Celadet Alî Bedîrxan

Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)
Showing posts with label lûle. Show all posts
Showing posts with label lûle. Show all posts

2025/11/17

Şaneya niyan

 


Here nagîvasyonêHere lêgerînê
Di sîstema lûleyî ya riwekan de av û xurekemadeyên endamî ji hev cuda, di sîstema lûleyên cuda de tên veguhaztin

Niyanşaneya niyan an jî Floem (bi inglîzîphloem) beşek ji şaneya lûleyî ya riwekên lûleyî ye, xurekên endamî diguhazîne hemû beşên riwekê.

Di sîstema lûleyî ya riwekan de av û xurekemadeyên endamî ji hev cuda, di sîstema lûleyên cuda de tên veguhaztin. Av û mîneral di şaneya darik de, xurekên endamî jî di şaneya niyan de tên guhaztin.

Şaneya niyan madeyên endamî yên wekî şekir, asîdên amînîproteînhormonasîda rîbonukleyî û hin mîneralan di nav avê de diguhazîne.[1] Di pelan de madeyên endamî bi karlêkên fotosentezê tên çêkirin, û ji pelan bo hemû beşên riwekê tên guhaztin. Hinek ji xurekemadeyên fotosentezê jî di reg û qedê riwekê de tê embarkirin. Gava pêdiviya riwekê bi xurekemadeyên embarkirî hebe, vê gavê, ji qed an jî regê, xurekemadeyên endamî bo hemû beşên riwekê tên guhaztin. Ango di şaneya niyan de guhaztina madeyên endamî ji pelan ber bi qed û regê, an jî ji regê ber bi qed û pelan ve cot arasteyî rû dide..

Di şaneya niyan de guhaztina xurekên endamî ji aliyê du xaneyên dirêj ve tê dabînkirin: xaneyên bêjîngî (bi înglîzî: sieve cells) û yekeyên lûleya bêjîngî (bi înglîzî: sieve tube elements). Ev herdu cor xane jî di temenê pêgihîştinê de zindî ne.[1] Riwekên tovrût (bi înglîzî: gymnosperms) û hin riwekên bêtov ên wekî serxes û dûvê hespê (qedqedok) (bi înglîzî: horsetails) tenê xaneyên bêjîngî lixwe digirin. Piraniya riwekên tovdapoşrav jî bi navbeynkariya yekeyên lûleya bêjîngî xurekan diguhazînin.[2]Di daran de şaneya niyan di beşa herî navî ya qalikê darê de cih digire. Niyana seretayî, bi geşeya seretayî ji beşa prokambiyuma marsîtema lûtkeyî ve tê çêkirin. Riwekên pirsalî (riwekên darî) de li dewsa niyana seretayî, guhaztina xurekemadeyan ji aliyê niyanên duyem ve tê dabînkirin. Niyana duyem bi geşeya duyem a riwekê tê çêkirin. Di riwekên dulep (bi înglîzî: dicotyledon) û riwekên tovrût de di navbera şaneya niyan û darik de merîstema teniştî ya bi navê kambiyuma lûleyî (bi înglîzî: vascular cambium) cih digire. Kambiyuma lûleyî bi dabeşbûnê, di reg û qedê riwekê de darik û niyanên duyem çêdike. Niyanên duyem ber bi aliyê derveyî kambiyuma lûleyî ve tên çêkirin.‌[3]

Di riwekên tovdapoşrav (bi înglîzî: angiosperms) de şaneya niyan ji çar cor xaneyan pêk tê: yekeya lûleya bêjîngî, hevalexane, parenkîmaya niyan û rîşalên niyan.[4]

Rîşalên niyan, xaneyên dirêj û qayişokî yên sklerenkîmayê ne. Rîşal qayişokî û qayimiya şaneya niyan dabîn dikin.[5] Parenkîmayên şaneya niyan bi gelemperî ji bo embarkirina xurekemadeyan kar dikin.[6]

