Celadet Alî Bedîrxan

Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)
Showing posts with label guhaztin. Show all posts
Showing posts with label guhaztin. Show all posts

2025/11/09

Şaneya darik

 

ere nagîvasyonê

Here lêgerînê
Av û xurek bi şaneya lûleyî ve tên veguhaztin

Şaneya darikdarik an jî ksîlem (bi înglîzî: xylem) şaneya lûleyî ya riwekan e bo guhaztina av û mîneralan ji regê ber bi hemû beşên riwekê.[1].

Di yewnanîya kewn de ji bo dep (text) peyva “xylon” (ξύλον) dihat bikaranîn. Şaneya ksîlemê navê xwe ji wir girtiye.

Sîstema lûleyî ya riwekan ji ya ajalan gellek cuda ye. Wekî mînak, di laşê mirov de, av û xurekemade ji rûviyan tên mijîn û tevlê plazmaya xwînê ya nav lûleyan dibin. Av û xurekemade di nav xwînê de bi şêweyî çerxî tên guhaztin. Xwîn ji aliyê dil ve tê pompekirin û bi navbeynkariya lûleyên xwînê av û xurekemade digihîjin hemû şaneyên laş. Paşê xwîn û xurekemadeyên mayî di nav lûleyên xwînê de vedigerîn dil û cardin tên pompekirin. Ango av û xurekemade di nav lûleyan de ji dil derdikevin, li her beşên laş digerin û dîsa dizîvirin dil.

Sîstema lûleyî ya riwekan bi şêweyî çerxî nîn e û herwisa av û xurekemadeyên endamî jî ji hev cuda, di sîstema lûleyên cuda de tên veguhaztin. Av û mîneral di şaneya darik de, xurekên endamî jî di şaneya niyan de tên guhaztin. Av û mîneral ji aliyê xaneyên reg ve tên mijîn û tên guhaztin bo lûleyên darik (bi înglîzî: vessels). Av û mîneral (xwê) di nav lûleya darik de, bi yek arasteyî ber bi qed û pelan ve tên guhaztin. Av di stomayên pelê de bi hilmbûnê, ji riwekê tê avêtin, mîneral ji aliyên xaneyên derdora lûleyan ve tên mijîn û ji bo zîndeçalakiyên xaneyê tên bikaranîn.[2] Şaneya darik de arasteya veguhaztinê ji reg ber bi pelan e.

Di riwekên tovdapoşrav (riwekên kulîlkdar) de şaneya darik ji çar cor xaneyan pêk tê: borrîke (bi înglîzî: tracheids), yekeyên lûleyî (bi înglîzî: vessel elements), parenkîmaya darik (bi înglîzî: xylem parenchyma) û rîşlên darik (xylem fibers). Ji van xaneyan, borrîke û yekeyên lûleyî ji bo guhaztina av û xwêyan kar dikin.[3]

Borrîke û yekeyên lûleyî, xaneyên guhêzer ên şaneya lûleyî ne. Ev herdu cor xane jî xaneyên mirî ne, di van xaneyan de endamoksîtoplazma û parzûna xaneyê tune, tenê dîwarê xaneyê heye. Ji ber ko hundirê xaneyê vala ye û xane zirav û dirêj in, ev herdu cor xane jî dişibin borriyê.

Di borrîke û yekeya lûleyî de li gel diwarê xaneyê yê seretayî, dîwarê xaneyê yê duyem jî heye. Dîwarên xaneyê ligînîn lixwe digirin. Hebûna ligînînê herika avê ya nav xaneyan hêsantir dike.[4] Lîgînîn dîwarê xaneyê zexm dike û qayimiya xaneyê zêde dibe. Lîgînînbûna şanaya lûleyî, rê li ber riwekê vedike ko hê pirtir geşe bibe û dirêj bibe. Bi hebûna ligînînê, qed û qurmên riwekan bi têra xwe zexm dibin û li dij hêza rakêşiyê palpiştiya riwekê dikin. Her ko riwek dirêj dibin, ji siya riwekên din difilitin û ji bo karlêkên fotosentezê ji tîrojên rojê hê pirtir sûd werdigirin.[5]

