Celadet Alî Bedîrxan

Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)

2023/02/28

Têkçûna bomaweyî di sîfeta laşî ya zal de

 

    
    Têkçûna bomaweyî ya ko ji ber allelek zal a li ser kromozoma laşê peyda bûye, wekî têkçûna sîfeta laşî ya zal (bi înglîzî: autosomal dominant disorder) tê navkirin.
    Di zanyariyên bomaweyî (genom) ya mirov de, rûdana yek an jî zêdetir neasayîbûn, xwe wekî têkçûna bomaweyî nîşan dide. Têkçûnên bomaweyî yên laşî ji ber tekçûna genên li ser kromozomên laşê, ango ji ber têkçûna genên li ser yek ji 22 kromozomên homolog rû dide.
    Gava têkçûnek bomaweyî ji bavanek an jî ji herdu bavanan derbasî weçeyê dibe, ev rewş bi gelemperî wekî nexweşiya bomaweyî tê navkirin. Lê hemû tekçûnên bomawayî li mirov nexweşi peyda nakin. Hin tekçûn, wekî neasayîbûnên bomaweyî, di rûxsarebabeta weçeyan de xuya dibe. Wekî mînak, hin caran zarok ne bi pênc lê bi şeş tilî jidayik dibin. Mirovên destê wan bi şeştilî, nexweş nin in, lê hêjmara tiliyên wan neasayî ye.
    Pirraniya sîfetên mirov di genên li ser kromozomên lêkçû(homolog), an go li ser kromozomên laşê de cih digirin. Ji bilî kromozomên X û Y, hemû kromozomên xaneyê, wekî kromozomên laşê tên navkirin.
    Sîfetên bi kromozomên laşê (bi înglîzî: autosomes) ve girêdayî, wekî sîfetên laşî tên navkirin. Ji ber ko kromozomên laşê di mê û nêran de wekhev in, tekçûnek di sîfetên laşî, di herdu zayendê de bi heman rêjeyê der dikeve.
Sîfetên li ser laşekromozomên nêr û meyan heman in. Ango dibe ko tekçûn ji bavanê nêr, ji bavanê mê an jî ji herduyan derbasî weçeyan bibe. Dibe ko sîfetek laşî zal an jî bezîw be.
    Ji ber ko têkçûna sîfeta laşî ya zal (bi înglîzî: autosomal dominant), dikare tenê bi yek genek jî xwe di rûxsarebabetê de xuya bike, ne hewceye ko herdu bavan jî vê sîfetê lixwe bigirin, ji ber ko ji allela zal pêk tê, sîfeta têkçûyî ji bavanek tûşbûyî (bavanek dureg), bi egera %50yê derbasî weçeyan dibe. Ango kesê bi têkçûna bomaweyî ya sîfeta laşî ya zal in, herî kêm allelek wî/wê têkçûyî ye.
Heke li kesek de têkçûna sîfeta laşî ya zal hebe, herî kêm di bavanek wî/wê de jî heman têkçûna bomaweyî heye. Ango heke zarokek bi şeştilî be, divê mitleq herî kêm bav an jî diya wî jî şeştilî be.
--Hinek mînakên têkçûnên sîfetê laşî yên zal--
Nexweşiya Huntington
Ev nexweşî cara pêşîn di sala 1872 de ji aliyê bizîşkê Amerîkî George Huntington ve hatiye pêhesîn û şîrovekirin, loma navê wî li nexweşiyê kirine.
Gena berpirsiyarê nexweşiya Huntington li ser milê kurt ê kromozoma çarem de cih digire.Di allela asayî de nukleotidên Sîtozîn (C),Adenîn (A) û Guanîn (G), li ser kromozomê 6 heta 35 caran dubare dibe.Di allela mutant (allela rastê mutasyonê hatiye) de nuleotîdên CAG 40 heta 150 car dubare dibin. CAG asîda amînî ya glutamînê kod dike. Zincîra glutamînê proteînê “huntingtin” peyda dike. Di nexweşiya Huntington de ji ber têkşikestina beşên mejiyê, şiyana fikirîn, peyvîn, û livîna kesê nexweş têk diçe. Bi gelemperî bandora nexweşiyê ji temenê 40 saliyê şûnve di mirov de xuya dibe.
Bejnbihustî
Têkçûnek bomaweyî jî di sîfeta bejna mirov de rû dide. Corek bejnbihustî ya bi navê “bejnbihustiya akondroplastîk” (bi înglîzî:achondroplastic dwarfism) bi allela zal ji bavan diguhaze bo weçeyan. Herwisa dibe ko têkçûn, di dema miyozê de ji ber mutasyona di hêk an jî spermê de rû bide.
Kesên bi têkçûna bejnbihustî ne, serê wan gir e, mil û lingê wan kurt e, tilî û pêçiyan wan kurt e.
Hebûna şeş tilî
Hejmara asayî ya tiliyên dest û pê yên mirov pênc e. Li hin caran ji ber têkçûna bomaweyî, dibe ko mirovên bi şeştilî (bi înglîzî: polydactyly) peyda bibin. Di kesên bi şeştilî de, tiliya zêde li aliyê tiliya qilîç an jî li aliyê tiliya beranê der dikeve.




* Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.







2023/02/19

Tomara reçelek

 

  


    Tomara reçelek an jî tomara dûndeyî (bi înglîzî:pedigree chart) hêlkariyekê taybet e ji bo çavderîkirina sîfetek diyarkirî an jî nexweşiyek bomaweyî di dirêjiya çendin nifşên xêzanek de.

    Tomara reçelek,di xêzanek (malbat) de, ji bavanan ber bi weçeyan, rêbaza guhaztina sîfetek bomaweyî rava dike.
    Bomawezaniya mirov de, ji bo şopandina bomaweya sifetên taybet an jî bo nexweşiyên bomaweyî tomara reçelekê tê bikaranîn. Bi bikaranîna tomara reçelekê di weçeyê de egera çêbûna bomawebabet û rûxsarebabetek taybet dikare were hesabkirin. Herwisa ji bo şecereya (binemal) ajalên wek hesp, kûçik (se) hvd jî tomara reçelek tê bikaranîn.
Di tomara reçelek de hin nîşanên (hêma) taybet tên bikaranîn.
    Di hêlkariya tomara reçelekê de, hêmaya xelek (bazin), zayenda mêyê, hêmaya çargoşe jî zayenda nêrê destnişan dike.
    Heke xelek vala be ango nava xelekê nehatibe reşkirin, ev xelek ji bo mêya ko allela diyarkirî lixwe nagire, tê bikaranîn. Ango heke navenda xelekê nehatibe reşkirin, ew mê allela diyarkirî an jî nexweşiya ko tê lêkolînkirin di rûxsarebabeta xwe de nîşan nade. Ji wê mêyê re tê gotin mêya asa an jî mêya sax.
    Heke nava xelekê bi nîvî hatibe reşkirin, ev hêma nîşana mêya hilgir e. Ango mê allela diyarkirî an jî nexweşiya diyarkirî lixwe digire. Lê ji ber ko ev allel bezîw e, bomawebabeta mêyê ji bo wê sîfetê dureg e,û sîfet di rûxsarebabeta mê yê de xuya nabe, mê wekî mêya asa xuya dibe. Eger heye ko mêya hilgir ew allela bezîw a sedema nexweşiyek an jî taybetmendiyek bomaweyî, biguhazîne weçeyên xwe. Di rewşek wiha de, dibe ko ji mêyek hilgir a sax, weçeyên hilgir an jî heke allel li ser kromozoma X-ê be, kurên nexweş peyda bibin.
    Xeleka nava wê bi tevahî hatiyê reşkirin, wekî mêya tûşbûyî an jî mêya nexweş tê navkirin. Ango allela ko tê lêkolînkirin li ser kromozomên mê yê de cih digirin bandora allelan rûxsarebabetê de xuya dibe. Ango heke allela tê lêkolînkirin, allelek nexweşiyê be, vê gavê nexweşî di mêya tûşbûyî de peyda dibe, û mê jî wekî mêya nexweş tê navkirin.
    Di tomara reçeleka xêzanê de endamên nêr jî bi heman awayê tên polenkirin. Çargoşeya vala ya nehatiye reşkirin, wekî nêrê asa an jî nêrê sax tê navkirin. Nêrê asa allela ko tê lêkolînkirin lixwe nagire.
    Çargoşeya bi nîvekî hatiye reşkirin nîşana nêrê hilgir e. Nêrê hilgir, allela diyarkirî an jî allela nexweşiyê lixwe digire lê di rûxsarebabetê de nade xuyakirin. Loma nerê hilgir ji bo wê nexweşiyê sax e. Dibe ko allela nexweşiyê ji nêrê hilgir biguhaze weçeyan.
    Çargoşeya hundirê wê bi tevahî hatiye reşkirin, wekî nêrê tûşbûyî an jî nêrê nexweş tê navkirin. Bandora allela tê lêkolînkirin, di rûxsarebabeta nêrê nexweş de xuya dibe.
    Hêla asoyî ya nêrê bi mêyê ve girê dide, wekî hêla hevsergîrî tê navkirin. Hêla ko ji hêla hevsergîriyê ber bi weçeyan ve dirêj dibe, wekî hêla çêbûna weçeyan tê navkirin.
    Di tomara reçelekê de nifşên xêzanê bi jimarên romê, wekî I,II,III,IV û hvd tên nîşankirin.
*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdi jî hat zêdekirin.