Yekeyên lûleya bêjîngî

Di şaneya niyan de, xaneyên ko şekir û hin madeyên din ên endamî ji bo hemû beşên riwekê diguhazînin, wekî “yekeyên lûleya bêjîngî” tên navkirin.‌[7] Di yekeyên bêjîngî de tenê diwarê seretayî heye û dîwarê xaneyê ligînîn lixwe nagire. Lê dibe ko hin caran diwarê duyem jî hatibe çêkirin.[7] Yekeyên lûleya bêjîngî zindî ne, lê di yên pêgihîştî de piraniya endamokên xaneyê, yên wekî navikmîtokondrî û rîbozom hildiweşin an jî piçûktir û kêmtir dibin.[4]

Kambiyuma lûleyî bi dabeşbûnê, di reg û qedê riwekê de darik û niyanên duyem çêdike. Niyanên duyem ber bi aliyê derveyî kambiyuma lûleyî ve tên çêkirin.

Yekeyên lûleya bêjîngî bi dirêjî li du hev rêz dibin û lûleyek dirêj a bi navê lûleya bêjîngî (bi înglîzî: sieve tube) peyda dibe.[8] Xurekemade di nav avê de dihelin û di lûleya bêjîngî de tên guhaztin. Di riwekê de ne yek, lê bi şêweyî gurzan, gellek gurzên lûleya bêjîngî heye.

Di dîwarê xaneyê yên yekeyên lûleya bêjîngî û xaneyên bêjîngî de, qadên kunkunî yên taybet hene. Bi navbeynkariya kunên qadên bêjîngî (bi înglîzî: sieve areas) xaneyên guhêzer di nav têkiliyê de ne. Tîreya kunên qadên bêjîngî 1 µm heta 15 µm ne.

Di riwekên tovdapoşrav de qadên bêjîngî diguherin bo lewheya bêjîngî (bi înglîzî: sieve plate). Lewheya bêjîngî bi gelemperî di kotahiya dîwarê xaneyê yê yekeya bêjîngî de, di beşa ko du yekeyên bêjîngî yek dibin de cih digire.[7]Kunên lewheya bêjîngî vekirîne (diwarê xaneyê lixwe nagirin), di navbera yekeyên bêjîngî de herika şilemeniyê ji xanyek bo xaneya din hêsantir dikin. Ji ber ko lûleya bêjîngî ji xaneyên zindî pêk tê û xane jî sîtoplazma lixwe digirin, di şaneya niyan de guhaztina madeyan li gor şaneya darik hêdîtir rû dide.

Hevalexane

Li kêleka her yekeyek lûleya bêjîngî de, yek an jî zêdetir hevalexaneyek (bi înglîzî: companion cell) cih digire û alîkariya yekeya lûleya bêjîngî dike.[9]Hevalexane xaneyên zindî ne û navik lixwe digirin. Navik û rîbozomên hevalexaneyê, zîndeçalakiyên hevalexane û yekeya lûleya bêjîngiyê bi rê ve dibin. Di navbera hevalexane û yekeya lûleya bêjîngî de bi navbeynkariya gellek plazmodesmatayan, girêdanên sîtoplazmayî hatine avakirin. Di hin riwekan de hevalexane yên li pelê, şekirê ji fotosentezê diguhazîne yekeya lûleya bêjîngî û di lûleya bêjîngî de şekir tê guhaztin bo hemû beşên riwekê.[10] Di riwekên lûleyî yên bêtov û yên tovrût de, xaneyên bêjîngî li dewsa hevalexaneyan, bi xaneyên albumînus (bi înglîzî: albuminous cells) ve di nav têkiliyêde ne.[2]

Girêdanên derve

Çavkanî

  1. Jump up to:a b Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
  2. Jump up to:a b Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  3. ^ Taiz, L. et al. (2022) Plant physiology and development. 7Th ed.Sunderland, MA, New York, NY: Sinauer Associates ; Oxford Univeristy Press ISBN 9780197614235
  4. Jump up to:a b Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  5. ^ Britannica Editors. "phloem" Encyclopedia Britannica, 3 Feb. 2022, [1] Accessed 16 November 2025.
  6. ^ Raven, Peter H.; Evert, R.F.; Eichhorn, S.E. (1992). Biology of Plants. New York, NY, U.S.A.: Worth Publishers. p. 791
  7. Jump up to:a b c Taiz, L. and Zeiger, E. (2002) Plant Physiology. 3rd edn. Sinauer Associates.
  8. ^ Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  9. ^ Bhatla, S.C. and A. Lal, M. (2019) Plant Physiology, development and metabolism Satish C Bhatla, Manju A. Lal. Singapore: Springer
  10. ^ Reece, Jane B. Campbell Biology : Jane B. Reece ... [et Al.]. 9th ed., Boston, Ma, Benjamin Cummings, 2011.