Borrîke

Xaneya borrîke zirav û dirêj e, herdu seriyên xaneyê pîçek tûj in û girtî ne.Borrîke dîwarê xaneyê yê duyem ê bi ligînîn lixwe digire, dîwarê xaneyê gellek stûr e. Tîreya borrîkeyan bi qasî 10 heta 15 μm, dirêjiya wan jî bi qasî 50–100 μm ye.[6]Borrîke ji borrîkeya jêrê xwe avê digire û diguhazîne borrîkeya jorê xwe. Ango di riwekê de komên borrîkeyan hene. Hin borrîke li kêleka hev dirêj dibin, stuyê hin borîkeyan jî li ser stuyê borrîkeyek din de dirêj dibe.[2] Di dîwarê borrîkeyan de kun hene û wekî qulik (bi înglîzî: pit) tên navkirin. Di beşa qulik de diwarê xaneyê yê duyem tune. Av di nav dîwarê seretayî yê borrîkeyek de, bi navbeynkariya qulikan, ber bi borrîkeya li kêlaka wê diherike.[6]

Qulikên borrîkeyê li hember qulikên borrîkeya cîrana xwe de cih digirin. Qulikên herdu borîkeyan wekî cota qulikan (bi înglîzî: pit pairs) tê navkirin. Gava av di cota qulikan de diherike, di nav du diwarên xaneyê yên seretayî de derbas dibe.‌[4]

f: xaneya rîşalw.p: parenkîmaya darik tr: borrîke p.v: lûleya darik sp: beşek ji lûlpêça lûleya darik

Herî kêm 420 mîlyon sal e ko hemû riwekên lûleyî borrîke lixwe digirin. Lûleyên darik ji borrîkeyan gellek paşê hatine peresîn û hema di hemû riwekên tovdapoşrav de cih digirin.Di riwekên kulîlkdar de borrîke bi gelemperî di lûleyên zirav ên pelan de cih digirin. Hema bigire hemû riwekên tovrût û hin riwekên lûleyî yên bêtov de şaneya darik tenê borrîke lixwe digirin.Ango piraniya riwekên tovrût û hemû riwekên lûleyî yên bêtov, lûleyên darik lixwe nagirin.[7]

Yekeya lûleyî

Borrîkeyan kurtir û stûrtir in, dîwarê xaneyên wan teniktir in.[4] Li aliyê tenîştî yên yekeyên lûlelî de kun hene, av bi navbeynkariya kunan, di navbera yekeyan de, bi berwarî jî tê guhaztin. Gellek yekeyên lûleyî li dû hev rêz dibin, stûnên vala yên bi şêweyî borrî peyda dibin. Her stûnek wekî lûleya darik (bi înglîzî: vessel) tê navkirin. Dibe ko tîreya lûleyek darik bi qasî 0.7 mîlîmetre be.‌[8]

Gava yekeyên lûleyî li ser hev rêz dibin, di beşa jêr û jor xaneyên rêzê de dîwarê xaneyê yê seretayî û yê duyem dihele (hildiweşe) û kunkunî dibe. Kunkunîbûna (bi înglîzî: perforation) xaneyan ji qulikên borrîkeyan cuda ye. Di qulikên borrîkeyan de dîwarê duyem dihele lê yê seretayî dimîne. Bi kunkunîbûnê, herika avê ji yekeyek lûleyî ber bi yekeya din, hêsantir dibe.Di navbera yekeyên lûleyî yên li kêleka hev de cotên qulikê hene û dişibin cotên qulikên borrîkeyan. Ava ji yekeya lûleyî, di cotên qulîkan de di nav dîwarê xaneyê yên seretayî de derbasî yekeya lûleyî ya cîran dibe

