Celadet Alî Bedîrxan

Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)

2022/09/24

Navikebendik

         Navikebendik, an jî navikepetik (bi înglîzî: umbilical cord) pêkhateyek lûleyî ye di navbera korpele û plasentayê de.

    Di dirêjiya ducaniyê de hema hemû şane, endam û koendamên embriyoyê di nav malzaroke diperisin û geşe dibin. Hinek endam û koendam hê ko embriyo an jî korpele di nav malzarokê ye, çalak dibin. Lê hinek endam û koendam piştî ji dayikbûnê dest bi çalakbûnê dikin. Wekî mînak ji qonaxa embriyoyê pê ve dil, lûleyên xwînê û xwîn diperise, dillêdan dest pê dike. Xwîn di nav lûleyên xwînê de dihirike, di hemû endam û şaneyên laş de belav dibe û dîsa vedigere dilê embriyoyê. Pişikên embriyoyê hene lê çalak nîn in, pişik û coga henaseyê bi şileya seravê tijî ne, loma alûgorkirina gazên henasedanê pêk nayê. Gurçikên embriyoyê hene lê çalak nîn in, ango madeyên paşmayî yên nav xwîna embriyoyê nayên parzûnkirin. Herwisa koendama herisê, koendama bergiriyê ya embriyoyê jî di dirêjiya ducaniyê de çalak nîn e.
Bi kurtasî, ji ber ko hin endam û koendamên wê çalak nin in, ji bo geşebûn û peresînê, pêdiwiya embriyoyê bi endam û koendamên dayikê heye. Navikebendik embriyoyê bi navbeynkariya plasentayê bi dayikê ve girêdide bo alûgorkirina madeyan.

    Her ko embriyo di nav malzarokê de geşe dibe û diperise, pêdiwiya wê ya bo xurek û alûgorkiraina gazên henaseyê jî zêdetir dibe. Xwîna kemoksîjenî û madeyên paşmayî bi cotek xwînberên navikebendikê ji laşê korpele ber bi plasentayê ve tên guhaztîn. Oksîjen û xurekê ji xwîna dayikê jî derbasî plasentayê dibin ji wir jî bi navbeynkariya xwînhênera navikepetikê ber bi korpeleyê ve tên guhaztin.
--Pêkhateya navikebendikê--
Di hefteya pêncem a ducaniyê de navikebendik dirist dibe.
Navikebendik pêkhateyek nerm, qaîşokî û badayî ye. Rûyê wê yê derve lûs e û bi seravê dapoşî ye. Navikebendik ji navika embriyoyê ber bi navenda plasentayê dirêj dibe. Dirêjiya navikebendikê 50 heta 60 cm, tîreya lûleya navkebendikê bi qasî 1 cm e.Masûlkeyên navikebendikê nîn e,lê lûleyên xwînê yên navikebendikê lûsemasûlke lixwe digirin.

Bi eslê xwe navikebendik gurzek lûleyên xwînê yê û bi perdeya lûleyî ya seravê dorpêçî ye. Elentoyis lûleyên xwînê pêk tîne, lûleyên xwînê jî dibin beşek ji navikebendikê. Li gel elentoyîsê tûrikê zerikê jî di çêbûna navikebendikê de cih digire.
Navikebendik bi perdeya seravê dorpêçî ye,valahiya navbera lûleyên xwînê û seravê bi bestereşaneya lîncî tijî ye. Bestereşaneya lîncî (bi îngilîzî: mucous connective tissue) yek ji du corên şaneyên embriyonî ye. Şaneya embriyonî ya duyem jî şaneya mezenşîm (mesenchyme) e. Di nav bestereşaneya lîncî de li gor mezenşîmê, hê pirtir ji rîşalên proteînên negihîştî cih digire. Bestereşaneya lîncî tenê di nav navikebendikê de cih digire.
Piştî ji dayikbûnê, dergûş hê bi navikebendikê bi plasentayê ve girêdayî ye. Plasenta jî bi navpoşê malzarokê ve girêdayî ye. Gava korpele bi awayekî asayî dest bi henasedanê kir, girê li navikebendikê tê avêtin û navikebendik tê jêkirin, bi vî awayî dergûş ji dayikê tê cudakirin.
Navikebendika nûza bi rengê şîna vekirî ye. Piştî ji dayikbûnê bi qasî 5 cm ji dûrê zikê korpeleyê navikebendik tê girêdan û jêkirin. Beşa bi korpeleyê ve girêdayî mayî, diçilmise, ziwa dibe û rengê wê reş dibe. Bi gelemperî di nav 3 hefteyan de paşmayiya navikebendikê diqete û şopa wê wekî çalek bazinî di zikê dergûşê de xuya dibe, ji vê beşê çalikê re tê gotin navik.
--Erkê navikebendikê--
Karê serekî yê navkebendikê guhaztin e. Madeyên paşmayî, an jî ziyanbexş ji laşê korpeleyê bi navbeynkariya navikebendikê ber bi plasentayê ve tên guhaztin ko li wir tevlê xwîna dayikê bibin. Xurek û madeyên sûdbexş jî ji xwîna dayikê derbasî plasentayê dibin, bi navbeynkariya navikebendikê ber bi laşê korpeleyê ve tên guhaztin.
Plasenta xwîna korpeleyê bi navbeynkariya xwînberên navikebendikê werdigire. Mûlûleyên nav memîleyên koriyonî paşmayiyan ji xwîna korpeleyê parzûn dikin. Ji xwîna dayikê ya li derdora memileyan, oksîjen û xurek derbasî mûlûleyên xwînê yên navikebendikê dibin, ji wir jî bi navbeynkariya xwînhênera navikebendikê xwîna têroksîjen û xurek vedigerin laşê korpeleyê.
--Embarkirina xwîna navikebendikê--
Navikebendik bi xaneyên bineretî (bi înglîzî: stem cells) dewlemend ê. Hin caran bavanê dergûşê daxwaz ji pisporan dikin ko hinek ji wan xaneyên bineretî ji xwîna navikebendikê bêne berhevkirin.
Xaneyên bineretî di hawîrek guncav de tên embarkirin. Dibe ko dergûş di pêşerojê de rastê hin nexweşîyan were, xaneyên bineretî ji bo saxkirina hin nexweşiyan tên bikaranîn. Wekî mînak nexweşiya şêrpenceya xwînê ango lusemî (leukemia) dikare bi xaneyên bineratî yên navikebendikê were başkirin.
*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.
https://ku.wikipedia.org/wiki/Navikebendik










2022/09/15

Plasenta

 