2025/11/09

Şaneya darik

 

ere nagîvasyonê

Here lêgerînê
Av û xurek bi şaneya lûleyî ve tên veguhaztin

Şaneya darikdarik an jî ksîlem (bi înglîzî: xylem) şaneya lûleyî ya riwekan e bo guhaztina av û mîneralan ji regê ber bi hemû beşên riwekê.[1].

Di yewnanîya kewn de ji bo dep (text) peyva “xylon” (ξύλον) dihat bikaranîn. Şaneya ksîlemê navê xwe ji wir girtiye.

Sîstema lûleyî ya riwekan ji ya ajalan gellek cuda ye. Wekî mînak, di laşê mirov de, av û xurekemade ji rûviyan tên mijîn û tevlê plazmaya xwînê ya nav lûleyan dibin. Av û xurekemade di nav xwînê de bi şêweyî çerxî tên guhaztin. Xwîn ji aliyê dil ve tê pompekirin û bi navbeynkariya lûleyên xwînê av û xurekemade digihîjin hemû şaneyên laş. Paşê xwîn û xurekemadeyên mayî di nav lûleyên xwînê de vedigerîn dil û cardin tên pompekirin. Ango av û xurekemade di nav lûleyan de ji dil derdikevin, li her beşên laş digerin û dîsa dizîvirin dil.

Sîstema lûleyî ya riwekan bi şêweyî çerxî nîn e û herwisa av û xurekemadeyên endamî jî ji hev cuda, di sîstema lûleyên cuda de tên veguhaztin. Av û mîneral di şaneya darik de, xurekên endamî jî di şaneya niyan de tên guhaztin. Av û mîneral ji aliyê xaneyên reg ve tên mijîn û tên guhaztin bo lûleyên darik (bi înglîzî: vessels). Av û mîneral (xwê) di nav lûleya darik de, bi yek arasteyî ber bi qed û pelan ve tên guhaztin. Av di stomayên pelê de bi hilmbûnê, ji riwekê tê avêtin, mîneral ji aliyên xaneyên derdora lûleyan ve tên mijîn û ji bo zîndeçalakiyên xaneyê tên bikaranîn.[2] Şaneya darik de arasteya veguhaztinê ji reg ber bi pelan e.

Di riwekên tovdapoşrav (riwekên kulîlkdar) de şaneya darik ji çar cor xaneyan pêk tê: borrîke (bi înglîzî: tracheids), yekeyên lûleyî (bi înglîzî: vessel elements), parenkîmaya darik (bi înglîzî: xylem parenchyma) û rîşlên darik (xylem fibers). Ji van xaneyan, borrîke û yekeyên lûleyî ji bo guhaztina av û xwêyan kar dikin.[3]

Borrîke û yekeyên lûleyî, xaneyên guhêzer ên şaneya lûleyî ne. Ev herdu cor xane jî xaneyên mirî ne, di van xaneyan de endamoksîtoplazma û parzûna xaneyê tune, tenê dîwarê xaneyê heye. Ji ber ko hundirê xaneyê vala ye û xane zirav û dirêj in, ev herdu cor xane jî dişibin borriyê.

Di borrîke û yekeya lûleyî de li gel diwarê xaneyê yê seretayî, dîwarê xaneyê yê duyem jî heye. Dîwarên xaneyê ligînîn lixwe digirin. Hebûna ligînînê herika avê ya nav xaneyan hêsantir dike.[4] Lîgînîn dîwarê xaneyê zexm dike û qayimiya xaneyê zêde dibe. Lîgînînbûna şanaya lûleyî, rê li ber riwekê vedike ko hê pirtir geşe bibe û dirêj bibe. Bi hebûna ligînînê, qed û qurmên riwekan bi têra xwe zexm dibin û li dij hêza rakêşiyê palpiştiya riwekê dikin. Her ko riwek dirêj dibin, ji siya riwekên din difilitin û ji bo karlêkên fotosentezê ji tîrojên rojê hê pirtir sûd werdigirin.[5]

