Celadet Alî Bedîrxan

Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)

2020/05/28

Demar


Demar, (bi îngilîzî:nerve) beşa demarekoendamê ye, demax û dirkepetikê bi hemû beşên laş ve girê dide.
Di hinek ferheng û pirtûkan de ji dewsa lûleyên xwînê ( xwînber, xwînhêner û mûlûleyên xwînê), peyva demar an jî damar tê bikaraîn, lê ev şaşiyekî ye. Pêwendiya demar ne bi xwînê, lê bi koendama demarê ve heye.
Gurza tewereyan a li demarekoendama çêwe(DKÇ) wekî demar tê navkirin. Demar ji demax û dirkepetikê dirêjê hemû beşên laş dibin. Li demarekoendama navendî (DKN) jî gurzên tewereyan heye, lê ji wan re xet (tract) tê gotin. Pêkhateya demarên DKÇ û ya xetên DKN ne wek hev in.
Demar li gel şaneya demarê, bestereşane û lûleyên xwînê jî lixwe digire. Bestereşane beşên demarê dipêçîne û bi hev re girê dide, lûleyên xwînê jî ji boy demarê xurek, oksîjen û madeyên pêwist dabîn dikin.
Bi gelemperî demar ne ji gurzek, lê ji gurza, gurzikên tewereyê demarexaneyan pêk tê. Ango gurza demar hîn ji pîçûktir gurzên demaran pêk tê, gurzên pîçûk jî ji tewereyên demarexaneyan pêk tê.
Rûyê demar ji aliyê derve bi çînek bestereşane ya rîşalî ve dorpêçî ye. Navê vê çînê epînoryum e (bi îngilîzî: epineurium). Di nav demarê de hîn piçûktir ji gurzên tewereyan hene, navê vana gurzik e (bi îngilîzî :fascicles). Her gurzikek jî bi perdeyek bestereşane ya rîşalî pêçayî ye, navê vê perdeyê perînoryum e( bi îngilîzî:perineurium). Di nav gurzikan de gurzên tewereyan heye, her tewereyek jî bi perdeyek pêçayî ye, navê vî perdeyê endonoryum e(bi îngilîzî: endoneurium).
Demar bi kîjan beşa demarekoendama navendî ve girêdayî be li gor wê beşê tê polenkirin. Hin demar bi demaxê ve girêdayî ne û wekî demaxêdemar(kiloxedemar) tê navkirin. Hinek demar jî bi dirkepetikê ve girêdayî ne, ji wan demaran re jî dirkedemar tê gotin.
-Demaxedemar-
Demarên rasterast ji demaxê derdikeve an jî dikeve demaxê, wekî demarên demaxedemar an jî kiloxedemar (bi îngilîzî:cranial nerves) tên navkirin. Demaxedemar 12 cot in û ji demaxê ber bi serî, stû, sing û zikê ve dirêj dibin. Hinek ji van cotan, demarê hestê ne, hinek demarên livînê ne û hinek jî demarên têkel in. Tewereyên hestedemarê, dirêjê nav demax dibin û bi demaxê ve girêdan çê dikin. Tewereyên demarên livînê ji demax derdikevin, bi masûlkeyên serî, stû an jî dil û rûvî ve girêdayî ne.
Ji 12 cotê demaxedemarê, sê cot, gurza demarerîşalên hestê lixwe digirin, loma wekî hestedemar an jî demaxedemarên hestê tê navkirin. Herwisa ji wan re demarên hatî jî tê gotin.
Pênc cotê demaxedemar ji gurzên tewereyên livînê pêk tên, loma wekî demaxedemarên livînê tên navkirin. Demarên derketî navê din e ji boy demarên livînê. Çar cotê demaxedemarê, demarên têkil in.
