Celadet Alî Bedîrxan

Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)

2021/09/24

Pirbûna vejetayî

    Pirbûna vejetayî (bi înglîzî: vegetative reproduction) corek ji pirbûna nezayendî ya riwekan e.
    Bingeha pirbûna vejetayî, beyî ko pîtandin rû bide, bi dabeşbûna mîtozî û nûbûnê (bi înglîzî: regeneration) peydakirina riwekek nû ye. Ji ber ko ev pirbûn corek ji pirbûna nezayendî ye, riweka nûçêbûyî (weçe) kopyaya riweka bavan e.
Kûlîlk beşa jenerayî (bi înglîzî:generative) ya riwekên kûlîlkdar e. Reg ,qed û pelên riwekan jî wekî endamên vejetayî (bi înglîzî:vegetative) tên navkirin. Ji endamên vejetayî çêbûna riwekêk nû, wekî pirbûna vejetayî tê navkirin. Pirbûna vejetayî li gel parçeyên endamê vejetayî, dibe ko bi pêkhateyên taybet jî rû bide.Wekî mînak; pîvaz, rîzom û riwekên bi qedê xişok pêkhateyên taybet in bo pirbûna vejetayî.
--Corên pirbûna vejetayî--
Pirbûna vejetayî di nav hin riwekan de bi awayekî xwezayî rû dide, lê ji aliyê mirovan ve jî bi awayekî destkarî ji endamên vejetayî riwekên nû tên çêkirin.
--Pirbûna vejetayî ya asayî--
Pirbûna bi qedê xişok, pirbûna bi rîzom, pirbûna bi tuber, pirbûna bi pîvaz mînakin bo pirbûna vejetayî a asayî.
Riweka tûfirengî riwekêk bi qedê xişok e. Qedê xişok (bi înglîzî: stolon / runner) ne bi stûnî ber bi jor, lê bi awayekî berwarî, li ser xakê dirêj dibe. Ji gopikên qedê dirêjbûyî, komek reg û pel çêdibin, regên nû xwe bi axê ve girê didin. Heke qedê navbera riweka bavan û ya nû çêbûyî biqete, riweka nûçêbûyî (weçe) wekî riwekek nû ya tûfirengî geş dibe, bi vî awayê hêjmara riwekê zêde dibe. Herwisa ji ber ko riweka tûfirengî riwekek kûlîlkdar û tovdar e, li gel pirbûna vejetayî, dikare bi pirbûna zayendî jî zêde dibe.
Hin riwek qedên xwe di bin erdê de bi berwarî dirêj dikin, ji van qedan re tê gotin rîzom (bi înglîzî:rhizome). Di zimanê yewnanî de peyva “rhizōma” ji bo girseya (kom) reg tê bikaranîn. Lê bi eslê xwe rîzom ne reg, lê qed e. Di navbera rîzom û reg de cudahiya herî giring hebûna gopik û girêyên rîzoman e. Bi gelemperî xurek di rîzomên riwekê de tên embarkirin. Ji gopikên ser rîzoman, pelên riwekên nû ber bi jor, reg jî ber bi jêr ve dirêj dibin. Heke rîzom ji riweka bavan were qetandin, rîweka nû wekî riwekek serbixwe dijî. Rîweka pung, a qamiş, a birinc û zencefîl mînakin bo riwekên birîzom.
Bi gelemperî qedên binerd ên riwekan, hin caran jî regên riwekan li nav axê de şax didin, xurek embar dikin û diwerimin. Beşa werimî yê qedê riwekan wekî tuber tê navkirin. Ango tuber ji stûrbûna qeden binax û rîzoman çêdibe. Bi latînî peyva “tūber” ji bo werimîn an jî girê tê bikaranîn. Wekî mînak; qedên riwaka kartolê di bin erdê de geş dibe, xurek embar dike û diwerime, ji her beşek werimî seriyek kartol (petate) peyda dibe. Li ser rûyê kartol de çav hene. Di seriyekî kartol de ne yek lê dibe ko bi qasî deh çav hebin Di bin rewşa guncav de ji wan çavan, gopik zîl didin, ji gopikên zîldayî pel û reg çêdibin dawiya dawî dibin riweka kartol. Ji seriyek kartol dibe ko 9-10 riwekên kartol çêbibe ango riweka kartol bi vî awayê pir dibe. Bi gelemperî qedên riwakan tuber çêdikin, lê hin caran debe ko riwek ji beşek regên xwe jî tuber çêbikin.
Riwekên pivazdar ên wekî lale,sîr, nêrgîz jî dikarin bi pirbûna vejetayî zêde bibin. Ji pîvazên van riwekan li bin erdê pîvazokên nû çêdibin her pîvazok dikare bibe riwekek serbixwe.
--Pirbûna vejetayî ya destkarî--
Lûlkirin, qelemçandin û çandina şane hin rêkên sereke yên destkarî ne bo pirkirina riwekan
Bi pirbûna zayendî,weçe (nifşa nû) kromozomên xwe ji herdu bavan werdigire, loma zanyariyên weçeyê ne kopyaya yek bavan e, bi têkiliya genên herdu bavanan peyda dibe. Ango weçe hin taybetmendiyên xwe yên bomaweyî ji bavanek, hinekan jî ji bavana din werdigire. Wekî mînak; zarok ne yekser kopyaya dê an jî yê bavê xwe ne, dibe ko rengê çavê xwe ji dayikê, rengê porê xwe jî ji bavê xwe wergirtî be.
Di pirbûna nezayendî de weçe ne ji du, lê ji yek bavan peyda dibe. Bi zêdebûna vejetayî, bomaweyî ya rîweka bavan beyî ko biguhere,raste rast derbasî weçeyê dibe. Ji ber vê taybetmendiyê, pirbûna vejetayî di warê kiştûkalê(cotkarî) (bi înglîzî: agriculture) de bi awayekî destkarî tê bikaranîn.