Borrîke

Xaneya borrîke zirav û dirêj e, herdu seriyên xaneyê pîçek tûj in û girtî ne.Borrîke dîwarê xaneyê yê duyem ê bi ligînîn lixwe digire, dîwarê xaneyê gellek stûr e. Tîreya borrîkeyan bi qasî 10 heta 15 μm, dirêjiya wan jî bi qasî 50–100 μm ye.[6]Borrîke ji borrîkeya jêrê xwe avê digire û diguhazîne borrîkeya jorê xwe. Ango di riwekê de komên borrîkeyan hene. Hin borrîke li kêleka hev dirêj dibin, stuyê hin borîkeyan jî li ser stuyê borrîkeyek din de dirêj dibe.[2] Di dîwarê borrîkeyan de kun hene û wekî qulik (bi înglîzî: pit) tên navkirin. Di beşa qulik de diwarê xaneyê yê duyem tune. Av di nav dîwarê seretayî yê borrîkeyek de, bi navbeynkariya qulikan, ber bi borrîkeya li kêlaka wê diherike.[6]

Qulikên borrîkeyê li hember qulikên borrîkeya cîrana xwe de cih digirin. Qulikên herdu borîkeyan wekî cota qulikan (bi înglîzî: pit pairs) tê navkirin. Gava av di cota qulikan de diherike, di nav du diwarên xaneyê yên seretayî de derbas dibe.‌[4]

f: xaneya rîşalw.p: parenkîmaya darik tr: borrîke p.v: lûleya darik sp: beşek ji lûlpêça lûleya darik

Herî kêm 420 mîlyon sal e ko hemû riwekên lûleyî borrîke lixwe digirin. Lûleyên darik ji borrîkeyan gellek paşê hatine peresîn û hema di hemû riwekên tovdapoşrav de cih digirin.Di riwekên kulîlkdar de borrîke bi gelemperî di lûleyên zirav ên pelan de cih digirin. Hema bigire hemû riwekên tovrût û hin riwekên lûleyî yên bêtov de şaneya darik tenê borrîke lixwe digirin.Ango piraniya riwekên tovrût û hemû riwekên lûleyî yên bêtov, lûleyên darik lixwe nagirin.[7]

Yekeya lûleyî

Borrîkeyan kurtir û stûrtir in, dîwarê xaneyên wan teniktir in.[4] Li aliyê tenîştî yên yekeyên lûlelî de kun hene, av bi navbeynkariya kunan, di navbera yekeyan de, bi berwarî jî tê guhaztin. Gellek yekeyên lûleyî li dû hev rêz dibin, stûnên vala yên bi şêweyî borrî peyda dibin. Her stûnek wekî lûleya darik (bi înglîzî: vessel) tê navkirin. Dibe ko tîreya lûleyek darik bi qasî 0.7 mîlîmetre be.‌[8]

Gava yekeyên lûleyî li ser hev rêz dibin, di beşa jêr û jor xaneyên rêzê de dîwarê xaneyê yê seretayî û yê duyem dihele (hildiweşe) û kunkunî dibe. Kunkunîbûna (bi înglîzî: perforation) xaneyan ji qulikên borrîkeyan cuda ye. Di qulikên borrîkeyan de dîwarê duyem dihele lê yê seretayî dimîne. Bi kunkunîbûnê, herika avê ji yekeyek lûleyî ber bi yekeya din, hêsantir dibe.Di navbera yekeyên lûleyî yên li kêleka hev de cotên qulikê hene û dişibin cotên qulikên borrîkeyan. Ava ji yekeya lûleyî, di cotên qulîkan de di nav dîwarê xaneyê yên seretayî de derbasî yekeya lûleyî ya cîran dibe

Hemû riwekên lûleyî, borrîke lixwe digirin, lê lûleya darik bi gelemperî tenê di pêkhateya riwekên tovdapoşrav de cih digire. Ango piraniya riwekên tovrût û hemû riwekên lûleyî yên bêtov, lûleyên darik lixwe nagirin.[7]