    Plasenta, hevalpiçûk an jî wêllaş (bi înglîzî: placenta), pekhateyek taybet ji bo alûgorkirina madeyan di navbera xwîna dayik û xwîna korpelêyê de
    Di cîhana ajalan de li gor peresîna embriyo û korpeleyê, pola memikdaran ji sê jêrepolan pêk tê;
memikdarên hêkker, memikdarên tûrikî, memikdarên plasentayî. Her wekî ji navê wê jî diyar e, embriyoyên memikdarên plasentayî bi navbeynkariya plasentayê bi navpoşê malzarokê dayika xwe ve girêdayî ye.
    Kangûrû (bi înglîzî: kangaroo) ajalek memikdar e,lê plasenta ya embriyoya kangûrûyê bi têra xwe naperise ji ber wê yekê, korpeleya hê bi têra xwe neperisî ji dayik dibe û peresîna xwe di tûrikê dayika xwe de bi şîrmijandinê didome, loma navê van ajalan memikdarên tûrikî ne.
    Ajalek memikdar a bi navê platîpûs (bi latînî: platypus) heye, her çiqas ev ajal pirraniya taybetmendiyên memikdaran lixwe bigre jî, korpeleya vê ajalê bi hêkkirinê peyda dibe. Ango platîpûs mîna balindeyek hêk dike, piştê kurkketinê çêjik ji hêkê derdikevin û bi şîrên dayikê tên xwedîkirin. Gopika memikên platîbûs nîne, şîr ji çerm diherike ser pirçên wê, çêjik şîrê ne ji memikan lê ji pirçan dimijin. Memikdarên hêkker û memikdarên tûrikî taybet in ji bo parzemîna Awistralyayê û başûrê parzemîna Emerikayê. Pirraniya memikdarên cîhana ajalan, ji memikdarên plasentayî pêk tên. Mirov, hirç, çêlek, mişk, rovî û şêr mînak in bo memikdarên plasentayî.
--Peresîn û pêkhateya plasentayê--
    Blastoçikildan pêkhateyek piçûk e, ji bo çebûna korpeleyê divê bi têra xwe xurek û madeyên pêwîst bigihîje xaneyên balastoçikildanê ko xane dabeş bibin, biperisin û bibin embriyo û korpele. Di dirêjiya 2 heta 4 heftên peresînê de embriyo xurekê ji navpoşê malzarokê dabîn dike. Paşê plasenta peyda dibe, xurek û madeyên pêwist ji xwîna dayikê bi navbeynkariya plasentayê derbasî nav xwîna embriyo û korpeleyê dibin. Ango plasenta endamek taybet e ji bo nezîkkirina herrika xwîna korpeleyê bi xwîna dayikê ve.
    Piştî çeqîna blastoçikildanê, ji çîna koriyonê, pêkhateyên bi şeweyî tilî ber bi navpoşê malzarokê dirêj dibin. Ji van pêkhateyan re tê gotin memîleyên koriyonî.Memîleyên koriyonî dewlemend in bi lûleyên xwînê. Xaneyên çîna koriyonê enzîmên herisê lixwe digirin. Bi van enzîman xaneyên navpoşê malzarokê diherisînin.Her ko memîle dirêj dibin, xaneyên navpoşê malzarokê diruxînin û di navpoşê malzarokê de valahiyên (hewz) piçûk peyda dibe. Valahiyên navpoşê malzarokê bi xwîna dayikê tijî dibin, memileyên koriyonî jî xwe dirêjê nav vê xwînê dikin. Bi vî awayî plasenta dirist dibe.
Plasenta endamek bi şêweyî xepleyî ye. Rûyê aliyê korpeleyê ya plasentayê qoqiz e, rûyê aliyê malzarokê pehn e. Giraniya plasentayê bi qasî yek kîlogram e. Plasenta ji du beşan pêk tê, beşa aliyê dayikê û ya aliyê korpeleyê. Beşa aliyê dayikê ya plasentayê wekî pişka plasentayê ya dayikê tê navkirin. Ev pişk ji rûkeşeşane, xwînber û xwînhênerên navpoşa malzarokê pêk tê.Beşa aliyê korpeleyê ji koriyonê pêk tê û wekî pişka plasentayê ya korpeleyê tê navkirin. Ji çîna naverast (mezoderm) a embriyoyê xaneyên mezenşîmî (mesenchymal cells) peyda dibin û di nav memîleyan de kom dibin. Bi gorankariya xaneyên mezenşîmî, lûleyên xwînê ava dibin. Di nav van lûleyên xwînê de sê hev lûle, wekî lûleyên xwînê yên navikebendikê tên navkirin. Di navbera plasenta û korpeleyê de navikebendik (bi înglîzî:umblical cord) heye. Xwîna embriyoyê bi xwînberên navikebendikê digihîje plasentayê û bi xwînhênera navikebendikê jî vedigere laşê embriyoyê.
Pirraniya plasentayê ji lûleyên xwînê yên dayik û yên embriyoyê pêk tê. Bi eslê xwe plasenta xwîna embriyo û ya dayikê ji hev cuda digire û nahêle xwîna herdu aliyan têkilî hev bibe.
Xurek û oksîjen ji lûleyên xwîna dayikê derbasî nav xwîna dayikê ya derdora memileyan dibin, ji wir jî bi belavbûnê (dîfuzyon) an jî bi veguhastina çalak derbasî nav lûleyên xwîna korpeleyê dibin. Karbona dîoksîd û hin paşmayîyên din jî ji lûleyên xwîna korpeleyê ber bi xwîna dayik ve tên guhestin.

