Celadet Alî Bedîrxan

Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)
Showing posts with label vakuol. Show all posts
Showing posts with label vakuol. Show all posts

2025/09/27

Xaneya riwekan

 

Xaneya riwekan (bi înglîzî: plant cell) yekeya bingehîn a hemû endamên cîhana riwekan e. Hemû şane û endamên riwekê ji xaneyên riwekê pêk tên. Di şaneyên riwekan de li gor cih û erkê wan, xaneyên riwekan cor bi cor in. Di riwekê de xaneyên riwekê bi gelemperî ne bi tena serê xwe lê di pêkhateya şaneyan de cih digirin.

Taybetmendî

Xaneya riwekan yekeya bingehîn a hemû endamên cîhana riwekan e.

Xaneyên riwekan jî wekî mîna xaneyên ajalan, xaneyên navikrasteqîn (êkaryotî) in. Ango navik û endamokên bi parzûn pêçayî lixwe digirin. Herçiqas gellek taybetmendiyên hevbeş ên xaneyên ajalan û riwekan hebin jî, xaneyên riwekan hin endamok û pêkhateyên taybet jî lixwe digirin.[1]

Di xaneyên riwekan de jî wekî mîna xaneyên ajalan, endamokên wekî mîtokondrîretîkûlûma endoplazmîrîbozomheybera Golgî hene. Herwisa di xaneyên ajal û riwekan de parzûna xaneyêsîtoplazma û navik jî pêkhateyên hevbeş in. Lê hin endamok û pêkhateyên xaneyên rîwekan ji xaneyên ajalan cuda ne. Diwarê xaneyê, kloroplast û hin plastîdên din, û vakuolek gir a navendî di xaneyên riwekan de cih digirin lê di xaneyên ajalan de ev pêkhate tune ne.[2]

Di hemû xaneyên riwekan de parzûna xaneyê ji aliyê derve, bi dîwarê xaneyê (bi înglîzî: cell wall) ve pêçayî ye. Dîwarê xaneyê riwekan, bi piranî ji selulozê pêk tê. Ji xeynî riwekan, bakterî û karok jî dîwarê xaneyê lixwe digirin, lê dîwarê xaneyê yê xaneya bakteriyê ji peptîdoglîkanê, yê karokan jî ji kîtînî pêk tê. Herwisa xaneyên kevzan jî dîwarê xaneyê lixwe digirin û pêkhateya diwarê xaneyê wan dişibe yê rîwekan. Dîwarê xaneyê ji bo xaneya riwekê, palpiştî û qayîmî dabîn dike.[1]Herwisa dîwarê xaneyê pestoya turgor a xaneya riwekê jî dabîn dike.[3]

Xaneyên riwekan bi hebûna kloroplastan ji gelek xaneyên din cuda xuya dibin. Li gel xaneya riwekan, xaneyên kevzan jî kloroplast lixwe digirin. Kloroplast corek plastîdan e ko karlêkên fotosentezê di nav wê de rû didin.[3] Ne di hemû xaneyên riwekan de, lê tenê di hin xaneyên di beşên kesk ên riwekê de kloroplast heye. Hin xaneyên riwekan jî ji bilî kloroplastan an jî li dewsa kloroplastan plastîdên din ên wekî kromoplast û lêkoplast lixwe digirin.[1]

Yek ji taybetmendiyên din ên xaneyên riwekan, hebûna yek an jî zêdetir vakuolen mezin in.Vakuol mina kîsik in, lê vala nîn û bi şileya xaneyê tîjî ne. Şileya xaneyê bi gelemperî ji av, xwê û şekiran pêk tê. Xestiya şileya nav vakuolan ji xestiya sîtoplazmayê zêdetir e. Xaneyên pêgihîştî bi gelemperî vakuolek mezin lixwe digirin. Xaneyên ciwan dibe ko çendan vakuolên piçûk lixwe bigirin. Di xaneya riwekê de vakuol bi gelemperî wekî endamoka embarkirinê kar dikin. Herwisa vakuol qebare û pestoya turgorî ya xaneya riwekê jî rêk dixin.

