Celadet Alî Bedîrxan

Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)

2020/02/29

Xaneyên glîa


Xaneyên glîa, demareglîa an jî glîa (bi îngilîzî: glial cells, neuroglial, glia ) xaneyên alîkar in ji boy demarexaneyan.

Di zimanê yewnanî de, ji boy zelîqokê peyva “glia” tê bikaranîn. Xaneyên glîa jî mîna zelîoqok di navbera demarexaneyan de cih digirin. Xaneyên glîa ji demarexaneyan hûriktir in, tewere û dendrîtên wan tune ye. Loma xaneyên glîa ji boy gihandina sinyalên elektrîkî kar nakin. Hin ji xaneyên glîa, xwe li ser tewereyên demarexaneyan ve dipêçînin. Pêçên xaneyên glîa ên li ser tewereyê wekî bergê maylînî tê navkirin. Bergê maylînî çînek negihîner e. Bergê maylînî, tewereyên demarexaneyan ji hev dadibirrine(ji hev cihê dike), bi vî awayê demareragîhandin hêsantir û leztir dibe. Xaneyên glîa li ser demarexaneyan, li hawirdor û navbera demarexaneyan de, an jî li ser mûlûleyên xwînê de hebûna xwe didominin. Di mejiyê mirov de hêjmara xaneyên glîa ji ya demarexaneyan 10 car zêdetir e. Heke xaneyên glîa erkê xwe cih neynin, nexweşiyên metirsdar rû dide. Wekî mînak; sedema piraniya şêrpenceyên mejî ji ber bazdana(mutasyon) xaneyên glîa e. Demarexane nikarin dabeş bibin, lê xaneyên glîa heta dawiya jiyana mirov dikarin dabeş bibin û hêjmara xwe zêde bikin. Tewere û dendrîtên xaneyên glîa tune, lê dîsa jî hem di navbera xaneyên glîa de hem jî di navbera xaneyên glîa û demarexaneyan de alûgorkirina ragihandinan rû dide.

--Erkên serekê yên xaneyên glîa--

*Piştgiriya demarexaneyan dikin.

*Demarexaneyan xwedî dikin.

*Cihê demarexaneyan zexm dikin.

*Li ser rûyê tewereyên demarexaneyan bergê maylînî dirûst dikin.

*Li hember hokarên nexweşiyê bergirî dabîn dikin.

*ji boy livîn û cihbûna tewereya xaneyên nû rêberî dikin.

*Paşmayiyên zîyanbexş ji hawirdorê dûr dixin.

Şeş cureyê xaneyên glîa hene. Ji vana çar heb di demarekoendama navend de, du heb jî di demarekoendama çêwe de cih digirin.

--Xaneyên glîa yên demarekoendama navendê--

Xaneyên astrosît (stêrkexane)

Di zimanê yewnanî de ji boy sterkan peyva astron tê bikaranîn. Ji ber ko şêweyê van xaneyan dişibe stêrkan, navê astrosît ango stêrkexane lê kirine. Ji laşê stêrkexaneyan gellek niçik dirêj dibin ber bi derve, lê vana ne dendrît û ne jî tewere ne. Stêrkexane bi van niçikan, bi demarexaneyan, mûlûleyên xwînê û bi bestereşaneyê ve alûgorkirina ragîhandinan dike. Stêrkexane palpiştî û alîkariya demarexaneyên li demarekoendama navendê dike. Xestiya madeyên nav şileya navbera demarexaneyan rêk dixe. Demarexaneyan bi xurekên nav xwînê xwedî dike. Demareguhêzeran ji hawirê dûr dixe. Rê li ber hin madeyên jehrî yên nav xwînê digire, nahêle derbasê mejiyê bibin. Rêberiya demarexaneyên nû dike, ji boy cih bûna wan di nav mejî de. Stêrkexane xestiya potasyuma derveyê xaneyê rêk dixe, bi vî awayê di gehînkeyan de guhaztina erkê kar ji demarexanek bo demarexaneya din ve tê rêkxistin.


