Celadet Alî Bedîrxan

Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)

2025/04/10

Rûkeşeşane

 

Rûkeşeşane an jî şaneya rûkeş (bi înglîzî: yekjimar,”epithelium” pirjimar “epithelia”) yek ji çar şaneyên laşê ajalan e ko ji bergê rûkeşexaneyan pêk tê û beşa derve ya laş, rûyê kelênên laş, cogên laş û endamên laş dapoş dike.[1]

Mirov jî tê de, di laşê ajalan de çar cor şane hene; rûkeşeşane, masûlkeşanedemareşane û bestereşane.

Erkên rûkeşeşaneyê

Rûkeşeşane li gor şiklê rûkeşexaneyan an jî li gor hejmara çînên rûkeşexaneyan tê polenkirin.

Rûyê derve yê çerm, rûyê navî yê coga henaseyêcoga herisê, coga mîze, rûyê endaman û coga zaûzê bi rûkeşeşaneyê dapoşî ne. Ango her tiştê ko dikeve hundirê laş an jî ji laş derdikeve, ji rûkeşeşaneyê derbas dibe.[2]

Karên wekî parezvanî, mijîn, derdan û hestkirin jî tê de, rûkeşeşane di laş de gellek kar dikin. Rûkeşeşane ji bo bergiriya laş, berbesta yekem e. Çîna epîdermîs a çerm (pest) ji rûkeşeşaneyê pêk tê, rûkeşeşaneya çerm, laşê mirov ji madeyên zîyanbexş û hokarên nexweşiyê diparêze, rê li ber ziwabûna laş digire. Rûkeşeşaneya coga herîsê, xurek û ava nav rûvîyan dimijîne bo xaneyên laş. Hin wergir ji rûkeşexaneyan pêk tên, wekî mînak, kîmîkewergirên ser zimanê mirov ji bo çêbûna hestê çêjtinê kar dikin.[3] Hormonenzîm, şîr, xwêdan, lîk û lîncemade ji aliyê xaneyên rûkeşeşaneyê ve tên berhemkirin û derdan.

Pêkhate

Xaneyên ko şaneya rûkeşê pêk tînin wekî rûkeşexane an jî xaneyên rûkeş (bi înglîzî: epithelial cells) tên navkirin. Rêzbendî û stûriya çîna rûkeşeşane di hemû beşên laş de ne yek e, li gor cor û rêza xaneyan corbicor e. Wekî mînak, mûlûleyên xwînê bi çînek rûkeşexaneyê navpoşkirî ne, lê çermê mirov çendan çînên rûkeşexaneyê lixwe digire.

Xaneyên rûkeşeşaneyê bi şidayî bi hev re girêdayî ne, loma li dij hokarên nexeşiyê û birîndarbûnê wekî berbesta yekem kar dikin û bergirî dabîn dikin.[4] Bi awayekî şidî bi hev re gîrêbûna rûkeşexaneyan, rê nade lûleyên xwînê ko di navbera xaneyan de dirêj bibin, xurek û oksîjenê bigihînin rukeşeşaneyê. Rûkeşeşane xurek, madeyên pêwist û oksîjenê ne ji mûlûleyên xwînê lê ji şaneyên binê xwe an jî ji hawirdora xwe, bi dîfuzyonê an jî bi mijînê werdigirin.

Du rûyên (alî) cuda yê rûkeşeşaneyê hene, rûyê serik (gupik) û rûyê rûyê binik. Rûyê serik serbest e û bi hawirdora laş ve an jî bi valahiya cogên endaman re rûbirû ye. Ango dibe ko rûyê serik ê rûkeşeşaneyê bi hewayê re an jî bi şileya laş ve di temasê de be.[5]Bi gelemperî di rûyê serik de pêkhateyên taybet hene. Wekî mînak, rûyê serik ê xaneyên rûkeşeşaneya rûviya zirav bi wirdememîleyan ve dewlemend e. Wirdememîle mijîna xurekan bo nav xaneyê hêsan dikin. Aliyê berevajîyê rûyê serik, rûyê binik e û bi çîna binyat (bi înglîzî: basal lamina) ve girêdayî ye. Çîna binyat, ji proteîn û polîsakadrîdan pêk tê.[6]Rûyê binik, rûkeşeşaneyê ji şaneyên binê wê cuda dike.[4]

Ekseriyên xaneyên rûkeşeşaneyê, ji xaneyên pehn (bi înglîzî: squamous (flattened)), xaneyên şeşepalû (bi înglîzî:cuboidal) an jî ji xaneyên bi şêweyê stûnî (bi înglîzî: columnar) pêk tên. Hinek ji xaneyên rûkeşeşaneyê kûlkdar in, hinekî jî xaneyên derdanî ne. Wekî mînak, di coga henaseya mirov de,di navpoşê borrîhewayê de, xaneyên kûlkdar ên lîncemade der didin hene. Di navpoşê (rûyê navî) rûvî û gurçikan de hin xaneyên rûkeşeşaneyê, erkê mijînê bi cih tînin. Di van xaneyan de parzûn ber bi derve mîna tiliyan dirêj dibe. Ev pêkhate wekî wirdememîle tên navkirin. Wirdememîle ji bo mijîna madeyan rûyê xaneyê fireh dike.[5]

Rûkeşexaneyên derdanî

Xaneyên goblet di coga herisê û coga henaseyê de di nav çîna rûkeşeşaneyê de cih digirin.