Hemû endam û şaneyên riwekê ji gorankariya çar cor xaneyên riwekê pêk tên; xaneya merîstemî, xaneya parenkîma, xaneya kollenkîma û xaneya sklerenkîma.

Xaneyên merîstemî

Geşebûn, peresîn û nûbûna riwekê bi dabeşbûn û gorankariya xaneyên merîstemî rû dide.

Çavkaniya hemû corên xaneyên riwekan, xaneyên merîstemî (bi înglîzî: meristematic cells) yên neguncandî ne. Evan xaneyan wekî xaneyên bineretî (bi înglîzî: stem cells) yên ajalan in. Ango hemû xane û şaneyên regqed, pel, kulîlk û berên (tov û mêwe) riwekê bi gorankariya xaneyên merîstemî peyda dibin.[4] Xaneyên merîstemî xaneyên zindî ne û dikarin hertim dabeş bibin. Her ko xaneyên merîstemî dabeş dibin, hinek ji xaneyên nûçêbûyî diguherin bo xaneyên din ên riwekê. Hinek xaneyên nûçêbûyî jî wekî xaneyên merîstemî dimînin û dabeşbûna xaneyê didomînin. Ango geşebûn, peresîn û nûbûna riwekê bi dabeşbûn û gorankariya xaneyên merîstemî rû dide.

Xaneya merîstemî bi qebareya piçûk e, tenê dîwarê seretayî yê xaneyê heye û diwarê xaneyê tenik e. Vakuolên xaneyên merîstemî piçûk in an jî qet tune ne. Xestiya sîtoplazmaya xaneyên merîstemî zêde ye û tevahiya xaneyê dagir dike. Di nav sîtoplazmayê de, li dewsa plastîdên pêgihîştî yên wekî kloroplast û kromoplastan, pêşengên plastîdan ên bi navê proplastîd cih digirin.

Xaneyên parenkîma

Penîbirgeha pelê di bin mîkroskobê de 400 car hatiye mezinkirin. Di bin rêza xaneyên rûpoş de xaneyên parankîma yên bi kloroplast cih digirin

Di şaneyên seretayî yên riwekan de herî zêde xaneyên parenkîma (bi înglîzî: parenchyma cells) hene.[5] Di xaneyên parenkîma yên pêgihîştî de, diwarê xaneyê yê seretayî heye. Ev diwar li gor diwarê xaneyên din ên wekî kolenkîma û sklerenkîma, hê teniktir e û qayîşokî ye. Di piraniya xaneyên parenkîmayê de dîwarê duyemîn çênabe. Di xaneyên pêgihîştî de vakuolek navendî cih digire.

Piraniya karlêkên metabolî, çêkirin û embarkirina madeyên endamî yên riwekê, û embarkirina avê ji aliyê xaneyên parenkîma ve tên birêvebirin. Wekî mînak, fotosentez di kloroplastên xaneyên parenkîma yên pel û hin qedan de rû dide.

Parenkîmayên kloroplast lixwe digirin û fotosentez dikin, wekî klorenkîma (bi înglîzî: chlorenchyma) tên navkirin.[6]

Xaneyên parenkîma di reg, qed û pelan de bi gelemperî valahiya navbera şaneya rûpoşê û şaneya lûleyî tijî dikin.

Di qed û regê riwekan de hin xaneyên parenkîma plastîdên bêreng lixwe digirin, evan plastîdan ji bo embarkirina xurekên endamî yên wekî nîşa, çewrî û proteîn tên bikaranîn. Hin xaneyên parankîma jî wekî xaneyên derdanî kar dikin, bi berhemkirin û derdana hin madeyan, bergiriya riwekê dabîn dikin. Xaneyên parenkîma yên pêgihîştî zindî ne.

Beşên nerm ên mêweyan (fêkî) bi gelemperî ji xaneyên parenkîma pêk tên. Di bin hin şert û mercan de xaneyên parenkîma dikarin dabeş bibin û biguherin bo corek xaneyên din ên riwekê. Wekî mînak dema birîndarbûnê de xaneyên parenkîmî cihê birîne baş dike.[7] Her wiha dibe ko ji xaneyek parenkîmî bi çandina şaneyê, riwekek nû were çêkirin.

