Celadet Alî Bedîrxan

Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)
Showing posts with label xwînber. Show all posts
Showing posts with label xwînber. Show all posts

2022/09/15

Plasenta

 



    Plasenta, hevalpiçûk an jî wêllaş (bi înglîzî: placenta), pekhateyek taybet ji bo alûgorkirina madeyan di navbera xwîna dayik û xwîna korpelêyê de
    Di cîhana ajalan de li gor peresîna embriyo û korpeleyê, pola memikdaran ji sê jêrepolan pêk tê;
memikdarên hêkker, memikdarên tûrikî, memikdarên plasentayî. Her wekî ji navê wê jî diyar e, embriyoyên memikdarên plasentayî bi navbeynkariya plasentayê bi navpoşê malzarokê dayika xwe ve girêdayî ye.
    Kangûrû (bi înglîzî: kangaroo) ajalek memikdar e,lê plasenta ya embriyoya kangûrûyê bi têra xwe naperise ji ber wê yekê, korpeleya hê bi têra xwe neperisî ji dayik dibe û peresîna xwe di tûrikê dayika xwe de bi şîrmijandinê didome, loma navê van ajalan memikdarên tûrikî ne.
    Ajalek memikdar a bi navê platîpûs (bi latînî: platypus) heye, her çiqas ev ajal pirraniya taybetmendiyên memikdaran lixwe bigre jî, korpeleya vê ajalê bi hêkkirinê peyda dibe. Ango platîpûs mîna balindeyek hêk dike, piştê kurkketinê çêjik ji hêkê derdikevin û bi şîrên dayikê tên xwedîkirin. Gopika memikên platîbûs nîne, şîr ji çerm diherike ser pirçên wê, çêjik şîrê ne ji memikan lê ji pirçan dimijin. Memikdarên hêkker û memikdarên tûrikî taybet in ji bo parzemîna Awistralyayê û başûrê parzemîna Emerikayê. Pirraniya memikdarên cîhana ajalan, ji memikdarên plasentayî pêk tên. Mirov, hirç, çêlek, mişk, rovî û şêr mînak in bo memikdarên plasentayî.
--Peresîn û pêkhateya plasentayê--
    Blastoçikildan pêkhateyek piçûk e, ji bo çebûna korpeleyê divê bi têra xwe xurek û madeyên pêwîst bigihîje xaneyên balastoçikildanê ko xane dabeş bibin, biperisin û bibin embriyo û korpele. Di dirêjiya 2 heta 4 heftên peresînê de embriyo xurekê ji navpoşê malzarokê dabîn dike. Paşê plasenta peyda dibe, xurek û madeyên pêwist ji xwîna dayikê bi navbeynkariya plasentayê derbasî nav xwîna embriyo û korpeleyê dibin. Ango plasenta endamek taybet e ji bo nezîkkirina herrika xwîna korpeleyê bi xwîna dayikê ve.
    Piştî çeqîna blastoçikildanê, ji çîna koriyonê, pêkhateyên bi şeweyî tilî ber bi navpoşê malzarokê dirêj dibin. Ji van pêkhateyan re tê gotin memîleyên koriyonî.Memîleyên koriyonî dewlemend in bi lûleyên xwînê. Xaneyên çîna koriyonê enzîmên herisê lixwe digirin. Bi van enzîman xaneyên navpoşê malzarokê diherisînin.Her ko memîle dirêj dibin, xaneyên navpoşê malzarokê diruxînin û di navpoşê malzarokê de valahiyên (hewz) piçûk peyda dibe. Valahiyên navpoşê malzarokê bi xwîna dayikê tijî dibin, memileyên koriyonî jî xwe dirêjê nav vê xwînê dikin. Bi vî awayî plasenta dirist dibe.
Plasenta endamek bi şêweyî xepleyî ye. Rûyê aliyê korpeleyê ya plasentayê qoqiz e, rûyê aliyê malzarokê pehn e. Giraniya plasentayê bi qasî yek kîlogram e. Plasenta ji du beşan pêk tê, beşa aliyê dayikê û ya aliyê korpeleyê. Beşa aliyê dayikê ya plasentayê wekî pişka plasentayê ya dayikê tê navkirin. Ev pişk ji rûkeşeşane, xwînber û xwînhênerên navpoşa malzarokê pêk tê.Beşa aliyê korpeleyê ji koriyonê pêk tê û wekî pişka plasentayê ya korpeleyê tê navkirin. Ji çîna naverast (mezoderm) a embriyoyê xaneyên mezenşîmî (mesenchymal cells) peyda dibin û di nav memîleyan de kom dibin. Bi gorankariya xaneyên mezenşîmî, lûleyên xwînê ava dibin. Di nav van lûleyên xwînê de sê hev lûle, wekî lûleyên xwînê yên navikebendikê tên navkirin. Di navbera plasenta û korpeleyê de navikebendik (bi înglîzî:umblical cord) heye. Xwîna embriyoyê bi xwînberên navikebendikê digihîje plasentayê û bi xwînhênera navikebendikê jî vedigere laşê embriyoyê.
Pirraniya plasentayê ji lûleyên xwînê yên dayik û yên embriyoyê pêk tê. Bi eslê xwe plasenta xwîna embriyo û ya dayikê ji hev cuda digire û nahêle xwîna herdu aliyan têkilî hev bibe.
Xurek û oksîjen ji lûleyên xwîna dayikê derbasî nav xwîna dayikê ya derdora memileyan dibin, ji wir jî bi belavbûnê (dîfuzyon) an jî bi veguhastina çalak derbasî nav lûleyên xwîna korpeleyê dibin. Karbona dîoksîd û hin paşmayîyên din jî ji lûleyên xwîna korpeleyê ber bi xwîna dayik ve tên guhestin.