Rûkeşeşane xaneyên derdanî lixwe digire. Xaneyên derdanî yên rûkeşeşaneyê madeyên wekî hormon, enzîm, lîk, lîncemade, şîr, xwêdan, çewrî û hwd berhem dikin û der didin. Dibe ko xaneya derdanî bi tena serê xwe kar bike an jî bi komek xaneyên derdanî ve, pêkhateya rijên pêk bînin.[5]Ango rijên ji yek an jî zêdetir rûkeşexaneyan pêk tê. Rûkeşexaneyên rijenê hin madeyan berhem dikin û derdidin. Hormon, ji aliyê rijênan va tên derdan, rijên ji rûkeşeşaneyê pêk tên.

Hin rûkeşexane ji bo derdana lîncemade (mûkûs) hatine guncandin, ji van rûkeşexaneyan re tê gotin xaneya goblet. Şiklê xaneya goblet dişibe kasê, loma vê navê lê kirine. Xaneyên goblet di coga herisê û coga henaseyê de di nav çîna rûkeşeşaneyê de cih digirin.

Peresîna rûkeşeşaşneyê

Xaneyên rûkeşeşaneyê ji sê çînên embriyoyê çê dibin. Rûkeşexaneyên epîdermîsa çerm, hinek beşên devdifin û komê (anus) ji çîna derve (ektoderm) diperisin.

Rûkeşexaneyên coga herisê û coga henaseyê navpoş dikin, ji çîna navî (endoderm) peyda dibin.

Rûkeşexaneyên lûleyên xwînê, lûleyên lîmfê û dil navpoş dikin, ji çîna naverast çê dibin û wekî endotelyum tên navkirin. Rûkeşeşaneya dil wekî endokardiyum tê navkirin.[7]

Nûbûna rûkeşeşaneyê

Xaneyên rûkeşeşaneyê temenkurt in, lê dikarin bi nûbûnê (bi înglîzî: regeneration), li dewsa xaneyên ziyangirtî an jî mirî, xaneyên nû çêbikin.[7]Ji ber ko aliyê serik ê xaneyên rûkeşeşaneyê bi hawirdora re rûbirû dimînin, ziyan digihêje rûkeşexanyan û xane dimirin. Wekî mînak, ji ber germahî, sarî an jî hişkayî ya xurekan xaneyên rûkeşeşaneya coga herîsê zû hildiweşin û dimirin, loma, rûkeşexaneyên gedeyê dikarin di nav 2-3 rojan de bi tevahî nû dibin. Herwisa rûkeşeşaneya çerm jî di her du hefteyan de nû dibe.[2]

Polenkirina rûkeşeşaneyê

Rûkeşeşane li gor şiklê rûkeşexaneyan an jî li gor hejmara çînên rûkeşexaneyan tê polenkirin.[8]

Rûkeşeşaneya sade (bi înglîzî: simple epithelium) ji çînek xaneyên rûkeş pêk tên. Rûkeşeşaneya fireçînî (bi înglîzî: stratified epithelium) ji du an jî zêdetir çînên xaneyan pêk tê.

Dibe ko şiklê xaneyên rûkeşeşaneyê pehn (bi înglîzî: squamous), şeşpalû (bi înglîzî: cuboidal) an jî stûnî (bi înglîzî: columnar) bin. Herwisa dibe ko di şaneyê de hejmara çînên xaneyê yek an jî zêdetir bin. Li gor van esasan şeş corên rûkeşeşaneyê çêdibe. Bi rûkeşeşaneya zirfireçînî û rûkeşeşaneya guherbar hejmara corên rûkeşeşaneyê dibe heşt.[9]

Rûkeşeşaneya sade

Rûkeşeşaneya sade ji qorek (çînek) rûkeşexaneyê pêk tê. Rûyê binik ê her xaneyê bi perdeya binyat ve girêdayî ye. Rûkeşeşaneya sade li gor şiklê rûkeşexaneyên şaneyê tê navkirin û polenkirin.

Rûkeşeşaneya pehn a sade

Cihên ko alûgorkirina gaz û madeyên kîmyayî bi awayekî lez rû dide, bi rûkeşaşaneya pehn a sade (bi înglîzî: simple squamous epithelium) dapoşrav in. Xaneyên pehn ên rûkeşeşaneya sade di navpoşê endamên dilelûleyî û lîmfê de cih digirin. Herwisa di pişikan de sikildanokên hewayê, di gurçikan de lûlekên nefronan û cogên berhevkirinê ji bi rûkeşeşaneya pehn a sade ve dapoşrav in.[7]

Corên rûkeşeşaneyê.

