Mîzerê (bi înglîzî: urethra) cogek masûlkî ye ji bo deravêtina mîza mîzadankê ber bi derveyî laş
Bi mîzkirinê, mîz ji mîzdankê tê berdan û di mîzerêyê de ber bi derveyî laş diherrike.
Ji xeynî mîzerê erk û pêkhateya hemû endamên koendama mîzê di laşê mirovan de heman e. Ango di erk û pekhateya gurçik, nefron, borrîmîz û mîzdank a nêr û mêyan tu cudahî tune. Lê erk û pêkhateya mîzerêya mê û nêran ne yek e.
Taybetmendiyek hevbeş a mîzerêyên mê û nêran, hebûna guşeran e. Du guşerên masûlkî mîzerê dorpêç dikin. Guşera jorîn ji lûsemasûlkeyan pêk tê û wekî guşera navî ya mîzerê (bi înglîzî: internal urinary sphincter) tê navkirin. Guşere jêrîn ji peykeremasûlkeyan pêk tê û wekî guşere derve ya mîzerê (bi înglîzî: external urinary sphincter) tê navkirin. Bi çalakiya van herdu guşeran, mîzkirin tê rêkxistin.
--Mîzerêya mêyan--
Dirêjiya mîzerêya mêyan kurt e, bi qasî 4 cm û tîreya wê 6 mm ye. Mîzerê ji stûyê mîzdankê dest pê dike, li jorê devê zêyê, li bin gilikê (bi latînî: clitoris) de li devê mîzerê de bi dawî dibe. Devê mîzerê, di bin kontrola guşera derve ya mîzerê de ye. Ji ber kurtiya mîzerê, egera tûşbûna nexweşiyên mîzdankê û coga mîzê di nav mêyan de zêdetir e.Dîwarê mîzerêya mêyan ji du çînan pêk tê: aliyê derve çîna masûlkî, aliyê navî lînceperde.
Çîna masûlkî du qatî ye. Qata navî ji lûsemasûlkeyan, qata derve jî ji peykeremasûlkeyan pêk tê. Lûsemasûlkeyên mîzerê ji aliyê demarekoendama xweyî ve tên kontrolkirin. Guşera derve ya mîzerê ji peykeremasûlkeyan pêk tê û bi awayekî xwewîst (bi inglîzî: voluntary) tên kontrolkirin. Navpoşê beşa nezikî (bi înglîzî: proximal part) ya mîzerê ji rûkeşeşanaya guherbar, navpoşê beşa dûrî (bi înglîzî: distal part) jî ji rûkeşeşaneya fireçînî (bi înglîzî: stratified epithelium) pêk tê.
--Mîzerêya nêran--
Di laşê nêran de du erkên mîzerê heyê, avêtina mîzê û avêtina tovavê.Ango mîzerê bi eslê xwe cogek hevpar e ji bo herrika mîz û tovavê. Lê tu car mîz û tovav di heman demê de di nav mîzerêyê de derbas nabin. Di nêran de mîzerê hê dirêjtir e û di nav çûk de dirêjê derveyî laş dibe. Dirêjiya mîzerêya nêran bi qasî 20 cm e. Mîzerê ji mîzdankê dirêjê nav rijênê prostat dibe, paşê di nav çûk de ber bi derve dirêj dibe.
Sê beşên serkî yê mîzerêya nêran heye; mîzerêya prostatî(bi înglîzî: prostatic urethra), mîzerêya perdeyî (bi înglîzî: membranous urethra) û mîzerêya îsfencî (bi înglîzî: spongy urethra)
mîzerêya prostatî 3 heta 4 cm dirêj e û firehbar e. Ji mîzdankê der dikeve û di nav prostatê de dirêj dibe. Navpoşê mîzerêya prostatî lînceperdeye û ji rûkeşeşaneya guherbar pêk. Du gurzên lûsesmasûlke lînceperdeyê dipêçe. Gurza navî ji lûsemasûlkeyên dirêjkî, gurza derve ji lûsemasûlkeyên bazinî pêk tê. Herwisa guşere navî ya mîzerê ya devê mîzdankê jî ji lûsemasûlkeyên bazinî pêk tê. Hin caran xaneyên rijênê prostat bi dabeşbûnê zêde dibin, prostat gir dibe û diwerime, prostata girbûyî mîzerêya prostatî dişidîne, loma herrika mîzê di nav mîzerê de hêdî dibe.