Xaneyên olîgodendrosîd

peyva “oligo” ji boy çend, hinek, hindek tê bikaranîn. (oligo- = “hindek”; dendro- = “liq”; -cyte = “xane”). Xaneyên ko bi çend(hinek) dendrîdî ne wekî olîgodendrosît tê navkirin. Ji laşê xaneyê hindek niçik dirêjê derve dibin. Her yek ji van niçikan xwe digihînin tewereyekî û rûyê derveyê tewewreyê dipêçînin. Bi vî awayê bergê maylînî çê dibe. Bergê maylînî, tewereyên demarexaneyên demarekoendama navendê ji hev cihê dikin, da ko erkê kar li tewereyê bi şeweyê elektrîkî, leztir û hêsantir bêne guhaztin. Dibe ko xaneyêk olîgodendrosît ne yek lê zêdetir bergê maylînî dirûst bike li ser tewereyek an jî pirtir tewereyan.
Xaneyên mîkroglîa

Xaneya herî hûrik û bi hêjmara herî kêm a xaneyên glîa ye. Loma navê mîkroglîa lê kirine. Wekî xaneya hellûşênera gewre (bi îngilîzî: macrophage cell)kar dike. Ango hokarên nexweşiyê dadiqurtîne û tune dike. Herwisa xaneyên ziyangirtî jî ji aliyê xaneyên mîkroglîa ve tenê têkşikestin û ji hawirdorê tên dûrxistin.
Xaneyên ependîmî

Xaneyên ependîmî, xwînê parzûn dikin, ji xwînê hin made û şilemênî digrin ji boy çêkirina şileya mejî . Xaneyên ependîmî xaneyên kûlkdar in.

--Xaneyên glîa yên demarekoendama çêwe--

Xaneyên peykê (peykexane)

Xaneyên peykê wekî mîna peyka derdora dinyayê, laşê demarexaneyan dorpêç dikin, loma vê navê lê kirine. Xaneya peykê, xaneyek pahn e, bê niçik e. Peykexane palpişta demarexaneyên demarekoendama çêweyê dikin, wan xwedî dikin,

Xaneyên Schwann

Xaneyên Schwan tewereyên demarexaneyan bi bergê maylînî dipêçînin. Berevajî xaneyên olîgodendrosîdê, her yek ji xaneyên Schwann tenê beşek tewereyê dipêçinin. Ango tewereya demarexaneyek ji yekî zêdetir xaneyên Schwann li ser xwe digire.

* Ev xebat li ser wîkîpediyakurdî jî hat zêdekirin:    https://ku.wikipedia.org/wiki/Xaney%C3%AAn_gl%C3%AEa

2020/02/24

Demarexane





Demarexane an jî xaneya demar (bi îngilîzî: neuron, nerve cell) yekeya koendama demarê ye. Şaneya demar ji du cure xane pêk tê; demarexane û xaneyên gilîal (bi înglizî: glial cells). Xaneyên gilîal piştevanî ya demarexaneyan dikin û wan xwedî dikin. Demarexane di laşê mirov de belav dibin mîna torek aloz. Di navbera demarexaneyan de peywendî heye. Bi vî awayê erkê kar ji demarexaneyek tê guhaztin ber bi xaneyek din. Kartêkirin ji derveyî (hawirdorê) laş an jî kartêkirin ji nav laş dibin sedema çêbûna erkê kar. Wekî mînak; sarî(sermayî), ronahî, deng û behn kartêkirin ji hawirdorê ne, lê guherîna xestiya glukoza xwînê, zêdebûna xestiya karbona dîoksîda(CO2)nav xwînê an jî êşa diran jî kartêkirin nav laş in. Di demarexaneyê de ragîhandina demarê (demareragîhandin) bi şêweyê elektrîkî û kîmyayî rû dide. Demarexane li gor erkên xwe an jî li gor pêkhate û şêweyên xwe tên polênkirin.

Cureyên demarexane li gor pêkhate û şêweyê wan

Di vê polenkirinê de, niçikên laşê xaneyê ji boy navlêkirina xaneyan tê bikaranîn. Ji laşê demarexaneyan ve sîtoplazma û parzûna xaneyê wekî niçik ber bi derve direj dibin. Niçikên laşê xaneyê wekî cemser tê hesîbandin.Li gor şêwe û pêkhate, çar cureyê demarexane heye.