--Erkên plasentayê--
Sê erkên serekî yê plasentayê heye.
1. Di navbera xwîna korpeleyê û ya dayikê de alûgorkirina xurek, madeyên paşmayî û gazên henaseyê
2. Ji bo geşebûn û peresîna korpeleye, ji bo rawstandina helweşîna navpoşê malzarokê û ji bo pêkanîna hin guherînan di laşê dayikê de, plasenta hormonan der dide.
3. Ji bo dabînkirina bergiriya sist, gîhandina dijetenên dayikê bo embriyo û korpeleyê.
Erkê alûgorkirina madeyan
Ji bo geşebûn û peresîna korpeleyê, xurekemade, hormon,vîtamîn, mîneral, av û hwd ji xwîna dayikê derbasî xwîna korpeleyê dibe.
Di laşê korpeleyê de ji karlêkên kîmyayî madeyên paşmayî peyda dibe. Ji ber ko koendama deravêtinê ya korpeleyê hê çalak nîn e, madeyên paşmayî bi navbeynkariya plasentayê, ber bi xwîna dayikê ve tên guhaztin.
Erkê henasedanê
Pişikên korpeleyê piştê ji dayikbûnê çalak dibin bo alûgorkirina gazên oksîjen û karbona dîoksîdê. Loma di dirêjiya ducaniyê de ji bo alûgorkirina gazen henaseyê, plasenta kar dike. Oksîjena korpeleyê ji xwîna dayikê bi belavbûnê (dîfuzyon) tê dabînkirin. Herwiha karbona dîoksîda nav xwîna korpeleyê jî bi navbeynkariya plasentayê derbasî xwîna dayikê dibe.
Erkê hormonderdanê
Plasenta komek hormon jî berhem dike û der dide, loma li gel karên din, plasenta wekî rijênek jî kar dike.
Hormonên plasentayê;
1. Hormona koriyonî ya handerê gonadên mirov(human chorionic gonadotropin(hCG))
2. Êstrocen
3. Procesteron
4. Hormona koryonî ya handrê memikên mirov(human chorionic somatomammotropin(HCS))
5. Rîlaksîn (relaxin).
    Hormona koriyonî ya handerên gonadên mirov (hCH) bandor li ser tenê zer dike, rê li ber hilweşîna tenê zer digire, bi vî awayî stûriya navpoşê malzarokê tê parastin.Ango hCH berdewamiya derdana hormonên tenê zer dabîn dike. Procesteron û êstrocen pêşî ji aliyê tenê zer ve tê derdan, paşê ji aliyê plasentayê ve tê derdan. Ev herdu hormon gellek girîng in ji bo berdewamiya ducaniyê. Heke di nav du mehên destpêkê ya ducaniyê de, di xwîna laşê dayikê de asta hCG nizim be, an jî hCG qet tune be, tenê zer hildiweşe. Ji ber hilweşîna tenê zer, stûriya navpoşê malzarokê kêm dibe, çeqîna embriyoyê bi ser nakeve, jiberçûna embriyoyê rû dide û dawî li ducaniyê tê. Herwisa hCG di dirêjiya ducaniyê de rê li ber hêkdanê jî digire.
    Di korpeleyên nêr de çalakiya hCG dişibe çalakiya hormona handerê tenê zer (LH) a mirovên pêgihîştî. hCG di korpeleyên nêr de xaneyên Leydig han dike bo derdana testosteronê. Testosteron pêwist e ji bo peresîna endamên zaûzê ya korpeleya nêr. Herwisa hCG bandor li ser koendama bergiriya dayikê dike û korpeleyê ji bandorên neyînî yên koendama bergiriya dayikê diparêze.
Erk û pêkhateya êstrocena plasentayî û êstrocena hêkdankê heman in.
• Êstrocen rê li ber firehbûna malzarokê ve dike, bi vî awayî cih peyda dibe ji bo korpeleya roj bi roj geşe dibe.
• Êstrocen bandor li ser memikên dayikê dike, memik gir dibin û cogên şîrê diperisin.
• Êstrocen dibe sedema firehbûna endamên zaûzê ya derve ya dayikê.
• Êstrocen besterên hewzê (bi înglîzî: pelvic ligaments) sist dike bi vî awayî di coga zayînê de derbasbûna korpeleyê hêsantir dibe.
Erk û pêkhateya procesterona ji plasentayê tê derdan û ya ji hêkdankê tê derdan heman in.
• Procesteron navpoşê malzarokê amade dike bo çeqîna embriyoyê û çêbûna plasentayê.
• Bi bandora procesteronê, hin ji şaneya navpoşê malzarokê hildiweşe û navpoşê malzarokê bi lûleyên xwînê dewlemend dibe.
• Di navpoşê malzarokê de bi hankirina procesteronê xaneyên desîdal (decidual cells) diperisin. Heta çêbûna plasentayê, xurekê embriyoyê ji xaneyên desîdal tê dabînkirin.
• Procesteron di dirêjiya ducaniyê de rê li ber girjbûna masûlkeyên malzarokê digire ko korpele heta dawiya ducaniyê di malzarokê de bimîne û biperise.
• Procesteron jî wekî êstrocenê bandor li memikên dayikê dike, memik gir dibin û cogên şîrê fireh dibin, rijênên şîrê diperisin û ji bo derdana şîrê amade dibin.
    Hormona koryonî ya handrê memikên mirov (Human chorionic somatomammotropin (HCS)) hormonek peptîdî ya plasentayê ye. Hin caran ev hormon wekî “hormona plasentayî ya çêkerê şîr”(bi înglîzî: placental lactogen) jî tê navkirin. Bandora wê mîna hormona prolaktîn û hormona geşê ya hîpofîzê ye. Bi taybetî li ser geşebûna memikên dayikê û li ser geşebûna korpeleyê bandor dike. HCS di xwîna dayikê de rêjeya glukoz û çewriyê zêde dike, bi vî awayî hê pirtir xurek derbasî xwîna korpeleyê dibe. Korpele bi alikariya van xurekan diperise û geşe dibe.
    Rîlaksîn(relaxin) hormonek firepeptîdî ye, ji tenê zer tê derdan. Dema zarokanînê (zayîn) de plasenta û memikên dayikê gelelk ji hormona rîlaksînê der didin. Rîlaksîn stûyê malzarokê fire dike bo derbasbûna korpeleyê.
Erkê dabinkirina bergiriyê
    Koendama bergiriyê ya korpele piştê ji dayikbûnê diperise û çalak dibe. Lê korpele bi alîkariya koendama bergiriya dayikê ji hin hokarên nexweşiyan tê parastin. Ji xwîna dayikê hin dijeten derbasî nav xwîna korpeleyê dibe û bergiriya sist a korpeleyê dabîn dike.
    Mixabîn li gel madeyên sûdbexş, dibe ko madeyên ziyanbexş jî ji xwîna dayikê derbasî xwîna korpeleyê bibe. Dema ducaniyê, korpele ji pişikên dayikê sûd digire. Loma divê dayik cigare nekişîne, an na madeyên nav tûtina cixareyê jî ji xwîna dayikê derbasî laşê korpeleyê dibe. Herwisa heke dayik di ducaniyê de alkol vebixwe an jî derman bigire, ev madeyan jî derbasî xwîna korpeleyê dibin û bandorek neyînî li ser peresîna korpeleyê dikin. Dibe ko hokarên hin nexweşiyan jî ji dayikê derbasî korpeleyê bibe.Wekî mînak, heke dayik bi nexweşiya AIDS (nîşana nemana bergiriya destketî) be, vîrûsa nexweşiyê bi navbeynkariya plasentayê derbasî korpeleyê dibe,korpele jî bi nexweşiya AIDS ji dayik dibe.
*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin
















2022/09/08

Gastrulasyon û peydabûna çînên diristker

 