Demaxedemarên hestê, hestên wekî bîstin, çejtin( tahmkirin), bînîn( dîtin) û bêhnkirinê, bi navbeynkariya hestewergiran ji guh, ziman, çav û difin digire û ber bi demax ve diguhazîne.
Demaxedemarên livînê, ji demax ragihandinan diguhazinin masûlkeyên wekî yên ji boy livîna goga çavê, vekirin û girtina palikên çavê, girjbûn û xavbûna masûlkeyên bîbika (bilbile) çavê, cûtina xurekan, livîna ziman , livîna masûlkeyên dev û lêv û rûyê mirovan.
Yek ji demaxedemar a navdar demara vagus e. Vagus navê demaxedemarê ya dehem e. Vagus demarek têkil a demerakoendama xweyî ye.
Li demara vagusê, gurzên demarerîşalên livînê ji demax dirêj dibe ji boy çalakkirina masûlke û rijênên hin endamên li sing, zik û hewzê de cih digirin. Herwisa ji heman endaman demarên hestê jî bi navbeynkariya vagusê dirêjê demaxê dibe.
Beşa demarên livînê ya demara vagusê li ser çalakiya masûlke an jî rijênên gewrî, qirrik, borrîhewa û liqeborîhewayan,dil, soriçik, gede, rûvî, kîsikê zeravê, gûrçik, spil mîzdank û lûleyên xwînê bandor dike.
Beşa demarên hestê ya demara vagusê ji van endamên jorê ragihandinan digire û ber bi demaxê ve diguhazîne.
-Dirkedemar-
31 cotên dirkedemarê, ji herdu aliyên dirkepetikê derdikevin û demarekoendama navendiyê bi masûlke, rijên û hestewergirên laş ve girê didin. Dirkedemar bi yekbûna hezaran tewereyên demarxaneyên livînê û yên hestê çêbûyî ye. Hemû dirkedemar, ji demarên têkil pêk tên. Ango Hemû coten dirkedemarê ligel tewereyên demarexaneyên hestê, tewereyên demarexaneyên livînê jî lixwe digirin. Dirkdemarên ji endamên hestê ragihandin tînin dirkepetikê, wekî demarên hatî ( bi înglîzî: afferent nervê) tên navkirin. Demarexaneyên demara hatî jî,wekî demarexaneyên hatî tên navkirin. Hin ji dirkedemaran demareragihandinên ji DKN diguhazînin masûlke û rijênan, ji van demaran re demarên derketî(bi îngilîzî: efferent nerve) tê gotin. Herwisa xaneyên van demaran jî wekî demarexaneyên derketî tên navkirin. Piraniya demaxedemaran û hemû dirkedemar herdu cure demar, demarên hatî û demarên derketî lixwe digirin.
Her dirkedemarek bi du rega xwe bi dirkepetikê ve girê dide. Tewereyên demarexaneyên hestê( demarên hatî) ji hêla pîşteregê dikeve dirkepetikê.Laşên demarexaneyên hestê li pişterêgê de kom dibin kombûna laşê xaneyan dibe sedema çêbûna girêkê, ev girêk wekî girêka pişteregê tê navkirin. Tewereyên demarexaneyên livînê ji beşa zikeregê ji dirkepetikê derdikevin. Ango beşa piştê ya dirkepetikê pêşwazîya demarên hestê dike, peşa zikê ya dirkepetikê jî cihê derketîna demarên livînê ye.
* Ev xebat li ser wîkîpediyakurdî jî hat zêdekirin.
https://ku.wikipedia.org/wiki/Demar