Demarexaneya yekcemserî (bi îngilîzî: unipolar neuron)
Ajalên bêbirbirage yên wekî kirm, mêş û moz demarexaneyên yekcemserî yên rasteqîn lixwe digirin. Ji laşê xaneyê niçikek direj dibe. Demarexaneyên yekcemserî yên ajalên bêbirbirage, bêdendirîdî ne. Demarexaneyên yekcemserî yên mirov ligel tewereyê, dendrît jî lixwe digire. Ji laşê xaneyê niçikek dirêj dibe, niçik dibe du serî, seriyek niçikê dibe tewere, seriyê din jî mîna dendrîdan ragihandin werdigre loma wekî dendrît(liq û pop) tê binavkirin, lê bi eslê xwe ev beş beşek ji tewereyê ye. Ji ber ko dendrîdên demarexaneyên yekcemserî yên mirov ne yên rasteqîn in, van demarexaneyên yekcemserî, wekî demarexaneyên ziryekcemserî (bi îngilizî: pseudounipolar) tê navkirin. Demarexaneyên yekcemserî demarexaneyên hestê ne.
Demarexaneya ducemserî (bi îngilîzî: bipolar neuron)
Ji laşê demarexaneyê du niçik ji du aliyên xaneyê de berevajiyê hev, ber bi derve dirêj dibin. Yek ji niçikan dibe dendrît a din jî dibe tewere. Wekî mînak; di nav xaneyên rûkeş ên difin de ji boy hesta bêhngirtinê û di nav xaneyên çîna tora çav de, xaneyên ducemserî kar dikin.

Demarexaneya firecemserî (bi îngilîzî: multipolar neuron)
Cureya demarexaneya herî zêde ye di laşê mirov de. Ji xeynî demarexaneyên yekcemserî û yên ducemserî, hemû demarexaneyên laşê mirov firecemserî ne. Demarexaneyên firecemserî li gel tewereyek, du an jî zêdetir dendrît lixwe digirin. Wekî mînak; demarexaneyên ko demareragîhandin diguhazînin boy masûlkeyan an jî rijênan, demarexaneyên firecemserî ne.

Cureyên demarexane li gor erkê wan
Li gor cih anina erkê xwe û arasteya ragîhandina erkê kar, sê cure demarexane heye;
1.Demarexaneya hestê (bi îngilîzî: sensory neuron)
2.Demarexaneya navê (bi îngilîzî: interneuron)
3.Demarexaneya livînê (bi îngilîzî: motor neuron)

Demarexaneya hestê
Demarexaneyên hestê, bi navbeynkariya wergirên hestê ji derve û hundirê laş kartêkir werdigirin û dişînin boy demarekoendama navend (bi îngilîzî: central nervous system). Ango arasteya demareragîhandinê ji derve an jî ji hundirê laş ve ber bi demarekoendama navend e, loma demarexaneya hestê wekî demarexaneya hatî jî tê navkirin. Demarexaneyên hestê, demarexaneyên yekcemserî nê û dendrîta rasteqîn lixwe nagirin. Bi gelemperî tewereyek dirêj a du serî lixwe digirin. Seriyek tewereyê ber bi demarekoendama navendê, yê din jî ber bi demarekoendama çêwe (bi îngilîzî: peripheral nervous system) dirêj dibe. Dibe ko serê tewereyê bi endamên hestê ve girêdayî be. Hin caran jî kotahiya tewereyê di nav xane û şaneyan de bi awayekî tazî dimîne. Wekî mînak wergirên êşê yên laşê mirov ji tewerekotahiyên demarexaneyên hestê pêk tê.

Demarexaneya navê
Demarexaneyên navê, demareragîhandin ji demarexaneyên hestê werdigirin û diguhazînin demarexaneyên livînê. Gelemperiya demarexaneyên navê di nav demarekoendama navend de cih digirin. Dendrîdên van xaneyan gellek in û liqdar e, teweryê wan kin e. Dibe ko yek demarexaneyek livînê,bi gellek demarexaneyên din ve girêdan çê kirîbe û ji wan hemûyan sînyalan werbigire.

Demarexaneya livînê
Demarxaneyên livînê, demareragîhandin werdigirin ji demarekoendama navend û digihînin xane an jî endamên armanc. Wekî mînak xaneyên masûlkeyan an jî xaneyên rijênan, xaneyên armancin ji boy demarexaneyên livinê. Ji boy demarexaneya livîne navê demarexaneya derçûn (derkevtî) jî tê bikaranîn.