Hemû riwekên lûleyî, borrîke lixwe digirin, lê lûleya darik bi gelemperî tenê di pêkhateya riwekên tovdapoşrav de cih digire. Ango piraniya riwekên tovrût û hemû riwekên lûleyî yên bêtov, lûleyên darik lixwe nagirin.[7]

Xaneyên parenkîma xurekemadeyan embar dikin û di riwekê de guhaztina berwarî ya av û xwêyan dabîn dikin. Rîşalên darik jî palpiştiya riwekê dikin.[7]

Bi debaşbûna merîstema lûtkeyî ya di reg û qedê de, şaneya darik a seretayî jî peyda dibe. Di riwekên dulep (bi înglîzî: dicotyledon) û riwekên tovrût de di navbera şaneya niyan û darik de merîstema teniştî ya bi navê kambiyuma lûleyî (bi înglîzî: vascular cambium) cih digire. Kambiyuma lûleyî bi dabeşbûnê, darik û niyanên duyem çêdike. Bi dabeşbûna kambiyuma lûleyî, tîreya reg û qedê riwekê zêde dibe.[9]

Di riwekên pirsalî (darî) de piraniya qebareya reg û qedê ji şaneya darik a duyem pêk tê. Darika duyem bi geşeya duyem ji aliyê kambiyuma lûleyî ve tê çêkirin. Xeleka darika duyem, darika seretayî dipêçîne. Bi çêbûna darika duyem, darika seretayî ber bi navî ve tê paldan. Darika seretayî ji ber paldana darika duyem, pehn dibe, û êdî nikare av biguhazîne. Her ko darikên nû tên çêkirin, darikên kevn hê pirtir tên guvaştin. Darikên kevn di reg û qedê riwekê de mîna peyker kar dikin û palpiştiya riwekê dikin. Di riwekên pirsalî de, di qurm (bi înglîzî: trunk) û guliyên stûr de tenê darika duyem a li aliyê derve çalak e û wekî darika nerm (bi înglîzî: sapwood) tê navkirin. Beşa navî ya qurm û guliyan ji darikên mirî pêk tê, pêkhateyek qayîm e û wekî darika pîtew (bi înglîzî: heartwood) tê navkirin. Dep (texte) ko di pîşesaziyê de ji bo çêkirina kelûpelên darîn tên bikaranîn, ji darika pîtew tê bidestxistin.

Girêdanên derve

Çavkanî

tex

  1. ^ Petruzzello, Melissa. "xylem". Encyclopedia Britannica, 1 Mar. 2025, [1] Accessed 5 November 2025
  2. Jump up to:a b SMauseph. (1998). Botany An Introduction To Plant Biology. Jones & Bartlett Pub
  3. ^ Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  4. Jump up to:a b c Taiz, L. and Zeiger, E. (2002) Plant Physiology. 3rd edn. Sinauer Associates.
  5. ^ Reece, Jane B. Campbell Biology : Jane B. Reece ... [et Al.]. 9th ed., Boston, Ma, Benjamin Cummings, 2011.
  6. Jump up to:a b Bhatla, S.C. and A. Lal, M. (2019) Plant Physiology, development and metabolism Satish C Bhatla, Manju A. Lal. Singapore: Springer
  7. Jump up to:a b c Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  8. ^ Taiz, L. et al. (2022) Plant physiology and development. 7Th ed.Sunderland, MA, New York, NY: Sinauer Associates ; Oxford Univeristy Press ISBN 9780197614235
  9. ^ Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.

2025/10/31

Şaneya lûleyî

Here nagîvasyonê

Here lêgerînê


Şaneya lûleyî (bi înglîzî: vascular tissueşaneyek aloz e, ji çendan cor xaneyan pêk tê, di riwekên lûleyî de ji bo veguhaztina av û xurekemadeyan kar dike û palpiştî dide riwekê.

Şaneya lûleyî ji gurzên lûleyî (bi înglîzî: vascular bundles) pêk tê. Gurzên lûleyî şaneya darik û şaneya niyan lixwe digirin û her gurzek ji hev cuda wekî mîna gurzê deziyan di nav şaneya lûleyî de dirêj dibin. [1]

Taybetmendî

Di panîbirgeha bistîka kerefsê de gurzên lûleyan ko niyan û darik lixwe digirin.