2020/05/18

Refleks (Perçekirdar)

Li dij kartêkiran, berteknîşandana masûlkeyan a ji nişke ve û bêhemdî, wekî refleks(perçekirdar) tê navkirin. Navenda kontrolkirina refleksan dirkepetik û qedê demax e. Dirkepetik demareragihadinan ji laş ber bi demaxê dişîne, an jî ji demaxê aresteyê laş dike, lê yek ji karê sereke yê dirkepetikê kontrolkirina çalakiya refleksan e.
Di endamên hestê de wergirên hestê hene. Ji hawirdor kartêkir bi navbeynkariya wergirên hestê tên girtin û ber bi demarexaneyên heste ve tên şandin. Hestedemarexane bêyî ko demareragihadinan bişînê demaxê, di dirkepetikê de, raste rast arasteyê demarexaneyên livînê dikin, loma bi navbeynkariya refleksan berteknîşandan hê leztir çê dibe. Ji ber ko bertekên refleksî ne di bin kontrola mejî de ne, refleks bêyî ko mirov bifikire, şîrove bike û biryar bide rû dide. Loma masûlke, li dij kartêkirek diyarkirî, her tim bi heman şêweyê bertek nîşan dide, ango li dij cureyek kartêkir bersîva laş neguherbar e. Wekî mînak; her cara ko destê mirov bêzaneyî li tiştek germ bikeve, mirov her tim destê xwe ji wî aliyê dikişîne an jî dilopek av bikeve coga henaseya mirov, mirov dest bi kuxikê dike
Li gel dirkepetikê, demaxê naverast û lakêşemox jî hin refleksan kontrol dikin.
Di coga herisê de an jî di coga henasedanê de hebûna tiştek an jî madeyek ko nerehetî dide laşê mirov, navenda refleksan a lakêşemoxê çalak dike. Lakêşemox bi refleksên verişînê, kuxikê an jî bêhnijînê bertek nîşan dide û hewl dike ko ew tiştê nerehetî dide mirov ji laş dûr bixe.
Refleks ne tenê ji boy livîna masûlkeyan e, hin caran jî dibe ko refleks rijênan jî çalak bike ji boy derdanê. Wekî mînak, gava yek li cem mirovek keriyek lîmonê biguvişîne, rijênên lîkê yê mirov girj dibin û lîk (tûk) der didin .
Refleks, laşê mirov li hember rewşên xeterî diparêze. Wekî mînak refleksa çavniqandinê, yek ji refleksên zikmakî ye ko laşê mirov herî zêde bi kar tîne ji boy parastina çavan. Heke mêşek an jî tozek ber bi rûyê mirov ve were û nêzikê çavê mirov bibe, heta ko mirov ji tozê an jî ji mêşê agahdar bibe, palikên çavê mirov diniqin. Hê ko mejî ji xeteriya ser çavan agahdar nebûye, refleksa çavniqandinê rû dide, paşê mejî pê ji xeteriyê û çavniqandinê dihese. Ango çavniqandin bi eslê xwe refleks e, lê mirov hin caran dikare bihemdê xwe jî çavên xwe biniqîne.
Cureya refleksan li gor peydabûnê
refleksên zikmakî:
Refleksên bomaweyî (genetîk) in. Hewce bi fêrbûnê nîn e. Wekî mînak dergûş bi refleksa mijînê ji dayik dibe, kes dergûşê hînê mijîna şîr nake. Çêlikên werdekê piştê ji hêkê derdikeve, bihesanî dikare avjenî bike. Ango çêlikên werdekê avjeniyê paşê hin nabin, avjenî refleksa zikmakî ye ji boy çêlikan. Cureya refleksên zikmakî taybet e ji boy cureya zîndeweran.

Refleksên destkeftî(refleksên hatina fêrbûnê):
Refleksên destkeftî, piştê çendan cerîbandinan bi fêrbûnê peyda dibe. Wekî mînak dîlan girtin, ajotina erebeyê. Evan refleksan bi çalakiya mejî dest pê dikin, paşê dikevîn bin kontrola dirkepetikê.