Rûkeşeşaneya şeşpalû ya sade

Xaneyên rûkeşeşaneya şeşpalû ya sade (bi înglîzî: simple cuboidal epithelium) kar dikin bo derdan û mijîna molekulan. Lulekên gurçikan û cogên rijênan bi rûkeşeşaneya şeşpalû ya sade dapoşrav in.

Rûkeşeşaneya stûnî ya sade

Hin beşên koendama herisê û coga zaûzê ya mêyan bi rûkeşeşaneya stûnî ya sade (bi înglîzî: simple columnar epithelium) dapoşrav in. Di hin corên xaneyên stûnî de di rûyê serik de kûlk (bi înglîzî: cilium) hene. Xaneyên rûkeşeşaneya coga hêkê kûlkdar in. Herwisa di coga henaseyê de jî rûkeşexaneyên kûlkdar ên stûnî hene. Bi livîna kûlkan, di coga hêkê de hêk ber bi malzarokê tê paldan. Xaneyên kûlkdar ên rûkeşeşaneya coga henaseyê jî rê li ber toz û pêkhateyên ziyanbexş digin û wan ber bi gewriyê pal didin. Di rûviya zirav de rûkeşexaneyên stûnî xwediyê wirdememîleyan in. Wirdememîle (bi înglîzî: microvullus) beşek ji parzûna rûkeşexaneyê ye, rûyê parzûnê fireh dike ko mijîna xurekan hêsantir bibe.[2]

Rûkeşexaneya stûnî ya zirfireçînî

Rûkeşeşaneya stûnî ya zirfireçînî (bi înglîzî: pseudostratified columnar epithelium) bi eslê xwe ji çînek xaneyan stûnî pêk tê, lê ji ber ko qebare û şiklê xaneyan neasayî ye û bêrêkûpêk e, rûkeşeşane wekî şaneyek fireçînî xuya dibe. Hinek ji xaneyên vê şaneyê kûlkdar in û di coga henaseyê de cih digirin.

Rûkeşeşanaya fireçînî

Rûkeşeşaneya fireçînî (bi înglîzî: stratified epithelium) ji çendan qorên rûkeşexaneyan pêk tê. Ev şane laşê mirov li dij ziyanên fîzîkî û kîmyayî yên hawirdorê diparêzê, nahêlê şane an jî endamên wê dewerê bimaşin. Rûkeşeşaneya fireçînî li gor şikla rûkeşexaneyên aliyê rûyê serbest (rûyê serik), wekî rûkeşeşaneya pehn a fireçînî , rûkeşeşaneya şeşpalû ya fireçînî û rûkeşeşaneya stûnî ya fireçînî tê polenkirin.

Di laşê mirov de herî zêde rûkeşeşaneya pehn a fireçînî heye. Di vê cora şaneyê de, xaneyên aliyê serik, rûkeşexaneyên pehn in, li aliyê binik, rûkeşexaneyên şeşpalû an jî rûkeşexaneyên stûnî cih digirin. Hin caran rûyê serbest ê rûkeşeşaneya fireçînî bi xaneyên keretînî yên mirî ve pêçandî ye. Wekî mînak, çermê mirov.[10]

Di navpoşê devê mirov de rûkeşeşaneya şeşpalû ya fireçînî cih digire. Herwisa rûkeşeşaneya stûnî ya fireçînî jî di pêkhateya rijenên lîkê de cih digire.

Rûkeşeşaneya guherbar

Corek din a rûkeşeşaneya fireçînî jî wekî rûkeşeşaneya guherbar (bi înglîzî: transitional epithelium) tê navkirin. Ji ber ko şiklê rûkeşexaneyên aliyê serik hêdî hêdî diguherin, vê navê lê kirine. Wekî mînak, navpoşê borrîmîz û mîzdanka mirov, rûkeşeşaneya guherbar lixwe digire. Dema mîzdank vala ye, qebareya mîzdankê piçûk e, û rûkeşexaneyên aliyê rûyê serik bi şiklê şeşpalû ne. Her ko mîzdank hedî hedî bi mîzê tijî dibe, qebareya wê jî zêde dibe, şiklê xaneyên serikê jî ji şeşpalû diguherin bo rûkeşexaneyên pehn.[7]

Çavkanî

  1. ^ Cullen, K. E. (2009).Encyclopedia of Life Science. Newyork: Facts On File, Inc
  2. Jump up to:a b c Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  3. ^ Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  4. Jump up to:a b Reece, Jane B. Campbell Biology : Jane B. Reece ... [et Al.]. 9th ed., Boston, Ma, Benjamin Cummings, 2011.
  5. Jump up to:a b c Starr, C. (2007). Biology:concepts and applications (7th ed.). Boston, MA: Cengage Learning.
  6. ^ Fox, Stuart Ira.Human Physiology. McGraw-Hill Education, 2016.
  7. Jump up to:a b c d Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  8. ^ Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  9. ^ Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  10. ^ McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill

Girêdanên derve

2025/03/19

Boyaxa Gram

 


Here nagîvasyonêHere lêgerînê
Dîmenek mîkroskobî ji boyaxkirina Gram. Di wêneyê de bakteriyên bi şêweyî gogî, Staphylococcus aureus in û bi rengê binefşî hatine boyaxkirin, loma bakteriyên Gram pozîtîv in. Bakteriyên bi şêweyî çîlkeyî jî Escherichia coli ne û bi rengê pembeyî xuya dibin. Ango bakteriyên E.Coli,gram negatîv in.

