Şaneya merîstemî
Şaneya merîstemî (bi înglîzî: meristematic tissue), koma xaneyên ko berdewamî dabeş dibin û diguherin bo hemû xane û şaneyên riwekê.
Di ajalan de piştî pîtinê, zîgota tekxaneyî bi dabeşbûnê, xaneyên nû çê dike. Ev xaneyên nû jî embriyoyê pêk tînin. Xaneyên embriyoyê xaneyên bineratî (bi înglîzî: stem cells) ne û dikarin bi gorankariyê biguherin bo hemû cor xane û şaneyên ajalan. Ango hemû şane û endamên ajalan, bi dabaşbûn û gorankariya xaneyên embriyoyê çêdibin. Geşebûn û peresîna ajalan heta astekî diyarkirî didome, paşê xaneyên bineretî dikevin qonaxa mitbûnê û bêdeng dibin. Geşebûna ajalan hetanê temenê pêgihîştînê didome û sinordar e.
Di riwekan de hebûna geşebûna nediyarkirî (bi înglîzî: indeterminate growth), taybetmendiyek serekî ye ko riwekan ji ajalan cihê dike. Laşê riwekan jî ji aliyê xaneyên embriyoyî ve tên çêkirin. Di riwekan de jî mîna xaneyên embriyoyî yên ajalan, komên xaneyên bineretî hene. Cihê komên xaneyên bineretî, wekî merîstem tên navkirin û xaneyên wir jî, wekî xaneyên merîstemê tên navkirin. Peyva merîstem ji peyva “merizein” a yewnanî çêbûye û wateya wê “dabeşbûn” e. Ango beşa ko koma xaneyên embriyoyî lixwe digire wekî merîstem tê navkirin.[1]
Xaneyên merîstemê dikarin berdewam dabeş bibin, loma şaneya merîstemî dikare xwe nû bike an jî xwe biguncîne bo xane û şaneyên din ên riwekê.Ango berevajiyê ajalan, di beşa merîstemî ya riwekan de, xane berdewam dabeş dibin û hejmara xaneyan zêde dibe. Hemû xaneyên riwekê ji dabeşbûn û gorankariya xaneyên merîstemê çêdibin û riwek geşe dibe.Gava xaneyek merîstemê dabeş dibe, yek ji cota xaneyên nû xwe diguncîne bo xaneyên din ên şaneyên riwekê û riwek geşe dibe, xaneya din jî wekî xaneya bavan dimîne û dabeş dibe bo xaneyên nû.Taybetmendiya geşebûna nediyarkirî ya riwekan ji aliyê şaneya merîstemî ve tê dabînkirin.
Di riwekên pirsalî de (riwekên darî) geşebûna nediyarkirî hê baştir xuya dibe.Di riwekên darî de geşebûna riwekê ne sinordar e û ranaweste.[2] Her ko temenê darê zêde dibe, reg, ged, şax û guliyên darê jî hê dirêjtir û stûrtir dibin.Lê di hin beşên riwekên darî de geşebûna diyarkirî (bi înglîzî: determinate growth) rû dide. Wekî minak, qebareya pel û mêweyên (fêkî) daran, heta astekî taybet zêde dibe, paşê geşebûna wan radiweste. Ango di dara sêvê ya 5 salî û ya 25 salî de qebareya pel û fêkiyan hema wekhev in, lê reg, qed û çiqilên dara sêvê ya 25 salî dirêjtir û stûrtir in.
Hin taybetmendiyên xaneyên şaneya merîstemî
- Xaneyên merîstemî çavkaniya geşebûna riwekê ye. Di riwekê de şaneyên hemîşeyî (bi înglîzî: permanet tisssue) ji xaneyên şanya merîstemî çêdibin.
- Ji ber ko xaneyên merîstemî ji bo karekî taybet nehatine peresîn, dikarin bi berdewam dabeş bibin û bi gorankariyê biguherin bo xaneyên din ên şaneyên riwekê.[3]
- Piraniya riwekan de di dirêjiya zivistanê de, xaneyên merîstemî bêdeng in an jî asta metabolîzmaya wan pir kêm dibe.
- Li Kurdîstanê werzê geşebûnê bo riwekan, di demsala biharê dest pê dike heta payîzê didome. Xaneyên merîstemî di bin şert û mercên guncav de dikarin ji demsala biharê heta payîzê bi awayekî berdewamî dabeş dibin.
- Di merîstemê de xaneyên merîstemî bi awayekî şidî rêzbûyî ne, di navbera xaneyan de valahî çênabe.
- Xaneyên merîstemê vakuola navendî lixwe nagirin, lê çend vakuolên piçûk lixwe digirin. [4]
- Xaneyên merîstemî tek navikek gir lixwe digirin.
- Dîwarê xaneyê yê xaneyên merîstemê tenik e.
- Xestiya sîtoplazmaya xaneyên merîstemî zêde ye.
- Di xaneyên merîstemî de asta çalakiyên metabolîzmayê bilind e.
- Birînên riwekê ji aliyê xaneyên merîstemê ve tên saxkirin.
Geşebûna riwekan

Di riwekan de du cor geşebûn rû dide; geşeya seretayî û geşeya duyem.
Heke geşebûna riwekê wekî dirêjbûna riwekê rû bide, ev geşebûna riwekê wekî geşeya seretayî (bi înglîzî: primary growth) tê navkirin. Riwekên giyayî ji geşeya seretayî pêk tên. Di riwekên pirsalî de li gel geşeya seretayî, geşeya duyem jî rû dide.[2] Bi geşeya duyem stûriya reg û qedê riwekê sal bi sal zêde dibe.
Li gorî cihê wan, di riwekan de şaneya merîstemî sê cor in; merîstema lûtkeyî (bi înglîzî: apical meristem), merîstema navberî (bi înglîzî: intercalary meristem) û merîstema teniştî (bi înglîzî: lateral meristem)
Merîstema lûtkeyî