2023/02/15

Fire allelî

 



    Fire allelî (bi înglîzî: multiple alleles), di koma corek zîndeweran de ji bo sîfetek diyarkiri, hebûna sê an jî zêdetir çeşîdên allelan e.
    Di xaneyên dîploîdî de her gen du allel lixwe digire, her allelek li ser kromozomên lêkçû de di xalên taybet (lokûs) ên li hemberî hev de cih digire. Gregor Mendel di xebatên xwe yên li ser riweka polkeyê de sîfetên xwediyê du genên cîgir (allel) bi kar anîbû. Loma ji Mendel wetrê zîndewer, ji bo sîfetek diyarkirî herî zêde du allelên cuda lixwe digirtin.
    Îro êdî em dizanin ko herçiqas zindewerek diploîdî, ji bo her sîfetek (gen) diyarkirî du allel lixwe bigire jî, di rewşa fire allelî de, di koma cora wê zîndewerê (populasyon) de ji bo heman genê, çeşîdên allelan ji duduyan zêdetir e. Ango di encamê xebatên Mendel de ne xeletî, lê kêmasî hebû.
    Bi gelemperî hejmara allelan li gor rêzikên li jêr tê rêvebirin.
- Gamet (xaneya hêkê an jî sperm) ji bo her sîfetek yek cor allel lixwe digire.
-Zîndewerek an jî xaneyek dîploîdî ji bo her genek (sîfet) du allel lixwe digirin. Dibe ko herdu allel wekhev bin an jî ji hev cuda bin.
-Koma corek zîndeweran (populasyon) ji bo sîfetek dibe ko du an jî pirtir allelên cuda lixwe bigirin.
    Sîstema ABO ya komeleya xwînê, mêşê mêweyê (bi înglîzî:fruit fly) de çêbûna rengê çav, çêbûna rengê pûrt di pisîkan de û di hin corê kîvroşkan de çêbûna rengê pûrt, hin mînakên ji bo fire alleliyê ne.
--Di sîstema ABO-yê de çêbûna komeleyên xwînê --
    Li gor sîstema ABO-yê, di koma mirovan de komeleya xwînê çar cor e (A, B, AB û O) û ji aliyê sê allelan ve tê kontrolkirin. Di mirovek de ji van hersê allelan herî zêde du allelên ji hev cuda heye.
    Gena (allel) komeleya xwînê diyar dike, şîfre dide bo çalakiya enzîman ko karbohîdratan bi proteînên ser rûyê xirokên sor ve girê bide. Bi yekbûna karbohîdrat û proteînan, pêkhateya glîkoproteîn peyda dibe.
Molekulên glîkoproteînî, ji bo dijetenên nav plazmaya xwîna mirov, wekî madeyek dijepeydaker e. Komeleya xwîna mirov jî li gor hebûn an jî tunebûna van dijepeydakerên li ser rûyê xirokên sor, diyar dibe.
    Gena ko şîfre dide enzîmên bo komeleya xwînê, bi tîpa I tê nîşankirin. (Isohemagglutinin : navê dijetenên nav plazmaya xwînê di sîstema ABO a xwînê de. Bi dijepeydakerên ser rûyê xirokên sor ve xwe girê didin û xwînê dimeyînin).
Sê allelên vê genê heye; IA,,IB û IO. Allela IA li ser xirokên sor de zedekirina galaktozamînê dabîn dike. Allela IB li ser rûyê xirokên sor de galaktozê dide girêdan. Allela IOli ser xirokên sor karbohîdrat nade zêdekirin. Kromozomê mirovek ji van hersê allalan tenê dikare du allel werbigire.
    Dibe ko ji bo komeleya xwînê, allelên mirovek yek ji van cotan be IA IA, IB IB, IA IB, IA IO, IB IO, IO IO . Ango di koma mirov de ji bo komeleya xwînê 6 bomawebabet heye, lê kesek (mirovek) ji van şeş bomawebabetan, tenê yekî lixwe digire.
Herwisa Allala IA û IB hevzal in û ev herdu allel li ser allela IO zal in. Li gor vê rewşê, di koma mirovan de ji bo komeleya xwînê 4 rûxsarebabet heye.
Kesen ko allelên IA IA an jî IA IO lixwe digirin, komeleya xwîna wan A ye.
Kesên ko bi allelên IB IB an jî IB IO ne, komeleya xwîna wan B ye.
Kesên ko allelên IA IB lixwe digirin, komeleya xwîna wan AB ye.
Heke mirovek allelên IO IO lixwe bigire, vê gavê komeleya xwîna wî O ye.
*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.