Cureya refleksan li gor hêjmara gehînkeyan
Hêjmara demarexaneyên ji boy refleksê ragihandin diguhezînin, kêm e, loma berteknîşankirin bi refleksên dirkepetikê gellek bi lez e. Hin ji refleksan, bi alikariya du demarexene, demarexaneya hestê û ya livînê peyda dibe. Wekî mînak refleksa ejnû (refleksa çokê). Di refleksa ejnû de, demarexaneyên hestê yên ji çokê tên di dirkepetikê de, raste rast bi demarexaneyên livînê yên diçin masûlkeyan ve gehînke ava dikin. Ji ber ko di kevanê refleksa ejnû de tenê yek gehînke heye, ev cure refleks, wekî “refleksên yekgehînkeyî “(monosynaptic reflexes) tên navkirin.
Lê di piraniya refleksên dirkepetikê de di navbera demarexaneya hestê û ya livînê de, demarexaneya navê (navberê) cih digire. Ji van refleksan re refleksên firegehînkeyî(Polysynaptic reflexes)tê gotin. Refleksa destkişandinê ji tiştek germ, an jî refleksa çavniqandinê mînak in ji boy refleksên firegehînkeyî.
Kevanê refleksê
Bertek nîşandana bi rêya refleksan, gellek bi lez e, lê çalakiya piraniya refleksan gellek aloz e.
Ji hawirdorê wergirtina kartêkirê, di dirkepetikê de tekuzkarîkirina demareragihandinê û bertek nîşandana bêhemdî wekî “kevanê refleksê tê navkirin”.
Gavên kevanê refleksê
1. Kartêkir ji hawirdorê bi navbeynkariya hestewergirên li endamênên hestê de tê wergirtin.
2. Hestewergir, karikirê bi şêweyê demareragihandin diguhezîne demarexaneya hestê.
3. Demrexaneyên hestê demareragihandinê diguhezînin boy demarexaneya navê ya li dirkepetikê.
4. Tekûzkariya demareragihandinê li dirkepetikê de çê dibe.
5. Bi navbeynkariya demarexaneya livîne, demareragihandin tên şandin ji boy masûlke an jî rijênê guncav.
6. Wekî bersîv ji boy demarexaneya livînê, masûlkeya guncav girj dibe an jî rijênê guncav dest bi derdanê dike.
De em bibêjin destê mirovek bi şaşî li sobeya sor(germ)ket, kevanê refleksa destkişandinê ji sobeya sor, bi hevkariya sê cure demarexaneyan pêk tê.
Gava destê mirov bêhemdî li sobeya sor dikeve, hema di heman demê de bê ko mirov ji germahiya sobê agahdar bibe an jî êşa şewata destê xwe hest bike, refleksa destkişandinê rû dide. Piştê refleksê, haya mirov ji xeterê tê.
Kevanê refleksa destkişandinê bi van gavên li jêr çê dibe.
Gava çermê dest li sobê dikeve, germîhewergir(wergira germahiyê) û êşanewergirên(wergira êşê) nav çermê, germahiya sobê û êşa şewata çermê werdigirin û diguhezînin demarexaneya hêstê.
Demarexaneya hestê demareragihandinên ji wergiran tê, arasteyê dirkepetikê dike.
Di nav dirkepetikê de demarexaneya hêstê demareragihandinê diguhezîne demarexaneya navê.
Demarexaneya navê tekûzkariya demareragihandinê dike, paşê bi şeweyê demareragihandinê sinyal dide demarexaneya livînê ya mil. Demarexaneya derkevtî(livînê) ragihandina girjbûnê dişîne masûlkeyên milê. Bi girjbûna masûlkeyên mil, mirov destê xwe ji sobeya sor dûr dixe. Paşê demarexaneya navê di gehînkeyên xwe yên bi demarexaneyên din ve demareragihandin dişine mejiyê û mejiyê ji rewşê agahdar dike, herwisa heke dest şewitî be, êşa şewatê jî tê şandin ji boy beşa êşê ya mejiyê.
* Ev xebat li ser wîkîpediyakurdî jî hat zêdekirin
https://ku.wikipedia.org/wiki/Refleks



2020/05/10

Demarekoendama navendî (DKN)


