Celadet Alî Bedîrxan

Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)
Showing posts with label mîzerê. Show all posts
Showing posts with label mîzerê. Show all posts

2022/05/18

Mîzerê




Mîzerê (bi înglîzî: urethra) cogek masûlkî ye ji bo deravêtina mîza mîzadankê ber bi derveyî laş
Bi mîzkirinê, mîz ji mîzdankê tê berdan û di mîzerêyê de ber bi derveyî laş diherrike.
Ji xeynî mîzerê erk û pêkhateya hemû endamên koendama mîzê di laşê mirovan de heman e. Ango di erk û pekhateya gurçik, nefron, borrîmîz û mîzdank a nêr û mêyan tu cudahî tune. Lê erk û pêkhateya mîzerêya mê û nêran ne yek e.
Taybetmendiyek hevbeş a mîzerêyên mê û nêran, hebûna guşeran e. Du guşerên masûlkî mîzerê dorpêç dikin. Guşera jorîn ji lûsemasûlkeyan pêk tê û wekî guşera navî ya mîzerê (bi înglîzî: internal urinary sphincter) tê navkirin. Guşere jêrîn ji peykeremasûlkeyan pêk tê û wekî guşere derve ya mîzerê (bi înglîzî: external urinary sphincter) tê navkirin. Bi çalakiya van herdu guşeran, mîzkirin tê rêkxistin.
--Mîzerêya mêyan--
Dirêjiya mîzerêya mêyan kurt e, bi qasî 4 cm û tîreya wê 6 mm ye. Mîzerê ji stûyê mîzdankê dest pê dike, li jorê devê zêyê, li bin gilikê (bi latînî: clitoris) de li devê mîzerê de bi dawî dibe. Devê mîzerê, di bin kontrola guşera derve ya mîzerê de ye. Ji ber kurtiya mîzerê, egera tûşbûna nexweşiyên mîzdankê û coga mîzê di nav mêyan de zêdetir e.
Dîwarê mîzerêya mêyan ji du çînan pêk tê: aliyê derve çîna masûlkî, aliyê navî lînceperde.
Çîna masûlkî du qatî ye. Qata navî ji lûsemasûlkeyan, qata derve jî ji peykeremasûlkeyan pêk tê. Lûsemasûlkeyên mîzerê ji aliyê demarekoendama xweyî ve tên kontrolkirin. Guşera derve ya mîzerê ji peykeremasûlkeyan pêk tê û bi awayekî xwewîst (bi inglîzî: voluntary) tên kontrolkirin. Navpoşê beşa nezikî (bi înglîzî: proximal part) ya mîzerê ji rûkeşeşanaya guherbar, navpoşê beşa dûrî (bi înglîzî: distal part) jî ji rûkeşeşaneya fireçînî (bi înglîzî: stratified epithelium) pêk tê.
--Mîzerêya nêran--
Di laşê nêran de du erkên mîzerê heyê, avêtina mîzê û avêtina tovavê.Ango mîzerê bi eslê xwe cogek hevpar e ji bo herrika mîz û tovavê. Lê tu car mîz û tovav di heman demê de di nav mîzerêyê de derbas nabin. Di nêran de mîzerê hê dirêjtir e û di nav çûk de dirêjê derveyî laş dibe. Dirêjiya mîzerêya nêran bi qasî 20 cm e. Mîzerê ji mîzdankê dirêjê nav rijênê prostat dibe, paşê di nav çûk de ber bi derve dirêj dibe.
Sê beşên serkî yê mîzerêya nêran heye; mîzerêya prostatî(bi înglîzî: prostatic urethra), mîzerêya perdeyî (bi înglîzî: membranous urethra) û mîzerêya îsfencî (bi înglîzî: spongy urethra)
mîzerêya prostatî 3 heta 4 cm dirêj e û firehbar e. Ji mîzdankê der dikeve û di nav prostatê de dirêj dibe. Navpoşê mîzerêya prostatî lînceperdeye û ji rûkeşeşaneya guherbar pêk. Du gurzên lûsesmasûlke lînceperdeyê dipêçe. Gurza navî ji lûsemasûlkeyên dirêjkî, gurza derve ji lûsemasûlkeyên bazinî pêk tê. Herwisa guşere navî ya mîzerê ya devê mîzdankê jî ji lûsemasûlkeyên bazinî pêk tê. Hin caran xaneyên rijênê prostat bi dabeşbûnê zêde dibin, prostat gir dibe û diwerime, prostata girbûyî mîzerêya prostatî dişidîne, loma herrika mîzê di nav mîzerê de hêdî dibe.
Mîzerêya perdeyî, beşa herî kurt a mîzerê ye û firehbariya wê pir hindik e. Mîzerêya perdeyî ji aliyê jêrê prostatê ber bi navpençika mîzûzaûzê (bi înglîzî:urogenital diaphragm) dirêj dibe. Rîşalên peykeremasûlke mîzerêya perdeyî dorpeç dike, bi vî awayê guşera derve ya mîzerê peyda dibe. Navpoşê mîzerêya perdeyî bi gelemperî ji rûkeşeşaneya stûnî ya fireçînî (stratified columnar epithelium) an jî rûkeşeşaneya stûnî ya zirfireçînî (pseudostratified columnar epithelium) pêk tê.
Mîzerêya îsfencî beşa herî dirêj a mîzerê ye. Dirêjiya wê bi qasî 15 cm e. Ev beşa mîzerê ji aliyê şaneya repker a bi navê tenê îsfencî ve pêçayî ye. Navpoşê beşa nêzikî ya mîzerêya îsfencî bi rûkeşeşaneya stûnî ya zirfireçînî hatiye dapoşkirin. Navpoşê beşa dûrî jî bi rûkşeşeşaneya pehn a fireçînî (stratified squamous epithelium) dapoşî ye.
*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin







2022/05/08

Mîzdank

 

Mîzdank an jî kîsikê mîzê (bi înglîzî: urinary bladder) yek ji endamê koendama mîzê ye ko ji borrîmîzan, mîz werdigre û ji bo demek kin embar dike.
Karê serekî yê mîzdankê embarkirina mîzê ye. Mizdank endamek firehbar û masûlkî ya bi şêweyî tûrik e. Gava vala ye, mîzdank dişibe pîramîdek serberjêr, lê dema bi mîzê tijî dibe, aliyê jorê diwerime û mîzdank bi şeweyê hêlkeyî xuya dibe. Mîzdank di hewzekelênê de cih digire. Qebareya mîzdanka vala bi qasî gûzek e, lê mîzdank dikare fireh bibe û bi qasî 800 mL mîz embar bike. Mîzdanka mêyan ji ya nêran kêmtir mîz embar dike.
--Anatomiya mîzdankê--
Mîzdank ji du beşên serekî pêk tê: laş û stû.
Laş beşa tûrikî ya herî mezin a mîzdankê ye, mîz li wir tê embarkirin.
Stû bi şeweyî kovikî (bi înglîzî: funnel-shaped) ye li aliyê jêrê mîzdankê, ji pêşiya mîzdankê dirêj dibe, mîzdankê bi mîzerê ve girê dide. Stûyê mîzadankê 2-3 cm dirêj e. Di stûyê mîzdankê de lûsemasûlkeyên taybet, guşera navî ya mîzerê(bi înglîzî: internal urethral sphincter ) pêk tînin. Di rewşa asayî de masûlkeyên guşera navî, rê nadin mîz biherrike nav stûyê mîzdankê û mîzerê, ta ko pestoya mîza nav mîzdankê bi têra xwe zêde bibe û bigihîje asta derazînkê.
Ji stûyê mîzdankê wêde, mîzerê di nav navpençika mîzûzaûzê (bi înglîzî: urogenital diaphragm) de derbas dibe. Navpençik guşera derve ya mîzdankê lixwe digire. Guşera derve ji çînek peykeremasûlkeyên bazinî pêk tê. Çalakiya masûlkeyên guşera derve di bin kontrola koendama demarê de bi awayek xwewîst (bi înglîzî: voluntary) rû dide. Ji ber vê taybetmendiya guşera derve, gava mîza mirov tê, mirov dîsa jî dikare mîzkirinê ji bo demek bi paş bixe û neçe destavê.

