Celadet Alî Bedîrxan

Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)

2020/03/27

Demax




Demax navê gelemperî ye ji boy pêkhateya nav kilox. Herwisa beşa serekî ya demarekoendama navendî ye. Pir caran ji dewsa demax peyva mejî tê bikaranîn, lê bi eslê xwe mejî beşek ji demaxê ye.
Çêbûna raman, hest, bîranîn, huner û ji hawirdorê agahdarî bûyîna mirov, xavbûn û girjbûna masûlkeyan û livîna mirov bi destê demaxê pêk tê. Lê piraniya xebatê demax ji boy kar û xebata laş û avakirina hevsengiya navîn a laş e.
Giraniya asayî ya demaxê mirovek gehiştî, bi qasî 1400 gram e û 100 bîlyon(mîlyar) demarexane lixwe digire.
Demax ji
-mejî,
-demaxê navê,
-qedê( stûn)demax û ji
-mejikê pêk tê.
Demax di nav hestiyê kiloxê de, ji aliyê perdeyên mejî û şileya mejî-dirkepetik ve dorpêçkirî ye.
Perdeyên mejî û şileya mejî-dirkepetik, valahiya navbera demax û kiloxê tijî dikin.
Şileya demax-dirkepetik ji boy xwedîkirina demaxê, madeyên sûdbexş dabîn digihînin boy xaneyên demax.
Herwiha şileya mejî – dirkepetik mîna balifek destek dide demax û wî ji derbeyên hawirdorê diparêzê.





2020/03/21

Kelênên laşê mirov



Kelên, valahî, kilor, boşayî an jî kortik (bi îngilîzî : cavity) navê malikên hundirê laş e ko mêvandariya endamên laş dike. Peyva valahî an jî boşayî ji boy tişt an jî cihên vala tê bikaranîn, lê bi eslê xwe kelênên laşê mirov ne cihên vala ne, bi endam û şaneyan tijî ne. Kelên endamên laş diparêze û cihê wan di nav laş de sabît dike. Kelên li gor hestiyên derdora wan an jî endamên nava wan tên navkirin. Di nav laşê mirov de du kelênên diyarkirî heye. Kelêna piştê û kelêna pêşî du kelênên herî gir û herî fireh in di laşê mirov de. Ev herdu kelên jî kelênên hîn piçûktir lixwe digirin, loma em dikarin bibêjin ko di laşê mirov de pênc kelênên serekî heye.
Kelêna piştê
Kelêna piştê beşa kiloxekelênê lixwe digire. Kiloxekelên bi hestiyên kilox dorpêçî ye demax di nav kiloxekelên de cih digire.
Beşa duyema kelêna piştê, dirkekelên e. Dirkekelên di nav hestiyên birrbirre de cih digire. Dirkepetik di nav dirkekelênê de ye. Kiloxekelên û dirkekelên bi perdeyên mejî dapoşî ne.
Kelêna pêşî
Kelêna pêşî, singekelên, zikekelên û hewzekelênê lixwe digire. Kelêna pêşî firehbûn û tengbûna endaman hêsan dike. Wekî mînak; pişik, gede, kîsikê mîzê bi awayek serbest dikarin fireh bibin an jî teng bibin bê ko tu ziyan bigihîje endam û şaneyên der dora wan.
Singeklên bi hestiyên parsû dorgirtiye. Pişik, dil û soriçik di nav singekelênê de cih digirin. Herwiha singekelên, lûleyên xwînê û beşek ji koendama lîmfê jî lixwe digire.
Navpençik singekelênê ji zikekelênê cihê dike.
Pirraniya zikekelênê jî wekî mîna singekelenê, bi hestiyên parsû dorpêçî ye. Gede, rûvî, kezeb, kîsikê zeravê, gûrçik, mîzkêş(cogên mîzê) û pankreas endamên nav zikekelênê ne. Rûyê zikekelênê bi perdeya perîtonê (bi îngilîzî: peritoneum) dapoşî ye.
Hewzekelên endamên zawzê(zayend), kîsîkê mîzê, û tortorikê li nav xwe digire.