2023/02/08

Hevzalbûn

 



    Hevzalbûn (bi înglîzî: codominace) rewşa ko rûxsarebabeta bavanên yekreg bi hev re di rûxsarebabeta weçeyên dureg de xuya dibin. Di weçeyan de xuyabûna rûxsarebabetên bavan ne bi awayekî têkilê hev û navincî, lê bi awayekî belekî xuya dibin.
    Hevzalbûn di riwek û ajalan de rewşek bomaweyî ye ko du allelên cuda yên heman sîfetê di rûxsarebabeta weçeyan de bi heman rêjeyê xuya dibin. Ango herdu allel jî her wekî allela zal dixebitin, lê bi eslê xwe di navbera van allelan de zalbûn û bezîwbûn tune. Di hevzalbûnê de rûxsarebabeta weçeyan, rûxsarebabeta herdu bavanan jî lixwe digire.
    Di mirov de sîstema MN ya komeleya xwînê mînak e bo hevzalbûnê. Sîstema MN ya xwînê ji aliyê du allelan,allelên M û N ve tê birêvebirin. Kesên ko herdu allelên wî M ye, li ser xaneyên xirokên sor ên wan de dijetena M heye. Kesên ko herdu allelên wan N ye, li ser xirokên sor ên xaneyên xwîna wan de dijetena N heye. Ango kesên bi komeleya M an jî N yekreg in. Kesên dureg, ango kesên allelên M û N lixwe digin, li ser xirokên sor ê xaneyên xwîna wan de herdu dijenten, dijetena M û dijetena N cih digire.
Herwisa di sîstema AB0 a komeleya xwînê de allelên A û B jî hevzalê hev in. Heke weçe ji bavanek allela A, ji bavanê din jî allela B werbigire, vê gavê komeleya xwîna weçeyê wekî AB tê navkirin.
    Hevzalbûn li gel mirovan, di riwekan de, di dewar, mirîşk û ajalên din de jî tê dîtin. Mînak heke çêlekek reş bi gayek spî re cot bibe, golikêk belek a reşûspî peyda dibe. Rengê golikê rengê herdu bavanan jî lixwe digire.
    Heke weçeyên F1 ên ko di rûxsarebabeta xwe de hevzalbûn nîşan didin, werin cotkirin, ji van bavanên dureg, weçeyên(F2) yekreg û dureg peyda dibin. Rêjeya rûxsarebabetê di weçeyên nifşa duyem de bi aweyekî 1:2:1 peyda dibe. Herwisa bomawebabeta weçeyên duyem jî her wekî lêkdana tekeduregbûna bomaweyiya Mendelî, bi rêjeya 1:2:1 peyda dibe.
       Rûxasarebabeta weçeyê, cudahiya di navbera hevzalbûn û zalbûna netemamê nîşan dike. Di zalbûna netemam de, rûxsarebabeta weçeya dureg, navinciyê bavananên yekreg e. Lê di hevzalbûnê de, rûxsarebabetên herdu bavanên yekreg,rasterast di rûxsarebabetê weçeyên dureg de xuya dibe.
    Mînak ji bo zalbûna netemam: bi lêkdana riweka kulîlksor a yekreg bi ya kulîlkspî ve, hemû weçeyên yekem (F1) bi renge kûlîlkpembeyî peyda dibin. Pembeyî rengê navencî ye di navbera sor û spî de.
Mînak ji bo hevzalbûnê: bi lêkdana riweka kulîlksor a yekreg bi ya kulîlkspî ve, hemû weçe (F1) bi kulîlkên belek,bi renge sorûspî peyda dibin. Ango rengê herdu bavanan jî di rûxsarebabeta weçeyê de xuya dibe.
*Ev xebat li ser wikipediyaya kurdî jî hat zêdekirin.