Anatomiya demarexaneyê
Li gor şewe û erkên xwe gellek cureyên demarexane heye, lê hemû demarexane sê pêkhateyên hevbeş lixwe digirin; laşê xaneyê, dendrît(liq û pop) û tewere. Navik û piraniya endamokên demarexaneyê di laşê xaneyê de cih digirin. Beşa herî gewre ya demarexaneyê laşê xaneyê ye.
Ji sîtoplazmaya demarexaneyê niçikên kin ber bi derve dirêj dibin, van niçikên sîtoplazmayê wekî dendrît tê navkirin. Dendrît ji hestewergiran an jî ji demarexaneyên din kartêkir(demareragîhandin) werdigire. Kartêkir bi şêweyê erkê kar ji dendrîdan derbasî tewereyê dibe. Tewere jî mîna dendrîdan ji niçikê sîtoplazmayê pêk te, lê tewere ji dendrîdan gellek dirêjtir e. Di laşê mirov de hin tewere hene ko dirêjiya wan ji metreyek zêdetir e. Bi gelemperî demarexane yek tewereyek lixwe digirin. Tewere demareragîhandinê ji laşê xaneyê diguhazîne ber bi xaneyek din. Ango dendrît kartêkirên ji derdora demarexaneyê ber bi laşê demarexaneyê ve dişîne, tewere jî kartêkiran bi şêweyê elektrîkî diguhazîne dûrê laşê xaneyê.
Di nav sîtoplazmaya tewereyê de hin endamok jî hene, mîtokondrî yek ji wan endamokan e. Tewere hin caran wekî rîşalê demar(demarerîşal) jî tê navkirn. Demar (bi îngilîzî:nerve) ji gurzê tewereyan, ango ji gurzê demarerîşlan pêk tê.
Parzûna hinek tewereyan tazî ye, lê bi gelemperî
demarexaneyên navê û yên livînê bi xaneyên glîal pêçayî ne. Xaneya Schwann û xaneya olîgodendrosîd mînak in ji boy xaneyên glîal . Parzûna xaneyên glîal, madeyek bi navê maylîn lixwe digirin. Maylîn madeyek çewrî ye û bi rengê xwe spî ye. Pêçanên xaneyên Schwann li ser tewereyê bergek ava dike, ev berg wekî bergê maylînî tê navkirin. Xaneyên Schwann tewereyên demarexaneyên demarekoendama çêwe dipêçinin, herwisa olîgodendrosîd jî tewereyên demarexaneyên demarekoendama navend dipêçînin. Bergê maylînî tewereyan ji hev cuda dike û guhaztina erkê kar leztir dike. Di navbera bergê maylînî yên xaneyên Schwann de hin valahî dimîne, ango xanyen Schwann bi navber rêz dibin li ser tewereyê. Navbera herdu bergê maylînî wekî girêya Ranvier tê navkirin. Beşa ko tewere ji laşê xaneyê dirêj dibe wekî tûmika tewereyê tê navkirin. Erkê kar li vir ava dibe. Kotahiya tewereyê liqdar e. Serê van liqan wekî tewerekotahî an jî demarekotahî tê navkiri. Tewerekotahî bi xaneyên din ve bi navbeynariya gehînkeyê têkilî çê dike.