--Erkên plasentayê--
Sê erkên serekî yê plasentayê heye.
1. Di navbera xwîna korpeleyê û ya dayikê de alûgorkirina xurek, madeyên paşmayî û gazên henaseyê
2. Ji bo geşebûn û peresîna korpeleye, ji bo rawstandina helweşîna navpoşê malzarokê û ji bo pêkanîna hin guherînan di laşê dayikê de, plasenta hormonan der dide.
3. Ji bo dabînkirina bergiriya sist, gîhandina dijetenên dayikê bo embriyo û korpeleyê.
Erkê alûgorkirina madeyan
Ji bo geşebûn û peresîna korpeleyê, xurekemade, hormon,vîtamîn, mîneral, av û hwd ji xwîna dayikê derbasî xwîna korpeleyê dibe.
Di laşê korpeleyê de ji karlêkên kîmyayî madeyên paşmayî peyda dibe. Ji ber ko koendama deravêtinê ya korpeleyê hê çalak nîn e, madeyên paşmayî bi navbeynkariya plasentayê, ber bi xwîna dayikê ve tên guhaztin.
Erkê henasedanê
Pişikên korpeleyê piştê ji dayikbûnê çalak dibin bo alûgorkirina gazên oksîjen û karbona dîoksîdê. Loma di dirêjiya ducaniyê de ji bo alûgorkirina gazen henaseyê, plasenta kar dike. Oksîjena korpeleyê ji xwîna dayikê bi belavbûnê (dîfuzyon) tê dabînkirin. Herwiha karbona dîoksîda nav xwîna korpeleyê jî bi navbeynkariya plasentayê derbasî xwîna dayikê dibe.
Erkê hormonderdanê
Plasenta komek hormon jî berhem dike û der dide, loma li gel karên din, plasenta wekî rijênek jî kar dike.
Hormonên plasentayê;
1. Hormona koriyonî ya handerê gonadên mirov(human chorionic gonadotropin(hCG))
2. Êstrocen
3. Procesteron
4. Hormona koryonî ya handrê memikên mirov(human chorionic somatomammotropin(HCS))
5. Rîlaksîn (relaxin).
    Hormona koriyonî ya handerên gonadên mirov (hCH) bandor li ser tenê zer dike, rê li ber hilweşîna tenê zer digire, bi vî awayî stûriya navpoşê malzarokê tê parastin.Ango hCH berdewamiya derdana hormonên tenê zer dabîn dike. Procesteron û êstrocen pêşî ji aliyê tenê zer ve tê derdan, paşê ji aliyê plasentayê ve tê derdan. Ev herdu hormon gellek girîng in ji bo berdewamiya ducaniyê. Heke di nav du mehên destpêkê ya ducaniyê de, di xwîna laşê dayikê de asta hCG nizim be, an jî hCG qet tune be, tenê zer hildiweşe. Ji ber hilweşîna tenê zer, stûriya navpoşê malzarokê kêm dibe, çeqîna embriyoyê bi ser nakeve, jiberçûna embriyoyê rû dide û dawî li ducaniyê tê. Herwisa hCG di dirêjiya ducaniyê de rê li ber hêkdanê jî digire.
    Di korpeleyên nêr de çalakiya hCG dişibe çalakiya hormona handerê tenê zer (LH) a mirovên pêgihîştî. hCG di korpeleyên nêr de xaneyên Leydig han dike bo derdana testosteronê. Testosteron pêwist e ji bo peresîna endamên zaûzê ya korpeleya nêr. Herwisa hCG bandor li ser koendama bergiriya dayikê dike û korpeleyê ji bandorên neyînî yên koendama bergiriya dayikê diparêze.
Erk û pêkhateya êstrocena plasentayî û êstrocena hêkdankê heman in.
• Êstrocen rê li ber firehbûna malzarokê ve dike, bi vî awayî cih peyda dibe ji bo korpeleya roj bi roj geşe dibe.
• Êstrocen bandor li ser memikên dayikê dike, memik gir dibin û cogên şîrê diperisin.
• Êstrocen dibe sedema firehbûna endamên zaûzê ya derve ya dayikê.
• Êstrocen besterên hewzê (bi înglîzî: pelvic ligaments) sist dike bi vî awayî di coga zayînê de derbasbûna korpeleyê hêsantir dibe.
Erk û pêkhateya procesterona ji plasentayê tê derdan û ya ji hêkdankê tê derdan heman in.
• Procesteron navpoşê malzarokê amade dike bo çeqîna embriyoyê û çêbûna plasentayê.
• Bi bandora procesteronê, hin ji şaneya navpoşê malzarokê hildiweşe û navpoşê malzarokê bi lûleyên xwînê dewlemend dibe.
• Di navpoşê malzarokê de bi hankirina procesteronê xaneyên desîdal (decidual cells) diperisin. Heta çêbûna plasentayê, xurekê embriyoyê ji xaneyên desîdal tê dabînkirin.
• Procesteron di dirêjiya ducaniyê de rê li ber girjbûna masûlkeyên malzarokê digire ko korpele heta dawiya ducaniyê di malzarokê de bimîne û biperise.
• Procesteron jî wekî êstrocenê bandor li memikên dayikê dike, memik gir dibin û cogên şîrê fireh dibin, rijênên şîrê diperisin û ji bo derdana şîrê amade dibin.
    Hormona koryonî ya handrê memikên mirov (Human chorionic somatomammotropin (HCS)) hormonek peptîdî ya plasentayê ye. Hin caran ev hormon wekî “hormona plasentayî ya çêkerê şîr”(bi înglîzî: placental lactogen) jî tê navkirin. Bandora wê mîna hormona prolaktîn û hormona geşê ya hîpofîzê ye. Bi taybetî li ser geşebûna memikên dayikê û li ser geşebûna korpeleyê bandor dike. HCS di xwîna dayikê de rêjeya glukoz û çewriyê zêde dike, bi vî awayî hê pirtir xurek derbasî xwîna korpeleyê dibe. Korpele bi alikariya van xurekan diperise û geşe dibe.
    Rîlaksîn(relaxin) hormonek firepeptîdî ye, ji tenê zer tê derdan. Dema zarokanînê (zayîn) de plasenta û memikên dayikê gelelk ji hormona rîlaksînê der didin. Rîlaksîn stûyê malzarokê fire dike bo derbasbûna korpeleyê.
Erkê dabinkirina bergiriyê
    Koendama bergiriyê ya korpele piştê ji dayikbûnê diperise û çalak dibe. Lê korpele bi alîkariya koendama bergiriya dayikê ji hin hokarên nexweşiyan tê parastin. Ji xwîna dayikê hin dijeten derbasî nav xwîna korpeleyê dibe û bergiriya sist a korpeleyê dabîn dike.
    Mixabîn li gel madeyên sûdbexş, dibe ko madeyên ziyanbexş jî ji xwîna dayikê derbasî xwîna korpeleyê bibe. Dema ducaniyê, korpele ji pişikên dayikê sûd digire. Loma divê dayik cigare nekişîne, an na madeyên nav tûtina cixareyê jî ji xwîna dayikê derbasî laşê korpeleyê dibe. Herwisa heke dayik di ducaniyê de alkol vebixwe an jî derman bigire, ev madeyan jî derbasî xwîna korpeleyê dibin û bandorek neyînî li ser peresîna korpeleyê dikin. Dibe ko hokarên hin nexweşiyan jî ji dayikê derbasî korpeleyê bibe.Wekî mînak, heke dayik bi nexweşiya AIDS (nîşana nemana bergiriya destketî) be, vîrûsa nexweşiyê bi navbeynkariya plasentayê derbasî korpeleyê dibe,korpele jî bi nexweşiya AIDS ji dayik dibe.
*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin
















2022/08/11

Çeqîn

 


    Peresîna weçeyê ya ji pîtîna xaneya hêkê heta dawiya çeqînê, wekî peresîna pêşembriyoyî tê navkirin. Piştî hekdananê, eger hêkexane di nav 24 seatan de di coga hêkê de raste spermê were, pîtîn rû dide. Hêka pîtandî wekî zîgot tê navkirin. Zîgot ji coga hêkê ber bi malzarokê ve tê şandin. Dema zîgot di nav coga hêkê de ye, bo xwedîkirina zîgotê xurek ji xaneyên coga hêkê tê derdan.

Di coga hêkê de zîgot dest bi dabeşbûnê dike. Ev dabeşbûn wekî şeqbûn tê navkirin. Koma xaneyên nû êdî wekî pêşembriyo an jî embriyo tê navkirin. Embriyoya 16-100 xaneyî wekî morula tê navkirin. Gava hejmara xaneyên bi şeqbûnê çêbûne ji sedî zêdetir dibin, êdî embriyo wekî blastula tê navkirin.

--Pêkhateya blastoçikildanê--

Xaneyên blastula, wekî blastomer tên navkirin. Xaneyên blastomer bi awayek şidî be hevre girêdayî ne. Embriyoya mirov di qonaxa blastula de wekî blastoçikildan (bi inglîzî: blastocyst) tê navkirin.
Blastoçikildan ji du beşan pêk tê: koma xaneyên navî (bi înglîzî: inner cell mass) û li derdora wan jî korîon (chorion).
Korpele ji koma xanêyên navî peyda dibe. Ango koma xaneyên navî, xaneyên bineretî (bi înglîzî: stem cells) ne û bi gorankariya van xaneyan şane û endamên embryoyê peyda dibe. Korîon jî dibe beşek plasentayê û çînên parezger ên embriyoyê. Xaneyên beşa korîonê wekî xaneyên trofoblast (bi înglîzî: trophoblast cells) tên navkirin.

--Pêvajoya çeqînê--

Embriyo derdora roja pêncem a peresînê de digihîje malzarokê. Navçeya zelal (bi latînî: zona pellucida) a dora embriyoyê hildiweşe û embriyo bi qasî du rojan di kelêna(valahî) malzarokê de serbest dimîne. Di vê demê de embriyo bi derdanên rijênên malzarokê tê xwedîkirin.
Bi gelemperî 5 heta 7 roj li pêy hêkdananê embriyo pêvajoya çeqînê dide destpêkirin, blastoçikildan xwe bi navpoşê malzarokê ve girê dide û çeqîn rû dide. Xaneyên trofoblast ên bi navpoşê malzarokê ve hatine girêdan, enzîm der didin. Enzîm ji bo cihbûna embriyoyê beşek piçûka ji navpoşê malzarokê hildiweşîne. Blastoçikildan niqûmê (noqê) nav navpoşê malzarokê dibe, ev bûyer wekî çeqîn tê navkirin. Di nav 1 heta 3 rojan de blastoçikildan bi tevahî noqê navpoşê malzarokê dibe. Xaneyên malzarokê beşa hilweşiyayî car din çêdike. Bi vî awayî embriyo di nav navpoşê malzarokê de dimîne û peresîna embriyoyê li wir didome.

--Ji bo çeqînê amdekariyên malzarokê--

Xestiya hormonên êstrocen û procesteron bandor li ser navpoşê malzarokê dike bo wergirtina embriyoyê. Ji bo çeqînek serkeftî, divê di laş de rêjeya êstrocen kêm, rêjeya procesteron jî zêde be. Herwisa divê tenê zer bi têra xwe hormona procesteron der bide.

Piştî hêkdananê, qonaxa derdanê ya malzarokê dest pê dike. Di vê qonaxê de, malzarok û navpoşê malzarokê ji ber derdana hormona procesteron xwe ji bo egera çeqîna embriyoyê amade dikin. Hormona procesteron ji tenê zer (bi latînî: corpus luteum) tê derdan.
Bi bandora procesteron û êstrocenê, xwînberên malzarokê bi şêweyê lûlpêç fireh dibin,navpoşê malzarokê stûr dibe. Herwisa rijênên malzarokê gir dibin. Ji van rijênan bo embriyoyê şilemeniya xurek tê derdan. Derdana xurek hê ko embriyo li nav diwerê malzarokê cih nebûye dest pê dike. Bi taybetî di xwînê de xestiya bilind a procesteronê hê pirtir bandor li ser derdana malzarokê dike. Gava çeqîn rû dide, ji ber derdana pocesteronê ya tenê zer, stûrbûna navpoşê malzarokê jî hê zêdetir dibe.

Bi eslê xwe ducanî ne bi pîtîna hêkexaneyê, lê piştê çeqînê dest pê dike. Ango ducanî hefteyek piştî pîtînê dest pê dike. Heke çeqîn rû nede, hêka pîtandî (zîgot) an jî blastoçikildan ji laşê dayikê tê avêtin. Bi qasî % 75ê têkçûnên ducanmayînê ji ber biserneketina çeqînê rû dide.