2023/02/05

Zalbûna netemam

 



    Bi lêkdana bavanên yekreg ên ko ji bo sîfetek diyarkirî rûxsarên wan dijhev in, peydabûna weçeyên dureg ên bi rûxsarebaeta navencî ya bavan, wekî zalbûna netemam (bi înglîzî: incomplete dominance) tê navkirin.
    Li gor bomaweya Mendelî, her sîfetek bi du allelan diguhazê weçeyê. Heke herdu allel ne wek hev bin, di navbera allelên sîfetê de pêwendiya zalbûn û bezîwbûnê çêdibe. Ango heke weçê ji bo sîfetek diyarkirî dureg be, allelek li ser allela din zalbûna tam ava dike û di rûxsarebabeta weçeyên yekem (F1)de xuya dibe. Rûxsara allela bezîw jî di weçeyên yekem de veşartî dimîne. Ev rewş wekî qanuna zalbûnê (bi înglîzî: law of dominance) tê navkirin. Di riweka polkeyê de 7 sîfetên ko Mendel li ser wan taqîkarî kir, ji bo her sîfetê, ji cota allelên cuda yek zal a din jî bezîw bû.
    Di zalbûna netemam de, di weçeyên dureg de, ji herdu allelan yek li ser a din zal nîn e, loma rûxsarebabeta weçêya dureg, navinciyê rûxsarebabeta herdu bavanên yekreg e.
    Her çiqas guhaztina hin sîfetan bo weçeyê li gor qanuna zalbûnê rû bide jî, ev qanun ne ji bo hemû sîfetên ajal û riwekan e. Xebatên li ser bomaweya sîfetên gellek zîndeweran daye nîşankirin ko cota allelên cuda yên bo heman sîfetê, dibe ko li hember hev zalbûnek temam nîşan nedin.
    Sîfetên wekî pileya (perde) dengê mirov, rengê çavê mirov û xingaliya porê mirov hin mînak in ko bi zalbûna netemam ve tên birêvebirin. Herwisa di hin cor pisîkan de dirêjiya kilikê (doçik), di hin cor mirîşkan de çebûna rengê pûrtê û di hin riwekan de çêbûna rengê kulîlkê jî mînak in bo hin rûxsarebabetan ko bi zalbûna netemam tên rêkxistin..
--Zalbûna netemam di riweka berêvarê de--
    Riwekek kulîlkdar heye, wekî riweka berêvarê an jî riweka saet çar (bi înglîzî: four-o’clock plant) tê navkirin. Ev riwek kulîlkên xwe dema esrê, nêzikê evarê ve dike, kulîlk heta serê sibehê vekîrî dimînin. Bi roj kulîlkên vê riwekê girtî ne.
    Bomawezanist û riweknasê Almanî Carl Correns di sala 1905ê de di riweka berêvarê de zalbûna netemam keşf kir.
Di riweka berêvarê de guhaztina sîfeta rengê kulîlkê ne li gor bomaweya Mendelî rû dide. Di kulîlka berêvarê ya dureg de, di navbera herdu allelan de zalbûn û bezîwbûn rû nade. Rengê kulîlka weçeyê bi zalbûna netemam diyar dibe. Di riweka berêvarê de ji bo rengê kulîlkê, rûxsarebabetên hevdij ên yekreg ên herdu bavanan jî bandor li ser çêbûna rûxsarebabeta weçeyan dike. Kulîlkên Weçeyên F1ê bi rûxsarebabeta navincî peyda dibe. Ango rûxsarebabeta weçeyan ji ya bavanan cuda ye. Di zalbûna netemam de rûxsarebabetên nû peyda dibe.
    Di riweka berêvarê de kulîlka sor û kulîlka spî yekreg in. Heke riweka kulîlksor bi perîna xweyî were lêkdan, hemû weçeyên yekem(F1) bi kulîlkên sor peyda dibin. Heke riweka berêvarê ya kulîlk spî bi perîna xweyî were lêkdan, vê gavê hemû weçeyên yekem bi kulîlkên spî peyda dibin. Bi lêkdana riweka kulîlksor bi ya kulîlkspî ve weçeyên pembeyî yên dureg peyda dibin. Rengê pembeyî rûxsarebabeta navencî ye.
    Heke di navbera weçeyên yekem ên bi kulîlkpembeyî de lêkdan rû bide, vê gavê weçeyên duyem (F2) ên bi 1/4 kûlîlkên sor, 1/4 kulîlkên spî û 2/4 kûlîlkên pembeyî peyda dibin. Ango rengê spî û sor di weçeyên yekem de têkilê hev nabin. Di pêvajoya lêkdana duyem de di dema çêbûna gametan de, allelên weçeyên yekem li gor qanuna dabeşkirina serbixwe ji hev cihê dibin û belavê gametan dibin.
    Di bomaweya Mendelî de, ango di zalbûna temam de de rûxsarebabeta weçeyên duyem 3: 1 e. Lê di zalbûna netemam de rêjeya rûxsarebabeta F2(weçeyên duyem) 1:2:1 e, ango ne du cor lê sê cor rûxsarebabet peyda dibe. Di zalbûna netemam de rêjeya rûxsarebabet û ya bomawebabetê heman e.
    Di zalbûna netemam de tenê allelek ji bo diristkirina proteînan kar dike, allela din neçalak e.
Allela bo rengê sor ji bo berhemkirina pîgmenta sor, diristbûna proteînên pêwist rêk dixe. Di riweka sor de cotek allel kar dikin bo berhemkirina pîgmenta sor. Di kulîlka spî de cotek allelên neçalak heye, pîgment nayê berhemkirin loma kulîlk bi rengê spî xuya dibin.
Di weçeyên dureg de %50yê proteînan ji aliyê allela bo rengê sor ve tê diristkirin. Ji ber ko allela din neçalak e, mêjera proteîn ji bo berhemkirina pîgmenta sor têr nake, loma rûxsarebabeta weçeyên dureg bi rengê pembeyî peyda dibe.
* Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.