Xaneyên parenkîma xurekemadeyan embar dikin û di riwekê de guhaztina berwarî ya av û xwêyan dabîn dikin. Rîşalên darik jî palpiştiya riwekê dikin.[7]

Bi debaşbûna merîstema lûtkeyî ya di reg û qedê de, şaneya darik a seretayî jî peyda dibe. Di riwekên dulep (bi înglîzî: dicotyledon) û riwekên tovrût de di navbera şaneya niyan û darik de merîstema teniştî ya bi navê kambiyuma lûleyî (bi înglîzî: vascular cambium) cih digire. Kambiyuma lûleyî bi dabeşbûnê, darik û niyanên duyem çêdike. Bi dabeşbûna kambiyuma lûleyî, tîreya reg û qedê riwekê zêde dibe.[9]

Di riwekên pirsalî (darî) de piraniya qebareya reg û qedê ji şaneya darik a duyem pêk tê. Darika duyem bi geşeya duyem ji aliyê kambiyuma lûleyî ve tê çêkirin. Xeleka darika duyem, darika seretayî dipêçîne. Bi çêbûna darika duyem, darika seretayî ber bi navî ve tê paldan. Darika seretayî ji ber paldana darika duyem, pehn dibe, û êdî nikare av biguhazîne. Her ko darikên nû tên çêkirin, darikên kevn hê pirtir tên guvaştin. Darikên kevn di reg û qedê riwekê de mîna peyker kar dikin û palpiştiya riwekê dikin. Di riwekên pirsalî de, di qurm (bi înglîzî: trunk) û guliyên stûr de tenê darika duyem a li aliyê derve çalak e û wekî darika nerm (bi înglîzî: sapwood) tê navkirin. Beşa navî ya qurm û guliyan ji darikên mirî pêk tê, pêkhateyek qayîm e û wekî darika pîtew (bi înglîzî: heartwood) tê navkirin. Dep (texte) ko di pîşesaziyê de ji bo çêkirina kelûpelên darîn tên bikaranîn, ji darika pîtew tê bidestxistin.

Girêdanên derve

Çavkanî

tex

  1. ^ Petruzzello, Melissa. "xylem". Encyclopedia Britannica, 1 Mar. 2025, [1] Accessed 5 November 2025
  2. Jump up to:a b SMauseph. (1998). Botany An Introduction To Plant Biology. Jones & Bartlett Pub
  3. ^ Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  4. Jump up to:a b c Taiz, L. and Zeiger, E. (2002) Plant Physiology. 3rd edn. Sinauer Associates.
  5. ^ Reece, Jane B. Campbell Biology : Jane B. Reece ... [et Al.]. 9th ed., Boston, Ma, Benjamin Cummings, 2011.
  6. Jump up to:a b Bhatla, S.C. and A. Lal, M. (2019) Plant Physiology, development and metabolism Satish C Bhatla, Manju A. Lal. Singapore: Springer
  7. Jump up to:a b c Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  8. ^ Taiz, L. et al. (2022) Plant physiology and development. 7Th ed.Sunderland, MA, New York, NY: Sinauer Associates ; Oxford Univeristy Press ISBN 9780197614235
  9. ^ Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.

2022/05/08

Mîzdank

 