--Ducaniya derekî--

ji bo çeqîna embriyoyê û berdewamiya ducaniyê, di nav malzarokê de beşa paş û beşa jorê navpoşê malzarokê cihê asayî û ewle ne.
Hin caran xaneya pîtandî ne li beşa asayî ya navpoşê malzarokê de, lê li hin cihên din de diçeqe. Heke çeqîna zîgot an jî embriyoyê di coga hêkê de an jî li aliyê derveyî diwarê malzarokê de rû bide, ev ducanî wekî ducaniya derekî (bi înglîzî: ectopic pregnancy) tê navkirin. Ducaniya derekî de egera geşebûn û peresîna asayî ya embriyoyê tune, herwisa ev rewş gefek xeter e ji bo jiyana dayikê. Ducaniyên derekî bi neştergeriyê tên dawîkirin.

* Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.
https://ku.wikipedia.org/wiki/%C3%87eq%C3%AEn






2022/05/01

Nefron


 

Nefron yekeyên bingehîn ên parzûnkirinê ne di gurçikan de.

Her yek gurçikek mirov malavaniya bi qasî milyonek nefronan dike. Nefron ji tûkilê dadikêşin nav kiroka gurçikê û ji kirokê jî dîsa hildikêşin nav tûkila gurçikê.Erkê serekî yê nefronan, bi parzûnkirina xwînê, rêkxistaina rêjeya av û madeyen tîwawe ye. Madeyên bikêr ji nefronan dubare tên mijandin û tevlê xwînê dibin, madeyên bêker an jî madeyên paşmayî jî wekî mîz tên deravêtin. Bi deravêtina paşmayiyan, nefron qebare û pestoya xwînê rêk dixe, asta xwê û iyonên xwînê û pH ya xwînê rêk dixe. Çalakiyên nefronan gellek girîng e bo berdewamiya jiyanê. Hormonên wekî hormona dijemîztin (antidiuretic hormone), hormona aldosteron û hormona paratîroîd bandor li ser çalakiyên nefronan dikin. --Pekhateya nefronan-- Nefron ji du beşên serekî pêk tê; tenolkeyê gurçikê û lûleka gurçikê. Tenolke pêkhateyên bo parzûnkirina plazmaya xwînê lixwe digire. Lûlek pekhateya taybet e ji bo dubaremijîn û derdanê. Tenolkeyê gurçikê Tenolkeyê gurçikê (bi latînî: renal corpuscle) di tûkila gurçikê de cih digire, ji tora mûlleyên xwînê û qepsûla Bowman pêk tê. Tora mûlûleyên xwînê wekî giloka mûlûleyanan jî glomerul (bi latînî: glomerulus ) tê navkirin. Qepsûla Bowman (bi înglîzî:Bowman's capsule) pêkhateyek kovikî ye û giloka mûlûleyan dipêçe. Gloka mûlûleyan Giloka mûlûleyan (glomerul) di navbera xwînberokan de cih digire. Xwîna ji dil tê bi xwînberoka hatî digihîje glomerulê. Xwîn bi navbenkariya xwînberoka derketî ji glomerulê tê dûrxistin. Ango herdu lûleyên glomerulê jî ji xwînberokan pêk tê. Erkê sereke yê glomerulê parzûnkirina plazmaya xwînê ye. Glomerul mîna amarekî bêjingê ye. Çawa ko tiştên hûrik di bêjingê de derbas dibin û yên gir li ser bêjingê de dimîne, herwisa madeyên hûrik ên nav plazmaya xwînê jî di glomerulê de derbas dibin lê proteînên gir û xaneyên xwînê derbas nabin. Xirokên sor ên xaneyên xwînê, perikên xwînê, proteînên plazmayê û hin madeyên din ên gir, ji kunikên mulûleyên glomerulê derbas nabin loma di nav xwînê de dimînin. Qepsûla Bowman Serê lûleka nefronê (lûleka gûrçikê) girtî ye (kor e) kotahiya lûleka nefronê jî bi coga berhevkirinê ve girêdayî ye. Serê kor bi şêweyê kovik an jî bi şeweyê fîncanê ye, glomerulê dipêçîne û wekî qepsûla Bowman tê navkirin. Şileya ji glomerulê hatiye parzûnkirin, diherrike nav qepsûla Bowman. Şileya parzûnbûyê (şijû) ji qepsûla Bowman ber bi lûleka badayî ya nêzîkî ve tê arastekirin. Lûleka gurçikê Lûleka gûrçikê (bi înglîzî: renal tubule) pêkhateyek dirêj û badayî ye di tenolkeyê gurçikê, ji qepsûla Bowman dest pê dike heta coga berhevkirinê dirêj dibe. Lûleka gurçikê ji sê beşan pêk tê. Beşa yekem ji ber ko nezîkê giloka mûlûleyan e, wekî lûleka badayî ya nêzikî tê navkirin û di tûkila gurçikê de cih digire Beşa duyem a lûleka gurçikê wekî badoka Henle tê navkirin. Badoka Henlê ji milê dakêşayî û milê hilkêşayî pêk tê. Badoka Henlê heta kiroka gurçikê dirêj dibe. Beşa sêyem a lûleka gûrçikê wekî lûleka badayî ya dûrî tê navkirin. Ev beş, beşa dawî ya nefonê ye û di tûkilê de cih digire. Lûleka badayî ya dûrî bi coga berhevkirinê ve girêdayî ye. Lûleka badayî ya nêzikî Di nefronê de piştê tenolkeyê, lûleka badayî ya nêzikî (bi înglîzî: proximal convoluted tubule) heye. Navpoşê lûlekê ji rûkeşexaneyên şeşpalû (şeş rû) pêk tê. Rûkeşexane gellek wirdememîle (bi înglîzî: microvillus) lixwe digirin, dirêjiya wirdememîleyan bi qasî 1 mîkrometre (µm) ye. Ji ber hebûna wirdememîleyan rûyê lûlekê hê firehtir dibe û dubaremijîna madeyan hêsantir dibe. Herwiha hêjmara mîtokondriyên rûkeşexaneyên lûleka badayî ya nêzîkî jî gellek zêde ye. Mîtokondrî enerjî dabîn dikin ji bo veguhaztina çalak a malekulan a ji lûlekê ber bi mûlûleyên xwînê. Badoka Henle Badoka Henle an jî badoka nefronê (bi înglîzî: loop of Henle -nephron loop) pêkhateyek bi şêweyê U ye, di tûkila gurçikê de ji kotahiya lûleka badayî ya nêzikî dest pê dike, heta destpêka lûleka badayî ya dûrî dirêj dibe. Badoka Henle dubaremijîna av û sodyum klorur (NaCl ) a nav şijûyê rêk dixe. Du milên badoka Henle heye, milê dakêşayî (bi înglîzî: descending limb) ji tûkilê ber bi kiroka gurçikê dirêj dibe. Milê hilkêşayî (bi înglîzî: ascending limb ) yê badoka Henle jî ji kirokê dîsa dirêjê tûkilê dibe. Beşa stûr a milê dakêşayî ji rûkeşexaneyên şeşpalû yên sade (bi înglîzî:simple cuboidal epithelium), beşa zirav a milê dakêşayî jî ji rûkeşexaneyên pehn ên sade (bi înglîzî: simple squamous epithelium) pêk tê. Rûkeşexaneyên şeşpalû yê milê dakêşayî yê stûr ji bo firehtirkirina rûyê coga lûlekê, gellek wirdememîlel ixwe digirin. Beşa zirav a milê hilkêşayî ji rûkeşexaneyên pêhn ên sade, beşa stûr a milê hilkêşayî jî ji rûkeşexaneyên şeşpalû yên sade pêk tê. Lûleka badayî ya dûrî Nefron bi beşa lûleka badayî ya dûrî bi coga berhevkirinê ve girêdayî ye. Lûleka badayî ya dûrî ji rûkeşexaneyên şeşpalû yên sade pêk tê. Lê rûkeşexane wirdememîle lixwe nagirin. Lûleka badayî ya dûrî di tûkila gurçikêde cih digire. Rêkxistina xestiya potasyum(K+), klsiyum(Ca+2) û NaCl û pH ya şileya laş, karê serekî yê lûleka badayî ya dûrî ye. iyonên wekî potasyum(K+) û hidrojen(H+) ji aliyê xaneyên lûleka badayî ya dûrî ve tên derdan û tevlê şijûnê dibin. --Corê nefronan-- Li gor dirêjbûna wan a li kurahiya gurçikê, du cor nefron heye. Giloka mûlûleyan a hin nefronan li nezîkê beşa derve ya tûkilê de cih digire, nefronên wisa, wekî nefronên tûkilî (bi înglîzî: cortical nephrons) tên navkirin.