Xaneyên kollenkîma

Birgeha penî ya xaneyên kolenkîma di bin rêza xaneyên rûpoş (epidermîs) de. (Rêza xaneyên rûpoş li aliyê çepê ye)

Xaneyên kolenkîma (bi înglîzî: collenchyma cells) bi gelemperî xaneyên zirav û dirêj in. Li gor xaneyên parenkîma, dîwarê xaneyê di xaneyên kollenkîma de hê stûrtir e, li gel selulozê pektîn jî lixwe digire. Stûriya diwarê seretayî ya xaneyê bi awayekî ne yeksan e, di hin beşan de stûriya dîwar hê pirtir e. Xaneyên pêgihîştî zindî û qayişokî ne. Xaneyên kollenkîma ji gorankariya xaneyên parenkîmayê peyda dibin. Dibe ko hin xaneyên kollenkîma xwediyê kloroplastan bin. Erkê bingehîn ê xaneyên kollenkîma, palpiştkirina qed û pelên riwekê ye.[7]Bi taybetî di bistîkên pel û mêweyan de, di qedê gihayan de xaneyên kolenkîma zêde ne.

Xaneyên sklerenkîma

Panîbirgeha xaneyên sklerenkîmayê yên rîşalî di bin mîkroskobê de.

Xaneyên sklerenkîma (bi înglîzî: sclerenchyma cells) jî wekî mîna xaneyên kolenkîma palpiştî didin riwekê. Lê xaneyên sklerenkîma neqayişokî ne û gelek req in. Li gel dîwarê seretayî, xaneyên sklerenkîma dîwarê duyemîn jî lixwe digirin. Dîwarê duyemîn ê xaneyê stûr e û gellek ligînin lixwe digire.[7]

Xaneyên sklerenkîma yên pêgihîştî mirî ne. Berî ko xane bimire, xane dîwarê duyemîn jî ava dikin. Her çiqas xane mîrî be jî dîwarê duyemîn e xaneyê, mîna peykerek palpiştî dide riwekê. Bi gelemperî xaneyên sklerenkîma di riwekê de beşen ko geşebûn û dirêjbûn rawestiyayê de çêdibin.

Xaneyên sklerenkîma du cor in; sklereîd û rîşal. Qalikê dendikên mêweyan û bergê tovan bi hebûna xaneyên sklereîd req dibin û tovê diparêzin. Qalika zexm û req a kakilê guzê dipêçîne, gelek sklerenkîma lixwe digire.[8] Rîşalên xaneyên sklerenkîma dirêj û zirav in. Rîşal di riwekê de mîna gurzek deziyan dirêj dibin. Rîşal palpiştî û qayîmî dide riwekê.[6] Di pîşesaziyê de rîşalên riwekê ji bo çêkirina werîs û cil û bergan tê bikaranîn.

Girêdanên derve

Çavkanî

  1. ^ Jump up to:a b c The Editors of Encyclopaedia Britannica. "plant cell". Encyclopedia Britannica, 29 Aug. 2025, [1]. Accessed 25 September 2025.
  2. ^ Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  3. ^ Jump up to:a b O'Connor, C. M. & Adams, J. U. Essentials of Cell Biology. Cambridge, MA: NPG Education, 2010
  4. ^ Lindsay, Penelope; Swentowsky, Kyle W.; Jackson, David (January 2024). "Cultivating potential: Harnessing plant stem cells for agricultural crop improvement". Molecular Plant. 17 (1): 50–74. Bibcode:2024MPlan..17...50L. doi:10.1016/j.molp.2023.12.014. ISSN 1674-2052. PMID 38130059.
  5. ^ Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  6. ^ Jump up to:a b Johnson, L. G. (1987). Biology. Dubuque, Iowa: Wm. C. Brown.
  7. ^ Jump up to:a b c Reece, Jane B. Campbell Biology : Jane B. Reece ... [et Al.]. 9th ed., Boston, Ma, Benjamin Cummings, 2011.
  8. ^ Postlethwait, J. H., & Hopson, J. L. (2006). Modern Biology. NY, United states: Holt Rinehart & Winston.