Celadet Alî Bedîrxan

Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)
Showing posts with label tewere. Show all posts
Showing posts with label tewere. Show all posts

2021/06/17

Gehînkeya Demarûmasûlke

 






Gehînkeya demarûmasûlke (bi înglîzî: neuromuscular junction ) cihê taybet e ko tewerekotahiya demarexaneyê û masûlkerîşal rastê hev tên.
Gehînkeya demarûmasûlke, gehînkeyek kîmyayî ye di navbera demarexane û masûlkexaneyê de. Peykeremasûlke di bin bandora koendama demarê de kar dikin. Demareragihandinên ji demax an jî ji dirkepetikê dibin sedema girjbûna peykeremasûlkeyê. Rîşalên demarexaneyê bi masûlkerîşalan ve gehînkeya kîmyayî ava dikin. Di her masûlkerîşalek peykeremasûlkeyê de, ji bo girêdana demarexaneya livînê, gehînkeya demarûmasûlke heye. Ango her peykeremasûlkeyek ji aliyê demarexaneya livinê tê kontrolkirin.
Demarexaneyên livînê ji demax an jî ji dirkepetikê ragîhandinên demarî digihînin masûlkerîşalan. Dawiya beşa tewereyê demarexaneyê wekî tewerekotahî tê navkirin. Beşa sarkolemaya masûlkerîşalê ya ko bi kotahiya tewereyê ve di nav têkiliyêde ye wekî lewheya serê ya livînê ( bi înglîzî: motor end plate) tê navkirin.
Tewere raste rast bi lewheya serê ya livînê re temas nake. Di navbera kotahiya tewereyê û ya sarkolemayê de valahiyek biçûk heye, ji re dibêjin gehînkeqelîş . Sînyalên elektrîkî bi şeweyê erkê kar ji laşê demarexanêyê derbasî tewereyê dibin, heta kotahiya tewereyê tên guhêztin. Erkê kar li tewerekotahiyê de dibin sedema hilweşîna cemsergiriya parzûnê, ango berevajîbûna cemsergirî rû dide.
Bi berevajîbûna cemsergiriyê cogên kalsiyumê yên li ser kotahiya tewereyê ve dibin. Paşê, kalsiyumên li derdorê ber bi nav tewerekotahiyê diherikin. Bi hatina kalsiyumê, ji çikildanên gehînkeyê ya demarexaneya livînê, demareguhêzera (neurotransmitter) asetîlkolîn tê derdan. Astîlkolîn (ACh) belavê nav gehînkeya demarûmasûlkeyê dibe. Li ser rûyê sarkolemayê de wergirên asetîlkolînê hene. Asetîlkolîn bi van wergiran ve girê dibe. Bi girêdana asetîlkolînê, cogên wergirê asetîlkolînê ve dibin, Îyonên sodyumê diherikin nav masûlkerîşalê. Ev rewş dibe sedema hilweşîna cemsergiriya masûlkerîşalê. Di masûlkerîşalê de erkê kar dest pê dike. Di nav sarkoplazmaya masûlkerîşalalan de tora lûlekên berwarkî heye, ev tor wekî lûlekên T (bi îngilîzî: T tubule) tên navkirin. Dema demareguhêzer digihîje ser rûyê sarkolemayê, sînyal bi navbeynkariya lûlekên T belavê nav sarkoplazmayê dibe. Lûlekên T erkê kar digihînin retîkûlûma sarkoplazmî. Cogên kalsiyumê yên retîkûlûma sarkoplazmiyê ve dibin, kalsiyuma embarkiri ji retîkûlûma sarkoplazmî belavê nav masûlkerîşalokan dibe û rêzeçalakiyin ji bo girjbûna masûlkeyê dest pê dike.
Gava asetîlkolîn li ser wergirên asetîlkolînê dimînin cogên sodyumê jî vekirî dimînin, ango masûlerîşal çalak dimîne. Lê divê piştî ragihandinê,heta demareragihandinek nû, divê çalakiya masûlkeyê jî raweste. Ji bo girtina cogên sodyumê dive asetîlkolîn ji gehînkeqelîşê bêne dûrxistin. Di gehînkeqelîşê de enzîmek heye bi navê asetîlkolînesteraz (bi înglîzî: acetylcholinesterase). Ev enzîm hilweşînerê asetîlkolînê ye. Enzîma asetîlkolînesteraz, asetîlkolînê hildiweşîne bo asetîl û kolînê. Hinek ji asetîlkolînê jî bê ko bên hilweşandin, ji gehînkeqelîşê ber bi kotahiya tewereyê tê mijandin. Bi vî awayê cogên sadyumê yên li ser sarkolemaya masûlkerîşalê tên girtin ko çalakiya masûlkeyan raweste.
*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.