Boyaxa Gram an jî boyaxkirina Gram (bi înglîzî: Gram stain- Gram staining) di warê bakterîzaniyê de rêbazek rengkirina bakteriyan e ji bo naskirina bakteriyan û meyla tûşbûna bakteriyan.

Bingeha rêbaza boyaxkirina Gram, li ser cudahiya di stûriya dîwarê xaneyên bakteriyan de ava bûye.[1] Di hinek bakteriyan de dîwarê xaneyê stûr e û tek qat e, lê di hin bakteriyan de dîwar ji du çînên cuda pêk tê. Li gor karlêka bakteriyê a li dij boyaxa Gram, bakterî du kom in; bakteriyên Gram negativ û bakteriyên Gram pozîtîv.[2]

Dîrok

Di sala 1884ê de bijîjkê Danîmarkî yê bi navê Hans Christian Joachim Gram, da nîşankirin ko bi boyaxkirina dîwarê bakteriyê, mirov dikare herdu corên bakteriyan ji hev derxe.[3] Ji ber ko rêbaza boyaxkirinê ji aliyê wî ve hat keşfkirin, ev rêbaz bi paşnavê wî hat navkirin. Rebaza boyaxkirina Gram ji serî heta dawî bi qasî 5 xulekan de rû dide. Ango di demek kurt de mirov dikare encamên taqîkirinê bi dest bixe.[4]

Gavên rêbaza boyaxkirinê

Bi rêbaza boyaxkirina Gram, mirov dikare demek kurt de encamên taqîkirinê bi dest bixe.

1. Bakterî li ser şûşeya silaydê tên raxistin.

2. Silayd li ser agir de tê gerandin û bakteriyên ser silaydê tên sabîtkirin. Bi vî awayê gava boyax an jî av li silaydê tê dilopkirin, bakterî li cihê xwe de dimînin û nalivin.

3. Boyaxa binefşî ya krîstalî li ser bakteriyan tê dilopkirin, boyax bi qasî xulekek di silaydê de dimîne, paşê silayd bi avê tê şûştin.

4. Îyod li ser bakteriyan tê dilopkirin. Îyod bi qasî xulekek li ser silaydê dimîne. Îyod bi boyaxa binefşî ya krîstalî ve tê girêdan û pêkhateyek gir a ji binefşiya krîstalî - îyod peyda dibe. Ji ber qebareya xwe, boyaxa binefşî ya krîstalî di nav dîwarê xaneyê de asê dimîne û xaneyê naterikîne. Di vê qonaxê de hemû xane bi rengê binefşî xuya dibin.

5. Ji bo bêrengkirina boyaxan, alkol an jî aseton li ser bakteriyan tê dilopkirin. Di vî gavê de boyaxên di dîwarê bakteriyên Gram negativ de, di nav alkolê de reng didin û bakteriyên Gram negatîv bêreng xuya dibin.

6. Silayd bi avê tê şûştin, paşê bi boyaxa safranî an jî boyaxa fuşîn (bi înglîzî: fuchsin stain) li ser bakteriyan tê dilopkirin û bi qasî xulekek şûn ve silayd bi avê tê şûştin. Bakteriyên Gram negatîv bi boyaxa safranî, bi rengê pembeyî tên boyaxkirin.

7. Silayd tê ziwakirin û di bin mîkroskobê de tê kontrolkirin.

Encam

Di destpêkê de hemû bakterî boyaxa binefşî ya krîstalî werdigirin. Di bakteriyên Gram negatîv de dîwarê xaneyê ji du çînan pêk tê, dîwarê navî ji peptîdoglîkanê pêk tê lê tenik e. Çîna derweyî ya diwarê bakteriyên Gram negatîv ji çewriyê pêk tê. Alkol (an jî aseton) dîwarê çewerî hildiweşîne. Bi hilweşîna dîwarê derve, boyaxa binefşî ya li ser diwarê navî, ji dîwar cihê dibe û dîwarê tenik, bêreng dike. Lê bi dilopkirina boyaxa safranî, dîwarê bakteriyên Gram negatîv, safranînê dimijînin û bi rengê pembeyî xuya dibin.[5]

Dîwarê xaneya bakteriyên Gram pozîtîv ji peptîdoglîkanê pêk tê, stûr e û boyaxa binefşî ya krîstalî baş dimijîne. Alkol nikare dîwarê stûr hilbiweşîne, lê ava xaneyê kêm dike. Bi kêmbûna ava xaneyê, kunikên (por, qulik) di diwarê xaneyê de tên girtin. Ev rewş rê li ber boyaxa binefşî û îyodê digire ko ji xaneyê dernekevin.[6]Loma heke li ser silaydê ji bakteriyên Gram pozîtiv hebin, bi rengê binefşî an jî şîn xuya dibin.