Mîzerêya perdeyî, beşa herî kurt a mîzerê ye û firehbariya wê pir hindik e. Mîzerêya perdeyî ji aliyê jêrê prostatê ber bi navpençika mîzûzaûzê (bi înglîzî:urogenital diaphragm) dirêj dibe. Rîşalên peykeremasûlke mîzerêya perdeyî dorpeç dike, bi vî awayê guşera derve ya mîzerê peyda dibe. Navpoşê mîzerêya perdeyî bi gelemperî ji rûkeşeşaneya stûnî ya fireçînî (stratified columnar epithelium) an jî rûkeşeşaneya stûnî ya zirfireçînî (pseudostratified columnar epithelium) pêk tê.
Mîzerêya îsfencî beşa herî dirêj a mîzerê ye. Dirêjiya wê bi qasî 15 cm e. Ev beşa mîzerê ji aliyê şaneya repker a bi navê tenê îsfencî ve pêçayî ye. Navpoşê beşa nêzikî ya mîzerêya îsfencî bi rûkeşeşaneya stûnî ya zirfireçînî hatiye dapoşkirin. Navpoşê beşa dûrî jî bi rûkşeşeşaneya pehn a fireçînî (stratified squamous epithelium) dapoşî ye.




Dubaremijîn (reabsorption)
Di rewşa asayî de di herdu gurçikê mirov de rojê bi qasî 180 lître şijû ji plazmaya xwînê derbasê nefronan dibe. Şijû pêkhateyên bikêr û bêkêr lixwe digire. Pêdiviya mirov bi madeyên bikêr heye, loma divê madeyên bikêr di laş de bimînin.
Dubaremijîn, tevgera bijartî ya madeyên bikêr ên nav lûlekên nefronan e. %99ê ava şijûyê û hema hemû glukoz, asîdên amînî, vîtamîn, ure û hin madeyên din bi dubaremijînê dîsa tevlê xwînê dibin. Dubaremijin bi alîkariya proteînên hilgir ên rûkeşexaneyên lûleka nefronê pêk tê. Dubaremijîn bi guhaztina çalak an jî bi guhaztina neçalak rû dide.
Glukoz, asîdên amînî, hin cor iyon û av bi dubaremijînê ji lûlekên nefronan derbasî nav şileya derveyî, ji wir jî dikeve nav mûlûleyên xwînê yên derdora lûlekên nefronan. Li gel madeyên bikêr, di lûleka nêzikî de gellek ure jî tê dubaremijîn. Ure molekulek sakar e, ji parzûna xaneyan bi hêsanî derbas dibe. Piştê parzûnkirinê xestiya ureyê di nefronan de zêde dibe, loma ure bi veguhaztina neçalak ji lûleka badayî ya nêzikî derbasî mûlûleyên xwînê dibe. Bi qasî %50yê ureya nav lûlekê bi vî awayê dubare tê mijîn. Li gel ureyê, asîda ureyî û kreatînîn(creatinine) jî paşmayiyên nîtrojenî ne, lê dubaremijîna ev herdu madeyan rû nade. Madeyên bêkêr an jî ziyanbexş di lûlekên nefronan de dimînin û ber bi cogên berhevkirinê diherrikin.
Di lûleka badayî ya nêzikî de hema hemû xurek (minak: glukoz û asîdên amînî), iyonên wekî sodyum, vîtamîn û proteînên plazmayê bi veguhaztina çalak dubarê tên mijîn. %60-65ê dubaremijna avê jî bi osmozê rû dide. Madeyên dubaremijînî di mûlûleyên ser lûlekan (bi înglîzî: peritubular capillaries) de tevlê xwînê dibin. Ji ber ko ji nav şijûyê ne hemû lê hin cor made tên dubaremijîn, ji bo vê karê tê gotin dubaremijîna bijartî(bi înglîzî:selective reabsorption).