2021/06/11

Birdoziya xilîska deziyan

                                     Bîrdoziya Xilîska Deziyan

Ji bo pêvajoya girjbûn û xavbûna masûlkerîşalan modelek zanistî heye navê vê modelê “bîrdoziya xilîska deziyan” e (bi înglîzî: sliding filament theory) . Li gor vê bîrdoziyê, sarkomer kin dibin lê ne dirêjiya deziyê stûr ne jî yê barik (zirav) naguhere. Ji ber ko deziyê zirav ji aliyê deziyê stûr ve ber bi hêla Z ve tê kişandin, deziyên zirav ên li herdû aliyên sarkomerê nêzî hev dibin û sarkomer kin dibe. Bîrdoziya xelîska deziyan bi hin rêzeçalakiyan rû dide.

Peykeremasûlke di bin bandora koendama demarê de kar dikin. Demareragihandinên ji demax an jî ji dirkepetikê dibin sedema girjbûna peykeremasûlkeyê. Rîşalên demar bi masûlkerîşalan ve gehînke ava dikin. Gehînkeya di navbera demarê livînê (bi înglîzî: motor nerve) û peykeremasûlkeyê, wekî gehînkeya demarûmasûlke (bi înglîzî: neuromuscular junction/myoneural junction.) tê navkirin. Demar bi kotahiya tewereyê bi sarkolemaya masûlkerîşalan ve gehînkeya kîmyayî ava dikin. Ji kotahiya tewereyê demareguhêzera (neurotransmitter) bi navê asetîlkolîn (ACh) tê derdan. Gava demareguhêzer xwe li ser sarkolemaya masûlkerîşalê girê didin, sînyalên elektrikî, bi şeweyê sînyalên kîmyayî diguhêzînin ser rûyê sarkolemaya masûlkerîşalê. Ev rewş li ser rûyê sarkolemayê de erkê kar dide destpêkirin. Di nav sarkoplazmaya masûlkerîşalalan de tora lûlekên berwarkî heye, ev tor wekî lûlekên T (bi îngilîzî: T tubule / transverse tubules) tên navkirin. Dema demarereguhêzer digihîje ser rûyê sarkolemayê, sînyal bi navbeynkariya lûlekên T belavê nav sarkoplazmayê dibe. Ev rewş dibe sedema vebûna cogên kalsiyumê yên li ser rûyê retîkûlûma sarkoplazmiyê. Bi vebûna cogan, kalsiyuma embarkirî, ji retîkûlûma sarkoplazmî belavê nav sarkoplazmayê dibe. Îyonên kalsiyumê deziyên miyozînê hander dikin ko bi deziyên aktînê ve girêdan ava bikin. Girêdana navbera herdu deziyan wekî panîpire (bi înglîzî: cross-bridge) tê navkirin.

Miyozîn deziyê aktînê li ser xwe de kaş dike. Ango deziyê aktîn li ser deziyê miyozînê de dixilîske (kaş dibe). Enerjiya ji bo xilîska deziyan ji molekûlên ATPyê tê dabînkin. Gava dezî li ser hev dixilîskin, hêlen Z yên li ser herdu aliyên sarkomerê kaş dikin, sarkomerê kin dikin. Hêjmara masûlkerîşalên ko kin dibin ji aliyê sînyalên demareragihandinê ve tê diyarkirin. Ne pewist e ko her car hemû masûlkerîşalên masûlkeyê were çalakkirin. Li gor rewşê dibe ko hinek ji masûlkerîşalan an jî hemû masûlkerîşal ji aliyê demareragihandin ve hatibe handerkirin. Wekî mînak; bila li erdê gogek futbolê û kevirek gilover hebe û qebareya herduyan jî wekhev be. Bila mirovek pêşî kevirê, paşê jî gogê ji erdê rakê û deyne ser maseyê. Ji bo rakirina gogê û kevirê, mirov heman cor masûlkeyan bi kar tîne lê hêjmara masûlkerîşalên çalakbûyî ne yek e. Ji ber ko giraniya gogê û kevir ne yek e û kevir girantir e, ji bo rakirina kevirê hê pirtir masûlkerîşalên masûlkeyan tê çalakkirin.

