
Serxes (bi înglîzî: fern) navê gelemperî yê komek riwekên lûleyî û bêtov ên cîhana riwekan e ko di liqê piterofîta (Pterophyta) de tên polenkirin.
Serxes kulîlk û mêwe berhem nakin, spor çêdikin. Gurza lûleyên ko ji şaneya niyan (bi înglîzî: phloem) û şaneya darik (bi înglîzî: xsilem) pêk tê, lixwe digirin. Ji bo veguhaztina av û xurekemadeyan, şaneya lûleyî (bi înglîzî: vascular tissue) tê bikaranîn. Bi navbeynkariya şaneya lûleyî, av û xurekemade ji regan heta pelan, ji pelan heta hemû beşên riwekê tên veguhaztin.
Beşa riwekzaniyê ya ko li ser serxes û riwekên din ên lûleyî û bêtov xebat dike, wekî piterîdozanî (bi înglîzî: pteridology) tê navkirin.
Piraniya serxesan bi şêweyî devî ne, lê serxesên darîn (darokî) jî hene. Di jingehê de di nav riwekên bêtov ên lûleyî de bi qasî 11000 coran, herî zêde serxes cih digirin. Bi xebatên di van salên dawî de hatiye destnîşankirin ko serxes xizmên herî nezîk ên riwekên tovdar in.[1]Gelek serxesên tropikî di darîstanên baranê de xwe li ser qed û liqên riwekên din de girê didin û geşe dibin. Lê serxes mişexwer nîn in û ji riwekê xurek nagirin, xurekên xwe bi fotosentezê dabîn dikin.[2] Serxes li deverên germ û şêdar de hê baştir dijîn. Lê li ser rûyê erdê, ji bilî parzemîna Antartîkayê li her deverên cihanê de gelek corên serxesan dijîn.Bi gelemperî serxes di jingehên hênik, sîdar û şêdar de hê baştir dijîn.
Pirbûn û çerxa jiyana serxesan
Serxes bi dordariya nifşan pir dibe. Ango di çerxa jiyana serxesê de pirbûna zayendî û pirbûna nezayendî li dû hev rû didin. Di nifşa sporofîtî de riwek xwediyê qedê rîzomî (bi înglîzî: rhizome) û pelên serxesî (bi înglîzî: fronds) û reg in. Di dordariya nifşan (metagenez) de nifşa sporofîtî zal e. Nifşa gametofîtî, piştî pirbûna zayendî di demek kurt de dimire. Nifşa sporofîtî û nîfşa gametofîtî ya serxesan, herdu jî dikarin fotosentez bikin.[1]

Nifşa sporofîtî bi pirbûna zayendî peyda dibe. Nifşa gametofîtî jî bi pirbûna nezayendî, ango bi zîldana sporek çêdibe. Spor di spordankan de tên berhemkirin. Spordankên serxesê, bi awayî guşî, li ser rûyê binî yê pelên serxesê de, di nav pêkhateyên bi navê sorus (bi înglîzî: pirjimar; sori, yekjimar; sorus) de cîh digirin.[2]Di her spordankekî de ji makexaneya sporan, bi dabeşbûna miyozî sporên haploîdî tên berhemkirin. Spor ji nifşa sporofîtî ya serxesa pêgihîştî belavê hawirdorê dibin. Piraniya corên serxesan tek corek spor berhem dikin.[3]Di jîngehek guncav de spor zîl didin, ji her sporek, bi dabeşbûna mîtozî gametofîtek firexaneyî ya haploîdî peyda dibe.[1]Her gametofîtek endamên çêkerê sperman ên bi navê anterîdiyum û endamên çêkerê hêkê yên bi navê arkegoniyum çêdike.