    
    Gastrulasyon (bi înglîzî: gastrulation) pêvajoyek guherîna blastoçikildanê ye bo embriyoya sê çînî. Di qonaxa gastrulasyonê de embriyo jî wekî gastrula tê navkirin.
Embriyoya mirov di qonaxa blastoçikildanê de ji du beşan pêk tê: koma xaneyên navî an jî xaneyên embryoblast (bi înglîzî:inner cell mass / embryoblast) û li derdora wan jî xaneyên trofoblast (bi înglîzî:trophoblast cells) pêk tê. Peresîn û geşebûna embriyoyê ji gorankariya xaneyên embryoblasat rû dide.
    Hefeya duyem a peresîna embriyoya mirov de, bi çeqîna blastoçikildanê, di koma xaneyên navî (embriyoblast) yên blastoçikildanê de gorankarî rû dide. Bi roja heştemînê şûnve xaneyên embriyoblast dest pê bi gorankariyê dikin û diguherin bo du çînan. Ev herdu çîn, xepleyek pehn (flat disc) pêk tînin, ji vê pêkhateyê re dibêjin xepleya embriyonî (bi înglîzî: embryonic disc). Valahiya(kelên) seravê di navbera xepleya embriyonî û çîna trofoblast de peyda dibe. Çîna aliyê valahiya blastoçikildanê ji xaneyên şeşpalû (bi înglîzî: cuboidal cells) pêk tê û wekî çîna hîpoblast (bi înglîzî: hypoblast layer) tê navkirin. Çîna duyem wekî çîna epîblast (bi înglîzî: epiblast layer ) tê navkirin. Ev çîn li aliyê valahiya seravê ( amniotic cavity) cih digire û ji xaneyên stûnî pêk tê. Hema tevahiya xane û şaneyên korpeleyê ji çîna epîblast diperise.
    Di hefteya seyem a peresîna embriyoyê de, di blastoçikildanê de, ji xaneyên xepleya embriyoyî ya du çînî , xepleyek sê çînî peyda dibe.
Li dawiya qonaxa blastoçikildanê, piştî guhertina şêweyî xaneyan, koçkirin û cihguhertina xaneyan, xaneyên blastoçikildanê dubare rêz dibin û şêweyî bingehîn ê laşê emriyoyê pêk tînin. Ev çalakiyên xaneyên blastoçikldanê wekî gastrulasyon tê navkirin, bi gastrulasyonê sê çînên diristker ên yekem (bi înglîzî: primary germ layers) peyda dibe. Ango çînên diristker di pêvajoya gastrulasyonê de, ji gorankariya xaneyên blastoçikildanê peyda dibin. Di qonaxa gastrulayê şûnve, blastoçikildan diguhere bo embriyoya bi tenîştên hevyek (bi înglîzî: bilateral symmetry). Bi peydabûna teniştên hevyek di laşê embriyoyê de cara ewil hêlên pêş û paş (bi înglîzî: anteroposterior), pişt û zik (dorsoventral) bi awayekî zelal kifş dibe.
--Pêvajoya gastrulasyonê--
    Di destpêka gastrulasyonê de li ser rûyê epîblastê de çalek zirav peyda dibe, ev çala zirav wekî xêza pêşîn(bi înglîzî: primitive streak) tê navkirin. Xane di xêza pêşîn de ji çîna epîblastê diqetin û ber bi navbera epîblast û hîpoblastê koç dikin. Xaneyên navbera van herdu çînan, diguherin bo çîna diristker a yekem û wekî çîna naverast (bi înglîzî:mesoderm layer) tên navkirin. Hin xaneyên ji epiblastê qetiyanê û koç kirine, zorê didin hipobalstê û cihê wê diguherînîn,li şûna hîpolastê de çîna navî (bi înglîzî: endoderm layer) ava dikin. Xaneyên koç nekirine û di çîna epîblaste de mane, çîna derve (bi înglîzî: ectododerm layer)
pêk tînin.
    Herçiqas çavkaniya hersê çînên diristker çîna epîblast be jî, peresîn û çarenûsa xaneyên her çînê, ji hev gellek cuda ye.
Gava sê çînên diristker peyda dibin, pêkhateya sê çînî êdî ne gastrula lê wekî embriyo tê navkirin. Ango ji gavên zîgot,morula,blastoçikildan,xepleya embriyoyî û gastrula şûnve embriyo çêdibe.
    Gastrulasyon di embriyoyên hemû ajalan de bi yek awayî pêk nayê. Wekî mînak mêjera zerika hêkê bandor li ser şêweyî gastrulasyonê dike, loma gastrulasyona embriyoyên isfenc ji ya balindeyan cuda ye. Li gel hin cudatiyan,kirdara gastrulasyona embriyoyên hemû cor ajalan bi hin gavên hevbeş rû dide.
Di gastrulasyona hemû cor ajalan de,
-Xane dilivin û cih diguherin.
-Şêweyî xaneyan diguhere.
-Girêdana xaneyê bi xaneyên din an jî bi molekulên derveyî xaneyê ve diguhere.
-Bi gastrulasyonê xaneyên nezî rûyê blastulayê ber bi aliyê hundirê balstulayê koç dikin, di hemû ajalên birrbirredar de sê çînên xaneyan tê avakirin. Cihbûna ev hersê çînên xaneyan, derfet dide xaneyan ko xane bi awayekî nû bi hev re têkevin nav tekiliyê û endamên laş dirist bikin.
--Çînên diristker ên embriyoyê--
    Çînên diristker ji xaneyên bineratî (bi înglîzî:stem cells) pêk tên. Ango li gor çalakbûna cora genên liser kromozomên xanayan, di xaneyên çînên diristker de gorankarî rû dide, xane diguherin bo şane û endamên laş.
Çîna derve (Çîna ektoderm)
    Çîna derve (bi înglîzî:ectoderm layer) ya embriyoya mirov diguhere bo diristkirina mû,epîdermîsa çerm, nînok, rijênên xwêdanê, korniye ya çav,hawêneya çav, rûkeşeşaneya (di rûpoş an jî navpoşê şaneyan de) endamên hestê, navpoşê kelêna difinê, navpoşê dev,çîna mîna ya diranan, navpoşê coga komê (bi înglîzî: anal canal). Herwisa koendama demarê(demax, dirkepetik,demar, xaneyên Schwann hwd),rûkeşeşaneya rijênê hîpofîz û kiroka rijenê adrenal jî ji aliyê xaneyên çîna derve ve tên çêkirin.
Çîna naverast (Çîna mezoderm)
    Xaneyên çîna naverast di ajalên birrbirredar(vertebrates) de diguhere bo diristkirina masûlke, besterşane,piştebendik (bi înglîzî:notochord), xwîn, kirkirk, hestî,moxê hestî,şaneya lîmfê. Herwisa rûkeşeşaneya navpoşê lûleyên xwînê,lûleyên lîmfê,navpoşê kelênên laş, gurçik, malzarok, endamên zaûzê, tûkila adrenalê û dermîsa çerm ji aliyê xaneyên çîna naverast ve tên diristkirin.
Çîna navî (çîna endoderm)
    Çîna navî rûkeşeşaneyên navpoşê gewrî, coga ostakî,aloq,rijênê tîroîd,rijênê paratîroîd û rijênê tîmus dirist dike. Herwisa rûkeşeşane ya qirrikê, ya borrîhewa û pişikan, ya coga herisê (ji bilî dev û komê), ya mîzdankê, ya zêyê û malzarokê jî ji aliyê çîna navî ve tên diristikirin. Rijênên wek pankreas û kezeb jî ji vê çînê tên diristkirin.
*Ev xebat li ser wikipediyaya kurdî jî hat zêdekirin.