% 85 ê nefronên gurçikê ji nefronên tûkilî pêk tê. Badoka Henle ya nefronên tûkilî kurt e û dirêjiya wan a di nav kiroka gurçikê de hindik e. Badoka Henle ya % 15 yê nefronên gurçikan dirêj e. Ji van nefronan re tê gotin nefronên kêleka kirokê (bi înglîzî: juxtamedullary nephrones). Giloka mûlûleyan a nefrona kêleka kirokê li aliyê jêrê tûkilê, li nêzîkî kirokê de cih digire û badoka Henle di nav kirokê de hê pirtir dirêj dibe. --Çêbûna mîzê-- Mîz ji pêkhateyên nav plazmaya xwînê, di nefronên gurçikan de çêdibe. Heta ko mîz ji xwînê were cihêkirin, gellek guherîn di beşên nefronê de çêdibe. Pêvajoya çêbûna mîzê bi sê qonaxan rû dide: parzûnkirin, dubaremijîn û derdan. Parzûnkirin (filtration) Plazmaya xwînê di nefronên gurçikan de di glomerulê de tê parzûnkirin. Xwîn bi xwînberoka hatî digihîje glomerulê. Di nav xwînê de pêkhateyên parzûnbar û hin pêkhateyên neparzûnbar heye. Pêkhateyên neparzûnbar di nav mûlûleyan de diherikin û bi xwînberoka derketî ji glomerûlê tên dûrxistin. Pêkhateyên parzûnbar jî ji dîwarên mûlûleyên glomerûlê derbas dibin û di valahiya qepsûla Bowman de berhev dibin. Pestoya xwîna xwînberoka hatî, zorê dide plazmaya xwîna nav glomerulê û %20 plazmaya xwînê bi parzûnkirinê derbasê nav qepsûla Bowman dibe. Ji bilî xaneyên xwînê û proteînên plazmayê, pirraniya pêkhateyên plazmaya xwînê, ji mûlûleyên xwînê derbasî nav lûlekên nefronan dibe. Di glomerulê de av û tîwaweyên hûrik ên wekî glukoz, asîdên amînê, sodyum, ure vîtamîn, xwê û hvd tên parzûnkirin.Şileya ji glomerulê derbasê nav qepsûla Bowman dibe,wekî şijûya glomerulê (bi înglîzî:glomerular filtrate) tê navkirin. Şijûya nav valahiya Qepsûla Bowman, hê nebûye mîz û dişibe plazmaya xwînê. Parzûnkirina li glomerulê ji ber bandora hin hokaran rû dide. Hokara yekem pestoya xwînê ye. Xwînberoka hatî ji xwînberoka derketî stûrtir e. Ziravbûna xwînberoka derketî herrika xwînê hêdî dike loma pestoya xwînê bilind dibe. Hokara duyem hebûna giloka mûlûleyan e. Ji ber badokên giloka mûlûleyan, di glomerulê de rûyek fireh peyda dibe bo derbasbûna madeyan. Hokara seyem hejmara kunikên li ser dîwarê mûlûleyan e. Di navbera rûkeşexaneyên mûlûleyên glomerulê de gellek kunikên parzûnkirinê (bi înglîzî: filtration pores) hene. Madeyen parzûnbar di nav van kunikan de bi hêsanî derbas dibin. Dubaremijîn (reabsorption) Di rewşa asayî de di herdu gurçikê mirov de rojê bi qasî 180 lître şijû ji plazmaya xwînê derbasê nefronan dibe. Şijû pêkhateyên bikêr û bêkêr lixwe digire. Pêdiviya mirov bi madeyên bikêr heye, loma divê madeyên bikêr di laş de bimînin. Dubaremijîn, tevgera bijartî ya madeyên bikêr ên nav lûlekên nefronan e. %99ê ava şijûyê û hema hemû glukoz, asîdên amînî, vîtamîn, ure û hin madeyên din bi dubaremijînê dîsa tevlê xwînê dibin. Dubaremijin bi alîkariya proteînên hilgir ên rûkeşexaneyên lûleka nefronê pêk tê. Dubaremijîn bi guhaztina çalak an jî bi guhaztina neçalak rû dide. Glukoz, asîdên amînî, hin cor iyon û av bi dubaremijînê ji lûlekên nefronan derbasî nav şileya derveyî, ji wir jî dikeve nav mûlûleyên xwînê yên derdora lûlekên nefronan. Li gel madeyên bikêr, di lûleka nêzikî de gellek ure jî tê dubaremijîn. Ure molekulek sakar e, ji parzûna xaneyan bi hêsanî derbas dibe. Piştê parzûnkirinê xestiya ureyê di nefronan de zêde dibe, loma ure bi veguhaztina neçalak ji lûleka badayî ya nêzikî derbasî mûlûleyên xwînê dibe. Bi qasî %50yê ureya nav lûlekê bi vî awayê dubare tê mijîn. Li gel ureyê, asîda ureyî û kreatînîn(creatinine) jî paşmayiyên nîtrojenî ne, lê dubaremijîna ev herdu madeyan rû nade. Madeyên bêkêr an jî ziyanbexş di lûlekên nefronan de dimînin û ber bi cogên berhevkirinê diherrikin. Di lûleka badayî ya nêzikî de hema hemû xurek (minak: glukoz û asîdên amînî), iyonên wekî sodyum, vîtamîn û proteînên plazmayê bi veguhaztina çalak dubarê tên mijîn. %60-65ê dubaremijna avê jî bi osmozê rû dide. Madeyên dubaremijînî di mûlûleyên ser lûlekan (bi înglîzî: peritubular capillaries) de tevlê xwînê dibin. Ji ber ko ji nav şijûyê ne hemû lê hin cor made tên dubaremijîn, ji bo vê karê tê gotin dubaremijîna bijartî(bi înglîzî:selective reabsorption). Dubaremijîna avê di nav badoka Henle ya dakêşayî de didome. Li vir cogên avê yên bi navê akuaporîn (Di zimanê latînî de aquaporin= kunikên avê) derbasbûna avê hêsantir dikin. Ji bo derbasbûna xwê û madeyên tîwawe yê din bi têra xwe cog tune. Ji ber kêmbûna avê, xestiya şijûyê di nav badoka Henle ya dakêşî de zêde dibe. Berevajiyê badoka dakêşayî, milê hilkêşayî ya badoka Henle cogên iyonan lixwe digire, lê cogên avê lixwe nagire. Ango ev beşa badokê rê nade derbasbûna ava nav şijûyê. Di badoka hilkêşayî ya Henle de NaCl ji cogan derbasê nav şileya navbera xaneyan dibe. Di beşa stûr a milê hêlkêşayî de sodyum bi veguhaztina çalak, Klor(Cl-) bi veguhastina neçalak derbasê şileya navbera xaneyan dibe. Ji ber kêmbûna xwêyê û mayîna avê, şijûya xestî ya nav lûlekê,hê rohntir dibe.Milê hilkêşayî ji kirokê ber bi tûkila gurçikê dirêj dibe û bi lûleka badayî ya dûrî ve yek dibe. Di lûleya badokî ya dûrî de cih guhertina iyonan rû dide. Bi gelemperî sodyum, bi dubaremijînê ji şijû cihê dibe û tevlê xwînê dibe, loma şijû ya diherrike nav coga berhevkirinê hê rohntir dibe. Dubaremijîna sodyum ji aliyê hormona alosteronê (bi înglîzî: aldosterone) tê han kirin. Aldosteron ji aliyê rijênê adrenal (rijênê ser gurçik) ve tê berhemkirin û derdan. Li ser xaneyên lûleka badayî ya dûrî de cogên sodyum- potasyumê(Na+-K+) heye. Aldosteron guhaztina çalak dide destpêkirin, sodyum ji cogê ber bi şileya navbera xaneyan ve tê pompekirin, di heman demê de potasyuma nav şileya navbera xaneyan jî ber bi nav cogê ve tê derdan. Herwiha ji ber kêmbûna sodyuma nav şijûyê, hinek av jî bi osmozê derbasê şileya derve dibe. Hormona paratîroîd (bi înglîzî: parathyroid hormone) dubaremijîna kalsiyumê zêde dike. Derdan (secretion) Ji xeynî parzûnkirinê, bi derdanê jî hinek madeyên paşmayî ji xwînê tên avêtin. Derdan, tevgera madeyan a ji xwînê ber bi şileya derveyî (extracellular fluid) ye. Iyonên hîdrojenê(H +), kreatînîn, fosfat û hin corên dermanan ên wekî penîsîlîn û aspîrîn mînakin bo madeyên bêkêr an jî yên ziyanbexş ko bi veguhaztina çalak tên derdan. Bi derdana hîdrojen û amonyum pH ya xwînê tê rêkxistin. Derdana madeyan ji mûlûleyên ser lûlekan ve ber bi şijûna nav lûlekê ye. Bi kurtasî, nefron xwînê parzûn dike û mîzê çê dike. Gurçik nikarin nefronên nû çê bikin. Loma ji ber birîndarbûna gurçikan an jî di dirêjiya zêdebûna temenê mirov de hejmara nefronan gav bi gav kêm dibe. Di temenê 40 saliyê şûnve hejmara nefronan di her deh salan de bi qasî %10 kêm dibe. Ango di temenê 80 saliyê de hejmara nefronên çalak ên mirovek, ji hejmara nefronên temenê wê yê 40 salî % 40 kêmtir dibe. Nefronên sax mane ji ber rewşa nû, çalakiyên xwe zêdetir dikin, loma kêmbûna nefronan li ser jiyana rojane de rewşek metirsîdar çê nake. *Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.

https://ku.wikipedia.org/wiki/Nefron










2022/04/17

Glomerul - Giloka mûlûleyan

 


Glomerul an jî giloka mûlûleyan (bi latînî: glomerulus) tora mûlûleyên bi şêweya gilokê ye, di beşa tenolkeyê gurçikê (bi latînî: renal corpuscle) de ji aliyê qepsûla Bowman ve pêçayî ye.