Di hemû riwekan de geşeya seretayî bi çalakiya merîstema lûtkeyî rû dide. Di serê (lûtke) reg û qedê riwekan de merîstema lûtkeyî heye, ev merîstem dirêjiya regê û bilindahiya gedê zêde dike. Herwisa li qedê riwekê de, dibe ko hin girê (bi înglîzî: node) jî gopik (bi înglîzî: bud) lixwe bigirin. Ev gopik jî merîstema seretayî (lûtkeyî) lixwe digirin. Merîstemên van gopikan di qonaxa mitbûnê de ne, gava çalak dibin diperisin bo çiqilên nû.[5]
Merîstema lûtkeyî ji xaneyên nazik pêk tên, xane hewceyê parastinê ne. Xaneyên merîstema lûtkeyî ya regê ji aliyê kulavê regê (bi înglîzî: root cap) ve pêçayî ne. Di serê qedê de, şaneya lûtkeyî bi pelokan (pelên pêşîn ên hê neperisîne) pêçayî ye. Pelok şaneya merîstemê ji bandora neyî ya hawirdorê diparêze (serma, germahî, ba hwd) Di werzê geşebûnê de pelok diperisin bo pelên riwekê.
Şaneyên ji merîstema lûtkeyî hatine çêkirin, wekî şaneyên seretayî tên navkirin. Riwekên giyayî an jî riwekên darî yên yeksalî tenê ji şaneyên seretayî pêk tên. Req û qedên van riwekan terr in.[3]
Merîstema lûtkeyî wekî merîstema seretayî jî tê navkirin. Ji merîstema lûtkeyî, bi navên protoderm (bi înglîzî: protoderm), prokambiyum (bi înglîzî: procambium) û merîstema binçîne (bi înglîzî: ground meristem), sê merîstemên seretayî çê dibin. Ji merîstema protodermê şaneya epîdermîs diperise. Merîstema prokambiyumê şaneya lûleyî ya seratayî (niyana seretayî û darika seretayî) çêdike. Xaneyên merîstema binçîne jî diguherin bo şaneya binçîne.[3]
Merîstema navberî
Di riwekên yeklep (bi înglîzî: monocot plants) de di binê tîxa pelê û di gopkeyê de merîstema navberî heye. Merîstema navberî pelên yeklepan ji binê pelê ve dirêj dike. Wekî mînak gava çîmen tên çînîn, merîstema navberî ya binê tîxa pelê, bi dabeşbûna mîtozî dabeş dibe û xaneyên nû ji bo dirêjkirina pelên kurtbûyî tên bikaranîn.[6]
Dirêjiya navberegirêyan (bi înglîzî: internodes) jî ji aliyê merîstema navberî ya li gopkeyê ve tê zêdekirin. Wekî mînak, di riweka garisê de, li gel merîstema teniştî, merîstema navberî jî heye. Merîstema navberî di navberegirê de dirêjbûna qedê garisê dabîn dike.[3]
Merîstema teniştî

Merîstema teniştî di riwekên darî(bi înglîzî: woody plants), ango di riwekên pirsalî de xelekek xanayên zindî û dabeşbûner e. Merîstema teniştî ji şaneya binçîne çêdibe. Şaneya binçîne jî ji gorankariya xaneyên merîstema lûtkeyî çêdibin. Merîstema teniştî geşaya duyem dide destpêkirin.[7]
Şaneyên ko ji merîstema teniştî çêdibin, wekî şaneyên duyem tên navkirin. Reg, qed û çiqilên dar û deviyên pirsalî şaneyên duyem in. Hin riwekên giyayî yên wekî riweka gulberrojê jî bi geşeya duyem tîreya reg û qedên xwe heta astekî stûr dikin.[5]
Ji ber ko di riwekên pirsalî de bi geşebûna duyem dabîn dike, meristema teniştî wekî merîstema duyem ji tê navkirin. Di riwekên pirsalî yên darî de du corên merîstema teniştî heye; Kambiyuma lûleyî û kambiyuma tepedorî.
Kambiyuma lûleyî (bi înglîzî: vascular cambium) di navbera şanaya darik û şaneya niyan de cih digire û şaneyên lûleyî berhem dike. Bi dabeşbûna xaneyên kambiyuma lûleyî, darik û niyanên duyem tên çêkirin.[2]
Kambiyuma tepedorî (bi înglîzî: cork cambium) li aliyê derveyî şaneya niyan de cih digire û ber bi aliyê derve xaneyên tepedorî, ber bi hundir ve jî parenkimaya tepedorî berhem dike.[5] Di riwekên darî de, di reg û qedê riwekê de, xaneyên tepedorî cihê xaneyên epîdermîsê digirin û çînek stûr a ji xaneyên mirî ava dikin.[7]
Girêdanên derve
Çavkanî
- ^ Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
- ^ a b c Reece, Jane B. Campbell Biology : Jane B. Reece ... [et Al.]. 9th ed., Boston, Ma, Benjamin Cummings, 2011.
- ^ a b c d Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
- ^ The Editors of Encyclopaedia Britannica. "meristem". Encyclopedia Britannica, 20 May. 2023, [1]. Accessed 10 October 2025
- ^ a b c Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
- ^ Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
- ^ a b Postlethwait, J. H., & Hopson, J. L. (2006). Modern Biology. NY, United states: Holt Rinehart & Winston.











