Celadet Alî Bedîrxan

Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)
Showing posts with label dîwarê xaneyê. Show all posts
Showing posts with label dîwarê xaneyê. Show all posts

2025/03/19

Boyaxa Gram

 


Here nagîvasyonêHere lêgerînê
Dîmenek mîkroskobî ji boyaxkirina Gram. Di wêneyê de bakteriyên bi şêweyî gogî, Staphylococcus aureus in û bi rengê binefşî hatine boyaxkirin, loma bakteriyên Gram pozîtîv in. Bakteriyên bi şêweyî çîlkeyî jî Escherichia coli ne û bi rengê pembeyî xuya dibin. Ango bakteriyên E.Coli,gram negatîv in.

Boyaxa Gram an jî boyaxkirina Gram (bi înglîzî: Gram stain- Gram staining) di warê bakterîzaniyê de rêbazek rengkirina bakteriyan e ji bo naskirina bakteriyan û meyla tûşbûna bakteriyan.

Bingeha rêbaza boyaxkirina Gram, li ser cudahiya di stûriya dîwarê xaneyên bakteriyan de ava bûye.[1] Di hinek bakteriyan de dîwarê xaneyê stûr e û tek qat e, lê di hin bakteriyan de dîwar ji du çînên cuda pêk tê. Li gor karlêka bakteriyê a li dij boyaxa Gram, bakterî du kom in; bakteriyên Gram negativ û bakteriyên Gram pozîtîv.[2]

Dîrok

Di sala 1884ê de bijîjkê Danîmarkî yê bi navê Hans Christian Joachim Gram, da nîşankirin ko bi boyaxkirina dîwarê bakteriyê, mirov dikare herdu corên bakteriyan ji hev derxe.[3] Ji ber ko rêbaza boyaxkirinê ji aliyê wî ve hat keşfkirin, ev rêbaz bi paşnavê wî hat navkirin. Rebaza boyaxkirina Gram ji serî heta dawî bi qasî 5 xulekan de rû dide. Ango di demek kurt de mirov dikare encamên taqîkirinê bi dest bixe.[4]

Gavên rêbaza boyaxkirinê

Bi rêbaza boyaxkirina Gram, mirov dikare demek kurt de encamên taqîkirinê bi dest bixe.

1. Bakterî li ser şûşeya silaydê tên raxistin.

2. Silayd li ser agir de tê gerandin û bakteriyên ser silaydê tên sabîtkirin. Bi vî awayê gava boyax an jî av li silaydê tê dilopkirin, bakterî li cihê xwe de dimînin û nalivin.

3. Boyaxa binefşî ya krîstalî li ser bakteriyan tê dilopkirin, boyax bi qasî xulekek di silaydê de dimîne, paşê silayd bi avê tê şûştin.

4. Îyod li ser bakteriyan tê dilopkirin. Îyod bi qasî xulekek li ser silaydê dimîne. Îyod bi boyaxa binefşî ya krîstalî ve tê girêdan û pêkhateyek gir a ji binefşiya krîstalî - îyod peyda dibe. Ji ber qebareya xwe, boyaxa binefşî ya krîstalî di nav dîwarê xaneyê de asê dimîne û xaneyê naterikîne. Di vê qonaxê de hemû xane bi rengê binefşî xuya dibin.

5. Ji bo bêrengkirina boyaxan, alkol an jî aseton li ser bakteriyan tê dilopkirin. Di vî gavê de boyaxên di dîwarê bakteriyên Gram negativ de, di nav alkolê de reng didin û bakteriyên Gram negatîv bêreng xuya dibin.

6. Silayd bi avê tê şûştin, paşê bi boyaxa safranî an jî boyaxa fuşîn (bi înglîzî: fuchsin stain) li ser bakteriyan tê dilopkirin û bi qasî xulekek şûn ve silayd bi avê tê şûştin. Bakteriyên Gram negatîv bi boyaxa safranî, bi rengê pembeyî tên boyaxkirin.