2023/02/01

Lêkdana coteduregbûn

 


    Lêkdana di navbera du bavanên yekreg ên bi rûxsarên cuda bo du sîfetan, wekî lêkdana coteduregbûn (bi înglîzî: dihybrid cross) tê navkirin.
Di lêkdana coteduregbûnê de bomaweya du sîfetên cuda tê çavderîkirin. Ji bo lêkdana coteduregbûnê, du lêkdan tên sazkirn. Di qonaxa yekem de bavanên yekreg ên bi rûxsarebabata zal û bezîw tên lêkdan. Ji lêkdana yekem weçeyên dureg ên bi rûxsarebabeta zal peyda dibin. Lêkdana duyem di navbera weçeyên yekem ên dureg de rû dide. Weçeyên yekem bi perîna xweyî tên cotkirin bo bidestxistina weçeyên duyem(F2)
Xebatên li ser lêkdana coteduregbûnê, cara pêşîn ji aliyê Gregor Mendel ve hatin birêvebirîn. Mendel di xebatên xwe de ji heft sîfetên polkeyê her carê du sîfet bi kar anî. Di xebatên Mendel de bavan ji bo herdu sîfetên diyarkirî yekreg bûn lê rûxsarebabetên bavanan ji bo herdu sîfetan ji hev cuda bû. Ango Ji bo herdu sîfetên diyarkirî, bavanek yekreg û bi rûxsarebabeta zal bû, bavanê din, yekreg û bi rûxsarebabeta beziw bû.
Wekî mînak, ji bo çavderîkirina çawaniya guhaztina sîfetên rengê tovê û rûyê tovê di riwekên polkeyê de, Mendel polkeya yekreg a tovê wê zer (tovzer) û rûyê tovê wê lûs (tovlûs), bi polkeya yekreg a tovê wê kesk (tovkesk) û rûyê tovê wê qurmiçî (tovqurmiçî) ve lêk da.
Bomawebabeta riweka tovzer û tovlûs (AABB), bomawebabeta rîweka tovkesk û tovqurmiçî jî (aabb) ye. Ji riweka bi rûxsarebabetê zal, yek cor gamet peyda dibe (AB). Ji riweka bi rûxsarebabeta bezîw jî yek cor gamet (ab) peyda dibe.
Bi pîtîna gametên AB X ab, weçeyên yekem (F1) peyda dibe. Mendel dît ko hemû weçe bi rûxsarebabeta zal a tovzer û tovlûs bûn. Mendel têgihîşt ko bomawebabeta wan AaBb ye, ango hemû weçeyên yekem ji bo herdu sîfetan jî dureg bûn.
Mendel tovên weçeyên dureg çand û di polkeyên nû de perîna xweyî rû da. Li gor qanuna cudabûnê (bi înglîzî:law of segregation ), ji bo weçeyên duyem (F2) her gamet li gel allela (A) an (a), allela (B) an jî (b) lixwe digire. Loma di lêkdana duyem de ji bo çêbûna weçeyên duyem, ji her bavanek AaBb, çar cor gamet (AB,Ab,aB,ab) peyda dibe(---6). Allelên F2 bi 16 awayên mimkin dikarin werin cem hev.
