bi înglîzî: cell cycle) ye. Çerxa jiyana xaneyê ji du qonaxên serekî pêk tê, qonaxa înterfaz û qonaxa mîtozî (bi înglîzî: M phase). Herwisa qonaxa mîtozî jî ji du beşan pêk tê, mîtoz û sîtokînez. Di pêvajoya mîtozê de, kromozom û sentrozomên makexaneyê parve dibin. Parvebûna kromozoman wekî karyokînez tê navkirin. Di dawiya karyokînezê, sîtokînez dest pê dike. Di pêvajoya sîtokînezê de sîtoplazma û endamokên makexaneyê di navbera herdu xaneyên keç de tên parve kirin.
Bi dabeşbûna mîtozî her ko hejmara xaneyên zîndewer zêde dibe, zîndewer jî geşe dibe. Herwisa xaneyên ziyangirtî jî bi mîtozê tên nûkirin. Li gor cora xaneyê û cora zîndewerê, dibe ko maweya dabeşbûna mîtozî çend xulek an jî çend saet be.
Hemû zîndewerên firexaneyî, di despêka jiyana xwe de tekxaneyî ne. Ev yek xane bi dabeşbûna mîtozî dibe 2,4,8,16,32,64.....
Wekî mînak, jiyana mirov bi yek xaneyek, xaneya zîgot dest pê dike. Zîgot bi dabeşbûna mîtozî hejmara xaneyan zêde dike. Di laşê mirovê temenê pêgihîştî de 10 trîliyon heta 50 trîliyon xane heye. Evan hemû xaneyan bi dabeşbûna yek xaneyek peyda dibin. Her çiqas erk û pêkhateya şane û endamên laş ne yek bin jî, hemû xaneyên laş ji aliyê zanyariyên bomaweyî de heman in. Ji xeynî sperm û hêkexaneyê, hemû xaneyên mirov 46 kromozom lixwe digirin. Di kromozomên hemû xaneyên laş de hejmar û cihên genan heman in. Ango hemû xane kopyayê hev in.
Dabeşbûna mîtozî ne karekî hêsan e. Dema xane dabeş bibe, divê hemû endamok, sîtoplazma û kromozomên xaneyê, bi herdu xaneyên keç ve bi yeksan were parvekirin. Bi dabeşbûna mîtozî ji makexaneyê du xaneyên keç çêdibe. Xaneyên keç di derbarê zanyariyên bomaweyî (genetîkî) de wekhev in û kopyayên makêxaneyê ne.
Di pêvajoya dabeşbûna mîtozî de evan gavên sereke yên li jêr li du hev rû didin
1. Hilweşîna parzûna navikê ya makexaneyê
2. Rêzbûna kromozoman li ser xêza ekvatori ya makexaneyê
3. Ji hev cihêbûn û parvebûna kromozoman
4. Ji nûve çêbûna parzûna navikê li dora herdu komên kromozoman
5. Parvebûna sîtoplazma û endamokên makexaneyê.
Mîtoz ji 5 qonaxan pêk tê: Profaz, Prometafaz, Metafaz, Anafaz, Telofaz .
Di zîmanê yewnanî de φάσις(fasîs) ji bo peyva qonaxê tê bi kar anîn.
Ji bilî vê,
wateya πρό (pro) pêşî
a μετά(meta) li navber, paşê
a ἀνά (ana) ji her yekê
a τέλος (telos) dawî ye.
Di rastiyê de navbera van qonaxan da rawestîn tune ye, ji serî hetanê dawî, dabeşbûn bê navber didome. Evan qonaxan ji bo gav bi gav çavderîkirina tevgera kromozom û endamokên xaneyê tên bikaranîn.