Serxes ji bo veguhaztina sperman avê bi kar tînin. Spermên bikilik û lûlpêçî, bi gelemperî ji anterîdiyuma gametofîtek, ber bi arkegoniyuma gametofîta nêzê wê, di nav perdeya avê de avjenî dikin. Gava sperm digihîje arkegoniyumê, hêkê dipitîne û zîgota dîploîdî bi dabeşbûna mîtozî diperise bo embriyoya firexaneyî (sporofîta negihîştî). Di vê qonaxê de embriyoya sporofîtê bi gametofîtê ve girêdayî ye û xurekên xwe ji wê dabîn dike. Her ko sporofît geşe dibe û diperise, gametofît diçilmise, piçûk dibe û dawiya dawî dimire. Bi mirina gametofîtê (protalus), sporofît êdî bi tena serê xwe djiî.[4] Bi gelemperî di navbera sperm û hêka heman gametofîtê de pîtîn rû nade. Di piraniya gametofîtan de hêk û sperm di demên cuda de tên berhemkirin. Loma heka ji gametofîtek bi sperme gametofîdek din ve tê pîtandin.[3] Arkegoniyuma firexaneyî, dema geşebûn û peresînê de, embriyoyê diparêze.[1]
Bi gelemperî sporofîta serxesan, riweka pirsalî ye (gelek salan dijî) û dikarin bi pirbûna vejetayî jî zêde dibin. Qedê rîzomî di bin erdê de mîna regan şax didin û sporofîtên nû çêdibin. Ji ber ko sporofîtên nû bi pirbûna nezayendî çêdibin, hemû sporofîtên nû kopiyên hev in.[5]
Nifşa sporofîtî
Serxesên ko em li darîstan û jingehê de dibînin, serxesên sporofît in. Nifşa sporofîtî ya serxesê ji reg, qed û pelan pêk tê. Xaneyên sporofîtê dîploîdî ne, ango her kromozom bi cotî ne, ferek ji hêkê, fera a din jî ji spermê tê. Sporên sporofîtê haploîdî ne.[5]

Di nifşên sporofîtî de qebareya hin serxesan dibe ko bi qasî santîmetreyek piçûk be an jî dibe ko hin serxes bi bilindahiya bi qasî 25 metreyan mezin bin.[2] Wekî mînak, tîreya serxesa avî ya bi navê Azolla pinnata ji santîmetreyek piçûktir e. Herwisa di serxesen darî (bi înglîzî: tree ferns) de dirêjiya riwekê dibe ko ji 24 metreyan zêdetir be û dirêjiya pelên wê jî bi qasî 5 metreyan be.[1]
Di nifşên sporofîtî yên serxesan de qed bi gelemperî di bin erdê de bi berwarkî dirêj dibe û wekî qedê rîzomî an jî bi kurtî rîzom (bi inglîzî: rhizome) tê navkirin. Di hin corên serxesan de, wekî mînak, di serxesên darî de, qed ne di bin erdê de lê li ser rûyê erdê, ber bi jor ve bi awayekî stûnî dirêj dibin.[6] Pelên serxesê jî (bi înglîzî: fronds) ji serê qedê rîzomî dirêj dibin. Di destpêkê de pelên serxesê mîna zembûreka saetê bi şidî badayî ne.[7] Pelên badayî bêyî ko tu ziyan bigihîje wan, axê diqelişînin, bi silametî derdikevin ser rûyê erdê. Li rûyê erdê, pelên badayî yên ciwan vedibin û geşe dibin bo pelên pêgihîştî.[1]Keman amûrekî muzîkê ye. Serê destiyê kemanê mîna şeytanokê, lûlpêç e, û bi înglîzî wekî “fiddlehead “ ango “serê kemanê” tên navkirin.Pelên ciwan ên serxesê jî dişibin serê destiyê kemanê, loma bi înglîzî pelên badayî û pêçayî yên serxesê wekî “fiddlehead” tên navkirin.
Nifşa gametofîtî
Nifşên gametofîtî yên serxesan bi gelemperî pir piçûk in û tireya wan bi qasî 6 mîlîmetre ye.[1] Di piraniya corên serxesan de gametofîta pêgihîştî bi qebareya nînoka tiliya mirov e û dişibe dil an jî gurçika bi rengê kesk.Ango ji bo mirov, di jîngehê de dîtina gametofîtê ne hêsan e.
Nifşa gametofîtî bi gelemperî ji bilî navendê, ji çînek xaneyên fotosentezî pêk tê. Gametofît bi nivçeregan (rîzoîd) xwe bi axê an jî bi cihek din ve dibestîne û av û mîneralan dimijne. Ji ber ko lûleyên rîzoîdan tune, rîzoid regên rasteqîn nin in, nîvçereg in.[1]Endamên zayendê yên nêr û mêyê, li ser rûyê jêr ê gametofîdê de diperisin. Bi gelemperî di gametofîtek de herdu endamên zayendê jî geşe dibe, lê di hin corên serxesan de dibe ko ji gametofîtek tenê endamê mêyê, ji gametofîtek din jî tenê endamê nêrê were çêkirin.