Hin riwek hene êdî nikarin bi pirbûna zayendî zêde bibin. Wekî mînak; riweka muzê û riweka tiriya bêdendik di jîngehê de nikarin bi tena serê xwe bi pirbûna zayendî zêde bibin, divê teqez bi zêdebûna vejetayî bên zêdekirin. Hin caran jî ji bo sedemên aborî riwek bi pirbûna vejatayî tên zêdekirin.
De em bibêjin baxçevanek heye, xwediyê baxçeyê sevan e. Li nav baxçeyê wî de bi sedan darên sêva sor hene. Lê hemû dar ne yek in, hinek dar zû kûlilk didin, hinek li hember hokarên nexweşiyê lawaz in, sêvên hinek daran hûrik dimînin, sêvên hin daran jî qaşîlê wan pir stûr e. Lê di nav baxçeyê sêvan de darek heye, pir dirêj nabe loma berhevkirina berên wê hesan e, li dij hokarên nexweşiyê bergiriya darê bilind e, loma pêdivî bi dermanên kîmyayî nîn e. Sevên wê glover, qaşîl zirav, tam şîrîn, dendik hûr in û dereng dirizin. Ango darek pir hêjaye û firotina sêvên wê gelek hêsan e. Heke hemû darên baxçeyê wisa bûya, wê baxçevan bi kedek kêmtir hê pirtir sêv bi dest bixista, bazara wan hêsan dibu û dikarîbû bi buhayek bilintir sêvên xwe bifiroşa.
Gelo baxçevan çawa hemû darên baxçeyê bike mîna wê dara giranbuha? Heke baxçevan hemû darên din biçîne û li şûna wan, ji sêvên dara baş dendik (tov) bigire û bireşîne nav baxçeyê, bi zîldana tovan, wê bi qasi 8-10 sal şûnve darên sêvê bigihîjin. Lê dibe ko darên nû ne mîna dara hêja be, hin taybetmendiyên baş ên dara sêva hêja li darên nû de peyda nebûbe. Wekî mînak dibe ko hin sêvên darên nû bi têra xwe şîrîn nebin, an jî rengên wan ne sor lê piçek zer bin. Baxçevan bi salan benda sêvên baş bû, di rewşek wisa de derbeyek giran li aboriya bexçevan dikeve.
Divê baxçevan bi rêkek din, ango bi reka zêdebûna vejetayî, di demek kurt de kopyayên dara baş bi dest bixe, ev rêk jî lûlkirin e.
Ji bo zêdekirina riwekan, beşek ji reg, qed an jî pelên riwekê tê girtin, vê beşa riwekê wekî qelem (bi înglîzî: scion) tê navkirin. Bi gelemperî qelem ji çiqlê (liqê) daran tê girtin, lê dibe ko pel an jî reg jî wekî qelem werin bikaranîn. Qelem an raste rast tên çandin, an jî demek di nav avê de tên hiştin ko ji qeleme reg zîl bide, piştî derketina regan, qelem tên çandin. Di jîngehek guncav de pel û regên qelemê geş dibe qelem dibe şitil. Wekî mînak mirov dikare dara hejîre bi qelemçandinê zêde bike. Pêşî ji dara ko pirkirina wê tê xwestin, bi têra xwe qelem tên jêkirin. Dirêjiya qeleman bi qasî 20cm e û ji bo çêbûna pelan, divê herî kêm du gopik li ser qelemê hebe. De em bibijin me 50 qelem ji gûliyên darhêjîrê jê kir û çand. Heke jîngeh guncav be ji hemû qeleman reg û pel peyda dibe û her qelem dibe şitilek darhejîrê.
Herwisa qelem ji bo guhertina taybetmendiya riwekan jî tê bikaranîn. Ev kar wekî lûlkirin, tamandinan an jî muturbekirin (bi înglîzî: grafting) tê navkirin. Riweka ko tê qelemkirin, wekî makeriwek (rootstock) tê navkirin. Bi lûlkirinê bi gelemperî qelem bi qedê makeriwekê ve tê yekxistin. Lûle û şaneyên riweka mak bi yên qelemê ve yek dibin. Bi vî awayê ji regê makeriwekê av û xurek digihîje qelemê, qelem pel dide û mezin dibe. Ango li ser makeriwekê, riwekek din çêdibe. Zanyariyên bomawayî ya qelemê ji makerivekê cuda ye. Weki minak; heke dareki sêvê hebe û rengê sêvên wê kesk, tama sevan jî tirş be, mirov dikare ji heman darê sêvên sor û şirin bi dest bixe. Peşî ji darek bi sêvên sor û şîrîn qelem tên jêkirin, qelem bi dara sev kesk û tirş (makedar) ve tên lûlkirin. Qelem û makedar yek dibin. Qelem li ser makedarê dirêj dibin û di nav du salan da li ser makedarê ji gûliyên lûlbûyî sêvên sor û şîrîn tê bi destxistin. Bi lûlkirinê taybetmendiya riweka mak di demek kin de diguhere. Li gel lûlkirina bi qelemkirinê, corek din a lûlkirinê jî lûlkirina bi gopikkirinê ye. Di vê lûlkirinê de li dewsa qelem, makeriwek bi qopikên ji riwekek din ve tê lûlkirin.
Riwek bi çandina şane(bi înglîzî:Plant tissue culture) jî tên pirkirin. Ji bo çandina şaneyên riwekan, ji riweka ko wê bê zêdekirin, hin xane an jî şane tên girtin, di bin şert û mercên taybet de jî şaneyên riwekê, riwekên nû tê bi destxistin. Çandina şane ne li zevî û baxçeyan de lê di laboratuvarê de rû dide,bi şaneçandinê, ji tek riwekek di demek kurt de bi milyonan riwekên kopya tê bi destxistin.
* Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.