Profaz: (Qonaxa amadeyî)
Dema xane ne li ser karê dabeşbûnê da be, kromozomên xaneyê wekî kromatîn bi nav dibin. Kromatîn mîna rîşalkên dirêj û zirav in, bi duhendebûna ADNyê kopiyekî ya her kromatînê tê çêkirin. Di dema dabeşbûnê de, divê her kopiyekî kromotîn biçê xaneyek. Lê kromatîn pir dirêj in, rîşalkên kromatînan mîna rîsên gilokên vekirî li nav hev dikevin, di vî rewşê de ji hev cihêbûna kromatînan gelek zor e. Di qonaxa profazê de rîşalên kromatînê xwe li dor xwe dipêçînin, gilok dibin û hê pirtir kin û qalind dibin. Sentromerên her du kromatîdên xwîşk xwe bi hev girê didin. Kromatîdên xwîşk bi alikariya proteînek, bi navê proteîna kohesîn (cohesin) xwe li hev digirin. Di vê qonaxê de navikoka makexaneyê winda dibe. Sentrozom ji hev cihê dibin û her yek ber bi cemserek xaneyê ve diçin. Li navbera sentrozoman de çêkirina rîşalên teşiyê dest pê dike. Rîşalên teşiyê ji mîkrotubulan pêk tê. Rîşalên teşiyê sê cor mikrotubul lixwe digire.Mîktotubulên kînetokorî, mîkrotubulên cemserî û mîkrotubulên stêrî. Mîkrotubulên kînetokorî ji herdu cemseran dirêj dibin û xwe bi kînetokorên kromozoman ve girê didin, kromatîdên xwîşk ber bi cemserên makedikişînin. Mikrotubulên cemserî, di qonaxa anafazê de ji bo dirêjbûna xaneyê kar dikin.
Mîkrotubulên stêrî mikrotubulên kurt in,di her cemserek de ji bo girêdana rîşalên teşiyê kar dikin. Herwisa aresteya rîşalên teşiyê ji aliyê mîkrotubulên sterî ve tê dîyarkirin.
Xaneyên riwekan sentrozom lixwe nagirin, lê dîsa jî rîşalên teşiyê ava dikin.
Prometafaz (Qonaxa pêşkemberî)
Parzûna navikê dest bi parçebûnê dike. Mîkrotubul ji her du cemseran dirêj dibin û hinekê ji wan dikevin nav navikê. Kromozom hê pirtir gilokî dibe. Herdu kromatîdên kromozomê di sentromerên xwe de kînetokor cih dikin. Hinek ji mîkrotubulên kînetokorî xwe bi kînetekoran ve girê didin.
Metafaz (Qonaxa kemberî)
Sentrozom li her du cemseran cih dibin. Kromozom hê pirtir xwe li dor xwe dipêçînin. Bi vî awayî kromozom kintir û qalindtir dibin, di bin mîkroskoba ronakî de baş xuya dibin. Kromozom li ser xêza ekvatorî ya xaneyê de rêz dibin. Ev xêza ekvatorî wekî ‘sêniya metafazê’ tê navkirin. Her yeka kromatîdên xwîşk bi mîkrotubulên kînetokorî yên dijber ve tê girêdan. Metafaz qonaxa herî dirêj a mîtozê ye.
Anafaz (Qonaxa cihêbûnê)
Mîkrotubulên cemserî ji her du cemseran ve xwe dirêj dikin. Gava li hev diqelibin(rastê hev tên), hevdu tehn didin, bi vi awayî xane dirêj dibeû şiklê teşiyê digire. Bi qelişîna proteîna Kohesîn a navbera kromatîdên xwîşk, ji hev cihêbûna kromatîdan jî dest pê dike. Mîkrotubulên kînetokorî di serê bi kînetokor ve girêdayî de xwe hildiweşînin û kin dibin, kromatîd li ser mîkrotubulan ber bi cemserê tevdigerin. Her yeka kromatîdên xwîşk ên ji hev qetiyanê, êdî wekî kromozom tên navkirin. Anafaz qonaxa herî kin a mîtozê ye.
Telofaz (Qonaxa kotahî)
Bi vî qonaxê ve êdî di nav xaneyê de du navik çêdibin. Li derdora navikan parzûna navikê peyda dibe. Parzûna navikê kromozoman ji sîtoplazmayi cihê dike.
Hemû mîkrotubulên rîşalê teşiyê hildiweşin bo tubulîn. Tubulîn ji bo dirustkirina peykerexaneyên xaneyên keç tên bikaranîn.
Di nav navikan da navikok cardin çêdibin. Kromatînên badayî yên kromozoman, xwe ve dikin, zirav û dirêj dibin. Ber bi dawiya telofazê, dabeşbûna navikê (karyokînez) diqede û du navikên wekhev peyda dibe.Telofaz qonaxa dawî ya mîtozê ye.