Demarekoendama navendî (DKN), ( bi îngilîzî: central nervous system(CNS) ) ji demax û dirkepetikê pêk tê. Ji ber ko ji her beşê laş ragihandin werdigirin û rêkxistina çalakiya tevahiya laş li wir rû dide, vê beşa demarekoendamê wekî “navend” tê navkirin.
Destekkirin û parastin
Demax di nav kiloxekelênê de ji aliyê hestiyê kiloxê , dirkepetik di nav dirkekelênê de ji aliyê hestiyên birrbirre ve tên parastin.
Demarekoendama navendî bi sê perdeyên parêzger ve dapoşî ye. Navê gelemperî yê van hersê perdeyan “perdeyên mejî “ye( bi latînî: yekjimar meninx, pirjimar meninges ).
Ji perdeyên mejî, perdeya req , perdeyek qalind û zexm e, ji du çînên bestreşaneyê pêk tê. Çîna aliyê derve rûyê hundir ê hestiyê kiloxê dapoş dike û wekî bergê hestî kar dike. Çîna navî ya perdeya req, demax û dirkepetikê ji aliyê derve ve dorpêç dike. Karê sereke ya perdeya req, parastina demax û dirkepetikê ye. Di navbera perdeya req û ya tenik de perdeya tevnepîrikî cih digire. Şêweyê vî perdeyê dişibe tevnepîrikê, loma vî navê lê kirine. Ji bestereşaneya rîşalî pêk tê. Navê perdeya seyemîn a perdeyên mejî “perdeya tenik” e. Perdeya tenik ji çînek tenik a bestereşaneyê pêk tê. Perdeya tenik raste rast bi rûyê demax û dirkepetikê ve di nav tekilî de ye, rûyê demax û dirkepetikê mîna pêçek plastîkî dapoş dike.
Valahiyên di navbera perdeyên mejî û hestiyê kiloxê, perdyên mejî û dirkepetikê bi şileya mejî- dirkepetik tijî ye. Şileya mejî-dirkepetik ji boy xwedîkirina xaneyên demarekoendama navendî, madeyên sûdbexş dabîn dikin. Herwiha şileya mejî – dirkepetik mîna balifek destek dide demaxê û wî ji derbên hawirdorê diparêzê. Şileya mejî-dirkepetik di nav zikokên demaxê de (bi îngilîzî: brain ventricles) tê çêkirin. Xaneyên ependîmî cureyek ji xaneyên glîa ne û kûlkdar in. Xaneyên ependîmî di zikokan de ji mûlûleyên xwînê, xwînê parzûn dikin. Ji xwînê hin made û şilemênî digirin ji boy çêkirina şileya mejî-dirkepetik. Şileya mejî-dirkepetik, av, hin pêkhateyên xwînê, molekulên sade, hin îyonan û gazên henasedanê lixwe digire. Ev molekulên di nav şileya mejî-dirkepetikê, di navbera şaneya demar û zikokan de bi hêsanî alûgor dibin.
Dirkepetik
Dirkepetik gurzek şaneya demarê ye di nav hestiyên birrbirrê de, ji qedê demax dirêj dibê heta jêrê qefesa singê. Dirkepetik, di navbera demax û demarekoendama çêwe de navbeynkariya ragihandinê dike. Ji bilî veguhaztina demareragihandinan, dirkepetik wekî navenda refleksên livînê jî kar dike. Li dij kartêkiran, bi navbeynkariya demarên livînê, bertek nîşandana bi lezgînî û bêhemdî wekî refleks tê navkirin.
Refleks tevgera masûlkeyan a lezgîn ve û bêhemd e. Hestedemarên hatî, ragihandinên xwe bêyî ko bişînin bo demaxê, di dirkepedikê de raste rast diguhazînên demarexaneyên livînê. Loma berteka refleks a li dij kartêkiran lezgîn e. Dirkepetik navenda kontrolkirina refleksên livînê ye. Heke mirov bê zanetî destê xwe bide ser tiştek pir germ, di heman demê de bê hemdê xwe destê xwe ji wir dikişîne, ev bertek wekî refleksa livînê tê navkirin. Refleks( perçekirdar) bersîvên xweyî ne li dij kartêkiran. Refleks ne li bin bandora demax, lê di bin kontrola dirkepetikê de çê dibin .
Demax
Demax (bi înglîzî:''brain'') navê gelemperî ye ji boy pêkhateya nav kilox. Herwisa beşê serekî yê demarekoendama navendî ye. Pir caran ji dewsa demax peyva mejî(bi îngilîzî: ''cerebrum'') tê bikaranîn, lê bi eslê xwe mejî beşek ji demaxê ye.
Demax çavdariya kiryarên laşî yên rojane dike. Çêbûna raman, hest, bîranîn, huner û ji hawirdorê agahdarî bûyîna mirov, xavbûn û girjbûna masûlkeyan û livîna mirov bi destê demaxê pêk tê. Erkê sereke yê demaxê ji boy kar û xebata laş û avakirina hevsengiya navîn a laş e.
Demax ji demarexane, xaneyên glîa û demarexaneyên bineretî pêk tê. Giraniya asayî ya demaxê mirovek gehiştî, bi qasî 1400 gram e û zêdetirê 100 bîlyon(mîlyar) demarexane lixwe digire.
Demax ji çar pişkan pêk tê; mejî, demaxê navê, qedê demax û mejik.
Mejî