https://ku.wikipedia.org/wiki/Pirb%C3%BBna_vejetay%C3%AE















2021/09/10

Spordan

Spordan an jî çêkirina spor (bi înglîzî: spore formation) corek ji pirbûna nezayendî ya hin riwek, karok, kevz û bakteriyan e.


Di zimanê latînê de peyva “spora” ji bo tov tê bikaranîn, di zimanê yewnanî de peyva “spore” bo çandina tov tê bikaranîn.

Spor xaneyek taybet a pirbûnê ye, beyî ko bi xaneyek din ve yek bibe, dikare bi tena serê xwe bibe zîndewerek nû. Spor pêkhateyek taybet e ji bo pirbûna nezayedî, hêk û sperm jî xaneyên taybet in bo pirbûna zayendî. Spor jî mîna hêkan haploîd in lê ji xaneyên sperm û hêk cûda ne, bi gelemperî hêk bi spermê ve yek dibe, ango pîtandin rû dide, paşê ji hêka pîtandî zîndewerek nû çê dibe.
Her wisa şêwe û pêkhateya spor jî ji hêkê gellek cûda ye, spor bi çînek zexm dapoşrav e û di nav kîsîkê spor (sporangium) de tên çêkirin, bi qelîşa kîsikê, spor belavê hawirdorê dibin.
Spor xaneyên haploîdî ne loma ji sporan zindeweren haploîdî peyda dibe, lê hin caran spor bi sporek din ve yek dibe û zîndewerek dîploîdî peyda dibe.
Hin corên bakterî, karok, kevz û riwekan dikarin spor çê bikin.
--Pirbûna riwekan bi spordanê--
Gelemperiya riwekan tovdar in, bi pirbûna zayendî pir dibin, lê riwekên bêtov jî hene, serxes (bi înglîzî: fern) û hezaz (bi înglîzî: moss) mînak in bo riwekên sporçêker.
Di riwekan de, spor bi gelemperî haploid û tekxaneyî ne û ji hêla miyozê ve di kîsikê spor a sporçêkerê (sporophyte) de tên çêkirin. Sporçêker (sporafît) dîploîd e. Bi dabeşbûna miyozî ji sporçêkerê sporên haploîd tên çêkirin, spor belavê hawirdorê dibe, di bin şert û mercên guncav de xaneya spor dest bi dabeşîna mîtozî dike û dibe zîndewerek nû. Ev zîndewera nû wekî gametçêker (gametofît) (bi înglîzî: gametophyte) tê navkirin. Gametofît haploîd e û firexaneyî ye, ji wê jî di dawiyê de bi dabeşbûna mîtozê gamet çê dibin. Du gamet bi hevûdu ve yekdibin û zîgotek çêdibe ko diperise bo sporofîtek nû ya dîploîdî . Di çerxa jiyana hin riwekan, karokan û kevzan de pirbûna zayendî û ya nezayendî li dû hev rû didin Ev çerxa pirbûnê wekî nifşên bidor (guhertina nifşan) (bi înglîzî: alternation of generation) tê navkirin. Di riwekên sporçêker (spordan) de tov û kûlîlk tune, kîsikên sporê heye. Wekî mînak rûyê binî ya pelên serxesê bi koma kîsikên sporan (sorus) dapoşrav e. Di nav her kîsikek de komeleya sporan heye, bi qelîşîna kîsikê, spor belavê hawirdorê dibin.
--Spordana karokan--
Gelemperiya karokan bi sporan pir dibin. Sporên karokan bi dabeşbûna miyozî an jî ya mîtozî tên çêkirin. Xaneya spor pir biçûk û sivik e, spor bi bayê belavê hawirdorê dibin. Gava rastê jîngehek guncav tên, ango germahî, av û xureka hawirdorê guncav be, spora karokê bi dabeşbûna mîtozî xaneyên xwe zêde dike mîselyumek (bi înglîzî: mycelium ) nû çê dike. Wekî mînak kufika nan corek ji karokan e, sporê kufika nan li herderê malê de belav dibin, gava rastê nan tên, heke bi têra xwe şê (nem) û germahî hebe, spor li ser nan dest bi dabeşbûnê dike û dibe kufika nan.
--Çêbûna spor di bakteriyan de--
Hin bakterî jî spor çê dikin lê ev spor ne ji bo pirbûna bakteriyan e û wekî endospor tê navkirin. Gava rewşa hawirdora bakterî ber bi xerabiyê ve diçe, ango germahî, av, xurek, pH û hwd a hawîrdorê ji bo jiyana bakterî ne guncav be, bakterî kromozoma xwe duhende dike, kopyaya kromozoma xwe û hinek sîtoplazmayê bi dîwarek zexm dipêçîne bi vî awayê endosporek çê dike. Rêjeya ava endosporê tê kêmkirin loma çalakiyên xaneya endospore radiweste û endospor dikeve rewşa xewê.Paşê xaneya resen a bakterî hildiweşe û endospor belavê hawîrdorê dibe. Endospor pêkhateyên pir zexm in dikarin bi sedan sal di xewê de bimînin, gava jîngeh guncav dibe endospor diguhere bo xaneya asayî ya bakterî. Bi çêkirina spor hêjmara bakterî zêde nabe lê bakterî bi çêkirina endosporê ji qelînê difilite. Piraniya endosporan dikarin heta germahiya 121 pile santîgtatê bijîn.
* Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.









2021/08/29

Partenogenez


    Partenogenez (bi latînî: parthenogenesis) corek ji pirbûna nezayendiye ko weçe(bi înglîzî: offspring) ji hêka nepîtandî çê dibe.
Piraniya ajalan bi pirbûna zayendî zêde dibin lê hinek ajal û riwek dikarin bi partenogenezê jî pir bibin. partenogenez corek ji pirbûna nezayendi ye ko hêka nepîtandî diperise bo weçeyek serbixwe.


Ji bo hê baştir mirov fehm bike ka partenogenez çi ye, em dikarin mînakek bidin. Pirbûna bi partenogezê li mirovan de rû nade, lê ji bo mînakê, de em bibêjin jinek heye, tu car bi mêrekî (zilam) ve neketiye têkiliya seksê, ango keçîn e. Heke ev jina keçîn bi tena serê xwe ducanî bimîne û keçek bîne dunyayê, ev pirbûn dibû mînakek bo pirbûna partenogenezê.
Peyva partenogenez (bi latînî: parthenogenesis) ji du peyven yewnanî; parthenos+ genesis pêk tê. Wateya parthenos ” keçîn, keçînî ” ye, wateya genesis jî “peydabûn, çêbûn ” e. Ango ji bo pirbûna bi partenogenezê hewceya têkiliya zayendî(seksî) nîn e, loma ev pirbûn, wekî peydabûna ji keçîn (bi înglîzî: virgin birth) tê navkirin.
Hin zindewer tenê bi rêka partenogenzê dikarin pir bibin, ji pirbûna van zîndeweran re pirbûna bi partenogeneza neçar (bi înglîzî: obligate parthenogenesis) tê gotin. Wekî mînak, li hin corên marmêlkeyan, koma marmêlke tenê ji mêyan pêk tê, li nav koma wan de marmêlkeyên nêr tune, loma vanan marmêlkeyên partenogeneziya neçar in.
Hin zindewer jî li gor rewşa jingehê carnan bi pirbûna zayendî, carnan jî bi partenogenezê zêde dibin. Ev cora partenogenez, wekî partenogeneza tercîhî (bi înglîzî: facultative parthenogenesis) tê navkirin. Wekî minak, kêçên avê û mêşhingiv hin caran bi pirbûna zayendî hin caran jî bi partenogenezê pir dibin. Di pêvajoya pirbûna bi partenogenezê de tenê yek bavan cih digire, loma bomaweyî (genetîk) ya weçeyê an raste rast kopyaya bavanê xwe ye an jî dibe ko hinek cudahiyên biçûk hebe. Çêbûna hêkê ya bi rêka dabeşbûna miyozî dibe sedema cudahiya bomaweyî ya weçeyê.
Partenogenez bi gelemperî li ajalên bêbirrbirredar (bi înglîzî: invertebrate), bi taybetî kêzên wekî kêçên avê, spiyên riweka, mozqirtik, mêşhingiv û hin corên mûriyan (gêrik) de rû dide. Herwisa hin ajalên birrbirredar (bi înglîzî: vertebrate) jî bi partenogenezê pir dibin. Wekî mînak, hin corên xişokan, beqan û mesiyan dikarin bi partenogenzê pir bibin.
Li gor cora bavan an jî li gor pêvajoya partenogenezê, dibe ko weçeya bi rêka partenogenezê peydabûyî, zîndewerek haploîd an jî dîploîd be. Hêka nepîtandî, wekî hêka partenogenezî an jî hêka keçîn tê navkirin.
Hin corên marmêlkeyan (gumgumok) bi dabeşbûna miyozî hêka partenogenezi ya diploîd (2n) çê dikin, ji vê hêkê jî bi rêka partenogenezê, weçeyek mê ya dîplod peyda dibe.
Piraniya ajalên ko bi partenogenezê peyda dibin, haploîd in. Wekî mînak mêşhingiv dikarin bi pirbûna bi partenogenzê jî zêde bibin. Şaheng (makemêş) zindewerek dîploîd e, bi dabeşbûna miyozî hekên haploîd çê dike, hêk beyî ko bê pîtandin, dest bi dabeşbûna mîtozî dike. Ji hêka keçîn, pirox (mêşhingiva nêr) çê dibe. Berevajiyê şahenk, ji ber ko pîrox ji yek bavan peyda dibe, pîrox zîndewerek haplodî ye. Ango her xaneyek pirox ne 32, lê 16 kromozoman lixwe digire. Li koma mêşhingivan de mêşhingivên nêr bi rêka partenogenezê, mêşhingivên mê jî bi pirbûna zayendî çê dibin.
* Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.