Girjbûna masûlke bi kurtasî wekî mîna gavên li jêr rû dide:

1.Di demarexaneya livinê (bi înglîzî: motor neuron) de erkê kar digihîje kotahiya tewereyê. Ji tewerekotahiya demarexaneya livînê demareguhêzer tê derdan. Asetîlkolîn demareguhêzera taybet e ji bo xaneyên masûlkeyan. Demareguhêzer ji gehînkeyê derbas dibin û xwe li ser wergirên masûlkerîşalê ve girê didin. Wergirên masûlkerîşalê li ser rûyê derveyî sarkoplazmayê de cih digirin. Bi girêdana asetîlkolînê, di xaneya masûlke de cogên ser parzûna masûlkerîşalê ve dibin û sodyumên derveyê xaneyê bi navbeynkariya cogan ber bi nav masûlkerîşalê diherikin. Ev rewş li wê bêşê xaneyê de dibe sedema çêbûna berevajîbûna cemsergiriyê (bi înglîzî: depolarization). Bi berevajîbûna cemsergiriyê, di masûlkerîşalê de erkê kar (bi înglîzî: action potential) dest pê dike.
2. Erkê kar bi navbeynkariya lûlekên T belavê nav sarkoplazmayê dibe û ji retîkûlûma sarkoplazmî iyonên kalsiyumê yên embarkirî dide derdan.
3. Kalsiyum (Ca 2+) bi troponînê ve girê dibe û şêweyê tropnînê diguherîne. Troponîn, tropomiyozînê ji ciyê girêdana serikên miyozînê dûr dixe. Bi vî awayê li ser deziyê aktînê ji bo girêdana serikên miyozîne rûyê ciyên çalak vala dimîne.
4. Bi çalakiya enzîma ATPaz, ATP ya bi miyozînê ve girêdayî hildiweşe bo ADP+ . Enerjiya ji hilweşîna ATP peyda dibe, ji bo çalakkirina serikê miyozînê tê bikaranîn. Serikê çalakbûyî yê miyozînê piçek rep dibe, bi deziyê aktînê ve girê dibe û panîpire ava dike.
5. Bi avabûna panîpire, Pi ji serikê miyozînê diqete. Ev rewş li serikê miyozînê de dibe sedema peydabûna hêza paldanê (bi înglîzî: power stroke).
6. Bi peydabûna hêza paldanê, miyozîn, deziyê aktînê ber bi navenda sarkomerê ve kaş dike, masûlkeyê kin dike. Di heman demê de ADP jî ji serikê miyozînê vediqete.
7. Serikê miyozînê bi ATPyek nû ve tê girêdan û serik ji aktînê cihê dibe. Heke li hawirê bi têra xwe calsiyum hebe, ango xestiya kalsiyumê zêde be çerxa girjbûnê ji gava 3 pêve dûbare dibe.
8. Heke dawî li demareragîhandinan were, iyonên kalsiyumê ber bi nav retîkûlûma serkoplazmî ve tên pompekirin û li wir tê embarkirin heta demareragihandinek nû bigihîje masûlkerîşalê.
Masûlkeya girjbûyî bi rawestina demareragihandinê sist dibe. Ji bo xavbûna (sistbûn) masûlkeyê, kalsiyuma nav sarkoplazmayê ji bo embarkirinê, ber bi retîkûlûma sarkoplazmî ve tê pompekirin. Kêmbûna kalsiyumê panîpireyên navbera deziyên aktîn û miyozînê hildiweşîne. Aktîn li ser miyozînê ber bi paş ve dixilîske û vedigere xala destpêkê ya berê girjbûnê. Ango hêlên Z ji hev dûr dikevin, sarkomerên kinbûyî dirêj dibin. Bi vi awayî masûlke digihîje dirêjiya xwe ya asayî.
Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.