Mejî' (bi îngilîzî: ''cerebrum'', ''telencephalon'') beşa herî gir e di demaxê mirov de. Navanda çêbûna hizir, hest, bîrhatin, hînbûn, peyvîn, dîtin û kontrola masûlkeyan e. Ji derdor û nav laş de ragihandin û kartêkir ji aliyê demarexaneyên hestê ve tên şandin bo demax. Mejî ji aliyê derve ve werpêçik e. Mejî ji du pişkan pêk tê, nîvê rastê û nîvê çepê. Her nîvek mejiyê dabeşê çar pila dibe. Her pilek ji hev cudaye li gor erkê xwe. Pila li aliyê herî pêşî ya li kiloxê wekî pila eniyê (navçavepil) (bi îngilîzî: ''frontal lobe'') tê navkirin. Li paş navçavepilê de pila tasê (dîwarepil) (bi îngilîzî: ''parietal lobe'') cih digire. Li paş dîwarepilê de pila patikê (patikepil) (bi îngilîzî: ''occipital lobe'') heye. Li bin navçevepil û dîwarepil de pila cênikê (cênikepil) (bi îngilîzî: ''temporal lobe'') cih digire. Her nîvek mejiyê ji aliyê derve madeyê gewr lixwe digire. Ev beşa gewr wekî tûkil tê navkirin. Tewereyên demarexaneyên tûkila mejî bê bergê maylînî ne.
-Erkên bingehînên çalakiya hîşî yên wekî, bîr, raman, fêrbûn, biryar dayîn, hesta berpirsariyê
-Hestkirin. Ango girtin û şîrovekirina hesten wekî mînak hêstkirina êşê, germahiya hawirdore, tahmkirina xurekan, bêhngirtina kulîlkan.
-Kontrola çalakiyên masûlkeyên kakûtê.
Sê karên sereke yên têkiliye bi tûkila mejî ne.
Nîvên mejiyê ji aliyê hundirê ve madeyê spî lixwe digirin. Madeyê spî ji tewereyên bi maylînî pêk tê. Tewerêyên bi maylînî di navbera beşên demaxê de girêdan ava dike.
Demaxê Navberê
Navberedemax di navbera mejî] û beşên din ên koendama demarê de girêdanan ava dike, belavkirina agahiyên ji mejî an jî ber bi mejî li vir rû dide.Ango ji bilî hestê bêhngirtinê, agahiyên ji dirkepetik û demarekoendama çêwe, pêşî li vir tên tekûzkirin û yekkirin paşê tên şandin ji boy mejî. Talamus û hîpotalamus beşên demaxê navberê ne û pêwendiya wan raste rast bi koendama demarê heye.
Hestewergir ji her aliyê laş de demareragihandin werdigirin, bi navbeynkariya demarexaneyên hestê, demareragihandin tên şandin boy talamusê. Talamus ragihandinan ji hestedemarexane yên hatî digire, ragihandinan tekûz dike. Li talamusê ragihandinên(kartêkir) girîng ji yê ne girîng tên cihê kirin. Hêza (bandora) ragihandinan tên kêmkirn an jî zêdekirin. Piştî polenkirinê, talamus ragihandinan dişîne boy beşa guncav a tûkila mejîyê.
Hîpotalamus kontrola berhremkirin û derdana hormonan dike. Loma di navbera koendama demar û koendama hormonan de navbeynkarî dike. Karê esasî ya hîpotalamusê rêkxistina hevsengiya navî ya laş e.
Qedê demax
Qedê demax ( bi îngilîzî: ''brain stem'') ji pirik, demaxê naverastê û lakêşemox pêk tê.
Qedê demax demaxê bi dirkepetikê ve girê dide. Navendên xewê û hişyariyê li qedê demax in henasedan, heriskirin, rêjeya lêdana dil, daqurtîn, pestoya xwînê, meşîn, ji hawirdorê agahdarbûn hin ji erkên bingehîn ên laş in ko bi navbeynkariya qedê demax ve tên rêkxistin.
Demaxê naverastê (bi înglîzî: ''midbrain''), mejikê bi beşên jêrê laş û dirkepetikê ve girê dide. Ji boy refleksên bihîstinî û dîtinî rola demaxê naverastê girîng e.
Pirik (bi îngilîzî:''pons'') bi gelemperî ji rîşalên demarê, ango ji madeyê spî pêk tê. Hinek ji van rîşalan di navbera herdu nîvên mejiyê de girêdanê ava dike, hinek ji rîşalên demar jî ji mejî dirêj dibin ber bi dirkepetikê. Girêdanên di navbera qedê demax û mejikê jî ji aliyê pirikê ve tê çêkirin.
Lakêşemox (bi îngilîzî: ''medulla oblongata''), navendên giring ên wekî navenda dilelûleyan, navenda henasedanê, navenda refleksên vereşînê, kuxikê, daqurtîne, bêhnijînê (pişkinîn) di lakeşemoxê de cih digirin û tên rêkxistin
Mejîk
Her wekî mîna mejî, mejîk jî ji du pişkan pêk tê. Heke mejîk bi dirêjkî were jêkirin, şêweyê nexşên birgeha dirêjkî ya madeyê spî ya nîvê mejikê dişibe darê, loma her yekê van beşan wekî '''dara jiyanê''' ( bi latînî: ''arbor vitae'') jî tê navkirin.
Mejîk ji masûlkeyan, Jêyan, gehan, çavan û ji guhan demareragihandinên hestê werdigire, bi vî awayê ji rewşa laş agahdar dibe ü karê masûlkeyan rêk dixe. Ji bilî wê mejîk ji tûkila mejî jî demareragihandinên livîne werdigire. Piştî tekûzkirina van ragihandinan, mejîk demareragihandinên livînê bi navbeynkariya qedê demax dişîne masûlkeyan.
* Ev xebat li ser wîkîpedyakurdî jî hat zêdekirin.
https://ku.wikipedia.org/wiki/Demarekoendama_navend%C3%AE