2022/08/28

Perdeyên derveyî embriyoyê

 


    Perdeyên derveyî embriyoyê (bi înglîzî: extraembryonic membranes), navê gelemperî ye ji bo çar perdeyên ko kar dikin bo dabînkirina xurek, parastin û destekkirina peresîna embriyoyên xişok, balînde û memikdaran.
    Ji ber ko evan perdeyan di qonaxa embriyoyî de li aliyê derveyî embriyoyê de tên çêkirin, wekî perdeyên derveyî embriyoyê tên navkirin. Hin caran bi kurtî wekî “perdeyên embriyoyî”(bi înglîzî: embriyonic membranes) jî tên navkirin.
Perdeyên derveyî embriyoyê hebûna xwe di qonaxa korpeleyî de didomînin, loma wekî perdeyên korpeleyê (bi înglîzî: fetal membranes) jî tên navkirin. Ji ber ko peresîna mirov di malzarokê de rû dide, erkên perdeyên derveyî embriyoyê yên mirov (memikdar) û ajalên din ên wekî masî, xişok û balînde ne heman e.
    Çar perdeyên embriyoyî heye;
tûrikê zerikê (bi înglîzî: yolk sac) ,
perdeya seravê (bi înglîzî: amnion),
perdeya koriyonî (bi înglîzî: chorion)
û perdeya elentoyîs (bi înglîzî: allantois).
Perdeyên embriyoyî di hefteya duyem a peresînê de, piştî çeqînê peyda dibin û di qonaxa embriyoyî û qonaxa korpeleyî de perisîna perdeyan didome.
Tûrikê zerikê
    Perdeya zerikê ji çîna hîpoblast çêdibe û bi şêweyî tûrik e, loma wekî tûrikê zerikê tê navkirin. Tûrikê zerikê xişok, balînde û hin memikdaran ji bo xwedikirina embriyoyê zerik embar dike. Geşebûn û peresîna embriyo û korpeleya mirov di malzaroka dayikê de çêdibe. Xurek û madeyên pêwîst ji xwîna dayikê tê dabînkirin, loma di tûrikê zerikê embriyoya mirov de zerik nayê embar kirin. Bo embriyoya mirov, erkê bingehîn ê tûrikê zerikê, berhemkirina xaneyên xwînê ye. Xaneyên xwînê yên pêşîn di tûrikê zerikê de tên çêkirin. Herwisa xaneyên pêşeng ên hêkexane û spermê jî di tûrikê zerikê de tên çêkirin.
Perdeya seravê
    Perdeya seravê tûrikek perdeyî ye, embriyo û korpeleyê dipiçe û diparêze. Embriyoyên xişok, balînde û memikdaran di nav şileyek de diperisin, navê vê şileyê şileya seravê ye (bi înglîzî: amniotic fluid). Şileya seravê di nav tûrik de ye, ji vî tûrikê re dibêjin tûrikê seravê (bi înglîzî: amniotic sac). Tûrikê seravê ji perdeya seravê pêk tê.
Perdeya seravê ji çîna epîblast a xepleya embriyoyî (bi înglîzî: embryonic disc) li dawiya hefteya duyemîn a peresînê de peyda dibe.
Şileya seravê şileyek ron û zelal e, destek dide embriyoyê, embriyoyê ji derbeyan diparêze û rê li ber ziwabûna embriyoyê digire. Embriyo û korpele di nav şileya seravê de bi awayekî serbest dilivin, bi vî awayî peresîna masûlkeyan hêsantir dibe. Ji bo geşebûn û peresînê divê germahiya laşê embriyo û korpeleyê di asta asayî de bimîne. Gava li hawirdora embriyoyê guherîna germahiyê rû dide, şileya seravê rê nade ko germahiya embriyoyê bilez biguhere, nahêle embriyo ji nişka ve germ bibe an jî sar bibe.
Elentoyîs
    Dema peresîna embriyoyê de, elentoyîs beşek ji coga herisê ye ko ber bi derveyî embriyo wekî tûrikek vala dirêj dibe. Di embriyoyên xişok û balîndeyan de elentoyîs paşmayîyên nîtrojenî embar dike, alûgora oksîjen û karbona dioksîde dike. Di embriyoya mirov de elentoyîs piçûk e û erkê embarkirina paşmayîyan nake. Lûleyên xwînê yên elentoyîsê di çêkirina lûleyên navkebendikê de cihdigirin. Navkebendik (bi înglîzî: umblical cord) embriyoyê bi plasentayê ve girê dide. Elentoyîsa embriyoya mirov di çêbûna mîzdankê de jî cih digire.
Koriyon
    Perdeya koriyonî an jî koriyon perdeya herî derveyî ya perdeyên derveyî embriyoyê ye.
Perdeya koriyonî ji du çînan pêk tê; cotek çîna xaneyên trofoblast li aliyê derve, çîna naverast (mezoderm) jî li aliyê navî de cih digire.
Du erkên serekî yê koriyonê heye, parastin û xwedîkirina embriyo û korpeleyê.
Koriyon şileya bi navê şileya koryonî berhem dike û der dide nav valahiya navbera koriyon û seravê. Şileya koriyonî embriyoyê ji derbeyan diparêze.
Ji bo xwedîkirina embriyoyê, koriyon pêkhateyên bi şeweyî tilî ber bi navpoşê malzarokê dirêj dike. Ji van pêkhateyan re tê gotin memîleyên koriyonî (bi înglîzî:chorionic villi).Memîleyên koriyonî heta lûleyên xwînê yên dayikê dirêj dibin. Beşek zêde yê plasentayê ji memîleyên koriyonî pêk tê. Memîle rûberê plasentayê zêde dike û alûgorkirina xurek û madeyan ji xwîna dayikê hêsantir dike.
*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.