--Pêkhateya glomerulê--
Her wekî ji navê wê jî diyar e, giloka mûlûleyan ji koma mûlûleyên xwînê yên bi qepsûla Bowman dorpêçî pêk tê.
Giloka mûlûleyan (glomerul) di navbera xwînberokan de cih digire. Xwîna ji dil tê bi xwînberoka hatî digihîje glomerulê. Xwîn bi navbenkariya xwînberoka derketî ji glomerulê tê dûrxistin. Ango herdu lûleyên glomerulê jî ji xwînberokan pêk tê. Mûlûleyên glomerulê ji xwînberoka hatî şax didin. Xînberoka hatî di nav qepsûla Bowman de dabeş dibe û şax dide bo 4-5 mûlûleyan. Ev mûlûleyan jî şax didin bo pirtir mûlûleyên biçûktir. Bi badokên mûlûleyan, giloka mûlûleyan ango glomerul peyda dibe. Di navbera badokên mûlûleyên gilokê de bi navbeynkariya mûlûleyên hê biçûktir girêdanên nû tên avakirin, bi vî awayê glomerul dişibe torek ji mûlûleyên xwînê.
Mûlûleyên glomerulê ji çînek xaneyên rûkeş (bi înglîzî: epithelial cells) pêk tên. Rûkeşexane (xaneyên rûkeş) li perdeya binçîne (bi îngîzî: basement membrane) ve girêdayî ne. Di navbera xaneyên rûkeş de gellek kunikên parzûnkirinê (bi înglîzî: filtration pores) hene. Tîreya her kunek bi qasî 0.1 µ e. Erkê parzûnkirinê ya glomerulê ji aliyê van kunikên parzûnkirinê ve tê dabînkirin. Çîna navî (bi înglîzî: visceral layer) ya qepsûla Bowman rasterast li ser mûlûleyên glomerulê de dirêj dibe. Çîna navî ji xaneyên taybet ên bi navê podosît( bi latînî: podocytes) pêk tê. Xaneyên podosît ên çîna navî niçikên dirêj lixwe digirin. Ji niçikên podosîtan re pedîsel tê gotin (pedicellus= piyê biçûk). Pedîsel derdora mûlûleyên glomerulê dipêçînin bo destek bidin diwarê mûlûleyan, lê pedîsel her derê mûlûleyan dapoş nakin. Di navbera pedîselan de qelîştokên zirav hene û wekî gelîştokên parzûnkirinê tên navkirin. Madeyen nav plazmaya xwînê di qelîştokên parzûnkirinê de derbasê valahiya qepsûle dibin. Li gor vê esasê, dema xwîna nav glomerulê tê parzûnkirin, madeyên parzûnbûyî ji sê pêkhateyan derbas dibin; ji kunikên xaneyên rûkêş, ji perdeya binçîne û ji qelîştokên parzûnkirinê.
Xwîna di nav mûlûleyên glomerulê de maye û nehatiye parzûnkirin, bi navbeynkariya xwînberoka derketî, tenolkeyê gurçikê diterikîne. Xwînberoka derketî ji yekbûna mûlûleyên glomerulê peyda dibe.
--Erkê glomerulê--
Erkê sereke yê glomerulê parzûnkirina plazmaya xwînê ye. Glomerul mîna amarekî bêjingê ye. Çawa ko tiştên hûrik di bêjingê de derbas dibin û yên gir li ser bêjingê de dimîne, herwisa madeyên hûrik ên nav plazmaya xwînê jî di glomerulê de derbas dibin lê proteînên gir û xaneyên xwînê derbas nabin.
Tîreya xwînberoka derketî ji ya xwînberoka hatî kêmtir e. Ango xwînberoka derketî ziravtir e. Tengbûna xwînberoka derketî dibe sedema zêdebûna pestoya xwîna nav mûlûleyên glomerulê. Bilindbûna pestoya xwînê parzûnkirina li giloka mûlûleyan hêsantir dike. Pestoya xwîna xwînberoka hatî, zorê dide plazmaya xwîna nav glomerulê û %20ê plazmaya xwînê bi parzûnkirinê derbasê nav qepsûla Bowman dibe. Pestoya bilind a xwîna nav glomerulê, rê dide hin madeyên nav plazmaya xwînê werin parzûnkirin û derbasî qepsûla Bowman bibin. Xaneyên xwînê, perikên xwînê, proteîn û hin madeyên din ên gir, ji kunikên mulûleyan derbas nabin loma di nav xwînê de dimînin. Av û tîwaweyên hûrik ên wekî glukoz, asîdên amînê, sodyum, ure vîtamîn,xwê û hvd tên parzûnkirin.
--Hokarên bandor dikin li ser parzûnkirina li glomerulê --
1. Xwînberoka hatî ,li gor xwînberoka derketî xwediyê tîreyek mezintir e loma xwîna xwînberoka hatî bi pestoyek bilind dikeve nav giloka mûlûleyan. Pestoya bilind ji giloka mûlûleyan parzunkirina madeyan hêsantir dike.
2. Hebûna kunikan li ser dîwarê mûlûleyên glomerulê rê dide hinek plazma û madeyên nav plazmayê werin parzûnkirin.
3. Qelîştokên parzûnkirinê yên navbera pedîselan, rê dide madeyên parzûnbûyî bi hêsanî derbasê valahiya qepsûlê bibin.
4. Mûlûleyên badayî yên glomerulê ji bo parzûnkirinê rûyê fireh dabîn dikin.
*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.













2022/04/07

Gurçik

     Gurçik (bi înglîzî: kidney) endamên serekî yên koendama deravêtinê ya mirov û ajalên birrbirredar e.