Mendel bi taqiyên lêkdana coteduregbûnê, ji bavanên du rûxsarebabet, di weçeyên duyem (F2) de tovên bi çar cor rûxsarebabet bi dest xist. Rêjeya rûxsarebabetên tovan: 9 lûs û zer : 3 lûs û kesk : 3 qurmiçî û zer : 1 qurmiçî û kesk bû. Ango dema bala xwe bidî rûxsarebabetên herdu sîfetan,encam wekî mîna lêkdana tekeduregbûnê ye, ji bo her sîfetek rêjeya rûxsarebabet dîsa 3 :1 e.
Ji vê ceribandinê, mendel dît ko di weçeyên F2 de neh bomawebabetên cihêreng hene ko bi rêjeya 1 AABB: 2 AABb: 1 Aabb: 2 AaBB: 4 AaBb: 2 Aabb: 1 aaBB: 2 aaBb: 1 aabb pêk tên. Mendel heman taqîkirinê bi cotên hemû sîfetên din ên riweka polkeyê jî kir. Her carê, cihêbûna sîfetan di weçeyên duyem (F2) de bi rêjeya rûxsarebabeta 9:3:3:3 rû dida(--6).
Di weçeyên duyem de (F2) du rûxsarebabetên nû peyda bibû. Rûxsarebabeta tovzer û tovqurmiçî û rûxsarebabeta tovkesk û tovlûs. Ango her sîfet serbixwe hema mîna lêkdana tekeduregbûnê (bi înglîzî: monohîbrîd cross) allalên xwe diguhezîne weçeyan. Allelên rengê tovê û allelên rûyê tovê bi awayekî serbixwe dabeşê gametan dibin. Guheztina allelan bo sîfatek, bandor li ser guhaztina allelên sîfeta duyem nake.
Zanyariyên ko Mendel ji taqiyên lêkdana coteduregbûnê bi dest xist, îro wekî “qanuna dabeşkirina serbixwe”(bi înglîzî: law of independent assortment) tê zanîn.
Qanûna dabeşkirina serbixwe diyar dike ko her cotek allelên kromozomên lêkçû, ji bo diristbûna gametan di qonaxên metefaz û anafaza yekem a dabeşbûna miyozê de , bi awayekî serbixwe tên hemberê hev û ji hev cihê dibin. Dabeşkirina serbixwe ya allelan dibe sedema çêbûna çeşîddariya bomaweyî di navbera nifşên nû de.
Îro em dizanin ko rêjeya rûxsarebabeta 9 : 3 : 3 : 1 ya lêkdana coteduregbûnê bi hebûna sê şertan rû dide.
1. Divê bavan ji bo sîfetên diyarkirî dureg bin.
2. Divê di navbera allelên sîfetên diyarkirî de zalbûn û bezîwbûn hebe.
3. Divê herdu sîfetên ko têne lêkolînkirin li ser heman kromozome nebin, li ser kromozomên cihê bin, an jî heke li ser yek kromozomê bin jî, divê ev herdu sîfet bi têra xwe ji hev dûr bin.
*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.