Mîzdank an jî kîsikê mîzê (bi înglîzî: urinary bladder) yek ji endamê koendama mîzê ye ko ji borrîmîzan, mîz werdigre û ji bo demek kin embar dike.
Karê serekî yê mîzdankê embarkirina mîzê ye. Mizdank endamek firehbar û masûlkî ya bi şêweyî tûrik e. Gava vala ye, mîzdank dişibe pîramîdek serberjêr, lê dema bi mîzê tijî dibe, aliyê jorê diwerime û mîzdank bi şeweyê hêlkeyî xuya dibe. Mîzdank di hewzekelênê de cih digire. Qebareya mîzdanka vala bi qasî gûzek e, lê mîzdank dikare fireh bibe û bi qasî 800 mL mîz embar bike. Mîzdanka mêyan ji ya nêran kêmtir mîz embar dike.
--Anatomiya mîzdankê--
Mîzdank ji du beşên serekî pêk tê: laş û stû.
Laş beşa tûrikî ya herî mezin a mîzdankê ye, mîz li wir tê embarkirin.
Stû bi şeweyî kovikî (bi înglîzî: funnel-shaped) ye li aliyê jêrê mîzdankê, ji pêşiya mîzdankê dirêj dibe, mîzdankê bi mîzerê ve girê dide. Stûyê mîzadankê 2-3 cm dirêj e. Di stûyê mîzdankê de lûsemasûlkeyên taybet, guşera navî ya mîzerê(bi înglîzî: internal urethral sphincter ) pêk tînin. Di rewşa asayî de masûlkeyên guşera navî, rê nadin mîz biherrike nav stûyê mîzdankê û mîzerê, ta ko pestoya mîza nav mîzdankê bi têra xwe zêde bibe û bigihîje asta derazînkê.
Ji stûyê mîzdankê wêde, mîzerê di nav navpençika mîzûzaûzê (bi înglîzî: urogenital diaphragm) de derbas dibe. Navpençik guşera derve ya mîzdankê lixwe digire. Guşera derve ji çînek peykeremasûlkeyên bazinî pêk tê. Çalakiya masûlkeyên guşera derve di bin kontrola koendama demarê de bi awayek xwewîst (bi înglîzî: voluntary) rû dide. Ji ber vê taybetmendiya guşera derve, gava mîza mirov tê, mirov dîsa jî dikare mîzkirinê ji bo demek bi paş bixe û neçe destavê.