Qebareya mîzdanka mirovek piştî temenê pêgihîştinê bi qasî 500 heta 600 mL (mîlîlître) ye.
Li rûyê paş ê mîzdankê, li beşa jorê stûyê mîzdankê de sêgoşeyek piçûk heye û wekî trîgon (bi frensî: trigone) tê navkirin. Di serê jêrîn a trîgonê de stûyê mîzdankê bi mîzerê ve girêdayî ye. Herdu borrîmîz di goşeyên jorîn a trîgonê de bi mîzdankê ve girêdayî ne. Ango her goşeyek trîgonê kunek lixwe digire. Rûyê navpoşê mîzdankê di beşa trîgonê de lûs e.
--Pêkhateya mîzdankê--
Dîwarê mîzdankê ji çar çînan pêk tê: 1.Linceperde, 2.Jêrelînceperde, 3.Çîna masûlkî û 4.Betan.
Navpoşê mîzdankê ji perdeya lîncê (bi înglîzî:mucus membrane- mucosa) pêk tê û rûkeşeşaneya guherbar (bi înglîzî: transitional epithelium) lixwe digire. Dema mîzdank vala ye, rûkeşexaneyên rûkeşeşaneyê bi şêweyê stûnî (bi înglîzî: columnar epithelium) ne, lê gava mîzdank bi mîzê tijî dibe û diwerime şeweya rûkeşexaneyên stûnî diguhere bo rûkeşexaneyên pehn (bi înglîzî: squamous epithelium).
Xaneyên rûkeşeşaneya guherbar, firehbûna mîzdankê hêsantir dikin. Di mîzdanka vala de rûyê lînceperde qurmiçî ye.
Li ser lînceperdeyê, çîna jêrelînceperde (bi înglîzî:submucosa) cih digire. Jêrelînceperde ji bestereşaneya tund a bêrêz (bi înglîzî: dense irregular connective tissue) pêk tê û destek dide dîwarê mîzdankê.
Çîna masûlkî ji sê çînên lûsemasûlkeyan pêk tê. Lûsemasûlkeyên mîzdankê wekî masûlkeyên detrusor (detrusor muscles) tên navkirin. Di zimanê latînê de ji bo thenkirina ber bi jêr, peyva “detrus” tê bikaranîn. Ango masûlkeyên detrusor mîzê ber bi jêr ve tehn didin û mîzdankê vala dikin.
Betan, çîna derve ya mîzdankê ye. Ne hemû lê tenê rûyê jorîn a mîzdankê bi çîna betan dapoşî ye. Betan ji bestreşaneya sist pêk tê, lûleyên xwînê, lûleyên lîmfê û demar lixwe digire.
--Mîzkirin--
Plazmaya xwînê hertim tê parzûnkirin û wekî mîz bi navbeynkariya borrîmîzan, ber bi mîzdankê ve tê guhaztin. Mîz di mîzdankê de berhev dibe.Valakirina mîzdanka tijî, wekî mîzkirin (bi înglîzî: micturition-urination) tê navkirin.
Mîzkirin bi du gavên serekî rû dide. Gava yekem hêdî bi hêdî tijîbûna mîzdankê ye. Her ko mîzdank bi mîzê tijî dibe, diwerime û qebaraya wê zêde dibe. Werimiya mîzdankê dibe sedema vekêşina masûlkeyên li dîwarê mîzdankê. Heke hêza vekêşinê ji asta derazinkê (bi înglîzî: threshold level) ya masûlkeyan bilindtir bibe, gava duyem a mîzkirinê dest pê dike.
Gava duyem refleksa demarî ye û wekî refleksa mîzkirinê (bi înglîzî: micturition reflex) tê navkirin. Bi gelemperî di laşê mirov de refleks bertekên bêhemdê mirov in û ji aliyê dirkepetik an jî ji aliyê lakêşemox (bi latînî: medulla oblongata) ve tên kontrolkirin. Herwisa navendên li tûkilê mejî an jî li qedê demax bi rêgirtin an jî hêsankirina mîzkirinê, bandor li ser refleksa mîzkirinê dikin. Ango hinek kontrola mirov li ser refleksa mîzkirinê heye.
Gava qebareya mîza nav mîzdankê li derdora 150 mL ye, hestê mîzkirinê li mirov peyda dibe, lê mirov dikare ji bo demek vê hestê paşguh bike û nehêle guşera derve ya mîzerê sist bibe, ango mîza xwe bigire. Her ko mîz di mîzdankê de berhev dibe û qebareya mîzdankê nêzîkî 300 heta 400 mL ye dibe, êdî kontrola mirov a li ser paşxistina mîzkirinê kêm dibe.
Heke mîzdanka tijî neyê valakirin, mîzdank pir diwerime, ji ber firehbûna mîzdankê li masûlkeyên dîwarê mîzdankê de vekêşin zêde dibe. Hêza vekêşinê ya li ser dîwarê mîzdankê, dibe ko bibe sedema qelîşbûna diwarê mîzdankê û xwînberbûn rû bide. Herwisa dibe ko bibe sedema çêbûna bîrînan (bi înglîzî:ulcerations) li ser dîwarê mîzdankê.
--Kontrola demarî ya mîzkirinê--
1. Gava mîzdank bi mîzê tijî dibe,wergirên vekêşinê (bi înglîzî: stretch receptors) yên li ser dîwarê mîzdankê sinyalên demarî dişînin dirkepetikê û refleksa mîzkirinê didin destpêkirin
2. Ji beşa parasîmpasawî ya demarekoendama xweyî, demareragihandin tên şandin bo masûlkeyên detrusor û guşera navî ya mîzerê.
3. Lûsemasûlkeyên guşera navî ya mîzerê xav (sist) dibin û masûlkeyên detrusor jî girj dibin.
4. Xwestina mîzkirinê ya mirov rê li ber demarên livînê digire ko sînyal neşînîn guşera derve ya mîzerê û guşera derve jî xav bibe.
5. Bi girjbûna masûlkeyên mîzdankê, qebareya mîzdankê kêm dibe, pestoya mîza nav mîzdankê zêde dibe û mîz ber bi mîzerê ve diherrike. Li gel masûlkeyên mîzdankê, masûlkeyên diwarê zik û masûlkeyên henaseyê jî bandor li ser valakirina mîzê dikin.
6. Ber bi dawiya valabûna mîzdankê, vekêşina li diwarê mîzdankê kêm dibe. Masûlkeyên detrusor xav dibin û demareragihandinên ji refleksa mîzkirinê tên sekinandin, herwisa masûlkeyên guşera navî jî girj dibin.
Refleksa mîzkirinê hê dema ji dayikbûnê de di laşê dergûşan de çalak e, lê her ko dergûş mezin dibe hînê kontrolkirina guşera derve ya mîzerê dibin. Zarok bi temenê 2-3 salî de êdî dikarin bi awayekî çalak kontrola mîzkirinê bikin.
*Ev xebat li ser wîkîpediyaay kurdî jî hat zêdekirin.