Fîzyolojiya demarexaneyêGava demarexane ji hawirdorê an jî ji demarexaneyek din sînyal digire, bersîva sînyalan bi tena serê xwe nade. Sinyalên hawirdorê dişîne demarekoendama navend, li vir sînyal tê şîrovekirin. Heke sînyal ji aliyê demarekoendama navend ve hatibe şandin, îcar demarexane van sînyalan dîşîne boy xane an jî şaneya armanc.
Demarexane sînyalan bi şêweyê elektrîkî û kîmyayî diguhazîne. Sînyal li seranserê demarexaneyê, ji dendrîdan hetanî kotahiya tewereyê bi şeweyê elektrîkî tên guhaztin. Lê ji demarexaneyêk ber bi xaneyek din ve ragihandina demarî, di gehînkeyê de,bi gelemperî bi şeweyê kîmyayî rû dide. Li hundir û derveyê demarexaneyan de iyon hene, iyon barê elektrîkê lixwe digirin. Xestiya iyonan li herdu aliyê parzûna tewereyê de ne yek e loma bargeya elektrîkê ya nav xaneyê û derveyê xaneyê jî ji hev cuda ye. Li herdu aliyê parzûnê de cudahiya bargeya elektrîkî dibe sedema çêbûna erkê parzûne (bi îngilîzî: membrane potential). Iyonên sodyum(Na+) û potasyum(K+) iyonên sereke ne ji boy çêbûn û berdewamiya erkê parzûnê. Iyonên Na+ û K+ bi navbeynkariya Pompeya sodyum-potasyum, an jî bi navbeynkariya cogên iyonan ber bi derveyî an jî ber bi nava xaneyê li parzûna xaneyê de tên guhaztin.
Erkê parzûnê du cure ye, erkê bêhnvedanê (bi îngilîzî: resting potentaial) û erkê kar (bi îngilîzî: action potential). Dema demarexaneyêk ji derdora xwe kartêkir negire an jî demareragîhandin nediguhazîne, demarexane di qonaxa bêhnvedanê da ye. Ev rewşa xaneya demarê wekî cemsergirî (bi îngilîzî:polarization)tê navkirin. Di qonaxa cemsergirî de, di navbera herdu aliyên parzûna demarexaneyê de cudahiya bargeyê elektrîkê peyda dibe. Aliyê hundirê parzûnê bi bargeya negativ, aliyê derveyî parzûnê jî bi bargeya pozîtiv ve barkirî tê hiştin. Di qonaxa cemsergirî de xestiya potasyuma(K+) nav xaneyê ji xestiya potasyuma derve zêdetir e. Li derveyê parzûna xaneyê de xestiya sodyumê(Na+) û ya Klorînê (Cl-) ji ya hundir zêdetir e. Wergirtina ragihandinek elektrîkî, kîmyayî an jî mekanîkî ji demarexaneyek din, an jî wergirtina kartêkirek ji hawirdorê, dawî li qonaxa cemsergiriyê, ango erkê bêhnvedanê tîne. Xerabûna erkê parzûnê dibe sedema çêbûna demareragîhandinê. Ji tûmika tewereyê ber bi kotahiya tewereyê li ser parzûna tewereyê de veguhaztina demareragîhandin, wekî erkê kar tê navkirin .
Alûgorkirina iyonên sodyum û potasyumê yên li herdu aliyên parzûnê dibe sedema guherîna cemsergiriya xaneyê. Guherîna cemsergiriyê jî dibe sedema peydabûna herrika elektrîkê, erkê kar ji herrika elektrîkî peyda dibe. Erkê kar li demarexaneyan de dibe sedema çêbûna demareragîhandinê. Bargeyên parzûna demarexaneyê dema erkê kar de, berevajiyê dema erkê bêhnvedanê ye, nava tewereyê pozîtîv, derveyî parzûna tewereyê bi bargeyê negatîv barkirî ye. Di qonaxa erkê kar de, xestiya Na+ li nav xaneyê zêde ye, xestiya potasyumê jî li derveyî xaneyê zêde ye. Ev rewş wekî berevajîbûna cemsergiriyê (bi îngilîzî: depolarization) tê navkirin. Xane tenê di qonaxa erkê bêhnvedanê de ji boy wergirtina kartêkir amade ye, loma divê demarexane demildest vegere qonaxa erkê bêhnvedanê, ango divê li ser rûyê parzûna demarexaneyê de cemsergirî dubare bê avakirin. Ligel cogên potasyumê, pompeyên alûgorkirina sodyum-potasyumê jî kar dikin ji boy vegeriyana cemsergiriyê. Erkê kar ji tûmika tewereyê dest pê dike gav bi gav ber bi tewerekotahiyê didome.
Arasteya erkê kar ji laşê xaneyê ber bi tewerekotahiyê yek alî ye. Kotahiya tewereyê bi demarexaneyêk din ve di nav têkiliyê de ye. Hin caran jî dibe ko kotahiya demarexaneyê bi xaneya masûlke an jî bi xaneya rijên ve di nav têkiliyê de be. Divê demareragîhandin( erkê kar) ji kotahiya tewereya demarexaneyê derbasî xaneyên din bibe. Ew beşa ko demarexane nezikê hev dibin wekî gehînke an jî gehînkeya demarî tê navkirin. Erkê kar ji xaneyek bo xaneya din, bi navbynkariya gehînkeya demarî tê gihandin. Ji boy pirraniya demarexaneyan, ragihandina erkê kar di gehînkeyê de bi navbeynkariya demareguhezeran, bi şêweyê kîmyayî rû dide.