Sîtokînez
Ji xeynî çend coran, hema bigre tevahiya xaneyên navikrasteqîneyan (eukaryotan) piştê dabeşbûna navikê, hewl dide ko sîtoplazma û endamokên xaneyê jî parve bike. Sîtokînez bi qonaxa anafazê dest pê dike, di qonaxa telofazê de didome û berê înterfaza nû jî diqede
Gavên dabeşbûna sîtoplazmayê (sîtokînez) di xaneya ajal û a rîwekan da ne mîna hev e.
Sîtokîneza xaneya ajalan
Xaneyên ajalan bi parzûnek gelek tenik û qayîşokî dorpêçî ne. Sîtokînez bi qelîştoka dabeşbûnê dest pê dike. Xane ji qada xêza ekvatorî ya metafazê girj dibe û gelîştoka dabeşbûne çêdibe. Girjbûna deziyên(rîşalkên) aktîn û miyozînê, parzûna xaneyê ber bi hundirê sîtoplazmayê ve dikişîne. Her ko girjbûna rîşalkên bin parzûnê zêde dibe, xelaka girjdar teng dibe dawiya dawî makexane dibe du parçe. Ev herdu xaneyên keç, ji ber hêla genetîkî ve wekhev in, loma ev her du xane wekî xaneyên xwîşk jî tên navkirin. Lê mêjera sîtoplazma û endamokên xaneyan dibe ko ne yeksan be.
Sîtokîneza xaneyên riwekan
Xaneyên riwakan jî mîna yên ajalan bi parzûnek tenik û qayîşokî dorpêçî ne. Lê parzûna xaneyên riwekan bi diwarê xaneyê dorpêçî ye. Dîwarê xaneyê mîna parzûna xaneyê qayîşokî nîn e, loma qelîştoka dabeşbûnê çênabe. Xaneyên riwek bi lewheya dabeşbûnê sîtoplazmayê parve dikin.
Dema hê qonaxa telofazê didome, ji heybera Golgîyê kîsikok çêdibin, mikrotubul van kîsikokana diguhezînin xêza ekvatorî ya xaneyê. Di nav kîsikokan de ji bo dîwarên xaneyê materyel hene. Bi van kîsikokan levheya dabeşbûnê ji navenda xaneyê, ber bi parzûna xaneyê durist dibe û xwe bi parzûne ve dizeliqîne. Êdî lewhe wekî dîwar tê navkirin. Bi vî awayî ji makêxaneyê du xaneyên keçik çêdibin.
*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.







2022/06/17

Pîtîna hêkexaneyê

 



Pîtîn (bi înglîzî: fertilization) karê yekbûna gametên bavan, ango yekbûna navika sperm û hêkexaneyê bo çêbûna weçeyek nû.

Piraniya ajal û riwek tenê bi pirbûna zayendî zêde dibin. Mirov û hemû zîndewerên bi pirbûna zayendî zêde dibin, bi yek xaneyek,bi hêkexaneya pîtandî dest bi jiyanê dikin.
Du bingehên pirbûna zayendî heye, miyoz û pîtîn. Bi dabeşbûna miyozî, ji xaneyên dîploîdî, sperm û hêkexaneyên haploîdî peyda dibe. Bi pîtînê, ferên kromozomên haploîdî yên ji nêr û mêyê tên ba hev û ji xaneya hêkê, xaneyek dîploîdî ango zîgot peyda dibe.
Bi dabeşbûna mîtozî ji zîgotê xaneyên nû peyda dibe bi vî awayî weçeyek (bi înglîzî: offspring) nû geşe dibe diperise.
Du cor pîtîn heye, pîtîna derekî û pîtîna navxweyî.
--Pîtîna derekî--
Pîtîna derekî (bi înglîzî: external fertilization) bi taybetî di nav zîndewerên avî de rû dide. Ajalên ko bi pîtîna derekî pir dibin, endamê cotbûnê (penîs û zê) lixwe nagirin. Pirbûna zayendî ya bejaviyan (bi grekî: amphibian) û piraniya masiyan mînak e bo pîtîna derekî. Ji bo pîtîna derekî divê hawirdor avî be, bi vî awayî hêkexane ziwa û hişk nabe û sperm jî dikare di nav şileyê de ber bi hêkê ve bilive. Beq ji pola bejaviyan e. Beqa mê û nêr gametên xwe (hêk û sperm) bi hemdemî (senkronî) ber didin nav avê, sperm û hêk li derveyî laşên zîndewer, di nav avê de digihîjin hev. Herwisa pirraniya masiyên bihestî jî mîna beqan bi pîtîna derekî pir dibin. Di pîtîna derekî de egera li hev rasthatina hêk û spermê gelek kêm e, loma beqa mê an jî mesiya mê bi hezaran hêk berdide avê. Bi vî awayî egera pîtîna hêkan zêde dibe.
Bi awayekî destkarî pîtîna derekî ji bo pirbûna mirovan jî tê bikaranîn. Ji dê û bavê hêkexane û sperm tên berhevkirin. Hêkexaneyên dayikê û spermên bavê li derveyî laşê dayikê tên pîtandin, paşê çend hêkên pîtandî di malzaroka dayikê de tên çandin û ducaniya asayî dest pê dike.
--Pîtîna navxweyî--
Xişok, balînde û memikdar (şîrder) bi pîtîna navxweyî (bi înglîzî:internal fertilization) zêde dibin. Pîtîn di laşê mêyê de rû dide, loma şansê rastîhevhatina hêk û spermê zêde ye. Xişokên wekî mar û kûsî her carê bi qasê 30 heta 100 hêkan ber didin. Balînde bi gelemperî 4-5 hêk ber didin. Herî kêm şîrder hêk ber didin. Mînak, mirov bi gelemperî tenê yek hêkek ber dide bo pîtînê. Ji ber ko pîtîna hêkê, geşebûn û perisîna korpeleyê di laşê mêyê de rû dide, şansê geşebûna korpeleyê li gor ajalên din zêdetir e.
--Hin taybetmendiyên pîtînê--
• Ajal û riwek bi gelemperî bi pirbûna zayendî zêde dibin. Pîtîn yek ji bingehînên serekî yê pirbûna zayendî ye.
• Hêkexane û sperm wekî gamet tên navkirin û bi dabeşbûna miyozî çêdibin, loma xaneyên haploîdî ne.
• Bi pîtînê, zîgot ji herdu bavan jî kromozom werdigire, loma zîgot xaneyek dîploîdî ye.
• Bi gelemperî qebareya hêkexane ji ya spermê zêdetir e.
• Bi gelemperî hêkexane westar in, ji bo cihguherinê qamçî lixwe nagirin.
• Spermên ajalan qemçî lixwe digirin. Sperm bi alikariya qamçiya xwe, dikare bi awayekî çalak ber bi hêkexaneyê bilive û ajnî bike.
• Gellekî sperm di rêya ber bi hêkexaneyê de dimirin û xwe nagihînin hêkexaneyê, loma ji bo zêdekirina egera pîtînê, di laşê zîndeweran de her car bi milyonan sperm tên derdan.
• Di pîtîna derekî de divê sperm û hêkexane di heman demê de werin derdan.
• Bi pîtînê, weçe ji herdu bavan jî zanyariyên bomaweyî(genetîk) werdigire loma weçe dişibe herdu bavanan.
• Ji bo pîtîna derekî an jî pîtîna navxweyî pêdivî bi avê heye. Ji bo rûdana pîtînê divê hawirdora hêkexaneyê û spermê avî be. Sperm û hêkexane di hawira avî de dikarin bi hêsanî bilivin û cih biguherin. Herwisa di nav avê de hêkexane û sperm ji bandorên neyînî yên hawirdorê tên parastin. Dibe ko ev av bi qasî ava deryayê mezin an jî ji dolopek piçûktir be.
--Pîtîna hêkexaneya mirov--
Di têkiliya zayendî de bi qasî 500 milyon sperm dikeve nav zêyê, lê ji wana tenê bi qasî çend hezar sperm digihîjin cogên hêkê. Hinek ji spermên nav zêyê, di nav 30 heta 60 xulekan de ji zêyê ber bi jor ve tên guhaztin. Sperm ji zêyê derbasî malzarokê dibin, ji malzarokê jî derbasî nav cogên hêkê dibin. Di nav cogên hêkê de, heta beşa nêzikê kotahiya cogê tên guhaztin. Xaneya hêkê û sperm di beşa kûp (ampulla) a coga hêkê de rastê hev tên.Hêkexaneya ji hêkdankê hatiye berdan, dikare bi qasî 24 saet zîndî bimîne û were pîtandin. Loma divê di dema hêkdananê an ji çend saet piştî hêkdananê di coga hêkê de sperm hebin. Sperm dikarin bi qasî 5 rojan di coga hêkê de sax bimînin. Li gor van esasan ji 4-5 roj berê hêkdananê heta çênd saet piştê hêkdananê egera rûdana pîtînê heye. Ango ji bo mirovan, ji her çerxa mehaneyê de tenê 4-5 roj guncav e ji bo ducanmayînê.
Pîtîn yek ji du cogên hêkê de rû dide. Guhaztina sperman bi alîkariya girjbûna masûlkeyên malzarokê û yên cogên hêkê rû dide. Masûlkeyên malzarok û yên cogên hêkê ji ber prostaglandînên nav tovavê han dibin. Herwîsa di dema orgazma mê yê de ji hîpofîza paş a mêyê de hormona oksîtosîn (bi inglîzî: oxytocin) tê derdan, ev hormon jî masûlkeyên malzarok û cogên hêkê han dike bo girjbûnê.
Piştî hêkdananê, hêkexane di nav coga hêkê de, di qonaxa bêdengiyê de ye. Gava parzûnên xaneyê yên sperm û hêkexaneyê digihîjin hev û bi hev ve dizeliqin, dawî li bêdengiya hêkexaneyê tê. Ji endamokên nav hêkexaneyê, kalsiyum tê derdan, bi vî awayî xestiya kalsiyuma nav sîtoplazmaya hêkexaneyê zêde dibe. Kalsiyum dibe peyamber ji bo destpêkirina gelek guhertinan di çalakiya proteînan de.
Hêkexaneya nepîtandî bi pêkhateyên parêzger dapoşrav e. Pêkhateyên parêzger ên hêkexaneyên hemû zîndeweran ne heman e. Wekî mînak hêkexaneya jûjiyê avî (bi înglîzî: sea urchin) bi çînek jelatînî û perdeya vîtellînî (bi înglîzî: vitelline envelope) dapoşrav e. Hêkexaneya mirov û memikdarên din, bi çîna navçeya zelal û çîna xaneyên granuloza dapoşrav e. Ji bo rûdana pîtînê, divê sperm ji nav van pêkhateyên parêzger derbas bibe û bigihîje parzûna xaneyê ya hêkexaneyê. Ango di laşê mirov de, pîtîn bi sê qonaxên serekî rû dide;
1. Vekirina rêka spermê,
2. Yekbûna parzûnên xaneya sperm û hêkê,
3. Yekbûna navikan.
Divê sperm pêşî di nav xaneyên taca tîrojî de derbas bibe, paşê xwe bi navçeya zelal ve girê bide û bi alîkariya enzîmên xwe yên herisê, di nav navçeya zelal de rêkek ve bike ko derbasî nav hêkexaneyê bibe.
Li beşa serî ya spermên mirov de endamokek kîsîkî ya bi navê akrozom (acrosome) heye. Akrozom enzîmên herisê lixwe digire. Di navçeya zelal de wergirên bo girêdana sperman heye. Wergir taybet e ji bo cora zîndewerê. Wekî mînak wergirên bo girêdana spermê yên hekexaneya masîyan û beqan ne yek in. Loma spermê masiyan nikare bi hêkexanya beqê ve were girêdan û pîtîn rû bide. Gava sperm nezîkê çînên parêzgêr dibe, xwe bi van wergiran ve girê dide û ji akrozomê enzîm der dide. Enzîm navçeya zelal têkdişkîne bi vî awayî ji bo derbasbûna spermê, kunikek ve dibe. Sperm di nav kunikê de xwe digihînê parzûna xaneyê ya hêkexaneyê. Parzûna xaneyê ya spermê bi ya hêkexaneyê ve dizeliqe. Ser û navendeparçeya spermê dikeve nav hêkexaneyê, kilik (qamçî) li derve dimîne. Heta pîtinê, hêkexaneya negihîştî di qonaxa oosîta duyem de ye. Hema bi pîtînê re, dabeşbûna miyozî didome, oosîta duyem dabeş dibe, hêkexaneya gihîştî û cemseretena duyem (bi înglîzî: second polar body) peyda dibe. Cemseretena duyem tê avêtin. Bi vî awayî hêkexaneya gihîştî ya bi 23 kromozoman hewla pîtandinê dike. Di heman demê de di nav hêkexaneyêde serê spermê dihele û 23 kromozomên spermê li ba kromozomên hêkê rêz dibin, hêka pîtandî ya bi 46 kromozomî, ango zîgot peyda dibe.Temasa spermê ya bi hêkê, ji bo perisîna korpeleyê, di hêkê de hin karlêkan (reaksiyonan) dide destpêkirin.
Bi kirdara pîtînê, hêkexane li gel 23 kromozomên spermê, sentrozoma spermê jî werdigire. Di nav navendeparçeya spermê de hinek mîtokondrî jî dikevin nav hêkexaneyê, lê hêkexane van mîtokondriyan bi kar naîne û tevlê zîgotê nake. Ango ji nêrê bi navbeynkariya spermê, 23 kromozom û sentrozomek derbasî zîgotê dibe. Li gel 23 kromozoman, hemû endamok, sîtoplazma û xurek ji hekexaneya mêyê derbasî zîgotê dibe. Mîtokondriyên xaneyên mirov kopyayên mîtokondriyên dayikê ne.
--Rêgirtina firespermîyê--
Gava spermek bi parzûna xaneyê ya hêkexaneyê ve dizeliqe, pêvajoya rêgirtina firespermiyê (bi înglîzî: polyspermy) dest pê dike. Bi vê pêvajoyê, rê li ber spermên din tê girtin ko nekevin nav hêkexaneyê.
Bi du rêbazan rê li ber firesperiyê tê girtin.
Bi guherîna cogên sodyumê berbesta yekem a bi lez tê avakirin. Girêdana sperma yekem a bi hêkexaneyê ve, dibe sedema vebûna cogên sodyumê. Sodyum ber bi nav hêkexaneyê diherike û cemseriya parzûna xaneyê hildiweşe, ango berevajîbûna cemsergiriyê (bi înglîzî: depolarization) rû dide. Gava di parzûna xaneyê ya xêkexaneyê de berevajîbûna cemsergirî rû dide, êdî spermên nû nikarin xwe bi hêkexaneyê ve girê bidin. Rebaza yekem a rêgirtina sperman bi lez rû dide, di nav xulekek de cemsergiriya xêkexaneyê disa tê avakirin û rebaza yekem bêbandor dibe.
Di dema berevajîbûna cemsergiriyê de, li gel sodyumê, îyonên kalsiyumê jî diherrikin nav sîtoplazmaya hêkexaneyê. Kalsiyum rêbaza duyem a rêgirtina firespermiyê han dike.
Ji bo rêgirtina derbasbûna sperman, rebaza duyem wekî karlêka tûkilî (bi înglîzî: cortical reaction)tê navkirin.
Li aliyê navî, li nezîkê parzûna xaneyê ya hêkexaneyê de, danikên tûkilî (bi înglîzî: cortical granules) heye. Danikên tûkilî enzîmên taybet lixwe digirin. Piştî sperma yekem bi wergirên ser hêkêxaneyê ve tê girêdan, hêkexane han dibe bo derdena kalsiyumê. Ji retîkûlûma endoplazmî kalsiyum tê derdan, di nav sîtoplazmaya hêkexaneyê de xestiya kalsiyumê zêde dibe. Ji ber xestiya kalsiyume danikên tûkilî enzîmên xwe der didin navbera parzûna xaneyê ya hêkexaneyê û navçeya zelal. Enzîmên danikên tûkilî wergirên bo girêdana spermê hildiweşînin, bi vî awayî spermên nû nikarin xwe bi parzûna xaneyê ya hêkexaneyê ve girê bidin.
Ji bo pîtîna hêkê tenê pêdiviya bi yek spermek heye. Lê di têkiliya zayendî de her carê bi avêtinê bi milyonan sperm di nav zêyê de tên berdan. Gelo çima evqas sperm tên berhemkirin û avêtin?.
Sedema yekem, di laşê mêyê de mirina sperman e.
Coga zaûzê ya mêyê (zê, malzarok û cogên hêkê) hawidorek neguncav e ji bo sperman. pH ya hawirdorê û bergiriya xirokên spî dibin sedema mirina gellek sperman. Herwisa di laşê mêyê de du cogên hêkê heye, lê di her çerxa mehane de bi hêkdananê, tenê yek hêkexane tê berdan. Ango nîvê sperman ber bi coga hêkê ya vala diçin û dimirin. Dawiya dawî ji milyonan sperman tenê çend sed sperm digihîjin hêkexaneyê.
Sedema duyem jî ji bo têkşikestina navçeya zelal e.
Spermek bi tena serê xwe nikare navçeya zelal kun bike û jê derbas bibe. Ji bo derbasbûna spermek divê ji gellek sperman, enzîma akrozomê bêne derdan ku navçeya zelal were têkşikestin.
Gava sperm ji laşê nêrê tên avêtin û di coga zaûzêya mêyê de ne, hê bi têra xwe negihîştî ne û nikarin hêkexaneyê (oosîta duyem) bipîtînin. Divê sperm werin tiwanekirin( bi înglîzî: capacitation). Tîwanekirina sperman di coga zaûzêya mêyê de di çend saetan de pêk tê.
Di dema tiwanekirina spermê de, qatek glîkoproteîn û hin proteîn ji parzûna plazmayê ya ser beşa akrozomê tên avêtin.Bi vî awayî derdana enzîmên akrozomî hêsantir dibe. Her wisa bi tiwanekirinê, çalakiya qemçiya spermê jî zêde dibe, sperm hê bi leztir ber bi hêkexaneyê ajnî dike.
* Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.





 

2022/06/10

Xaneya hêkê

 

    Xaneya hêkê an jî hêkexane (bi înglîzî: egg cell- ovum) xaneya zaûzê ya mêyan e. Xaneya hêkê wekî gameta mêyê jî tê navkirin. Di zimanê latînî de ji bo hêk, peyva “ovum” tê bikaranîn. Ango di xebatên ser biyolojiyê de peyvên “xaneya hêkê (hêkexane), “gameta mêye” an jî “ovum” ji bo heman pêkhateyê tê bikaranîn.
Hêk û hêkexane ne heman pêkhate ne. Gava hêkexane tê pîtîn, û dest bi dabeşbûna mîtozê dike, êdî ev pêkhate wekî hêk tê navkirin. Ango hêkexane ji xaneyek haploîdî pêk tê, lê hêk zîgot an jî korpeleya dîploîdî lixwe digire. Korpele, geşebûn û peresîna xwe bo demek di nav hêkê de didome. Wekî mînak hêkexaneya mirov 23 kromozom lixwe digire, ango hêkexane, xaneyek haploîdî ye. Hejmara kromozomên hêkexaneya mirov wekî (n= 22+X ) tê nîşankirin. Herwisa ji xeynî xaneya hêkê an jî spermê, her xaneyek laş 46 kromozom lixwe digire û wekî (2n = 44+XX) an jî (2n = 44+XY) tê nîşankirin.
Ji bo pirbûnê, hemû ajal û riwek hêkexane dirûst dikin. Hêkexane di hêkdankên zindeweran de, bi dabeşbûna miyozî û perisînê, ji xaneyên çêkerê hêkê peyda dibin. Di laşê mirov de dirûstbûna hêkexaneyê di hêkdankê de dest pê dike, lê gihîştina hêkexaneyê di coga hêkê de bi dawî dibe. Roja 14mîn a çerxa mehaneyê de hêkdanan (bi înglîzî: ovulation) rû dide. Bi hêkdananê hêkexaneya negihîştî ji hêkdankê ber bi coga hêkê tê berdan. Di vê qonaxê dê hêkexaneya negihîştî wekî oosîta duyem tê navkirin. Geşebûn û peresîna oosîta duyem di miyoza duyem a qonaxa metafaza duyem de hatiye rawestandin. Pîtîn oosîta duyem han dike bo domandina miyoza duyem, bi dawîbûna miyozê hêkexaneya gihîştî peyda dibe.