2021/12/31


    Zê an jî vajîna, borriyek masûlkîye di navbera stûyê malzarokê û devê zêyê de.
Di zimanê latînî de ji bo kalanê xençerê an jî kalanê şûrê, peyva “vāgīna “ (bi inglîzî: vagina) tê bikaranîn.
Zê endamek nav laşê mêyan e ji bo wergirtina spermên nêrê. Ango zê endama cotbûnê ye, spermên ji laşê nêr bi navbeynkariya çûkê li nav zêyê vala dibe û ji vir jî sperm ber bi malzarokê diçin. Li dawiya ducaniyê, dema zarokbûnê (zarokanînê) de dergûş ji malzarokê derbasê nav zêyê dibe û zayîna dergûşê rû dide. Loma zê wekî coga zayînê jî tê navkirin. Nêzikê devê zêyê de perdeya keçanî cih digire. Perdeya keçanî ya mirovên keçîn bi awayek qismî girtî ye, loma dema xwîndîtinê (mehik) de hêka nepîtandî û pêkhateyên ji diwarê hilweşayî yê malzarokê bi navbeynkariya zêyê di nav perdeya keçanî de tên avêtin
Zê di navbera mîzdank û tortorîkê de cih digire. Di laşê jinên temenê pêgihîştî de dirêjiya zêyê bi qasî 10 cm e. Masûlkeyên dîwarê zêyê firehbûn û şidandina coga zêyê rêk dixe. Coga zêyê bi perdeya lîncê dapoşî ye. Madeya linc rûyê zêyê diparêze û şêdar (şil) dike. Zê xwediyê rijênan nîn e, madeya linc ji malzarok û ji stûyê malzarokê tê derdan.
Diwarê coga zêyê ji sê çînan pêk tê. Çîna derve ji çîna bestereşaneyê, çîna naverast ji lûsemasûlkeyan, çîna navî ji rûkeşeşaneyê pêk te. Rûkeşeşane ji rûkeşexaneyên pahn ên firerêzî (bi înglîzî: stratified squamous epithelium )pêk tê.
Rûyê çîna navî qurmiçî ye. Qurmiçên zêyê temasa coga zêyê û çûk zexmtir dike, ev temas çûkê han dike. Qurmiçên zêyê û çîna masûlkî firehiya coga zêyê rêk dixin. Bi vî awayê dema cotbûnê, firehiya zêyê bi qasî stûriya çûk, dema zayînê jî bi qasî serê dergûşê tê firehkirin.
Di rewşa asayî de zêya mêya tendurist (saxlem), warê bakteriyên ji cinsê laktobasîlus(bi latînî: lactobacillus) e. Evana bakteriyên sûdbexşin ji bo mirov. Ji çalakiya van bakteriyan, asîda laktîk peyda dibe, ji ber hebûna asîdê pH a zêyê dadikeve derdora 4.9 and 3.5ê. Ev hawirdora asîdî rê li ber pirbûna bakterî û karokên ziyanbexş digire û mêyan ji hokarên nexweşiyê diparêze.
Asîdiya zêyê ji bo sperman xeteriyê, heke sperm rasterast valayê nav zêyê be, dibe ko hemû sperm di demak kurt de bimirin û pîtîna hêkê rû nede. Ji po parastina sperman, sperm di nav tovavê de tên berdan, tovav şileyek alkalî ye, pHa nav zêyê rêk dixe, asîdiya wê kêm dike û ji bo sperman hawirdorê guncav dike.
*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.