2020/05/02

Perdeyên mejiyê



Demax di nav hestiyê kiloxê de, dirkepetik di nav hestiyên birrbirre de tên parastin. Herwiha demax û dirkepetik ji aliyê perdeyên mejî ve dorpêçkirî ne.
Di navbera perdeyên mejî û hestiyê kiloxê de şileya mejî- dirkepetik heye.
Perdeyên mejî û şileya mejî-dirkepetik, valahiya navbera demax û kiloxê tijî dikin. Şileya mejî-dirkepetik ji boy xwedîkirina xaneyên demaxê, madeyên sûdbexş dabîn dikin. Herwiha şileya mejî – dirkepetik mîna balifek destek dide demaxê û wî ji derbên hawirdorê diparêzê.
Demax û dirkepetik bi sê perdeyên parêzger ve dapoşî ne. Perdeyên mejî ( bi latînî: yekjimar meninx, pirjimar meninges ) navê gelemperî ye ji boy van hersê perdeyan.
Perdeya req
Perdeya req (bi latînî: dura mater ) di navbera hestiyên kiloxê û perdeya tevnepîrikî de cih digire. Perdeya req, perdeyek qalind û zexm e, ji du çînên bestreşaneyê pêk tê. Karê sereke ya perdeya req, parastina demax û dirkepetikê ye. Çîna aliyê derve rûyê hundir ê hestiyê kiloxê dapoş dike û wekî bergê hestî kar dike. Çîna navî ya perdeya req, demaxê ji aliyê derve ve dorpêç dike. ji boy demaxê parêzgerî dike.
Di perdeya req te, hin pêkhateyên mîna xwînhêneran hene, xwînê ji mejî ber bi dil ve diguhazîne.
Perdeya tevnepîrikî
Di navbera perdeya req û ya tenik de perdeya tevnepîrikî ( bi latînî: arachnoid mater ) cih digire. Şêweyê vî perdeyê dişibe tevnepîrikê, loma vî navê lê kirine. Ji bestereşaneya rîşalî pêk tê. Navbera perdeya tevenepîrikî û perdeya tenik bi şileya mejî-dirkepetik tijî ye.
perdeya tenik
Perdeya tenik (bi latînî: pîa mater) ji çînek tenik a bestereşaneyê pêk tê. Perdeya tenik raste rast bi rûyê demax û dirkepetikê ve di nav tekilî de ye, rûyê demax û dirkepetikê mîna pêçek plastîkî dapoş dike. Lûleyên xwînê yên ko demarekoendama navendî xwedî dikin, di navbera perdeya tenik û şaneyên demar de cih digirin.
Ji ber hokarên nexweşiyê, kulbûna perdeyên mejiyê wekî nexweşiya menenjîtê tê navkirin.