Qebareya mîzdanka mirovek piştî temenê pêgihîştinê bi qasî 500 heta 600 mL (mîlîlître) ye.
Li rûyê paş ê mîzdankê, li beşa jorê stûyê mîzdankê de sêgoşeyek piçûk heye û wekî trîgon (bi frensî: trigone) tê navkirin. Di serê jêrîn a trîgonê de stûyê mîzdankê bi mîzerê ve girêdayî ye. Herdu borrîmîz di goşeyên jorîn a trîgonê de bi mîzdankê ve girêdayî ne. Ango her goşeyek trîgonê kunek lixwe digire. Rûyê navpoşê mîzdankê di beşa trîgonê de lûs e.
--Pêkhateya mîzdankê--
Dîwarê mîzdankê ji çar çînan pêk tê: 1.Linceperde, 2.Jêrelînceperde, 3.Çîna masûlkî û 4.Betan.
Navpoşê mîzdankê ji perdeya lîncê (bi înglîzî:mucus membrane- mucosa) pêk tê û rûkeşeşaneya guherbar (bi înglîzî: transitional epithelium) lixwe digire. Dema mîzdank vala ye, rûkeşexaneyên rûkeşeşaneyê bi şêweyê stûnî (bi înglîzî: columnar epithelium) ne, lê gava mîzdank bi mîzê tijî dibe û diwerime şeweya rûkeşexaneyên stûnî diguhere bo rûkeşexaneyên pehn (bi înglîzî: squamous epithelium).
Xaneyên rûkeşeşaneya guherbar, firehbûna mîzdankê hêsantir dikin. Di mîzdanka vala de rûyê lînceperde qurmiçî ye.
Li ser lînceperdeyê, çîna jêrelînceperde (bi înglîzî:submucosa) cih digire. Jêrelînceperde ji bestereşaneya tund a bêrêz (bi înglîzî: dense irregular connective tissue) pêk tê û destek dide dîwarê mîzdankê.
Çîna masûlkî ji sê çînên lûsemasûlkeyan pêk tê. Lûsemasûlkeyên mîzdankê wekî masûlkeyên detrusor (detrusor muscles) tên navkirin. Di zimanê latînê de ji bo thenkirina ber bi jêr, peyva “detrus” tê bikaranîn. Ango masûlkeyên detrusor mîzê ber bi jêr ve tehn didin û mîzdankê vala dikin.
Betan, çîna derve ya mîzdankê ye. Ne hemû lê tenê rûyê jorîn a mîzdankê bi çîna betan dapoşî ye. Betan ji bestreşaneya sist pêk tê, lûleyên xwînê, lûleyên lîmfê û demar lixwe digire.
--Mîzkirin--
Plazmaya xwînê hertim tê parzûnkirin û wekî mîz bi navbeynkariya borrîmîzan, ber bi mîzdankê ve tê guhaztin. Mîz di mîzdankê de berhev dibe.Valakirina mîzdanka tijî, wekî mîzkirin (bi înglîzî: micturition-urination) tê navkirin.
Mîzkirin bi du gavên serekî rû dide. Gava yekem hêdî bi hêdî tijîbûna mîzdankê ye. Her ko mîzdank bi mîzê tijî dibe, diwerime û qebaraya wê zêde dibe. Werimiya mîzdankê dibe sedema vekêşina masûlkeyên li dîwarê mîzdankê. Heke hêza vekêşinê ji asta derazinkê (bi înglîzî: threshold level) ya masûlkeyan bilindtir bibe, gava duyem a mîzkirinê dest pê dike.
Gava duyem refleksa demarî ye û wekî refleksa mîzkirinê (bi înglîzî: micturition reflex) tê navkirin. Bi gelemperî di laşê mirov de refleks bertekên bêhemdê mirov in û ji aliyê dirkepetik an jî ji aliyê lakêşemox (bi latînî: medulla oblongata) ve tên kontrolkirin. Herwisa navendên li tûkilê mejî an jî li qedê demax bi rêgirtin an jî hêsankirina mîzkirinê, bandor li ser refleksa mîzkirinê dikin. Ango hinek kontrola mirov li ser refleksa mîzkirinê heye.
Gava qebareya mîza nav mîzdankê li derdora 150 mL ye, hestê mîzkirinê li mirov peyda dibe, lê mirov dikare ji bo demek vê hestê paşguh bike û nehêle guşera derve ya mîzerê sist bibe, ango mîza xwe bigire. Her ko mîz di mîzdankê de berhev dibe û qebareya mîzdankê nêzîkî 300 heta 400 mL ye dibe, êdî kontrola mirov a li ser paşxistina mîzkirinê kêm dibe.
Heke mîzdanka tijî neyê valakirin, mîzdank pir diwerime, ji ber firehbûna mîzdankê li masûlkeyên dîwarê mîzdankê de vekêşin zêde dibe. Hêza vekêşinê ya li ser dîwarê mîzdankê, dibe ko bibe sedema qelîşbûna diwarê mîzdankê û xwînberbûn rû bide. Herwisa dibe ko bibe sedema çêbûna bîrînan (bi înglîzî:ulcerations) li ser dîwarê mîzdankê.
--Kontrola demarî ya mîzkirinê--
1. Gava mîzdank bi mîzê tijî dibe,wergirên vekêşinê (bi înglîzî: stretch receptors) yên li ser dîwarê mîzdankê sinyalên demarî dişînin dirkepetikê û refleksa mîzkirinê didin destpêkirin
2. Ji beşa parasîmpasawî ya demarekoendama xweyî, demareragihandin tên şandin bo masûlkeyên detrusor û guşera navî ya mîzerê.
3. Lûsemasûlkeyên guşera navî ya mîzerê xav (sist) dibin û masûlkeyên detrusor jî girj dibin.
4. Xwestina mîzkirinê ya mirov rê li ber demarên livînê digire ko sînyal neşînîn guşera derve ya mîzerê û guşera derve jî xav bibe.
5. Bi girjbûna masûlkeyên mîzdankê, qebareya mîzdankê kêm dibe, pestoya mîza nav mîzdankê zêde dibe û mîz ber bi mîzerê ve diherrike. Li gel masûlkeyên mîzdankê, masûlkeyên diwarê zik û masûlkeyên henaseyê jî bandor li ser valakirina mîzê dikin.
6. Ber bi dawiya valabûna mîzdankê, vekêşina li diwarê mîzdankê kêm dibe. Masûlkeyên detrusor xav dibin û demareragihandinên ji refleksa mîzkirinê tên sekinandin, herwisa masûlkeyên guşera navî jî girj dibin.
Refleksa mîzkirinê hê dema ji dayikbûnê de di laşê dergûşan de çalak e, lê her ko dergûş mezin dibe hînê kontrolkirina guşera derve ya mîzerê dibin. Zarok bi temenê 2-3 salî de êdî dikarin bi awayekî çalak kontrola mîzkirinê bikin.
*Ev xebat li ser wîkîpediyaay kurdî jî hat zêdekirin.