Bikaranîna rêbaza boyaxkirina Gram

Ev rêbaz ji bo naskirin û polenkirina bakteriyên nexweşker (patojen) tê bikaranîn. Herwisa ji bo diyarkirina hestiyariya bakteriyan a li dij dijezîndeyiyan jî rêbaza boyaxa Gram tê bikaranîn.

Ji hev derxistina bakteriyên Garm pozîtiv û Gram negatîv, ji bo çareserkirina hin nexweşîyan gelek girîng e. Wekî mînak, dijezîndeyî ya bi navê penîsîlîn, di xaneya bakteriyê de rê li ber çêkirina peptîdoglîkanê digire, loma dîwarê xaneyê tenik dimîne û nikare xaneyê biparêze. Ango, heke bi rêbaza boyaxa Gram, were fehmkirin ko hokarê nexweşiyê bakteriyek Gram pozîtiv e, bi bikaranîna penîsîlîn, rê li ber pirbûna bakteriyê tê girtin û saxbûna nexweş hêsantir dibe.[7]

Dîwarê derve yê bakteriyên Gram negatîv, bakteriyê ji dijezîndeyiyan diparêze. Dîwarê derve rê li ber derbasbûna dermanan digire, loma li dij dijezîndeyiyan, bergiriya bakteriyên Gram negatîv, li gor yên Gram pozîtîv xurttir e.[8]

Girêdanên derve


Çavkanî

  1. ^ Bell D, Gram stain. Reference article, Radiopaedia.org (Accessed on 18 Mar 2025) [1]
  2. ^ Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  3. ^ The Editors of Encyclopaedia Britannica. "Gram stain". Encyclopedia Britannica, 27 Feb. 2025, Accessed 18 March 2025.
  4. ^ Hogg, Stuart (2005) Essential microbiology. New York : Wiley, 2005.
  5. ^ Talaro, K.P. and Chess, B. (2012) Foundations in microbiology. 8 th. New York: McGraw-Hill. ISBN 978-0-07-337529-8
  6. ^ Tripathi N, Sapra A. Gram Staining. [Updated 2023 Aug 14]. In: StatPearls [Internet]. Treasure Island (FL): StatPearls Publishing; 2025 Jan-. Available from: [2]
  7. ^ Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  8. ^ Reece, Jane B. Campbell Biology : Jane B. Reece ... [et Al.]. 9th ed., Boston, Ma, Benjamin Cummings, 2011.

2025/02/25

Konjugasyona bakteriyan

 

Ji aliyê bakteriya daner ve bi navbeynkariya pîlusan, guhaztina kopiyek plazmîdê bo bakteriya wergir, wekî konjugasyon (bi înglîzî: conjugation) tê navkirin.[1]

Bakterî bi pirbûna nezayendî zêde dibin, loma di rewşa asayî de xaneyên keç, kopiyên makexaneyê ne, ango bi dabeşbûna nîvekî, di bomaweya bakteriyan de guherîn rû nade. Lê dîsa jî hemû bakterî ne kopiyên hev in, di navbera bomaweya wan de cudahî heye. Ji bo çeşîddariya bomaweyî ya di navbera endamên haman corê bakteriyê, peyva “strain” tê bikaranîn. Wateya strain guherto an jî versiyon e. Wekî mînak, dibe ko guhertoyek E.coli li dij corek dijezindeyî bergirî ava bike, lê dibe ko di guhertoya din a heman cor bakteriyê de, ji bo avakirina bergiriyê gen tune be û ji dermanê dijezîndeyî ziyan bigire.[2]

Ji bo konjugasyonê divê bakteriyek bi yeka din ve bi navbeynkariya pîlusê girêdan ava bike û kopiya plazmîda xwe bişîne wê bakteriyê.

Li gel mutasyonan, yek ji sedemên çeşîdbûna genên ADN-ya bakteriyê jî konjugasyon e. Ji bo konjugasyonê divê bakteriyek bi yeka din ve bi navbeynkariya pîlusê girêdan ava bike û kopiya plazmîda xwe bişîne wê bakteriyê.