Dubaremijîna avê di nav badoka Henle ya dakêşayî de didome. Li vir cogên avê yên bi navê akuaporîn (Di zimanê latînî de aquaporin= kunikên avê) derbasbûna avê hêsantir dikin. Ji bo derbasbûna xwê û madeyên tîwawe yê din bi têra xwe cog tune. Ji ber kêmbûna avê, xestiya şijûyê di nav badoka Henle ya dakêşî de zêde dibe.
Berevajiyê badoka dakêşayî, milê hilkêşayî ya badoka Henle cogên iyonan lixwe digire, lê cogên avê lixwe nagire. Ango ev beşa badokê rê nade derbasbûna ava nav şijûyê. Di badoka hilkêşayî ya Henle de NaCl ji cogan derbasê nav şileya navbera xaneyan dibe. Di beşa stûr a milê hêlkêşayî de sodyum bi veguhaztina çalak, Klor(Cl-) bi veguhastina neçalak derbasê şileya navbera xaneyan dibe. Ji ber kêmbûna xwêyê û mayîna avê, şijûya xestî ya nav lûlekê,hê rohntir dibe.Milê hilkêşayî ji kirokê ber bi tûkila gurçikê dirêj dibe û bi lûleka badayî ya dûrî ve yek dibe.
Di lûleya badokî ya dûrî de cih guhertina iyonan rû dide. Bi gelemperî sodyum, bi dubaremijînê ji şijû cihê dibe û tevlê xwînê dibe, loma şijû ya diherrike nav coga berhevkirinê hê rohntir dibe. Dubaremijîna sodyum ji aliyê hormona alosteronê (bi înglîzî: aldosterone) tê han kirin. Aldosteron ji aliyê rijênê adrenal (rijênê ser gurçik) ve tê berhemkirin û derdan. Li ser xaneyên lûleka badayî ya dûrî de cogên sodyum- potasyumê(Na+-K+) heye. Aldosteron guhaztina çalak dide destpêkirin, sodyum ji cogê ber bi şileya navbera xaneyan ve tê pompekirin, di heman demê de potasyuma nav şileya navbera xaneyan jî ber bi nav cogê ve tê derdan. Herwiha ji ber kêmbûna sodyuma nav şijûyê, hinek av jî bi osmozê derbasê şileya derve dibe. Hormona paratîroîd (bi înglîzî: parathyroid hormone) dubaremijîna kalsiyumê zêde dike.
Derdan (secretion)
Ji xeynî parzûnkirinê, bi derdanê jî hinek madeyên paşmayî ji xwînê tên avêtin. Derdan, tevgera madeyan a ji xwînê ber bi şileya derveyî (extracellular fluid) ye. Iyonên hîdrojenê(H +), kreatînîn, fosfat û hin corên dermanan ên wekî penîsîlîn û aspîrîn mînakin bo madeyên bêkêr an jî yên ziyanbexş ko bi veguhaztina çalak tên derdan. Bi derdana hîdrojen û amonyum pH ya xwînê tê rêkxistin. Derdana madeyan ji mûlûleyên ser lûlekan ve ber bi şijûna nav lûlekê ye.
Bi kurtasî, nefron xwînê parzûn dike û mîzê çê dike. Gurçik nikarin nefronên nû çê bikin. Loma ji ber birîndarbûna gurçikan an jî di dirêjiya zêdebûna temenê mirov de hejmara nefronan gav bi gav kêm dibe. Di temenê 40 saliyê şûnve hejmara nefronan di her deh salan de bi qasî %10 kêm dibe. Ango di temenê 80 saliyê de hejmara nefronên çalak ên mirovek, ji hejmara nefronên temenê wê yê 40 salî % 40 kêmtir dibe. Nefronên sax mane ji ber rewşa nû, çalakiyên xwe zêdetir dikin, loma kêmbûna nefronan li ser jiyana rojane de rewşek metirsîdar çê nake.
*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.