2022/08/23

Perdeya seravê

 


Perdeya seravê (bi înglîzî: amnion) tûrikek perdeyî ye, embriyo û korpeleyê dipiçe û diparêze.
    Embriyoyên xişok, balînde û memikdaran di nav şileyek de diperisin, navê vê şileyê şileya serav e (bi înglîzî: amniotic fluid). Şileya serav di nav tûrik de ye, ji vî tûrikê re dibêjin tûrikê seravê (bi înglîzî:amniotic sac). Tûrikê seravê ji perdeya seravê pêk tê.
    Hefeya duyem a peresîna embriyoya mirov de, bi çeqîna blastoçikildanê, di koma xaneyên navî (embriyoblast) yên blastoçikildanê de gorankarî rû dide. Bi roja heştemînê şûnve xaneyên embriyoblast dest pê bi gorankariyê dikin û diguherin bo du çînan. Çîna aliyê valahiya blastoçikildanê ji xaneyên şeşpalû (bi înglîzî: cuboidal cells) pêk tê û wekî çîna hîpoblast (bi înglîzî: hypoblast layer) tê navkirin. Çîna duyem wekî çîna epîblast (bi înglîzî: epiblast layer ) tê navkirin.
    Ev herdû çîn, xepleyek pehn pêk tînin, ji vê pêkhateyê re dibêjin xepleya embriyonî (bi înglîzî: embryonic disc). Di navbera xepleya embriyonî û çîna trofoblast de valahiya(kelên) seravê peyda dibe.
    Perdeya seravê ji çîna epîblast a xepleya embriyoyî, li dawiya hefteya duyemîn a peresînê de peyda dibe. Şileya seravê ya pêşîn ji şileya navbera xaneyan (bi înglîzî: interstitial fluid) a dayikê tê dabînkirin. Lê di dirêjiya ducaniyê de, şileya seravê ji perdeya seravê tê derdan.
       Şileya seravê şileyek ron û zelal e, destek dide embriyoyê, embriyoyê ji derbeyan diparêze û rê li ber ziwabûna embriyoyê digire. Embriyo û korpele di nav şileya seravê de bi awayekî serbest dilivin, bi vî awayî peresîna masûlkeyan hêsantir dibe. Ji bo geşebûn û peresînê divê germahiya laşê embriyo û korpeleyê di asta asayî de bimîne. Gava li hawirdora embriyoyê guherîna germahiyê rû dide, şileya seravê rê nade ko germahiya embriyoyê bilez biguhere, nahêle embriyo ji nişka ve germ bibe an jî sar bibe.
    Li dij egera hin nexweşiyan, bi rêbaza amniosentez (bi înglîzî: amniocentesis), di ducaniya 3- 4 mehî de, ji korpeleyê hinek şileya seravê tê girtin. Di nav şileyê de xaneyên korpeleyê jî tê bidestxistin neasayîbûna hêjmar an jî şeweyî kromozoman, nîşana nexweşiya bomaweyî ye.

* Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.

2022/08/22

Tûrikê zerikê

 

   

     Çar perdeyên embriyoyî heye; tûrikê zerikê , perdeya serav (bi înglîzî: amnion), perdeya koriyon (bi înglîzî: chorion) û perdeya elentoyîs (bi înglîzî: allantois). Perdeyên embriyoyî di hefteya duyem a perisînê de, piştî çeqînê peyda dibin û di qonaxa embriyoyî û qonaxa korpeleyî de perisîna perdeyan didome

    Perdeya zerikê ji çîna hîpoblast çêdibe û bi şêweyî tûrik e, loma wekî tûrikê zerikê (bi înglîzî: yolk sac) tê navkirin. Ji perdeyên embriyoyê, pêşîn tûrikê zerikê, paşê perdeyên din tê çêkirin.
    Tûrikê zerikê xişok, balînde û hin memikdaran ji bo xwedikirina embriyoyê zerik embar dike. Wekî mînak zerika hêka mirîşkê di nav tûrikê zerikê de cîh digire. Geşebûn û peresîna embriyo û korpeleya mirov di malzaroka dayikê de çêdibe. Xurek û madeyên pêwîst ji xwîna dayikê tê dabînkirin,loma di tûrikê zerikê embriyoya mirov de zerik nayê embar kirin.
    Tûrikê zerikê ji xaneyên trofoblast xurek dimijînin û dişînin bo embriyoyê. Hefteya çaremîn a peresînê de embriyo ji aliyê plasentayê ve tê xwedîkirin, qebareya tûrikê zerikê ji wê gavê şûnve kêm dibe. Bi peresîna embriyoyên mirov de, tûrikê zerikê dibe beşek ji coga herisê.
    Bo embriyoya mirov, erkê bingehîn ê tûrikê zerikê, berhemkirina xaneyên xwînê ye. Xaneyên xwînê yên pêşîn di tûrikê zerikê de tên çêkirin. Herwisa xaneyên pêşeng ên hêkexane û spermê jî di tûrikê zerikê de tên çêkirin.

* Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.





2022/08/11

Çeqîn

 


    Peresîna weçeyê ya ji pîtîna xaneya hêkê heta dawiya çeqînê, wekî peresîna pêşembriyoyî tê navkirin. Piştî hekdananê, eger hêkexane di nav 24 seatan de di coga hêkê de raste spermê were, pîtîn rû dide. Hêka pîtandî wekî zîgot tê navkirin. Zîgot ji coga hêkê ber bi malzarokê ve tê şandin. Dema zîgot di nav coga hêkê de ye, bo xwedîkirina zîgotê xurek ji xaneyên coga hêkê tê derdan.

Di coga hêkê de zîgot dest bi dabeşbûnê dike. Ev dabeşbûn wekî şeqbûn tê navkirin. Koma xaneyên nû êdî wekî pêşembriyo an jî embriyo tê navkirin. Embriyoya 16-100 xaneyî wekî morula tê navkirin. Gava hejmara xaneyên bi şeqbûnê çêbûne ji sedî zêdetir dibin, êdî embriyo wekî blastula tê navkirin.

--Pêkhateya blastoçikildanê--

Xaneyên blastula, wekî blastomer tên navkirin. Xaneyên blastomer bi awayek şidî be hevre girêdayî ne. Embriyoya mirov di qonaxa blastula de wekî blastoçikildan (bi inglîzî: blastocyst) tê navkirin.
Blastoçikildan ji du beşan pêk tê: koma xaneyên navî (bi înglîzî: inner cell mass) û li derdora wan jî korîon (chorion).
Korpele ji koma xanêyên navî peyda dibe. Ango koma xaneyên navî, xaneyên bineretî (bi înglîzî: stem cells) ne û bi gorankariya van xaneyan şane û endamên embryoyê peyda dibe. Korîon jî dibe beşek plasentayê û çînên parezger ên embriyoyê. Xaneyên beşa korîonê wekî xaneyên trofoblast (bi înglîzî: trophoblast cells) tên navkirin.