7. Silayd tê ziwakirin û di bin mîkroskobê de tê kontrolkirin.

Encam

Di destpêkê de hemû bakterî boyaxa binefşî ya krîstalî werdigirin. Di bakteriyên Gram negatîv de dîwarê xaneyê ji du çînan pêk tê, dîwarê navî ji peptîdoglîkanê pêk tê lê tenik e. Çîna derweyî ya diwarê bakteriyên Gram negatîv ji çewriyê pêk tê. Alkol (an jî aseton) dîwarê çewerî hildiweşîne. Bi hilweşîna dîwarê derve, boyaxa binefşî ya li ser diwarê navî, ji dîwar cihê dibe û dîwarê tenik, bêreng dike. Lê bi dilopkirina boyaxa safranî, dîwarê bakteriyên Gram negatîv, safranînê dimijînin û bi rengê pembeyî xuya dibin.[5]

Dîwarê xaneya bakteriyên Gram pozîtîv ji peptîdoglîkanê pêk tê, stûr e û boyaxa binefşî ya krîstalî baş dimijîne. Alkol nikare dîwarê stûr hilbiweşîne, lê ava xaneyê kêm dike. Bi kêmbûna ava xaneyê, kunikên (por, qulik) di diwarê xaneyê de tên girtin. Ev rewş rê li ber boyaxa binefşî û îyodê digire ko ji xaneyê dernekevin.[6]Loma heke li ser silaydê ji bakteriyên Gram pozîtiv hebin, bi rengê binefşî an jî şîn xuya dibin.

Bikaranîna rêbaza boyaxkirina Gram

Ev rêbaz ji bo naskirin û polenkirina bakteriyên nexweşker (patojen) tê bikaranîn. Herwisa ji bo diyarkirina hestiyariya bakteriyan a li dij dijezîndeyiyan jî rêbaza boyaxa Gram tê bikaranîn.

Ji hev derxistina bakteriyên Garm pozîtiv û Gram negatîv, ji bo çareserkirina hin nexweşîyan gelek girîng e. Wekî mînak, dijezîndeyî ya bi navê penîsîlîn, di xaneya bakteriyê de rê li ber çêkirina peptîdoglîkanê digire, loma dîwarê xaneyê tenik dimîne û nikare xaneyê biparêze. Ango, heke bi rêbaza boyaxa Gram, were fehmkirin ko hokarê nexweşiyê bakteriyek Gram pozîtiv e, bi bikaranîna penîsîlîn, rê li ber pirbûna bakteriyê tê girtin û saxbûna nexweş hêsantir dibe.[7]

Dîwarê derve yê bakteriyên Gram negatîv, bakteriyê ji dijezîndeyiyan diparêze. Dîwarê derve rê li ber derbasbûna dermanan digire, loma li dij dijezîndeyiyan, bergiriya bakteriyên Gram negatîv, li gor yên Gram pozîtîv xurttir e.[8]

Girêdanên derve


Çavkanî

  1. ^ Bell D, Gram stain. Reference article, Radiopaedia.org (Accessed on 18 Mar 2025) [1]
  2. ^ Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  3. ^ The Editors of Encyclopaedia Britannica. "Gram stain". Encyclopedia Britannica, 27 Feb. 2025, Accessed 18 March 2025.
  4. ^ Hogg, Stuart (2005) Essential microbiology. New York : Wiley, 2005.
  5. ^ Talaro, K.P. and Chess, B. (2012) Foundations in microbiology. 8 th. New York: McGraw-Hill. ISBN 978-0-07-337529-8
  6. ^ Tripathi N, Sapra A. Gram Staining. [Updated 2023 Aug 14]. In: StatPearls [Internet]. Treasure Island (FL): StatPearls Publishing; 2025 Jan-. Available from: [2]
  7. ^ Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  8. ^ Reece, Jane B. Campbell Biology : Jane B. Reece ... [et Al.]. 9th ed., Boston, Ma, Benjamin Cummings, 2011.