Rêzbûna gurzên lûleyî di qedên riwekên dulep de bi şêweyî bazineyî ye. Di qedên riwekên yeklep de gurzên lûleyî di nav şaneya binçîne de bi şêweyî bêrêz belavbûyî ne.[2]

Di hemû riwekên lûleyî de şaneya lûleyî heye. Di riwekên giyayî de şaneya lûleyî ji şaneya lûleyî ya seretayî pêk tê. Di riwekên darî (pirsalî) de li dewsa şaneya lûleyî ya seretayî di reg û qedên riwekê de, bi geşeya duyem şaneya lûleyî ya duyem çêdibe.[3]

Merîstema lûtkeyî ji prokambiyumê, şaneya lûleyî ya seretayî dide çêkirin. Şaneya lûleyî ya duyem ji aliyê kambiyuma lûleyî ya merîstema teniştî ve tê çêkirin.[4]

Hemû şaneyên lûleyî yên di nav riwekek diyarkirî, bi hev re sîstema şaneyên lûleyî (bi înglîzî: vascular tissue system) yên wê riwekê pêk tînin.

Niyan (bi înglîzî: phloem) û darik (bi înglîzî: xylem) du şaneyên serekî yên sîstema şaneya lûleyî ne. Av û xurekemadeyan di nav van herdu şaneyan de tên guhaztin. Herwiha du merîstemên teniştî jî bi şaneya lûleyî ve di têkilîyêde ne: kambiyuma lûleyî û kambiyuma tepedorî.

Şanaya darik

Rêzbûna gurzên lûleyî di qedên riwekên dulep de bi şêweyî bazineyî ye. Di qedên riwekên yeklep de gurzên lûleyî di nav şaneya binçîne de bi şêweyî bêrêz belavbûyî ne

Şaneya darik an jî bi kurtî darik, av û xwêyan ji regê ber bi hemû beşên riwekê ve diguhazîne. Arasteya veguhaztinê ji reg ber bi pelan e.

Di riwekên tovdapoşrav (riwekên kûlîlkdar) de şaneya darik ji çar cor xaneyan pêk tê: borrîke (bi înglîzî: tracheids), yekeyên lûleyî (bi înglîzî: vessel elements), parenkîmaya darik (bi înglîzî: xylem parenchyma) û rîşlên darik (xylem fibers). Ji van xaneyan, borrîke û yekeyên lûleyî xaneyên mirî ne, tenê ji diwarê xaneyê pêk tên û hundirê xaneyan vala ye. Di van herdu cor xaneyan de jî diwarê xaneyê yê duyem heye û ligînîn lixwe digirin û ji bo guhaztina av û xwêyan kar dikin.[4]

Xaneyên parenkîma xurekemadeyan embar dikin û di riwekê de guhaztina berwarî ya av û xwêyan dabîn dikin. Rîşalên darik jî palpiştiya riwekê dikin.[5]

Borrîke xaneyek dirêj a sklerenkîmayê ye û dîwarê xaneyê yê duyem ê bi ligînîn lixwe digire, dîwarê xaneyê gellek stûr e. Di dîwarê borrîkeyan de kun hene û wekî qulik (bi înglîzî: pit) tên navkirin. Di beşa qulik de diwarê xaneyê yê duyem tune. Av ji borrîkeyek bi navbeynkariya qulikan tê guhaztin bo borrîkeyek din.