Di E.coli de, genên konjugasyonê kod dikin, di plazmîda bakteriyê ya bi navê “plazmîda F” de cih digirin. Ango bakteriyên ko plazmîda F lixwe digirin dikarin bi konjugasyonê, kopiyek plazmîdê bişînin bakteriyek din. Herwisa di xaneya E.coli de pîlusa ji bo konjugasyonê tê çêkirin jî, wekî “pîlusa F” tê navkirin.[3]

Plazmîda xaneya daner (bi înglîzî: donor cell) “wekî plazmîda F+” tê navkirin “F” bi wateya “hokara bipîtî” an jî “hokra F” (bi înglîzî: fertility factor - F factor) tê bikaranîn.[4] Xaneya plazmîd dide xaneyek din, wekî xaneya F+ tê navkirin. Herwiha xaneya plazmîdê werdigire jî wekî xaneya F- tê navkirin.[5] Xaneya F+ hin caran wekî xaneya nêr, xaneya F- jî wekî xaneya mê tên hesibandin. Konjugasyon ne tenê di bakteriyan de lê di arkea û hin xaneyên navikrasteqînan de jî rû dide. Di warê bakterîzaniyê de E.coli ji bo lêkolînan,wekî bakteriya mînak hatiye pejirandin, loma piraniya xebatên derbarê konjugasyonê jî pêşî li ser E.coli yê hatine kirin.[6]


Pêkhateya plazmîdê

Plazmîd parçeyek ADNyê ye û di sîtoplazmayê de bi awayekî serbest cih digire. Di piraniya bakteriyan de plazmîd heye. Herwiha arkea û hin xaneyên navikrasteqîn (êkaryot) jî plazmîd lixwe digirin. Plazmîd jî wekî mîna ADNya kromozomî ya bakteriyê, ji ADNya cotşerîdî pêk tê, bi şêweyî bazinî ye û genên kodkirina proteînan lixwe digire.[7] Ango piraniya bakterî li gel ADNya kromozomî, ADNya plazmîdî jî lixwe digirin. Plazmîd, beyî ko ji aliyê kromozoma bakteriyê ve were kontrolkirin, dikare bi tena serê xwe duhende bibe.[8]

Di xaneya bakteriyê de genên bingehîn ên ji bo geşebûn û pirbûnê, ne di plazmîdê de lê di kromozoma bazinî ya bakteriyê de ne. Ne yek lê bi sedan corên plazmîdên konjugasyonê hene. Ji van plazmîdan, a herî pir li ser xebat hatine kirin, plazmîda F (hokara F) ya E.coli ye.[9]

Di plazmîda bakteriyê de hin genên plazmîdê, bakteriyê ji madeyên jehravî diparêzin, hin gen jî ji bo bêbandorkirina dermanên dijezîndeyî (dijebakterî) kar dikin.[10] Herwiha plazmîd, destpêka duhendebûna ADN-yê (bi înglîzî: DNA replication origin) û çend genên ko guhaztina plazmîdê bo xaneya din rêk dixin jî lixwe digire. Hin genên plazmîdê kodên binebeşên proteînan nin. Binebeşên proteînê li ser parzûna xaneya bakteriyê de pêkhateyek lûleyî ya bi navê pîlus ava dikin ko ji bo guhaztina plazmîdê wekî tunelek kar dike.

Qebareya pilazmidan ne yek e. Plazmîdên herî piçûk bi dirêjiya 1000 cotên bazan in. Plazmîdên herî gir jî ji çendan hezar bazan pêk tên. Bi gelemperî di bakteriyê de plazmîdek gir cih digire, lê dibe ko di hin bakteriyan de ji plazmîdên piçûk, bi dehan plazmîd hebin.[10] Gava bakterî bi dabeşbûna nîvekî pir dibe, li gel kromozoma serekî ya bakteriyê, plazmîda wê jî duhende dibe û bi dabeşbûna bakteriyê, her yek ji xaneyên nû, kopiyek plazmîde lixwe digirin.

Hin taybetmendiyên plazmîdan

  • Plazmîd taybet in bo corek an jî hinek corên bakteriyan.
  • Plazmîd ne di bin kontrola ADN-ya serekî ya bakteriyê de ye, dikare bi tena serê xwe duhende bibe.
  • Plazmîd dikarin bi kromozoma bakteriyê ve yek bibin.
  • Hin plazmîd dikarin genên kromozoma serekî ya bakteriyê bigirin û biguhazînin bo bakteriyek din.
  • Plazmîd bi konjugasyonê tên guhaztin bo xaneyek din.
  • Bi gelemperî plazmîd bi qasî 40 gen lixwe digirin.
  • Plazmîd tenê di nav xaneyê de hene, di derveyê xaneyê de çênabin.[11]

Bikaranîna plazmîdan

Zanyar plazmîdan ji bo klonkirin (kopîkirin), guhertin an jî guhaztina genan bi kar tînin. Plazmîdên bi mabesta teqîkirinê tên bikaranîn, wekî vektor (guhêzker) tên navkirin. Lêkolîner dikarin gen an jî parçeyên ADNyê tevlê plazmîdek bikin, ji vê plazmîdê re tê gotin “plazmîda dubarepekhatî” (bi înglîzî: recombinant plasmid). Bi gelemperî plazmîda dubarepêkhatî dixin nav xaneya bakteriyê. Ji ber ko bakterî bilez dabeş dibe û berê dabeşbûnê, plazmîdê jî duhende dike, di demek kurt de gelek kopiyên plazmîda dubarepêkhatî, tên bidestxistin. Ango bi duhendebûna plazmîdê, hejmara gen an jî parçeya ADNya bi plazmîdê ve hatibûn girêdan, jî pir dibe.