2021/08/21

Parçebûn


Parçebûn (bi înglîzî: fragmentation) şêweyek zêdebûna nezayendî ye.
Li pirbûna bi parçebûnê de laşê bavan parçe dibe, ji her parçeyek zîndewerek nû çê dibe. Pirbûna bi parçebûnê di nav zîndewerên firexaneyî de rû dide. Hin corên ajal, karok û riwekan li gel pirbûna zayendî, bi parçebûnê, bi awayekê nezayendî jî zêde dibin.


Ji bo pirbûnê, parçebûna hin zîndeweran di bin kontrola zîndewerê de, bi awayekî asayî rû dide. Hin perçebûn jî ji ber erîşên nêçîrvanan an jî ji aliyê mirovan ve bi awayekê destkarî rû dide.
Ajalên wekî îsfenc, kurmê pan, stêra deryayê, bûka deryayê mînak in bo pirbûna bi parçebûnê li ajalan. Pêvajoya pirbûna bi parçebûnê ji du gavan pêk tê; parçebûn û nûbûn.

Nûbûn (bi înglîzî: regeneration) ne pirbûne. Di laşê hemû zîndeweran de nûbûn rû dide lê asta nûbûnê ji bo hemûyan ne yek e. Hin zîndewer ji beşek laşê xwe yên parçebûyî zindewerek nû çê dike wekî mînak kurmê pan, hin zîndewer beşa ko ji laşê wê qetiyaye ji nû ve çê dike, wekî mînak marmêlke. Nûbûn di laşê mirovan de jî rû dide, saxbûna birînan nûbûn e.
Asta nûbûnê li cem sterên deryayê gellek zêde ye. Hin corên stêrên deryayê bi parçebûnê pir dibin. Heke lingek stêra deryayê parçê bibe û jê biqete, stêra deryayê dikare bi nûbûnê lingek nû çê bike. Herwisa li hin coran de, ji beşa qetiyayî jî stêrek nû çê dibe. Ango bi vî awayî hêjmara stêra deryayê zêde dibe.
Lê li selemender û marmêlkeyan de parçebûn nabe sedema zêdebûnê. Wekî mînak heke qijikek an jî bazek ji bo nêçîrkirinê, erîşek bibe ser marmêlkeyê (gumgumok), marmêlke kilika xwe diqetîne û kilik (doçik) mîna kurmek li erdê dilive, ev rewş bala neçîrvanê dikişîne, nêçîrvan berê xwe dide kilikê, di heman demê de marmêlke baz dide û ji wir dûr dikeve. Marmêlke di nav 2-3 mehan de kilikek nû çê dike. Lê ji kilika qetiyayî marmêlkeyek nû çê nabe, loma ji nû ve çêbûna kilika marmêlkeyê ne pirbûn lê nûbûn e.
Planerîa corek ji kurmên pan e û mînaka herî baş a bo pirbûna bi parçebûnê . Planerîa dikare bi awayekî asyayî xwe parçê bike, ji her parçeyek planerîayê, planerîayek nû çê dibe. Loma ev parçebûna asayî ya planerîayê mînak e bo pirbûna bi perçebûnê. Herwisa heke mirov laşê planarîayê bo 3-4 paran parçê bike, û heke jingeh jî guncav be, ji her parçeyek planerîayê, planerîayek nû çê dibe.
Îsfenc û mercan du ajalên deryayê ne ko dikarin bi perçebûnê pir bibin. Di laşê îsfencan de pêvajoya pirbûnê bi qetîna komek xaneyên taybet dest pê dike. Xaneyên ji laşê bavan qetiyayî, di hawirdorek guncav de, gir dibe, dibe îsfencek nû.
Riwek hem bi rêka asayî hem jî ji aliyên mirovan ve , bi destkarî dikarin bi parçebûnê zêde bibin. Wekî mînak; rîwekek heye bi navê Kalanchoe daigremontiana, ev rivek li perê pelên xwe de gellek riwekok çê dike, gava rîwekok ji pela riweka bavan diqetin û dikevêin erdê, her yek ji riwekokan gir dibin û dibin riwekek serbixwe. Ji ber vê taybetiya riwekî, ev rîwek wekî maka hezaran (bi înglîzî: mother of thousands) tê navkirin. Mirov ji pel, liq an jî ji koka riwekan jî dikare riwekên nû çê bike.
* Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.










Biecibîne
Şîrove

2021/08/16

Gopikkirin


Gopikkirin (bi înglîzî: budding) corek ji pirbûna nezayendî ye.

Hinek zîndewerên tekxaneyî û firexaneyî bi gopikkirinê hêjmara xwe zêde dikin. Wekî mînak; hin corên bakterî û karokên havênê zîndewerên têkxaneyî ne û bi gopikkirinê pir dibin. Ajal û riwek firexaneyî ne. Ajalên wekî hîdra, îsfenc, bûka deryayê, hin corên kurmên pan û mercan jî bi gopikkirinê pir dibin.
Di destpêka pirbûna bi gopikkirinê de ji bavan gopikek hûrik ber bi derve dirêj dibe. Bomaweyî ya (genetîk) gopikê , kopyaya ya bavan e. Bi girbûna gopikê, weçe (bi înglîzî: offspring) peyda dibe. Weçe dibe ko bi bavan re zeliqî bimîne an jî demek şûn ve jê biqete û wekî zîndewerk serbixwe bijî.
Hîdra zindewerk ji cîhana ajalan e û bi gopikkirinê pir dibe.
Ji laşê hîdraya bavan, weçe wekî gopikek biçûk ber bi derve dirêj dibe. Weçe bi laşê bavan de zeliqî dimîne ta ko bi têra xwe gir dibe. Piştê peresînê, weçe ji bavan diqete û wekî hîdrayek serbixwe dijî.
Herwisa ji cihana karokan, karoka havên jî bi rêka gopikkirinê pir dibe. Karoka havên zîndewerk tekxaneyî ye. Pêşî ji parzûna xaneya havênê gopikek dirêjê derve dibe, di heman demê de kromozomên havênê duhende dibin û navik dabeş dibe. Navikek di nav sîtoplazmaya xaneya karoka havênê de dimîne, a din digihîje nav gopikê. Bi vî awayê gopik kopyaya kromozomên havenê werdigire. Bi eslê xwe gopikkirina karoka havênê corek dabeşbûna mîtozî ya xaneyê ye, di mîtoza asayî de piştê dabeşbûna navikê, sîtoplazma di navbera herdu xaneyan de bi awayekî yeksan tê parvekirin. Lê di gopikkirina karoka havênê de pirraniya sîtoplazmayê di xaneya bavan de dimîne loma gopik wekî zindewek biçûk peyda dibe.
Ne tenê hîdra û karoka havên, lê hinek bakterî, pêşenge û ajalên wekî îsfenç û bûka deryayê(jellyfish) û mercan jî bi gopikkirinê pir dibin.
Pirbûna nezayendî li gor pirbûna zayendî, bi awayekî hêsantir, leztir û bi xerckirina enerjiyek kêmtir rû dide. Heke hawirdor guncaw be û li hawirdorê guherînên neyînî çê nebe, wê gavê bi pirbûna nezayendî, di demek kurt de ji yek bavanek, bi hêjmarek zêde weçe çê dibin.
Lê heke hokarên wekî germahî, sermahî, ronahî hwd ên hawirdorê di demek kurt de biguhere, ev rewş li ser jiyana corên bi pirbûna nezayendî zêde dibin de bandorek neyînî dike. Ji ber ko zindewerên bi pirbûna nezayendî zêde dibin ji aliyê bomaweyî (genetîk) de kopyayê hev in, guherînek neyînî ya jîngehê dibe ko hemû endamên corê biqelîne. Wekî mînak ; heke hokarek nexweşiya nû di hawîrdora van zîndeweran de belav bibe, ne yek û du lê hemû endamên corê bi carek ve bi vê nexweşiyê dikevin. Bazdan (mutasyon) yek ji hokarên serekî yên hawirdorê ye ko dibe sedema guherîna bomaweyî li zîndeweran.
* Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.