Di gametofîta pêgihîştî de ji endamê nêrê sperm tên çêkirin û berdan. Sperm bi şêweyî lûlpêçî ne, di nav perdeya avê de avjenî dikin û xwe digihînin hêka di nav endamê mêyê.[8] Pîtîn di endamê mêyê de, ango di arkegoniyumê de rû dide. Gametofît bi ekserî li nezî hev geşe dibin. Sperma ji gametofîtek, bi gelemperî hêka gametofîta nezî xwe dipitîne. Piştî pîtandinê,zîgota dîploîdî geşe dibe û diperise bo embriyoyê. Embriyo pêşengê nifşa sporofîtî ye. Pelên hûrik ên sporofîta ciwan ji binê gametofîtê derdikevin û ber bi rûyê erdê ve dirêj dibin.Di serxesan de nifşa gametofîtî, zîndewerek fotosentezî û xwejîn (bi înglîzî: autotroph) e. Gelemperiya corên serxesn de nifşa gametofîtî dikare bi tena serê xwe bijî. Lê hin serxesên gametofît neçar in ko bi karokan re hevkariyê bikin.
Polenkirin
Serxesên gezikî (bi înglîzî: whisk ferns), gihayên dûvê hespê (qedqedok) (bi înglîzî: horsetails) û serxes di cîhana riwekan de di liqê piterofîta (Pterophyta) de tên polenkirin.[9] Endamên vê liqê riwekên lûleyî ne û bêtov in.
Jîngehzanî
Di deverên tropîkal, li darîstanên baranê û deverên hênik de, serxes riwekên herî belavî yên daristanên sîdar û şêdar in.[5] Hin corên serxesan li ser ax, hin cor li ser kevir û zinaran, hinek corên serxesan jî li ser daran de geşe dibin û diperisin. Bi gelemperî serxes di deverên tropîk, li darîstanên baranê de, li ser qed û liqên daran de geşe dibin.
Riwekên ko riwekek din ji bo destekê bikar tînin û li ser wê riwekê geşe dibin, wekî riwekên epîfît (bi înglîzî:epiphyte) tên navkirin. Serxes, hezaz, orkîde (bi înglîzî: orchid) mînak in bo riwekên epîfît. Riwekên epîfît mişexwer nîn in û fotosentez dikin. Av û mîneralên xwe ji ava baranê dabîn dikin.[5]Serxes dikarin di jingehên sîdar de jî bi awayekî serkeftî fotosentez bikin.
360 heta 300 mîlyon sal berê, di dema serdema karbonîferê (bi înglîzî: carboniferous period) de, piraniya daristanên Ewrasya (bi înglîzî: Eurasia) û Amerîkaya Bakur ji serxesan û riwekên din ên lûleyî û bêtov pêk dihat. Her ko riwek mirin û ketin erdê, di jingehên avzê de noq bûn. Serxes di nav avzê de bi temamî neriziyan û nehatin hilwêşandin. Paşmayiyên serxes û riwekên din bi sed hezar salan li ser hev berhev bûn û çînek stûr a ji madeyên endamî pêk hat. Paşê qadên avzê bi ava deryayê hatin dagirkirin. Herrî û qûm û madeyên din ên nav ava deryayê li ser riwekên mirî berhev bûn. Giraniya van madeyan, li ser paşmayiyên riwekan pesto û germahiyê zêde kir û bermahiyên riwekan di demek dirêj de hatin guhertin bo rejiyê (komir).[10] Ango rejî bi eslê xwe kevirên reş ên ji fosîlên riwekan e.
Girêdanên derve
Çavkanî
- ^ ab c d e f g h Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
- ^ ab c Starr, C. (2007). Biology:concepts and applications (7th ed.). Boston, MA: Cengage Learning.
- ^ ab Reece, Jane B. Campbell Biology : Jane B. Reece ... [et Al.]. 9th ed., Boston, Ma, Benjamin Cummings, 2011.
- ^ Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
- ^ ab c d KWagner, Warren H., Mickel, John T., Yatskievych, George, Gifford, Ernest M., Walker, Warren F.. "fern".. Encyclopedia Britannica, 23 Aug. 2025, [1] Accessed 17 September 2025.
- ^ Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
- ^ Schraer D.W, Stoltze H.J,(1995). Biology (6th ed.). USA: prentice Hall, ISBN 0-13-806630-2.
- ^ Johnson, L. G. (1987). Biology. Dubuque, Iowa: Wm. C. Brown.
- ^ Cullen, K. E. (2009).Encyclopedia of Life Science. Newyork: Facts On File, Inc
- ^ Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.