Konjugasyona plazmîda F

 
Gavên konjugasyonê 
1. Xaneya daner pilus çêdike 
2. Di serê pîlusê de proteînên taybet hene, bi alîkariya van propteînan, pîlus bi xaneya wergir ve tê girêdan. Herdu xane tên nezîkê hev. 
3. Zincîrek plazmîdê tê jêkirin, zincîr vedibe û derbasî xaneya wergir dibe. 
4. Di herdu xaneyan de zincîra plazmîdê wekî qalip tê bikaranîn û zincîra temamker tê çêkirin. Xaneya wergir jî êdî dikare pîlus çêbike. Herdu xane jî wekî xaneya daner (F+) tên navkirin.


Di bakteriya daner de plazmîd heye (F+), loma dikare pîlus çêbike. Dirêjiya pîlusek asayî bi qasî 1 mm ye. Di serê pîlusê de, ji bo bi dîwarê xaneya F- ve girê bibe, proteînên taybet hene. Ji ber ko di xaneya F- de plazmîd tune, bakteriya F- nikare pilus çêbike. Xaneya F+, bi pîlusa xwe, xwe bi xaneya F- ve girê dide û xaneyê ber bi xwe ve dikişîne. Bi nezîkbûnê, di navbera herdu xaneyan de tunelek zirav peyda dibe. Berî destpêkirina duhendebûnê, plazmîda xaneya F+ di beşa binê pîlusê ya navpoşê parzûna xaneyê de girê dibe, ev beş wekî pira konjugasyonê tê navkirin. Di navbera xaneyan de çêbûna pireya sîtoplazmî, endonukleazek han dike. Endonukleaz, zincîrek plazmîdê di xala destpêka duhendebûna ADN-yê de jê dike û duhendebûn dest pê dike.[10] Duhendebûna plazmîdê wekî “duhendebûna tilorbûna çerxê” (bi înglîzî: rolling-circle replication) tê navkirin. Her ko plazmîda bazineyî xwe tilor dike, zincîra vekirî ji bazineyî diguhere bo şeweyî xêzî û di nav pîlusê de derbasî xaneya din dibe. Xaneya F+ zincîra nevekirî wekî qalip bi kar tîne, li dewsa zincîra hatî guhaztin ve, zincîrek nû ya temamker çêdike.[6] Bi vî awayî Xaneya F+ disa dibe xwediyê plazmîda du zincîrî. Ango tenê zincîrek plazmîdê tê guhaztin bo xaneya F- û temamkerê zincîrê di xaneyê de tê çêkirin.[10] Bi vî awayî xaneya F- jî dibe xwediyê plazmîdek û êdî wekî xaneya F+ tê navkirin.

Konjugasyona Xaneya Hfr

Bi gelemperî konjugasyona asayî tenê bi guhaztina plazmîdê rû dide. Lê hin caran di konjugasyonê de beşek ji ADN-ya kromozoma bakteriyê jî tê guhaztin. Heke dema konjugasyonê de plazmîda F ya hatiye guhaztin di xaneya wergir de serbest nemîne û têkilê kromozoma xaneya bakteriyê bibe, xaneyek bi ADN-ya dubarepêkhatî peyda dibe û wekî xaneya Hfr tê navkirin. “Hfr” kurtenivîsa “High frequency of recombination” e.[3] Ango xaneya ko dubarehevgirtin (dubaretêkilbûn) bi rêjeyek zêde rû dide.[3]Hfr destnîşan dike ko, xaneyên kromozomên wan bi plazmîda F ve yekbûye, dikarin genên kromozoma xwe, li gor xaneyên din, hê pirtir biguhazînin.[9] Şiyana pirbûnê di xaneya Hfr, ji xaneya F 1000 caran zêdetir e.[11]

Di xaneya hfr de ji ber ko plazmîd tevlê kromozoma bakteriyê dibe, êdî tenê gava ADN-ya kromozomê duhende dibe ew jî duhende dibe. Ango nikare bi tena serê xwe duhende bibe. Lê plazmîd hê jî genên bo konjugasyon û çêkirina pîlusan lixwe digire.[12]

Tevlêbûna plazmîda F bi kromozoma bakteriyê, pêçewane ye, ango xaneya Hfr dikare biguhere bo xaneya F+. Gava plazmîda F ji kromozoma xaneyê cihê dibe, hinek ji genên kromozomê jî bi plazmîdê ve girêdayî dimînin. Plazmîda bi parçeyên ADN-ya xaneyê wekî plazmîda F’ (bi înglîzî: prime plazmid (F’)) tê navkirin. Gava plazmîda F’ bi konjugasyonê tê guhaztin bo xaneya F-, ji ber ko hinek ADN-yên xaneya Hfr jî tê guhaztin, hin beşên genoma xaneya F- dibe diploîd.[12]