2021/07/24

Dile masûlke

 


Dilemasûlke an jî masûlkeya dil (bi înglîzî: cardiac muscle) yek ji sê corên masûlkeyan e.

Herwekî ji navê wê jî diyar e, ev masûlke tenê di pêkhateya dil de cih digire. Di laş de mêjera dilemasûlkeyê li gor peykeremasûlke û lûsemasûlkeyê gellek hindik e. Bi girjbûn û xavbûna masûlkeyên guhike û zikokeyên dil, xwîn ber bi hemû endam û şaneyên laş ve tê pompekirin. Ango karê sereke ya dilemasûlkeyê, pompekirina xwînê ye.
Dîwarê dil ji sê çînan pêk tê; çîna derve perîkardiyum, çîna naverast miyokardiyum, çîna navî jî wekî endokardiyum tê navkirin. Miyokardiyum bi gelemperî ji dilemasûlkeyê pêk tê. Çîna dilemasûlke li dîwarê guhikeyên dil de tenik, li dîwarê zikokeyan de stûr e. Dilemasûlke herî zêde di dîwarê zikokeya çepê de stûr e. Ji bo şaneya dilemasûlke, peyva myokardiyum (bi înglîzî: myocardium) tê bikaranîn.
--Pêkhateya dilemasûlke û xaneya dilemasûlkeyê--
Lêdana dil û ahenga dillêdanê, ango girjbûn û xavbûna masûlkeyên dil, ji aliyên komek xaneyên taybet ên li ser dîwarê guhikeya rastê ve tê kontrolkirin. Navê koma van xaneyan girê berika guhike ye (bi înglîzî: sinoatrial node). Girê berika guhike pêkhateyek pan e, ji dilemasûlkeyên taybet pêk tê. Dirêjiya girê berika guhikeyê bi qasî 15 mîlîmetre, firehiya wê bi qasî 3 mîlîmetre û stûriya wê jî bi qasî 1 mîlîmetre ye. Xaneyên girê berika guhike, wekî xaneyên pêngave diristker (bi înglîzî: pacemaker cells) tên navkirin. Xaneyên pêngave diristker ne di bin kontrola mirov de, lê di bin kontrola demarekoendama xweyî û hin hormonan de girjbûn û xavbûna masûlkeyên dil rêk dixin.
Ji bo girjbûn û xavbûnê, masûlkeyên dil ji xaneyên pêngave diristker ragihandin werdigirin lê leza lêdana dil ji aliyê demarekoendama xweyî û hormonan ve tê rêkxistin. Leza girjbûn û xavbûna dilemasûlkeyê ji peykeremasûlkeyan hêdîtir, ji lûsemasûlkeyan leztir e.
Xaneyên dilemasûlkeyê li bin mîkroskobê de, mîna xaneyên peykeremasûlkeyê, hêldar xuya dibin û sarkomer li xwe digirin. Xaneyên dilemasûlke ji xaneyên peykeremasûlkeyê kintir in lê ji xaneyên peykeremasûlkeyê stûrtir in. Her xaneyek dilemasûlkeyê bi gelemperî yek navik li xwe digire, hin caran dibe ko xaneyên dilemasûlke cotnavikî bin. Xaneyên dilemasûlkeyê liqdar in, her xane liqek an jî zêdetir liqan li xwe digire. Serê xaneyê û serê liqê xaneyê ya xaneya pêş bi ya xaneya paş ve di nav têkiliyê de ye. Di bin mîkroskobê de girêdanên navbera xane û liqê xaneyan wekî hêlên stûr û tarî xuya dibin. Evan girêdanan, wekî xepleyên navbera xaneyan (bi înglîzî: intercalated discs) tên navkirin. Xepleyên navbera xaneyan wekî girêdanên navber (gap junctions) kar dikin. Ragihandinên ji bo girjbûna masûlkeya dil ji xaneyek bo xaneya din, bi navbeynkariya xepleyen navbera xaneyan tê guhêztin.
Xepleyên navbera xaneyan beşek ji parzuna xaneyê ne, ji bo girjbûna dilemasûlkeyê du pêkhateyên girîng li xwe digirin; girêdanên navber (gap junctions) û dezmozom (desmosomes)
Girêdanên navber, di navbera masûlkerîşalên dilemasûlkeyên cînar de cogan ava dike. Erkê kar, di nav van cogan de ji xaneyek ber bi xaneya din derbas dibe. Gehînkeyên bi girêdanên navber wekî girêdanên elektrîkî tên navkirin. Ji bo girjbûna dilemesûlke, sinyalên elektîkî bi şeweyê erkê kar hê leztir belavê xaneyên dilemasûlke dibe loma hemû xaneyên dil bi hev re bi awayekî ahengî girj dibin.
Pêkhateya duyem a xepleyên nevbera xaneyan, wekî dezmozom tê navkirin. Dezmozom xalên zeliqînê ne ko serê xaneyên dilemasûlkeyê bi hev re girê didin. Bi vî awayê dema di her xaneyek de girjbûn rû dide, xane ji hev venaqetin.
Herwekî xaneyên peykeremasûlkeyê, xaneyên dilemasûlke jî ji sarkomeran pêk tê. Sarkomer di navbera du hêlên Zyê de cih digire, ji deziyê stûr û deziyê barîk pêk tê. Deziyê stûr ji miyozînê pêk tê. Di Serikên miyozînê de ji bo girêdana bi aktînê re beşek heye herwisa çalakiya ATPaz jî li serikên miyozînê de rû dide.