Yekeyên lûleyî ji borrîkeyan kurtir û stûrtir in, dîwarê xaneyên wan teniktir in. Li aliyê tenîşta yekeyên lûlelî de kun hene, av bi navbeynkariya kunan, di navbera yekeyan de, bi berwarî jî tê guhaztin. Gellek yekeyên lûleyî li dû hev rêz dibin, ji loda yekeyan, lûleya darik (bi înglîzî: vessel) peyda dibe Lûleya darik dişibe borrîyê. Hemû riwekên lûleyî, borrîke lixwe digirin, lê lûleya darik bi gelemperî tenê di pêkhateya riwekên tovdapoşrav de cih digire. Ango piraniya riwekên tovrût û hemû riwekên lûleyî yên bêtov, lûleyên darik lixwe nagirin.[5]

Şaneya niyan

Şaneya niyan an jî bi kurtî niyan, madeyên endamî yên wekî şekir, asîdên amînîproteînhormonARN û hin mîneralan di nav avê de diguhazîne.[3]Guhaztina madeyan ji pelan ber bi qed û regê, an jî ji regê ber bi qed û pelan ve ye. Ango guhaztina madeyan cot arasteyî ye.

Di riwekên tovdapoşrav de şaneya niyan ji çar cor xaneyan pêk tê: yekeya lûleya bêjîngî, hevalexane, parenkîmaya niyan û rîşalên niyan.

Yekeyên lûleya bêjîngî (bi înglîzî: sieve tube elements) corek xaneyan in ko kar dikin bo guhaztina madeyên endamî bo tevahiya riwekê.[6] Yekeyên lûleya bêjîngî zindî ne, lê di yên pêgihîştî de piraniya endamokên xaneyê yên wekî navikmîtokondrî û rîbozom hildiweşin an jî piçûktir û kêmtir dibin.[5]

Di riwekên tovdapoşrav de yekeyên lûleya bêjingî li li pêy hev rêz dibin û lûleya bêjîngî (bi înglîzî: sieve tube) ya dirêj peyda dibe.[5]Di navbera dîwarê xaneyê yên xaneyên cîran de lewheya kunkunî pêyda dibe, ji vê pêkhateyê re tê gotin lewheya bêjingî (bi înglîzî: sieve plate). Bi navbeynkariya kunên li ser lewheya bêjîngî, ji yekeya lûleyî sîtoplazma dirêjê yekeya lûleyî ya din dibe.

Di riwekên tovrût û riwekên bêtov ên wekî serxesan de li dewsa lûleya bêjîngî, rêzên xaneyên bêjîngî hene û karên lûleya bêjîngî dikin.[7]

Di kêleka xaneyên lûleya bêjîngî de hevalexane (bi înglîzî: companion cells)hene. Hevalexane bo karlêkên metabolî destek didin xaneyên lûleya bêjîngî.

Rîşalên şaneya niyan bi eslê xwe xaneyên sklerenkîma ne. Dîwarê xaneyên wan stûr û zexm e. Dirêjiya rîşalên niyanê dibe ko 20 heta 50 milîmetre bin.[3] Rîşalên nîyanî palpiştî didin riwekê.

Di riwekên dulep (bi înglîzî: dicotyledon) û riwekên tovrût de di navbera şaneya niyan û darik de merîstema teniştî ya bi navê kambiyuma lûleyî (bi înglîzî: vascular cambium) cih digire. Kambiyuma lûleyî bi dabeşbûnê, darik û niyanên duyem çêdike. Bi dabeşbûna kambiyuma lûleyî, tîreya reg û qedê riwekê zêde dibe.[8]

Girêdanên derve

Çavkanî

  1. ^ Zimmermann, Martin Huldrych, Stevenson, Dennis William, Berry, Paul E., Stevens, Peter, Cronquist, Arthur, Dilcher, David L.. "angiosperm". Encyclopedia Britannica, 26 Sep. 2025, [1]Accessed 28 October 2025.
  2. ^ Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  3. Jump up to:a b c Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
  4. Jump up to:a b Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  5. Jump up to:a b c d Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  6. ^ Raven, Peter H.; Evert, R.F.; Eichhorn, S.E. (1992). Biology of Plants. New York, NY, U.S.A.: Worth Publishers. p. 791. ISBN .
  7. ^ The Editors of Encyclopaedia Britannica. "sieve element". Encyclopedia Britannica, 2 Feb. 2022, [2] Accessed 31 October 2025.
  8. ^ Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.