2021/12/12

Çûkê mirov

     

    Çûk, kîr, penîs an jî endamê zaûzê yê nêrînê (bi latînî: penis), endamê cotbûnê ye.

Çûk coga herî dawî ye bo derkirina sperm û mîzê. Ango du erkên sereke yê çûk heye; guhêztina sperman ber bi nav coga zaûzê ya mêyê û derkirina mîzê.

--Pêkhateya çûk--

Çûkê mirov ji du beşan pêk te; reg (bi înglîzî:root) û dox (bi inglîzî: shaft)
Regê çûk di nav laş de cih digire û çûkê bi hestiyên rûv ve girê dide. Beşa çûk a li derveyî laş de xuya dibe û dilive wekî dox tê navkirin. Hin caran li dewsa dox, ev beşa çûk wekî ten (bi inglîzî: body, corpus) jî tê navkirin. Doxê çûkê mirov li gel mîzerê, sê stûnên şaneyên repker ên îsfencî jî lixwe digire. Cotek şaneya repker li herdu aliyê doxê çûk de heta gopika çûk dirêj dibin. Evan pêkhateyan wekî kelêneten (bi latînî: corpora cavernosa / yekjimar :corpus covernosum ) tên navkirin. Li bin stûnên tenê kelenî(kelêneten), stûna tenê îsfencî (bi latînî: corpus spongiosum) dirêj dibe. Kelêneten li kotahiya doxê çûk te bi dawî dibe, lê tenê îsfencî heta gopika çûk dirêj dibe. Beşa mîzerêya nav çûk, bi tenê îsfencî dapoşrav e.
Kotahiya çûk wekî gopika çûk tê navkirin. Di gopikê de gellek demarekotahî cih digire, loma hestiyariya gopikê zêde ye.
Doxê çûk bi çerm dapoşrav e. Beşa çermê li ser gopika çûk,xwe li ser hev qat dike, bi vî awayê li ser gopika çûk de çêrmek livbar a ji duqatî peyda dibe. Ev çermê serê çûk wekî çermê sinetê tê navkirin. Cihû û misilman ji ber sedemên olî wê çermê jê dikin ev kar wekî xetenekirin an jî sinnetkirin tê navkirin.
Di şaneya repker de ji guherîna xwînber û xwînhêneran, valahiyên mîna şikeftên biçûk (kelên) peyda dibin. Gava xwestina seksê (şewhet) (bi înglîzî: sexual arousal ) li mirov zêde dibe, xwînberên çûkê fireh dibin, hê pirtir xwîn diherike nav xwînberan. Valahiyên şaneya repker bi xwîna ji xwînberan tijî dibe. Her ko xwîn diherrike nav şaneyê, pestoya xwîna nav şaneyan bilind dibe. Ji ber bilindbûna pestoyê, xwînhêner û xwînhênerokên ko xwînê ji çûk dûr dixin tên şidandin û girtin, ji ber zêdebûna xwîna nav şaneyên çûkê, qebareya çûk zêde dibe, çûk diwerime û rep dibe. Çûkê repbûyî dikare bi hêsanî bikeve nav zêyê û tovavê berde nav laşê mêyê. Piştê avêtinê an jî bi kêmbûna xwestina seksê dawî li repdariya çûk tê. Ji bo sistbûna çûk, xwînber teng dibin, herrika xwînê ya ber bi çûk kêm dibe, pestoya ser xwînberan dadikeve. Xwînberên di dema repbûnê de ji ber pestoya bilind hatîbûn girtin, bi kêmbûna pestoyê, ve dibin, xwîn bi navbeynkariya xwînberan ji şaneyên çûk dûr dikeve bi vî awayê çûk sist dibe û vedigere qebareya xwe ya asayî.
--Rekxistina repbûn û sistbûna çûk--