Deziyê barîk ji sê cor proteînan pêk tê: aktîn, tropomiyozîn û troponîn. Aktîn proteînek gogî ye, proteînên aktînê bi hevre girê dibin û bi awayekî du deziyên lûlpêç deziyê aktînê pêk tînin. Li ser aktînê cihên girêdana miyozînê heye. Tropomiyozîn li ser aktînê de dirêj dibe û cihên girêdana miyozînê vedişere. Troponîn jî proteînek gogî ye û ji sê binebeşan pêk tê. Ji van binebeşan, binebeşa C ya troponînê bi kalsiyumê ve girê dibe û tropomiyozînê ji cihê girêdana miyozînê dûr dixe ko panîpire ava bibin.
Berevajiyê peykeremasûlke, xaneyên dilemasûlke nikarin bi kiryara meyandinê (genîn) ji xurekan ATP berhem bikin. Xaneyên dilemasûlke bi henasedana xaneyî di mîtokondriyan de bi navbeynkariya oksîjenê ji xurekan ATP berhem dikin, loma xaneyên dilemasûlkeyê li gor masûlkeyên din, bi hejmarek hê zêdetir mîtokondrî li xwe digirin.
--Gavên girjbûna dilemasûlkeyê--
Girjbûna dilemasûlke jî li gor bîrdoziya xilîska dezîyan (bi înglîzî: sliding filament theory) rû dide. Li gor wê bîrdoziyê, di navbera aktîn û miyozînê de panîpire ava dibin û hildiweşin, deziyên barîk li ser deziyên stûr ve dixilîskin. Bi vî awayê sarkomer kin dibin. Dilemasûlke jî mîna peykeremasûlke û lûsemasûlkeyan bi navbeynkariya erkê kar hêza girjbûnê bi dest dixin.
Her dillêdanek de ne yek lê koma xaneyên dilemasûlke girj dibin. Ji bo destpêkirina lêdana dil sinyalên elektrîkî ji girê berika gihukeyê tê. Gava ji xaneyên girê berika gihuke sinyal digihîje xaneyên dilemasûlkeyê, xane bi navbeynkariya xepleyên navbera xaneyan, sinyalan belavê xaneyên din dike.
Ji ber sînyalan, li parzûna xaneyê ya xaneyên dilemasûlkeyan de cogên sodyum û yên kalsiyumê vedibin, berevajîbûna cemsergirî û erkê kar rû dide. Erkê kar bi navbeynkariya lûlekên T, berevajîbûna cemsergiriyê, belavê nav xaneyê dike. Bi vebûna cogên kalsiyumê, kalsiyum ji şileya derveyê xaneyê derbasî nav xaneyê dibe. Herrika kalsiyumê, di nav xaneyê de xestiya kalsiyumê zêde dike. Ev xestî ji bo destpêkirina girjbûnê ne bes e, lê zêdebûna xestiya kalsiyumê bandor li ser retîkûlûma sarkoplazmî dike ji wê jî kalsiyum tê derdan. Bi vî awayê xestiya kalsiyumê di nav xaneyê de bi têra xwe zêde dibe.
Deziyê barîk ji proteînên aktîn, troponîn û tropomiyozînê pêk tê. Gava masûlke xav (sist) ê, tropomiyozîna deziyê aktînê li ser rûyê çalak a aktînê de dimîne, cihê girêdana miyozînê vedişêre , loma serikê miyozînê nikare bi aktînê ve girê bibe. Ji bo girjbûna masûlkeyê divê di navbera deziyê aktîn û miyozînê de panîpire ava bibe. Ango divê serikê miyozînê bi rûyê çalak a aktînê ve girêdan ava bike. Rûyên çalak cihên taybet in li ser deziyê aktînê û ji bo girêdana miyozînê tên bikaranîn.
Ji bo girjbûna masûlkexaneyê, kalsiyuma nav xaneyê bi troponîna ser aktînê ve girê dibe, ji ber wê girêdanê şêweyê tropomiyozîna li ser rûyê çalak a aktînê diguhere, tropomiyozîn ji rûyê girêdana miyozînê dûr dikeve. Bi dûrketina tropomiyozînê, rûyê çalak a aktînê ya ji bo girêdana miyozînê xuya dibe. Serikê miyozînê bi aktînê ve girê dibe û panîpire ava dibe. Bi avabûn û hilweşîna panîpireyê, deziyên barîk û yên stûr li ser hev dixelîskin, bi vî awayê hêza kêşandinê peyda dibe, sarkomer kin dibe. Rêjeya girjbûna xaneyên dilemasûlkeyê ji aliyê xestiya kalsiyuma nav xaneyê ve tê diyarkirin. Heke xestiya kalsiyumê zêde be, girjbûn jî hê bi hêztir rû dide.
--Xavbûna dilemasûlkeyê--
Ji bo xavbûnê divê xestiya kalsiyuma nav sarkoplazmaya xaneyê bêne kêmkirin. Bi navbeynkariya enzîma kalsiyum ATPaz, hinek kalsiyum di retîkûlûma sarkoplazmî de tê embarkirin. Herwisa hinek kalsiyum jî bi rêka cogên kalsiyumê, bi xerckirina enerjiya ATPyê û navbeynkariya enzîma kalsiyum ATPaz ji xaneyê tê dûrxistin. Hinek kalsiyum jî bi pompeya kalsiyum-sodyumê ji xaneyê tên avêtin. Bi vî awayê xestiya kalsiyumê di nav xaneyê de dadikeve, kalsiyum ji troponînê diqete, rûyê çalak a aktînê ji aliyê tropomiyozîmê ve tê girtin, panîpire hildiweşe û xavbûna masûlkeyê rû dide.
--Nexweşîya dilemasûlkeyê--
Hin caran pêngave diristker (girê berika guhike) sînyalên elektîkî bi şeweyek neasayî dişînin xaneyên dilemasûlkeyê, ji ber sînyalên neasayî ahenga dillêdanê têk diçe. Ji bo çareserkirina vê nexweşiyê, pêngavê dirisker a destkar bi masûlkeyên dil ve tê girêdan. Ev amûr di nav gel de wekî pîla dil jî tê navkirin.
*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin







2021/07/12

Lûsemasûlke





Gelo te qet hûr û rûvî xwariye? Xwarina hûr û rûvî di nav Kurdan da xwarinek tamxweş e. Goştê hûr û rûviyê naşibe goştê sor ne wîsa? Goştê hûr û rûviyê bi gelemperî ji lûsemasûlkeyan pêk tê.
Lûsemasûlke an jî masûlkeya lûs (bi înglîzî: smooth muscle) yek ji sê corên masûlkeyan e.
Xaneyên lûsemasûlkeyê hêldar nîn in. Ango di bin mîkroskobê de deziyên masûlkerîşalan wekî beşên ronî û tarî xuya nabin, loma navê lûsemasûlke lê kirine. Rengê lûsemasûlkeyan bi qasî yên peykeremasûlkeyan sor nîn e.
Lûsemasûlke ji xaneyên şeweyê teşiyî pêk tê, navenda xaneyê stûr e, herdu serikên xaneyê tûj e. Her xaneyek de yek navik heye, navik di navenda xaneyê de cih digire. Lûsemasûlke masûlkeya xwênewîst e. Ango ne li gor xwestaka mirov, lê li gor ragihandinên demarekoendama xweyî tê kontrolkirin.
Xaneyên lûsemasûlke jî ji rîşalan pêk tê, loma xaneyên wê jî wekî masûlkerîşal tên navkirin. Masûlkerîşalên lûsemasûlkeyê ji rîşalên hûrik pêk tên. Tîreya rîşlên lûsemasûleyan bi qasê 1 heta 5 mîkrometre, dirêjiya wan jî bi qasî 20 heta 500 mîkrometre ye. Xaneyên lûsemasûlkeyê jî deziyên aktîn û miyozînê li xwe digirin, lê rêzbûna deziyan ne mîna yên peykeremasûlkeyê ne. Leza girjbûn û xavbûna lûsemasûlkeyan ji ya peykeremasûlkeyan hêdîtir e. Ji ber ko ji xeynî dil, hema hemû endamên hinavê lûsemasûlke li xwe digirin, hin caran lûsemasûlke wekî masûlkeyê hinav (bi înglîzî: viceral muscle) jî tê navkirin.
Pirraniya endamên laş lûsemasûlke li xwe digirin. Hinek beşen laş ko lûsemasûlke li xwe digirin ;
1.Dîwarên endamên wekî soriçik, gede û rûviyan.
2.Cogên rijênên herisê.
3.Borrîhewa, liqeborriheva, borrîkêhewa û sikildanokên hewayê.
4.Borrîmîz, mîzldank, mîzerê.
5. Dîwarên lûleyên xwînê.
6. Di çerm de masûlkeyên repkirina mûyan
7. Rijênên şîr, di koendama zawzê de beşên wekî rijênê prostat, mindaldan (malzarok), kîsikê gunan (tûrikê gun)
8. Di çav de rengîne û tenê kûlkdar
--Erkên lûsemasûlkeyê--
Di koendama dilelûleyê de erkên lûsemasûlekeyê,
Lûsemasûlkeyên li ser dîwarên lûlêyên xwînê, pesto û herrika xwîna endam û beşên laş rêk dixe.
Di koendama henaseyê de erkên lûsemasûlekeyê,
Girjbûn û xavbûna lûsemasûlkeyên coga henaseyê, tîreya coga henaseyê diguherînin, bi vî awayê herrika hewaya henasegirtin û henasedayînê rêk dixin.
Di koendama herisê de erkên lûsemasûlekeyê,
Lûse masûlkeyên coga herisê bi girjbûn û xavbûnê, xurekemadeyan ji gewriyê heta tortorikê diguhêzînin. Enzîmên herisê û xurekan li nav hev dixin. Derfet didin ji bo mijîna xurekên herisbûyî. Di hêla guşeran (sphincters) de lûse masûlke bi guvaştinê, guşerên gedeyê digire bi vî awayê xurek ji bo demek dirêj di nav gedeyê de dimînin, ev rewş firsend dide bo herisa mekenîk û ya kîmyayî ya xurekan. Her wisa xurekên neherisbûyî jî di tortorîkê de tên embarkirin. Li kotahiya tortarîkê de kom (pind) heyê, guşerên komê dema derketina destavê tên vekirin lê di demen din de ji bo embarkirina pîsayî guşerên ji lûsemasûlke girtî ne.
Di koendama mîzê de erkên lûsemasûlekeyê,
Di gurçikan de lûsemasûlkeyên dîwarên lûleyên xwînê , herrika xwîna nav gurçikê û parzûnkirina di glomerulusê de rêk dixe. Lûsemasûlkeyên borrîmîzan , mîza nav gurçikan ber bi mizildankê pal didin. Herwisa lûsemasûlkeyên mîzdankê jî mîzê bi navbeynkariya rêya mîzê (mîzerê) ber bi derveyê laş davêje.
Di koendama zawzê de erkên lûsemasûlekeyê,
Di laşê nêran de guhêztin û derdana sperm û rijênan. Di laşê mêyan de arastekirina spermên wergirtî bi ber bi coga zawzê . Ji hêkdankê heta malzarokê guheztina hêkê. Dema ji dayikbûnê, ji malzarokê paldana dergûşê.
--Corên lûsemasûlkeyan--
Du corên sereke yên lûsemasûlkeyan heye;
lûsemasûlkeyên tek yekeyî û lûsemasûlkeyên fire yekeyî
--Lûsemasûlkeyên tek yekeyî--
Coga herisê,coga henaseyê, mîzdank, malzarok, borrîmîz, lûleyên xwînê, coga zeravê hvd lûsemasûlkeyê tek yekeyî (bi înglîzî: single unit smooth muscle) li xwe digirin. Bi sedan hezar xaneyên lûsemasûlkeyê gişt bi hev re wekî mîna yek xaneyêk girj dibin û xav dibin. Lûsemasûlkeyên tek yekeyî bi şêweyê koma gurzan an jî wekî berg di endaman de cih digirin. Xaneyên lûsemasûlkeyê tek yekeyî bi girêdanên navber (bi înglîzî: gap junctions) bi hev re di nav têkiliyê de ne. Ango parzûna xaneyên lûsemasûleyên tek yekeyî bi girêdanên navber li gelek beşan de bi hev re girêdayî ne. Erkê kar bi navbeynkariya girêdanên navber ji xaneyek derbasî xaneyên din dibe. Loma lûsemasûlkeyên van endaman bi awayekî hemahengî girj dibin, bi vî awayê hemû xaneyên masûlkeyê bi carekî ve, wekî tek yekeyek girj dibin.
Wekî mînak; di xaneyên lûsemasûlkeyê mîzdankê de, di hemû xaneyan de erkê kar di heman demê de rû dide. Her çiqas ji bo her xaneyek rîşalên demar tune be jî, demareragîhandina ji yek demarê dikare bi navbeynkariya girêdanên navber belavê hemû xaneyan bibe. Hemû xane bi hemahengî girj dibin, qebareya mîzdankê kêm dibe, pestoya mîza nav mîzdankê zêde dibe. Mirov bi mîzkirinê mîzdankê vala dikê û pestoya wê kêm dike.
--Lûsemasûlkeyên fire yekeyî--
Xaneyên vê cora lûsemasûlkeyê jî hev cuda ne, ango bi girêdanên navber bi hev re girêdayî nîn in. Her xaneyek dikare bi awayekî serbixwe bixebite. Bi gelemperî her masûlkexaneyêk wekî mîna masûlkerîşalên peykeremasûlkeyê, bi kotahiya demarekî ve gîrêdayî ye. Rûyê derve yên xaneyên lûsemasûlkeyên fire yekeyî bi perdeyek tenik dapoşrav e. Perde dişibe perdeya binyat (bi înglîzî: basement membrane) û ji kolojen û glîkoproteînan pêk tê. Xane bi hebûna perdeyê ji hev cûda dimînin û erkê kar ji xaneyek nikare derbasî yeka din bibe.