Biecibîne
Şîrove

2019/12/31

Gehînke





Gehînkeya demarî, demaregehînke an jî gehînke.

           Gehînke (bi îngilîzî: Synapse) pêkhateya taybet a demarekoendamê ye ji bo guhaztina ragîhandinan, ji demarexaneyek ber bi demarexaneya din, an jî xaneyek din. Ango xala ko du an jî zêdetir demarexane digihêjin hev wekî gehînkeya demarî tê navkirin.

Pêkhate

           Gelemperiyê xala gehînkeya demarî, ji beşên xaneya pêşgehînke, xaneya paşgehînke, gelîşa gehînkeyê, çikildana gehînkeyê,demareguhêzeran, cogên iyonan û proteînên wergir pêk tê.
 Hemû tewere li beşa kotahiyê de liqdar in, li cemserê her liqek tewerê de beşek heye bi şêweyê girêkî, ev beş wekî tewerekotahî tê  navkirin. Demarexane bi navbeynkariya gehînkeyên demarî, di nav têkiliyê da ne. Demarekothî li gel dendirîdên demarexaneyan, dibe ko bi xaneyên masûlke an jî bi xaneyên rijên jî gehînke ava bike. Tewerekotahiya xaneya pêşgehînke bi hemû beşên bê bergên maylînî ya demarexaneya paşgehînke ve demaregehînke ava dike. 
Wekî mînak;
 tewerekotahî bi dendrît, laşexane an jî tewereya demarexaneya paşgehînke ve gehînkeya demarî ava dike. Li gehînkeyê ragîhandin(demareragihandin) bi şeweyê kîmyayî an jî elektrîkî pêk tê, lê piraniya ragihandinan bi şeweye kîmyayî rû dide. Xaneya pêşgehînke ragîhandinan diguhazîne ber bi gehînkeyê. Xaneya paşgehînke ji gehînkeyê ragihandin werdigire. 
          Li kotahiya tewereya demarexaneyan de çikildanên gehînkeyê heye. Di nav çikildanên gehînkeyê de demareguhêzer hene. Demareguhêzer madeyên kîmyayî ne. Demareguhêzer di laşêxaneya demerexaneyê de tê berhemkirin. Paşê bi navbeynkariya tewereyê ber bi demarekotahiyê ve tên guhaztin, li wir, di nav çikildanên gehînkeyê de tên embarkirin. 

Ji çavkaniyê heta xaneya armanc, demareragihandin bi navbeynkariya du an jî zêdetit demarexaneyan ve tê guhaztin.             
          Demarexane li paş hev rêz dibin lê herdu xane raste rast nagihînin hev. Di navbera xaneya pêşgehînke û ya paşgehînke de valahîyek piçûk dimîne, ev valahî wekî qelîşa gehînkeyê (gehînkeqelîş) bi nav dibe. Gehînkeqelîş bi firehiya 0.02 mîkron e, ango navbera du demarexaneyan de valahiyek bi qasî 0.02mîkron heye. Demarexaneyên ko ragihandinan bi şeweyê elektrîkî li gehînkeyê de diguhazin, raste rast bi hev re girêdayî ne, loma iyon ji xaneya pêşgehînke derbasî xaneya paşgehînke dibe. Ango pêdivî bi demareguhêzeran nin e.


            
Demareragihandin li gehînkeya demarî de

      Gava erkê kar ji dendrîdan gehîşt demarekotahiyê, çikildanên gehînkê diqelişin û demareguhêzeran ber didin nav gehînkeqelîşê. Demareguhêzer li nav gehînkeqelîşê de belavbûnî dibin û li ser wergirên xaneyên paşgehînkê de tên girêdan. Bi vî awayî erkê kar ji xaneya pêşgehînke derbasî xaneya paşgehînkeyê dibe. Ango demareragihandin bi şêweyê kîmyayî bi navbeynkariya demareguhêzeran ji xaneyek derbasî xaneya din dibe. 

    Piştê guhaztina erkê kar, demareguhêzerên nav gihinkeqelîşê ji aliyê enzîman ve tê hilweşandin. Hinek ji demareguhêzeran jî ji aliyê parzûna xaneya peşgehînke ve tên mijandin. 
            Li beşa koendama demara navendî de ji 50yê zêdetir cor demareguhêzer heye. Adrenalîn (epînefrîn), noradrenalî (norepînefrîn), dopamîn, hîstamîn, seretonîn hin ji wan coran e.