Ev xebat li ser malpera wîkîpediyakurdî jî hat zêdekirin https://ku.wikipedia.org/wiki/Demarexane



2020/02/09

Gehînkeya kîmyayî


 Gehînkeya kîmyayî, qada ragihandina erkê kar bi navbeynkariya madeyên kîmyayî.
Kartêkirên hawirdorê dibin sedema çêbûna erkê kar, ango demreragihandinê. Erkê kar ji tûmika tewereyê dest pê dike heta kotahiya tewereyê bi şêweyê elektrîkî tê guhaztin. Kotahiya tewereyê bi demarexaneyêk din ve di nav têkiliyê de ye. Hin caran jî dibe ko kotahiya demarexaneyê bi xaneya masûlke an jî bi xaneya rijên ve di nav têkiliyê de be. Divê erkê kar (demareragihandin) ji kotahiya tewereya demarexaneyê derbasî xaneyên din bibe. Ew beşa ko demarexane nezikê hev dibin wekî gehînke an jî gehînkeya demarî tê navkirin. Erkê kar ji xaneyek bo xaneya din, bi navbeynkariya gehînkeya demarî tê gihandin.

Cureyê gehînkeyan

Du cure gehînke heye, gehînkeya elektrîkî û gehînkeya kîmyayî.

Gehînkeya elektrîkî

Li gehînkeya elektrîkî de firehiya gehînkeqelîş a navbera xaneya pêşgehînke û ya xaneya paşgehînke pir hindik e, ji 2 nanometeyê kêmtir e, ango tewerekotahî hema bigire raste rast bi xaneya paşgehînkê ve di temasê de ye. Di navbera xaneya pêşgehînke û ya paşgehînke de pirikên sîtoplazma ava dibe, bi vî awayê erkê kar bi şêweyê elektrîkî derbasî xaneya paşgehînke dibe. Wekî mînak, koendama demarê ya medûz (bi îngilîzî: medusa, jelly fish) gehînkeyên elektrîkî lixwe digire. Erkê kar di gehînkeyên elektrîkî de, li gor gehînkeyên kîmyayî hê leztir tê gîhandin. Aresteya gihîhandinê bi du alî rû dide. Di laşê mirov de masûlkeyên dil û masûlkeyên lûs(lûsemasûlke) bi gehînkeyên elektrîkî erkê kar radigihînên xaneyên din.

Gehînkeya kîmyayî

Gehînkeyên demarî yên piraniya ajalan bi firehiya 2 heta 20 nanometre ye. Ji ber ko gehînkeqelîş fire ye, ango di navbera herdu xaneyan de valahî heye, herrika elektrîkê di valahiyê de radiweste, erkê kar bi şêweyê elektrîkî derbasî xaneya paşgehînke nabe. Ragihandina erkê kar di gehînkeyê de bi navbeynkariya demareguhezeran, bi şêweyê kîmyayî rû dide. Piraniya ajal xwediyê gehînkeyên kîmyayî ne.
Pêkhate û taybetmendiya gehînkeya kîmyayî
Gehînkeya kîmyayî ya nûmûne van pêkhate û taybetmendiyan lixwe digire
  • Xaneya pêşgehînke (erkê kar radigihîne)
  • Demareguhezer (di nav çikildanên demarî de embarkirî ye)
  • Qelîşa gehînkeyê (gehînkeqelîş)
  • Proteînên wergir (li ser parzûna xaneyê de ne)
  • Xaneya paşgehînke (erkê kar werdigirîne)
  • Hilweşandin û dubare mijandina demareguhêzeran.
Di tewerekotahiyê xaneya pêşgehînke de kîsikên hûrikên bi qasî tîreya 20 nanometre hene, ji van kîsikan re dibêjin çikildanên gehînkeyê. Di nav çikildanên gehînkeyê de madeyên kîmyayî heye, ev madeyan wekî demareguhêzer tê navkirin. Demereguhezer bi awayek rêkûpêk (sîstematîk) di tewerekotahiyê de tê berhemkirin. Ji boy berhemkirinê, enerjiya ATP ji mîtokondriyên li tewerekotahiyê tê bi destxistin. Enzîmên ji boy berhemanîna demareguhêzeran di laşê xaneyê de tê berhemkirin, bi navbeynkariya tewereyê ber bi tewerekotahiyê tê guhaztin.