Hin caran dibe ko xaneya Hfr kromozoma xwe wekî plazmîdek gir bi kar bîne û hewl bike ko kopiyek kromozoma xwe biguhezîne xaneya F-. Ji ber ko kromozoma xaneya Hfr gelek dirêj e, guhaztin di demek dirêj de rû dide.[3] Heke karê guhaztina kromozomê bênavber bidome, di 100 xulekan de tevahiya kromozoma E.coli-yê tê guhaztin bo xaneya wergir.[12] Lê pîlusa navbera herdu xaneyan ji bo demek dirêj nikare xaneyan bi hev ve bigire, loma bi gelemperî ne tevahiya kromozomê, lê hinek ADN-ya xaneya daner bi plazmîda F tê guhaztin bo xaneya F-.

Di konjugasyona xaneya Hfr de pêşî di navbera xaneya Hfr û xaneya wergir de pira konjugasyonê ava dibe. ADN-ya xaneya daner (xaneya Hfr) li nezîkê hokara F+ (plazmîda F) vedibe û dibe zincîrek xêzî. ADN-ya tekzincîrî, ji xaneya daner ber bi xaneya wergir ve tê guhaztin. Guhaztina ADN-yê heta ko xaneya Hfr û xaneya F- ji hev cihê bibin didome. Heta cihêbûna xaneyan, hinek ADN-ya xaneya Hfr dikeve nav xaneya F-. Lê dibe ko tevahiya plazmîda F+ nehatibe guhaztin û hinek beşên wê di xaneya Hfr de mabe, loma xaneya wergir wekî xaneya F- dimîne. Parçeyên ADN-ya Hfr ên nav xaneya F-, têkilê ADN-ya xaneyê dibe. Bi vî awayî di genoma xaneya wergir de, hin gen dibin diploîdî. Di E.coliSalmonella û Pseudomonas conjugasyona bi xaneyên Hfr rû dide.[11]

Encamên konjugasyonê

Bi konjugasyonê hejmara bakteriyan zêde nabe, loma konjugasyon corek pirbûnê nîn e. Lê bi konjugasyonê, di bomaweya xaneyê de guherîn û çeşîddarî çêdibe, ango konjugasyon hinek dişibe pirbûna zayendî. Li dawiya konjugasyona xaneya F+ de herdu xane jî dibin xaneyên F+

Hebûna plazmîdê ji bo bakteriyê derfet e. Wekî mînak, bakteriyên F+ li dij madeyên jehravî yên wekî cîwa, bakteriyê diparêzin.

Zîndewer bi wergirtina plazmîdê dibe ko bibe xwediyê hin taybetmendiyên nû ko bi eslê xwe xaneya zîndewerê ne hewceyê wan e. Ango genên ko bi plazmîdê derbasî bakteriyê bûne dibe ko ji bo demek bêkêr bin. Lê dibe ko bi guherînên hawirdorê, xane ji hebûna wê genê sûd bigire. Wekî mînak, di rewşa asayî de bakterî rastê dermanên dijebakterî (dijezîndeyî) nayên, loma ne hewce ye ko bakterî xwediyê genênên taybet bin ko li dij van dermanan proteîn berhem bikin û bergirî ava bikin. Lê gava bakterî bi dijebakterî ve rûbirû dimîne, heke di plazmîdê de genên kodkirina proteînên bo bêbandorkirina dijebakterî hebe, derfeta bakteriyê çêdibe ko berxwe bide.[5]

Girêdanên derve

Çavkanî

  1. ^ Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  2. ^ Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
  3. Jump up to:a b c d Parker, N., Schneegurt, M., Tu, A. T., Forster, B. M., & Lister, P. (2016). Microbiology. Houston, Texas: Rice University.
  4. ^ Hartl, D. L., & Jones, E. W. (1998). Genetics: Principles and analysis. Sudbury, MA: Jones and Bartlett. ISBN 0-7637-0489-X
  5. Jump up to:a b Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  6. Jump up to:a b Reece, Jane B. Campbell Biology : Jane B. Reece ... [et Al.]. 9th ed., Boston, Ma, Benjamin Cummings, 2011.
  7. ^ Linda Bruslind, (2019) General Microbiology. Oregon State Universuty Corvallis, OR. ISBN 978-1-955101-17-2
  8. ^ Starr, C. (2007). Biology:concepts and applications (7th ed.). Boston, MA: Cengage Learning.
  9. Jump up to:a b Talaro, K.P. and Chess, B. (2012) Foundations in microbiology. 8 th. New York: McGraw-Hill. ISBN 978-0-07-337529-8
  10. Jump up to:a b c d Hartwell, L. and Al, E. (2017) Genetics : from genes to genomes. Toronto: Mcgraw-Hill Education.
  11. Jump up to:a b c Trivedi, P.C., Pandey, S. and Bhadauria, S. (2010) Text book of microbiology. Jaipur: Aavishkar.
  12. Jump up to:a b c Hogg, Stuart (2005) Essential microbiology. New York : Wiley, 2005.