2019/12/29

Dendrît




Dendrît, liq û pop an jî zêdehiya çeqdar. 

          Ji laşê xaneyên demar, pêkhateyên wekî liqên kurt ên çeqdar, ber bi derveyî xaneyê dirêj dibe, ev zêdehiyên çeqdar wekî dendrît an jî liq û pop bi nav dibin. Dendrît ji peyva dendronê çê bûye. Di zimanê yewnanî de peyva dendron ji bo dar an jî tiştê mîna daran tê bi kar anîn.


           Dendrît, kartêkiran ji demarexaneyên din an jî ji xaneyên din werdigirin û ber bi laşexaneyê ve dibin. Dendrît kartêkiran raste rast ji xaneyan wernagire, di navbera dendrît û xaneya pêşgehînke de valahiyek heye ev valahî wekî qelîşa gehînkeyê (gehînkeqelîş) tê navkirin (bi îngilîz: synaptic cleft). Kartêkir an jî demareragihandin bi şêweyê kîmyayî di gehînkegelîşê de ji xaneya pêşgehînke derbasî dendrîtê dibe. Kartêkir bi şeweyê demareragihadin ji dendrîtê ber bi tewereyê ve tê guhaztin. 

           Dendrît, bi parzûna xaneyê dorpêçî ne û kartêkiran ji dewrûberên xwe digirin û arasteyê laşê xaneyê dikin. Berevajî tewereyê, ne yek lê gellek dendirît ji parzûna demarexaneyê ve dirêjî derve dibin. Dendrît ji teweryê kurttir e. Dendrît ji laşê xaneyê mîna antenan dirêj dibe, bi vî awayê ji bo wergirtina kartêkiran, rûyek fireh peyda dibe. Hejmara dendrîdên demarexaneyek çiqas pir be, xane hê zêdetir kartêkir ji hawirdore digre û dişîne laşexaneyê . Li ser rûyê dendrîdan pêkhateyên tûj ên mîna strî hene, ev beşên tûj wekî striyê dendrîdî (bi îngilîzî: dendritic spine) tê  navkirin. Striyên dendrîdî li beşa demaregehînke ya demarexaneyan de cih digire. 



            Ji bilî demarexaneyên hestê, serê dendrîdan bi navbeynkariya gehînkeya demariyê, bi xaneyek din ve di têkiliyê de ye. Lê li hin demarexaneyên hestê, dendirît wekî wergirên hestê dirêjê nav xane û şaneyan dibe. 
            Dendirît bi bergê maylînî peçî nîn in, ango bê maylînî ne . Bi gelemperî, dendrît ji demarakotahiya xaneya pêşgehînke demareragîhandin werdigire û dişîne laşê xanayê, tewere jî demareragîhandinan diguhazîne bo xaneya paşgehînke. Lê hin caran dibe ko di navbera dendrîdên du demarexaneyan de (dendrît-dendrît) an jî di navbera dendrît û xaneyek laş de gehînke ava bibe û ji dendrîtan ragîhandin bêne guhaztin bo van xaneyan. Herwisa hin demarexane tewere lixwe nagirin, di van xaneyan de, demareragihandin ji aliyê dendrîtan ve tê guhaztin


2019/12/21

Tewere




        Tewere, rîşaledemar an jî akson (bi îngilîzî: axon) beşekî demarexaneyê yê. Xaneya demar bi şeweyê liqdar e, li gel gellek liqin kurt, bi gelemperî liqek dirêj jî ji parzûna xaneyê ber bi derveyî demarexaneyan dirêj dibe. Ev liqê dirêj wekî tewere tê  navkirin. Ango tewere liqê dirêjtirîn ê demarexaneyê ye ko demareragihandinan vediguhazîne dûrê laşexaneya demarexaneyê.

Anatomiya tewereyê

        Bi gelemperî xaneyên demar yek an jî du tewere lixwe digirin, lê hin demarexane bê tewere ne. Wekî mînak di çîna koroyîdî ya çavê mirov de bi navê amacrine hin xaneyên demar hene ko bê tewere ne.
Dirêjiya tewereyê li hin demarexaneyan ji metreyek dirêjtir e.
Tewere pêkhateyek rîşalî ye, lê kotahiya tewereyê liqdar e.