--Pêvajoya çeqînê--

Embriyo derdora roja pêncem a peresînê de digihîje malzarokê. Navçeya zelal (bi latînî: zona pellucida) a dora embriyoyê hildiweşe û embriyo bi qasî du rojan di kelêna(valahî) malzarokê de serbest dimîne. Di vê demê de embriyo bi derdanên rijênên malzarokê tê xwedîkirin.
Bi gelemperî 5 heta 7 roj li pêy hêkdananê embriyo pêvajoya çeqînê dide destpêkirin, blastoçikildan xwe bi navpoşê malzarokê ve girê dide û çeqîn rû dide. Xaneyên trofoblast ên bi navpoşê malzarokê ve hatine girêdan, enzîm der didin. Enzîm ji bo cihbûna embriyoyê beşek piçûka ji navpoşê malzarokê hildiweşîne. Blastoçikildan niqûmê (noqê) nav navpoşê malzarokê dibe, ev bûyer wekî çeqîn tê navkirin. Di nav 1 heta 3 rojan de blastoçikildan bi tevahî noqê navpoşê malzarokê dibe. Xaneyên malzarokê beşa hilweşiyayî car din çêdike. Bi vî awayî embriyo di nav navpoşê malzarokê de dimîne û peresîna embriyoyê li wir didome.

--Ji bo çeqînê amdekariyên malzarokê--

Xestiya hormonên êstrocen û procesteron bandor li ser navpoşê malzarokê dike bo wergirtina embriyoyê. Ji bo çeqînek serkeftî, divê di laş de rêjeya êstrocen kêm, rêjeya procesteron jî zêde be. Herwisa divê tenê zer bi têra xwe hormona procesteron der bide.

Piştî hêkdananê, qonaxa derdanê ya malzarokê dest pê dike. Di vê qonaxê de, malzarok û navpoşê malzarokê ji ber derdana hormona procesteron xwe ji bo egera çeqîna embriyoyê amade dikin. Hormona procesteron ji tenê zer (bi latînî: corpus luteum) tê derdan.
Bi bandora procesteron û êstrocenê, xwînberên malzarokê bi şêweyê lûlpêç fireh dibin,navpoşê malzarokê stûr dibe. Herwisa rijênên malzarokê gir dibin. Ji van rijênan bo embriyoyê şilemeniya xurek tê derdan. Derdana xurek hê ko embriyo li nav diwerê malzarokê cih nebûye dest pê dike. Bi taybetî di xwînê de xestiya bilind a procesteronê hê pirtir bandor li ser derdana malzarokê dike. Gava çeqîn rû dide, ji ber derdana pocesteronê ya tenê zer, stûrbûna navpoşê malzarokê jî hê zêdetir dibe.

Bi eslê xwe ducanî ne bi pîtîna hêkexaneyê, lê piştê çeqînê dest pê dike. Ango ducanî hefteyek piştî pîtînê dest pê dike. Heke çeqîn rû nede, hêka pîtandî (zîgot) an jî blastoçikildan ji laşê dayikê tê avêtin. Bi qasî % 75ê têkçûnên ducanmayînê ji ber biserneketina çeqînê rû dide.

--Ducaniya derekî--

ji bo çeqîna embriyoyê û berdewamiya ducaniyê, di nav malzarokê de beşa paş û beşa jorê navpoşê malzarokê cihê asayî û ewle ne.
Hin caran xaneya pîtandî ne li beşa asayî ya navpoşê malzarokê de, lê li hin cihên din de diçeqe. Heke çeqîna zîgot an jî embriyoyê di coga hêkê de an jî li aliyê derveyî diwarê malzarokê de rû bide, ev ducanî wekî ducaniya derekî (bi înglîzî: ectopic pregnancy) tê navkirin. Ducaniya derekî de egera geşebûn û peresîna asayî ya embriyoyê tune, herwisa ev rewş gefek xeter e ji bo jiyana dayikê. Ducaniyên derekî bi neştergeriyê tên dawîkirin.

* Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.
https://ku.wikipedia.org/wiki/%C3%87eq%C3%AEn






2022/08/09

Şeqbûn

 


    Pîtîn di coga hêkê de rû dide. Piştê pîtînê, zîgota mirov di nav 24 saetan de dabeş dibe û dibe embriyoya du xaneyî.

    Li pey pîtînê, zîgot bi rêzedabeşbûnên li pêy hev, bi lez dabeş dibe. Bi dabeşbûna mîtozî hejmara xaneyan wekî 2, 4, 8, 16, 32, 64 ... zêde dibe. Ev qonaxa dabeşbûnê ya zîgotê wekî şeqbûn tê navkirin.
    Şeqbûn di coga hêkê de dest pê dike, heta embriyoya bigihîje malzarokê, didome.
Di gavên şeqbûnê de qebareye zîgotê naguhere qebareya xaneyên nû kêm dibe. Ango di her dabeşbûnek de qebareya xaneyên nû (xaneyên keç) dadikeve nîvê qebareya makexaneyê.
Xaneyên nû yên bi şeqbûnê hatine çêkirin, wekî “blastomer” tên navkirin. Hemû blastomer ji aliyê bomaweyî (genetîkî) ve kopyayên hev in.
    Şeqbûn, piştê pîtînê bi çalakiya hokara handerkirina mîtozê (bi înglîzî: mitosis promoting factor (MPF) dest pê dike. MPF ji du binebeşan pêk tê, Sayklîna B û kînaza pêgira sayklîn. Bi çalakiya hokara handerkirina mîtozê, çerxa xaneyê ya blastomeran tenê bi du gavan didome: Qonaxa S û Qonaxa M. Ango di xaneyên pêşembriyoyî de qonaxên G1 û G2 yên çerxa xaneyê an hîç tune an jî gellek kurt e, loma dabeşbûnên şeqbûnê li gor debeşbûna mîtozî ya asayî gellek bi lez rû dide.
    Berê her dabeşbûnek, bi duhendebûnê, hejmara kromozomên blastomeran dibe du qat. Ji ber ko kromozom ji ADN û proteîna hîston pêk tê, divê ji bo berdewamiya şeqbûnê ADN were dirustkirin. Herwisa hinek proteîn û madeyên sakar jî tên berhemkirin.
    Bi qasî sê roj piştê pîtînê, hejmara xaneyên embriyoyê digihîje 16 xaneyan. Ev koma xaneyên bi awayekî şidayî bi hev re girêdayî, dişibe mêweya(fêkî) tûyê. Loma ji bo vê pêkhateyê navê “morula” tê bikaranîn. Di zimanê latînî de wateya morula “tûya piçûk”e. Morula ji xaneyên erk û qebareya wekhev pêk tê. Gorankariya xaneyan ji qonaxa morulayê şûnde dest pê dike. Li gor pêdiviyê, xane diguherin bo hemû şane û endamên laş.
    Gava hejmara xaneyên bi şeqbûnê çêbûne ji sedî zêdetir dibin, êdî embriyo wekî blastula tê navkirin. Xaneyên blastula jî, wekî blastomer tên navkirin. Xaneyên blastomer bi awayek şidî be hevre girêdayî ne. Embriyoya mirov di qonaxa blastula de wekî blastoçikildan (bi inglîzî: blastocyst) tê navkirin. Her ko blastomerên nû tên peydakirin, blastomer ber bi aliyê derve dilivin û navenda bilastoçikildanê vala dihêlin. Di vê qonaxê de embriyo dişibe gogê. Çîna xaneyên aliyê derve wekî blastoderm tê navkirin. Navenda bi şile tîjî jî blastokelên (bi înglîzî: blastocoel) tê navkirin.
    Şeqbûn bi destpêka qonaxa blastoçikildanê bi dawî dibe. Hemû zîndewerên firexaneyî bi şeqbûnê geşe dibin û diperisin. Lê şêweyî şeqbûnê li zîgota her zîndewer de ne heman e.
* Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.





