
Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)
Nefron yekeyên bingehîn ên parzûnkirinê ne di gurçikan de.
Her yek gurçikek mirov malavaniya bi qasî milyonek nefronan dike. Nefron ji tûkilê dadikêşin nav kiroka gurçikê û ji kirokê jî dîsa hildikêşin nav tûkila gurçikê.Erkê serekî yê nefronan, bi parzûnkirina xwînê, rêkxistaina rêjeya av û madeyen tîwawe ye. Madeyên bikêr ji nefronan dubare tên mijandin û tevlê xwînê dibin, madeyên bêker an jî madeyên paşmayî jî wekî mîz tên deravêtin. Bi deravêtina paşmayiyan, nefron qebare û pestoya xwînê rêk dixe, asta xwê û iyonên xwînê û pH ya xwînê rêk dixe. Çalakiyên nefronan gellek girîng e bo berdewamiya jiyanê. Hormonên wekî hormona dijemîztin (antidiuretic hormone), hormona aldosteron û hormona paratîroîd bandor li ser çalakiyên nefronan dikin. --Pekhateya nefronan-- Nefron ji du beşên serekî pêk tê; tenolkeyê gurçikê û lûleka gurçikê. Tenolke pêkhateyên bo parzûnkirina plazmaya xwînê lixwe digire. Lûlek pekhateya taybet e ji bo dubaremijîn û derdanê. Tenolkeyê gurçikê Tenolkeyê gurçikê (bi latînî: renal corpuscle) di tûkila gurçikê de cih digire, ji tora mûlleyên xwînê û qepsûla Bowman pêk tê. Tora mûlûleyên xwînê wekî giloka mûlûleyanan jî glomerul (bi latînî: glomerulus ) tê navkirin. Qepsûla Bowman (bi înglîzî:Bowman's capsule) pêkhateyek kovikî ye û giloka mûlûleyan dipêçe. Gloka mûlûleyan Giloka mûlûleyan (glomerul) di navbera xwînberokan de cih digire. Xwîna ji dil tê bi xwînberoka hatî digihîje glomerulê. Xwîn bi navbenkariya xwînberoka derketî ji glomerulê tê dûrxistin. Ango herdu lûleyên glomerulê jî ji xwînberokan pêk tê. Erkê sereke yê glomerulê parzûnkirina plazmaya xwînê ye. Glomerul mîna amarekî bêjingê ye. Çawa ko tiştên hûrik di bêjingê de derbas dibin û yên gir li ser bêjingê de dimîne, herwisa madeyên hûrik ên nav plazmaya xwînê jî di glomerulê de derbas dibin lê proteînên gir û xaneyên xwînê derbas nabin. Xirokên sor ên xaneyên xwînê, perikên xwînê, proteînên plazmayê û hin madeyên din ên gir, ji kunikên mulûleyên glomerulê derbas nabin loma di nav xwînê de dimînin. Qepsûla Bowman Serê lûleka nefronê (lûleka gûrçikê) girtî ye (kor e) kotahiya lûleka nefronê jî bi coga berhevkirinê ve girêdayî ye. Serê kor bi şêweyê kovik an jî bi şeweyê fîncanê ye, glomerulê dipêçîne û wekî qepsûla Bowman tê navkirin. Şileya ji glomerulê hatiye parzûnkirin, diherrike nav qepsûla Bowman. Şileya parzûnbûyê (şijû) ji qepsûla Bowman ber bi lûleka badayî ya nêzîkî ve tê arastekirin. Lûleka gurçikê Lûleka gûrçikê (bi înglîzî: renal tubule) pêkhateyek dirêj û badayî ye di tenolkeyê gurçikê, ji qepsûla Bowman dest pê dike heta coga berhevkirinê dirêj dibe. Lûleka gurçikê ji sê beşan pêk tê. Beşa yekem ji ber ko nezîkê giloka mûlûleyan e, wekî lûleka badayî ya nêzikî tê navkirin û di tûkila gurçikê de cih digire Beşa duyem a lûleka gurçikê wekî badoka Henle tê navkirin. Badoka Henlê ji milê dakêşayî û milê hilkêşayî pêk tê. Badoka Henlê heta kiroka gurçikê dirêj dibe. Beşa sêyem a lûleka gûrçikê wekî lûleka badayî ya dûrî tê navkirin. Ev beş, beşa dawî ya nefonê ye û di tûkilê de cih digire. Lûleka badayî ya dûrî bi coga berhevkirinê ve girêdayî ye. Lûleka badayî ya nêzikî Di nefronê de piştê tenolkeyê, lûleka badayî ya nêzikî (bi înglîzî: proximal convoluted tubule) heye. Navpoşê lûlekê ji rûkeşexaneyên şeşpalû (şeş rû) pêk tê. Rûkeşexane gellek wirdememîle (bi înglîzî: microvillus) lixwe digirin, dirêjiya wirdememîleyan bi qasî 1 mîkrometre (µm) ye. Ji ber hebûna wirdememîleyan rûyê lûlekê hê firehtir dibe û dubaremijîna madeyan hêsantir dibe. Herwiha hêjmara mîtokondriyên rûkeşexaneyên lûleka badayî ya nêzîkî jî gellek zêde ye. Mîtokondrî enerjî dabîn dikin ji bo veguhaztina çalak a malekulan a ji lûlekê ber bi mûlûleyên xwînê.Derdana rijenê Cowper şileyek bêreng, tîr û şor e. Şileya rijenê Cowper, şileyek alkalî ye. Şileya Rijenê Cowper madeyek lîncî ye, di nav zêyê(vajîna) de xilîskîna çûk hêsantir dike. Rijênê Cowper derdana xwe, berê avêtina tovavê ber dide nav mîzerê,loma hin caran derdana wî wekî pêşavêtin jî tê navkirin. Heke di nav mîzerê de paşmayiyên asîdî yên mîzê mabe, bi derdana rijenê Cowper tê paqijkirin. Hin caran, dema têkilîya seksî de beyî ko di nav zêyê de avêtin rû bide çûk paşve tê kişandin ko rê li ber ducaniyê were girtin. Lê dibe ko di nav şileya rijenê Cowper de hinek xaneyên sperm jî hebin. Di rewşek wîsa de her çiqas mirov xwe paşve bikişîne jî, egera rûdana ducanîmayî heye.