Rêbaza gîhandina erkê kar li gehînkeya kîmyayî de

Li ser parzûna tewerekotahiyê de cogên kalsiyumê (Ca2+) yên jêrdestê voltajê heye. Gava erkê kar digihîje kotahiya tewereyê, cogê sodyumê vedibin, sodyum (Na+)belavbunê nav tewereyê dibe û cemsergiriya wê beşê hildiweşe. Ji ber hilweşîna cemsergiriya parzûnê, cogên kalsîyumê ve dibin, iyonên kalsîyumê belavbûnê nav tewerekotahiyê dibin. Her ko xestiya kalsiyumê di nav tewerekotahiya xaneya pêşgehînke de zêde dibe, hin iyonên kalsîyumê bi proteînên li ser rûyê çikildanan ve tên girêdan. Girêdana kalsiyumê çikildanên gehînkeyê hander dike, çikildanên bi demareguhêzer tijî, xwe bi parzûna tewerekotahiyê ve dizeliqînin. Parzûna çikildanê yek dibe bi parzûna tewerekotahiyê, bi vî awayê her carê bi sedan çikildan demareguhêzerên nav xwe der didin nav gehînkeqelîşê û demareguhêzer di nav gehînkeqelîşê de belav dibin. Li ser rûyê derve ya parzûna xaneya paşgehînke de hin proteînên wergir hene. Her proteînêk wergir taybet e ji boy cureyek demareguhêzerek. Demareguhêzerên derdanî, xwe bi proteînên wergir ve girê didin. Ev rewş dibe sedema vebûna cogên iyonê yên jêrdestê kîmyayî li ser parzûna xaneya paşgehînkeyê. Bi vebûna cogan, iyonên nav gehînkeqelîş diherrikin nav xaneya paşgehînkeyê. Hinek ji demareguhêzeran dibin sedema hilweşîna cemsergiriya xaneya paşgehînke, bi vê awayê di xaneya paşgehînke de erkê kar dest pê dike. Hin cureyên demareguhêzeran jî xaneya paşgehînkeyê vedigerînin qonaxa cemsergeriyê. Ango bi bandora demareguhezeran dibe ko cogên iyonên sodyumê ya xaneya paşgehînke vebin, sodyum ji gehînkeqelişê biherrCureyê gehînkeyanCureyê gehînkeyanike nav xaneyê û bibe sedema destpêkirina erkê kar. An jî hin demareguhêzer jî dibin sedema girtina cogên sodyumê û vekirina cogên potasyumê, bi vî awayê potasum ji nav xaneya paşgehînke ber bi derveyî xane diherrike, vegeriyana cemsergiriya xaneya paşgehînke rû dide. Bi her awayê, demareguhêzer dibe sedema guherîna erkê perdeya xaneya paşgehînke.

Hilweşandin û dubare mijandina demareguhêzeran

Demareguhêzer ji boy demek kin di nav gehînkeqelîşê de dimîne. Bi vî awayê li ser xaneya paşgehînke de bandora demaraguhêzer tê rawestandin. Erkê parzûna xaneya paşgegînke vedigere qonaxa asayî. Ji boy rawestandina bandora demareguhêzeran, sê rêbaz heye. Rêbaza yekem heriskirin û hilweşandina demareguhêzeran e. Ji boy wê karê, hin ezîm tên derdan. Wekî mînak; asetîlkolîn cureyek ji demareguhezêran e, enzîma kolînesteraz (bi îngilîzî: cholinesterase) asetîlkolînê diherisîne, bi vî awayê bandora demareguhêzerê namîne li ser xaneya paşgehînkeyê. Rêbaza duyêm jî dubare mijandina demareguhêzeran e. Xaneya pêşgehînke demareguhêzerên nav gehînkêqelîşê dimijîne nav tewerekotahiyê, bi vî awayê ragihandin tê rawestandin. Rêbaza sêyem belavbûniya demareguhêzeran a ji gehînkeqelişê ye, bi dûrxistina demareguhêzeran jî ragihandin tê rawestandin.
Ev xebat li ser wîkîpediakurdî jî hat zêdekirin. https://ku.wikipedia.org/wiki/Gehînkeya_kîmyayî