Taybetmendiya herî girîng ji bo xaneyên lûsemasûlkeya fire yekeyî ev e ko girjbûn û xavbûna her xaneyek ne li gor çalakiya xaneyên din, lê bi awayekê serbixwe rû dide û çalakiya wan tenê ji aliyê demareragihandinan ve tê rekxistin. Kûlkemasûlkeyên çavê, masûlkeyên rengîneya çavê, herwîsa di çerm de masûlkeyên repker ên mûyê mînak in ji bo lûsemasûlkeyên fire yekeyî.
--Pêkhate û girjbûna xaneya lûsemasûlkeyê--
Xaneya lûsemasûlke, deziyên barîk û stûr li xwe digire. Her wisa proteînên aktîn û miyozîn jî di pêkhateya lûsemasûlkeyê de cih digirin. Pêkhateya van herdu proteînan dişibin proteînên aktîn û miyozîna peykeremasûlkeyê. Li deziyê barîk de aktîn û tropomiyozîn heye lê troponîn tune, loma pêvajoya girjbûna xaneyên lûsemasûlkeyê ji ya peykeremasûlkeyê cuda ye. Di xaneyên lûsemasûlkeyê de sarkomer tune deziyên aktînê ne bi hêla Z lê bi tenên çîr (bi înglîzî: dense bodies) ve girêdayî ne. Tenên çîr wekî mîna hêlên Z yên peykeremasûlke û dilemasûlkeyê kar dikin û bi sarkolemayê ve girêdayî ne. Tenên çîr li ser xêzek de rezbûyî nîn in, loma dema girjbûnê, xaneya masûlkeyê bi şêweyê lûlpêç ba dibe û kin dibe.
Deziyên lûsemasûlkeyê ji yên peykeremasûlkeyê dirêjtir in. %90ê xaneya lûsemasûlkeyê bi dezî û tenên çîr dagirtî ye. Di xaneyên lûsemasûlkeyê de lûlekên T tune, qebareya retîkûlûma endoplazmî jî ne bi qasî yên xaneyên peykeremasûlkeyê zêde ye. Loma, ji bo girjbûnê, iyonên kalsiyumê li gel retîkûlûma sarkoplazmî, ji şileya derveyê xaneyê jî tê dabînkirin.
Lûsemasûlke ji peykeremasûlkeyan hêdîtir girj dibin, lê gava girj dibin, bo demek dirêjtir dikarin wekî girjbûyî bimînin. Aktîn û miyozînên lûsemasûleyê hema wekî mîna yên peykeremasûlkeyê kar dikin. Ango aktîn li ser miyozînan dixilîskin. Ji bo girjbûnê, pêdiviya xaneyên lûsemasûlkeyê bi îyonên kalsiyumê û ATPyê heye.
Di xaneyên lûsemasûlkeyê de bi navê kalmodulîn (bi înglîzî: calmodulin )proteînek peyamber heye, ev proteîn dişibe troponîna peykeremasûlkeyê. Dema masûlkexane neçalak in, ji derve kalsiyum derbasî nav xaneyan nabe û bi kalmodulînê ve girê nabe, loma masûlkexane di rewşa bêdengiyê de dimîne. Gava masûlkexane ji aliyê demarexane, hormon an jî ji aliyê hêzên din ve tên handerkirin, li parzûna xaneya lûsemasûlkeyê de berevajîbûna cemsergirî (bi înglîzî:depolarization) rû dide û kalsiyum bi navbeynkariya cogên kalsiyumê, ji şileya navbera xaneyan ber bi hundirê xaneyê ve diherike. Herwisa di heman demê de retîkûlûma sarkopazmî jî hinek kalsiyum der dide nav sarkoplazmaya xaneyê. Di xaneya lûsemasûlkeyê de asta berevajîbûna cemsergirî çiqas zêde be, herrika kalsiyûmê ya ber bi nav xaneyê jî ewqas zêde dibe, di nav xaneyê de xestiya kalsiyumê çiqas zêde bibe, girjbûna masûlkeyê jî hê bi hêztir dibe. Di nav sarkoplazmayê de zêdebûna kalsiyumê di masûlkexaneyê de rêzeçalakiyan dide destpêkirin.
Zincîra sivik a miyozînê (bi înglîzî: myosin light-chain ) navê proteînek taybet e di xaneyên lûsemasûlkeyê de, di nav xaneyê de hebûna zincîra sivik a miyozînê dibe ko bi fosfat ve girêdayî be an jî bi awayekî serbest be. Bi zincîra sivik a miyozînê ve girêdana fosfatan, ji aliyê kalmodulîn ve tê rêkxistin. Girêdana fosfatê wekî fosfatîbûn(bi inglizi: phosphorylation) tê navkirin. Ji bo fosfatîbûnê, li gel kamodulîn û kalsiyumê, enzîmek jî navbeynkarî dike. Enzîma bi navê kînaza zîncîra sivik a miyozînê (bi înglîzî: light-chain kinase (MLCK) ji aliyê kalsiyum-kalmodulîn ve tê çalakkirin. Enzîma kînaza zîncîra sivik a miyozînê, fosfatîbûnê dide destpêkirin û zincîra sivik a miyozînê bi molekûlên fosfatê ve girê dibin. Bi fosfatê ve girêdana zincîra sivik, ji bo destpêkirina pêvajoya girjbûnê gava yekem a girîng e. Di heman demê de kalmodulîn bi proteîna kaldesmon ( bi înglîzî: caldesmon) ve girê dibe, ev pêkhateya nû tropomiyozîna li ser deziyê barîk ji cihê girêdana miyozînê dûr dixe. Ev rewş rê li ber avakirina panî pireyê ve dike. Fosfatîbûna panîpireyên miyozînê rê dide serikê miyozînê ko bi aktînê ve girê bibe. Rêjeya fosfatîbûna zincîrên sivik ên miyozînê hêza girjbûn û maweya girjbûna lûsemasûlkeyê diyar dike.
Girjbûna lûsemasûlkeyê li gor peykeremasûlkeyê gelek hêdî rû dide, lê lûsemasûlke zû nawestin û bi gelemperî bo demek dirêj çalak dimînin. Pêdiviya lûsemasûlkeyan a bi enerjiya ATPyê ji ya peykeremasûlkeyan kêmtir e, loma lûsemasûlke bêrawestan û bêwestan dikarin bo demek dirêj çalak bimînin.
Ji bo xavbûna lûsemasûlkeyan, cogên kalsiyumê yên li ser parzûna masûlkexaneyan tên girtin, kalsiyuma nav sarkoplazmayê bi navbeynkariya pompeyên kalsiyume ber bi derveyî xaneyê ve tên pompekirin. Bi vî awayê di nav xaneyê de xestiya kalsiyumê kêm dibe, kalmodulîn ji kînaza zîncîra sivik a miyozînê diqete, dawî li çalakiya eznîmê tê. Enzîma fosfataza zincîra sivik a miyozînê ( bi înglîzî: myosin light-chain
phosphatase ( MLCP ) fosfatên bi miyozînê ve girêdayê, ji miyozînê diqetîne. Dûrxistina fosfatan panîpireyê hildiweşîne, bi vî awayê masûlke xav dibe. Hêza girjbûn û xavbûna hemû lûsemasûlkeyan ne yek e. Di xaneyê de xestî û çalakiya du enzîman; kînaza zincîra sivik a miyozînê û fosfataza zincîra sivik a miyozînê hêz û leza girjbûna lûsemasûlkeyê diyar dikin.