Repbûn û sistbûna çûk di bin kontrola demarekoendama xweyî de rû dide. Ji bo repbûnê gava yekem derdana nîtrojena monooksîd e.Nîtrojena monooksîd (NO), madeyek demareguhêzer e, ji aliyê demarên parasîmpasawî û xaneyên çîna endotelî ya kelênetenê ve tê derdan. Nîtrojena monooksîd hokara serekî ye bo xavbûna lûsemasûlkeyên xwînberên kelênetenê.
Dema xwestina seksê li mirov peyda dibe, nîtrojena monooksîd tê derdan. Nîtrojena monooksîd bi alîkariya enzîmek, berhemanîna guanozîna monofosfat a sîklîk (bi înglîzî: cyclic guanosine monophosphate ( cGMP)) hander dike. cGMP molekulek peyamber e, ji GTP (guanozîna sê fosfatî) tê berhemkirin. cGMF, bandor li cogên kalsiyumê yên li ser parzûna masûlkexaneyan dike. Cogên kalsiyumê tên girtin ji derve kalsiyum nayê nav masûlkexaneyan loma lûsemasûlkeyên li dîwarên xwînberên şaneya repker xav dibin. Bi xavbûna lûsemasûlkeyan, xwînber firehtir dibin hê pirtir xwîn tijî nav şaneya repker dibe. Di heman demê de xwînhêner teng dibin, nahêlin xwîn ji şaneyên çûk dûr bikeve, bi vî awayê repbûna çûk rû dide. Her ko di xaneyên lûsemasûlkeyan de asta cGMP bilind be, masûlke sist dimînin, herrika xwînê ya nav tenê kelênî didome, ango çûk repbûyî dimîne. Lê piştê avêtinê, divê çûkê repbûyî sist bibe û vegere qebareya xwe ya asayî. Di xaneyên lûsemasûlkeyên dîwarê xwînberê şaneya repker de hin enzîm ji bo helweşandina cGMP kar dikin. Navê van enzîmên hilweşîner, fosfodîesteraz e (phosphodiesterases(PDE)). Fosfodîesteraz (PDE) ne yek lê gelek cor in. Wekî mînak PDE1, PDE5, PDE9 hwd . Her ko PDE cGMPyê hildiweşîne, lûsemasûlkeyên li dîwarê xwînberan girj dibin, xwînber teng dibin, herrika xwînê ya ber bi şaneya repker a çûk kêm dibe, pestoya hawirdorê dadikeve. Bi kêmbûna pestoyê, xwînhêner ve dibin, xwîn ji şaneya repker dûr dikeve. Bi vî awayê qebareya şaneyên repker kêm dibe û çûk sist dibe.
--Têkçûna repbûnê--
Hin caran dibe ko di hin mîrovan de, ji ber hin sedeman repbûna çûk têk biçe an jî çûk bi têra xwe rep nebe. Bi gelemperî têkçûna repbûnê di temenê 50 salan şûn de peyda dibe.
Ji bo kesên bi pirsgirêka têkçûna repbûne (bi înglîzî: erectile dysfunction) hin derman tên bikaranîn. Viagra yek ji van dermanan e. Bi esle xwe viagra rê li ber hilweşîna cGMP digire bi vî awayê çûk repbûyî dimîne. Ji bo sekinandina helweşîna cGMP, divê çalakiyên enzîmên fosfodîesteraz bêne kêmkirin an jî rawestandin. Di viagrayê de madeyek bi navê rêgirê PDE5 (bi înglîzî: phophodiesterase inhibitor) heye. Ev made nahêle ko enzîma fosfodîestraz, cGMPyên nav masûlkexaneyan helweşîne. Ango gava mirov viagra digire, di masûlkexaneyan de cGMP kêm nabe loma masûlke xav dimînin û herrika xwînê ya nav şaneyên repker kêm nabe bi vî awayê çûk rep dibe an jî repbûna çûk ji bo demek dirêjtir didome. Demek şûnde rêgirê fosfodîesteraz tên hilweşandin û bandora viagrayê jî bi dawî dibe.
* Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.