         Tewere ji laşê demarexaneyê dirêj dibe, beşa demarexaneya ko tewere jê derdikeve wekî tûmika (tepik) tewereyê tê navkirin. Herwisa tûmika tewereyê wekî kerta peşîn (seretayî) jî tê navkirin Kartêkir ji hawirdorê bi navbeykariya dendirîtan tên wergirtin û ber bi laşê xaneya demar ve tên şandin. Kartêkir ji laşexaneyê di beşa kerta pêşîn de bi şeweyê erkê kar (bi îngilîzî: action potential) derbasî tewereyê dibe. Kartêkir li ser parzûna laşê xaneyê de erkê kar peyda dike. Laşexane kartêkiran bi şêweyê demareragihandin arasteyê tewereyê dike. 
         Tewereyê hin xaneyên demarê bi pêkhateyek çewrî dorpêçî ye. Ev pêkhate wekî bergê maylînî tê navkirin. Bergê maylînî, tewereyan ji hev dadibirrine, herwisa guhaztina erkê kar leztir dike. Ji xeynî xaneyên demarekoendama navendî, bergê maylînî yê tewereyê demarexaneyan ji xaneyên Schwann pêk tê. Lê bergê maylînî yên xaneyên demarekoendama navendî ji xaneyên olîgodendrosît pêk tê. Xaneyên olîgodendrosît xaneyên palpiştin ji bo demarexaneyan. 

          Di navbera rêza xaneyên Schwann de, ango di navbera du bergên maylînê de,  hin beşên tewereyê bêmaylînî ye, ev beşên navbera bergê maylînî wekî girêya Ranvier tê navkirin. Kotahiya tewereyê liqdar e, serê van liqan wekî kotahiya tewereyê (bi îngilîzî: axon terminal) an jî demarekotahî bi nav dibe. Erkê kar li demarakotahî de bi dawî dibe, ragîhandin ji tewereyê bi awayekî kîmyayî derbasî xaneyek din dibe. Kotahiyên teweryê bi xaneyên paşgehîn ve raste rast bi temasê de nîn in. Di navbera kotahiya tewereyê û parzûna xaneya paşgehîn de valahî heye. Ev devera ko kotahiya demarexane û xaneya paşgehîn rastê hev tên, wekî gehînkeya demarî an jî gehînke (bi îngilîzî:synapse) tê navkirin.

Erkê Tewereyê

          Tewere erkê guhaztina demareragihandin pêk tînê, ji laşêxaneyê ber bi dûrê demarexaneye. Kartêkirên ji hawirdorê hatine girtin, bi şeweyê demareragihandin, bi riya tewereyê, tên veguhaztin bo xaneyek din. Dibe ko ev xaneya din xaneyek demar, xaneyek masûlke an jî xaneyek rijênê be. Li tewereyê demareregîhandin bi şeweyê erkê kar dirûst dibe. Li tewereyê erkê kar bi çalakiya elektrîkî pêk tê. Erkê kar di parzûna tewereyê de li beşên girêyên Ranvier de bi alûgorkirina îyonên sodyum(Na+) û potasyumê( K+) çê dibe. Heke ji ber darbeyek, ziyan bigehîje tewereyê û tewere birîndar bibe, xaneyên Schwann palpişta tewereyê dikin û cihê ziyangirtî baş dikin.


           Hin caran koendama bergiriya mirov li dij bergê maylînî ya tewereyê bergirî dabîn dike. Ji koendama bergiriya van mîrovan wetrê, bergê maylînê ne beşek ji laşê mirov e, loma divê were tunekirin. Bi taybetî xaneyên T yên lîmfê, êrîşê bergê maylînî ya xaneyên demarekoendama navendî dike. Ji ber têkşikestina bergê maylînî, demareragihandin têk diçe an jî pir hêdî tê guhaztin. Hin caran dibe ko ne tenê bergê maylînî, lê tevahiya demarexaneyê jî bimre. Ev rewş dibe sedema reqbûna gellek demarxaneyan, loma navê nexweşiyê fire reqbûna demarerîşal e (bi îngilîzî:multiple sclerosis (MS))