Li gel erkê deravêtinê, gurçik hormon berhem dike, hevsengiya ava laş, hevsengiya ozmosa laş, hevsengiya iyonên xwînê û rêkxistina asta pH ya laş dabîn dike. Cotek gurçik li aliyê paşî yê zikekelênê de li jêrê navpencikê de li herdu aliyên birrbirreya piştê de cih digirin. Di laşê mirov de gurçika aliyê rastê ji ber şeweya kezebê, ji gurçika aliyê çepê bi qasî 2 cm nizimtir e.Gurçik ji asta birrbirreya 12mîn a sîngê heta birrbirreya 3yemîn a kêlekê dirêj dibin.
--Şêwe û pêkhateya gurçikan--
Gurçik bi şêweyê fasûlî û bi rengê sor a qehweyî ne. Qebareya gurçikek mirov bi qasî kulma mirov e. Giraniya gurçikek mirov bi qasî 100 gram e. Dirêjiya gurçikê biqasî 12 cm, panî (firehî) ya wê bi qasî 6.5 cm û stûriya wê jî 2.5 cm e.
Beşên jor û jêr ên gurçikê wekî cemser tên navkirin. Li ser cemsera jorê ya her gurçikek de rijênek adrenal cih digire. Rijênê adrenal endamên koendama mîzê nîn in, lê bi berhemkirin û derdana hormona aldosteronê, gurçikan han dikin bo dubare mijîna sodyumê.
Beşa gurçikê ya li aliyê birrbirreyê rûçal (bi înglîzî: concave) e û wekî hîlum (bi latînî: hilum) tê navkirin. Beşa rûçal a herdu gurçikan rûbirûyê hev de cih digirin. Lûleyên xwînê, lûleyên lîmfe, demar û borriya mîzê bi rêya hîlumê derbasê gurçikê dibin an jî ji gurçikê der dikevin.
Gurçik bi qaşilê gurçikê dapoşrav e. Qaşilê gurçikê qaşilek zexm e û ji bestereşaneya rîşalî pêk tê.Qaşilê gurçikê bi çînek çewrî dapoşrav e. Çewrî mîna balîfek gurçikan dipêçin û wan ji darbeyên hawirdorê diparêzin.
Birgeha dirêjkî ya gurçika mirov li aliyê derve ji tûkila gurçikê (bi înglîzî: renal cortex), li aliyê navî ji kiroka gurçikê (bi înglîzî: renal medulla) pêk tê. Gurzên lûlek û mûlûeyên gurçikê di herdu beşên gurçikêde cih digirin. Tûkila gurçikê ji ber mûlûleyên xwînê, danikî ye û bi rengê sorê qehweyî xuya dibe. Kiroka gurçikê ji ber hebûna lûlek û mûlleyan, xêzikî xuya dibe.
Nefron yekeya parzûnkirinê ya gurçikan e û pêkhateyek lûlekî (bi înglîzî:tubule)ye. Nefron ji tûkilê dadikêşin nav kiroka gurçikê û ji kirokê jî dîsa hildikêşin nav tûkila gurçikê. Di her gurçikek mirov de bi qasî mîlyonek nefron û gellek cogên berhevkirinê hene. Dirêjiya lûlek û cogên nav gurçikê bi qasî 80 km ye.
Ji tûkilê ber bi kiroka gurçikê, stûnên gurçikê (bi înglîzî: renal columns ) dirêj dibin. Stûnên gurçikê ji bestereşaneyê pêk tê, di navbera qoçekên gurçikan de dirêj dibin û qoçekên gurçikê ji hev cihê dikin.Kirok ji 8 heta 15 qoçekên gurçikê(bi înglîzî: renal pyramid) pêk tê. Stûnên gurçikê, cihê girêdan û destekê ye ji bo lûleyên xwînê yên ji tûkilê derbas dibin. Gurçik ji aliyê stûnên gurçikan ve dabeşê 6 heta 8 pilan dibe.
Li serê qoçekên gurçikê de goçkeyên gurçikê (bi latînî: renal papilla) hene, mîza di nav gurçik de çedibe, bi navbeynkariya cogên berhevkirinê, ji goçkeyên gurçikê derbasê hewza gurçikê (bi înglîzî: renal pelvis) dibe. Hewza gurçikê pêkhateyek bi şeweyê kovik e û bi borriya mîzê ve girêdayî ye.
--Gîhandina xwînê di gurçikan de--
Di her dillêdanekê de %25ê xwîna ji dil hatiye pompekirin, bo gurçikan tê şandin. Xwîn di nav gurçikan de di nav tora lûleyên xwînê de diherrike.
1. Xwîna nav xwînbera sereke (şaxwînber) bi nabeynkariya xwînbera gurçikê derbasî nav gurçikê dibe.
2. Xwînbera gurçikê şax dide bo xwînberên pila (lobe) gurçikê, bi vî awayê xwîn digihîje qoçekên gurçikê. Ji xwînberên pila gurçikê, xwînberên hê ziravtir ber bi navbera qoçekan dirêj dibin, ji vana re tê gotin xwînberên navbera pilan.
3. Xwînberên navbera pilan xwînê digihîjinin tûkilê gurçikê. Li tûkil, xwînber he pirtir şax didin û dibin xwînberoka hatî, xwînberoka derketî û mûlûleyên xwînê. Xwînberoka hatî xwînê digihîjinê gloka mûllûleyan (glomerulus), xwînberoka derketî jî xwînê ji gloka mûlûleyan dûr dixe.
4.Xwîna parzûnbûyî bi navbeynkariya xwînberokên derketî ji giloka mûlûleyan ber bi xwînhênerên navbera pilan. ji wir jî derbas dibe nav xwînhênerên pila. Xwînhênerên pilan jî digihîjin hev û wekî xwînhênera gurçikê ji gurçikê derdikevin, bi vî awayê xwîna parzûnbûyê tevlê xwînhênera sereke ya jêrîn dibe.
--Erkên Gurçikan--
Karê serekî yên gurçikan rêkxistina şileya derveyê xaneyan (plazma û şileya navber) e. Hevsengiya şileya hawirdora navî bi çêkirina mîzê tê dabînkirin.
Gûrçik gava mîzê ji xwînê parzûn dike;
1. Qebareya plazmayê û pestoya xwînê,
2. Xestiya paşmayiyên nav plazmayê,
3. Xestiya iyonên wekî sodyum, potasyum û bîkarbonata nav plazmayê,
4. Asta pH ya plazmayê
jî rêk dixe
1. Erkên bo hevsengiya navekî
Dabînkirina hevsengiya navekî karê serekî yê gurçikan e. Hevsengiya navekî bi çêbûna mîzê rû dide. Bi çêbûna mîzê gurçik hin çalakiyan laş rêk dixe, bi vî awayê hevsengiya nevekî dabîn dike.
A. Deravêtina madeyên paşmayî
Ji ber zîndeçalakiyan di laş de madeyên paşmayî an jî madeyên bêkêr peyda dibe evan madeyan ji aliyê gurçikan ve ji laş tê deravêtin.
Hin paşmayîyên tên deravêtinê;
a. ure (paşmayiya metabolîzmaya asîdên amînî)
b. Asîda ureyî (paşmayîya metabolîzmaya asîdên nukleyî)
c. Kreatîn (paşmayîya metabolîzmaya masûlkeyan)
d. Bilîrûbîn (paşmayîya hilweşîna hemoglobînê)
e. Paşmayîyên ji metabolîzmaya madeyên din.
Gurçik li gel van madeyan madeyên kîmyayî yên zîyanbexş ên wekî jehr, derman, metalên giran û hvd jî derdavêje.
B. Dabînkirina hevsengiya avê.
Gava av di laş de zêde be, gurçik avê di nav mîzê de an jî bi xwêdanê ji laş dûr dixe. Lê heke di laş de av kêm bibe, rê li ber deravêtina avê digire, avê di laş de dihêle. Bi vî awayê hevsengiya navekî ya avê dabîn dike. Hevsengiya avê bi navbeynkariya hormona dijemîztîn tê dabînkirin. Gava di laş de asta avê kêm be, ji hîpofîzê derdana hormona dijemîztin (bi înglîzî: antidiuretic hormone) (ADH) ) zêdetir dibe. ADH bi navbeynkariya xwînê digihîje gurçikan. ADH di gurçikan de dubare mijina avê dide zêdekirin. Ji lûlekên nefronan û ji cogên berhevkirinê, av ji mîzê cihê dibe, tevlê xwînê dibê. Bi vî awayê rê li ber kêmbûna ava laş tê girtin. Mîza kêmav a bi xestiyek bilind û bi rengê zerê tarî ji laş tê deravêtin. Lê heke di laş de asta avê bilind be, derdana ADH tê kêmkirin. Dubare mijîna avê tê kêmkirin, ava zêde di nav mîza rohn a bi rengê zerê vekirî ji laş tê deravêtin.