2020/03/18

Dirkepetik



Dirkepetik, striya bendik, mêjiyê piştê an jî mejûyê marîpiştê.
Dirkepetik gurzek şaneya demare ye di nav hestiyên birrbirrê de, ji qedê demax dirêj dibê heta jêrê qefesa singê. Dirkepetik, di navbera demax û demarekoendama çêwê de navbeynkariya ragihandinê dike(.
Pêkhateya dirkepetikê
Dirêjiya dirkepetikê bi qasî 45 cm ye.Birgeha panî(bi înglîzî: cross section) ya dirkepetikê bi du çînî ye. Çîna derve bi rengê spî, çîna navî jî bi rengê gewr e.
Dirkepetik jî wek mîna demax, bi sê perdeyan ve pêçandî ye. Ev hersê perde wekî perdeyên mejî (bi latînî: meninges) tê navkirin. Kulbûna van perdeyan a ji ber hokarên nexweşiyê, wekî nexweşiya menenjît tê navkirin. Navbera perdeyên mejî bi bi şileyek ve tijî ye, navê vî şileyê, şileya “mejî-dirkepetik” e( bi îngilîzî:Cerebrospinal fluid). Şileya mejî-dirkepetik wekî mîna balîfek(balgih)destek dide demax û dirkepetikê. Dirkepetik di nav hestiyên birrbirrê de cih digire lê hem bi demax ve hem jî bi navbeynkariya demarexaneyên dirkê, bi demarekoendama çêwe ve girêdayî ye. Loma ji hemû beşên laş ragihandin werdigire û dişîne demax, an jî ragihandinên ji demax dişîne masûlke û rijênan. Aliyê pêşî yê dirkêpetikê wekî zik (bi îngilîzî: ventral) aliyê paşî jî wekî pişt (bi îngilîzî: dorsal)tê navkirin. Tewere û laşexaneyên pîştê, bi gelemperî ragihandinên hestê ji laş ber bi demax ve diguhazînin. Di navenda dirkepetikê de cogek heye. Coga navendî ya dirkepetikê bi şileya mejî-dirkepetikê tijî ye.
Madeyê gewr
Beşa gewr wekî madeyê gewr tê navkirin. Madeyê gewr ji tewereyên bê maylînî, laşê demarexaneyan û xaneyên glîa pêk tê. Madeyê gewr bi madeyê spî dorpeçî ye. Şeweyê beşa gewr dişibe perperperokê, an jî pîta H yê. Beşa gewr li gel hin beşên demarexaneyên hestê û livînê, demarexaneyên navê lixwe digire. Demarexaneyên navê, demarexaneya hestê bi demarexaneya livînê ve girê dide.
Madeyê gewr ji hinek beşan pêk tê, her beşek madeyê gewr wekî şax tê navkirin. Şax li kîjan aliyê beşa gewr be, li gor wê derê tê navkirin. Şaxên piştê ji boy girtin û ragihandina hestan kar dikin. Şaxên zikê erkê kar radigihîne boy peykeremasûlkeyan. Şaxên tenîşite (kêlek) navenda serekî ye ji boy beşa sîmpasavî ya demarekoendama xweyî.
Erkê xaneyên beşa gewr;
-Demarexaneyên hestê yên li beşa gewr ji koendama çêwe ragihandin werdigrin.
-Demarexaneyên livînê,ragihandinan diguhazine ji boy masûlkeyên peyker
-Demarexaneyên navê ji boy çêbûna refleksan, demarexaneyên hestê bi demerexaneyên livînê ve girê dide.

Madeyê spî
Beşa spî ya dirkepetikê ji tewereyên bi maylînî pêk tê. Rîşalên(tewere) demarexaneyên hestê ji laş ber bi demax ve rişalên demarexaneyên livînê jî ji demax ber bi laş ve dirêj dibin. Herwiha rîşalên demarexaneyên navê jî di nav madeyê spî de cih digire.
Beşên madeyê spî li gor stûnan(bi îngilîzî:column) tê polenkirin. Di nav van stûnan de rîşalên koendama demarê yên ber bi demaxê hildikêşin, ji endamên hestê ragihandinên hestê diguhazînin ji boy demaxê. Herwîsa stûnên ji demaxê dadikêşin ji boy masûlkeyan sinyalên livînê diguhazînin. Di navbera herdu şaxên piştê yên madeyê gewr de, stûnên piştê heye. Di navbera herdu şaxên zikê de, stûnên zikê cih digirin. Li herdu aliyên madeye spî ya dirkepetikê de di navbera şaxên pişt û zikê de, stûnên tenîştê heye. Stûnên piştê ji tewereyên hilkêşayî pêk tê. Stûnên zikê û tenîştê hem tewereyên hilkêşayî, hem jî yên dakêşayî lixwe digirin.
Dirkepetik navenda kontrolkirina refleksên livînê ye. Heke mirov bê zanetî destê xwe bide ser tiştek pir germ, di heman demê de bê hemdê xwe destê xwe ji wir dikişîne, ev bertek wekî refleksa livînê tê navkirin. Refleks( perçekirdar) bersîvên xweyî ne li dij kartêkiran.Refleks ne li bin bandora demax, lê di bin kontrola dirkepetikê de çê dibin.