Hêkexane xaneyek taybet e, gava tê çalakkirin, dikare hemû cor xane û şaneyên laşê wêçeyê dirûst bike. Pîtîna bi spermê hêkexaneyê çalak dike, hêkexaneya pîtandî dest bi dabeşbûna mîtozî dike. Bi dabeşbûna mîtozî xaneyên nû peyda dibin. Xaneyên nû geşe dibin û diperisîn bo şane û endamên weçeyê.
Hin caran bêyî pitîn jî hêkexane bi awayek destkarî tê çalakkirin û ji hêkexaneya nepîtandî weçe peyda dibe. Herwisa mêşhingiv, hin corên kêzan, hin corên kurman û hin corên marmêlkeyan (marmarok) jî dikarin ji hêka nepîtandî weçeyên nû çêbikin. Ji hêkexaneya nepîtandî çêbûna weçe, wekî partenogenez tê navkirin.
Hêkexaneya mirov bi bi perdeyên parêzger dapoşrav e. Derveyê parzûna xaneyê ya hêkexaneyê bi pêkhateyêk lîncî û jelatînî ya bi navê navçeya zelal (bi latînî: zona pellucida) pêçayî ye. Li derdora navçeya zelal jî çîna çikildanexaneyan cih digire. Çikildanexane ji xaneyên granuloza pêk tên, rêza çikildanexaneyan wekî taca tîrojî (bi latînî: corona radiata) tê navkirin.
Bi gelemperî qebareya hêkexaneya zindeweran ji spermê zêdetir e, hêkexane li gor xaneyên din, hê pirtir sîtoplazma, endamok û xurek lixwe digire. Herwisa berevajiya sperman, piraniya hêkexane ji bo livînê ji qemçî an jî kulkan bêpar in. Ango hêkexane nikarin bi awayek çalak cih biguherin, loma hêkexaneyên gelemperiya zindeweren hema bi awayek westar li cihê xwe de li benda xaneya zaûzê ya nêrê ye.
Qebareya hêkexaneyê ji bo hemû zindeweran ne heman e. Qebareya hêkexaneya zindewer li gor maweya dabînkirina xureka korpeleyê hatiye diyarkirin.
Heke pêdiviya korpeleyê ji bo xurekên hêkexaneyê ne ji bo demek dirêj be, di hêkexaneyê ev cor zindeweran de di nav kisikê zerikê de (bi înglîzî: yolk sac) bi mêjerek hindik xurek tê embarkirin. Wekî mînak; korpeleyên ajalên avî (mînak: masî) di nav hêkê de pir namînin, piştê demek kurt, ji hêkê derdikevin û xurekên xwe ji hawirdorê dabîn dikin. Loma ne hewceye ko kisikê zerikê hekexaneyên masiyan fireh be, ji ber piçûktiya kisikê zerikê, hêkexaneyên masiyan jî piçûk in.
Ajalên bejayî yên neşîrder (nememikdar) ên wekî balînde (bi înglîzî: bird) û xişok (bi înglîzî reptile) de korpele ji bo demek dirêjtir di nav hêkê de geşe dibe û diperise, divê hêkexane hê pirtir xurek di nav kîsikê zerikê de embar bike, loma qebareya hêkexaneyên mirîşkan an jî kûsiyan ji yên masiyan zêdetir e. Navika hêkexaneya mirîşkê di beşa zerika hêkê de cih digire.
Herwisa hêkexaneyên ajalên bejayî bi alîkariya hin pêkhateyan ji hişkayî an jî gefên hawirdorê tên parastin. Qaşîlê hêkê û spîka hêke mînak in bo van pêkhateyan.
Hêkexaneyên ajalên şîrder (bi înglîzî:mammals) li gor hêkexaneyên balînde û xişokan gellek piçûk e. Di dirêjiya geşebûn û peresînê de korpele di nav malzaroka dayikê de tê parastin. Korpele xurekê bi navbeynkariya plasentayê, ji nav xwîna dayika xwe werdigire, loma kisikê zerikê hêkexaneyên memikdaran piçûk e. Hêkexaneya mirov, xaneya herî gir a laş e ko bê mîkroskop, bi çavên tazî jî xuya dibe. Tîreya hekexaneya mirov bi qasî 0.1 mm ye.
Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.