2022/07/09

Înterfaz

 


    Qonaxa nevber an jî qonaxa înterfazê (bi înglîzî: interphase) dema jiyana asayî ya xaneyê ye.

Du qonaxên sereke yên çerxa xaneyê heye, a yekem Înterfaz , a duyem jî Qonaxa M-ye. Bi mîkroskoba ronakî, dabeşbûna kromozom û sîtoplazmayê di qonaxa M-yê da bi hesanî tên dîtin. Dema xane di bin mîkroskobê de tê lekolînkirin, eger ev dem tu nîşanên dabeşbûna xaneyê xuya nebe, xane di qonaxa înterfazê da ye.
Wateya ‘inter’ navber e. Ango navbera du Qonaxên M-yê. Di qonaxa interfazê de xane xwe amade dike ji bo dabeşbûna mîtozî an jî ya miyozî .
Li dawiya qonaxa mîtozî, du xaneyên keç çêdibin. Xaneyên keç dikevin qonaxa înterfazê. %90ê jiyana xanêyê di qonaxa înterfazê de derbas dibe. Xane di qonaxa înterfazê de geşe dibe û digihîje qebareya xwe ya asayî. Xane ji bo geşebûnê, ARN, endamok û proteînan çêdike.
Di înterfazê de xane karê xwe yê asayî dike. Wekî mînak xaneyek gedeyê dibe ko di dema întefazê de ji bo herisa proteînan enzîm der bide, an jî dibe ko xaneyek pankreasê insulîn berhem bike.
Înterfaz sê jêrqonax lixwe digire, Qonaxa G1, S, G2 . Tîpa G ji terma Gap’e tê. Ji bo navberdana reaksiyon an jî bûyerek domdar di înglîzîde li gel peyva “interval” peyva “gap” jî tê bi kar anîn . Ango wateya G1 , navbera1 e.
Qonaxên G1 û G2, bi navberê ji bo geşebûna xaneyê dem dabîn dikin. Herwisa qonaxên G1 û G2 derfet didin xaneyê ko xane çavderiya hawirdora navxweyî û derveyî bike. Bi vî awayî xane piştrast dike ko ji bo dabeşbûnê rewş guncav e.
Qonaxa G1
Di jiyana xaneyê de dema ji kotahiya mîtozê heta destpêka qonaxa S-yê, wekî qonaxa G1 tê navkirin. Ev qonax wekî qonaxa yekem a girbûnê jî tê navkirin. Bi peyva “qonaxa G1” tê diyarkirin ko bi vî qonaxê, navbera sîtokînez û duhendebûna ADNyê tê tijîkirin.
Di dawiya qonaxa sîtokînezê de du xaneyên nû çêdibe, ev herdu xaneyên piçûk, di qonaxa G1ê de tên hesibandin. Bi dirêjiya Qonaxa G1ê, endamokên nû tên çêkirin, hejmara endamokan zêde dibe, mêjera madeyên endami(organîk) û neendamî (înorganîk) yên di nav sîtoplazmayê zêde dibe. Bi vî awayî xane gir dibe. Xaneyên lixwe sentrozom digirin, sentrozoma xwe duhende dikin.
Qonaxa G1 bi du awayên gengaz dawî dibe. An xane derbasî qonaxa S-yê dibe û çerxa xaneyê didome, an jî xane ji çerxa xaneyê der dikeve û dikeve qonaxa G0ê.
Qonaxa G0
Piraniya xaneyên laşê mirov di qonaxa G0ê de ne. Evan xaneyan bi eslê xwe zindî ne û hemû reaksiyonên metabolî yê pêwist pêk tînin.Xaneyên di qonaxa G0ê wekî xaneyan bêdeng û rawestî tên pejîrandin, loma ji bo qonaxa van xaneyan bêjeya ‘qonaxa G0 (G sifir) tê bikaranîn. Masûlkexane û demarexane dabeş nabin, loma hertim di qonaxa G0ê de dimînin. Lê hin caran jî hin xaneyên laş piştî çendin rojan, hefteyan an jî salan ji qonaxa G0ê derdikevin û amadekariyên dabeşbûnê dikin. Wekî mînak, xaneyên kezebê di hin şert û mercan de Qonaxa G0ê diterikînin û derbasî qonaxa S-yê dibin.
Qonaxa S
Her xaneyek laşê mirov 46 heb kromatîn lixwe digire. Kromatîn ji ADN û proteînên hîston pêk tê. Ji bo duhendebûnê, ADNya li ser hîston pêçayî, xwe vedike û ji hîston cihê dibe. Duhendebûna ADN û çêkirina hîston di vî qonaxê de rû dide. Ji ber ko hemû ADN yên kromatîdan xwe duhende dikin, mêjera ADN Zêde dibe, û hejmara kromatîdan dibe du qat. Di xaneyên mirov de, di dawiya qonaxa S-yê, 46 kromozomên ko her yekê wan ji du kromatîdên xwîşk pêk tê, çêdibin. Duhendebûna sentrozomê jî di vê qonaxê de rû dide.
Qonaxa G2
Xaneya bi têra xwe gir bûye û ADN yên xwe duhende kiriyê, wê dabeş bibe. Divê pêşî ji bo dabeşbûnê hin amadehiyên din jî bên kirin. Di vî jêrqonaxê de xane çavderiya ADN yê dike, eger ADN bi awayek rast duhende nebû be, divê çewtiyên ADN yê bêne sererastkirin. Di qonaxa G2 de xanê hê bi leztir gir dibe û hin proteîn, endamok û enzîman çêdike. Wekî mînak berhemkirina proteîna tubulîn zêde dibe ko di qonaxa mîtozî de çêkirina mîkrotubulan rû bide.
*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.