C. Dabînkirina hevsengiya elektrolîdan
Heke xestiya osmozî ya ava laş kêm bibe, gurçik sodyumê di laş de digire, lê heke xestiya osmozî ya ava laş zêde bibe vê gavê gurçik sodyumê ji laş davêje.
D. Dabînkirina hevsengiya pH yê
pH ya xwînê dive li derdora 7.4 be û pir neguhere. Di laş de ji ber zîndeçalakiyan, asîdî ya hawirdora navî zêde dibe. Gurçik û pişik rê li ber zêdebûna asîdiya laş digirin.
Îyonên bîkarbonat (HCO 3 −) û îyonên hîdrojenê(H +) kar dikin bo dabînkirina hevsengiya pH ya xwînê. Heke asîdiya xwînê bilind bibe, ango pH ya xwînê ji 7.4ê nizimtir bibe, ji lûlekên nefronan dubare mijîna îonên bîkarbonatê zêde dibe, îyonên hîdrojenê bi derdanê ji xwînê ber bi lûlekên nefronan tê avêtin û di nav mîzê de ji laş tê dûrxistin bi vî awayê asîdiya xwînê kêm dibe, pH ya xwînê ber 7.4ê bilind dibe. Na heke pH ya xwînê ji 7.4ê bilintir bibe, vê gavê dubare mijîna iyonên bîkarbonatê tê kêmkirin, iyonên bîkarbonatê tevlê mîzê ji laş tê deravêtin. Herwisa derdana iyonên hîdrojenê jî tê kêmkirin. Ev rewş dibe sedema kêmbûna alkalîbûna xwînê û pH ya xwînê ber bi 7.4 ê dadikeve.
2. Erkê çêkirina xwînê
Gurçik hormona eritropoietîn (bi latînî: erythropoietin) der dide, ev hormon çêbûna xirokên sor han dide. Herwisa gurçik hormona trombopoietîn (bi latînî: thrombopoietin) jî der dide bo berhemkirina perikên xwînê.
3. Erkê derdanê
Gurçik gellek hormon der dide. Hormonên gurçikê;
Eritropoietîn (erythropoietin): Bo berhemkirina xirokên sor
Trombopoietîn(thrombopoietin): Bo berhemkirina perikên xwînê
Renîn (renin): Hormona renîn hin caran wekî enzîm jî tê navkirin. Renîn bo bilindkirina pestoya xwînê kar dike.
Kalsîtrîol (calcitriol): Bo zêdekirina rêjeya kalsiyuma xwînê.
Prostaglandîn (prostaglandins): bo zêdekirina deravêtina xwêyê. Bandor li çalakiya renîn û erîtropoîetînê dike.
--Gavên çêbûna mîzê di gurçikan de--
Mîz ji pêkhateyên nav xwînê, di nefronên gurçikan de çêdibe. Pêvajoya çêbûna mîzê bi sê qonaxan rû dide: parzûnkirin, dubare mijîn û derdan.
1. Parzûnkirin (bi înglîzî: filtration):
Xwîn di nefronên gurçikan de tê parzûnkirin. Ji bilî xaneyên xwînê û proteînên plazmayê, pirraniya pêkhateyên plazmaya xwînê, ji mûlûleyên xwînê derbasî nav lûlekên nefronan dibe.
2. Dubare mijîn (bi înglîzî: reabsorption)
Dubare mijîn, tevgera bijartî ya madeyên bikêr ên nav lûlekên nefronan e. Glukoz, asîdên amînî, hin cor iyon û av bi dubare mijînê ji lûlekên nefronan derbasî nav şileya derveyî, ji wir jî dikeve nav mûlûleyên xwînê yên derdora lûlekên nefronan. Madeyên bêkêr an jî ziyanbexş di lûlekên nefronan de dimînin û ber bi cogên berhevkirinê diherrikin. Dubare mijîn bi guhaztina çalak an jî bi guhaztina neçalak rû dide.
3. Derdan(bi înglîzî: secretion):
Derdan, tevgera madeyan a ji xwînê ber bi şileya derveyî (bi înglîzî: extracellular fluid)ye. Madeyên hatine derdan ji şileya derveyî derbasî lûlekên nefronan dibin. Bi gelemperî madeyên jehrî bi derdanê ji xwînê tên dûrxistin.
--Nexweşiyên gurçikê--
Nexweşiya şekir, xwîna bi pestoya bilind, girêkên li gurçikê, hin derman, kulbûna nefronan an jî xwîna bi pestoya nizm û zanyariya bomaweyî ya mirov hin sedemên serekî ne bo nexweşiya gurçikan. Dibe ko hin caran gurçikek mirov ji kar bikeve, mirov dikare bi gurçikek sax jî bijî.
Kevirê gurçikan
Ji ber hin cor xurek, kêm av vexwarin, qelewî û zanyariyên bomaweyî, li mirov de egera tûşbûna nexweşiya kevirên gurçikê rû dide. Îyonên nav mîzê yekdigirin, pêkhateyak bi şeweyê krîstalî peyda dibe, ji vê pakhateyê re tê gotin kevirê gurçikê(bi înglîzî: kidney stone). Bi gelemperî di hewza gurçikan de ji ber zêdebûna xestiyê, hin xwêyên nav mîzê telp dibin û wekî kevirên hurik di hewzê gurçikê de an jî di borriya mîzê de berhev dibin. Kevirên gurçikê bi gelemperî ji kalsiyum okzalat an jî asîda ureyî pêk tên.Qebareya kevirên gurçikê guharbar e.
Diyalîza gurçikan
Hin caran li mirov de sistîya gurçikan an jî têkçûna gurçikan rû dide. Di rewşek wisa da gurçik têra xwe karê paqijkirina xwînê û dabînkirina hevsengiya navekî nake. Ji bo mîrovên bi vê nexweşiyê, li dewsa gurçikên mirov, gurçikek destkar tê bikaranîn. Ev rewş wekî diyalîz, hemodiyalîz an jî diyalîza gurçkê tê navkirin. Xwîna mirovê nexweş li derveyê laş di makîneya diyalîzê de tê parzûnkirin û paqijkirin.
Makîneya diyalîza gurçikê bi eslê xwe gurçikek destkarî e. Madeyên paşmayî û yên bêkêr di makîneya diyalîzê de ji xwînê tên cihê kirin. Herwisa heke di xwînê de kêmasiya hin madeyan hebe, madeyên pêwîst jî dîsa di makîneya dîyalîzê de tevlê xwînê dibin. Bi vî awayê xwîna paqij a bi pH ya guncav ji makîneya diyalîzê vedigere nav laşê nexweşê.
Mirovên nexweş bi gelemperî hefteyek de sê car bi diyalîza gurçikan xwîna xwe dide paqijkirin. Lê ji bo hin nexweşan, pêdiviya diyalîzê rojê carek e.
Çandiniya gurçik ji bexşerê tendurist
Hin caran li herdu gurçikên mirov jî têkşikestin rû dide. Di rewşek wisa da çareseriya herî baş çandiniya gurçik e. Ji mirovek tendurist û guncav gurçikek tê girtin û wekî gurçika sêyem di laşê nexweşê gurçikê de tê çandin. Ji bo çandinek serkeftî, divê zanyariyên bomaweyî (genetîk) yê bexşînerê gurçik û yê gurçikwergir li hev werin, an na lihevnehatina şaneyan rû dide. Bi gelemperî gurçikên endamên heman malbatê li aliyê bomaweyî de hê pirtir dişîbin hev, loma şaneyên gurçika bexşîner û şaneyên gurçikwergir ên heman malbatê jî hê pirtir lihevhati ne.

* Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin




2022/02/22

Çerxa mehane

 

Çerxa mehane (bi înglîzî: menstrual cycle) navê pêvajoya bûyerên rîtmî ne ko di koendama zaûzê ya mêyan de, di destpêka temenê pêgihîştinê heta menopozê, mehê carek dûbare dibin.

Hêkdank û malzarok du pêkhateyên bingehîn in ji bo koendama zaûzê ya mêyan. Ji bo rûdana ducanîbûnek biserkeftî, divê hêkdank û malzarok di nav têkilîyê de bin û bi aheng kar bikin.
Mînak: heke xaneya hêkê di hêkdankê de biperise û di coga hêkê de were pîtandin, lê navpoşê malzarokê bi têra xwe stûr nebe, hêkapîtandî nikare xwe li navpoşê malzarokê biçeqînê. Ango ducanîbûn rû nade. Hemahengiya xebatên hêkdank û malzarokê ji aliyê hormonan ve tê rêkxistin.
Çerxa mehane ya cara ewil, nîşana destpêka temenê pêgihîştinê ye û bi gelemperî di temenê 12 - 14 salî de dest pê dike. Destpêka temenê pêgihîştinê (bi înglîzî: puberty) ji ber zanyariyên bomaweyî û bandorên hawirdorê dibe ko li nav mirovan de ne yek be. Çerxa mehane heta temenê 45-50 salî bi awayekî asayî didome, paşê hêdî hêdî rîtma wê xira dibe, di salên menapozê de çerxa mehane bi awayekî mayînde radiweste.
Çerxa mehane di roja yekem a xwîndîtinê dest pê dike heta roja yekem a xwîndîtina meha din didome. Ango hejmara rojên di navbera roja destpêk a xwîndîtinek heta xwîndîtina meha din, dirêjiya dema çerxa mehaneyê diyar dike.
Dirêjiya dema çerxa mehaneyê bi gelemperî 28 roj e. Lê dibe ko ji ber hin sedeman, dirêjiya vê demê biguhere bo 20 heta 40 rojan. Di mêyan de du hêkdank heye, lê di her çerxa mehaneyê de yek hêkdank çalak dibe. Ango hêkdank dor bi dor di pêvajoya çerxa mehne ya de cih digirin.
Çerxa mehane ji du çerxên cuda; çerxa hêkdankê( bi înglîzî: ovarian cycle) û çerxa malzarokê (bi înglîzî: uterine cycle) pêk tê. Çerxa hêkdankê guherînên çikildanên hêkadankê rêk dixe,li gel karê perisîn û derdana hêkê, karê amedekirina şaneyên rijênan jî bi rê ve dibe. Çerxa hêkdankê ji qonaxa çikildanê, qonaxa hêkdananê û qona tenê zer pêk tê.
Çerxa malzarokê guherînên navpoşê malzarokê rêk dixe,karê amadekirin û domandina stûriya navpoşê malzarokê bi rê ve dibe. Çerxa malzarokê ji qonaxa xwîndîtinê, qonaxa stûrbûne û qonaxa derdanê pêk tê.
Her çiqas çerxa mehane ji çerxa hêkdank û çerxa malzarokê pêk were jî, bi gelemperî pêvajoya çerxa mehane di çar qonaxan de tê pêşkêşkirin. Ev çar qonax guherînên li hêkdank û yên li malzarokê lixwe digirin.
--Qonaxa xwîndîtinê--
Heke xaneya hêkê di coga hêkê de rastê sperman neyê, ango pîtîn rû nede, tenê zer hildiweşe. Bi hilweşîna tenê zer, asta rêjeya hormonên procesteron û êstrocen ji nişka ve dadikeve. Ji ber kêmbûna hormonan, xwînberên firehbûyî yên navpoşê malzarokê (bi latînî: endometrium) teng dibin, herrika xwînê kêm dibe, navpoşê malzarokê ji xwînê bêpar dimîne. Kêmbûna herrika xwînê dibe sedema hilweşîna navpoşê malzarokê. Di heman demê de masûlkeyên malzarokê girj dibin. Xwîn ji xwînberan belavê nav şane û şileya navpoşê malzarokê dibe. Di encamê de xwîndîtin (bi înglîzî: menstruation) rû dide.
Şileya xwînditinê ji derdanên rijênên navpoşê malzarokê, xaneyên navpoşê malzarokê, xwîna ji xwînberên malzarokê û xaneya hêkê ya nepîtandî pêk tê. Di qonaxa xwîndîtina asayî de bi qasî 25 heta 60 mîlîlître xwîn ji laş tê avêtin. Pirraniya xwînê di sê rojên ewil a xwîndîtinê de tê berdan.
Şileya xwîndîtinê ji malzarokê ber bi zêyê tê derdan. Qonaxa xwîndîtinê bi qasî 3 heta 5 roj didome, di heman demê de di hêkdankê de çikildanên nû dest bi perisînê dikin. Di roja yekem a xwîndîtinê de çerxa mehane bi dawî dibe û roja yekem a çerxa mehane ya nû dest pê dike. Heke ducanî rû bide, çerxa mehane radiweste. Piştî zarokanînê heke dergûş tenê bi şîrê dayikê were xwedîkirin, dibe ko çerxa mehane heta ji şîr ve kirinê (dawî anîna mijandinê) dest pê neke.
--Qonaxa çikildanê--
Guhrînên li hêkadankê
Çikildanên hêkdankê pêkhateyên derdanî ne û di tûkila hêkdankê de cih digirin. Her çikildanek dişibe kîsikek. Dîwarê kîsikê ji xaneyên granuloza pêk tê. Di hundirê kîsikê de xaneya hêkê ya negihîştî cih digire. Di her hekdankek de bi hezaran çikildanên hêkdankê cih digirin. Di destpêka vê qonaxê de çikildanên hêkdankê ji çikldanên pêşîn û çikildanên yekem pêk tê. Qonaxa çikildanê bi qonaxa xwnîdîtinê dest pê dike heta roja hêkdananê didome. Ango dirêjiya qonaxa çikildanê bi qasî 14 roj e.
Qonaxa çikildanê bi derdana hîpotalamusê dest pê dike. Ji hîpotalamusê hormona derpirandinê ya rijênên zaûzê tê derdan. Hormona derpirandinê (GnRH) hîpofîza pêş han dike bo derdana hinek FSH û LHyê. Hormona handerê çikildanê (FSH) bandor li çikildanên hêkdankê dik, bi qasî 20 çikildan diperisin. Di roja heftan a qonaxa çikildanê de ji nav 20 çikildanan, çikildanek ji yên din hê pirtir diperise û dibe çikildana serdest. Ji vê çikildanê hinek êstrocen û înhîbîn tên derdan. Êstrocen bi paşragihandina neyînî bandor li ser hîpotalamus û hîpofîzê dike û rê li ber derdana FSH û LHyê digire, bi vî awayê di xwînê de rêjeya FSH û LH di astek nizim de dimîne. Kêmbûna xestiya FSHyê perisîna çikildanên din radiwestîne. Çikildana serdest hê pirtir diperise, gir dibe û êstrocen der dide. Xestiya êstrocena nav xwînê her diçe zêdetir dibe. Zêdebûna êstrocenê bi paşragihandina erenî bandor li ser hîpotalamus û hîpofîzê dike bo derdana FSH û LHyê. Bi taybetî derdana hormona handerê tenê zer (LH) hê zêdetir dibe. Li ser xaneyên çikildanê, wergirên bo hormona LHyê hene. Bi bandora LHyê perisîna çikildanê didome û çikildanek pêgihîştî peyda dibe. Çikildana pêgihîştî ber bi rûyê derve yê tûkila hêkdankê dilive, qonaxa çikildanê dawî dibe û qonaxa hêkdananê dest pê dike.
Oosîta yekem a çikildana serdest, di qonaxa çikildanê de pêvajoya miyoza yekemê diqedîne û oosîda duyem a haploîdî peyda dibe. Paşê di oosîda duyem de miyoza duyem dest pê dike, lê miyoza duyem di qonaxa metafazê de radiweste. Ango gava xaneya hêkê ji hêkdankê tê derdan, miyoza duyem hê temam nebûye. Heke di coga hêkê de, xaneya hêkê rastê spermê were û pîtîn rû bide, miyoza duyem jî didome, lê heke pîtîn rû nede vê gavê, oosîda duyem beyî ko miyoza duyem temam bibe, ji laş tê avêtin.
Guherînên li malzarokê
Di nav xwînê de bilindbûna xestiya êstrocenê, birînên navpoşê malzarokê û xwînberên ziyangirtî yên ji çerxa mehaneya berê baş dike. Herwisa êstrocen di xaneyên navpoşê malzarokê de dabeşbûna mîtozê dide destpêkirin. Derdana lincemade zêde dibe. Di vê qonaxê de rijênên malzarokê jî diperisin lê çalak nabin. Ji ber ko xaneyên navpoşê malzarokê pir dibin, lûleyên xwînê zêde dibin, dîwarê malzarokê stûr dibe û dişibe îsfencê, ev qonax wekî qonaxa stûrbûnê (bi înglîzî: proliferative phase) tê navkirin. Qonaxa stûrbûnê di malzarokê de, qonaxa çikildanê jî di hêkdankê de di heman demê de rû dide. Qonaxa stûrbûnê li dawiya qonaxa xwîndîtinê dest pê dike heta hêkdananê, bi qasî 10 roj didome.
--Qonaxa hêkdananê--
Berê hêkdananê, hormonên procesteron û êstrocen malzarokê han didin bo amadekirina çeqîna embriyoyê û destpêkirina ducaniyê. Di xwînê de zêdebûna xestiya êstrocenê, hîpotalamusê han dike ko hê zêdetir GnRH der bide. Zêdebûna GnRH bandor li hîpofîza pêş dike, bi vî awayê hê zêdetir hormona handerê tenê zer (LH) tê derdan. Xestiya LHyê zêde dibe, ji ber bandora LHyê çikildana pêgihîştî dipeqe, xaneya hêkê (oosîta duyem) û şileya çikildanê ji çikildana qelişî, ber bi coga hêkê tên berdan. Peqîna çikildan û avêtina hêkê wekî hêkdanan (bi înglîzî: ovulation) tê navkirin. Bi gelemperî qonaxa hêkdananê di roja 14mîn a çerxa mehaneyê de rû dide. Di qonaxa hêkdananê de êşa zik peyda dibe. Kîjan hêkdank çalak be ew beşa zik diêşê. Herwisa di dema hêkdananê de asta germahiya laş jî piçek bilind dibe.
--Qonaxa tenê zer--
Guherînên li hêkdankê
Piştê hêkdananê, paşmayiyên çikildanê (xaneyên çikildanê) diguherin bo pêkhateyek derdanî ya bi navê tenê zer. Bi hankirina LHyê, ji tenê zer hormona procesteron û êstrocen tê berhemkirin û derdan. Bi vî awayê her ko diçe rêjeya êstrocen û procesteronê zêde dibe. Zêdebûna van hormonan, bi paşragihandina neyînî bandor li hîpotalamus û hîpofîzê dike, derdana LH û FSHyê kêm dike. Temenê tenê zer 14 roj e. Qonaxa tenê zer ji roja 15mîn heta roja 28mîn a çerxa mehan didome.
Ber bi dawiya qonaxa tenê zer, ji ber rêjeya kêm a FSH û LHyê tenê zer hildiweşe. Hilweşîna tenê zer dibe sedema kêmbûna xestiya êstrocen û procesteronê. Kêmbûna xestiya FSH û LHyê, hîpotalamus û hîpofîzê ji bandora neyînî ya van hormonan xilas dike. Bi vî awayê ji hîpofîzê bi têra xwe FSH tê derdan ko bandor li ser hêkdanê bike bo perisîna çikildanên nû.
Guherînên li malzarokê
Bi bandora hormonên êstrocen û procesteronê, xwînberên malzarokê bi şêweyê lûlpêç fireh dibin, rijênên malzarokê gir dibin. Ji van rijênan bo embriyoyê şilemeniya xurek tê derdan. Şileya derdanê bi glîkocen dewlemend e.
Loma ev qonaxa malzarokê wekî qonaxa derdanê (bi înglîzî: secretory phase)tê navkirin. Derdana xurek hê ko embriyo li nav diwerê malzarokê cih nebûye dest pê dike. Bi taybetî di xwînê de xestiya bilind a procesteronê hê pirtir bandor li ser qonaxa derdanê ya malzarokê dike.
--Bi kurtî pêvajoya çerxa mehaneyê--
Di laşê mêyan de çerxa mehane bi destpêka salên temenê pêgihîştinê dest pê dike heta salên menopozê didome. Di laşê mêyan de berhemkirina xaneya hêkê û amdekirina laşê mêyê bo ducaniyê, du erkên sereke yê çerxa mehane ye. Çerxa mehane ji qonaxa xwîndîtine, qonaxa çikildanê, qonaxa hêkdananê û qonaxa tenê zer pêk tê. Ji ber ko di qonaxa xwînditinê de ji zêyê xwîn tê, qonaxa xwîndîtinê qonaxa herî berçav a çerxa mehane ye. Roja yekem a dîtina xwînê wekî destpêka çerxa mehaneyek nû tê hesîbandin. Her Çerxek mehane bi qasî 28 roj didome. Di qonaxa xwîndîtinê de hêka nepîtandî, şaneya navpoşê malzarokê û hinek xwîn tê avêtin. Qonaxa çikildanê bi derdana hormonên FSH û LHyê dest pê dike. Di hêkdankê de komek çikildan dest bi geşbûnê dikin û êstrocen der didin. Di heman demê de navpoşê malzarokê jî dest bi stûrbûnê dike. Di xwînê de xestiya LHyê zêde dibe, di hêkdankê de çikildanek diperise û dibe çikildana pêgihîştî. Çikildana pêgihîştî dipeqe, xaneya hêkê ya nav çikildanê derbasê nav coga hêkê dibe. Xaneyên çikildana peqiyayî di hêkdankê de dimînin û diguherin bo tenê zer. Di qonaxa tenê zer de,ji tenê zer procesteron tê derdan, procesteron stûriya navpoşê malzarokê diparêze. Heke xaneya hêkê di coga hêkê de rastê spermê were, pîtîn rû dide zîgot derbasê malzarokê dibe û xwe di navpoşê malzarokê de diçeqîne, bi vî awayê ducanî dest pê dike û çerxa mehane radiweste. Na heke sperm tune be û xaneya hêkê neyê pîtandin, tenê zer hildiweşe, xestiya procesteronê kêm dibe loma navpoşê malzarokê ji rûyê malzarokê diqete, ango xwîndîtin rû dide. Bi dîtinaxwînê çerxa mehaneyek nû dest pê dike. Xwîndîtin bi qasî 5 roj didome.
*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin